Lotikxane

 

Metîn Mêrdîn

 

Kera nebin nav kera ji bo ji hev neelimin tir û fisa

 

 

Kevirbirî tirr jê berda

 

Nivîskarê hêja û delal, qeraseyê zilaman Salihê KEVIRBIRÎ,  lý Eðitim-Sen a MÊRDÎNê bû panelîst û lotikek wek xwe qerase avêt.


Di panelê de mamoste, xwendevan, siyasetmedar, nivîskar û gelek kesên bi rûmet
bi xêra sponsorîya ''leylan-cafe '' beþdari vê panelê bûn.

 

Werhasil, panel bi pirs û bersivan li hev geriya, xweþ û geþ bû.

 

Piþtre ji beþdaran yekî xwest ku nivîskarê germik û nermik bikþîne nav lotik û zîtirkên siyaset û polemîkê, lê Salihê me nehat provokasyonê, pirtûka xwe bilind kir û got: '' Hooopp! Heta ez têkevim nav van polemîkan, ezê pirtûkek din binivîsim cîgerim'' û bý vê peyva xwe lotýkek bêîman li bin çengên wi xist û tirr jê berda, qidûmên wî sist kýr.


Her bijî Salihê Kevirbirî, bi xêr hatî Mêrdînê û bi xêr herî ...

 

22.12.2009- Mêrdîn

 

 

 

 

Boxê berana, xortê 83 salî EHMED KURDÎ!

 

Apê me Ehmed Kurdî, yek ji wan Kurdên herî pêþîn bû ku li bakurê Kurdistanê Kurdayetî dikir û xwedî li qewmîyeta Kurd derdiket. Gellek kesan bi xêra wî xwe nas kir û Kurdayetî kirin.

 

Dema gellek ji siyasetmedarên ku îro xwe wek berdevkên tevgera Kurdî dibînin tunebûn, Apê Ehmed Kurdî gund i gund digeriya, propaganda Kurdayetî û tevgera azadîya Kurd dikir. Di wê rêya pîroz de texsîr nekir, karê xwe yê welatparêzî û Kurdayetîyê heta bi îro jî dewam kir.

 

Apê me Ehmed Kurdî îro 83 salî ye. Bi vî temenî de jî gund bi gund, çiya bi çiyayên bakurê Kurdistanê digere û destê wî ji xaka wî, ji xaka bav û bapîrên wî nabe. Apê Ehmed merivê dîrok û zimanê xwe ye, gotina “Mêrê bi çarsed mêrî” tam li bejna wî tê û ji bo kesên wek wî hatiye gotin.  Lê nenerin ku ew niha 83 salî ye. Lê dilê wî ji dilê xortekî 14 salî zêdetir ji bo doza welat û milletê wî lê dide.

 

Aha Apê me Ehmed Kurdî ev e gelî xwendevanan. Ehmed Kurdî yê ku keça wî Rojîna stranbêj digot: „Bavê min Kurdekî faþîstê Kurd bû“ ev Ehmed Kurdî ye.

 

Xwezî ji xêra xwedê re temamê Kurdên me wek Apê Ehmed Kurdî faþîstên milletê xwe bûna, mirîyê doza qewmîyeta xwe bûna. Belkî niha Kurd ne di vî halî de bûna û ziman, Kurdayetî û hemi nirxên Kurdayetîyê ewqasî erzan nebûne.

 

Xwedê temenekî dirêj û tendirustîyek baþ bide Apê Ehmed Kurdî rebbî.. Amîn!

14/11/09- Mêrdîn

(Foto: Metîn Mêrdîn- Lotikxane)

 

Sayin melle, bi wê qurana go min xwendî tu ne tu melleyî û hew!

Metînê Mêrdînî- 28/01/08-Mêrdîn- Melleyên vê heyamê jî bûne wek karmendê dewletê û ferqa wan û polîs û eskeran ji hev nemaye. Berê melleyên me Kurda bîrewer bûn, xwenda bûn, zana bûn û bi ser de jî welatperwer û Kurdperwer bûn. Lê piþtî dewletê dît go melleyên Kurd stûna Kurdperwerîyê û paraztina zimanê Kurdî ne, hêdî hêdî melleyên xwe þandin Kurdistanê û wek milîtanekî dewleta xwe dan xebitandin.

Ev melleyên ku zilamê dewlet û xulamê artêþê ne, di mizgeft û cemeetan de propaganda dewletê û dijminatîya Kurdan dikin. Bi navê ola îslamê me dixapînin û xiyanetê bi îslamê re jî dikin.

 Werhasil, de ji xwe re li vî melleyê di wêne de binerin. Dewlet çi kaxezê têxe destê wî hema yekser wê dixwîne û ji þaþika serê xwe fedî nake.

Yabo heyran, melle, qurbana wan çavên tenî reþ û belek, ez bi serê xwe û bi serê te sûnd dixwim go tu ne tu melleyi û tu nikari ji cemeetê re pêþkêþîyê biki loooooo! Here têkeve nav çete û mafya dewletê ji te re çêtire canim cîgerim! Bi telaq û namûs Lotikxane bi te hisyaye bê çend mû bi qûna te ve ne  qardaaaaaþþþþþþþþþ!

 

 

Nivîsên berê

Vexwarina kerîkî û ehmeqî

Metînê Mêrdîn- 27/01/07-Mêrdîn- Xelk gazinan dikin û dibêjin “çima vexwarina alkolê tê qedexe kirin” filan û bêvan. Ê yabo ji xwe re li van herdu keran binerin û hûn bêjin bê çima alkol tê qedexe kirin.

Hinek ehmeq alkolê kerîkî û bergîlkî vedixwin qardeþim, wille û bille dibin sebebê qedexekirinê lo, wîî! Ma vexwarin wilo ye? Vexwarina alkolê ew e ku mero devê þûþe têxe devê xwe û bêje “qurt û qurt û qurt” û di binî de bang bide haaa!

Werhasil, vexwarina alkol û eraqê ne karê her zilamî ye. Ji xwe go goþtê birajtî û çend îsotên no jî li ser masê hebin, oxxxxxxx werin fercê.

Ez serê we neêþînim, heçê bixwaze dersên vexwarina alkol û quzilqurtê bistîne, bela serî li Lotikxanê xe. Bi sê telaqan emê di nava çend deqîqande wan bikin wek golikê nav garanê û xelas!

 

Ev ji me kêm mabû

Metînê Mêrdîn-26/01/07-Mêrdîn- Li Mêrdînê meha derbasbûyî Sendîqa Mamosteyan (Egîtîm-Sen) çalakîyek li dar xist û lotikek avêt. Ez û kurê xwe ê 5 salî jî tev li çalakîyê bûn. Weke her carê polîs trimpêlên wan li derûdora me sekinîn û kirin wîtewît. Tiþtekî pir ciddî hebû.

Werhasil, çalakî dest pê kir û me bi slogan û xwendina nivîsan tirr ji çalakîyê berda. Di navbera xwendina nivîsan de berpirsiyarê çalakîyê sloganek qirase avêt û got „Egîtîmcîye engel, çetelere butçe“. (Ji perwerdekaran re astengî, ji çeteyan re butçe). A rastî gerek bi vî rengî ba. „Çetelere engel, egîtîmcîye butçe“ (Ji çeteyan re astengî, ji perwerdekaran re butçe).

Ez serê we neêþînim, polîsên derûdorê li me nerîn û dest bi ken kirin. Ewan jî fêhm nekir bê em ji bo çi çalakîyan dikin. Îcar heyran û qurban, bi sê telaqan bi vî haweyî nabe. Ez wek bavekî karim vê ezberê xera bikim lê kurê min nikari xera biki. Hûn çi bêjin wê ew jî ji wer e dubare biki. A baþ ka emê vî karî bidin destê zane û fêrisan go heq ji vî îþî derkevin, kenê polîsan bi me neynin û em lotikan ji wan nexwin.

Ji niha û pêde tu heqê me Kurdan go xeletîyê bikin nemaye. Ji ber vê yekê jî tu heqê kesî li me tuneye go polîsên dewleta virqo bi me bikenînin. Îcar bi telaq ev jî lotikek pir xerab bû..Me ji van lotikan biparêzin û xelas!

 

Þellim û ne tiþtekî din

Metînê Mêrdînî-25/01/08-Mêrdîn-

Li Mêrdînê gundê Tixûbê mêrek dikeve ber sikratê.
Li wî gundî jî ji sebzeyên bin erdê pêve þîn nabin.
Lawê mêrik jêre dibeji: Bavo tê çi bixwi?
Dibêji ez tiþtekî naxwim...
-Tê gizerkê bxwi?
-Na na..
-Êêêê,  tê tivirekê bxwi?
-Na na..
-Silkisorekê bixwi?
-Na na..
Tê þellimekê bxwi (li wir a go herî bi qîmet þellim in)
-Na na…

û bêhna lêwik teng dibe, û dibêji...
 -Bavo, min çiqas teamê (meyve-sebze) dinyê ji te re anî te nexwar...De her BIMMIR!!! EZ DI TE NIHÊM... mirina te ji gewîtî ye...
 
Ma þellim û ne tiþtekî din....Îcar li Tixûbê bêjin þellim û bila dinya bisekine...
 
Hima þelliman dikelînin û dixwin..Piþtre jî tirrr û fisssên gennî dikin...Yeqqqq!
 
Li tu deverên dinyê  þellim çênabin ji Tixûbê pêve....
 
Li Karadenizê jî ji masîyên hamsî pêve tiþtekî din tuneyi..
Lê ev Karadenizlîyên hovik ji hamsî hertiþtî çêdikin (tirþo-tawe-qelandin-þêranî-nanê bi hamsî û hezar quzilqurtên din)
 
Ma xwendevanên Tixûbê tunenin go rojekê xwe bidin hev û herin Tixûbe
bîrîfîngekê li ser þelliman bidin...! Hey xwelî li serê we lawo .. ma hûn wek Dûrsûn û Temelên Laz jî nayên..?
 
Ji þelliman derman  çedibe ( ê aþik, ê gurçikan, ê roviyan û hûn hebekî din bi pêþde jî herin hûn karin mêrkê 70 salî bikin 18 salî jî ellawekîl)
û bi van þelliman hûn karin fabrîqeyan jî çêkin.. Qe nebe wê gundî ji xwe re bixebitin, biþuxulin û dewlemend jî bibin..
 
Û ji hemî çêtir emê jî ji tirr û fissên we yên gennî jî xelas bibinnn....Hûn hûn bin ji tirr û fissan dûr bikevin..
 
Bi xwedê min vê roja xêrê lotikek baþ avêt çîranên xwenî Tixubî
haaaaa....

Ê yabo wille û bille derdê tirr û fissên þelliman nayê kiþandin, wîîî!

 

Silav ji we re Lotikxane ekîbîîîî!

Metîn Mêrdîn-23/01/08-Mêrdîn-

Bi namûs ez bi vê Lotikxanê pir û pir kêfxweş bûm lo…Mejîyê we her hebi..
   Ez dixwazim ji we re tiştekî go birastî qewimîye binivîsim. Li gundê Tixûbê (gundê Mêrdînê ye) jin û mêrek diçin Hecê (Mek û Medînê). Wexta go kevir davêjin şeytên, mêrik dibêji jina xwe:“Keçê kevirê hûrik hûrik bavêjê“. Jinik dibêji: „Na kurro, kevir çiqas mezin bi xêra wî pirtiri“.

   Werhasil, mêrik ha dibêji kevirê hûrik û ha dibêji, lê jinik lê guhdarî naki. Radibi mêrê wê jê re dibêji: „Keçê nemayê, ev şeytan berê melekê xwedê teala bû. Ji hevdu xeyidî ne, lê go li hevdu bên eyn wê di te nin haaaa! Bila haya te jê hebi….!“ Îcar hûn her hebin yabo qurban.

  

Bi sê telaqan Lotikxane ji serpêhatîya mêrkê Tixûbî jî xweştiri û hûn sax! Bi xwedê ji îro û pê di emê jî bi we ri lotikan bavêjin….