Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

Bûka kurdan Micaella Marsovich ji bo pirsa mafê jina kurd serî hilda:

Helwesta mêrê kurd divê naziktir bibe

 

Micaella Marsovich

 

Gabar Çiyan

 Dem, piþtî salên 90 bû. Xortek lihevhatî û çavreþ, keçek bejinzirav û bikêrhatî bi hevudû re kar dikirin. Cara ewil di dema firavînê de hevûdu dîtin. Paþê lawik, di bin çavan re taqîbata wê kir. Jê re bibû hewes ku bala xwe bide bejn û bala wê. Di dema kar de dest li dest diket, çav li çav. Çi þop ji hewesa wî nemabû. Ji awirên wî, evîndarî diherikî. Ew, bibû hêsîrê awirên wê, dîtina wê.

Keça delal, ji awirên wî yê bi wate, ne bêxeber bû. Lê hezkirina kesek biyanî, têkiliyên evînî bi wan re ne hêsan bû. Þewata herdû dilan bedena wan rapêçandibû. Biryar dan, li cafeyekê hevûdu dîtin. Xortê çavreþ ji Kurdistanê, keça delal jî ji Sirbîstanê bû. Micaella û Mehmed, çend careke din jî hatin cem hev. Qala çandên xwe kirin. Wî bi sirbî, qîzê jî bi kurdî, herdû bi swêdî peyva ``ez hez ji te dikim`` dihanîn ser zimên. Biryar dan ku bizewicin. Ji wan re festek biçûk hatibû çêkirin. Dostên nêz hatibûn pîroziya wan. Di Newroza 97 de gihiþtibûn miradê xwe.

Sê zarokên wan çêbibû. Fêkiyên malê, hezkirina di navbêra wan de zêdetir kiribû. Zarokan, paþê jî destê Micaella bereket xistibû nava karê wan. Di demek e kin cihê karê xwe vekirin. Jin û mêr ji bo pêþerojek xweþtir dixebitîn. Karê Mehmed baþ diçû. Aqilmend û hevalên nejidil mala gelek mirovan xirab kirine. Vê carê dora wî bû. Bi dîtinên karmezinkirinê, ji rê derxistin. Kar berepêþ nediçû. Ji aliyekî kirêya cî, xerc û baca dewletê û li aliyê din deynê taciran nigên wî xiste þikalek teng. Dawiyê, karê wî têk çû. Bû deyindarê xelkê û dewletê. Hevalên wî piþta xwe danê de. Mehmed heta bi qirikê ketibû nav virikê. Her ku xwe tev dida, bêhtir diçû xwarê. Felekê þimaqek li wan xistibû. Tecrûbeyên wan yên rojên reþ tune bû.

Îro, herdu jî hevûdu dibînin. Li evîna berê digerin. Lê di dema tengasiyê de car caran hatibûn hemberî hev. Serhiþkî û hevûdu nefêmkirin gora evîna wan kolabû...

Hevpeyvîna me bi Micaella re, mesajek e ji bo zewaca bi xerîban re

 

- Ji kerema xwe re qala xwe ji me re bike.

Micaella: Ez ji Sirbîstanê me. 30 salî me. Li Swêdê dijîm. Ez kar dikim, ji derveyî kar, demên xwe yên vala bi hersê zarokên xwe re derbas dikim.

 

- Kurdiya te pir bi pêþketî ye. Mirov dibê qey tu kurdî...

Micaella: Belê, di dema karê me de, kesên ku dihatin ziyareta me kurd bûn. Her wisan, ez çend caran çûme Kurdistanê. Min guhê xwe baþ dida axaftina wan. Ji ber vê yekê ye ku kurdiya min baþ e.

 

- Dîtîna li ser jiyana wir çi ye?

Micaella: Gel bi dilekî germ bi xêrhatina mirov dikin. Nanê xwe bi mirov re pay dikin. Di roja teng û fireh de li hevûdu dipirsin, ev baþ e. Lê rewþa jinan û bandûra wan li ser biryarên li malê hêja negihiþtiye cihek e bilind. Ji bilî vê, ne tenê karê malê, divê karîbin li derve jî kar bikin. Ji awira bihêzkirina aboriya xwe gavan bavêjin.

 

- Tu bi kesek kurd re zewicî ye. Niha jî ev zewaca we dike hilweþe. Pirsgirêken sereke çi ne ku mirov li hevûdu nake?

Micaella: Ez kurdan hinekî nas dikim. Peyvên min ne ji tevayiyê re ne. Divê helwest û hîsên li hemberî jinê naziktir be. Mirov hewil bide ku wê fêm bike. Beþek ji kurdan mixabin e ku hiþk in. Ev þaþ e. Ew, xeletiyan dikin. Piþtî  wê çavê mirov li lêbuhûrînê û peyvek xweþ digere. Di þûna vê de eksî tê. Ew, ji ser ya xwe nayên xwar. Dixwazin hêz û hiþkbûna xwe nîþan bidin. Divê neyê jibîrkirin ku mirov ji xwe re hevalek jiyanê hildibijêre. Jin, jiyan e. Helwesta þaþ û peyvên hiþk, hîsên mirov brîndar dikin. Dema mirov ji rihê xwe hat brîndarkirin, cihê brînê zû bi zû nayê girtin.

Jin û mêrantî ne tenê razan e. Elaqata cinsî têr nake ku zewac li ser nigan raweste û bimeþe. Divê hîsên evîndariyê xurttir bibe. Pêwîst e mirov hîsan di dilê xwe de nehêle, nîþan bide. Carna dana maçekê, yadîgarkirina gulekê, kenek ji lêva û hemêzkirinek ji dil, dikare cihê peran û tangasiyên jiyanê bigire, biseyîne. Mirov bi hêz bike li ser nigan bihêle. Kaniya evînê xurtir bike. Divê beþek ji mêrê kurd gavên xwe li gorî sedsala têde ne serrast bikin.

 

- Wisan xuya dike ku jiyana bi mêrê kurd re ji bo we biyaniyan dojeh e.

Micaella: Ne hemû mêrê kurd. Beþek biçûk jê kevneperest e. Belê, ya min mîna jiyanek di cehenemê de nikare bê pejirandin. Lê min çi cennet jî nedît. Bûhiþtê xwe pêþ min kir û winda bû. Piþtî demekê ez tê gihiþtim ku zewaca kesek biyanî bi beþek ji kurdan re dijwariyên xwe hene. Û ne hêsan e ku mirov çareseriyan peyde bike.

 

- Ji bo kesên ku dixwazin bi biyaniyan re bizewicin, mesajên te ji bo wan hene, an na?

Micaella: Divê bê gotin ku hejmarek mezin ji kurdan bi mala xwe ve gelekî girêdayî ne. Kesên bi xerîban re zewicî ne, zewaca wan serketiye. Ev yek, cihê serbilindî û kêfxweþiyê ye.

Pêwîst e neyê jibîrkirin ku mirov bi kesek xerîb re dizewice. Gelek ji adet û toreyên mirov ne mîna hevûdu ne. Hewil bidin ku hevûdu fêm bikin. Di demek kin de ne li benda guhertinên mezin bin. Wext bidin hev. Guhê xwe nedin peyvên kesên nedilxwaz. Li dilê xwe guhdar bikin. Xwe bi evîna xwe girê bidin. Hunê biserbikevin.

 

- Ji bo pêþerojê çi planên te hene?

Micaella: Ez bi bêhnfirehî nêzî pirsgirêka xwe dibim. Ji bo ku em li þaþiyê xwe vegerin, me wext daye xwe. Ev wext,  dê buhayê nirxên windabûyî bi me bide zanîn. Em herdû jî hez ji zarokên xwe dikin. Mîna çavên xwe li wan dinêrin. Dibe ku hiþê me bê serê me û em li hevûdu vegerin. Dikare berevajiyê vê jî bibe...

 

-------------------------

zarathustra@telia.com

 

-