Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

 

Mîrza Yildiz

 

Dirûtî

   Serokþalyarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoxan dibêje: “Bila Îsraîl vê zanibe

ku zarên wan li bal wan çi qas bi qîmet in, yên fîlkîstîniyan jî li bal

fîlîstînyan ew qas bi qîmet in…” Wexta bi dehan zarên kurdan dikuje, pesnê

xwe dide û dibêje: “îro min ew qas terorîst kuþtine.” Lê vê ji bîr dike ku

ew xortên hatine kuþtin zarên mirovan e, ne têjikên ajalan e. Ew jî zarên dê

û bavan e. Mîna zarên tirkan, ew jî li ber dilê dê û bavên kurd þîrîn û bi

qîmet in.

   Bapîrên me gotine: “reþê ji dê û bavê, spî nabe bi sabûn û avê…” Dîsan

gotine: “teb’ê þîrî heta pîrî…” Yên berî wî wisan bûn, ew jî wisan berdewam

dike.

 

XILASKER PKK

Memê kurd diçe leþkeriyê, feramandar li qada amojgeriyê jê dipirse:
- Memo, ku dijmin ji pêþ ve werin, tu dê çi bikî?
- Ezê aliyê pêþ gulebaran bikim, feramandarê min!
- Ku ji aliyê rastê ve werin?
- Ezê berê çeka xwe dagerînim aliyê rastê, wan gulebaran bikim, feramandarê
min!
- Ku ji aliyê çepê ve werin?
- Ezê berê çeka xwe dagerînim hêla çepê, dijimin gulebaran bikim, fermandarê
min!
- Memo, ku dijmin ji paþ ve werin?
Memo radibe ser xwe, tivingê tavêje û bi wê tirkiya ku nû hîn bûye, dibêje:
- Qomîtan, hema Mistefa Kemal ekserî bîr ben mi qaldî!? (Ma leþkerê M. Kemal
ez tenê mame?..)
Ji rêxistina Atabeyler dipirsin:
- Kuro, ev çi çek, cebilxane, narincok û bombe ne?
Ji bo li hember dewlet û dadmendiyê xwe bêtawan þanî bidin, xwe avêtin bextê
PKK’ê, endamên wê gotin:
- Wele bile ji bo xatirê ku em bi PKK’ê re têkoþînê bidin, ev çek li cem me
ne. Ya na tu pêdiviya me bi van çekan tune ye.
Ê lawo! PKK, mîna Memoyê kurd encax xilaskerê mafê kurdan, demokrasî,
wekhevî û biratiya gelan be û wan biparêze. Ma we diz, keleþ, talaneker û
têjikên guran jî? Hûn xwe wisan bêserî tavêjin tol û bextê wê… De, dewlet li
we were rehmê; ne Yezdanê Dilovan…

HERIMANDINA ÞEHADETÊ

Van tirkên dola çarlepiyan devê xwe xistin çi ew herimandin. Niha devê
xwe avêtine þehadetê, ji temamê mirî û cehenemiyên xwe re dibêjin “þehîd.”
Wey law! Niha bira ev leþkerê ku îsal li Kurdistanê têne kuþtin þehîd in? Ê
hema bi Xwedê tu eleqa wan bi þehîdbûnê re nîn e. Ne di ber vatan, mîllet,
Sakarya de dimirin. Ma qey çapemeniya tirka kor e, nabîne ku ew leþkerên
feqîr di ber Yaþar Buyukanitê ku bibe sererkanê giþtî de têne kuþtin. Ku
piçek mejî di serê xwediyê wan de hebe, wê wan goriyên Buyukanit bi axa sor
û heft avan tahfîl bikin. Lê, ma ka aqil? Dibêjin: “xwediyê miriyan kor in…”

FATÎHE!..
Dibêjin, “barê du desta, naçe tu besta.” Wek baweriya bi dîn û îmanê
xwe, baweriya min bi nojdaran dihat. Lê xuyaye ku di karê tevgera laþê mirov
de pir nezan in. Mîna robotan e, karê xwe ezber kirine, loma emeliyatên xwe
paqij û bi esasî dikin. Dû re?.. Dû re îþê wan jê nîn e.
Êê lawo, ma hûn zanin, an Xaliq? Ku hûn radibin têkilî karê Xwedê dibin.
Hema bi Xwedê îcar emê destê xwe ji Ecewît biþon; wî hew bi doxika kevçî
girt. Pepûko, mejiyê wî ziwa û hiþk bûbû. Jina wî ciwan, kordunda… Dilê
Xaliqê mexlûqan pê þewitî, hinek xwîn berda ser mejiyê wî ku ter bibe, kat
bide. Hûn çûn, we ew xwîn ji ser mejiyê wî kiþand. Wele ji fatîhakê pêve
tiþtekî em jê re bikin nemayê. Hema li ser ruhê wî û miriyan fa t î h e!

XELATA AÞTI

Ka me çi ji aþ û aþtiyê fêm kir? Ki bi þabaþa bûye paþa? Her kes dizane
aþtî xweþ e, biratî, aramî, serbilindî, camêrî, dewlemendî, teknolojî,
þadimanî û serfîrazî ye. Xêr e, berekt e, riya çûna bihuþtê ye. Erê ji
aþtiyê re sebir divê, hedan divê, têkoþîn divê. Ma bes e? Qamçî, zext,
berxwedan û þer navê?
Mesela aþtiya me jî bûye wek mînaka Xoce Nesredî. “Xoce te wisan bikira,
wisan û wisan bikira.” Xoce diteqe, dibêje: “ma hêç sûcê yê diz nîn e?”
Erê aþtî û sed caran aþtî… Biran ino, meriv ino aþtî yekalî ne gengaz e,
du alî ye. Ma ku yê hemberî te aþtiyê nexwaze? Her tiþt bi pîvan e, hed û
hidûdek jê re heye. Xuyaye ku pîvan, hed û hidûd ji daxwaza aþtiya me re nîn
e. Tu tam tê de nema. Ji vir û pê ve ne camêrî ye, îcar lawazî û tengezariyê
tîne bîra mirov…
We giþan bi çavên serê xwe dît, Resûl Sadak da ser riya aþtiyê çû cejna
serokê cerdevanan pîroz bike, kumekî sor xelat danê. Gul û kulîlkên ku bi
xwe re biribûn, bûn kevir û li serê wî ketin, ango serþikestî, serçav bixwîn
vegeriya mala xwe

 

 TELQÎNÊ LI ATEÎSTA JÎ DIXWÎNIN

Van rojan gelek camêrên qaþo çepgir li ser wesifdana (pesindana) Denîz
Gezmîþ ketine pêþbaziyê. Pesnê wî, ramanên wî, þoreþgeriya wî, bizav û
tevgera wî didin. Heta vir her tiþt normal e, asa ye. Camêran ji bo ramana
xwe, ruh û canê xwe feda kirin. Rehm ji kîsî Xwedê ye, mirov nikare tê de
xesîsiyê bike; ez jî dibêjim: Yezdanê dilovan û dilovîn wî û rêhevalên wî bi
dilovaniya xwe þad bike.
Ya sosret ev e ku tu têkiliya wî bi bizava Kurdeweriyê û rizgariya Kurdan
re tune bû; heta di pêvajoya bizav û þoreþa wî de xortên pêþverû û þoreþger
yên Kurd û Tirk tîþ bûn û ji hev qetiyan, ango FKF(Fîkîr Kluplerî
Federasyonû) ku di xwe de biratiya gelan dihewand, hate rûxandin. Xortên
Tirkan ‘Dev-Genç’, yên Kurdan ‘DDKO’ damezirandin.
Ev peyva Denîz hîn jî di qula guhê min deye: “Ezê di nêz de derkevim
çiyan, dest bi þerê çekdarî bikim; jixwe ez tu milîtanên Kurd naxêm nav þer,
bizav û pevçûna xwe…”
Apê Mûsa jî bang li Omer Ayna kir, jê re got “lawo, ew
ne riya te ye, tu ji refê xwe qetiyayî; vegere.”

Îcar ên mîna Ertûxrûl Kurkçu û Ferhat Tûnç dibêjin: “ dema li ber sêpiyê
þerît di gewriyê de
(ku kesek ji wan li wan deran nîn bû) bû, Denîz gotiye:
bijî biratiya gelê Kurd û Tirk…”
De bavo mala wî ava; Xwedê jê razî be.
Tiþtê ku bi saxî bigota negot lê, di mirinê de gotiye. Bi gûmana min, mîna
mirovê Xwedênenas ku piþtî mirinê telqîna olî lê were xwendin e. Bi hêvî û
baweriya ku gelê Kurd û Tirk ji vê peyvê xêrekê bibîne.