Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

 

 

            STÊRKA MÎZAHA KURDÊN ANATOLÎYA NAVÎN : QADÎR

 

 

 

Di kovara Kurdên Anatolîya Navîn „Bîrnebûnê“-hejmara 30- da çend pêkenok ji alîya birêz Evîndar Can(canevindar@yahoo.fr) va,  bi zarava û devoka Kurdên Anatolîya Navîn hatine nivîsandin. Qehremanê van pêkenokan Qadîr e û Qadîr stêrka mîzaha Kurdên Anatolîya Navîn e.

Hûn ji kudere dibin ma bibin hûn jî dikarin bi Qadîr bikenin!!!

 

Evîndar Can

canevîndar@yahoo.fr

 

1

Bîhna Reqiye

Qadir saf, Mille jî pir bi henek e. Rokê Qadir tere ba Mille. Mille dibê:

"Qadir ezî herme derekê weng telefon tên mêske".

Mille tere ba cîranekî xwe û telefon dike ji Qadir ra. Dibê: "Tu kî yî, Mille heye?"

Qadir dibê: "Na Mille tune ye, ew jî hîn nû derket, tu kî yî?"

Mille xwe ji wan derna nakê, dibê: Ez Elî me, ji Ewropê da telefon dikime, tu kî bûyî?

Qadir dibê: "Oooo Elî tu yî? Tu çi dikî? Baþî? Ez Qadir im."

Mille ji mêle Elî da lê dipirse dibê: "Mille ji min ra slav ke" û xatirê xwe jê dixwaze.

Paþê Mille te û dibê: "Qadir te çi kir, çi nekir?"

Qadir dibê: "Mille, tu çing çuyî Elî telefon kir."

Mille dibê: "Na lo, ne Elî ye, qêy te rind nasnekirîyê!"

Elî li Ewropê bû û tim alqol vedixwaribû.

Qadir dibê: "Tu dînî! Ez Elî nasnakime! Bîhna reqîyê jî ji dev dihat."

2

Semûl Tiji Peze
Kurdên Anatolîye bi Stenbole re dibên Semûl. Rokê Qadir ji bo firotina pez bi yekî re dihere Semûle, heta Semûle di erebe da di nav pez da bû ye, heta Semûle ew di nav pez da bû û wî qet ti tiþt nedîtibû, ew li Semûle peya dibe, li wir jî di nav pez da bû ye. Dema ku ew vedigere gund, gundîyên Xelika dibên "Qadir ji Semûle  hatîye rabin em herin ba, ka ji me re qala çi bike, em pê bikenin", ji ber ku li gundê Xelika ne tîyatro ne jî salona sînemakê heye, dîþliqê wan ne ye, zemanê çeroka jî derbasbû bû, ew dixwazin bikenin, bi Qêdir re dibên "Oooh! Tu hatî Qadir! Li Semûle çi heye, çi tune ye?" Qadir dibê "Semûl çi ye lo! Li wir tiþtek tune, gîþk pez e!", millet gîþk pê dikene, qirfa dike û dibê « li wir însan qet tune ye? » Li ser ve Qadir dibê « min ne go li wir însan tune ye, min go însanê li wir jî gîþk mîna we yek pez in!".

3

Didane ecer

Qadir, li ba Hesen þivanîye dike, Hesen bi Qêdir re dibê „Tu hîn li vir î? Siheta pez hatîye, te çima hîn ranekirîye, rabe rabe dereng e!“.  Qêdir jî didanê xwe ecer çêkiribûn, taqme kirêbûn, Qadir bi Hesen re dibê „Hesen te xwe þaþ kirîye! Ez bi van didane ecer çing herim pez!“

4

Pavê gewrê pavê

Qadir qet hez nake here pez, lê ji tirse Hesen re ew dîsa jî tim dihere. Wexta ku ew li ber peze berf dibare, kêfek li Qêdir peyda dibe,  pir xenê dibe bi berfe û dibê “Pavê gewre pavê! Pavê em pez bibin ser mal”.

5

Bese sere me êsî

Yek ji Ewrope tê gund, bi xwe re qemerekê tîne, bi vê qemere fîlme Qêdir dikîþîne. Qadir dibê
”Bese lo!
Çi me dikiþînî! Ê serî me diêþîne!“.


6

Ýçecen gölgede yatacan

Qadir, li sîya xêni rûniþtîye, yek bi Qêdir re dibê “Ezî herime bajêr, tiþtinî bi lazim heye?”. Qadir dibê “Ji min re bîrana bîne ez vexwim”. Hevalê wî dibê “Tu çi dizanî bîra vexwî, bira alqol e”. Li ba wan alqol, însanê modern vedixwe, li ba Qêdir jî modernizm bi Tirkî dengkirin e, ew dibê “Ez çima nizanime vexwim, içeçen gölgede yatacan! ” .

 

7

Bergîr yoldaþ

Li wextekê li gundê Xelika bû mode, her kes bi hev re digo „heval“. Elî jî tim dikete rû Qêdir, digo „heval Qadir“, Qadir dibê „Em zatin hevale hev in, tu çi bi min re tim dibê `heval`!“.  Elî dibê  „Ew ne mîna ku tu dizanî ye, yanî `yoldaþ`e“.  Qadir dibê „Yoldaþ çi ye?“, Elî dibê „Yanî kesên ku bi rêya hev da diherin yoldaþe hev in“, Qadir dibê „Yanî em bi hespê me yî bergîr va yoldaþe hev in? Em bi wî va tim di rêkê da diherin.Yanî ez bi bergîr re bêm `bergîr yoldaþ`?“

8

Bilatek bû!

Qêdîr pez anî mal, Hesen pez hemcirî(hejmirî) go „Qadir  mîyek tune, te çir kir“, Qadir dibê „Ez çi dizanim!“, Hesen careke din dihemcire dibê „Eger te re lî kirîye, serjêkirîye û xwarîye bê ma ez lê negerim“,  Qadir xwe ji wan derna nake, tim dibê „ez çi dizanim!“, Mille dizane bi çi sekile ji Qêdir derxîne, tê hêla Qêdir dibê „Ew mîya yekê jar e, goþtê xwe hîþk  e „ Qadir dibê „Erê lo, bilatek e, goþtê xwe bê tam e“.

9

Bi kevçi, bi çetel?

Wexta ku li maleke xwarin hazir li ser sifre tê dîne û Qadir jî bi ser da were tu çi dikî bikî, bê Qadir „were bixwe“, ew naxwe, pir dixwaze bixwe lê înadeke wî heye, Mille ji ber ku Qêdir rind nas dike, alternatîfa nake dudu, dibê „Qadir tu bi çetel bixwî, bi kevçi?“

10

Terle frotin çi zor bûye!

Qêdir terleke xwe hebû, wî da Elî, çû Tapû Qadastro ku tapûye li ser Elî derxîne, memûre Tapû Qadastro dibê, ma xwedanê terle bi tene were, Qadir dihere oda memûr, memûr bi Qêdir ra dibê “Tarlaniz tam olarak nerde, yerini tarif edebilir misiniz?” Qadir, bi Tirkî nizane, ew qet ti cewaba nade û derdikeve, Elî li derva dipe, bi Elî re dibê “Ew çi ye lo, terlê xwe frotin çiqes zor bû ye!” 

11

Li hortê henîye xist!

Li gund du hevalan li hevdu xistin, sere yekî tê qeliþandin, þîkayet dibe û jenderme tên  gund ku îfade bigirin, ji ber ku Qêdir dî ke lêxist û seri qeliþand, Qadir jî wek þahîd nimandine. Hesen jî bi Qêdir ra dibê “Tu bê min qet tiþt nedî, ti kesî me yî here mehkeman tune!”. Jenderme ji Qêdir pirs dike, Qadir qet ti cewaba nade, jenderme careke din pirs dike, Qadir dîsa cewabe nade, Hesen dibê “De bê min tiþt nedî, çima nabê!” Qadir dibê “Ez çi bêm Hesen! Merik çing çok girt li hortê henîye xist!”


12
Ya oðlan ya erkek!

Jineke bar hebû.Wexta ku dergûþ were rû dine her kes li ber male dipe û meraq dike ka dergûþa wê lawik e an keçik e! Qadir dibê çi meraq dikine “Ya oðlan ya erkek”