Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

    Qilçixa: Qado Þêrîn

 

Al û Sirûd jî têkdirin

 

 

- ko wisa nebû ezê bîst û du pîvazan bi guhê xwe vekim.

-Kurdê bi zimanê serdestan dinivîse, alîkariya dujmin di têkbirina zimanê kurdî de dike.

-her zaravek bûye zimanekî serbixwe,

-kî ji Qamiþlo û Amedê ji Soran têdighêje û dixwîne?

- bi jimara partiyan em bûne perçe werçe,

- Saykis-Bîko nikarîbû me kurdan wek dîk û mirîþkan ji hevûdu cuda û perçe bike.

- têksta Þêrgo Bêkes a ji bo sirûda netewî perçebûna me kurdan tekez dike.

- ko Þêrgo Bêkes ne Soranî biwa dê Soraniyan helbesta wî bikirna sirûda netewî ?.

 

Ala kurdî bû, sirûda netewî bû, her du jî di pirojeyên guhertin û têkçûnê dene, dê her du nema simbolên yekîtiya me kurdan bin, her du jî nema me kurdan dighînin hevûdu. Dimîne gotina EZ KURD IM, kî dizane dibe ko sibe girûpek ji me rabe û bêje; ez Bahdînî me, ez Sora me, ez zaza me, ez misulman in, ez bûzî me, ez ezîdî me, jixwe Ezîdî berî ko bêjin em kurd in, dibêjin em Ezîdî ne. Jixwe her zaravek bûye zimanekî serbixwe, nimûneya li ber çav baþûrê Kurdistanê ye, kî dikare bêje ko soranî û bahdînî nebûne du zimanên cuda û serbixwe. Diyare emê jî bibin wek Ereban, lê ereb yek zimanê wan heye dikarin ji Maroko ta bi Iraqê ji hevûdu têdbighêjin, dikarin hevûdu bixwînin, îca li ba me kurdan ew jî nîne, kî ji Qamiþlo dikare ji nûçeyên bi soranî fam bike, kîjan nivîskarê ji Amedê dikare ji nivîskarên Sora re bixwîne, jixwe sora ji xwe pêve ji kesî re naxwînin, hin caran ji Kolombî û Meksîkiyan re jî dixwînin, lê ji kurmancan re naxwînin û ta radeyekê baweriya wan bi wê çandê nayê. Ko alfabeyek van zaravan neke yek, ferhengek wan neke yek û dezgehên medyayî(Tv, radyo, kovar, rojname, internet...) bi rola yekîtî û ji hevûdu nêzîkkirinê ranebin, em nêzîk têkdiçin.

 

Di her perçakî de em bi jimara partiyan bûne perçe werçe, û her partiyek seriyekî dajo..

 

Ko wisa berdewam bike, dê sibe her yek ji me xwe bi navê ÊL a xwe bilind bike, dê bêje ez ji filan Êlê me berî bêje; ez kurd im..perçebûnê piþta me þikandiye..perçebûn..jihev veqetandin li her deverê hatiye çandin.

 

Ji ber vê yekê Jonasan RANDIL navê pirtûka xwe ya di derbarê kurdan de kir“Miletek di Perçebûnê de”. Ji ber em di her tiþtî de perçe werçe bûne, di ziman de, di partiyan de, di helwestan de, di alfabeyan de, di rêzimanan de, di olan de, ma em di çi de perçe nebûne, Al û Sîrûda netewî bûn wa birayên me î  soran dikin wan jî perçe werçe bikin. Bila kesek nema xewnan bi kurdistana mezin bibîne!. Û serê we sax ..

 

Çi min wek kurdekî ji Qamiþlo û Amedê bi kurdên Silêmaniyê ve girêdide ji bilî alê û sirûda netewî?. Li vir nikarim bêjim ziman jî, ji ber ez ji soranî fam nakim, û bi alfabeya wan jî nizanim bixwînim, her wisa ew jî ji min fam nakin û min naxwînin, ji ber ez bi kurmancî diaxivim û bi alfabeya latînî dinivîsim.

 

Sê tiþt hest û canê merovan(miletan) dikin yek û yekîtiya wan diparêze û xurt dike; Al, Sirûda netewî û ziman. Ji dema peymana Saykis-Bîko de dujminan em kirin çar perçe, lê nikarîbûn me kurdan wek bira û bira, wek can û can, wek dîk û mirîþk ji hevûdu cuda û perçe bikin, tim me digot; ev sînor sînorên dujmin in dê rojekê rabin, lê niha îca em sînoran di nav xwe de didynin û vê yekê bi destê xwe dikin. Jixwe ji berê de pêþiyan gotine; kurmê darê ne ji darê be, dar kurmî nabe. Di têksta helbestvanê navdar Þêrgo Bêkes de ya ji bo sirûdeke nû perçebûna me kurdan bi reh dike, dema dinvîse: Li bakur û li baþûr bî, rojava, rojhilatî... Armanc yeke…al jî yeke, doza me ye azadî.  Di malika pêþî de têkst perçebûna me tekez dike, Al jî ta niha yek bû ew jî ji bilî birayên Sora ve tê guhertin û nema yek dimîne wek di têkstê de hatiye. Gelo ko Þêrgo Bêkes ne Soranî biwa dê Soraniyan helbesta wî bikirna sirûda netewî ?.

 

Ko Al û Sirûd li baþûrê Kurdistanê bêne guhertin, ta çi radeyê kurdên rojava, rojhilat û bakurê dil mecbûrin pê bikin?, ta çi radeyê dê bandora xwe li kurdên rojava, rojhilat û bakurê dil bike?, ta çi radeyê dê baþûrê dil ji rojava, rojhilat û bakurê dil cuda û dûr bixîne?, li gor dîtin, bîr û boçûnên xwe dikarim bersiva van pirsan bidim, lê bersivê ji xwendevanan re dihêlim tako ew jî beþdarî vê mijar û pirsgirêkê bibin.

 

Kurdê bi zimanê serdestan dinivîse, alîkariya dujmin di têkbirina zimanê kurdî de dike. Dema hemû nivîskar, rojnamevan, kovar, Tv, radyo bi kurdî bin û bi kurdî binivîsin miletê kurd mecbûrî fêrkirina zimanê wî dikin. Lê dema li Amedê kovar bi Tirkî derkevin kurdên Amedê dê xwe fêrî kurdî nekin, ji bo wan xwendina bi Tirkî hesantire ji kurdî, mexabin ko berî du-sê rojan kovarek bi navê ESMER û bi Tirkî li ISTANBULê ji bilî hin nivîskar û rojnamevanên kurd derket. Ev jî rengek ji rengên têkçûn û þikandina ye, dêmek ew kovar ji bo Tirkan û ne ji bo kurdan derdikeve.

Al û Sirûda nû dê tenê ji bo Baþûrê Kurdistanê bin û ne ji bo tevaya Kurdistanê, ji ber dê nerîn, bîr û boçûnên kurdên din di vê yekê de neyê standin, dê hest û kesayetiya kurdên din di wan de nebin. Jixwe hemû þaþe, ma çi hatiye guhertin, ma baþûrê Kurdistanê bûye welatekî serbixwe tako Al û Sirûdeke nû û taybet bi bi wan hebe. Bi serhiþkî û biryara Soran zaravê Soranî dibe zimanê fermî, dîsa bi serhiþkî û biryara wan dê Al û Sirûd jî bêne guhertin, ko wisa û wek wan nebe dê ji bahdînan veqetin û mîrektiya(herêm, welat) Soran bê damezirandin, ko wisa nebû ezê bîst û du pîvazan bi guhê xwe vekim.

 

15/12/2006

 

 

Ne tenê bi pênûsan,

belê bi lêv û serê memikan jî helbest têne nivîsandin.

 

-Dema laþ daxêve afirandin diraweste,

-Dema sênga boz tê dîtin bawerî tên guhertin.

-Ez laþê xwe ji bo pêþxistin û nûjeniya çanda kurdî pêk tînim.

-Helbest ne tenê bi pênûsan tên nivîsandin, belê bi lêv û serê memikan jî.

- ez xwe bi hemû serokên kurdan nadim

- dema laþ daxêve pênûs dirawestin.

-dema laþê jinan dîlana xwezayî dikin xelat û þehnazî bê nirx dibin.

-jin bi laþê xwe dikarin dasîtanan binivîsin.

- helbest bi laþê min ve þîn tên.

 

* Berî çend þevan nivîskara navdar Þûþê bû mêvana Sawêrên berî berbangê û min ev hevpeyivîna xeyalî pêre kir.

 

Xêrhatin:
Wek jineke kurd, wek helbestvaneke kurd, wek diyeke kurd, wek xatûneke kurd, wek xwedî zimanekî xweþ û þêrîn, wek laþekî spehî û nazik, wek xalxalokekê, wek nûjenvana helbesta kurdî û wek gula helbestvanan tu li ser serê min î zelût hatî û di ser çavên min ên sor re hatî, ax ne tu nizanî ez çiqas bi dîtina te kêfxweþ û þad im, min bawer nedikir rojekê ji rojan te bibînim, gelekî bi xêr hatî. Ez ji te hez dikim.

Þûþê: spas, ji ber ez jin im te ewqasî pesnê min da, mane wisa ye?, bê guman ko ez ne jin biwama te ewqase gotinên xweþ ne digotin, dêmek te çavên xwe bera min daye, min zanîbû ew awir ne vala ne, piþtî hevpeyivînê emê hevûdu li ser avê bibînin. Ê hina navê wan derdikeve û hinan qûna wan derdikeve.

 

Pirs1: berî tu bibî helbestvan tu çibû?, te çi dikir?, te dema xwe bi çi diborand?, tu dikarî di derbarê jiyana xwe de bi kurtî baxêvî..?.

Þûþê: berî ez bibim Þûþê û evqas xirecir li dor min peyda bibe ez ne tiþtek bûm, min zarok ji kurdan re çê dikirin, min dema xwe bi xwedîkirina mirîþk û rûniþtina li ber rêzefilmên ereban diborand. Min motik dixistin bin mirîþkan, min qirêja bin pez paqij dikir, min bi heftokan dilîst, min sê dan av ji bîra þor tanî. Dema ez zaro bûm min xefk û dav li ber çûk û çivîkan vedidan. Min bê dilê xwe mêr kir, bavê min ez bi darê zorê dam, min ji yekî din hez dikir, ax kuriko ez qet te ji bîra nakim. Xefk û davên wî vala nediman, tim çûk ji min re digirtin, min ji goþtê çûkan pêve nedixwar, gelekî ji min hez dikir, hîn jî hevdîtina pêþî tê bîra min, du caran maçî min kir û destê wî di nav memkên min debû û digot: ez ji te hez dikim. Wê çaxê em di kadîna mala xaltîka min de bûn, jixwe diya min carekê em di wê kadinê de girtin û ji bo wisa ez nedam wî. Ax min çi bêrya wê kadînê kiriye.

 

Pirs2: naxwe tu tim di kadînan debû yî, kadîna bîranînan?

Þûþê: belê, lê ne tim, rojane du-sê saetan, tu dikarî bêjî ko ez tim bi ka bûm. Ta niha û piþtî çend zik zarok jî ew kes ji bîra min ne çûye, her ko mêrê min bi min re radizê ew tê bîra min, ko neyê bîra min ez kêfxweþ nabim, ez wek perçak qeþê me.

 

Pirs3: çima we hevûdu ne revand?

Þûþê: min jê xwest û got; kuriko wer em hev birevînin, lê wî newêrîbû, ji kuþtinê ditirsiya, digot: wê bav û birayên te guh û pozê min jêkin.

Pirs4: navê wî çi bû û niha rewþa wî çi ye?

Þûþê: navê wî Tewaro bû û niha dîn bûye, bi çolan dikeve û kirasê xwe diçirîne, bi keran re radizê, wan hembêz dike jê weyê ez im, kera hembêz dike û dibêje: Koka min wele ji te hez dikim. Ax ax çi gunehe..dilê gawiran pê diþewite.

Pirs5: tu bêrya wan rojan dikî?.

Þûþê: niha na, ez bi jiyana xwe li van welatan razî me, vaye wek tu dibînî ez bûme helbestvaneke navdar, hemû nivîskar, rewþenbîr, rewþenkîr, rexnevan û textikvan bejna xwe ji laþê min re ditewînin, hemû li dor min digerin, min jinên wan li ber çavên wan reþ kirine, ma wê çi bi min bê ko ez ramûsanekê bidim wan, tiþtek ji min naweþe, dako rêncberiya min bikin, dako helbesteke min serast bikin, dako helbesteke min wergerînin zimanê çûka, dako nivîsin xwe bi nav û wêneyê min belav bikin, ser bi ser, ramûsanek bi helbestekê, hemû razîbûna min ji bo ramûsanekê dixwazin, bê þêwra min narin destavê, ko ez Messengera xwe vedikim, xwezî tu bi rih û can bî û tu bibînî bê çend kes û hemû jî nivîskar in, bi min re chat dikin. Berî çend rojan nivîskarekî ji min re namek bi E-mail ê hinart, têde nivîsandibû; dema ez bi jina xwe re radizêm ez te li bîra xwe tînim, û ev ji bo min serkeftineke bê hempaye, ev tê wê wateyê ko laþê min mîna helbesteke afesanî xweþ û bilind e û bi rola xwe radibe. Ma helbest tenê bi pênûsan tên nivîsandin, belê bi lêv û serê memikan jî. Berî demekê helbestvanekî rih dirêj helbestek xwe li ser piþta min nivîsand û li bin danî: bila beramberî vê kêfxweþiya dîrokî be, ango ser bi ser..bila ji te re be..diyarî te..bi navê xwe belav bike. Jixwe piþta min a fireh û gewr têra nivîsandina dasîtanekê dike. Piþtî em þer û cenga sîng û beran bi dawî tînin, ez piþta xwe didimê û ew êdî dest bi nivîsandinê dike, helbestên ko li ser piþta min têne nivîsandin xurt û bilindtirin ji yên ko li ser pelan têne nivîsandin. Ma ev ne xizmete di ber çanda kurdî de?, ma kes wek min heye ko xizmeta çanda kurdî dike?. Her yek bi þêweyekî xizmeta canda xwe dike, û ez bi laþê xwe vê xizmetê dikim. Bi gotineke xweþ ez xwedî malper, rojname û kovaran dîn û kor dikim.

 

Pirs6: ev tê wê wateyê ko tu ne jin biwa tu ne dibûyî helbestvaneke navdar, bi wateyeke din, ko tu ne xweþik û spehî biwa tu ne dibûyî navdareke kurd?.

Þûþê: þek û guman di vê yekê de nîne, jixwe ko ez ne xweþik û spehî biwama kesî silav jî li min nedikir. Xêra xweda bi min kir ev laþê spehî da min, lê ev tenê ne bese, þêwe pêwiste, çilo û çawa tê laþê xwe wek alav pêk bînî. Ma kî Salihê Heydo, Mele Palo, Qado Þêrîn, seydayê Dilbirîn, Þêrîn Remo û Ehmedê þêx Salih nas dike, kî Nesrîn Têlo û Diya Ciwan nas dike. Dema laþ daxêve afirandin diraweste, dema sênga boz tê dîtin bawerî tên guhertin. Lê ne hemû jinên xweþik û spehî dikarin wek min bin, þêwe û zanebûn jê re gereke, jixwe kes wek min nizane mêran bixapîne, ez çavekî yan ramûsanekê li ser baskên ba didim wan û di dûv re tiþtekî ji wan dixwazim, îca ew kiye yê ko daxwazên min pêkneyne. Bi gotina xweþ tu dikarî maran ji qulan derxînî, ez jî du gotinên xwe ji nivîskaran re dibêjim dibin pepûk û her tiþtî ji min re dikin. Ez laþê xwe ji bo pêþxistin û nûjeniya çanda kurdî pêk tînim. Dema nivîskarekî kurd ji laþê min têr bibe, bê guman dê bikaribe bêtir binivîsîne, laþê min ferhenge, ma îca ev ne di xizmeta çanda kurdî de ye..gelek caran li ser laþê min helbest hatine nivîsandin, ta niha jî þûna pênûsan li ser piþta min heye…

 

Pirs7: tu dikarî çîroka helbestvaniya xwe bibêjî?, tu çilo û çawa bûyî helbestvan?.

Þûþê: çîrok dirêje, bibore nikarim hemî bêjim, lê piçek ji vir û piçek ji wir û piçek ji dera han ez bûm helbestvan, gotinek ji vî û hevokek ji wî û wergerandinek ji yê din ez bûm helbestvan. Hinan helbestên xwe bi ramûsanekê bi navê min belav kirin. Laþ û zimanê min î xweþ û þêrîn ez kirim helbestvan, di vê dema dawî de Messenger jî baþ alîkariya min û vê yekê dike, nivîskarekî Microfon û  Camera digital ji min re kirî, tu dizanî ji bo çi ne. Yekî nivîskar ez kirim helbestvan, lê piþtî bîn bi min ket lingê xwe li qûna min xist û çû, ji wî weyê kesî din nîne, ez niha ji wî navdartirim, ji min diqehere, dexseyî min dibe, ko ez di Televizyonan de derdikevim diteqe, dibehece, celta lê dixe, jixwe dîn û har dibe dema ez ji bo mehrecan û simînerean tême vexwendin, wî baþ alîkariya min kir û ez qenciya wî ji bîr nakim, wî ez kirim helbestvan, lê wî jî baþ sûde ji vî laþê xweþik û nazik wergirt, têra jiyana xwe di cugrafiya vî laþî de çêra û gevizî. Ev yek çîrok û serpêhatiya Jean-Paul Sartre û Simone De Beauvoir tîne bîra min. Tu li çîrok û serpêhatiya me binerî tê bibînî ko ez û Simone De Beauvoir mîna hev in, wê bi laþ û pênûsa xwe dinivîsand, ez jî bi laþ û ziman dinivîsim, ma îca cudahî di ku deye. Ez laþ wek alav û hewcedariyeke giyanî û ji bo berjewendiya xwe ya kesane pêk tînim, her wisa ziman û þêweyê têkiliyan..

 

Pirs 8: rojnamevanekî Swedî ez  ragihandim ko tê nêzîk xelata Nobel wergirî, ma raste?.

Þûþê: raste, ma çima ezê wernegirim û ev laþê spehî û xweþik ê min e, ev zimanê xweþ û þêrîn ê min e, hemû nivîskar û bi hemû þêweyan ji min re dinivîsin, hemû merovên xelata Nebel wergirtine bi nivîs û mivîs, bi pirtûk mirtûkên xwe wergirtine, lê ezê ji we re bidim diyar kirin ko ezê bi laþ û zimanê xwe wergirim, dema laþ daxêve pênûs dirawestin, dema laþê jinan dîlana xwezayî dikin xelat û þehnazî bê nirx dibin, jin bi laþê xwe dikarin dasîtanan binivîsin, ez jî bi laþê xwe dinivîsim. Laþê min helbesteke dirêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêêje, na romaneke dirêêêêêêêêêje. Nêzîk ez û serokê komîteya organîzekirina xelata Nebel li hotela Mizmiz li gel hev dirûnên, min xefkek yazde diran li ser sînga xwe li ber vedaye, hun ê bibînin ez ê çi bikim û çi nekim, hun ên bi hiþê xwe diramin û bi pênûsê dinivîsin, lê ez bi laþê xwe diram im û hin din dinivîsin. Berî sê hefteyan nivîskarekî navdar reþbeleka romaneke xwe da min û got: bihayê vê þeva xweþ û dîrokî bila ev roman ji te re be..

 

Pirs 9: tu dikarî navê wî bêjî?

Þûþê: bibore ez nikarim wî bi nav bikim, kurd e lê bi kurdî nanivisîne, bê rih e, li gelek welatan geryaye, tewtewe ye, ji bo wergirtina xelata Nobel di rêzê deye. Te ew nas kir?, ma mamik e..þil dikim, rep dikim, bi nav dikim lê ji te re nabêjim.

 

Pirs 10: ji bilî helbestan tu çî din ji bo çanda kurdî dikî?.

Þûþê: bi ramûsanekê û sê gotinên evînî hunermend û stranbêjê navdar Þiva Ter CD yek ji helbestên min derxist. CD ya wî bi helbest û gotinên min gelekî nav da. Wekî din ko nivîskarê kurd ê navdar Þîþa Tenûrê ko mehê carekê sînga min a gewr û nazik tewaf neke nikare binivîse û du gotinan deyne ser hev, ma ev ne þêweyek ji þêweyên nivîsandinê ye, ma ne gereke ew helbest li min û wî bên parvekirin, wek du hevparan li hevûdu belav bikin.

 

Pirs11: diyare tê di dîroka wêjeya kurdî û cîhanî de bibî simbol û nimûne?.

Þûþê: çima na, ji bo me kurdan serkeftine ko jineke kurd bibe nîmûne û simbol, bi taybetî ji bo jina kurd. Dema navê Þûþê bê gotin, dê her kes bizanibe ew jina ko bi laþ û zimanê xwe bû helbestvaneke navdar. Navê min dê bi vî þêweyî bikeve ferhenga simbolan. Þûþê: jineke kurd bû bi laþ û zimanê xwe bû helbestvanek navdar û helbesta kurd ji qonaxekê bir qonaxekê.

 

Pirs 12: ji bersivên te diyare ko laþê te rola afirandinê dilîze?.

Þûþê: çima na, helbest bi laþê min ve þîn tên, helbest ji laþê min diweþin, laþê min mêweya helbesta ne, laþê min afirandin bixwe ye, laþê min afirandinê belav dike, laþê min hêza afirandinê dide gelek nivîskar û helbestvanan, laþê min jêdera nûjeniyê ye, ko ne ji laþê min biwa dê ewqase malperên kurdan birawestiyana.

 

Pirs 13: Tu berî demekê li bajarê min bû lê tu nehatî ba min, çima tu carekê nabî mêvanê min jî, mane qaþo ez jî nîv nivîskarek im?.

Þûþê: Tu nivîskarî, lê emê nirxê te nizanibin ta ko tu nemrî. Lê çima ez nayême ba te, ew çîrokeke dine, ezbenî ez nayêm ba te ji ber tu Wiskiya ALDI didî merov, yaho hema ji bo min þûþeyek wiskiya Chivas Regal bikire da ko ez bi biþkojên memikên xwe helbesta dawî li ser dîwarê oda te ya razanê binivîsim.

Pirs 14: Çi cudahî di navbera nivîs û berhemên mêr û jinan de hene?

Þûþê:Du memik û laþekî nazik hene. Wêne û nav hene, messenger heye.

 

Pirs 15: Te di hevpeyivîneke xwe de gotiye: “ez xwe bi hemû serokên kurdan nadim“ gelo mebesta te ji vê gotinê çi ye?.

Þûþê: Ez helbestvan im, nivîskar im, nûjeniya wêjeya kurdî me, afirandinê dikim, lê ew çi ne, her yek dikare bibe serok, jixwe 40 melyon serokên me hene, lê çendê wek min di nav me kurdan de hene, her kes dikare bibe serok lê her yek nikare bibe wek min, ji ber vê yekê min wisa got û ew serok hemû dê bimrin lê ezê zendî ta û ta di dîroka gelê xwe de bimînim.

 

Pirs 16: Ta niha te bi lêv û serê memikên xwe helbest ji çend kesan re nivîsandiye?

Þûþê: bi rastî tu ji bavê xwe þerm nakî, tu çi bi rûyî yahoo, pirsên te jî wek te rûþuþtî ne...min ji te re got; ez nûjeniya çanda kurdî me....

 

Pirs 17: Li dawî gelek spas ji bo vê derfeta dîrokî ko te ji çaxê xwe da me û xwendevanan.

Þûþê: Ez jî te spas dikim li ser vê hevpeyivîna vekirî, eþkere û demuqrat, fermo ji te re rûyê min, bi zimanê xwe balêse û bi lêvên xwe ramûsaneke germ li ser çap bike, serkeftin para we be..

 

Pirs ji bo xwendevanan: ma we naskir Þûþê kiye?, ez jî wek we li Þûþên vala digerim, ta niha min yek diye, ko we yeke din wek Þûþê dît, qurban ji min re binivîsin.

 

Têbînî: yekemîn car di malpera Tîrêj( .tirej.net/com/org) de belav bû, lê ji ber ko xwendevanên Lotikxaneyê ji yên Tîrêj gelektirin, min hez kir li vir jî belav bibe.(nivîskar).

 

Nivîskarê derewçîn

  Min di sala çûyî de 11 pirtûkên herî bi nav û deng di dunyayê de wergerandin zimanê kurdî û çînî, dibe li ser vê yekê ez xelata Nobil wergirim, ji wan pirtûkan wek:Odêsa-Don kîþot-Ceng û Aþtî-Dê-Îsota Tûj-Girê moza-pêxember Horî-Qamçiyê Kera Boz-Þing ling Hû û Morîka windayî…Di dema min romana Ceng û Aþtî werdigerand zimanê kurdî TOLISTOY hat xewna min, destê xwe didanî ser serê min û digot:-tu dê þûna min û nav û dengiya min bistînî, tu karekî baþ dikî.

Ez û Beckenbauer (keizer ê Elmanî) bêyî hevûdu naçin tewalêtê, em du qûn bi terpîkî ne, min û wî ta niha 29 qehwe, 34 kapaçîno, û 68 bîra bi hevûdure vexwarine û min ew fêrî kiþandina çixaran kir, di roja bûyîna min de ya berî çend rojan ew amade bû û gogek(footbol) ji zêr diyarî min kir, bilêtên derbasbûna stadyona ew hercar dide min, min di þeva çûyîde ew di xewda dît, ji min re digot:-ji roja min tu naskiriye ez bêhtir ji jiyanê hesdikim û bêhtir bi fûtbolê dizanim, carekê min ew vexwendî dîtina Parîsê kir, me li jora Birca Êvil koktêl vedixwar, ji niþkande Litbariskî  (lîstikvanê Elmanî yê berê) hat ba me û gotinên xilo-xavî, beroçeqî kirin da min ew da ber tif û sewta ta min dev û rûyê wî reþ û þîn kirin.

Ji xwe ez gelek dengbêjên cîhanî nas dikim û bi taybetî stranbêjên jin wek:-Cenefer Lopêz-Birîtnî-Madona-Sîlin Diyon-Þakîra-Þîta-Memûrya-Þêrîn Remo-Canêt Cakson û dengbêja Çînî ya herî bi nav û deng Çemçik Çû ya ku min û wê sê roj û sê þev li ser textekî xew kiriye, oooh..oh razana bi çîniyan re çuqasî xweþe. Madona jî dema hat Qamiþlo li mala me bû mêvan û ez û wê di odekêde radizan, Sîlin Diyon sûnda giran daye ku dê stranekê bavêje ser min û Cenfer Lopêz ji helbestên min pêve stranan nabêje, lê merov a xwedê bêje laþê Cenefer Lopêz ji yê Madona xweþiktir û sêksîtire.

Min berî çend rojan telefonî bajarokekî nêzîkî Qamiþlo kir min bêrya dê û Tol Tajiya xwe kiribû, diya min ji min re got ku Polîsên dujmin li gel serokê Parleman li te pirsîne çimkî min Yekîtya Nivîskarên Kurdistana rojava li Almanya damezirandiye, hûn dizanin çi bi serê min tê ji dû kar û xebata diber kurdayetiyêde, piþtî vê yekê hûn dizanim ez nema dikarim vegerim welêt, di demek nêzîk de jî ez dê kovarekê bi navê Girên Derya ya Yekîtya Nivîskarên kurdistan derxînim. Hun bahwer dikin ez ji dîtina jin û zarokên xwe bê parim, min jiyan û çaxê xwe gorî kurdayetiyê kiriye, nivîsandin û têkiliya bi nivîskaran re gelekî ji çaxê min distîne, bigir rojê ez 211 E-mail ji nivîskarên kurd û çîn û Alman re diþînim. Min berî hefteyekê çend helbestên xwe ji dîwana xwe ya bi navê Derî û Pencera çivîkan ji nivîskarê Alman yê bi nav û deng ( Gotê Birloskonî )re þand, ya dinî rojê Telefonî min kir û digiriya, wî ji min re got: -ez bi navê miletê Alman spsiya te dikim, te ez bi miletê kurd û rewþa wî ya bêzar û aloz dam naskirin, berî ez helbestên te yên ne normal bixwînim min bi miletê kurd ne bihîstibû, ez têm dest û lingên te,  tu mirovekî zendî û ne normalî.

Hûn bahwer dikin çar nemre telefonê min hene çir-çira wane ne bi roj ne bi þev hedanî nakeve wan.

Gerek ez ne kurd bama dê min ji demek dirêj de xelata Nobil bigirta. Kurd nizanin nivîskarên xwe mezin bikin.

Hun dizanin çend hevalk û dostikên min hene, her yek ji we nemrekê ji xwe re bêje, na….naaaaa, ezbenî naka 11 hevalk û dostikên min hene, her yek jî ji welatekî ye, bi rastî ya Firansî baþ dizane sêks bike û ya Filipeynî dizane xwrinê baþ çê bike û ya Nîkaragweyî baþ dizane mesacê çê bike, her yek tuþtekî  dizane, ma jiyan ji çi re ye, mane em dê rojekê bimrin, da çima ez dê kêf û þahiyê nekim.

Berî çend rojan Narîn Remo li konserta Xoþnav Têlo ez dîtim, bi hêrs ji min re got:- Tu mirovekî derewçînî, tu ne tiþtekî..tu ne nivîskarî, tu xwe û me hemiyan dixapînî, tifû li te be…kûçik, ma wisaye yaho, ma merov wisa bi hev dike, ma wek wê ye, ma hun çi dibêjin ?.

 

Mamik: Ev Qilçix di derbarê qaþo nivîskarekî de hatiye nivîsandin, ew pir derewan dike, li xwe dike, li me dike, li jina xwe dike, li kûçkê xwe dike, li pel û pênûsan dike, bê derew nikare bijî, qaþo helbestan dinivîsîne, ma hun dizanin ew kiyeeeeeeeeeee?, ma we ew naskir?.