Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Ji dewleta Tirko lotikek Kurdî

Ehmed Beyan- 19/02/08- Enqere- Serokwezîrê Tirkiyê Receb yoldaþ biryar da ku televizyona dewletê TRT di kanalek xwe de dest bi lotikên bi Kurdî, Erebî û Farisî bike. Kî çi dibêje bila bêje ev lotikek baþ e.

Helbet wê ev weþan ne li gora dilê me bin, wê bi piranî têde behsa lotikên Erdogan û hikûmeta wî bê kirin, lê dîsa jî wê feydeyekê li zimanê Kurmancî bike. Piþtî ku Erdogan di bernameyek televizyonê de ev mizgînî da, serokê TRT Îbrahîm Þahîn jî yeka Erdogan nekir didu û dest bi zîtirkan kir.

Þahîn ji çapemenîyê re got:”Ji xwe biryara me li ser tirr û fisekê mabû, piþtî ku serokwezîrê me pif kir wê tirr û fisê, emê jî di demek pir nêzîk de dest bi weþana Kurdî bikin.  Bingeha me amade ye, xebatkarên me temam in û emê bi taybetî giranîyê bidin xebatên çand û kulturî” filan û fîstan.

 Yabo bi sê telaqên jinberdanê ev biryarek baþ e. Ma ka televizyonên me wek TRT giringîyê didin ziman û kulturê qardeþim!  Ma televizyonên me Kurdên bakur ne ji nîvî zêdetir bi zimanê Tirkî weþanên xwe dikin? Êêêêêê, îcar kîjan baþtir û bixêrtire cîgerlerim? Tenê Kurdî be baþ e yan “fîftî fîftî”, yanî wek þorba nîskê be baþ e?

Yabo bi namûs ez dibêjim hinekan li ser Erdogan û hikûmeta wî xwendiye wî- Yan ji wan re niviþtek çêkirine û yan jî devgirêdan çêkirine. Yan na ev biryara weþana Kurdî ji ku derket yaw!

Werhasil, xwedê bi elba mezin da hunermendên me. Bi sê telaqan ewê têkevin dora derîyê TRT û li derbasbûna xwe poþman bibin! Heta niha tenê derdiketin Roj TV, îcar ez ditirsim hew silavê li hevalan jî bikin ellawekîl! De neyse, em biryara Recebo û TRT pîroz dikin û dibêjin: Aferîn lan! Ma Tirk bilasebeb dibêjin:”Domûzdan ne koparirsan kardir” heyran, wîî! Ê me jî: “Tirklerden ne koparirsan kardir” ellawekîl û xelas!