Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

 

Têmûrê Xelîl

 

Henek, laqirdî, mesqeretî, pêkenîn, tiþtên hewaskar

_____________________________________________

 

PEYIVÎNA DU "HELBESTVANA"

________________________________

 

 -Bavê minî rehmetî digot: "Lao, tiþt ji te derneket, were em te bikine helbestvan". Ez qayîl ne dibûm. Min dema xwe da gurra bavê xwe ne kir, niha jî poþman bûme. Ez dixwezim daxaza bavê xwe bi cîh bînim.

-Heyran, were vê yekê neke, tê nava xelqê da bibî sosret. Hetanî niha te ne dinivîsî, xelqê ne ji xirabîya te, ne jî pakîya te xeber ne dida. Îcar tê xirab binivîsî, wê henekên xwe bi te bikin. Wek dibêjin, tê bibî benûþtê nav dirana.

-Çima ez ji kê kêmtir im? Hinek wê reng û rû wanva tune, lê dinivîsin. Hela kurê Mindo, xudêkirî bejin jî pêva tune, yekî nîvçe ye, lê êdî çend pirtûk weþandine.

-Eva çiqas wext e, ku te destbi nivîsarê kirîye?

-Welle, eva serê çend roja ne min destpê kirîye, wê min yek nivîsîye jî. Hê ser dixebitim, þimþat dikim, nizanim wê çi jê derkeve.

-Ê... ku usa here tuyê çawa bibî helbestvan? Roj heye ez du poêma dinivîsim, lê nikarim bidme çapkirinê.

-Pî-pî, xudê te ra bîyo, ku tu haqasî dinivîsî, çend liba jî deynî bide min, ezê wana jî, yên xwe jî bidme çapkirinê. Yê çap dike jî kurê xûþka bûka kurmetê hevalê min e. Tu hela fireya xwe çarxeteke helbesta xwe bixûne.

 

            Miþk ji qulê derket mina bû,

            Min gêzî hilda û da dû,

            Lê ew îdî unda bûbû,

            Ax Kurdistana min ku da çû?...

 

-Welle, helbesta te ne xirab e, lê xuyanî ye, ku te ji yekî pekandî ye. Ku helbesta te ye, da ka bêje, gotina mina bû çiye?

Ê... ku tu gotina "mina bû" nizanî (ji xwe ew jî nizane), îdî ez ji te ra çi bêjim.

-Hela fermo, armanca helbesta te çiye?

-Ez ku dibêjim miþk ji qulê derket, ango pêþketin heye, ew pêþ da diçe, cîyê xwe da nasekine. Ku dibêjim min da dû, xwînkelî, daxaz, armanc heye. Gotina Kurdistan jî, de pêwîst e, bûye wek moda, bêy wê nabe.

-Welle, pirtûka te wê mînanî pirtûka Unisê Ebûzêt be!

-Çawa, ew pirtûk kengê derketî ye, li ku difiroþin, çi buha ye?

-Tu cîya nabînî, ne hatîye firotanê, buhayê wê jî 7 qurûþ e. Pirtûk zûda hatîye çapkirinê, lê ku bihata firotanê, min qe 7 qurûþ jî ne didayê.

-Xuyanî ye, ew pirtûk robetî-elîwatî ye, diha rind e ne hatîye firotanê. Gel gune ye, bira wê pirtûkê nexwîne, haj ji wê sosretîyê tunebe. Lê ku min yek peyda kira, minê 50 dolar bida, bikirîya. Tê kivþê xwedîyê pirtûkê temamîya tîrajê kirîye-ne axir ser hevdu 500 lib derketîye-ku nekeve destê gel, nava xelqê de nebe robet. Vêderê ewî îdî aqilanî kirîye.

-Heyran, xwe tu dîn ne bûyî, çî ji te ra ne, ku tu dixwezî 50 dolarî bidî wê pirtûkê bikirî?

-Na, ezê wê pirtûkê bikirim û xwedîyê wê ra bêjim: "Ez pirtûka te bi 100 dolarî difroþime te. Eger tê bikirî, bikire, an na ezê þikyatê te bikim". Xwedîyê pirtûkê jî, ku çend hezar dolar bona wê pirtûkê wek honorar sitendîye, wê bi her awahî bixweze wê pirtûkê bikire, ji nav destê min derxe, ku nekeve destê hîç kesî...

 

 

 QISE BI GOTINÊN PÊÞÎYAN Û NIFIRA

________________________________________

 

-Mêro, qe na rojekê mal da rûnê, kapekê ji situkura min sist bike, tu nabînî, cîyê xebatê kar dikim, têm malê jî temamîya qaranîyê ketîye ser milên min, ji aspêjxanê (metbax) dernayêm.

  -Jinik, wek kal û bavên me gotine: "Mêr dîwarê derva ye, jin dîwarê hundur e". Hezar û yek karên min hene, ez malxwê malê me, çawa dilê min xwest, ezê usa jî bikim. Tu dixwezî bîna min bikî bîna zirneçîya?

  -Weyla ew dîwar hilþê, tu bin da bimînî! Xudêgiravî malxwê malê ye, mêr e. Bi gotina te ez jî malxwêya aspêjxanê me, erê? Berê-berê da gotine: "Þêr þêr e, çi jin e, çi mêr e".

  -Ew berê gotine. Niha jî Filîtê cînarê me bi awakî mayîn dibêje: "Þêr þêre, jin jin e, mêr jî mêr e". Tu jî dibêjî qey gotinên me yên pêþîyan hemû rast in. Tu dixwezî ez ji te ra du gotinên pêþîyan bêjim, ku hev înkar dikin. Dibê: "Dê bibîne, dotê ber warîne". Yeke din jî dibê: "Ji dê û bava hezar tule dikevin". Ew çawa bû? Te girte xwe, de îcar here! Kîderê dudê xwe dibêjî, wêderê yeke min û Filît jî bêje.

  -Ê, kul wî da bê, ew jî wekî te yekî tiþtpênebûyî ye. Ewî mala te xirab kir, belkî agirê kulê beyta mala bavê wî keve, ocaxê wan kavila kulê be, mala wan bê ber mîratê, xêrê wayê nebînin! Ka kengê tu zanî mala te heye, dersên zarên te man?! Tiþtekî te ser tiþta tune, kotîyo!

  -Ê... jinik, tu dixwezî ez mîna pepûka hema kêleka te bim, gurra te da bim, erê? Ku tu usa rind wan gotinên pêþîyan zanî, ezê jî yekê bêjim: "Mêrê gurra jinê, berxê ber bizinê, miþkê terazinê, hersê jî hesêvanî mirinê".

  -Welle, tu xweþmêrî! Xuya ye tu jî meselên gel baþ zanî. De baþ, ez te nav heval-hogira, der-cînara usa bikime robet-sosret, ku tu bizanî "Dew birê mast e", ku "Jin jî hene, jinkok jî hene". Cî hat jî ezê xwe bi mesela gel efû bikim, ku dibêje: "Jin mêrê baþ dike wezîr, lê mêrê xirab dike rezîl".

 

 

 BÎR Û BAWERÎYÊN ÞAÞ DERHEQA JINA DA

_____________________________________________

 

-Memo, tu û Misto çî hev tên?

-Em her yek kurê dotmamekê ne.

-Ê... ew hîç, min jî digot qey hûn merivê hev in!

 

                      X X X

 

Jina bê qelen çirane? Merî qe nikare jêra bêje "pozka sola te xar e".

 

                      X X X

 

Rehme gora kal-bavê me be, qe ne hîþtine jin xeberdin jî (bi fikra bûktîyê tê gotinê, dema bûk napeyîve, lê bi awakî dide fêmkirin).

 

                      X X X

 

-Celo, eva çendeke dengê te û kevanîya te dernayê. Dibe îdî tu jina xwe naxî, hûn belapêjgarî hev nabin?

-Ezê çi lê xim, hema çawa dar hildidime destê xwe, dixeriqe, xweva diçe.

 

                      X X X

 

Mêr malxwê malê ye, jin malxwêya aspêjxanê ye (metbax).

 

                      X X X

 

Þêr-þêr e, jin-jin e, mêr jî mêr e.

 

X X X

 

-Keça min, ez dixwezim te bidime mêr.

-Ez ne dij im, lê xort gerekê bi dilê min be.

-Tu hela zaroyî, aqilê te nagihîje, ku tu hilbijêrî!

-Ku ez hela zaro me, tu çima dixwezî min bidî mêr?

 

 

FOLKLOR Û HELBESTVANÎ

____________________________

 

Ji folklorê pirsîn:

-Vê dawîyê çima hîç tiþtek ser te da zêde nakin?

Folklorê got:

-Bavo, bira ji min nedizin, yê zêde ji wan ra be!

 

                         X X X

 

-Folklor, navbera te û helbestvana çawa ne? Dibêjên, ku te çê dikin, veçê dikin, gelo rast e?

-Ez di derheqa çêkirin-veçêkirinê da tiþtek nizanim, lê helbestvan hene min dixemilînin, helbestvan jî hene min diherimînin!

 

 

HINEK PÊKENÎN...

___________________

 

-Van dawîya hineka ereba min ya Yabanî dizîne û dibêjin, ku karê xwe pê dikin.

-Mala te ava be! Tu haj ji çi heyî! Hineka zimanê me dizîne û hela bi wî zimanî rojnama xwe derdixin. Tu jî dû çi ketî!

-Kî dizîne?

-Êzîdîyên, ku dibêjin "Em ne kurd in".

 

                       X X X

 

-Cînarê me kompyûtêrek kirîye û pê kiþikê (þetrenc) dilîze.

-Ew hela çiye? Ecêba ser ecêbê ew e, ku hineka xwe ra bavekî nuh peyda kirine û hev ra çend cûre lîstika dilîzin!

 

X X X

 

-Hinek heval bi pirsên rastnivîsandina kurdî va girêdayî bi ulm ra dikevine minaqeþê. Gelo tu vêya çawa dibînî?

-Þikir ji Xwedê ra, kurdên me usa aqil bûne, ku ulm jî bendî tiþtekî hesab nakin!

 

 

 EZ NE ÞÊXÊ MERÎYA ME

___________________________

 

 -Demekê nava kurda da merivekî delkbaz peyda dibe, dibêje, ku ew ji bal xudê hatîye û þêxê nuh e. Para milet, ya nezan jî bawerîya xwe bi wî tîne û dibe mirîdê wî. Dem dibuhure û dewlet ji fen-fêlên wî dihese, gazî dikê, ku pirs-pirsyara lê bike. Evê te jî haj ji "dêla" xwe heye, ku wê serê wî lê xin, alîkî va jî zane, ku mirîdên wî hemî dîlsax û nezan in, berbirî wana dibe, dibêje:

  -Ez zanim, dewlet dixweze min bikuje. Min temamîya þevê kir-pîva, çarek dît, ku ji vê dad-dadgehê xilas bim. Eger hûn bi ya min bikin, ezê xilas bim, xêr ku na, hûnê bêy þêxê xwe bimînin.

  Giþk hev ra dibêjin, ku çi jî hebe, ewana amade ne piþtgirîya wî bikin.

  Þêx dibêje:

  -Gelî mirîda, gava sibê ez herime dadgehê, hûn tevî min werin û dora min bisekinin. Gava ez ser milê xwe yê çepê zivirîm, bira mirîdên wî alîyê min sekinî bikine ewte-ewt, gava ser milê rastê zivirîm, mirîdên wî alîyê min sekinî bira bikine zire-zir.

  Hinek qayîl dibin, hinek-na. Yên razî dibin, dadgehê da usa jî dikin. Þêx jî ji dadxwez ra dibêje:

  -Ez ne þêxê merîya me, ez þêxê kera û kûçîka me.

  Bi vî awahî wî aza berdidin, lê dîsa jî hinek mirîdên wî destê xwe ji wî nakin. Lê piranîya wana derc dike, ku cîyê badilhewa xêr-xêrat danê, hurmeta wî girtine.

 

 

 NEHEQÎ ERDÊ NAMÎNE

 _________________________

 

Rojek ji rojan kalemêrek dide ser rê, siwarî ji gundekî bi xizmet diçe gundekî mayîn. Rê da xortekî tûre ji dûr va wî dibîne, temê xwe lê xirab dike, xwe ji xwe ra dibêje: "Heyran, vê çolê kî-kî ye? Ez ku kalê ji hespê bînime xwarê û hespa wî jê bistînim, kê wê bizanibe, ku kê bû?". Paþê difikire, ku kes nebîne jî, dibe xwedê bibîne. Gava ranêzîkayî kalê dike, dudil dibe, dixweze him bibe xwedîyê hespê, him jî bê ceza bimîne. Wek dibêjin, ne dixweze destê xwe ji dêrê bike, ne jî ji mizgevtê. Alîkî va jî bihîstîye, ku yê xirabîyê dike, zû-dereng tê pêþîya wî. Heynese, pey silav-kilava ra ji kalê dipirse:

-Kalo, mirov ku xirabîkê dike, çiqas wext þûnda xirabî tê pêþîya wî?

-Car zane, lawê min. Car heye piþtî çend meha û sala, car jî heye heta çend sal dibuhurin.

Xort difikire, dilê xwe da dibêje: piþtî çend sala kê zane çi dibe, wek dibêjin, an kerê bimire, an jî xwedîyê kerê. Û hahanga biryara xwe dide, kalê ji hespê tîne xwarê, derbeke cîwar patika situkura wî dixe, kalê bê hiþ dikeve erdê. Hespê siwar dibe û bayê bezê dide tirada. Ji ber ku xam e, nikare hespê bîne zevtê, hesp wî qilozî ezmîn dike û yekser davêje ser erdê sipî-sar. Bazinê situyê wî diþkê, wek dibêjin, dengekî wî esman e, yek erd e.

Wê navberê da kalê ser hiþê xwe da tê, çarneçar bi hemdî xwe dide ser rê, ku here qonaxa xwe. Ji dûr va dendê qûrîn-qajîna xort lê tesele dibe. Nêzîk dibe, dibîne, ku xort nava xwînê da mewicîye, nikare ji cîyê xwe bilive. Kalo xwe bi xwe difikire, ku hespê wî yê amin bi xwe heyfa xwedîyê xwe hildaye û xort bi destê xwe ser bela xwe vebûye.

Xortê bêbext jî zar-ziman ketîye, lalomeyî bûye, bi himzorekî ji kalê dipirse:

-Ne axir min ji te pirsî, ku gava yek xirabîkê dike, çend sala þûnda tê pêþîya wî, te got heta çend sala jî dikiþîne. Ya min qe çend deqa jî ne kiþand. Te çima ji min ra rast ne got?

Kalê bi çavên zane û kûrfikir lê mêze dike û bersîveke ha didê:

-Min rast gotîye. Qezîya îro hate serê te, ew ji bo neheqîyên te yên berî çend sala nin. Lê xirabîya te îro kirîye, piþtî çend meha, an jî çend sala wê bê pêþîya te. Ew jî, eger tu sax bimînî!

 

 

REBENÊ  XWEDÊ

___________________

 

Kurdek, ku di jîyana xwe da ji gundê xweyî li Kurdistanê derneketîye, haya wî ji "bayê" dinyayê tune, hew zane dinyayê da tenê kurd û Kurdistan û zimanê kurdî hene, xelq hemî jî tenê kurdî dipeyîvin, tevî kurê xwe mihacirî Awropayê dibe. Ji merivê pêþin, ku rastî wî tê, bi kurdî pirs û pirsyara dike. Texmîn dike, ku evê te kurdî nizane û bi zimanekî dipeyîve, ku ew jê tênagihîje. Hêrsa wî radibe, jê ra dibêje:

-Heyran, hûn - xelqên Awropayê, çiqasî nezan in. Kurê min sê salî ye, kurdî xweþ zane, lê temenê te weke 60 salan e, lê tu hê jî kurdî nizanî!

 

"EZ BI TIRKÎ NIZANIM"

_______________________

 

Kurdek û tirkek rê da diçin, rastî kerekî tên, ku dizire. Yê kurd tirkî baþ nizane. Yê tirk dixweze henekê xwe bi yê kurd û zimanê kurdî bike, ku xudêgiravî ker gotinên xwe bi kurdî gotin, jê pirs dike.

-Ji kerema xwe tu ji min ra nabêjî, kerê çi got?

Yê kurd lê vedigerîne, dibêjê.

-Bi xwedê, ez bi tirkî nizanim!

 

BAV, KUR Û AVCEH

_____________________

 

  Rojekê xortekî kurd ji gundekî Kurdistanê diçe Awropayê dixwîne. Nava salên xwendkarîyê da ewî timê avceh vedixwer. Gava vedigere gundê xwe, rojekê ji bavê xwe ra dibêje:

  -Avcehek hebûya min vexwera, çi baþ dibû! Temê min gelekî dikiþînê...

  -Kurê min, avceh çiye, ji çi çê dikin?-bav jê dipirse.

  -Avceh ji avê û cê çê dikin.

  -Erê... lê te rojê çend butulge vedixwer?

  -Roj hebû, hetanî 5-6 heb.

  -Erê... ew dikire çend kîlo ceh?

  -Welle, dikire weke du kîloya...

  -Lao, min tu þandî welata, nanê devê xwe û zara birî, ku tu hîn bibî, bivî mirov, kêrî me bêyî. Rojê ewqas ceh qe kerê me jî naxwe!

 

KURDÊ GUNDÎ Û "TÛRÎSTEKÎ AWROPÎ"

_________________________________________

 

Rojekê kurdekî ji Kurdistanê ser çend roja bi mêvanî diçe mala birayê xwe, yê ku gelek sala li welatekî Awropayê dima. Usa dibe, ku birayê wî yê awropî wî tenê li malê dihêle û bi xizmet cîkî da diçe. Di wê navberê da hevalekî birayê wî tê, pirsa wî dike, lê kurdê belengaz zimanê wî welatî nizane û nikare bersîva pirsên wî bide. Piþtî bîskekê birayê wî vedigere mal. Birayê mêvan jê ra dibêje:

-Berî muxdarekî tûrîstek hate mal û pirsa te dikir.

 

RÛNÊ SIMÊLÊ KALÊ

_____________________

 

Kalemêrekî belengaz dixwest, ku civatê de ji geleka þûnda nemîne, hinek rûnê helandî kiribû tasikekê û her cara gava diçû nav milet, simêlê xwe dixist, ku qaþo qelî-qawirme xwerîye. Rojekê jî nebîyê wî bi lezobez tê, di nav civatê da ji kalkê xwe ra dibêje.

-Kalko, piþîkê ew rûnê te simêlê xwe dixist, hemû alast û xwer.

 

TU HEMA USA BÊJE

___________________

 

  Berê li gunda qaçaxî gelek dibû. Malên xelqê talan dikirin, dereve dikirin. Memoyê feqîr-fiqare jî nizanibû çawa bike, ku çêleka wî ya tek-tenê nedizin. Pê wê ebûra zarên xwe dikir. Çarneçar tê bal Dirboyê cînarê xwe û jê ra dibêje:

  -Dirbo can, ez çawa bikim, ku çêleka min nedizin? Temîkê, þêwrekê bide.

  -Zanî çawa bike,-Dirbo dibêje,-sibê zû rabe, nav gund keve, têke hewar-gazî, bêje çêleka te dizîne. Te ku usa got, kesek ser te da nagire, ji ber ku wê bizanibin, ku çêleka te tune.

  Hema wê þevê Dirbo bi xwe çêleka Memo didize, serjê dike. Berbangê Temo bînfiþkî tê mala Dirbo, dibêje:

  -Dirbo can, çêleka min dizîne, belkî mala wan xirab be, goþtê çêleka min bibe xêra þîna wan!

  -Eferim! Tu hema hemûya ra usa bêje. Ne min tu hîn kirî. Tu yekî zênî, min çawa ji te ra gotîye, tu usa jî dikî. Lê xwe min ne got were wan gilîya ji min re jî bêje...

 

 

MESELA XWERINA SERBIDEWÊ

________________________________

 

  Salên xelayê da maleke gundekî kurda xwerina "serbidewê" çê dike. Bîna xwerinê ya xweþ gund bela dibe. Maleke mayîn da jî mêr û jin hev diþêwirin, ku çawa menîkê bigrin, herin xwerinê bixun.

  Mêr bermalîya xwe ra dibêje:

  -Ezê qestbende li te xim, tu jî bike qare-qar, hewar-gazî, ji mal derê, ezê bidime dû te, tu jî here bikeve mala wana. Neferên malê jî wê bikevine navbera me, wê nehêlin, ku ez li te xim. Paþê belkî bêjin, ku þerm e, rûnên, em tevayî nan bixun.

  Usa jî dikin.

  Xwerin dikine nava derdaneke mezin. Neferên malê û herdu cînar jî dor masê rûdinên. Xwerina ser sifrê jî savara xweþ, serda alîk dew e, alîyê dinê jî rûnê helandî ye. Mêr û jin pê dest lepa xwerina xwe têr dixun, lê destê wana nagihîje rûn.

  Mêr bi surî kevanîya xwe ra dibêje:

  -Gidîyê, em çawa bikin, ku rûn jî bixun?- Û hahanga biryar dide, malxwê malê ra dibêje:

  -Filankes, te ne hîþt min pîreka xwe xista. Min gerekê situkura wê bada- biziviranda (û wê demê derdana xwerinê dizivirîne, rûn dikeve alîyê wan).

  Rûnê xwe jî têr dixun, piþta xwe didinê, diçin.

 

"AQILÊ MIN BESÎ MIN E!"

__________________________

 

Di nav gelek welata da, herwaha li Kurdistanê jî, rewþa kesên ronakbîr û xwende ne gelekî baþ e. Lê ew kesên, ku karê wan kirîn û firotan e, an jî cotkarî ye, rewþa wan ya aborî xweþtir e. Wek mesela kurmancî jî dibêje: "-Kî dinya dot? -Yê kirî û firot, lê dîsa jî ne gihîþte xeta cot".

Ev heneka han nimûneke ji wê yekê ye.

Rojekê, gundîk kerê xwe bar kirîye, bi xizmet ji gundekî diçe gundekî mayîn. Rê da camêrekî cilê paqij li xwe kirî, qelêtka (girafet) bedew li sitû, rastî wî tê. Piþtî silav-kilava ew camêr ji wî gundîyî pirs -pirsyara dike:

-Xudê hebînî, barê kerê te da çi heye?

Gundî lê vedigerîne, dibê:

-Alîkî xurcê xwê ye, alîyê mayîn jî min kevir kirinê, ku barê herdu alîya wekehev be.

Camêr jî têra hiþê xwe þîreta lê dike, ku ne hewce ye barê kerê ewqas giran be. Ew dikare wan keviran bavêje, xwê pareveyî ser herdu alîyên xurcê bike.

Gundî bi aqilê wî metel dimîne, bi ya wî dike, paþê jê dipirse:

-Bi xwedê, tu rast dibêjî. Te ev aqil ji ku anîye? Tu çi karî dikî, meaþê te çiqas e?

Camêr bersîva wî dide, dibêjê:

-Min çend sala xwendîye, karê nivîskarîyê dikim, meaþê min jî haqas e.

Gundî difikire, ku perê, ku ew nava du roja da ji firotana xwê qazanc dike, weke meaþê wî yê mehekê ye, bersîva wî wa dide:

-Heyran, ez naxwezim weke te bim. Eger ez weke te aqil bim, ezê jî

halê te da bim. Hiþê min têra min dike û besî min e.

Carek dinê, hemû xwêya xwe dike alîkî xurcê, kevira jî dike alîyê mayîn, xatirê xwe jê dixweze, dide ser rê û lê dixe, diçe.

 

 

KÎNA KURDEWARÎ

___________________

 

Li gundekî kurda gundîk dixweze xwerinê bixwe, lê bi tenê berda naçe. Hevalekî digere, ku pê ra nan bixwe. Radibe, dertê der va, dibîne bager e, çavê wî hemankî diqeþirîne û ji dûr va qirafetê yekî xuya dibe. Bang dikê, ranêzikayî lê dike, dibîne, ku Hesoyê gundîyê wî ye, ku serê çendik-çend salan e bi malbeta va dijminê hev in. Wî teglîfî xwerinê dike. Evê te jî, wek dibêjin, destê wî dilê wî da, ji tirsa, ku eger neçe, dibe cînarê wî ecêbekê bîne sêrî, qayîl dibe. Bi hev ra nan dixun, xilas dikin, xwedîyê malê wî bi dil û can verêyî der va dike û jê ra dibêje.

-Tu nebêjî, ku me hevdu ra nan xwer, dêmek, em li hev hatin. Bira haya te ji te hebe, ku em wek berê dijminê hev dimînin.

 

 

"TU JÎ PAR KURD BÛYÎ!"

________________________

 

Salên 50-yî keçên kurda yên gundên der-dorê Yêrêvanê berdestê sibê kolan-kolan digerîyan, dikirine gazî: "Mastê kurda yê rûnegirtî. Hûn dikarin bi kêra ker kin, bi sêtilîya bixun!". Bi vî awahî mastê xwe difrotin. Him bikirçî razî diman, him jî firoþkar.

  Rojekê jî dengê wan keça li nivîskarê ermenîya yê bi nav û deng Hraçya Koçar tesele dibe, yê ku kurmancîke baþ zanibû, ji ber ku ji hêla Wanê bû û zûda mihacirî welatê kal-bavan bûbû. Koçar bang li wan dike, bi kurmancî wan ra dipeyîve û wan ra dibêje , ku ew jî kurd e û navê wî jî Koço ye. Keçikên kurda jî qedirê wî digrin, her cara jê ra mastê mîya yê herî baþ tînin. Salekê-duda usa dibuhure. Rojekê jî ev keçik mast tînin, derê mala wî dixin, lê kes derî li wan venake. Derê cînêr dixin, jê dipirsin:

  -Hûn dikarin bêjin Koçoyê kurd li ku ye, an jî wê kengê bê?.

Cînar li wan vedigerîne, dibêje:

-Koçar ne li mal e, lê ew ne kurd e, ermenî ye.

Keçikên kurda þaþ-metel dimînin û lê vedigerînin:

-Heyran, eva du sal e, em tên mala wî diçin û em zanin, ku ew kurd e. Îcar çawa dibe, ku ew ne kurd e?

Cînar hemû rastîyê ber wan vedike û wan ra dibêje:

-Eger hûn eva du sal e Koçar nas dikin, eva bîst sal e ew cînarê min e û ez baþ zanim, ku ew ermenî ye, ne kurd e!

Keçên kurda ser hise-hisa dikevin, ku ewî eva du sal e ew xapandine seva xatirê, ku ew jê ra timê mastê baþ bînin. Ya xwe dikine yek û carek dinê mastê rûgirtî jê ra dibin. Cara pêþin Koçar dengê xwe nake, difikire, ku dibe þaþ kirine. Lê gava careke dinê jî mastê rûgirtî jê ra dibin, ji wan dipirse:

-We par mastê baþ ji min ra dianî, îsal çima hûn mastê tirþ û rûgirtî tînin?

Keçên kurda lê vedigerînin, dibêjin:

-Hûn jî par kurd bûn, îsal bûne ermenî!

 

 

QEDERA  KURDA

__________________

 

Berî bi hezara sala milet hebûne jî, lê erd li wana ne hatibû parevekirin. Bona wî karî Benî Ademek ji bal Xwedê tê, ku axa cihanê li ser wan bela ke. Seba wê yekê ji her miletekî nûnerek gazî bal xwe dike, da ku xusûsyetên gelê wan bizanibe û anegorî wê jî parevekirina rast bike, wana bike xwey erd û dewlet.

Dîwana Benî Adem da nûnerên her miletekî rûdinên, nav wan da herwaha nûnerê kurda jî. Ji miletê sîn ra erdekî pir vediqetîne, ji ber ku ewana pir zaroka tînin. Ji ereba ra çend cî-warên germ hildibijêre, ji ber ku ewana ji germê hiz dikin. Hiþ û aqil dide rûsa û erdê wan jî li cîkî usa hildibijêre, ku him germ be, him jî sar be, ji ber ku ewana ber her tiþtî bi xurtî ber xwe didin. Cihûya ra axekî biçûk vediqetîne, difikire, ku ewana bi hiþ û aqilê xwe yê pir ser axa biçûk jî dikarin pêþ kevin û ji bo gelek mileta bibine nimûne. Gava dor tê ser tirka, difikire, ku him miletê wan ji miletên mayîn çê bûye, him jî zimanê wan ji zimanên mayîn hatîye çêkirinê, mecbûrî ji axa hinek mileta parçek hildide û dide wan.

Bi vî awahî, pirsa hemû mileta safî dike. Dawî dinihêre, ku yekî ejdaha, wakî qerasekî li paþîyê bi tenê rûniþtîye, rû-rîdanê wî digihîje heta çoka, bejneke þîþmanî lê ye, ji çavên wî, wek dibêjin, agir dibare.

Jê dipirse:

-Tu nûnerê kîjan miletîyî?

Ew lê vedigerîne, dibêje:

-Ez kurd im!

Tirs û saw dikeve dilê Benî Adem. Dûr - dirêj difikire, ku çawa bi awakî mesela kurda jî hel bike. Dike - dipîve, wek dibêjin, rê ji riya dernaxe. Çarneçar li hemû mileta diþêwire, dibîne, ku tirs û xof ketîye dilê wan jî. Ewana dibêjin, ku kurd bibine dewlet, wê bi xurtbûna xwe zorê bidne wan, xwesma cînarên xwe. Ji ber ku bi salan e þerê hev dikin, hev qir dikin, ango wê êrîþî ser wan jî bikin. Lema jî lazim e niha da çarekê bibînin. Dawî, piþtî fikirandineke dirêj, Benî Adem tê ser bawerîkê û jê ra bersîveke wa dide:

-Ezê axekî mezin bidime we, binerdê we jî wê pir dewlemend be, lê ezê we bikime di navbera miletên usa, ku hûn nikaribin xwe bilpitînin. Qusûrê menêre, ez dixwezim, ku hûn jî bibine xwedî ax û dewlet. Lê tirsa min ji wê ye, ku piþtî dewletbûnê hûnê bi xurtbûna xwe bela hemû mileta bidinê. Di hêlekê va jî, dibêjin, ku hûn niha da þerê hevdu dikin û ku bibine dewlet, hûnê bêtir qira hev bînin û wek milet li rûbarê dinê nemînin. Heyfa min li we û zîrekîya we tê. Dema we terka þerê di navbera hev da, di nav we bi xwe da yekîtîyeke neteweyî çê bû, wê demê ezê li we bêm rehmê û pirsa we jî bi awakî baþ hel bikim.

 

 

"DAWÎYA VÊ EV E !"

_____________________

 

Þivanekî serê çiyan ber pezên axakî ye. Bi nano-ziko kar dike. Rojê du qurûþa distîne, yek dide araq, yek jî dide nan û her ro kêf dike. Cilê li ser wî jî qapûtekî qetîyayî ye û benek e, ku pê girê dide. Ne kirasek lê ye, ne jî çarixek li lingan e. Axê êlê wî gazî li bal xwe dike, dixweze sura kêfkirina wî pê bihese, da ku ew jî kêf bike. Piþtî sohbetê, van pirs-pirsyara lê dike:

-Ez axê êlekê me, perê min pir in, ez nizanim çawa kêf bikim. Lê tu rojê du qurûþa kar dikî û her ro kêf dikî. Sura kêfkirina te çidane? Ezê çawa fêrî kêfkirinê bibim?

Þivan lê vedigerîne, dibêjê:

-Tu jî gerekê wek min her ro araqê vexwî!

Axa çend rojan ser hev araqê vedixwe, lê kêf nake. Carek din gazî þivan dike, dibêjê, ku wek gotina wî kirîye, lê kêfa wî xweþ nabe. Çawa bike, ku wek wî kêf bike?

Þivan jê ra dibêje, ku dema wî destbi kêfkirinê kirîye, perê wî jî pir bûn û bi hevala va kêf dikir, heya fêr bû. Ango, ew jî gerekê wek wî bike.

Axa usa jî dike. Bang li hevala dike, çend roj ser hev dixun-vedixun, lê dîsa jî kêf nake. Carek din gazî þivan dike, ser wî dike qare-qar, hêrs dikeve, dibêjê:

-Heyran, dibe tu sura kêfkirinê tam ji min ra nabêjî? Berê min araq venedixwer, kêf ne dikir, qe na serê min ne diêþîya, îcar serbara ser da êþa serê min li min zêde bûye.

Þivan jê ra dibêje, ku xwerin-vexwerina tevî çend hevala têrê nake. Ew gerekê gazî gundîyan jî bike, eger car din kêf ne kir, gerekê gazî gundîyên gundên cînar jî bike, heya kêfa wî bê cî.

Axa usa jî dike, lê rewþa wî wek berê dimîne, hela hîn xirabtir jî dibe. Çendekê þûn da car din gazî þivan dike, vê carê bi lava-dîleka jê pirs dike, ka dawîya wê meselê wê çawa be.

Þivan jê ra dibêje, ku ew jî berê mirovekî dewlemend bû û ewê kêfkirinê "malik li wî þewitandîye", lema ketîye vê rewþê. Ew demekê ji feqîrtîyê gihîþtibû zengînîyê, lê çend sala xelqê bi çavê feqîrtîyê lê dinihêrî. Paþê, gava carek din feqîr bû, xelqê bi çavê zengînîyê lê dinihêrî. Lema mesela kurdî dibêje: "Feqîr ku zengîn bû, 40 sal bîna feqîrtîyê jê tê. Zengîn ku feqîr bû, 40 sal bîna zengînîyê jê tê". Û ji axê ra dibêje, ku eger rûyê kêfkirinê da feqîr bibe jî, bira ber xwe nekeve, ji ber ku heya demekê milet wê bi çavê zengînîyê lê binihêre.

Dawîyê þivan benê piþta xwe vedike, canê xwe yê rût nîþanî wî dike û dibêjê:

-Dawîya vê meselê ev e!

 

 

 PELEPISTÛKÎYA ÞIVAN

_______________________

 

Rojek ji rojan yekî ermenî tê bal þivanekî kurd, ku cînarê wî ye, bi lava-dîleka dibêjê:

Heyran, ez zanim ku çend semer (100 pez - semerek e) mîyê te hene. Nabe ku ez ji bo sê mîya þivanekî bigrim. Ji kerema xwe van hersê peza jî tevî yên xwe bike, ezê rojên cejin û sersalê bêm û her carê yekê bibim. Qencîya te jî ser çavê min!

Þivanê kurd gotina wî duta nake û dibêje:

"Ser serê min û herdu çava!".

Piþtî çend meha ermenîyê te dide ser rê, diçe ji þivanê kurd pezeke xwe dixweze. Þivanê kurd difikire, temê wî tune peza wî bidê, lê vedigerîne, dibêjê:

-Bi xwedê, em wextê ji çiyê dadigerîyane gund, erebek bayê bezê nizanim ji ku me va derket. Pezê min xwedî tecrûbe bûn, giþka xwe dane alîkî, lê pezeke te wê navberê da ma, kete bin erebê, pirtî-pirtî bû. Hema guhê wê jî ne ma, ku bînim nîþanî te bikim.

Yê ermenî difikire, dibê belkî jî, çi heye, carna usa dibe. Û bêy ku hûrgilîyan bizanibe, pezeke xwe ya dinê dixweze. Yê kurd dibîne, ku derewa wî bi hêsanî cîyê xwe girt, careke dinê difikire, tiþtekî ji ber xwe derdixe, dibêjê:

-Welle, wê rojê peranîya gura kete nav pêz, bû hewar-gazî, wê hele-belê da pezê min xwe dane hêlekê, pezeke te wê ortê ma, hema gur hilda û ji wan dera fizirand.

Yê ermenî texmîn dike, ku vira tiþtek heye, lê nema dikare îzbat bike, wek dibêjin, destê wî dilê wî da, peza xwe ya sisîya ji þivan dixweze. Þivanê kurd, ku vê carê jî temê wî û dayîna pêz tune, difikire, jê ra dibêje:

-Pezê sisîya jî heqê xwedîkirina min!

Xwedîyê hersê peza difikire, ku þivan heneka dike, vedibeþire, ken li ber lêva tesele dibe. Þivanê kurd dibîne, ku ew dikene, lê vedigerîne, dibêjê:

-Çima tê nekenî! Te kurdekî feqîr û belengaz dîtîye û qerfê xwe pê dikî, erê?!

Pey vê yekê ra yê ermenî mastê ser masê hildide, kewkî ser rûyê þivan dike. Ser çav û rûyê wî giþk sipî dibin. Dîsa jî dixweze, wek dibêjin, ya xwe ser ya wî xe, dibêjê:

-Þikir ji xwedê ra, ez vê carê jî ji nav xeta-balayê bi rûkî sipî derketim!

 

 

DOJEH Û BUHUÞT

__________________

 

  -Filankes, gelo kê zane, ku li dojehê û buhuþtê jîyan çawa ne?

  -Welle, cihanê da tenê mirovek heye, ku dikare bersîva vê pirsê bide. Ew Mustefa Barzanî ye.

  -Çawa, ew ji ku haj pê heye?

  -Radyo ya erebî ya Bexdayê çend cara elam kirîye: "Me Barzanî kuþt, þerê kurda betilî, kurda da der, me Barzanî þande dojehê...". Lê çendekî þûnda kurda dîsa bi serokatîya wî þer dikir. Ango, Barzanî çend cara çûye dojehê û vegerîya ye. Tê wê manê, ku haya wî ji dojehê û buhuþtê heye.

 

 

DAXAZA DÊ BI PÊK ANÎ

__________________________

 

 

Xortekî kurd ser çend salan ji mala xwe dûr dikeve, diya wî gelek bêrîya wî dike. Namekê jê re dinivîse, dibê:

-Lawê min, xwezî tu li gund bûyayî, kêleka dayka xwe ya reben û tengezar. Min usa bêrîya te kirîye, ku xewên þeva li min heram bûne. Carna di xewnêda te dibînim, tu li ser kera me diçî êzinga.

Xort jî, ku dilê dayka xwe þa bike, piþtî sitendina namê, bersîva wê dide, kerekî peyda dike, wêneyê xwe li ser kerê dikiþîne, ji diya xwe ra diþîne û bin da dinivîse:

-Dayê can, di wêneyê da yê li ser ez im!

 

 

"TU JI MIN BAWER NAKÎ?"

__________________________

 

Gundîk diçe mala cînarê xwe, dixweze kera wî ser çend seheta bibe, karê malê pê bike. Xwedîyê kerê jî naxweze bidê, dibêjê, ku kera wî ne li bal wî ye, hevalekî wî birîye. Hema di wê demê da dibe zirînîya kera wî. Gundî jê ra dibê:

-Malnexirab, wê kera te li mal e, tu dibêjî ku ne li mal e.

Cînar lê vedigerîne dibêjê:

-Heyran, tu ji min bawer nakî, ji zirînîya kerê bawer dikî?!

 

 

KIRÎNA KEREKÎ

_______________

 

Merivek ji hevalekî xwe bi deynî (ser pênc sala), lê bi buhakî gelekî giran, kerekî dikire. Birayê wî ser hêrs dikeve, ku çima bi buhakî usa mezin kirîye, birayê wî lê vedigerîne, dibêjê:

-Birako, piþtî pênc sala an ezê bimrim, an xwedîyê kerê wê bimre, an jî ker bi xwe...

 

 

"EW DIBÊ QEY EW TENÊ KER E!"

_________________________________

 

Di gundekî da bûyerek dibe û tenê mirovek haj pê heye, ku ew li ku û çawa bûye. Gundî jî berevî odeke gund dibin, da ku hûrgilîyan bizanibin. Evê te jî xwe usa datîne, ku xudêgiravî haya wî ji gilîya tune. Ji mirovên usa ra carna dibêjin "xwe dewsa kera danîye". Hevalek jî, ku haya wî ji tewlebazîyên wî heye, dixweze perda rûyê veke û wî bêhurmet bike, ji ber ku ew naxweze rastîyê derxe holê, di nav civatê da dibêje:

-Ew dibê qey ew tenê ker e!

 

 

"MIN ÇI BAR KIR, NE ANÎ !"

____________________________

 

Rojek ji rojan gundîk li kerê xwe siwar dibe, bi xizmet diçe mala kirîvê xwe, bona debara zivistanê bîne. Û ji ber ku destevala hatîye û gerekê bi awakî xwe efû bike, hema dighîje ber dêrî, ber çavê kirîvê xwe li kera xwe dixe. Gava kirîv jê dipirse, ku çima li kerê dixe, wa bersîvê dide:

-Heyran, min dixwest ji malê û zara ra hinek hedya banîya, lê min çi bar kir, evî kerî ne xwest bîne.

Kirîv jî, ku haj ji fen û fêlên wî hebûye, ha dibêjê:

-Heyran, ew kerê ku nikaribûye tiþta hilgire bîne, wê nikaribe bibe jî. Îdî lêdan jî bêfeyde ye.

 

 

 BINKETINA SERKETÎYA

________________________

 

Kurdên ji Kurdistana Sûrîyê li gelek bajarên Rûsîyayê kirîn-firotanê dikin. Bazara wan jî ji ya hemû kurdan cihêtir e.

Rojekê kurdekî ji Amûdê ji hevalekî xwe ra dibêje:

-Ev eþîyayên min ji Sûrî anîye, eger giþk baþ bêne firotanê, ezê 10 hezar dolar qazanc bikim.

Piþtî çend roja hevalê wî careke din jê dipirse, -ka eþîyayên xwe firotin, çiqas pere jê ra ma,- hevalê wî lê vedigerîne, dibêjê:

-Welle min giþk firotin, lê 2 hezar dolara bin ketim.

-Tu çawa bin ketî?

-Dewsa ku 10 hezar dolar ji min ra bima, tenê 8 hezar dolar ma!

 

 

ACIZÎYA MALXWÊYÊ MALÊ

____________________________

 

Mêvanek li malekê dibe mêvan. Rojekê, duda, sisîya naçe û di xeberdanê da jî xuya nabe, ku wê kengê here. Malxwêyê malê jî dixweze bi awakî bide serwextkirinê, ku îdî bes e, gerek here, pirseke awa dide mêvan:

-Gelo te bêrîya zarokan ne kirîye?

Mêvan jî, ku qesta pirsa wî zane, dixweze bide serwextkirinê, ku nêta çûyîna wî tune û hela ser da jî tirseke mayîn dixe dilê wî, dibêjê:

-Welle, min bêrîya wan kirîye, min cab ser wan da þandîye, ew jî tên.

 

 

BERFBARÎNA HAVÎNÊ

______________________

 

Di þevbihêrîkê da qala dengbêjê navdar Mehmed Arifê Cizrawî tê kirinê. Hevalek dixweze bizanibe ew kê ye, ji der-dorê xwe pirs-pirsyara dike. Piþtî ku ser va diçe kê ye, sitiraneke wî dikeve bîrê, ku derheqa berfê da ne û dibêje:

-Min fêm kir kîjan dengbêj e: ewê ku havîna jî sitiranên xwe da dibêje "berf barî, berf barî...".

 

 

JIMARA KURDA 100 MÎLYON E!

_________________________________

 

Yekî biyanî ji kurdekî pirs dike:

-Tu dibêjî li cihanê çiqas kurd hene?

Camêrî difikire, bersîveke wa dide:

-Bi kêmanî 100 mîlyon hene!

-Heyran, sed mîlyon ji ku hene?- Yê biyanî dipirse:

-Ez bêjim, tu bijmêre.- Xortê kurd dibêje û destpê dike:

-Li Kurdistana Bakûr û Tirkîyê - 20 mîlyon, li Kurdistana Rohilat û Îranê 10 mîlyon, li Kurdistana Baþûr û Îraqê 7 mîlyon, li Kurdistana Roava û Sûrîyê 2 mîlyon, li Sovyetistana berê, Îsrayîlê, Lubnanê, Awropayê jî bi tevayî mîlyonek!

-Eva bû 40 mîlyon,- yê biyanî dibêje û pirsa 60 mîlyonên din dike.

-Mala te ava be,- yê kurd dibêje,- li Çînê mîlîyarek merî dijî, hema di nav wan da bi kêmanî 60 mîlyon kurd tunene?...

 

 

"KURDÊN SOVYET KURDÎ JI BÎRA KIRINE"

_________________________________________

 

Demekê ez li bal kurdên Çiyayê Kurda (Cebil Ekrad) yên Kurdistana Sûrîyê bûme mêvan. Wek tê zanîn, di nava kurdîya wan da gelek peyvên erebî û tirkî hene. Lê ji ber ku ewana gelek cara hatibûne Ermenîstanê, ez îdî fêrî zimanê wan bûbûm, heta ku dema di peyvandina wan da sedî pêncî jî gotinên biyanî bûna, ez hema bêje giþk tê digihîþtim.

Carekê jî yekî di dema peyivîna xwe ya bi zimanê "kurdî" ji sedî 70-80 gotinên biyanî bi kar anî. Gava min jê ra got: "Heyran, qusûrê nenihêre, ez xeberdana hemûya tê digihîjîm, lê ya te tê nagihîjim".

Ew camêr ji gotina min gelekî aciz bû û wa bersîva min da:

-Ev kurdên Sovyet jî ji welatê xwe derketine, zimanê dayka xwe jî ji bîra kirine!

 

 

"GELO LI SER HÎVÊ KURD HENE?"

_________________________________

 

Gava Amêrîkayê çend kesên xwe ji bo lêgerîna þande ser hîvê, deng belav bû, ku li wira çiya hene. Kurdekî koçer jî, ku ev bas dibihîze, bi dilekî safî dipirse:

-Gelo li wira kurd jî hene?

 

 

"BERÊ JÎ NE TIÞTEK BÛM!"

__________________________

 

Kalemêrekî kurd ji tenêbûnê aciz dibe, lê dildimîyê dide ber dilê xwe, ku ciwanîya xweda jîyaneke xweþ derbaz kirîye, xudêgiravî hema bêje her ro nava kêf û þayê da bûye. Di nav van mitala da, di ber xwe da dibêje:

-Ê... mala xortanîyê xirab nebe! Min wan sala çi dikir, çi ne dikir. Kesî nikaribû milê min danîya erdê, min ha qir dikir û wa pir dikir.

Paþê li dora xwe dinihêre, ku kes tune, xwe bi xwe pesnê xwe dide, carek din dibêje:

-Welle, berê jî ne tiþtek bûm!

 

 

 "DILÊ KÊ DIÊÞE, BIRA BIÊÞE!"

______________________________

 

Carekê kurdek dibe mêvanê hevalekî xwe, çay datînine ber. Ew çayê bi kitleme vedixwe: çend cara çire þekir dike devê xwe û her carê qultek çay ser da dike. Xweyê malê dibîne, ku evê gelek þekir bixwe, jêra dibêje:

-Filankes, baþtire tu þekir bavêjî nav çayê!

-Ji bo çi,- mêvan dipirse.

-Dibêjin, ku ji kitlemeyê dilê meriva diêþe, dibe ew tesîrê li dilê te jî bike.

Mêvan lê vedigerîne, dibêje:

-Bi Xwedê, dilê min naêþe, dilê kê diêþe, bira biêþe.

 

 

 JI SERÊ BAVÊ WÎ ZÊDE BÛ

___________________________

 

Ji kurdekî ra zara kurîn dibe. Hevalekî wî yê welatparêz, ku ji navê ne kurdî gelekî aciz dibe, jê dipirse:

-Te navê kurê xwe danîye çi?

Hevalê wî lê vedigerîne, dibêje:

-Ebdulselam.

Yê welatparêz dibîne, ku hevalê wî dewsa navekî biyanî, du navên biyanî li kurê xwe kirîye, difikire, ku hema yek bûya, qe na nîvê þaþîtîyê bû, lê vedigerîne, dibêje:

-Bi Xwedê, Ebdul bi tenê têr dikir û ji serê bavê wî zêdetir bû jî.

 

 

 

HÎNBÛNA ZIMANA ÇIQASÎ ZOR E!

____________________________________

 

 

Kurdekî ji Kurdistanê mihacirbûyî di welatekî Awropayê da diçe kûrsa hînbûna zimên. Zimanê biyanî gelekî lê zor tê û bona temamîya dijwarîya wî bîne ber çava, awa dibêje:

-Heyran, fêrbûna zimanan çiqasî zor e! Heta niha jî nakeve serê min, ku ez çawa fêrî zimanê kurdî bûme!

 

 

  KÎNA HINDAVA DIJMIN DA

______________________________

 

Dewleta Turkîyê bona karê þoriþgerîyê çend kurdên cixarekêþ xistibû hebsê û cixarekiþandin jî li ser wana dabû birînê. Evana jî bi mecbûrî cixare terk kiribûn. Piþtî çend sala, gava ji hebsê derdikevin, kîna xwe hindava tirka da bi vî awahî tînine zimên.

-Madem, ku dewleta tirk cixarekiþandin bi me dabû qedexekirin, emê eynatî wê va dîsa destpê bikin bikiþînin.

Û usa jî kirin!

 

DILREÞÎYA KURDEKÎ

______________________

 

Li gundekî kurdekî usa hebû, ku gava mêvanek diçû mala cînarekî wî, ew þa dibû. Gava jê dipirsîn - "Heyran ew mêvan ne hatine mala te, ku tu þa dibî. Sebebê beþerxweþîya te çiye?".

-Ez ji bo wê þa dibim, ku ew hatine mala dijminekî min û ew neyarê min îro wê mesrefeke mezin bike û bikeve bin deyna. Îcar çima ezê þa nebim?

 

 

KURDEKÎ BI MANE

 _____________________

 

Di civatekê da kurdek dibîne, ku neyarê wî der da tê, bi mecbûrî jê ra dibêje-"Tu ser çava ra hatî!". Evê te jî bi mane ye, mirûzê xwe dike, ku her kes texmîn bike ew dijminê wî ye. Hevalên der-dorê jê dipirsin, ku ji bo çi silava wî camêrî venagire û mirûzê xwe kirîye, wa bersîvê dide:

-Ew min ra dibêje-"Ser çava ra hatî!". Îcar ezê ji ku bizanibim, ku ser çavê kê? Ji bo çi nabêje -"Tu ser çavê min ra hatî?!".

 

 

"EZ JI KURDISTANA MAROKKOYÊ ME"

_______________________________________

 

Mýhacýrên jý gelek welata, herwaha jý her çar perçên Kurdistanê jî, di dibistana fêrbûna zimên da bersîva vê pirsa mamostayê xwe didin: "Kê ji kîjan welatî hatîye?".

Her çar kurd pey hev dibêjin:

"Ez ji Kurdistana Turkîyê hatime", "Ez ji Kurdistana Îranê hatime", "Ez ji Kurdistana Îraqê hatime", "Ez ji Kurdistana Sûrîyê hatime".

Dor tê yekî ji Marokkoyê. Ew difikire, ku ev kesana ji Turkîyê, Îranê, Îraqê û Sûrîyê ne, tê wê manê, ku ew gerekê hemû gotinên mayîn bi kar bîne, her tenê navê welatê xwe biguhêrîne û bêje. Û awa bersîva xwe dide:

"Ez ji Kurdistana Marokkoyê hatime".

 

 

"XORTEKÎ WEK WÎ TUNE !"

____________________________

 

Wextekê, û li hinek deverên Kurdistanê heta niha jî, dema bona xortekî diçûne xwazgînîyê keçekê, xort bi xwe ra ne dibirin û bûk û zava hetanî roja dawetê jî hevdu ne didîtin. Kurekî camêrekî hebûye, ku him piþta wî kûz bûye, him devê wî xwar bûye, him... bi kurtî, cîkî wî yê rast tunebûye. Çend pismamên xort bi omid-kinêza va didine ser rê, dikevine rênga xwazgînîya. Herdu alî li hev tên û biryarê didin piþtî çend roja dawetê bikin. Ji ber ku bûk û zava ji eþîrekê ne, ji dûr va mirovên hev jî bûn, bûk bi surî ji miroveke xwe, ku ji alîyê malmêrana da hatîye, dipirse:

-Tu mirazê zarên xwe kî, zava yekî çawa ne?

Ew xanim jî bersîva bûkê dide, dibêje:

-Ez serê zarokên xwe, yekî mînanî wî xortî tu di nav temamîya eþîra me da bigerî, nabînî!

Bûk jî ji þabûna, wek dibêjin, lingekî wê erd e, yek ezman e. Bê sebir hîvîya roja dawetê ye, ku delalê dilê xwe bibîne.

Gava xort bi mirovên xwe ra têne siyarê bûkê, çavên bûkê li xort dikeve, ecêbeke reþ ber çavê xwe dibîne. Ji þerma dike erdê da here xwarê û ji qehra hew maye goþtê canê xwe bixwe. Lê çara wê tune. Wek hemû kesa, dibêje, qey qirara Xwedê ye, bextê wê jî wa lê ketîye, felekê bi vî awayî lê pirsîye.

Piþtî çend roja bûk careke mayîn ji wê mirova xwe, ku berê pirsa zavê jê kiribû, dipirse:

-Malnexirab, ne min ji te pirsî, zava yekî çawa ne, te got yên mînanî wî tunene. Îcar te ji bo çi bextê xwe þewitand û qedera min ra lîst?

Ew xanim lê vedigerîne, dibêje:

-Îcar de tu bi xwe bêje: bi rastî yekî wek wî di nav eþîra me da heye?

 

 

 

"XWELÎ LI SERÊ TE BE !"

__________________________

 

Ji gundekî kurda gelek xort salê da ser çend meha diçûne bajêr hemalî dikirin, perekî baþ qazanc dikirin û di hêla aborî da jîyaneke xweþ derbaz dikirin. Xortekî welatparêz jî gelek sala li gundê xweda mamosta bû. Maeþê wî têra xercên malê ne dikir. Diya wî jî çav li jîyana wan hemala dikeve, dilê wê tehmûl nake, rojekê ji lawê xwe ra dibêje:

-Xwelî li serê te bîyo! Wê xelq ji xwe ra çûn bûn hemal, erebe kirîn, jîyaneke xweþ derbaz dikin, tu eva çend sal e her mamosta mayî!

 

 

"HÛN KLÊRÎ NE, AN ÎSEDIZÎ NE?"

_________________________________

 

Tillik gundekî kurda ye li Ermenîstanê û tê da du eþîr dimînin: klêrî û îsedizî. Her sal ji vî gundî gelek xort bona kar diçine Rûsîyayê, xanîya lê dikin. Salekê jî xortek cara pêþin diçe kar bike, xwedîyê kar jê dipirse:

-Tu çi milet î?.

Evê te jî dibêje: -Ez kurd im.

Xwedîyê kar beþerxweþ dibe, ji ber ku kurd hemî jî baþ kar dikin. Lê xort þaþ dimîne, ku ew ji ku kurda nas dike û jê dipirse:

-Qusûrê menêre, gelek kes navê miletê min ne bihîstine, tu ji ku miletê min nas dikî?.

Ew lê vedigerîne, careke mayîn pirseke awa dide:

-Ez kurda rind nas dikim, tenê te ne got, tu klêrî yî, an îsedizî yî?!

 

 

"EZÊ ZARÊN BÊ DIMS ÇI BIKIM"

________________________________

 

Merîkî gelekî tima hebûye. Gava ecêbeke biçûk dihate serê wî, bi roja xew ne dikete çeva, ber xwe diket. Rojekê jî derdana dimsê wî tê da diþkê. Merivên wî têne mala wî, ji bo serxweþîyê bidnê, ber dilê wî da tên, dibêjinê:

"Bira serê we sax be", "Careke mayîn em ji bona þayê derê te vekin", "Xudê cîyê xema tije bike", "Bira zarokên te xweþ bin".

Xwedîyê dimsê li wan vedigerîne, dibêje:

-Zarokên bê dims çî min ra nin?!

 

 

 MIRÎÞKÊN UNDABÛYÎ

________________________

 

Bîst mirîþkên pîrejineke kurd hebûne. Ewê hesab nizanibûne, lê her êvar, gava mirîþkên xwe dikire kox, cot-cot dihesiband. Eger mirîþkên wê cot derketana, digot, ku tam in, lê eger kit derketana, digot, ku yek kêm e. Ango, ne bîst in, lê nonzdeh in. Carna jî usa dibû, ku ji mirîþkên cînara yek tevî yên wê dibûn û dibûne bîstûyek. Îjar pîrê di nav gund diket, dikir hewar-gazî:

-Gundîno, cînarno! Mirîþkeke min unda bûye! Ez bextê we û zarên we da me, kê dîtîye, bira li min vegerîne!

 

 

 GUHÊ WÎ HÎN NE BÛYE

_________________________

 

Du heval dibezine hev, yek yê mayîn ra dibêje "kurê kerê". Evê te xwe va diçe, dixeriqe. Hevalê sisîya tê li ber wan ra derbaz dibe, dipirse, ku çi hewal e, hevalê wî dibêje:

-Min jê ra got "kurê kerê", xeriqî. Gelo çima xeriqî?

Hevalê wî lê vedigerîne, dibêjê:

-Ewî ew gotin cara pêþin bihîstîye, lema jî guhê wî hînî wê gotinê nebûye, xwe va çûye.

Hevalê wî jê dipirse, ku çawa dikarin wî ser hiþê wî da bînin. Ew lê vedigerîne, dibêjê:

-Tu gerekê niha deh cara di guhê wî da bikî qarîn-qûjîn, bêjî: "kurê kerê, kurê kerê, kurê kerê...", guhê wî wê hînî wê gotinê bibe û wê ser xwe da bê. Wê þûnda çend cara jî bêjî "kurê kerê", îdî wê xema wî nîbe!

 

 

ÞANS TUNE, ÞANS !!!

________________________

 

Ereba kurdekî di nîvê rê da xirab dibe. Yekî nenas jî tê ku alîkarîya wî bike, jê dipirse:

-Çi bûye, çi hewal e?

Yê kurd lê vedigerîne, dibêje:

-Welle eva cara pêþin e, ku ereba min xirab dibe.

-Av tê da heye?

-Erê!

-Rûn tê da heye?

-Erê!

-Bênzîn tê da heye?

-Erê!

-Ê baþ e, çi tune?

-Þans tune, þans!!!

 

 

PALEYÊN NIVÎSKAR

____________________

 

Carekê binecîyên gundê kurda - Sîpanê (li Ermenîstanê) lê dinihêrin wê ji dûr va du xortên nenas bi cilên xweþik va berbi gundê wan va tên. Zarok dikevine nav gund, ji her kesî ra dibêjin, ku nivîskar têne gund. Gund-gundîtî jî bi lezo-bezo berevî dibistanê dibin, sera wê paqij dikin û li bendê disekinin, hetanî ew bên, ku guhdarîya wan bikin. Gava ew tên, dibêjin, ku ew ne nivîskar in, lê pale ne, xanîya lê dikin. Hema ji gundîya yekî rîsipî, li ber xwe ne da got:

-Heyran, hetanî niha çiqas kesên nenas hatine gundê me, gotine em nivîskar in, me got qey hûn jî nivîskar in.

 

 

"KURMANCÎYA PAQIJ"

_______________________

 

Reþo di nav bîst salên jîyana xwe ya li Awropayê ser zimanê kurdî gelek kar kiribû, wek dibêjin, serê xwe êþandibû: gotinên tirkî, erebî ji zimanê xwe derxistibûn, bi zimanekî "helal-zelal-delal" kurmancî dipeyîvî.

Di nav wan sala da diya xwe ne dîtibû. Û rojek ji rojan jî diya wî hate mêvanîya wî. Reþo jî, ku gelek ji diya xwe hiz dikir, bi hiþê wî, hediya here mezin, ku ji diya xwe ra bike, ew e, ku bi kurmancîya xwe ya "mînanî rûnê helandî paqij" bipeyîve.

Gava Reþo dest bi xeberdanê kir, diya wî þaþ-metel lê dinihêrî û dawîyê awa gotê:

-Lao, tê bîra te, min digot ji welêt dernekeve, neçe, tê zimanê dayka xwe jî ji bîr bikî. Te dît, ku ez rast derketim!

Heta Reþo wê xwe efû bikira, ku... "ez wî zimanê tu dipeyîvî jî zanim" û filan, bêvan... dê peyva wî di dêv da birî û got:

-Zimanê ku dayka te ji te fêm neke, hema nepeyîve!

 

 

"ME DIGOT QEY EM KURMANCÎ ZANIN"

_________________________________________

 

Gava sînorên Sovyetistana berê vebûn, kurdekî xudêgiravî zane çû Kurdistana Sûrîyê. Dema vegerîya, milet xeyal dikir ji wî derheqa hal û demên kurda û Kurdistanê bihese. Ji bo wê jî Komela Nivîskarên Kurd ya Ermenîstanê bi wî ra rasthatinek organîze kir. Milet di serayê da kimkimî bû. Wek dibêjin, te derzî bavîta, ne dikete erdê. Ewî jî destpê kir...

-Elekulên, ehlen, weh sehlen! Em duh teqrîbin sehet deh û sisîya li matarê bûn. Gumrukê xeratên min tevtîþ kirin, secilandin. Pantron, gumlik, guzlik, lûlû, hemî ji dest min girtin. Em betilîn...

Xanimekê, ku ji gotinên wî heyrî mabû, di dawîyê da awa got:

-Hetanî niha me jî digot qey em kurmancî zanin. Xwelî li serê me be. Ev camêr di nava du meha da kurmancîyeke xweþ hîn bûye. Mala wî ava, ku ne bona karekî din, lê ji bo pêþxistina zimanê me çûbû û di wî karî da bi barekî giran va vegerîyaye.

Di gotina wê xanimê da tiþtê herî rast ew bû, ku ew bi barekî giran va vegerîyabû (barê wî hinek jî wê bi balafireke mayîn va bihata).

 

 

ATATIRK BAVÊ KÎ YE?

______________________

 

Mamostayekî tirka ji kurdekî caþ dipirse:

- Hesen Yildiz, Atatirk kî ye?

Hesen bersîvê dide, dibêje:

- Atatirk bavê me ye!

Mamostayekî tirka ji kurdekî welatparêz dipirse:

- Alan Kurdo, Atatirk kî ye?

Alan lê vedigerîne, dibêje:

-Atatirk bavê Hesen Yildiz e!

 

 

BERTÎL JI BO NEZANÎYÊ

________________________

 

Merivek hebûye, bi pera-ruþetê Unîversîte xilaz kiribû û qaþo bûbû doxtor. Lê kî emelîyet bikira, ew belengaz dimir. Xwedîyê nexweþên ku diketine ber destê wî, bertîl didanê, ku ew nexweþên wan emelîyet neke.

Ango, ev doxtor jî bi nezanîya xwe pere dixebitî.

 

 

MÊVANÊ BI AQIL

___________________

 

Du mêvan, ku gelekî birçî bûne, li malekê dibine mêvan. Kevanîya malê jî haj ji wan tune, dipirse:

-Hûnê qahwê vexwin, an çayê?

Yekî ji wan, wek dibêjin, bersîva wî di berîkê da bûye. Bersîvê dide, dibêje.

-Xwîþkê, emê çayê, an jî qahwê piþtî xwerinê vexwin!

 

 •••

 

Ev herdu heval careke mayîn jî li maleke din dibine mêvan. Texmîn dikin, ku kevanîya malê li aspêjxanê (metbax) ji wan ra dew dadigre, ku bîne. Yek ji wan hema hahanga dibêjê:

-Xwîþkê, em bi lez in, zehmetê nekiþîne, hema çend hêka têke hêkerûn, em bixwin, herin, karê me pir e.

 

 

DEYNKIRINA PERA

____________________

 

Merivek ji cînarê xwe dixweze pera deyn bike, 1000 manatî jê dixweze. Cînar jî dibêjê, ku hezar manatê wî tune, lê dikare tenê 500 manatî bidê. Mêrik lê vedigerîne, dibêje:

-Baþ e, ka wî 500-î bide, 500-ê mayîn tê deyndar bimînî.

 

 

JI ÞABÛNA DILKÊ WÎ DISEKINE

______________________________

 

Merivekî loto kirîbû. Jina wî li rojnamê dinhêre, ku mêrê wê 100 hezar dolar qazanc kirîye. Lê ji ber ku mêrê wê ji dilê xwe digazinî, jinik ditirse yekser jê ra bêje, ji ber ku dibe dilkê wî ji þabûna bisekine. Biryar dike, ku bi mêrê xwe ra tevayî herine ser psîkologekî, da ku ew hêdî-hêdî, bi nermî ji mêrê wê ra bêje, ku ewî perekî mezin birîye. Bêy ku haya mêr ji van fen-fêla hebe, jin mêrê xwe hildide, giva bona nexweþîya xwe diçine bal doxtor. Di nav xeberdanê da, psîkolog ji mêrê jinikê dipirse:

-Filankes, ku te bi lotoyê 100 hezar dolar bibira, teyê çi bikira?

Mêrik bersîvê dide, dibêjê:

-Welle, minê nîvê wê bida te!

Hema di wê deqê da dilkê psîkolog ji þabûna disekine.

 

 

 SEBEBÊ GUHARTINA XANÎ

___________________________

 

Mirovek ji þîrketa xanîya ra dibêje, ku mala wî pêþberî himama jina ye, ew her ro li wan jina dinhêre û dikeve di rojeke teng da. Nonerên ji þîrketê tên ji mala wî li himamê dinihêrin, ku hîç jinek jî xuya nabe. Ji xwedîyê xanî ra dibêjin:

-Ka, jin xuya nabin!

Xwedîyê xanî dibêje:

-Hela ji kerema xwe kursîkê daynine ser masê, rabine ser û lê binihêrin, hûnê hêja bibînin, ku jin xuya dibin, an na.

Nonerên ji þîrketê difikirin, ku çi hewce dike ew her ro kursîyê datîne ser masê, radibe ser kursîyê û li jinên tazî mêze dike, lê dîsa jî wê jî dicêribînin. Gava yek ji wan radibe ser kursîyê ser masê, derdikeve holê, ku ji wir jî jin xuya nabin. Vê carê jî nonerên þîrketê dibêjin:

-Camêr, dîsa xuya nabin.

Xwedîyê malê ji kesê ser kursîyê ra dibê:

-Hinekî berbi milê çepê were, wê xuya bibin.

Berbi milê çepê tê, dîsa xuya nabin. Vê carê xwedîyê malê dibê:

-Hinekî jî ser milê çepê da were.

Gava hinekî jî berbi wî alî va tê, dibê rep, dikeve erdê. Wê demê xwedîyê malê ji wan ra dibêje:

-A, heyran, her ro ez di vî halî da me!

 

 

Derheqa jina da

 

CARA PÊÞIN E EW BERSÎVÊ NADE

_________________________________

 

Jina yekî miribû, li ser þîna wê gelek hewarî hatibûn. Mêrê wê ber giþka ber serê bermalîya xwe rûdinê û dûr-dirêj dipeyîve. Pismamekî wî tê guhê wî da dibêje, ku þerm e, di nav edetê me da tiþtê ha tune, ku mêr ser kevanîya xwe þîneke giran bike, ew jî ber ewqas meriva.

Mêrê jinikê bersîvê dide, dibêjê:

-Heyran, bihêlin ez têr bipeyîvim. Di jîyana min da eva cara yekemîn e, ku ez dipeyîvim, ew bersîvê nade.

 

 

JÊ RA BÛYE XEYSET

____________________

 

Rojekê, dema mêr di mala xwe da bi bermalîya xwe ra razayî bûne, þev nîvê þevê yek li derê wan dixe. Mêrikê xewar xwe þaþ dike, bêy ku cilê xwe li xwe bike, xwe ji qatê sisîya davêje, direve.

Paþê ser hise-hisa dikeve, ku wê rojê ew li mala xwe da raza ye.

 

 

MÊRÊ DURÛ

_____________

 

Mêrek çevder bûye, pey erzê xelqê dikeve, namûsa xwe dike bin piyê xwe. Rojekê jî diçe havîngehê, rûdinê du nama dinivîse: yek ji bermalîya xwe ra, yek jî ji yara xwe ra. Di nama bermalîyê da dinivîse: "Ew yara min yeke ji rê derketî ye, ez tenê wextê xwe pê ra derbaz dikim, lê bi rastî ji te hiz dikim". Di nama yara xwe da jî awa dinivîse: "Ez bi mecbûrî bermalîya xwe ra dijîm. Zarê min jê hene, ji ber wê jê ra, wek dibêjin, piþo-piþo dikim. Delala dilê min, ezê zûtirekê wê berdim û te bistînim". Usa dibe, ku þaþ dike, nama ji bo jinê hatîye nivîsandin, dike zerfa yarê, lê nama ji bo yarê hatîye nivîsandin, dike zerfa jinê û bi postê diþîne.

Piþtî sitendina nama, herdu jin jî dev jê berdidin.

 

 

 Derheqa cixarekiþandinê da

 

"TENÊ PIÞTÎ XWERINÊ DIKIÞÎNIM"

___________________________________

 

Merivek diçe bal doxtor, dibêjê:

-Ez dixwezim cixarekiþandinê terk bidim. Min çiqas cêribandîye, nikaribûme. Gelo tu çi rê dikarî bidî pêþiya min, da ku ez bikaribim ji vê belayê xilaz bim?

Doxtir jî dibîne, ku mêrik bi carekê ra nikare biterkîne, jê ra dibêje:

-Ya te zehmet e. Tu gerekê tenê piþtî xwerinê yekê bikiþînî. Çend roja bi gotina min bike, eger nebû, paþê were, emê rêke mayîn bibînin, belkî dewsa rojê 3-4 liba, 1-2 lib bikiþînî.

Piþtî çendekê mêrik dîsa tê bal doxtor, jê ra dibêje:

-Min wek gotina te kir, lê rojê dîsa bîst hebî dikiþînim.

Doxtir careke din jê ra dibêje:

-Filankes, ne min ji te ra got piþtî xwerinê tenê yekê bikiþîne.

Cixarekêþ lê vedigerîne, dibêje:

-Belê, ez wek gotina te dikim, tenê piþtî xwerinê dikiþînim û rojê 20 heb derdikeve.

 

 

"ÇIMA DIXWEZÎ DIRÊJ BIJÎYÎ?"

______________________________

 

Merivekî azep diçe ser doxtor û dixweze bizanibe, ku çi gerekê bike, bona dirêj bijî. Doxtor jî çend pirsa didê:

-Tu cixarê dikiþînî?

-Na!

-Vodkayê, þeravê, avcehê, ango îçkê vedixwî?

-Na!

-Bi jina ra digerî?

-Na!

-Ez fêm nakim, tu ji bo çi dixwezî dirêj bijî?

 

 

"MIN SED CARÎ TERK DAYE!"

_____________________________

 

Giþk zanin, ku cixareterkdayîn gelek zehmet e. Camêrek jî dixweze pesnê xwe bide, ku ne gelekî zehmet e, awa dibêje:

-Qe jî ne zehmet e, min di jîyana xwe da weke sed carî terikandîye!

 

 

 Li hêwirgehê û trênê da

 

"EWANA EZ VERÊ DIKIRIM"

____________________________

 

Sê heval berî ku trêna wan bê, xwerinxanekê da dixwin-vedixwin. Dema hatina trênê nêzîk dibe, ew radibin, berbi hêwirgehê (îstansîyon) dilezînin. Dudu ji wan pê ra digihînin, siwar dibin, yek pêra nagihîne û ser da jî pîrqe-pîrqa wî ye, dikene. Camêrek nêzîkî wî dibe, dibêjê:

-Heyran, hevalên te çûn, tu ji trênê mayî, hela ser da jî dikenî?

Heval bersîvê didê, dibêjê:

-Yê ku wê biçûya, ez bûm. Ew herdu hevalên min hatibûn, ez verê dikirim.

 

 

"EWÎ DEWSA MIN YEKÎ DIN HIÞYAR KIRÎYE"

____________________________________________

 

Xortek ji karkerê trênê hîvî dike, ku berbangê seheta 5-a wî hiþyar bike, ji bo ku di wextê xwe da ji trênê peya be. Karker pênc deqa berî ku sehet bibe pênc, wî hiþyar dike. Di oda wî da yekî polîs jî raza bûye. Evê te xwe þaþ dike, dewsa cilên xwe, yên polîs li xwe dike, kumê wî jî dide serê xwe û peya dibe. Hinekî bi rê va diçe, di sîya xwe da dinihêre, ku kumê polîs di serê wî da ne, paþê jî li cilên xwe dinihêre, dibîne ku cilên polîs li wî ne. Difikire, difikire, xwe bi xwe ra dibêje:

-Ev karkerê trênê þaþ kirîye: dewsa min hiþyar bikira, yê polîs hiþyar kirîye.

 

 

 "BAÞ E KU PIR DERENG NE MAME"

___________________________________

 

Merivek pê ra nagihîne di wextê xwe da xwe bighîne trênê û ji hevalekî dipirse:

-Gelo trên berî çend deqa çû?

Heval bersîvê dide, dibêje:

-Welle, eva du deqe jî tune.

Ew camêr hinekî beþerxweþ dibe û dibêje:

-Baþ e, ku pir derengî neketime!

 

 

 Derheqa dîna da

 

"EZ QENC BÛME!"

__________________

 

Yekî dîn diçe bal doxtorê xwe, dibê:

-Ez bawer dikim, ku îdî qenc bûme û dixwezim tu destûra min bidî ez herime mal.

Doxtor jê dipirse, ku çawa zane ku qenc bûye?

Yê dîn bersîvê dide, dibê:

-Min pirtûkek nivîsîye.

Gava doxtor pirtûkê hildide, rûpelê pêþin vedike, van gotina dixwîne:

-Siwar berbi mirazê xwe diçe!

Rûpelê dawî vedike, vê hevokê dixwîne:

-Siwar gihîþte mirazê xwe!

Doxtor difikire, ku fikrên wî baþ in û rûpelên hundur vedike, dixwîne. Dibîne, ku ser hemû 500 rûpelî ev gotin in:

-Tigdîn, tigdîn, tigdîn... (yanî hesp dide tirada...).

 

 

"DOXTORÊ MIN JI MIN DÎNTIR E"

__________________________________

 

Yekî dîn ji doxtorê xwe ra dibêje, ku hewce nake ew li dînxanê bimîne, ji ber ku qenc bûye û dikare bersîva her pirsekê bide. Doxtor jî dibê:

-Baþ e, ezê pirsekê bidime te.

Pirsa wî jî ev e:

-Here mala me, binhêre, ez li mal im, an na?

Yê dîn bi lez diçe, di rê da rastî dînekî mayîn tê, jê ra dibêje:

-Heyran, ev doxtorê me dîn e, dibê "Here mala me, binhêre, ez li mal im, an na?". Fêm nake, ku têlêfonê ji mala xwe re veke, bizanibe, ew li mala xwe ye, an na!

 

 

AVJENÎYA BÊ AV

_________________

 

Yekî dîn pesnê xwe ber hevalê xwe dide, dibê:

-Li nexweþxana me hewzeke mezin heye, em her ro avjenîyê (sovekarîyê) dikin. Lê doxtorê me gotîye, ku eger em bi aqil bibin, wê avê jî berdine hewzê.

 

 

 ECÊBÊN "HELBESTVANEKÎ" ME

________________________________

 

Helbestvanekî me (ez navê wî nedim çêtir e) çend pirtûk çap kirine. Lê wek gelek kurdên me dibêjin - ku ez jî ser wê bawerîyê me - di jîyana xwe da hîç helbestek ne nivîsîye. Ji helbestên "xwe" hinek dizîne, hinek bi pera ji helbestvanên mayîn kirîne, hinek jî ji arþîva helbestvanên mirî hildane. Ev çend henek û laqirdî ji karê wî peyda bûne. Em navê wî daynin Gurêx, an jî Gûrêx.

 

  -Maqûl Gûrêx, ji kerema xwe ra tu çend helbestên xwe ji min ra naxwînî?

-Ez tenê dinivîsim, nikarim bixwînim, ji ber ku xwendinê nizanim.

 

  X X X

 

 -Di helbesteke te da min gotina "buhuþt" xwend. Gelo ew tê çi maneyê?

Wî zanibû, ku ez maneya vê gotinê zanim û ew nizane û ji bo ku ji bin pirsa min derkeve, weha bersîv da:

-Ê...tu ku maneya gotina "buhuþt" nizanibî, ma ezê bi te ra çi xeber bidim?

 

                        X X X

 

-Maqûl Gûrêx, tê îro çi karî bikî?

-Welle, ez betal im, min biryar daye ezê îro ji xwe ra çend helbestan binivîsim.

 

                        X X X

 

Rojekê Gûrêx efendî telefonî helbestvanekî dike û dibêje:

-Filankes, pirtûka min hazir e, lê xwedîyê çapxanê dibêje, ku ji bo çapkirinê çend rûpel kêm in. Gelo tu dikarî çend helbestan deynî bidî min, bi soz heta mehekê ezê deynê te li te vegerînim.

 

                         X X X

 

-Berêz Gûrêx, tu van dawîya hîç tiþtekî nanivîsî?

-Çi binivîsim?! Min helbestek nivîsî, gotin te ji filan hozanî dizîye, carekê jî gotin te ji folklorê dizîye. Ma ezê îdî çi binivîsim, þeka meriva diþkênin û hewas jî namîne...

 

 

 HINEK JÎ ZARGOTIN...

________________________

 

 Qisa ba û merekê

_____________________

 

Ba ji merekê ra got:

-Jî kerema xwe ra, derî veke, ez kayê bînim ser ka te da zêde bikim.

Merekê lê vegerand:

-Heyran, tu ka min nebe, bira ya te ji te ra be!

 

 

 Rûvî û baxê tirîya

________________

 

 Carekê rûvî diçe rastî baxekî tirîya tê, dinihêre ku dorê sûr kirine. Hîç firsenda wî tunebû, ku ji çeperê derbaz be, bikeve hundur. Li dora bêx çû û hat. Nihêrî, wê quleke biçûk di sûrê da heye. Þa bû, kir ku bikevê, ji qulê derbaz be, lê ji bextê wî ra qul pir teng bû. Kir û ne kir, çare pê ne bû. Bihêle here, heyfa wî bi tirîyan dihat, temê wî dikiþand, neçe jî, hîç çare tunebû.

Rûvî metel ma, nizanibû çawa bike. Lê ew bi fend û fêl bû. Da aqilê xwe, sê roja li ber derê qulê tî-birçî ma. Ji birçîbûnê bû wek darik-derzî. Roja çara ew di qulê ra derbazî hundur bû. Usa xwar, ku ji berê zêdetir kok bû. Îcar jî xwest derkeve, lê hew dikaribû. Dîsa sê roja birçî ma, carek din jar bû û roja çara ancax jê derket. Li piþ xwe va careke mayîn bi hesret li bêx mêze kir, hizingeke kûr rahiþt û xwe bi xwe ra got:

-Ax baxo, ax baxo... Tu xweþ baxî, tirîyê te jî xweþ in, lê heyf, ku ez birçî ketime nava mov û termên te, birçî jî derketim...

 

 

Dîk û kevirê giranbuha

_____________________

 

 Carekê, gava dîk xwelî vedide, kevirekî giranbuha dibîne û dibêje:

-Ev kevirê xas bi kêrî çi tê, ku hinek kes carna li ser wî li hev nakin. Bi Xwedê, hema dewsa wî hinek qût bi dest min biketa, ji bo min bes bû.