Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

Temûrê Xelîl

 

 Ji jîyana êzdîyan

 

Li bal kurdên êzdî adeteke awa heye: berî ku bûka teze lingê xwe bavêje mala xezûrê xwe, zava ji ser banî sêva li serê wê dixe.

-Gelo çima zava sêva li serê bûkê dixe? Gunehê (sûcê) kî ye, ku ew usa dike?

-Ji ber ku êzdî li ser axeke usa dimînin, ku di dema xwe da ew war buhuþta li ser rûbarê cihanê bûye û ulm jî dibêje, ku Adem û Hewa li ser wî axî xuliqîne û di wan deman da marek helan daye Hewayê, ku sêva ji darê batinî bixwe û ewê jî bawerîya xwe bi mar anîye û bi þaþîtî ew sêv xwerîye û ji ber wê jî ew warê jîyînê îdî wek warekî buhuþtî ne hatîye hesibandin, ango, ji wê rojê da buhuþt ji wir rabûye, lema jî kurdên êzdî heta niha jî sêva li serê bûkê dixin. Ango, bi wî awayî heyfa xwe ji þaþîya Hewayê hiltînin, ku ew bûye sebebê wê, ku buhuþt li wir îdî nemaye. Bi gotineke din, ji ber ku bi bawerîya êzdîyan her bûkeke êzdîyan jî peyhatîya Hewayê ye, ji ber wê jî gerekê ji bo kirina Hewayê bûk û jinên êzdîya derba wî awayî bixun.

 

Bi hezara salan berê (û hetanî îro jî) bal kurdên êzdî cejnek hebûye, ku navê wê "Kiloça ser salê" ye. Ew cejn bi vî awayî dihate pîrozkirin: her sal di pêncþema sisîya ya meha adarê da hevîr distirên, morîkî (an jî biþkokekê) dixine navê, kade çê dikin, paþê ker dikin, para hemû neferên malê didinê û du ker jî ji bo Xudayê malê û Þivanê Zerzan dihêlin. Ew morî, an jî biþkok para kê bikeve, wê salê qismetê wî wê zêde be. Lê eger para Xudanê malê bikeve, wê salê bela û qeza wê ji wê malê dûr bin û eger para Þivanê Zerzan bikeve, wê salê debar, hasilet û rez wê pir bin. Hetanî berî çend deh salan jî kurdên êzdî nizanibûn, ku ew cejna "Newrozê" ye. Paþê, gava dengê kurd û Kurdistanê kete guhên me jî û me derheqa "Newrozê" da bihîst, me texmîn kir, ku... Kiloça serê salê ew ya sersalê ye, sersal jî sala nû ye, sala nû jî roja nû ye, roja nû jî nûroj e, nûroj jî "Newroz" e.

 

 

 

JI JÎYANA NAVDARÊN ME

__________________________

 

 Hecîyê Cindî û xwendkarên kurd

 

Xwendkarên kurd gelek caran diçûne mêvanîya profêsor Hecîyê Cindî. Wî jî sala pêþin dema her hatineke wan digot: "Berxikên min hatin". Piþtî salekê digot: "Kavirên min hatin".

Gava çend xwendkar sala sisîya diçine mala wî, ji wana Simoyê Þemo ji tirsa, ku dibe vê carê Hecîyê Cindî ji wan ra bêje "Pezê min hatin", bi xwe berî wî jê dipirse:

-Mamosta, em her sal mezin dibin û tu her cara navekî li me dikî. Lê ne tu jî bi me ra mezin dibî! Îcar tu dibî çi?

Hecîyê Cindî lê vedigerîne, dibêje:

-Çiye, tu dixwezî bêjî, ku ez jî îsal qey bûme ga?

 Erebê Þemo û sazbendî

  Nivîskarê kurda yê mezin Erebê Þemo gava guh dida sazbendîya Xelîlê Evdile û Þamilê Beko, digot:

-Gava Xelîlê Evdile li meyê dixe, mar li kêleka te ra derbaz bin, li te naxin. Lê gava Þamilê Beko li fîqê dixe, hetanî dûpiþk jî direqisin.

 Emînê Evdal û kurê wî

 Ji þeþ zarên zanyarê kurdna yê navdar Emînê Evdal, pênc Unîversîte xilas kiribûn, lê yek ji xwendinê hiz ne dikir. Rojekê jî zanyarê me bi ronakbîrekî ra derheqa wî kurê xwe da dipeyîve û dixweze temîkê jê hilde, jê dipirse:

-Filankes, ji vî kurê min tiþt derneket. Tu çi dibêjî, ez wî nekim þayîr?

 Þekroyê Xudo û civat

 Zanyarê kurd yê bi nav û deng, akadêmîk Þekroyê Xudo gelek salan bûye sêkrêtarê giþtî yê teþkîleta partîya komûnîstîyê ya Enstîtuya Rohilatzanîyê ya Ermenîstanê. Civateke teþkîletê ya pirmirov da gelek qalme-qalm çê dibe û yekî ermenî bê hemdî xwe dibêje:

-Ev çiye, we civata me kirîye bazara kurdan?!

Þekroyê Xudo jî li ber xwe nade, radibe û dibêje:

-Heyran, di nav van çend sed mirovî da yê kurd tenê ez im û dengê min jî qet derneketîye. Tê wê manê, ku ev ne bazara kurda ye, lê bazara ermenîya ye!

 Xelîlê Çaçan û ermenîkî miletçî

 Rojekê ronakbîrekî ermenî, ku miletçî bûye, xudêgiravî bi henektî qerfê xwe li gelê kurd kirîye, ji nivîskar Xelîlê Çaçan ra gotîye:

-Kurdên we piranî paþketî ne û kolanan paqij dikin.

Xelîlê Çaçan lê vegerandîye, gotîye:

-Eger berazên wek te kolanan qirêj nekin, kurdên me jî wê paqij nekin?

 Serekê komsomolan û gundî

  Nivîskar Xelîlê Çaçan dema serokê komsomolên navçeya kurdan ya Elegezê bû, bi serokê komsomolên Ermenîstanê ra diçe gundekî kurdan, li malekê dibe mêvan. Ew dixweze, ku gundî ji bo mêvanê ji paytext hatî berxekê serjê bike, lê malxwê malê naxweze. Nivîskar bi awakî dixweze bide femkirinê, û di navbera wan da ev minaqeþe çê dibe:

-Filankes, çend pezên te hene?

-Semere mîyê (sed pez) min hene.

-De ka yekê ji me ra serjê bike!

-Çend komsomolên te hene?

-Weke 300-î!

-Eger serjêkirin usa hêsa ye, de ka komsomolekî xwe ji me ra serjê bike!

 Nivîskar û aqilmendîya wî

 Carekê serokê radyoya kurdî ya Yêrêvanê Xelîlê Çaçan bona destûrê bistîne seba zêde sitiran û pîyesen kurdî di radyoyê da bide nivîsarê, diçe bal serokatîya Ermenîstanê, lê karê wî nameþe. Ew dixweze rêkê bibîne, bêje, ku kurd pir ji ermenîyan hiz dikin, da ku çarekê bibîne, ji serok ra dibêje:

-Filankes, li Sovyetistanê hîç kes ji ermenîya ra nabêje "Hûn birayên me yên mezin in", bilî kurdên Ermenîstanê.

Serokekî ermenîyan, ku van gotinan dibihê, destxweda pirs safî dike.

 Casimê Celîl û xwendevanekî kurd

 Rojekê xwendevanekî kurd helbesteke Casimê Celîl dixûne, tê da çend gotinên kurdîya paqij dibîne û þikê dibe, ku Casimê Celîl ev gotin nizane. Difikire, dibêje ku belkî ewî ew helbest ne nivîsîbe, lê yekî zane jê ra nivîsîye û ewî jî bi navê xwe çap kirîye, pirseke wa didê: ”Min di helbesteke te da gotina ”buhuþt” xwend. Gelo ew tê çi maneyê? Casimê Celîl bi xwe jî nizane ew gotin tê çi maneyê, lê ji bo bersîvekê bide, wa dibêje:

-Filankes, eger tu gotina ”buhuþt” nizanî tê çi maneyê, îdî ez bi te ra çi xeberdim?

 Etarê Þero û helbestvanî

 Helbestvan Etarê Þero çend helbestên xwe ji redaksîyona rojnama "Rya teze" ra diþîne. Serwêrê parê jî bersîva wî bi nameyê dide, dibêje, ku helbestên wî nayêne çapkirinê, ji ber ku sist in. Etarê Þero jî êge û çend burxa tîne redaksîyonê, ji serwêrê parê ra dibêje: "Min eva ji we ra wek hedya anîye!".

Gava jê tê pirsîn, ku ewê çi ji wana bikin, ew wa bersîvê dide:

-Burxe bona wê yekê ne, ku hûn helbestên sist biþidînin, lê êge jî bona wê ye, ku hûn helbestan þimþat bikin.

 Mîroyê Esed û madeyê wî

 Bizîþkan ji 4 parên madeyê (þirdan) berpirsyarê rojnama "Rya teze" Mîroyê Esed sê par derxistibûn û parek hîþtibûn. Rojekê ewî di nava hevalan da qala vê yekê dikir. Yekî jî dixwest ber dilê wî da bê, jê ra got:

-Eva gelek sal in ji 4 parên hiþê helbestvanekî me sê par derxistine, lê dîsa jî dijî û helbestên xwe jî çap dike.

 Barîyê Mehmûd û çêlekdoþ

 Gava Elîyê Ebdilrehman di redaksîyona rojanama "Rya teze" da ker dikir, carna bi mecbûrî derheqa çêlekdoþan da jî dinivîsî. Carekê jî, dewsa binivîse "ji her çêlekekê ewqas þîr dotine", nivîsî bû: "ji her çêlekdoþekê ewqas þîr hatîye dotinê".

 Mîkayêlê Reþîd û berpirsyar

 Carekê redaksîyona rojnama "Rya teze" bêy hayadarîya helbestvan Mîkayêlê Reþîd çend xetên ji helbesteke wî diguhêrîne û paþê diweþîne. Piþtî ronahîdîtinê berpirsyarê rojnamê jê ra dibêje:

-Me helbesta te çap kir, lê qusûrê menêre, me çend xetên wê guhêrandin.

Helbestvan lê vedigerîne, dibêje:

-Min helbesta xwe xwend, lê tu jî qusûrê menêre, we wisa xirab guhêrandibûn, ku eger navê min di bin helbestê da tunebûya, minê nizanibûya ku ew helbesta min e.

 Karlênê Çaçan û helbesteke wî

 Roja bûyîna Lênîn nêzîk dibû û rêdaksyona rojnama ”Rya teze” hîvî ji Karlênê Çaçan kir, ku helbestekê li ser rojbûyîna Lênînê mezin binivîse. Karlênê Çaçan jî helbestek nivîsî, ku tê da gotinên ”Lênîn, tu dilê me yî, tu ruhê me yî, tu cegera me yî” û h.w.d. hebûn. Xebatkarê rojnameyê Prîskê Mihoyî jî dît ku di vê helbestê da poêzî tune û bi vî awayî qerfê xwe li Karlênê Çaçan kir:

-Heyran, helbesta te biçûk e, ka em bi hev ra hinekî mezin bikin. Madem, ku te di helbesta xwe da perçeyên laþê merivan bi kar anîye, ka em kezeb, fatereþk, rûvîya kor, rûvîya mezin û yên din jî di ser da zêde bikin.

 Aramê Çaçan û Feqîyê Teyra

 Aramê Çaçan efrandinên Feqîyê Teyra ji zarê gel berev kirine û du pirtûk çap kirine. Ji wana pêþgotina pirtûka "Tembûr" da awa nivîsîye: "Sala bûyîna Feqîyê Teyra ne bêlî ye, lê ewî derheqa sala mirina xwe da di helbesteke xwe da bi bîr anîye".

 Ahmedê Gogê û "kurdîtîya" wî

 Serwêrê parê li radyoya kurdî ya Yêrêvanê Ahmedê Gogê, ku gerekê rind haj ji kurdan û Kurdistanê hebûya, ku bikaribûya bi mîlyonan guhdarên xwe ra bipeyîvîya, lê zanebûnên wî him di alîyê kurdewarîyê da kêm bûn, him jî di alîyê întêlektûalîyê da.

Rojekê kurdekî Dîyarbekirê tê radyoyê û Ahmed jî dixweze kurdîtîya xwe nîþan bide, jê dipirse: "Li Dîyarbekirê bi kurmancî dipeyîvin, an soranî?". Lê li miqaleke xwe da ya derheqa terzîxaneke mezin da, kurdewarîya xwe awa anîbû zimên: "Ev cilên, ku li vira têne dirûnê, kurd jî dikarin bikirin û li xwe bikin".

 Îþxanê Eslan û xayîntîya wî

 Dema sala 1981-ê ez bûme berpirsyarê beþê yê radyoya kurdî ya Yêrêvanê, ev yeka ne bi dilê wergervanê radyoyê Îþxanê Eslan bû. Û ewî ber dewletê bi resmî þikyat kiribû û gilîyê min kiribû, ku ez bi 12 komele û rêxistinên kurdî yên Awropayê ra hatime girêdan. Wan sala jî bi rastî qedex bû, ku yekî Sovyetistanê bi biyanîyan ra bikeve nava danûsitendinan, ew jî bi rêxistin û komeleyan ra.

Di xanîyê radyoya Ermenîstanê da ser vê meselê mehkeme çê bû. Gava ji min pirsîn, rast e ku ez bi 12 komele û rêxistina ra hatime girêdan, min bersîv da, got:

-Na, ne rast e, ji ber ku malûmatîyên wî yên kevin in. Niha danûsitendinên min bi 17 rêxistin û komelyên kurdî yên Awropayê ra hene!

 Tosinê Reþîd û kurdekî caþ

 Kurdekî Kurdistanê, ku li Moskow dixwend û peyayê hukumeta Îraqê bû, bi Tosinê Reþîd ra dikeve mineqeþê, jê ra dibêje:

-Hukumeta Îraqê çi xirabî ji kurdan ra kirîye, ku hûn hemî dijî wê ne? Dewletê ez þandime vira, va ye ez dixwînim û ku vegerim, belkî bibime wezîr jî!

Tosinê Reþîd lê vedigerîne, dibêje:

-Belkî tu bibî wezîr, lê tu nabî mirov!

 Simoyê Þemo û zimanê kurdî

 Bi bawerîya helbestvanê kurd Simoyê Þemo, li Ermenîstanê 4 zaravên zimanê kurdî hene. Yek zimanê gel e, yek zimanê rojnama "Rya teze" ye, yek zimanê kurdî yê lîteratûrî ye, yek jî zimanê malbeta Casimê Celîl e.

 Wezîrê Eþo û serpêhatîya wî

 Di þahîyeke kurdan da hevalekî gerekê serhatîya nivîskar Wezîrê Eþo ya "Ne da, ne sitand" bixwenda. (Gotina "ne da, ne sitand" di kurdîya folklorî da tê maneya, ku mirîye). Hevalê, ku qala vê yekê dikir, wê bigota: -Niha bibhên serpêhatîya Wezîrê Eþo - "Ne da, ne sitand",- got: "Niha bibhên serpêhatîya..." - li vira demekê sekinî û dû ra pey hev got: "Wezîrê Eþo ne da, ne sitand".

 Elîxanê Memê û miletîya wî

 Helbestvan Elîxanê Memê bi zimanê ermenî dinivîse, bi xwe kurd e û dînê wî jî êzîdîtî ye. Ji ber vê pirawahîyê jî wî carna digot "ez kurd im", carna digot "ez ermenî me", carna jî digot "ez êzîdî me". Ango, kengê û çawa jê ra dest dida, usa jî digot. Rojekê jî hevalek ji karê wî ra têlêfonê vedike û dibêje, ku dixweze bi Elîxan ra bipeyîve. Û ji ber ku li cîyê karê wî du mirovên bi navê Elîxan hebûn, yê ber têlêfonê dixweze bizanibe, ku ew kîjan Elîxanî ra dixweze bipeyîve, hevalê têlêfon kirîye, dibêjê:

-Ew Elîxanê, ku ne kurd e, ne êzîdî ye û ne jî ermenî ye!

 Çerkezê Reþ û helbestên wî

 Carekê helbestvan Çerkezê Reþ nivîseke xwe ji rêdaksîyona rojnama "Rya teze" ra þandibû, bendî ronahîdîtinê sekinî bû, lê ew ne dihate çapkirinê. Gava helbestvan ji cîgirê rêdaktor pirsî, ku ji bo çi nivîsa wî çap nabe, bersîveke wa sitand:

-Ez ji nivîsa te tiþtekî tê nagihîjim!

Çerkezê Reþ lê vegerand, gotê:

-Madem, ku tu jê tê nagihîjî, tê wê maneyê, ku nivîsa min baþ e û gerekê bê çapkirinê!

 Qaçaxê Mirad û cilên kurdî

 Li mala nivîskaran pirtûka Fêrîkê Ûsiv enene dikirin û tu kesî nikaribû di helbestên wî da qusûrekê bibîne. Helbestvan Qaçaxê Mirad, ku dixwest bi zanebûnên xwe va ji ronakbîrên mayîn bê cudakirinê, rexneke awa li helbesteke Fêrîkê Ûsiv kir:

-Heyran, Fêrîkê Ûsiv di helbesteke xwe da qala jina kurd ya bi cilên sor dike. Wek em zanin, rengê sor rengê ala Sovyetistanê ye. Nabe, ku jina kurd cilên rengê sor li xwe bike û ser wî cilê rengsor rûnê.

 Efoyê Esed û dengbêjî

 Ji we geleka dengê dengbêj Efoyê Esed bihîstîye û pê heyrî mane. Lê kêm mirov zanin, ku dibe dengê wî di radyoya kurdî ya Rewanê da nehata nivîsarê û em îro pê þa nebûne. Gava jê ra gotibûn: "Dengê te gelekî xweþ e, baþtir e dengê te bikeve radyoyê", wî çend salan ne dixwest, lê paþê ew dane bawerkirinê, ku ew þaþ difikire û dengê wî hate nivîsarê, bû xemila hunermendîya me ya sitiranê. Lê ji bo çi ne dixwest? Bahana wî jî ev bû:

- Heyran, gava ku ez baþ bistirêm, guhdar wê bêjin: "Kurê kerê çi xweþ distirê!". Ez xirab bistirêm, guhdar wê bêjin: "Kurê kerê qet baþ nastirê!".

 Eznîva Reþîd û ermenîyên nûhatî

 Eznîva Reþîd 27 salan bêjera (spîkêr, peyvkar) radiyoya kurdî ya Rewanê bû. Bi radiyoya kurdî her ro propoganda dihate kirinê, ku welatê Sovîetistanê welatê cihanê yê herî xweþ e. Ermenîyên kurdîaxêf jî guh didane radîyoya me û ji welatên cihê-cihê bi mal û malbetan va vedigerîyane welatê kal û bavan. Demek derbaz dibû, hinekan texmîn kirin ku derew li wan hatîye kirin û welatê wan qet ne xweþ e û digotin: "Sûc hemî yê Eznîva Reþîd e, me guh dida radiyoya kurdî û bawerîya xwe bi gotinên wê anî, em vegerîyan û me mala xwe xirab kir".

 Keremê Seyad û nav û paþnavê wî

 Rojekê ji rojan, du ronakbîrên kurd-xebatkarê rojnama "Rya teze" Letîfê Emer û peyvkarê (spîkêr) radyoya Rewanê Keremê Seyad dikevine qirka hev. Letîfê Emer dixweze ber civatê îzbat bike, ku Keremê Seyad merivekî gelekî xirab e, sebebekî mayîn nabîne, jê ra awa dibêje:

-Tu ewqas merîkî xirabî, ku ew yek di nasnama te da jî hatîye nivîsar. Ji ber ku di navê te da gotina "ker" heye, lê di paþnavê te da jî gotina "se" heye!

 Casimê Celîl û poêmên wî

 Carekê nivîskarek dixweze henekê xwe bi Casimê Celîl bike, jê ra wa dibêje:

-Min bihîstîye, ku tu her roj poêmekê dinivîsî. Dikarî ji kerema xwe ya te îro nivîsîye, ji min ra bixûnî?

Casimê Celîl bersîveke awa dide:

-Kîjan ji te ra bixwînim, ya min berbangê nivîsîye, an ya nîvro?

 Taharê Emer û bilûra wî

 Taharê Emer bilûrvanekî bê qisûr e. Lê pêþeyê wî yê bingehîn mamostatî bû. Li gundê Baysizê (li Ermenîstanê) dersên dîrokê û zimanê kurdî dida zarokên wî gundê kurdan. Berî çend salan ew jî xwest bibe zanyar. Gelek zane nîbû, lê dîsa jî têmake derheqa dîroka kurdan da hilda û bû doktor. Piþtî wê gazî ronakbîrên kurd kir û þahîya doktorîya xwe kir. Profêsor Þekroyê Xudo jî temadayê sifrê bû. Taharê Emer bilûra xwe derxist û usa xweþ çend miqamên kurdî lê xistin, ku Þekroyê Xudo bi nîv henek, nîv rast got:

-Heyran, pêþeyê te yê rast bilûrlêxistin e, çi karê te li zanyarîyê hebû, ku tu bûyî doktor. Ma qey dengê bilûra te ji nivîsarên te ne çêtir in!?...

Maksîmê Xemo û rûreþkirina hevalekî

 Xendevanekî kurd ku dixwest di hêla zimanê kurdî da bibûya doktor, bêy hayadarîya doktorê zimanê kurdî - Maksîmê Xemo, ew kiribû serokê xwe yê zanyarî. Piþtî çend rojan ew gerekê têza xwe ber zanyaran bixwenda, ku wan jî bîr û bawerîya xwe bigota. Ew berî rojekê tê bal Maksîmê Xemo, jê ra dibêje, ku ewî têmayek amade kirîye û jê hîvî dike, ku alîkarîya wî bike, bi lez bibe serokê wî yê zanyarîyê. Maksîmê Xemo jî dibîne, ku têma ku ewî hilbijartîye, gelekî sist e û wext jî tune, jê ra dibêje: "Here pirtûka filan kurdzanî ji filan rûpelî heta filan rûpelî ji ber bigire, sibê ji ser navê xwe ji amadekaran ra bixûne, ezê jî bêjim, ku me bi hev ra kar kirîye, ew têkst amade kirîye".

Rojtira dinê, berî xwendina wê têzê, di navbera wan da þerek çê dibe, bîhna wan li hev teng dibe. Gava xwendkarê kurd têza xwe dixûne, Maksîmê Xemo navbirîyê didê û bi dengekî bilind ji amadekaran ra dibêje: "Ev têksta ku ew dixûne, ji filan kurdzanî, ji filan rûpelî heta filan rûpelî ji ber girtîye; ango keda xelqê kirîye malê xwe".

 Elîyê Ebdilrehman û êlêktrîka havîngeha wî

 Nivîskarê kurd Elîyê Ebdilrehman, ku di þerê dijî faþîstan da berbiçav ketibû û çend medalya sitendibûn, havîngehek ji xwe ra çê kiribû û dixwest ji goma heywanan ya kêleka havîngehê êlêktrîkê bikiþîne. Lê hukumetê destûr ne dida. Û bona ku bikaribe bi ser keve, nameyek ji hukumetê ra nivîsî, ku bi van xetan va xilas dibû:

-Min çend salan di ordîya Sovyetî da dijî faþîstan þer kirîye, birîndar bûme û ji bo wê jî min çend medalya sitendine. Ew çawa dibe, ku hûn êlêktrîkê didine heywanan, lê nadine min?

Piþtî wê nameyê, rojtira dinê hukumetê bi xwe êlêktrîk kiþande havîngeha wî.

 Baylozê Çaçan û gundîkî gunehkar

 Baylozê Çaçan gava dadxwazê (prokûror, sawcî) navçeyekê bû, wextê dadkirinê ji gundîyekî kurd dipirse: "Te ji bo ew pez dizîn?". Gundî lê vedigerîne, dibê min ne dizîne, min ew ji erdê dîtine. Dadxwaz þaþ dimîne û li ser wî hêrs dikeve, ku çawa dibe merî kerî pez li erdê bibîne. Gundî lê vedigerîne, dibêjê: "Maqûl dadxwaz, tu jî carna hinek pere ji erdê dibînî!". (Bi fikra, ku tu jî carna bertîlê dixwî).

 Keremê Anqosî û guhartinên nû

 Piþtî hilweþandina Yekîtîya Sovyet Keremê Anqosî li Înstîtuta Kurdî ya Parîsê dibe mêvan û semînarekê dide. Hevalek jê dipirse, ku piþtî Gurcistan serbixwe bû, çi guhartin di nav jîyana we da çê bûn? Keremê Anqosî awa bersîvê dide:

-Berî rûxandinê me ku bixwesta ji we ra telefon vekira, em du roja li bendê disekinîn, lê niha tenê rojekê dorê disekinin.

 

 

"ZANE" Û "NEZAN"

 

 -Ez benî, çima ji çêbûna Kurdistanê serê hinek serokên kurda diêþe?

-Ji ber ku Kurdistana ew nebine serok ji wan ra ne lazim e, a dinê jî, belkî di serê wan da tiþtek heye, ku diêþe!

 • • •

 -Ez benî, li gundê me eva çendik-çend sal e, ku yekî kurd ji yekî tirk xeyîdî ye, bi hev ra napeyîvin, lê þerê hevdu jî nakin. Tu dibêjî ji ber çi ye?

-Ji ber ku yek ji wan ne kurd e.

 

 • • •

 -Ez benî, Girdegewrê Kodikvala gelek sala axatîya êla Rûtika kiribû, çend salan parlemena Tirkîyê da bû, nav û dengê wî belav bûbû. Tu dibêjî gava mir, ji bo çi ne tirk, ne jî kurd ne hatine hewarîya wî?

-Ji ber ku tirka bi çavekî "vî ji bo gelê xwe çi kiribû, ku ji bo me çi bikira" lê dinihêrî, lê kurdan jî bi çavê "ewî ji bo gelê xwe tiþtek ne kir û ser da jî dijminaya wî kir" lê dinihêrî.

 • • •

 -Ez benî, hinek kurdên berê, ku bûbûne tirk, niha dîsa li xwe hesîyane, vegerîyane û dixwezin Kurdistanê çêkin. Lê wek em dibînin, bi destî wana Kurdistan ber çevê me xirab dibe, milet koçbar dibe. Gelo tu çi dibêjî?

-Heyran, heta ku destê dijmin da ne, çêtir e xirab bibe. Ya ku milet koçbar dibe jî bêjim: ma þert e, ku Kurdistanê da kurd bijîn? Ax axa kurda ye, navê welat jî Kurdistan e. Hema li ser wê axê kî dijî, bira bijî.

 • • •

 -Ez benî, ji ber çi kurdên Kurdistanê ji kurdên Awropayê aciz in?

-Ji ber ku ji kurdîtîya xwe dertên.

-Lê awropî çima ji kurdên Awropayê aciz in?

 -Ji ber ku ew nabine awropî.

 • • •

 -Ez benî, van roja du ronakbîrên kurd, yên bi nav û deng bi mêvanî hatibûne mala me û sehetekê bi hev ra bi tirkî dipeyîvîn. Ji kerema xwe, tu dikarî bêjî, ji bo çi kurdî ne dipeyîvîn?

-Ji ber ku bi kurdî bipeyîvîyana, xeberdana wana wê dewsa sehetekê, sê seheta bikiþanda.

 • • •

 -Ez benî, rast e, ku dibêjin þêxên êzîdîyan bi eslê xwe va ne kurd in û ereb in?

-Rast e, ji ber ku gava sedsala 7-a da kurda bi zora þûr dikirine musulman, parek ji wana - êzîdî, ne çûne ser dînê Hizretî Mehemed. Wî çaxî ereba þêxên xwe þandine nav wan, ku êzîdîyên mayî jî bikine musulman. Lê dînê êzîdî ewqas bi hêz bû, ku ew ne bûne musulman, lê þêxên ereban bûne êzîdî.

 • • •

 -Ez benî, di partîyake kurdan da perçebûn çê bûye û endamên wê bûne du para. Tu dibêjî belevoka pêþin, ku her yek ji wana piþtî perçebûnê derxin, wê derheqa çi da be?

-Wê bangî milet û hemû rêxistin û partîyayên kurda bikin, ku dubendî dijminê gelê me ye, werin bal hev, bibine yek, yekîtîyê çê bikin.

 • • •

 -Ez benî, berî çendekê gotareke min derheqa pirtûkeke hevalekî da çap bû, dijminên wî ji min xeyîdîn, ku min pesnê wî daye, lê ew jî ji min xeyîdî, ku min ew rexne kirîye. Ez vê rewþê da çi dikarim bikim?

-Îdî hew gotara binivîse!

 • • •

 -Ez benî, çima piranîya kovarên sist û bêkêr di wextê xwe da çap dibin, lê piranîya kovarên baþ û hewaskar di wextê xwe da çap nabin?

-Ji ber ku ji kovarên sist ra wext û pere têrê dike û hiþ têrê nake, lê ji kovarên baþ ra hiþ têrê dike û wext û pere têrê nake!

 • • •

 -Ez benî, ji ber çi ye, ku gava bas tê ser çapkirina pirtûkan, nivîsara gotaran û karên ji bo milet yên mayîn, hema bêje hemû ronakbîrên kurd xwe pêþda didin. Lê carna hema bêje ew hemû ronakbîr dibêjin, ku filan kar ew nikarin bikin û tenê ez dikarim bikim. Qesta wan ez im. Ew ji ber çi ye?

-Ew karê, ku ew dixwezin bikin, tê da pere heye, lê ew karê, ku dixwezin bidin te, tê da pere tune!

 • • •

 -Ez benî, ji ber çi ye, ku gelek kurdên me bi zaravê soranî dipeyîvin, ez hema bêje giþk tê digihîjim, lê gava helbestvanên bi nav û deng dipeyîvin, ez ji wan tê nagihîjim?

-Ewên tu ji wana tê digihîjî, di zaravê wan da jî, yê te da jî gotinên biyanî hene, lê yên helbestvanan - kurdîya paqij e, ji ber wê jî tu tê nagihîjî!

 • • •

 -Ez benî, ji ber çi ye, ku di dema þerê birakujîyê da diha pir kurd têne kuþtinê, ne ku dema kurd bi dijmin ra þer dike?

-Ji ber ku gava kurd û dijmin bi hevdu ra þer dikin, yek ji wan tê kuþtin, lê gava du kurd bi hevdu ra þer dikin, herdu jî têne kuþtin!

 • • •

 -Ez benî, gelo ji bo çi li gundê me þîr, post, çerm, rûn, mast kêm bûne?

-Ji ber ku þivan û gavanên gund dev ji karê xwe berdane, dest bi sîyasetê kirine.

 • • •

 -Ez benî, dibêjin, ku dervayî Kurdistanê serokekî netewî peyda bûye û dixweze kurdan ji bindestîyê xilas bike. Gelo ew rast e?

-Bi Xwedê min jî bihîstîye, lê ji karê wî xuya ye, ku dibe kurda ne ji bindestîyê, lê hema ji binî va xilas bike!

 • • •

 -Ez benî, rast e, ku dibêjin hinek kurdên nuhhiþyarbûyî ketine nav we û we hiþyar dikin?

-Bi Xwedê, ji me ra gotin "hiþyar bin", em jî hiþyar bûn, îcar niha nahêlin em razên!

 • • •

 -Ez benî, gava ez bala xwe didime berhemên helbestvan û nivîskarên me, çend kes ne tê da, ez tême ser wê bawerîyê, ku ez jî dikarim wek wan binivîsim. Tu çi dibêjî, ez jî nebime nivîskar?

-Eger tê wek wan binivîsî, tê jî wek wan rûyê xwe yê sipî reþ bikî.

 • • •

 -Ez benî, berî çend rojan min ji hevalekî aqil ra tefekûrîya xwe got, ku mixabin li Kurdistanê dîsa þer e, ew qet ber xwe ne ket, hela ser da jî got, ku gelekî baþ e. Gelo qesta wî çi bû?

-Qesta wî ew bûye, ku eger þer heye, tê wê manê, ku Kurdistan hela tam xirab ne bûye!

 • • •

 -Ez benî, hevalekî romanek nivîsîye, naveroka wê gelekî baþ e, lê zimanê wê qels e, bi kurmancîke ne zelal e. Gelo ji ber çi ye?

-Belkî ewî baþ wernegerandîye!

 • • •

 -Ez benî, di civîneke nivîskaran da hate eþkerekirin ku nivîskarekî me kurteçîrokeke nivîskarê rûs wergirtîye û navê xwe li ser nivîsîye. Ma ev ne dizî ye?

-Min ji nivîskar pirsî, got, ku ne dizîye, ji xwe ra erdê dîtîye.

 • • •

 -Ez benî, hinek heval ser folklora me da tiþtên nû zêde dikin. Gelo ew rast dikin?

-Belê, rast dikin! Dem pêþda diçe, folklor jî gerekê pêþda here. Ji bo nimûnê, nava kurdên Sovyet da berê yekî bixwesta yekî mayîn bêhurmet bikira, digot "kero", lê niha, ku dixwezin diha pir bêhurmet bikin, dibêjin "kerê kolxozê". Ango, ew ji kerê malê hîn xirabtir e, ji ber ku beredayî ye.

 • • •

 -Ez benî, gelo te bihîstîye, ku berî çend rojan hinek rojnamevanên kurd bi radyoya kurdî digotin, ku rojnamevanîya kurdî tune, hela yekî jî digot, ku îsal sala çalkirina wê ye?

-Madem ku rojnamevanîya kurdî tune, tê wê manê, ku ew ne rojnamevanên kurd in...

 • • •

 -Ez benî, çend nivîskar, zanyarên biyanî yên bi nav û deng, ku bi kurdî jî nizanin, qîmetekî mezin didine berhemên hinek nivîskaran, ewên ku bi kurdî hatine nivîsandin. Gelo raya te ser vê meselê çi ye?

-Nivîskarên me dîtin, ku xwendevan berhemên wan naecibînin, destpê kirin hewara xwe li biyanîyan daxin.

 • • •

 -Ez benî, rast e, ku li Awropayê mêrên kurdan jî feraqa diþon û xwerinê çê dikin, ji ber ku dibêjin li van deran mafên mêran û jinan weke hev in?

-Belê, rast e, lê tirsa min ji wê ye, ku belkî jin ji wekehevtîyê derbazî serdestîyê bin. Bi bawerîya min, wek îro bimîne jî baþ e.

 • • •

 -Ez benî, hinek kes dibêjin, ku serokê wan dîn bûye. Lê belê, di hêleke din da jî em zanin, ku gelek mirovên zane ji zêdaya aqilê xwe dîn dibin. Gelo fikra te çi ye?

-Ewê tu qala wan dikî, ew rast e. Lê ev serokê han ne ku dîn bûye, lê ji diya xwe dîn hatîye dinyayê.

 • • •

 -Ez benî, pêþnîyara te ji wan nivîskarên kurd ra çi ye, ku ji efrandinên nivîskarên cihanê yên nav û deng didizin, werdigerînin û wek yên xwe çap dikin, paþê jî dizîya wan derdikeve ser avê?

-Bira an usa xirab wergerînin, ku neyê naskirinê, an jî bira ne ji nivîskarên gelekî bi nav û deng, lê ji yên kêm navdar bidizin.

 • • •

 -Ez benî, navên hinek kovarên kurdî hene, lê em tu cara wana nabînin. Ew jî wek kovarên mayîn ji hukumetê alîkarî distînin. Gelo çawa kesek deng ji wan ra nake?

-Ewana ji her hejmarekê du lib derdixin: yek diþînine li cîyê ku wek alîkarî pere sitendine, yek jî bal xwe xwedî dikin, bona ku wek îzbatî nîþanî kesên wek te bikin!

 • • •

 -Ez benî, ev pirsa nivîsandina bi (i), (î) û (î) bûye bela serê me kurda. Hinek bi kumik û bi nuqitk dinivîsin, hinek bê kumik û serqot dinivîsin. Gelo bal we - li Kurdistana Sûrîyê ev pirs çawa ne?

-Bi Xwedê, ev pirseke pêkenînê ye, ji ber wê jî ezê bi pêkenînan bersîvê bidim: "Di alîyê Çiyayên Kurmênc milet bê kumik dipeyîve, lê dengbêjên alîyê Cizîrê bi kumik distirên!".

 • • •

 -Ez benî, wê rojê min miqaleke te di kovarekê da xwend û hetanî niha jî bawer nakim, ku te ewqas sist nivîsandibe. Gelo ez rast difikirim?

-Belê, tu rast dibêjî! Berpirsyarê wê kovarê bi serî xwe gelek guhartin kiribû navê û xirab kiribû. Eger nav û paþnavê min di binê miqalê da tunebûya, minê nizanibûya, ku ew ya min e.

 • • •

 -Ez benî, berpirsyarê kovarekê ketîye rewþeke teng û hewara xwe li te dadixe, ku vê hejmarê da çi çap bike?

-Min bihîstîye, ku di hejmarên berê da miqalên gelek kesan xirab kirîye, paþê çap kirîye. Îcar bira vê carê wan miqala giþka berevke û careke din wek hatine nivîsandin biweþîne, ez bawer im, ku wê hejmareke baþ jê derê.

 • • •

 -Ez benî, gava behsa rojname û kovarên kurdî tê kirinê, ewên bi deha salan çap bûne û niha jî çap dibin û ewên, ku ser hev hejmarek derketine, ew jî bi rûpelekî, datînin rex hev û bi çavekî li wan dinihêrin. Gelo raya te ser vê meselê çiye?

-Ewên, ku demeke dirêj dertên û bi qîmet in - ew rojname ne, lê ewên ku hejmarek tenê derketine - ew nameyên rojê ne!

 • • •

 -Ez benî, di cîyê karê min da hemû kurd him jîr û jêhatî ne, him jî ciwan û xêrxwaz in. Lê hema bêje hemû miletên mayîn him tiral û tiþtpênebûyî ne, him jî ne bedew û çavnebar in. Îjar ez ku vê rastîyê bînime ser zara, ma qey ezê miletçî bim?

-Belê, tê wek miletçî bêyî naskirin. Lê eger tu derewan bikî, wê demê tê înternasyonalîst bêyî hesibandin!

 • • •

 -Ez benî, ji bo çi bavê me - kurdan hemûyan heye, lê bavê hemû tirkan Atatirk e.

-Ji ber ku tiþtên ku hene, ne hewce ye çê bikin. Bavên me bêlî ne!

 • • •

 -Ez benî, hevalekî serpêhatîke nivîskarekî rûs wergerandîye, lê ji esilê wê gelekî dûr ketîye. Gelo tu dibêjî çima?

-Ji ber ku esilê wê bi rûsî ye, paþê bi erebî hatîye wergerandin, yekî jî ji erebî wergerandîye swêdî, ewî hevalî jî bi tirkî fikirî ye û ji swêdî wergerandîye kurdî. Wek tu jî dibînî, bûye tirþika mirtivan.

 • • •

 -Ez benî, hemû partîyên kurdan yên Kurdistana Turkîyê dixwezin bibine yek. Îcar ji bo çi hemû li hev dikin, lê yek ji wan hertim dij derdikeve?

-Ji ber ku yek ji wan yekîtîyê usa fêm dike, ku hemû gerekê bikevine bin baskên wê, ango hemû bên bal wê. Lê yên mayîn dixwezin bikevine bin baskên hevdu, bêne bal hev.

 • • •

 -Ez benî, çi ferq di navbera "Komela nivîskarên kurd" û "Komela nivîskarên kurdan" da?

-"Komela nivîskarên kurd" tê wê manê, ku eslê te kurd be bes e. Êdî tu dikarî bi erebî, farisî, tirkî û hela di ser da jî ser van mileta binivîsî, edebîyata wan dewlemend bikî û ser navê nivîskarê kurd bêy hesibandin. Lê "Komela nivîskarên kurdan" tê wê maneyê, ku gerekê nivîsên te bi kurdî bin û ew edebîyata kurdî dewlemend bikin. Hela di ser da jî, yekî ereb, tirk an jî faris eger bi kurdî û ser kurdan binivîse, ew dikare bê hesibandinê wek nivîskarê kurdan. Wek Îbrahîm Tatlisesê kurd dengbêjê tirka ye, Aramê Tîgranê ermenî dengbêjê kurda ye.

 • • •

 -Ez benî, cînarên me - kurdan, bi çi dilî li me dinihêrin?

-Tirk dibêjin: "Li bal me kurd tunene û em ji wan hiz nakin", ereb dibêjin: "Li bal me kurd hene û em ji wan hiz nakin", fariz jî dibêjin: "Li bal me kurd jî hene, Kurdistan jî heye, lê em ji wan hiz nakin".

 • • •

 -Ez benî, tu ne nivîskarî, ji bo çi bûyî endamê Komela nivîskarên kurd û hela endamê komîteya karger jî?

-Bi rastî, min jî ne dixwest, lê ji min ra gotin, ku di nav endamên Komela nivîskarên kurd da yên wek min û hela yên ji min xirabtir gelek hene û eger ez nebim, ew jî gerekê dest ji endametîyê bikiþînin, ji ber wê jî ez ji bo xatirê wan razî bûm.

 • • •

 -Ez benî, endamên partîyake kurdan hêz û zoraya xwe di pirbûna xwe da dibînin. Gelo ew rast in?

-Eger bi pirbûna xwe va karê çêkirinê bikin, wê rind çê bikin, lê eger bi wê pirbûnê karê xirabkirinê bikin, wê rind xirab bikin.

 • • •

 -Ez benî, dema dibêjin "kurdên Tirkîyê", çi di bîra te ra derbaz dibe?

-Ez texmîn dikim, ku ew kurdên Stembolê, Enqerê, Îzmîrê, Edenê, an jî ji bajarên Turkîyê yên mayîn in. Wek ku, em bêjin "tirkên Kurdistanê", em fêm dikin, ku ew ji Dîyarbekirê, Wanê, Serhedê, Bîngolê, an jî ji bajarên Kurdistanê yên mayîn in. Ango, ji kurdên Kurdistana Turkîyê ra em nikarin bêjin "kurdên Turkîyê". Ev gotin di derbarê kurdên Ermenîstanê, Qazaxistanê, Gurcistanê, Libnanê û cîyên mayîn, ku kurd lê dijîn û ne axa wan e, derbaz dibe.

 • • •

 -Ez benî, hinek rojnamevanên kurd hene derheqa merivên baþ da xirab dinivîsin, lê derheqa merivên xirab da baþ dinivîsin û derewan jî nakin. Ew çawa dibe?

-Merivê baþ dikare ji sedî 95 baþ be, 5 xirab be. Ew rojnamevan eger wî mirovî hiz neke, tenê derheqa wan 5 selefan da dinivîse. Merivê xirab jî dikare ji sedî 95 xirab be, 5 baþ be. Ew rojnamevan eger wî mirovî hiz bike, derheqa wan 5 selefan da dinivîse.

 • • •

 -Ez benî, hinek kurdên me hene, bi roj di rêstoranan da firaqa diþon, an jî karê paqijayê dikin, êvara jî dinivîsin. Bi bawerîya te, ew firaqþo ne, an nivîskar in?

-Ewên, ku berhemên hêja dinivîsin û ji bo xwedîkirina mala xwe bi mecbûrî firaqa diþon, ew nivîskar in. Lê ewên, ku karê wan firaqþûþtin e û ji bo navekî derxin, "pirtûkan" dinivîsin, ew firaqþo ne û ji berhemên wan bîna xwerinên genî tê.

 • • •

 -Ez benî, gava tirk ji kurdan ra dibêjin "em birayê hev in", qesta wan çiye?

-Ew dixwezin bêjin, ku em herdu jî tirk in.

 • • •

 -Ez benî, tirk erdê Kurdistana Bakur erdê xwe dihesibînin. Lê ji bo çi ye, ku perçê erdê tirka þên û dewlemend e û wek welatên Awropa pêþketî ye, lê perçê erdê kurdan kavil û xopan e û wek welatên Asîya paþketî ye?

-Ji ber ku tirk jî zanin, ku rojek ji rojan ew erd wê ji dest wan derkeve û bikeve destê xwedî - kurdan. Îdî çima wê wî erdî þên û dewlemend bikin?

 • • •

-Ez benî, serokê rêxistineke kurdî ya bi jimara endamên xwe va gelekî mezin, çi biryarê digire, hemû endamên wê bi yekdengî qebûl dikin. Gelo ev demokratî ye, tirsonekî ye an xwexapandin e?

-Di rêxistinên demokratîk da eger serok þaþ be, çend aqil dij derdikevin û nahêlin biryara wî bi ser keve. Lê eger serok rast be, çend dîn dij derdikevin. Îcar xuya ye, ku di nav vê rêxistinê da, ku tu bahs dikî, ne mirovên aqil hene, ne jî yên dîn. Di van rêxistinan da tirsonekî û xwexapandin serdest in.

 • • •

 -Ez benî, ez diçime kîjan komela kurdan, li wir gazinê xwe li hemû rêxistinên kurdan yên dervayî xwe dikin, ku ewana bi kar û barên xwe va Kurdistanê xirab dikin. Tu çi çareyekê dibînî, em çi bikin?

-Propoganda bikin, bira tu komeleyek, tu rêxistinek karê kurdeyatîyê nekin. Wî çaxî bi kêmanî Kurdistan xirab nabe!

 • • •

 -Ez benî, ev gotina "serokê netewî" tê çi maneyê?

-Ew tê wê maneyê, ku ew serekê netewa kurd e. Îcar, eger tu ewî ji xwe ra serok nahesibînî, tu ne kurd î. Lê eger tu ji sedî sed kurd î, tê wê maneyê, ku ew ne serokê hemû kurdan e.

 • • •

 -Ez benî, ez piþtgirîya filan partîya kurdî dikim, endamên partîyên dinê dixeyîdin, piþtgirîya hemîyan dikim, dibêjin durû ye, piþtgirîya tu kesî nakim, dibêjin ne welatparêz e, dostanîyê bi pêþverûyên ji miletên mayîn dikim, dibêjin casûs e. Gelo ez li mala xwe rûnêm ne çêtir e?

-Îcar wê ji te ra bêjin beredayî ye.

 • • •

 -Ew kurdên ku têne Awropayê û dewa rûniþtînê dikin, rewþa wan berî sitendîna îzina rûniþtinê û piþtî wê, çawan e.

-Berî sitendina destûra mayînê li wî welatî, dewlet piranîyan ra çend cara bi resmî dibêje: "Tu nikarî li vî welatî bîmînî, gerekê herî welatê xwe, an jî welatê ku tu jê hatî". Pîþtî sitendîna destûra mayînê jî dibêjin: "Tu nikarî herî welatê xwe, gerekê li vir bimînî".

 • • •

 -Dema tu gazinê xwe ji du serokên kurdan dikî, hîç ferqê danaynî navbera wan û dibêjî ku herdu jî bi kar û barê xwe va xizmetî dijmin dikin. Lê ez zanim, ku di navbera wan da ferqek mezin heye. Gelo bi bawerîya te jî ferq heye, an na?

-Serokekî kurda bi xwe rê nîþanî dijmin dike, ku çawa dikarin dijminatîya kurdan bikin, yê dinê jî dijmin rê nîþanî wî dide, ku çawa dijminatîya kurdan bike.

 • • •

 -Hinek nivîskarên kurd nexwendî ne. Dema ji wan ra dibêjî "nexwendî", dibêjin: "Meriv dikare nexwendî be, lê aqil be. Lê merivên aqil jî dikarin nexwendî bin". Gelo tu ji van kesan ra çi bersîv dibînî?

-Merivê nexwendî dikare xwedî tiþtekî be: dikare aqil be, lê her nexwendî ye. Lê yê xwendî dikare xwedî du tiþtan be: xwendî ye û dikare aqil be jî.

 • • •

 -Van dawîya hate belûkirin, ku kurdekî meyî aqil û welatparêz bi dewleta tirkan va hatîye girêdan. Ev yek hîç nakeve serê min. Gelo ew çawa dibe?

-Dewletek ku dikeve nava miletekî, yên aqil hildibijêre, ji bo ku înformasyonên giranbuha jê bistîne û yê welatparêz hildibijêre, ku þika tu kesî li ser tunebe û her kes wek te bêje ”Ev yek hîç nakeve serê min”.

 • • •

 -Hinek komele û rêxistinên kurdan hene ji dewletê peran distînin, pareke wan peran ji bo milet bi kar tînin, parek jî dixun. Lê hinekên dinê jî ji dewletê peran distînin û wan peran naxun (lê maeþ didine hinek karmendên xwe), lê ji bo milet kar jî nakin. Gelo ji vana kîjan baþ in?

-Herdu jî gerekê herine ber mehkemê. Yên pêþin gerekê herine ber mehkema dewletê, ji ber ku perên dewletê xwerine; lê yên dinê gerekê herine ber mehkema milet, ji ber ku bona milet kar nekirine. Îcar milet – miletê me ye, lê dewlet – ne dewleta me ye. Eger em li milet bifikirin, ew kesên ku ji bo milet kar dikin û li dû xwe kar dihêlin, ew gelek ji yên din baþtir in.

 • • •

 -Gelo ji kurdan kê pirtir bi tirkî diaxivin; ewên ku bi kurdî baþ nizanin?

-Na, ewên ku bi tirkî baþ nizanin!

 • • •

 -Ez benî, du dikarî ji kerema xwe ra dîdema jîyana merivan gorî salên wan bînî ber çevan?

-Eger meriv bîst salî ye - ew berx e, mîna berxa cahil û þîrin e, heger sî salî ye - ew gur e, îda dikare bê minet malê xweyke, heger çil salî ye - îda þêr e, qet mineta wî ji kesî tune, heger pêncî salî ye - ew lokê devan e, îda dilikume, heger þêst salî ye - ewê îda rûvîtîyan bike, heger heftê salî ye - ew îda bûye postekî vala, îda tu tiþt pê nabe.

 • • •

 -Ez benî, ez musulman im û tu êzdî yî. Ferqwa di navbera me da çi ye?

-Ferq ew e, ku tu, Seddam Huseyn, Xumeynî û Atatirk ji malekê ne û dînê te berê  dînê ereban bûye û paþê bûye dînê beþeke kurdan jî. Lê ez, Erebê Þemo, Dewrêþê Evdî û Hecîyê Cindî ji maleke din in û dînê min berê jî, niha jî dînê kurdan e.

 • • •

 -Ez benî, îro wisa bûye, ku welatên cihanê li Îraqê sê komên (grûp) miletan nas dikin: sunî, þiyî û kurd. Îcar sunî û þiyî navên dînî ne, lê kurd jî navê milet e. Wisa dertê ku kurd ne sunî ne, ne jî þiyî ne. Gelo nabe, ku kurd jî wek wan bi navê dînê xwe yê rasteqîn, ango êzdîtîyê bêne naskirin?

-Dibe. “Sunî” û “þiyî” navên dînî yên ereban e û eger em navê dînî yê kurdan jî daynin li ser kurdan ew dînê êzdîtî ye. Ango, ji vir û þûnda welatên cihanê dikarin wan hersê koman awa bi nav bikin: sunî, þiyî û êzdî.

 

 Nîv henek, nîv rastî

 

-Ez benî, îro wisa bûye, ku welatên cihanê li Îraqê sê komên (grûp) miletan nas dikin: sunî, þiyî û Kurd. Îcar sunî û þiyî navên dînî ne, lê Kurd jî navê milet e. Wisa dertê ku Kurd ne sunî ne, ne jî þiyî ne. Gelo nabe, ku Kurd jî wek wan bi navê dînê xwe yê rasteqîn, ango êzdîtîyê bêne naskirin?

-Dibe. “sunî” û “þiyî” navên dînî yên Ereban e û eger em navê dînî yê Kurdan jî daynin ser Kurdan ew dînê êzdîtî ye. Ango, ji vir û þûnda welatên cihanê dikarin wan hersê koman awa bi nav bikin: sunî, þiyî û êzdî.