Çima Tevgera Kurdên Demokrat-1

 

Ahmet Acar

 

Çi tevger, çi partî, çi gruûp, çi komel bin ji pêdîvîyan çêdibin û tên damezrandin.Ew çi partî bin, çi tevger bin, li ser pêdivîyen bi pêþnûma, rêbaz û bername çêdibin.

 

Lê belê me go dema ku partî û tevger ji pêdivîyan tên damezrandin, gerek pêþnûma, rêbaz û bernameyên van partî û tevgerana bi dudilî (teredüt) û ji bona berjewendîyên milletê Kurd ne  bi rawestanek ne zelalî uû  bi nefêmbarî werin damezrandin.Dema ku ew partî, tevger, li ser dudilî, nezelalî û nefêhmbarîyê hat damezrandin, dikevin nihêrînek bê bingehîn.

 

Mixabin di vê pêvajoye ku em di naw dene, dîyar bûye ku consepta (îmralî APO-PKK) li pêþberî têkoþîna doza walatparêzîya netewê Kurd alîgirîya lîstik û planên dewleta Tirk ya rûxandinê, dikin. Partîyên din yên  legal KADEP-HAKPAR û hinek ji wan grûb û tevgerên ku li bakurê Kurdistanê hene, di pêþnûma, rêbaz û bernameyên xwe de di kevin nava dudilî û nefêhmbarîyê. Ji pêdivîyên milletê Kurd dûr dikevin. Ji hilbijêrka walatparêzî û netewparêzîyê de li pêþberî dagîrkerîya dewleta Tirk ya mêtînger bêtav û bê bandorlêkirin dimînin.

 

Di vê pêvajoye sedsalî de ku guherandinên di navnetewîya dinyayê de ber bi destkeftina millet û dewletbûnê ve diçin, li Tirkî û li bakurê Kurdistanê 28-30 milyon Kurd, bi lîstik û pêþnûma sîyaseta dewleta Tirk ya bêrêzik û bilbilê dewlet Tirk ya dagîrker û mêtînger û pasawanê wê APO-PKK  û îradeye wan DTP, Kurdên li bajarên Tirkî, li bakurê Kurdistanê ruxandinên dijwar li ser serê milletê Kurd û doza wî ya bi rûmet pêk anîne. Rûxandinên xwe berdewam dikin.Wekî heþtpêkî xwe lê pêçane.

 

       AZMÛN, ÇAVDÊRÎ, NAKOKÎ, VEGUHERÎN, CÝVAKÎ, CÝVAKNASÎ, DERÛNÎ

 

Partîyên Kurdên bakur ê  legal ku li Tirkî tên damezrandin çima di nava dudilîyê de ne, çima di nava nezelalbûnê de ne?

 

1-Ew destûra partîyên xwe ji yasa û qanûna ku li ser red û mandelekirina Kurdan hatin avakirin distînin.Ev dibe sedema ku bi bernameyek ne zelal partîyên xwe didin damezrandin..Dikevin naba dudilîyê, tirsa wan ewe ku partîya wan ji alî serdozgerê Tirkî ve doz lê bê vekirin û ji alî zagona bingehîn ve bê qedexekirin

 

2-Ew sedem û sedembûn gelek giring e; ku ew dudilî û nezelalbûna di siyaseta xwe de, di bernameyên xwe de,  çi dixwazin ne dîyare. Ew bêserûberbûn û nefêhmdarî,di be sedemek ku têkoþîna doza mafê netewparêzî û welatparêzîya Kurdan wek millet û xwedî erdnîgarî (coðrafya) ya dîrokî bin pê bibe.

 

3-Ew partî ji gef û tehdîdkarîya ku ji alî serdozgerê Tirkî ve tê kirin, ji wan xwestekê xwe yên ku di bernameyên xwe de ne zelal dîyarkirine jî berbijêr ve tên destkêþkirin.

 

4-Ya din jî ev e; jihevdûrketine wan partî, grûb, þexsîyetên sîyasetmedar û rewþenbîrên Kurdên bakur, nelihevkirin, dabeþînbûna xwe û ceribandinên xwe yên raborî nekirin rojeva xweya jêpirsînê.Xwe ji romana pêdandî û bîrdozîyên xwe yên raborî xelas nekirine. Xweparêzî û xweperestîya hinek kesayetên di nava partî û di serokatîya wan partîyan de dibin sedemek gelek giring ji nehatina ba hevdû û ne li hevkirina yekîtî û hevalbendîya partî, grûb, tevgera mafparêzîya doza Kurdên bakurê Kurdistanê.

 

5-Bi gelemperî dijberîya sîyaseta Kurd li Tirkî bi wan pêþnûma, bername, dirûþme û rêbazên ne zelal, hatî xitimandin.Wê desthilatdarîya dewleta Tirk ya li ser red û mandelekirina milletê Kurd û erdnîgarîya Kurdistanê xurttir kirîye û xurttir dike.Meydana manavra lîstik û planên dewleta Tirk ya bê rêzik berfireh dike.

 

6-Dewleta Tirk bi sazîyê xwe yên fermî û bi alîgirîya partîyên þovenîst û pasavanê sazûmana îdeolojîya Kemalîzmê, li hundirê Tirkî û li navnetewîya dewletên dinyayê, di warê dîplomasî û lobîya xwe de bi teherîna bê rêzik, dixwaze bi sed hezaran tevkûjîya Kurda, bi milyonan Kurdên ku bi zilm u zorê ji erdingerîye wan dan koçberkirin, bi sed hezaran malbat ji hevdû belavkirin, bi hezaran gundên Kurdan wêran û xirab kirin, bi milyonan Kurdên ku koçberkirin metropolên Tirkî, di nava jiyanek bê hêvî de û zarôkên van ber bi asîmîlekirinê diçin, dixwazin meþrû bikin.

 

7-Bi vê sîyaset û bernameyên dudilî û ne zelalî, partîyên legal ku navê wan bi Tirkî ne û li bakurê Kurdistanê bi destûra qanûn û yasayên dewleta Tirk hatine danîn, wê çiqasî li ser desthilat û kargirîya militarîst û þovenîsta dagirkerîye dewleta Tirk bibin tehdîdkar?.Wê çikasî di vê sedsalîya guherandinên ku li nawnetewîya dinyayê de çê dibin wek milletek xwedî dîrok û erdingarîyek dewlemend werin îdraq kirin û piþtgirî bêt kirin?

 

8-Bîlakîs, di vê pêvajoya zêrîn ku guherandin ketin navnetewîya dinyayê de, hinek partîyên Kurdên bakur (aþ çû ketin dû çeqçekonkê de) dibên ji Tirkî re demokrasî, ji Kurda re mafê kesane, tv, hevotin û hînkirina zimanê Kurdî û demokratîzebûna Tirkî.

 

Hinek ji wan dibên sazûmana federal li Tirkî (yanî çi) çi federalî?

 

 

 Piþt vê xwesteka xwe ya ne zelal gelek balkêþe ku di bernameyên xwe de ji sînorên ku bi peymana Lozanê ji derveyî riza Kurda hatin çêkirin  (mîsakî mîllî) re rêzgirtina xwe bi zelalî dîyar dikin…

 

Dema ku partîyên wan ji alî serdozger be doza asêkirinê tê vekirin, di zagona Tirkî ya bingehîn de di parastina ji bona neasêkirina partîyên xwe de, bi wan xwestekên xwe weke xwe di nava mahçûbîyetekê jî dibînin.

 

Ew veguherînên wiha dudilî û nezelalbûne wan tu bawerî nade netewê Kurd. Ew partî berfireh nebûn û di vegirek teng de man. Ji alî netewê Kurdên bakur û dewletên navnetewîyê dinyayê de bê piþtgirt man û ber bi îdrakkirinê ve neçûn. Bi ne zelal û du dilîya xabata xwe ya siyasî bûn sedemê têkilkirina civakî, civaknasî û derûnîya millletê Kurd û ew xistine bin bandora kirinek nebinavkirî.

 

9-Pêvajoyê ev da nîþandan ku mafê milletê Kurd û erdnîgarîya wî bi sîyasetek ne zelalî û dudilî nayê parastin û pirsgirêk bi wê sîyaseta bê bingehîn nayê çareserkirin.Di navnetewîya dinya ku bi lez têt guherandin de nayê fêhmkirin.

 

10- Em hêvîdarin wan kêmasî, xeletî û þaþîyên xwe bi gelemperî di bin çawan re derbas bikin. Ji pêdandî û romana pêdandî xwe xelas bikin.Xabata xwe ya sîyasî ji ofîsên Enqerê der bixin. Em xwe ji wê sîyaseta nefêmbarî, dudîlî û bêserûberî xelas bikin.Em sazîyên xwe yên dîplomasî û lobîyên xwe yên navnetewîya dinyayê bi sazûmanî çareser bikin û bi kar bînin.

 

11-Em merc ê ku di Koma Milletan de dîyar kirine, her millet dikare qedera xwe tayîn bike û li navnetewîya dinyayê ji bona mafê çarenûsî peyman hene (ji ber ku em Kurd milletek in) wê ji xwe re esas bibînin.

 

Wek nimûne

 

12-Di nava wan 20-25 salî de. di guherandinên di dinyayê de çêbûne gelek milletên ku bi qaysî qeze û bajarên Kurdistanê hene, bûne dewlet û li ser erdingarîya xwe bûne desthilatdar.

 

13-Em baþ bizanibin ku dewleta Tirkî êdî bi rejîmek otorîter, totalîter, dagîrker, mêtînger û þovenîstî li ser red û mandelakirina Kurdan di nava guherandinên navnetewîya dinyayê de xwe li pîya nikare bihêle.

 

14-Wekî pêvajoyê da niþandan, Kurd ne di rîyeke go li ser erdnîgarîya xwe desthilatdar bin ji ber ku li bakurê Kurdistanê di vê xabata ne zelal, nefêhmdarî û bê serûberbûnê de ji siyaseta red û mandelekirina mêtîngerîya dewleta Tirk re bêhtir dikeve rewþek vekirî. Tiþtê herî tehl eve ku ev xebat û têkoþîn li dijî Kurda bi bedena xortê Kurdan. parên Kurda û nifþê Kurda tê pêkanîn.Kurd bi van hêjayîyên xwe yên dîrokî, bi van rûmetên xwe yên giranbuha divê rêça avakirina dewletek desthilatdar ji xwe re di nava navnetewîya dinyayê de vekin.Ev armanc divê bi destê sazîyên pêþengê netewî bê pêkanîn. Mixabin Kurd jana bêparîya sazîyên pêþengê netewî dijîn.Divê Kurd ji nava netewê  xwe sazîyên pêþeng çêbikin.

 

Ji ber vê lênêzbûn û pêdivîyê;

 

 

TEVGERA  KURDÊN  DEMOKRAT bi rêçek meþrû, bi xebatek hiþparêz li ser ceribandin û jêpirsînên dembûrî, mafparêzîya doza milletê Kurd û erdnîgarîye wî bi rêyek dûr û dirêj, bi karekî zor û zehmet dest bi xabate xwe dike.

 

 

 

Bi helwestek Kurd û Kurdistanî

 

Ji bo doza Kurd û Kurdistan

Ji bo berpirsyarîya parastina þehîdên qiyama Kurdistanê û dîrokê

Ji bo cîhgirtina di nav navnetewîya dinyayê de

Ji bo dawîya hamû jana

Ji b0 xerabkirina lîstik û planên dewleta Tirk ya dagirker û mêtînger

Ji bo mafê Kurda yê çarenûsî

Ji bo yekîtî û hevalbendîyê

 

 23/09/2008

 

            BERDEVKÊ

 TEVGERA KURDÊN DEMOKRAT

 

            AHMET  ACAR

 

BAKURÊ   KURDÝSTANÊ