Malperek bê sansûr e, heçê têkeve Lotikxanê
mala wî çû mîratê! |
|
Narkotîk
û zinêkariya li
Ewrûpayê ji Tirka tê pirsî
Yekîtiya Ewrûpayê rapora
xweya li ser narkotîk û jinfiroşiya li Ewrûpayê weşand. Di raporê de dixuye ku narkotîk, kerxanecîtî,
zinêkarî û her awayên nerêtiyê bi destê Tirka tê kirin
û piyasa Ewrûpayê ketiye destê wan.
Ji eroîn bigrin heta bi kokaîn,
esrar, amfetamîn, afyon, Ekstazî û hema bêjin hemi cûreyên narkotîkê bi destê
Tirka tê firotin û dikevin piyasa Ewrûpayê. Di raporê de tê eşkerekirin ku
piraniya eroîna ku dikeve Ewrûpayê di ser Tirkiyê re dikeve welatên YE û ev
tehlûkeyek mezin e. Hinek pisporên narkotîn û siyasetmedarên Ewrûpayê dibêjin
“hîna Tirk neketine Yekîtiya Ewrûpayê vaqas ecêban tînin serê civata me, gelo
ku têkevin YEê wê çi bê serê me û zarokên me?” Li ser şik û gazindên
rayedarên Ewrûpî, rayedarên dewleta Tirk jî balê dikşînin û dibêjin “ de
bixwin, hûn me naxin YE newlo! Yan endametiya YE ê û yan jî emê YE bi jehra
narkotîka xwe wek fermana Yahûdiyan bînin serê we, de hûn zanin!” Wekî din di
raporê de dixuye ku ne tenê narkotîk, lê jinfirotin, kerxanecîtî, dîscotekî û
hemi zinêkariyên ku li YE ê tên kirin jî dîsa bi destê Tirka tên meşandin. Niha rayedarên
YE difikirin û dibêjin “me çima ev Tirk li serê xwe kirin bele loo! Em wan
nekin endam wê YE bibe meydana firotina narkotîkê û bazirganiya jinfirotinê. Em
wan bikin endam, em ditirsin îcar em bixwe jî bi vê nexweşiyê bikevin, em mane
halekî heyirî, em ditirsin em herin heyfa bavê lê qûna dê jî li ser kin!”