Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.coinfo@lotikxane.com

 

Xançepekî Mihê

zeyniki@gmail.com

 

   GELO  259  MAÇ  WENDAKIRIN  BAÞE, YAN DI 30 SALÎ DE TIÞTEK NE BI DESTXISTIN BAÞE.

 

Çend sal berê , dema ku rojnamevanekî ji antrenorê bi nav û deng  Sven. G. Eriksson  dipirsî:Tu çawa karî zarokên milyoner idare biki.?  Wî wisa bersiv dida:

 

``Gelek ji van xortana nikarîbûne xwendina xwe ya lise jî biqedînin, lê belê niha milyonerin û ji alî gelekan ve tên nasîn. Di paþ her golî da xwe þirîkê xwedê bixwe dihesibînin. Bi rastî jî wek antrenor îdarekirina wan gelek zore``

``Lê di fotbola xwe da profesîonalîstin.``

 

Vêca wan rojana gava min di kovarekê da  xwend  ku universitêk li Kalîfornîyayê ku heta niha di warê curbe cur da 32 nobel bidestxistîye, di sporê de dile meriv bi wan diþewite.

Taximê basketbolê ya vê unîversîtê di 22 salan de, di basketbolê da di yek maçekê da jî bi ser neketîye.Yanî 259 maçin ku zora tu kesî nebirine.

Gelo çima  nikarîbûne zora kesî bibin? Ma telebên unîversitekê weha serfiraz  dibe ku korefêhmin? Yan nikarin xwe bixin bin disiplîna antramanan?

Antrenorê unîversîtê dibê:

``Bi rastî lîstikvanên min ne xirabin lê yên din ji me çêtirin.

Ji ber ku reqabeta akademîk bilinde, sewiya reqabeta sporê kêm e.

Lîstikvanên min xwe di sporê de pir nawestînin``

Ü bi serve dike: ”Eger em rojek di sporê da bipêþkevin tê vl manê ku emê di fizîk û matematîkê da bipaþkevin.``

Vêca di  bawerîya min da:

Wexta meriv di matematîk û fizîkê da serkeftî be, naye vê manê ku meriv wê di sporê da jî  pir baþ be.

 

Her tiþt tercîh e. Meriv tercîha xwe dike û li gor wê kar û barê xwe dike.

Yanî ,eger merivek tercîha xwe li ser zanistîyê kiribe, wê di wî beþî da bipêþkeve. Eger terciha xwe li ser tamîra ereban kiribe wê bibe tamîrkerekî baþ.

 

Dîsa li gor socialpsîkolojîyê, ji bona meriv  di karekî de bibe profesional û serkeftî be gereke meriv 10 hezar seatan antraman bike.

 

Baþe, siyasetvanên me yên bakurê Kurdistanê, bi taybet evên ku 30 salin dev ji serokatîyê yan jî dev ji serokatîya partîyên xwe bernadin û bûne wek qijnîyekî di canê rexistina xwe da,  gelo bûne siyasetvanên profesyonel?

 

Evan ``sîyasetvanan ``30 salin eynî antremanê dikin .  30 X 365 =10950  roj X 8 saat dike  87.600 hezar seat. Bavo em bejin 80 hezar seat!

Yani 8 qat ji yekî normal biaqil zêdetir antremana sîyasetê kirine û dîsa jî nebûne profesîonel.  Ma mimkune ku ewqas korefêhm bin.?

Na na .  Bi pîr û pexemberan, ne sosyolag û ne psîkolog û ne jî antrenorê herî bi nav û deng   nizanin çi dibêjin.

 Meriv gerek heqê siyasetvanên me nexwe. Di warê ku yeki girtî û  esîr emir bide wan û ew jî bi cîh bînin,di warê ku pêþîya çakêtên xwe bigrin, bêjin ``ez benî ``û ranta aborî û sîyasî  ji Kurdistana baþûr bistînin, bûne super profesîonal!

Aborînas û matematîkerên ku di warê aborîyê da nîþana Nobel jî stendine nikarin wek wan hesabê kongran û netîcên wê yên aborî bikin..

Bila yên îstîsna xwe aciz nekin, ji ber ku îstîsna qaîdan xirab nakin.

Gotinên me ji bo rafiziya ye, mumîn ji xwe bê deng in.

 16/05/07

 

))))))))))))))))))))

Nivîsên berê

))))))))))))))))

 

Pîrejin û xortê kamil

 

Dê û bav ji tecrubûn xwe pê zanin ku ji bo xortên / keçên nûgîhayî “govend xweþe, lê bixwe gerek ne di govendê da bin”.

Gava min xwest ku emê serîkî li bajarê Wanê xin, minaqaþek bê mane di navbera min û    xortên me yê nûkemilî da dest pê kir.

Lê me karîbû dawîya dawî wî li paþîya erebê bidin rûniþtandin. .

Ew bi xwe li nav erebê bû, le ji mp3 a xwe, bi rocka Rojhan Beken ku kare bi hêsanî perdeya guhe hêstirekê biqetîne, ketibû nav xeyalên xortanîyê.

 

Gava cenderma li nêzî gundekî em sekinandin, eleqa wî ji bo derdora wî ra þîyar bû.

Di navbera pîrejinek û xortekî da qewmandinek çêbûbû. Cendirme dixwestin kesekî ku  ne ji gund be tercumanîya  pîreka extîyar bike.

Em çûn qereqola gund .

Li koþekê du merivên bi krawat û pîrekek qirmiçandî, hur û extiyar rûniþtibû .

Li serê pîrejinê mendîlek spî, li dora wê destmalek qehweyî hatibû girêdan. Fîstanekî  reþ bi gulên bicçûk yên zer li ser bû. Te digo qey emrê wê li qereqolan derbas bûye. Çi li derûdora wê diqelibîya qet ne xema wê bû. 

Di her kêlîyekê de bi kefçî çaya xwe bi dengekî bilind qedeha çaya xwe lihev dixist û carna þekirekî nû davêt çaya xwe. Çaya xwe weha fir dikir ku denge fira wê bala meriv dikþand . Her kes vedigerin û lê mêze dikir lê wê dîsa çaya xwe bi fire mezin vedixwar.

Kurê min yê 14  salî bi ecêbmayî li nexembûna pîrejinê û qir qelebalixa nav qereqolê mêze dikir.

 

 Yek ji wan, ewê ku bi krawat bû, dozgerê qezê bû.

 Pirsî:

Pîrê tu çend salîyî?

Pîrejin: 75 yan jî 76 im .

Dozger: Pîrê ka bi gotinên xwe ji bo me bêje, ev tiþt çawa qewimî?

Pîrejin. Ez wek niha li hewþa xanîyê xwe ku berê wî bi nava rez û bostanê min mêze dike, rûniþtibûn. Yekî xwe ji ser dîwar da avêt û ket nava rezê min.

Dozger: Ma te wî nasdikir?

Pîrejin:Na min wî nasnedikir

Sawcî:Te çima dengê xwe nekir?

Pîrejin: Tirîyê rezê min îsal pir bû û min go de ka bila hinek ji xwe re bibe.

Dozger: Peyda çi bû?

Pîrejin:Roja din sepetek di destê wî da û ji derîvê malê ve hat, li min mêze kir, qet silav jî neda û rasterast çû nav bostan ji xwe re firingî kom kir .

Dozger: Te dîsa dengê xwe nekir?

Pirejin: Na, mingo qey zarûkên wî hene û bila ji xwe ra hinek balcan û bîber bibe.

Dozger:Û roja paþîn çibû?

Pîrejin: Roja paþîn ez li ber sîya dîwarê xwe rûnistibûm. Dîsa ji derî hat û raste rast hat cem min. Li cem min hinek sekinî û pirsî: ka pere û zêrê te li kurin?

Dozger: Te çi bersiva wî da?

Pîrejin:Min qet bersiva wi neda. Gava ez rabûm ser xwe, wî dîsa ji min pirsî:”Bi kuve diçî?”

Mingo ku ezê herim zêr û perê min yê ku hene ezê ji bona wî bînim. Ez rabûm çûm hundir min tifînga barût/saçme ya rahmetiyê mêrê xwe anî û bi serda vala kir..

 Kurê min xwe negirt û qîrîya: „Waûw! Pîre tu çi mêr î“.

Pîrejin bi gotina ye 14  Salî  bi dengekî bilind kenî.

Dozger: De ka pîrê bivin mala wê .

Ü yê birîndar gava ji nexweþxanê derket ji bo eqilê wî bê serê wî,  çend meha bavên hepsê.

 

Kurê min kabloya mp3 a Rojen Beken ji guhê xwe avetibû, çûbû cem pîrejinê rûnistibû û bi pêhlewanê xwe ra  ketibû sohbetek kûr.

28/04/07

 

CEBARÊ  QURE

 

Li odekê hênik firavîna xwe xwaribûn, xwe bi paþda kiþandibûn û li ser mîndera dirêj ketibûn.

Westanbûnekê  xwe  bi serda berdabû.  Lê axx ev  mêþ .! Ji mêþan nebaya wê karîba piþtî nîvro xewek  bi dilê xwe bikira.   Di nav razan û nerazanê de bi xilmaþî diçû û dihat.

Mêþan nedihiþt ku bi kûrayî bikeve nav derya xewn û xeyalên xwe.

Dengekî tûj wî veciniqand.

-Apê Cebar, Apê Cebar, Apê Cebaaar.!

Rabû ser xwe û di berxwe da:

-Hah, dîsa hinekan lihev da .

Derî vekir, hilmekê germ ya piþtî nîvroî li rûyê wî  da .

-Çîye kuro.?  Çi qelebalixa teye ?

-Bavê min dibe fotokêþ hatiye gund bila bê em  fotograf  bikþînin.

Qasekî sekinî.Çavên xwe firkand . Aqilê wî hat serê wî.

Li kurikê biçûk mêze kir û bi hêrs:

-Here bêje wa ye ez têm . Lîçika xwe paqijke kuro! .

Kurikê biçûk bi paþ deste xwe yê rastê pozê xwe paqij kir .

Cebar li þalwarê xwe mêze kir. Ser çokên wî ji kevniyê hinek spî bûbû. Þalwar ji xwe kir û berepaþkî dîsa li xwe kir û bankir pîreka xwe:

-Keçê kirasê min yê nû bîne.!

Çend gundî û pismamê wî Hecî  Hesen li ber sîya dîwarê mizgefte bûn.

Hinek li ser kursîyan û hinekên din jî bi dorê piþta xwe dabûn dîwarê mizgeftê û bi qelevîskî rûniþtibûn . 

Di destê gelekan da  “eyna cêbê” (mirêka bêrîkê) evên gilover ku paþîya wan ji zer hebû .

Hinekan porê xwe þeh dikir û hinekan jî simbêlê xwe rast dikirin.

Cebar, carna him serê sibê,  him êvarî rûyê xwe kur dikir da ku simbêlê wî gur bibin

Wexta simbêl berdida, simbêlê wî firk bû û kêfa wî jêr nedihat.

Ji porê serî re qet nebêjin. Jibo wî jî çûbû þevqek heþt koþe ji bajêr stendibû da ku firka porê serê xwe veþêre.

Na  na, ne keçel bû lê por kêm bû 

Heyirî mabu bê ka çi bikira. Ji nîþka ve birûskê di nav mejîye wî da lê da

Bakir kurikê biçûk:

-Kuro zû bazde malê radyo û seeta min bîne û lîçika xwe pakijke bênamûs!.

 Gava kurik vegerî, bi tirs radyoya transîstor û seeta wî dirêjî wî kir.

Fotokêþ ji Cebar ra got bê ka ewê li kur rûnê.

Kurike biçûk bi kêf ji Cebar dûr ket.  Evê carê Apê Cebar jêr negotibû “lîçika xwe pakijke”

 

Cebar  destê xwe yê çepê ku seet teda bû, bi awakî ku seet xwiya bike da ser dilê xwe.

Radyo jî bi destê rastê anî hîza sînga xwe û serê xwe wek hespekî kihêl bilind kir.

Fotograf  cara pêþîn bû rismê merivekî bi vî awayî dikþand.Li seet û radyoya wî û li quretiya wî þaþ mabû .

Hinek biþirî û  serê xwe kir nav torbek kitana reþ ku bi makîna fotografê ve bû.

Deste xwe yê rastê bilind kir:

-Li destê min binere û xwe tevnede.

Wexta gundiyên din ji fotografên xwe dikþandin, Cebar li ser kursîyekî din rûniþtibû.

Li pismamê xwe Hecî Hesen nerî

 Hecî Hesen bixwe merivekî mizawir bû . Herkesî pê zanibû  ku çikûs û gotinên wî di paþilê de hazire. Ewî ji pê zanîbû ku Cebar bi radyoya xwe pir qureye.

Hecî, tu bi xwedê kî çima tu ji xwe re radyokê nastînî.?

-Ma ezê çima bistînim, waye radyoya cîranê min Rizgo heye bese. Rîzgo her þev, tam di çaxê xwe de, seet di heþt û nivan da, wexta kilamên Kurmancî radyoyê vedike û dengê Kavîs Axa  bi ser hemi taxê ve berdide. 

Wexta kilamên Kurdî jî diqedin radyoyê digre. Ji xwe ne ew û ne ez em bi Tirkî nizanin.

Cebar ji bersivê ne memnûn bû. Lê wê çi bigota.  Bi çavên vala li Hecî Hesen nerî.

Li xwe, li radyoya xwe ya transîstor û seeta xwe heyirî mabû.

Carek din bankir kurik. Rûye xwe qirmiçand:

-Kuro ka vana bibe malê û lîçika xwe pakijke.

Kurik bi fedyokî dîsa paþîya deste xwe yê rastê bi pozê xwe xerxitand, nîvê lîçika wî bi destê wi çû û nîvê din jî bi hinarika rûyê wî ve ma .  Ü  berê xwe da mala Cebarê qurê.

 13/04/07

 

Kurdên sosyalîst û “weten”î                              

 

Em Kurden bakur ji bêçarîyê ketibûn welatê sosyalîst .

Lê  gelek Kurden baþûrê biçûk-Sûriye- ji bona karibin di unîversîtan da bixwînin, gerek ya bi rêya komûnist partîya Suriyê, yan bi rêya peran, yan jî bi rêya ”ên ji me çêtir” ji bo xwendina unîversitê xwe bavêtana welatekî ”sosyalîst”.

Kurden me yên bakur ku ji partî û rêxistinên sosyalîst dihatin, wek cendirmên ”sosyalîzmê” xwe dilebitandýn. Gava me  tiþtek bigota jî  li gora wan ”em ji xwe ji mala xwe paþverû bûn û îflah nedibûn”

Balkêþîyek din jî hebû.

Wek ecêba reþ a giran, gelek Kurdên ku ne endame cemeat û partîyên sosyalîst bûn,  bi çavgirtî her tiþtên komunîstan qebûl dikirin û ji endamên komunîst partîyê zêdetir  dibûn dilsozê ”sosyalîzmê”.

Gelek cara di navbera, Kurden ku ji sosyalîzmê ”þoke” bûbûn û Kurdên ku her tiþt wek bexçê gulan didîtin, nîqaþ çêdibûn.  Carna kesên ku xwe dostê Kurdan didîtin jî diketin nav van nîqaþan.

Vêca meriv newêrîbû raste rast rexne li dewletê bike . Meriv rexnên xwe îndîrekt dikirin.

Wek telebê sosyolojîyê Eftîmus Kaliyanîsê endamê Komunîst Partiya Yunanî û Kurdê telebê zireetê û endamê cemeata ..… tîn  bû .

 Ew  bi xwe li Beyrûdê ”qaçax” bû. Wek hinek partîyên bakur ji dewleta Suriyê ra digotin, wetanî, antî emperyalîst, antî siyonîst û di serda jî dahola Filistînîyan lê dixistin.

 

Vêca di nîqaþekê de Eftimusê Yunanî pirsî:

Çima gelek kes di ”soyalîzmê da”  ji bona xanîkî bidestxin, hem perê xwe pêþîn didin  û bi salan jî di dorê da disekinin û  gava dor jî tê ser wan gerek bertîlê jî di serda bidin.?  

Çima meriv mecbûre ji bo erebekê / trembêlekê bistîne, pêþî perê xwe dide û di serda jî 5-6 salan di dorê da disekine?

Çima hale extîyaran nebaþe.?

 

Kurdê me yê ku ji endamê komunîst partîyan zêdetir komunîst bû..

Te digo qey evê Yunanî dawa namûsê lê dike. Reþ û sor bûbû.

Bersiv da:

”Drugaryu! Hevrê! Tu wek ajanekî dipeyivî lê ezê dîsa bersiva te bidim.

Almanên faþîst di þerê duemîn da li vî welatî kevir li ser kevir nehiþtibûn û dewleta sosyalîst hîn pêre negihijtiye ku xaniyên nû çekê”.

(( Sal 1944 li ku û 1985 li ku?

 Di eslê xwe da jiber ku di þerê duemîn da dewleta Bûlgar bi Almanan ra bû, Almanan yek bombek jî li tu bajarekî neteqandibû. ))

 

Li ser pirsa duduya: ”Kolektîv trafîka ku sosyalîstan çêkirine pevîstî bi ereban nahêle”.

(( Meriv carna li paytextê karîbû 1 saat li hêvîya otobusekê bisekiniya. Vêca li cîhê dinê ji xwe tewekel  û tahalallah bû ))

”Extiyarên ku halê wan baþ nînin, sûcê wanê ku di wexta xwe da alîkarîya sosyalîstan nekirine.Ne raste ku kesên weha ji nîmetên sosyalizmê xêr bibînin”.

 

Di bawerîya Kurdê me da,extiyarê ku di ciwanîya xwe da Troçkist, Anarþîst yan jî Sosyal Demokrat bûn, gerek ji birçîna bimrana. Yên lîberal jî gerek bibana sabûna ser þûþtinê.

E Yunanî:

-Ez merivekî pêþverû me. Lê ma tu nabîni li dikanan tenê nan,penir, mirîþk û carna ji mast heye? Ma tu yê ji wê re bê çi?

 

Kurdê me yê wetenî û antî sîyonîst bi awirek kêmxistînî li evê Yunanî mêze kir. Serê xwe wek dîkekî da pêþ, û wek xocekî ders bide þagirtê xwe yê quranê, hûdî û yeko yeko go:

”Hevrê. Haya meriv gerek ji kultura miletan re hebe.  Kultura mitfexa Bulgar ev e.Yani,   mêrikana bi dilxweþî tenê nan û penir dixwin û pêwistiya wan bi tu tiþtekî emperyalîstan tuneye”.

 

 ( Haaa hoooo J ))))  Kêrekê bidin min ezê li ser dile xwe xim!)

Vêca

Hevalê min ê Yunanî Eftimus  Kaloyanîs wî çaxî sosyologi dixwend.Peyda çû Suriyê xwe fêrî Erebî û Kurdîyek normal kir. Vegerî Romanyayê û li wir doktorî jî xwend û niha li Londonê wek doktorê serwîsa acîlê kar dike.

Hên jî merivekî demokrate û dostê Kurda ye

 

Mixabin ye Kurd  ku xwe qurbana komunîstîyê dikir û wî çaxî digo dewleta Sûriye ”netewî, antî emperyalist û anti siyonîste, niha li gundekî Qamiþlîya þêrîn wek hemwelatîyekî ”wetenî” cotyarîyê dike û hê ji di bin zilma antisîonîstan da ye.

 

Min  jî li Xançepeka Diyarbekir wek îsyankarekî singê xwe vekirîye û li bin tava buharê rûniþtime.

 Bi hêvîya ku hinek heval li min bipirsin û min ji vî halê min yê helawçîyê derxin. Adresa xwe  dinivîsim.

Zeyniki@gmail.com

08/04/2007

 

 Kurdî hêsane yan Tirkî hêsane

 Wek te zanîn  bi salan Tirka digo ku zimanekî Kurdî tuneye. Van salên paþîn jî dest pê kirin bêjin, erê zimanekî Kurdî heye lê gelek feqîre,têrî tiþtekî nake. Niha jî dibên ku erê raste zimanekî têra xwe heye lê fêrbûna wî gelek zore.

Vêca komîteyek navnetewî qerarek gelek balkêþ dide.

-Emê jibo mehekê kûçikekî bidin yekî Tirk û kûçikekî din jî bidin yekî Kurd. Kî pir û zû ziman fêrî kûçik kir emê wî zimanî ji ê din hêsantir qebûl bikin.

Hinek Kurd jiber mervatîya kûçik û Tirkan, fêrbûna Tirkî bi kûçik  protesto dikin lê komîta navvetewî  wek her carî guhê xwe nade Kurdan.

Kûçik û Tirkekî dixin odekê û Kurdekî û kûçikekî dixin odekê din.

Li paþ mehekî   pêþî yê Tirk derdixin.

Dinerin ku kûçikê ê Tirk gelek qelew bûye. Yê Tirk pir ji xwarina xwe daye kûçik daku wî fêrî Tirkî bike.

Yê Tirk ji kûçik ra dibe ”otur oglum”  kûçik rûdinê  ”gel oglum” kûçik diçe cem.

”Yemek istiyormusun?” kûçik diewte.

Dora yê Kurd tê . Dema wan ji ode derdixin dibînin ku ê Kurd qelew bûye û kûçik jî zeyif, hestîyê piþta wî xuyane.

Serokê komîte dibê:Yaw te çi kiriye hema ez ji niha da bêjim ev kûçik bi tu awayi bi xebera te nake û te nikarîbû tu tiþtekî fêrî wî bikî.

Ê Kurd kûçik li himber xwe dide rûniþtinê û dibê ”hûn karin qetekî nan bidin min?”

Dema ê Kurd dest bi xwarina nan dike kûçik dest bi Kurdîya reþ dike û dibê:

”Law Ehmo, ez qurbana te, jibo xwedê loqmekî bide min lawo, te ez ji birçîna kuþtim!”

Ehmedê Kurd bi birçîbûnê kûçik fêrî Kurdî kiriye.

DEMOKRATÊ   TARÎQATPARÊZ    

 Carna meriv wî li hevþa mizgefta mezin didît.

Wek merivekî xwedîye kar û îþê girîng ku ha ha wexta wî ji bo nimêjê tenê heye bi ecele xwe di hewþê dilebitand. Meriv silav lê bidana jî wî weha bêeleqe li meriv vedigerand ku meriv ji silavdana xwe poþman dibû. Navê wî,  ji navê ku meriv di çar pênc salan da carekê rastî wî dihat  ”Þahbetîn” bû .

Þahbetîn ji gunde derdora Diyarbekir bû. Lê tucar bi gundîyan ra ne dida û ne distend. Bajarîtî ji bona wî rûmetek bilind bû. Tîþte ecêb hemî eþrafên Diyarbekir nasdikir. Kî ji kîjan malê ye, kure kê ye, malbat xwedî çênd nifês e, keçen xwe dane kê, keçên kê jibo kurê xwe anîne zanibû.Dihat gotin ku mirîde Þêxê Hêzanê ye û ji alî ilmê misilmanîyê jî kesekî zane ye.

 

Jixwe weha mistîk, weha sirveþêr bû ku her cara meriv wî bidîya nîv saet ji bîra meriv nediçû. Vêca yan 1977 yan 78 bû. Bulent Ecevît çûbû Dêrsimê û li Dêrsimê Kurdan dirûþma ”Kurda ra azadî” qirîyabûn û Ecevît har û din bûbû .

Gava hat Diyarbekirê nêzikê 10-15 hezar (wê demê qelebalixek pir bû) xelk çûbû pêþîyê. Xelkê solagana ”Kur – da- ra    a-za-dî” û bi Tirkî jî ”bijî azadiya gelan”  diqîriyan .Bi carekê hinek piþtevanên Ecevît, polîs û Kurd bihevdu ketin.

 

Her kes û çi bi dest ketibû, li ser û piyê hevdu didan. Polisan û CHP lîyan bi jop û daran û xelkejî bi darê ku dirûþme nivîsandibûn-bi taybetî jibona lêxistinê qalind dihatin çêkirinê- bi hev ketibûn.

Bi carekê min dît ku Þahbetîn jî di nava xelkê da, darek di destê wî da, li polîsan û li CHP lîyan dida.

Lê tu gotin ji devê wî dernediket. Nediqîriya, dijûn nedida û dîsa hûr hûr, lê ecele li piþtevanên Ecevît dida .

Di peyda carna min wî li derdora mizgefta mezin didît. Wek berê, dîsa bi gundîyan ra nedipeyivî û xwe wek eþrafekî Dîyarbekirê dihesiband.

Serbilind,hindik xeber, cil paqij û cidî bû.

PETÊX

 Wek tê zanîn di devokê her mintiqa de gotinên argo hene. Wek mînak  Dîyarbekirî ji merivên ehmeq, jixwe memnun û poz bilind ra dibêjin ”Hebeþ”. Ji merivên saxik re dibêjin “portakalê yafa”

Vêca  serokwezîrê kevn Tansu Çîler tê Diyarbekir. Diyarbekirî  ji jinên hinek qelew hezdikin û ji jinên wek Tansu xanimê ra dibejin ”jinek wek masî ye haaa” yanî li ser xwe û tijî ye.

Tansu xanim ji qerebalixekê re behsa polîtîka xwe dike.

Kekokî Diyarbekirî xwe nagire û dibê:

-Ez “petêxê” te bixwum keçê.

Tansu xanim ji ê ber xwe dipirse.

-Petêx çiye?

Evê ber wê þerm dike û dibê ku „petêxê te bixwum“ tê mahna „ez kezeba te bixwum“, yanî ji cesareta te pir memnûnin!

Wexta Tansu xanim xeberdana xwe diqedîne, paþîya xeberdana xwe weha tîne:

-Bila ”petêxê” min fedayî we Dîyarbekirîya be!

PARÊZA  FATÊ WERE CIVATÊ   LI   TV Ê *

Hûn bixêr hatin bernama  tenduristî û xweþikîyê.

Îþev mêvana me xanima bi nav û deng birçîlog, têrelog ,berxelog, û eloklog Prof.Dr Fatê Were Civatê ye.

-Xanima Fatê em we wek jinekolog, mêrekolog û hinek jî ji dînekologîya we dinasin .Lê me aliyê wê yê parêzologîyê-diet nizanîbû?

-Raste, gelek min ji analîzên min yên civakî û sîyasî ji rojnama Peyama Kurd dinasin. Lê ji bo min tabiîye ku ez parêzelog bim. Ji ber ku ez jî malek çavbirçî û xwarok têm.

-Baþe  wan salên dawî nexweþiyek gelêrî di nav Kurdên baþûr û Kurden ku li Ewrûpa dijîn destpêkiriye. Mêrên Kurd zik berdane û jinên wan jî bûne xwedî sûretên fireh. Tu karî çi þîreta li wan bikî?

 

-Ezê metodên ku min bi sala bi danûstendina bi serokên me yên sîyasî re danîye û netîca  ku min di muþahada de bidestxistiye pêþkêþî we bikim.

 a- Gava hûn tiþtekî dixwin û wî nabînin tê wê mahnê ku ew tiþt bê kalorî ye.

     Þîreta min li we xwarînen xwe di tarîtîye de bixwin .

 b- Eger we xwarinek bi rûn xwariye, di pey xwarina xwe da qedehek ava germ bi kefçiyek toza sabûna firaqþoyê lihevdûxin û vexwin, wê bi carekê rûne rovîyê we pîr û paqij bike.

 c-   Vexwarina ku hûn di cîhê derman de vedixwin, wek þeraba sor,konyak, wîskî kalorîyen wan jiber sebebên tabiî nayên hesabkirin. Vexwin hetta hûn karin.

ç-   Kek û biskuvîtên ku hûnê bixwin hûr hûr bikin û di peyde bixwin. Ji ber ku rûn û kaloriyên di nava wan de wê bi hewa bikevin. Ji xwe hûn pê zanin ku parçe bike û di   peyde bixwe qistasekî sîyasî ye.

d-    Xwarina ku meriv dema li fûtbolê mêze dike û dixwe meriv qelew nake. Ji ber ku  di lîstik û mêzekirina fûtbolê de meriv wek hevdu enerjîyê wenda dike.

e-   Li ser goþtê mirîþk û eloka ez gihijtime wê qenatê ku hûn çiqas bixwin ewqas xwe nêzê serokkomarîyê dikin.

 Eger we li þîretên min gohdarî kirîye û tiþtên min gotiye bi cîh anîye û hîn jî dijîn,

bi qurana min xwendîye hûn karin bi carekê bibin serokê partîya herî mezin li bakurê Kurdistanê jî.

 

* Min navê Fatê Were Civatê bi destûra ”Peyama Kurd” bi kar anîye.

 

KALÊMÊR

 

Hinek sîyasetvan jibona bighijin armancên xwe yên ezoperest manevrên taktîkî yên nedîtî  dikin.Lê dîrok bi evên ku dev ji stratejîya xwe berdane û bûne gorîyên taktîkên xwe yên tirsonekî, tijîne.

Vêca ez dibêm qey mînakek ji kalemêrekî Licî (1960 î de)  ku dixwest çênd çova li midurê nû ku hatibû qezê xe, wê jibona sîyasetvanên me dersek baþ be.

Midur pê hesibûn ku li derdorê qezê kew pirin . Bixwe ji neçîrê hezdikir. Di pey demek kin de xwedê jêr lihev anî û bi darbekî li du kewa da.

Kew ketin nav rezekî. Midur xwest ku xwe bavê aliyê din û  nêçîra xwe bîne.

Ji nîþka ve kalemêrek di berda derket. Kalemêr jê pirsî:

- Tê çi bikî?

-Kewên ku min li wan dane ketine alê din, ezê wan bînim.

-Alê din rezê mine efendî. Ger kew ketine nav rezê min ew ê min in.

Midur fikirî, qerar da ku ji kalemêr ra bibêje bê ka kî ye.

-Ez Midure nifûsê yê nû me, serê min bi xwer neêþîne.

-Weey, baþe ku tu Midurî,  ma tu nizanî ku li mintîqa me em çawa pirsgirêkên weha heldikin.?

-Na ez nizanim.

- Li ba me herkes sê tehma (dehfa) li ê din dide, ewê li  ser linga ma xwedî heqe.

-Tu merivekî extiyarî, ez yek derbekî li te dim tu yê bimrî.

-Te nego heta îro ez liqê mêrekî wek te nehatime û gihijtime vî temenî.?

Midur li dora xwe mêze kir û di berxwe da go canê evê ker dixwire.

-De baþe ki wê dest pê bike?

Kalemêr go:

- Ez extiyarim ezê dest pê bikim.

Extiyar ji kerê xwe peya bû û bi pêra gopalê xwe li çoga Midur da.

Ya duduya pêhnek li zikê Midur da û xwarina ku serê sibê xwaribû di devê Midur re avêt  derve.

Kalemêr xwe da pey Midur, pêhnek Kurmancî li qûna Midur da û Midur bi dev û rû ket nav verêþana xwe.

Midur hêdî rabû ser pîya, cilê xwe weþand û go:

-De îja dora mine.

Kalamêr bi devekî ken û bi aram go:

-Ez teslîm. Keremke here kewên  xwe ji nava rezê min bîne.

 

Îja hûn xwendevan – eger kes dixwîne-  ger di stratejiya kalemêr da negihijtine, evçax bila Sofî Xelefê lotikxanê tahlîla stratejî û taktîka kalemêr jibona we bike.

 

FUTBOLA BI  DIYARBEKIRÎ

 Bîranîn ji destê mirinê tiþtekî filitandine

Andre Gîde

Di salên 70 î da Diyarbekirspor bi serokê xwe yê Kurd û mêr Alî Kahraman di nava du salan da  pêþî ji grûba 3 ya derket grûba 2 ya û di eynî salê da jî derket grûba 1 emîn û heta çend hefta jî di grûba 1 emin da lîder tijî kir.

Alî Kahraman perê zêde dida fûtbolvanên xwe. Lê gava taxim bi ser neketana pirsgirêk bi Kurdîya reþ hel dikir û dev û pozên wan diþikand.

Maçên Diyarbekir di wan salan da þanoyekî bi serê xwe bû. Tê bîra min, yek ji serokê  belediya wî çaxî birêz Cemîl Cemîloglu( Cemîlê ji mala Cemîlpaþa) li maçekê ku dadmend piþta taximekî Tirka girtibû, bi gewdê xwe yê sed û deh kîloyî du qora li dora sehê bi demançê dabu pey dadmend Lê þanoya herî balkêþ di nav temaþevanan da dihat lîstandinê.

Di serê her maçê de Dîyarbekiriya 20 deqê pêþîn te digo qey xelkê Îskandînavya ne, ji her pasekî xweþik re çepik lêdixistin û li himber fûtbolvanên himber bi semax bûn. Vêca hêdî hêdî heta ku semaxa wan kêm dibû û di çirîskekî biçûk da diteqîn û dest bi protestoya dikirin.Gava di nava maçê da qerarek dadmend ne bi dilê temaþevanan ba, dest bi avêtina tîþta dikirin.

Na na,  kevir û þûþe bes nedikirin û Diyarbekirîya pêlavên xwe davêtin. Di peyda jî dest bi çeqmaqê xwe yên “împala” ku wê çaxê mode bû ( meriv bi 250 lîreyî ji pasaja Japon distend)  û  bi gelek kesara hebûn , davêtin dadmendê li kêlekê yan jî polîs . Min bixwe ditîye ku hineka saeta xwe jî avêtine û li serê polîs xistine. Ji xwe em behsa çeqmaqê muxtara ku bi benzînê dihatin tijîkirinê qet nekin, erzan bû û bi ber çavê kesî ve nedihat.

Vêca eger Dîyarbekirspor bi taximekî ji bakurê Kurdistanê bilîstana û dadmend qerarekî baþ ji bona Dîyarbekiriya bida, wan dîsa xwe aciz dikirin û digotin:

-Kiro dadmend, Mêrdîn jî ê me ye oxlim, neheqî meke.

Gelo kî xuda bû? Me kesî ji Ruhayî û ji Xarpêtîya heznedikir. Xarpêtî faþîst û Ruhayî jî “Xelê” bûn. (ji navê Xelîl Îbrahîm tê)

Vêca “keko” yên (ku esrar bi dest neketana heb davêtin ) ne xwedî çeqmaq û ne jî xwedî saeta bûn û avêtina pêlava jî ji alî aborî ve jî bi wan gelek zor dihat, ji bona protestokirinê cilêt davêtin sînga xwe.

Dema meriv ji maçê derdiket, liqî kesên ku bê pêlav û bê saet bûn û hevalên wan bi wan dikanîyan dihat.

Îja gava taximekî zora Diyarbekirîya bibrana, dîn û har dibûn û dest bi sîyasetê dikirin.

Gava ji maçê derdiketin dest bi þîara „Kurdara azadî“ dikirin. Wey li halê wan polîs û ereba polisa ku liqê wan bihata.

Di wan salan da çêr û dijûnê Xuda û Mihemed dayîn jî wek nîþana cesaret û þoreþgerîya ehmeqî  bû.

-Wilan dadmend, kurê qehpê ezê di Xuda û Mihemedê te...im bênamûs...

 Kekoyekî  ku hên tirsa Xuda di dile wî da mabû digo:

-Dijminê Xuda nede wilan! .Eger tu carek din diminê Xuda û Mihemed bidî ezê di kîtêp û kurana te.. im!

Gelo Tirk ehmeqin yan ehmeq Tirk in?

Li bajare Îzmîtê yek bi kêrê birîndar dibe. Hevalên wî wî nabin nexweþxana ku bi qasî 5 deqîqa nêzê wan bûye .

Dibên doxtorekî me yê nas li bajarê Gölcûkê heye emê wî bivin wir .

Hevalên wan di rê da dimre.(  Ji rojnama Tirka a  15ê Sibatê)

 (Tirkekî mirî ji Tirkeki zindî çêtire)

 

Di  deqîqên  pêþin ya îda qurbanê da 103  kesî xwe birindar kirin.Conegakî ji kata 5 a ji destê evên ku wê wî þerjêbikin filitî û xwe avêt xwarê.   (Ji rojnamên Tirka, 25ê Sibatê)

(Na na we xelet nexwend, ez pê nizanim conega çawa derxistibûn qata 5a!  Lê hetta conegayekî jî naxwaze bi destê Tirka bê kuþtinê û xwe wek mêra întîhar kiriye)

 

 Li Bajare Meletyê yekî diz tiþtên ku dizîbûn li cihekî din veþartibûn . Wexta dizekî din diçe û tiþte wî didize, dizê berê dere þîkayeta dizîyê li cem polis dike.(Ji rojnamên Tirka, 27ê Sibatê) (Polis herduya jî digre, dave hefsê û tiþta ji bo xwe dibe)

 

Þehredarîya Îstanbûl, Îbrahîm Erkalê ku ji lêxistin û tecawuza jina ketîye hefsê, resmî davetî þeva 8ê Adarê roja jina kir.  (Ji rojnamên Tirka, 5ê Adarê)

( Atatirk pedofîl bû û 23ê Nîsanê kir roja zaruka. Ma qey ecêbe ku ``îbê`` davetî þevê kirine)

 

Li bajarê Bartinê Tirkek mîyek bi derîyê axur ve girêdaye û tecawizî wê kirîye.  Tecawizkar ji alê cîranên xwe ve hat girtin( 13ê Adarê)

 (Eger cîranên wî wî negirtiba, ji bona ku þahidên tecawiza wî tunebe, ez dibêm qey wê mîha xwe bikira qurban û bida cîrana .)

 

 Kalekî 73 salî li ser çêlekekê hat girtin( ji rojnamên Tirka, 14ê Adarê )

(No commentary)

 

Li bajarê Diyarbekir katibekî li mahkema leþkerî ji bona ku îltîcayî Ewrûpa bike belga ku dewlet li wî digere firot kesekî Kurd .

(Eger yekî Diyarbekirî nikaribe Tirkekî bixapîne hema çêtire xwe ji bedenê bavêje)

 

Li bajarê Konyayê, li markêtekê kilavûza xwarina avokada  bi avokado ra dide miþteriyê xwe.(Ji rojnamên Tirka, 15ê Adarê.)

( Gava xuda Tirk afirandin hiþê ku jibona kera hilanibû layiqî wan dît)

 

Berçavik tên çêkirin. Li tansiyonê tê mêzekirin. Qurban tên þerjêkirin.

(Ji vitrîna eczaxaneyekê li Îstanbûl- Gebze)

( Qewmê bê îdrak)

 

Vêca tê gotin ku NASA,ya Amerîkîya   (National Aeronautics and space Administration) qerar girtiye ku lêkolinekê mezin li  ser Tirka bike da ku zanibin qewmekî weha ehmeq çawa  bûne xwedî dewlet.

Netice: Ji ber ku ji sedî 90ê Tirka ehmeqin, bê protesto û bê ku sual bikin guhê xwe didin  serokên xwe yên sîyasî.

Vêca gava NASA li koka serokên Tirka mêze dike, dibîne ku yan Bulgar, yan Kurd yan Arnawûd in, yan jî kure qehpikên qerxananin ku meriv nizane bê bavê wan kî ne. Yanî pîç in.

 Pispora Dergah û Þêxa

Çavên xwe vekir hîn tarî bû. Li hêvîya bandana melê sekinî. Bi dengê melê hêdî xwe ji nav cihê xwe berda xwarê. Çû destnimêj girt û piþtre di oda tarî da nimêja xwe kir.

Hinek rûniþt, ji serma ricifî, rabû çû ket nava cîhe xwe û dest bi selawata kir.

Dema dinya dest bi ronîbûne kir, dîsa rabû çû tiþt miþtên ku ji êvarê amade kiribû dan ser milê xwe.

Kurê wê yê ku serê sibê zû diçû kar, rabûbû, çavên wî bi dîya wî ket,  diya wî cilên xwe dixistin çentê xwe.

-Xêre dayê tu çi dikî?

-Ezê herim ser ziyaretê  lawo.

-Ma hên hefta çûyi tu neçûyî ser ziyaretê dayê?

Pirêjinê cilên xwe yên paþîn xist çentê xwe û bersiv da:

-Hefta çûyî jibona bayê çokên xwe ez çûm gundê mîraniyê ser ziyareta Þex Hesenê Zaraqî.

Dilê kurê wê bi diya wî ya pîr þewitî.

-Eger tu nexweþî ez te bibim doxtor dayê?

-Na, na lawo. Ezê herim gundê Qamuþliyê ser ziyareta Þêxê Bogalik. Dibên jibona nezerê baþe.

Kure wê fikirî  û di dile xweda go:

“Jibona xudê, ma wê kî jinêpîra diya min nezer bike?”

-Dayê ka were em taþtîya xwe bihevdura bikin hên here.

Jinepîrê li seata diwar mêze kir . Herdu bi hevdura çûn li ser sifra ku bûka wê danibû runiþtin.

Kurê wê hêdî hêdî taþtiya xwe dixwar û di berdajî difikirî bê ka wê bi çi awayî bi dîya  xwera biaxive.

 Kurê jinepîrê  bi dengekî nizim qirika xwe baqij kir, li nav çavê diya xwe mêze kir û bi dengekî lavlavok ji diya xwera go:

-Dayê, tu extiyarî,tu bi serê xwe diçî tekya û ziyareta, rojek tu yê tiþtekî bînî serê xwe. Em nikarin bi hewara te ji bighêjin. Xelkê derdora me dibên qey ez te nabim doxtora û jiber wê ye ti diçî ser Þêx û Miþayixa. Jibona xatirê bavê minê rehmetî bêje eger tu nexweþî  ez te bibim doxtor.

 -Lawo te carekê min bir ber doxtorekî li çokên min mêze kir, li dile min guhdarî kir. Bin kapaxa çavên min mêze kir. Xwîn ji min girt. Îja yek doxtorek wê çawa karibe ji nexweþiye dila, ji nexweþiya çava û ya dil fêhm bike. Xuda derd daye derman jî daye .

Her ziyaretek, her dergahek jibona nexweþiyekê baþe .

-Ez fêhm nakim tu çi dibêji dayê? Ma yek ziyaretek besî te nake ?

Kurê min, wek min go, Ziyareta Þêx Hesenê Zaraqî jibona felç û bê baþe. Ziyareta Siltan Þêxmûs jibona tirsê baþe. Ziyareta Pirxetan li Çiyayê Mazî jibona zarûka baþe.

Meriv serê sibê zû here ser Ziyareta Þex Îsmail jibona tengayî û hepsê baþe.

Ma tu dibê tu ji hepsê çawa derketî lawo! Eger ez heft  Înîya serê sibê zû neçûma ser Ziyareta Þêx Îsmail tu yê hên jî di destê wan kafirbava da ba.

Kure pirêjinê bi awakî ecêbmayî li diya xwe mêze dikir.

-Baþe dayê Þêxê herî mezin li kuderê ye ?

- Þêxê heri mezin li mintiqa me, Þêx Þengû ye lawo. Tirba wî li paþ Licê,  nêzî “Gola Masoyê” file ye .

Dibên  gava Tirka file dikuþtin û davêtin “Gola Maso” ji binê Ziyareta Þêx Þengû xwîn diherikî.

-Te go tu yê îro herî ser kîja ziyaretê daye?

-Ez hinekî bê hal û westiya me. Ez dibêm qey hineka li min nezer kiriye. Ezê herim ser Ziyareta Mala Bogalik.

-Xuda bi tera be daye.

 Civîna partîya we û a me

 Li  salonekê mezin bi qasî ku nava  meydanê tijî bibe kursî bi rêzê danîbun cem hevdu. Salon mezin û fireh bû, lê kursî weha nêzîkî hevdu danîbûn ku meriv nikarîbû di navbera wan da derbas bibe.

Li pêþîya kursîya maseyek hinek bilind û li ser masê surahîyekî avê û qedehek hebû.

Merivekî li koþa salonê diçû û dihat û bi destê xwe yê çepê simbêlê xwe dikþand.

Ji xortê ku kaxiz û av danîbû ser masê re go:

- Heval,derî veke

Bi vekirina derî xelkê dest pê kir ku bên hundir.

Hinek ji wan  wek pisîngek ku cara pêþî dikeve hundirekî, xwe li derî dadida û hêdîka diketin hundir. Bi tirs dora xwe mêze dikir. Meriv digo qey li yekî digerin. Eger kesî bi dengekî bilind bigota: KIÞ !

Ez dibê qey wê ji tirsa di xwe da biçûwana.

Hineke din jî te digo qey xwedîyê malê ne. Didan pêþiyê da ku evê din jî bidin pey wan. Û diçûn di rêza  pêþîn da rûdiniþtin.

Kesên ku nêzê hevdu rûniþtîbûn bi hevdu ra sohbet dikirin.Hinek dibawiþkîn. Hineke din jî  bi çavên vala li dora xwe mêze dikir.

Di pey qasekî merive ku simbêlê xwe dikþand û diçû û dihat, hat ber masê û bi dengekî bilind kuxiya û  qirika xwe paqij kir.

Ji nîþka ve deng hat birîn û herkesî çîhê rûniþtina xwe xweþ kir.

Gelî hevala. Xwiþk û birayên heja.. Hevrêyên giranbuha.. Hêjayan.

Wek hun pê zanin pevajoyek nû dest pê kiriye. Vêca..

- Heval ez 15 sale endamê partîyê me . Di her sal û nîv 2 sala da pêvajoyên nû dest pê dike û dimeþe. Min hên pêvajoya çûyî fêhm nekirîye, yeka nû dest pê dike û gava ez dest bi eva nû dikim, hûn ji nîþka ve dest bi pêvajoyekê din dikin.

Vêca ez rica dikim ku hûn navbera her pêvajoyê  ji sal û nîv du sala derxin 4 sal û nîv 5 sala.

Hevalê ku simbêlê xwe dikþand bi dengekî bilind go:

-Heval  jibona ku meriv pêvajoyê fêhm bike zanyarîyek bilind gereke.Em bixwe jî her pêvajoya nû bi saya serê « serok » fêhm dikin. Jibona têgihijtina pêvajoyên çûyî û yên tê serê xwe neêþînin. »Birayê me yê mezin » bi « Birayê xwe yê mezin » zanin  bê ka pêvajoya nû kengî dest pê dike û diqede û wê kengî yeka nû dest pê bike.

 Tenê dengê þeqa þeqa tespîha ji salonê dihat.

Yekî navpelpehn û xwedîyê simbêlek tijî ku bi hewes ketibû hundir, tiliyên deste xwe yê rastê da kefa deste xwe yê çepê û herdu destê xwe bilind kir.

Axivker lê nerî û go:

“Bêje heval”

Heval ..te got ku mêrê Hulya Avþar dev jê berdaye . Lê ez pê zanim ku Hulya bixwe dev ji mêrê xwe berdaye. Ne ku mêrê wê dev jê berdaye.

Ji ber ku dîsa tê gotine Hûlya Avþar doxînsist bûye û ji zinêkarîyê hez kirîye.

Û te gotin ku…

- Ev ne rast e. Evya komplokî navnetewî li himber Hulya Avþar e. Me çend cara gotîye gerek haya wê ji komplen Amerîka, Avrupîya û yê Îsraîl hebe. Guhê xwe nedin tiþte vingî vala. Jina ku xwe nade mêrê xwe û bi îrada xwe ya azad xwe bi dilê xwe dide, însanekî azad e. Ji xwe em dawa çi dikin.?Em jibo çi þer dikin heval? Partîya me û a we, nêzik dê li ser wê meselê  wê agahdarîyekê bighijîne raya giþtî.

 

KEKKÊ MINO

 Muþterîyê qehwê evên hercar bûn. Hemîya hevdu nasdikir. Lê disa jî ker komik  li derdora  yek ya du masa rûdiniþtin. Meriv karibû sedî sed bêje ku nîvê qehwê ketibûn hundir û derketibûn. Na, na! Ne hepsa siyasî. Hepsa ”adî sûçli”  birîndarkirin. Rê birandin. Ketine xanî û dikana.Heb û esrar firotin. Cêbçîtî, yanî bi meharet ji bêrîka cuzdan û pere dizîn û ...Tu kesî ji wan tucara demançe bikar nedanî. Tenê kêr û hineka jî kêrên sustalî ku meriv pêçîya xwe dida ser piþkoka wê digo þeq û vedibû.

Remoyê teþqelecî (teþqele Remo) ku çaycî bû,  tebsî di destê wî da, hinek xwe li alîyê pêþ û bi rastê ve xwar dikir û  dimeþî.Ew meþ bixwe dihat mahna ku ez jî  ”keko me”, min jî pir ”der û hundir” diye lê vê mawê ez ”tobekarim”. Tenê çaycîtî dikim.Heta kêr bigihijtana hestî, kar û îþ bi desta neketana, yan nêzî îdê û sersalê bana belkî wûrxûnek (derbek baþ, komek) lêxista . Yan na tobekar bû. Meriv li pey îdê yan serê salê jî cilû bergê wî yên nû, yan jî ji meþa wî fêhm dikir ku tîþtek kiriye. Ewê xwe nêzî ”Teþqele Remo” dihesibandin, digotin: Êêê birê min  bîjî. Xuda daye.

Wê rojê bûbû xêrxwaz.

”Teþqele” tebsîya vala di deste wî da diçû cem her komika qehwê, xwe hinekî din jî bi alê pêþ û rastê ve dikir û digo:

- Haydê bavê mino tîþtekî bavêjinê. Ji bona xerîbanekî ye - belengaz.

Vêca hineka perê xwe yên paþî  ji bona  recona sengeletî û mêrxasîyê xirab neke û kes pê nizanibe ku perê wî tuneye, davêtin ser tepsîye.Komika ku li koþa qehwê rûniþtibûn xwîya dikir ji evên din hê ”kekotir” bûn. Hêdî xeber didan. Xwe hêdî dilebitandin û ji hevdura digotin ”Errrê kekkom rasst e”.  Gava yekî pêþnîyarîya cixarê bikrana, deste xwe yê rastê dida ser sînga xwe , xwe hinek xwar dikir û hê cixare ji destê ê din distend.

Gava  teþqele Remo çû cem wan, yekî ji wan pirsî:

- Ma ”xerîb” nû ji hundir derketîye?

Remo xwe nêzî ewê ku pirsî kir û go:

-Na... belengaz, ji eskerîyê teskera xwe stendîye lê  nikare here malê. Jibona bileta rê me jêr tepsî vekiriye.

Hemîya li hevdu mêze kir.Evê pêþî dîsa pirsî:

- Ma ji me belengaztir e? Ka bêje bila bê cem me.

Remo çû devê derîyê qehwê, yek bi xwe ra anî cem masa koþê.Yekî dirêjê serî rût û di serda jî çûr bû, kazaxekî teng lixwe kiribû. Torbekî naylonekî reþ di destê wî da bû, bî þermokî li hemîya mêze dikir.

-Te ji kengî eskerî qedandîye û tu xelkê kuderê yî?

-Îro heftekîye û ez xelkê Yozgatê me

-Heftekîye tu li Diyarbekir pera kom dikî jibona herî malê ”oxlim” kurê min?

Evê çûr fêhm kir ku pirsên ”kekoya” bi alê xirab ve dere, xwe qirmiçand û go:

- Hûnê tiþtekî din bidin yan ezê herim.

”Keko” yê ku li nêzê wî bû hêdîka kêra xwe kiþand û bi kiþandinê ve pêçiya xwe da ser piþkokê, kêrê go þeq û vebû.

-Rûnê û xwe tûj meke. Yan na ezê rovîyên te bidim destê te û fatereþka te jî ji xwer bibim.

Rengê yê Tirk bû wek kitana spî û hêdîka rûniþt.

- Ka  çi di torbê te da heye dayne ser masê oxlim!

Evê Tirk komek perê hûr danî ser masê.

- Çi di cêba (bêrîk) teda jî heye wî jî derxe,yan na ezê cêba te bikin moxil!

Yê Tirk bêdeng çi di cêbên wî da jî hebû danî ser masê.

Perê wî hemi jimartin.Bi perê wî çaxî 645 lîrayê Tirka derket.

- Oxlim- kurê min,  ha ji tera 80 lîre. 50 lîre heta Yozgatê û 30 lîre jî xerçlixa te.Ez te li van dora bibînim ezê gunê te jêkim .Haydê, kiþ kiþ .wenda be!

Yê Tirk kor poþman hêdîka ji qehwê derket.

- Bozo,  li pey wî here û mêzeke wê here cem polîs yan  na?

Û di pey da jî bi dengekî bilind go:

- Em li ezmana digerin, Xuda Tirk ”ûþaxîyekî” anî ber lingê me. Remmezzan , birrê min ka were, çay û qehwe ji me ye! Heba çayê 50 qirûþ bû…

 

 TESÎRA ROJGIRTINÊ LI SER ARTÊÞA TIRKA

Miralay ji Serdar re dibêje:

Tê gotin ku wê Emerikî  sibê hîvê bixin pêþya rojê û wê tarî bikin. Gerek haya me ji me hebe. Dijmin û taybetî jî Kurd wê tiþtekî bikin. Ji ber wê jî bila nefer tev li çekên xwe hazir bin. Lê eger sihûda me hebe û Atanîjadperest karibe baranê bibarîne, wê roj neyê girtinê.

Serdar ji  Serpel ra dibêje:

 Ji bona ku em karibin ala Tirka bi rojê ve daleqînin, bi emrê General Turkker kuçukkûçikoglû wê sibê roj bê girtinê.Hewa bi ewr be gerek em makîna bayê hazir bikin da ku ewra dûr bixin.Lê eger sihûda me hebe û hewa sayî be bila nefer bi cil û bergên xwe yên îdê li meydanê hazir bin.

 Serpel ji  Tegmen ra dibêje:

 Sibê di merasîma aliqandina ala Tirka bi rojê ve gerek herkes bi cil û bergên xwe yên merasimî saet 9 û 5 deqîqan da li meydanê hazir bin. Ji Atanîjadperest ra jî bêjin eger êw jî dixwaze kare ji qebra xwe li merasimê temaþe bike. Wê dansozek me jî hebe. Ew bixwe þarmota zibeydê baþ nasdike. Lê eger sihûda me tinebe û baran bibare emê merasimê li salona girtî ya sporê da pêk bînin. Heye ku serokwezir Neferdogan jî bê. Ji bona wî ji li cem çawîþa cîhekî hazir bikin.

 Tegmen ji Serçawîþ re dibêje:

 Wek tu pê zanî arteþa me ya navdayî wê heyvê bixe pêþiya rojê  da ku em karibin ala xwe bi rojê ve bialiqînin. Emê bi kevirekî li du çûka xin. Jixwe me dinya tarî kiriye. Emê Serokwezîr Neferdogan û wezirên  wî jî bigrin û bavêjîn Îmralî  û bila li Îmralî dersa Kemalizmê bibînin.

 Serçawîþ ji çawîþa ra dibêje:

 Dîqqeeeet! Sibê  arteþa me  wê  heyvê bixe pêþiya roje û wê dinya tarî bibe. Herçî Kurdin wan biþînin dora-nobetê û herçî Tirkin bila cil û bergên xwe yên xweþik lixwekin û jibîrnekin esansê jî di xwe da bidin û werin merasimê. Evên karin bila dê û xweþkên xwe jî bînin. Jibîr nekin ji wan ra bêjin di niqta herî bilind ya memnûnîyetiya xwe da bila strana "Ax ölûrûm Turkîye" bêjin. Wê di navbera me da Kurd tinebin. Ji xwe em yê hevdû ne. Hema kî bi kî. Sibê roja ku demokratik cumhurîyet dibe demokratik konfederalîzm. Sibe rojek pir girîng e.

Neferekî Kurd ji Kurdekî din re dibêje:

Kiro sibê emê di dayika wanin.  Dibên van segbavana wê sibê rojê tarî bikin.Hema tarî bû li wan bireþînin....