XELATÊN ROJNAMEGERIYA KURDÎ YÊN AZADIYA WELAT

 

Em wekî rojnameya Azadiya Welat ku li ser kevneþopiya rojnameyên heftane Welat û Welatê Me dest bi weþanê kir, dixwazin kevneþopiyekê bidin destpêkirin. Bi vê munasebetê em ê di salvegera rojanebûna Azadiya Welat de, Pêþbaziya Xelatên Rojnamegeriya Kurdî yên Azadiya Welat bidin destpêkirin. Vê hilkeftinê armanca me ew e ku asta rojnamegeriya kurdî bilindtir bikin û weþangeriya kurdî xurtir bikin. Ji bo vê yekê em deriyê pêþbaziya xwe ji rojnamegerên herçar parçeyên welat, Ewropa û ji hemû kurdan re vedikin.

 

þertên tevlibûna pêþbaziyê


1. Nûçeyên ku  tevli pêþbaziyê dibin divê bi zimanê kurdî bin (Kirmancî, Soranî, Zazakî û zarawayên din ên kurdî) di rojname an jî malpereke nûçeyan de hatibin weþandin. (Ev þert ji bo wêneyan derbas nabe)

2. Pêþbazî ji hemû rojname, malperên nûçeyan û nûçegihanên serbixwe yên li hemû parçeyên welat û derveyî welat re vekiriye.

3. Xwediyên nûçeyan dikarin li ser navê xwe an jî bi navê saziya ragihandinê ya ku tê de dixebitin tevli pêþbaziyê bibin.

 

4. Xelat di du beþên wekî; NÛÇEYA HERÎ BAþ û WÊNEYÊ HERÎ BAþ ên di çapemeniya kurdî de hatine belavkirin de tên dayîn.

 

 5. Her kesê ku tevli pêþbaziyê bibe hêrî zêde dikare bi nûçeyekê û wêneyekê tevli pêþbaziyê bibe.

6. Kesên ku tevli pêþbaziyê dibin divê li gel berhemên xwe kurtejiyana xwe û der barê xebata xwe de agahiyek kurt biþînin.

 

7. Beþdarên di qada nûçeyan de tevli pêþbaziyê dibin, dikarin bi riya email an jî postê berhemên xwe bi þêwayekî ku îspat dike di kîjan weþanê de hatiye weþandin, biþînin ber destê Desteya Hilbijêr (Jûrî).

 

8. Kesên ku bi wêneyan tevli pêþbaziyê dibin divê li piþt berhemên xwe (poste) an ligel wan (email) nav, dîrok, seat û cihê lê hatiye kiþandin binivîsin.

 

9. Divê behrem di navbera 15’ê Hezîran û 1’ê Tebaxa 2007’an de bigihijin ber destê Desteya Hilbijêr.

 

10. Xebatkarên Azadiya Welat nikarin tevli pêþbaziyê bibin.

 

11. Berhemên ku ji bo pêþbirkê bêne þandin divê piþtî 15’ê tebaxa 2006’an hatibin weþandin.

 

12. Berhemên pêþbirkê wê careke din neyên îadekirin û heke Azadiya Welat bixwaze, dikare wan berheman biweþîne.

 

13. Ji bilî van xelatan, xelatên teþwîqkirinê yên ji bo ‘Geþkirina Zimanê Kurdî’ jî bidin hin þexsiyet û saziyan. Ev xelat dê ji aliyê rêveberiya Azadiya Welat ve bê kifþkirin. Xelatên kesên serkeftî dê li Amedê di 19’ê tebaxa 2007’an de, bi merasîmekî bê dayîn

 

14. Kesên tevli pêþbirkê dibin, hewce ye tevî berhemên xwe, du wêneyên (resim/sûret) xwe jî biþînin.

 

Navnîþana postayê: Gevran Cad. Zafer Apt.Kat:4 No: 9/A OFÎS DþYARBAKIR.

 

Navnîþana emaîlê: awelat@hotmail.com

 

Têbinî: Desteya Hilbijêr (jûrî) dê piþtrê bê aþkerakirin...