<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Lotikên xweþ avêtin lê kaaaa…!

Zinar Qelemþûr- 06/07/08- Stenbol-Dibêjin Platforma Abantê civîna 17. bi navê „Pirsa Kurd: Lêgerîna Jîyana Aþtî û Pêþeroja Bihevre“ civînek li dar xistiye û lotikên xweþ avêtiye. Di civînê de bi dehan siyasetmedar û rewþenbîrên Kurd û Tirkên ku li çareserîya pirsa Kurd digerin beþdar bûne û dane lotikan.

 

Birastî beþdaran tiþtên ewqas xweþ û maqûl anîne zimên ku, gava meriv dixwîne meriv dibe wek hespên Behman Gobadî û bê eraq serxweþ dibe. Tabî ziman bê hestî ye, kes a di nava xwe de rasterast newêre bêje. Herçiqasî bi devkî hinek tiþtên girover dibêjin jî, lê xwedê zane bê di dilê xwe de çi lotikan li Kurdan dixin û dibên „yaw ev Kurd çi bûn bela serê me qardaþim“ û keseran dikþînin.

   Yaw birastî ev çima ji DTP kesek beþdarî vê civîna qirase nebû? Bi ser ku hatibûn dawetkirin, çima nehatin çend lotik neavêtin haa? Yan ji Îmralîyê ayet daneketibûn? Hema hûn jî bihatina û we çend lotik li dewletê bixista ma dinya xeradibû cîgerlerim! Ma illeh hûnê li bendî ayet û fermanan bin qardaþim! Hem hûn xwe wek berdevkê gelê Kurd dibînin û hem jî hûn beþdarî civînên li ser Kurdan nabin. Ma ev bû siyaset, wîî!

   Neyse, civîna Abantê li ser xêrê be û xwedê pehîn û lotikên beþdaran xurttir bike rebbî! Bi sê telaqan we tirr ji mesela Kurdî berda. Îcar ma dora dewletê. Heger dewleta virqo jî bi a we bike û çend lotikên insanî bavêje, mesela Kurd çareser bû û hûn sax! Lê kaaaaaaa, kero nemir buhar tê!