Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Raste xwedê em nekirine Tirk, lê bi namûs dewleta Tirko doxîn li me sist kiriye brakooooo!

Bêrîvan Al-21/12/07-Amed- Kekê me, kevneserokê þaredarîya Sûrê Abdûllah Demîrtaþ hevpeyvînek qirase bi nivîskar Maþallah Dekak re kiriye û çend lotikên Kurdewarî avêtine dewletê.

Demîrtaþ tiþtên wilo xweþ gotine ku dilê meriv hêêêênik dibe û meriv dibêje: “Wey xwedê miradê te bike rebbî!”.

Demîrtaþ dibêje:”Kurdên di nava AKP de bi peran hatine kirîn, xewna dewleta Tirk ew e ku Mûsil û Kerkûkê dagîr bike, divê hikûmeta Kasimpaþalî Reco Kurdistana federe nas bike” û gellek gotinên lezîz rêz dike. Wekî din dibêje:”Xwedê em nekirine Tirk, ma wê hikûmeta AKP me bike Tirk?” filan û fîstan.

Em bi her tiþtî bi te re yabo, lê di vir de bisekine kekê min! Raste, xwedê em nekirine Tirk, lê bi serê min û te, bi serê Aysel Tûglûka ku mîsakî Mîllî ji Tirkan re maqûl dibîne û rê ji dagîrkirina Mûsilê re vedike, dewleta virqo û hikûmeta Recebo doxîn li me sist kiriye û hema hema namûsa me anîne pênc perên xerabe ellawekîl!

Te go çima? Ma ne çima yabo! Asîmîlasyon û zimanê þildim-bildim heta bi ber ketiye me wîî! Ma heta bi kal û pîrên me jî dest bi zimanê Tirkî nekirine û lotikan li Kurdî naxin? Belê babaaaaa, hem jî çi lotik û pehînan li zimanê Kurmancî dixin ya starrrrrrr!

Bi tirba kor Mistoyê bîjîyê Selanîkê, lotikên ku Kurd li zimanê Kurmancî dixin, ker û qantir lê naxin, wey! Hema ka bêje yabo, milyonek nifûsa bajarê Amedê heye, çend hezar Kurd bi Kurdî diaxivin? Heger ji sedî 90 ê wan nebûbin Tirk ji xwe ez bi tiþtekî nizanim û xelas!

Raste xwedê em nekirine Tirk, lê bi serê min û te dewleta Tirko em kirine “Tirk oxlî Tirk!” Hem jî doxîn li me daxistiye kabokê brakooooooo!