Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 agiragiro@hotmail.de

 

Bi kurdî safî kir, îcar ma tirkî

Edebiyata Dizistanê an edebiyata Kurdistanê?

 

Agiro- 08/06/09-Dizistana Turkiyê

 

Hîna duh bû me qala karesatên diziya ku Firat Cewerî û romana wî ya bi navê „ Ez ê ji yekî bidizim“ kiribû, îro nûçeya wergera wê ya tirkî hate belavkirin. Wey gidî.!

Bi Xwedê, min sira wergerandinên Muhsin Qizilkaya nas kir.

 

Sibhanellah, ev mêrik çiqasî kêfa wî ji wergerandina malê diziyê re tê.

 

Berî çend salan, piþtî belavkirina gotarekê di rojnama „Armanc“ê de li ser romana Mehmed Uzun û çîroka diziya wî, yekser birayê me yê tirkhez Muhsin Kizilkaya êrîþî berhemên Mehmed Uzun kir û hema hemû kirin tirkî. Jixwe kesî nema guh dabû kurdiya wan jî. Na welle vê dawiyê tirkiya romana wî derket û kurdiya wê qet derneket jî.

 

Îcar ku Xwedê ji miletekî distîne, zimanê wî dixîne vî halî û wergêrên wisa tirkîhez û zimanperewer ji nav wî derdixîne.

 

Romana „Ez ê yekî bikujim“ wê bi tirkî belav bibe û ne bi min e û ne bi te ye, bavê min.

 

Wê nûnerên edebiyata dizistanê bibin paþe û beglerên edebiyata Kurdistanê û di nav tirkên me yên çavbelek de lotikên biratiya gelan bavêjin û kesek ji kesekî ne çêtire ha.

 

Kê ji kê bir, kê ji ku anî, kê ev xwelîseriya me li hev anî. Ev pirs jî bila li ber deriyê lotikxana me porê xwe bi ser xwe de kurr bikin.

 

Berî demekê / Netkurd 12.2.09/ kekê me Receb Dildar li ser Cewerî û vê romana wî wisa nivîsandibû:

 

„Cewerî keçeke kurd ya þervan avêtiye ber lingên sûbayên tirk û wê dike qehpik. Hem jî ne yeka bi tenê bi sedan. Gelo ji bo nivîskarekî kurd xwe bi tirkan bide qebûlkirinê rêyeke din tuneye? Ma rê di qehpikkirina keçên kurd re derbas dibe? Çima bi taybetî vê mijarê? Xwendevanên tirk li bendî tene. Rêya te vekirî be Firat Cewerî!“

 

Waye Muhsinê me rê ya xwendevanên tirk jê re vekir û texmîna kekê me Receb rast derket.

 

Rêya te jî vekirî be kekê Receb. Xwedê hemû rê yên ku diçin Dizistanê vekirî bihêle. Amîn!

 

 

 

Dîroka dizekî pirofesyonel

Dîsa Firat Cewerî û dîsa diziya Roman û çîrokan

Agirê bê Dixan- 07/06/09-  Dizistan:

Ez di nav kuçe û kolanên Interneta kurdan de dimeþiyam, ez dîsa li nivîseke nû ya Mîr Qasimlo rast hatim. Tê de dibêje ku ro li nîro û bê ku haya wî jê hebe, beþek ji romana Firat Cewerî „Ez ê yekî bikujim“ ji romana wî jî hatiye dizîn.

Li ser bextê kal û pîrên ku li ber deriyên lotikxaneyan porên xwe sipî kirine, dibêjin ku dixana bê agir tuneye û ev mesela diziya çîrok û berheman ku bi pey Firat Cewerî yê me ketiye ne tiþtekî kevine û vedigere dehê salan. Firatê me ji xefkekê derdikeve, dikeve yeke din û hema ya sitar.

Ez jî, birayê we Agirê bê dûman im, min da dû þopa vê çîrokê û min dît. Hîna di nîsana 1999an de bû nivîskarekî  bi navê Ehmed Tewfîq di kovara Dugir, hejmara 10 an de nivîsandibû ku çîroka Cewerî „Kevoka sipî“ ji nivîskarekî ûris hatiye dizîn û dirêj dirêj her du çîrok dan berhev. Piþtî wê gotarê Ehmed Tewfîqê me di nav berfa Swêdê de winda bû û Firatê me pê de çû.

Carekê, me dît ku yekî din bi navê Misto Nasto dîsa di Dugirê de û li ser çîrokeke din“ Kêzika bê nav“ wisa dinîvisîne:

„Bêyî pêþgotin, deqûrû, dixwazim bibêjim, ko F.Cewerî çîroka xwe ya bi navê Kêzika Bênav ji çîroka Kêzik a nivîskarê rûsî yê navdar Îvan Turgenev, wek form û naverok, wergirtiye.“

Û bi 15 xalên weke hev ev nirxandina xwe isbat kir. Hûn dikarin gotara wî li vir bixwînin:

http://hem.passagen.se/zagros/d4masto.htm

Misto Masto yê me jî di nav mast de fetisî û Firatê me bêhtir pê de çû.

Sal bû 2009 û Firatê me ji çîrokê çû romanê, me jî got mala Xwedê ava û em ji vê çîrokê xelas bûn. Meselê dirêj nekir û hema min dît Helîm Yûsiv ê me toz û dûman bi ser romana Cewerî de rakir û bi du gotarên dirêj û bi danberhevekê ji me re got ku „Ramana "Ez ê yekî bikujim" ji çîrokeke min hatiye girtin...“. Hûn dikarin her du gotarên wî jî li vir bixwînin:

http://www.diyarname.com/niviskar.asp?Idx=471

http://www.diyarname.com/niviskar.asp?Idx=472

Ev hemû ne besbûn, vaye  dîsa qala çîroka diziyê dibe û vê carê ji romanan.

Yaho qerdeþim, çîrokên kurtik û kinik û me fam kir. Mirov kare wan bê firt û bidize û qerebalix jî çêna be, ê ma roman û dizî. Welleh nivîskarên kurdan jî  ecêbin ha. Ka ji kerema xwe re vê nivîsa nû bixwînin:

http://www.diyarname.com/niviskar.asp?Idx=595

Îcar, eger yek bêbextiyê li Firatê me dike, dido dikin, sisê dikin, ma çawa çê bû bavo?

Ma hûn çi dibêjin gelî ciwanik û ciwamêran?. Hema welleh dixana bê agir tuneye qerdaþim.