Lotikxane

 

 

Ahmedê Berazî

ahmedeberazi@yahoo.de

 

Barê giran aqilê sivik

          

         

                

Kurd û paltalk

 

Kuro lawo Ahmedo, hey agir bi mala te keto, ma çi karê te û gera paltalkê hebû hey Berazo! Ka bêje ma Rûvî û sûk? Kurd û teknîk? Yan jî Kurd û paltalk?

 

 

Ez serê we neêþînim deyerlî biraderler, ez doh derketim gera nav kolanên paltalkê. Di destpêkê de ez çûm Koçka Rojavayê Kurdistanê ba destebirakê xwe Þevger. Qaþo babet li ser DTP ê bû. Ji birêz Abduleh Ocalan re yekî digot Avdileko, yekî digot Evdo, yekî digot PKK di bin siha Tirkan de ye, yekî digot PKK cî tev bêþeref in, yekî digot bera ji baþûr biqeþitin, çi karê wan li wir heye û filan û fistiq.

 

Bi qurhana ser sênga pêxember, van Kurdên me yên rojava ava serê feqîrê Apo danîbûn ser êgir û li bendê bûn ku Tirk Apo teslîmî wan bikin.

 

Yekî bi navê Xortê Xaltî û xanimek bi navê Leyla Qasim ketibûn nav analîzan û çirandina siyaseta bakur. Digotin divê Ahmed Turk wiha û wa bikira, ti dibê qey van malnemîrata teva navika Apo û Ahmed Turk birîbûn. Ê lawo hema çawa be ew serokê hinek Kurda ne, ma du melyon û nîv ray negirtin? Bi qurhan ku hinek li ba min bêjin „Meshudko“ ezê xwe bi wan bidim kuþtin, îca lawo hin ji van Kurdên me þerm nakin û bi bêhurmetî nêzîkî serok û rêberan dibin.  Kes nabêje wan rexne nekin bavê min, lê heddê rexneyê jî zanibin û hay ji sînor û hidûdan jî hebin wî.

 

Þevgerê me digot: „Bi telaq ez ji kesî natirsim û yê ku nêzîkî min bibe ezê wan bixesînim“ û filan û fisteq. Ya staaaar ev çi þêrê bi tayê tolikê ve girêdayî bû! Xwedê me ji vî camêrî bistirîne.

 

Di peyre ez çûm kocka êzîdiya (Koçka Ezdahî Bingeha Kurda). Tew van camêra nehiþtin ez silavê jî li wan bikim kuro, hema devê min kelebçe kirin û nehiþtin ez bêjim wiþt. Bi qurhana ser sênga pêxember, wan jî mîna Kurdên rojava mala bavê hev xera kirin û qala gunik û minikan dikirin. Min ji xwe re got: „Ezê herim ba biraderên xwe yên êzîdî û cejna êzî li wan pîroz bikim“. Lê van malnemîratê admîna teva pirîvatên xwe girtîbûn, kesî guh neda min belengazî û ji admîna re negotin wê mohra sor wek a zotika mirîþkê ji ser vî Berazî rakin.  Min piþta stuyê xwe xurand û ez  pîs pîs derketim. Piþtî sê sihetan, ez dîse vegeriyam koçka wan û dîsa devê min kelebçe kirin. Lê camêrê Ronî Welat bi xêra Lotikxanê ez naskirim û bû resûlê navbera min û admînan ji bo kelebça min vekin.

Axir mala wan ava, di dawiyê de ez efû kirim.

 

Ez nîv sihetê di koçka Berxwedana Rojavayê Kurdistan de mam. Ji bilî devavêtinê min tiþtek nebihîst. Yekî digot „Fuad welê gotiye“ yê din digot „bi telaq Hemîd wiha gotiye“, yê din digot „bi þeref Mihyedîn werê gotiye“.  Bi sê telaqên bê fitû, civat mîna qoroyek dijberiyê bû, hema ji her serîkî dengek derdiket.  Hey agirê Helebê bi mala bavê we ketino û Xwedê mala we xera kirino, ma hûn nema dev ji devavêtinê berdidin? Malmîratino, ma ev e mistewa we? Ma ev e siyaseta we? We kum û kolozên me avêtin bin linga, hema carekê jî qala tifaq û tebayê bikin law, hûn bûne 16 perçe jî û hîn ji hewhew neketine.

 

Bi qurhan van Kurdên paltalkê navê Kurdên rojava teva xera kirine. Ana ji biraderên me yên perçê din were ku Kurdên binxetê giþ wa ne û teral û meralên paltalkê ne. Rast e, golikek viroker garanekê diherimîne.

 

Têbiniya min li we be:

Emanet neçin koçkên Kurdên rojava ji bo hûn hînî berberiyê, quretiyê û perçebûnê nebin.

Ellahwekîl koçkên van camêra bivê ne. Yê ku bi ya min neke poþman e û hûn sax.

 

22.12.2009 - Kurdistana paltalkê

 

 

 

 

Êzîdîno cejna we pîroz be!

 

Roja înê di 18.12.2009 an de Cejna Êzî ye. Wey hezar carî pîroz be rebî, xwedê tihala kêf û þahiya êzîdiyên me bibe serî, Þêx Hadî derîkî xêrê li wan veke û Tawisî Melek bike ku fermanên xwe jibîr bikin û xwedê heqê we ji kesî re nehêle birano.

 

De bêjin amînnnnnnn haaa.....

 

Ez cejna Mîr, Mirîd, Þêx, Pîr, Merebî û Koçekên êzîdiyan Pîroz dikim. Bi hêviya ku ez û hûn ji vê malmîratiyê xelas bin, vegerin welatê xwe û bi ava kaniya sipî û gera laliþê xwe helal bikin, dibêjim: Ceja we pîroz be birano!

 

A diwemîn: Ez cejna Bavê þêx, Bavê Qewal, Bavê Gavan û Bavê Pêþîmam û hemî pîr û mirîd, merebî, feqîr û belengazên êzîdiyên ku îro li ser axa xwe mane û welatê xwe ji tu kesî re bernadin, ji dil û can pîroz dikim.

 

Ji bo ez ji bîr nekim deyerlî arkedaþler, ez cejna serok û rêberên me Kurdan teva pîroz dikim û dibêjim: Bi hêviya tifaq û tebayê hûn þad û bextewer bimînin.

 

Bi xatirê we heya cejneke din

 

17.12.2009

 

 

 

Bi serê Haco ez hatime xapandin!

 

Wê rojê Behremê Haco li ser TRT altî mîna bilbilan diaxivî. Min ji xwe re got: “Xwezî tu ne birê Dr. Hiznî bûya, bi telaq te kum û kolozê mala Haco avêtin bin lingan”. Lê roja din bi þeþ telaqan sûnd xwar û got: “Allahwekîl ez hatime xapandin, ji min re negotin ev telfizyona Tirka ya Demoqratîk açilimê ye lo” û her tiþt înkar kir.

Lê gava Arif Zêrevan lê geriya, Behrem got: “EBEDEN min tiþtekî wiha negotiye, ez bi reza dilê xwe hatim TRT 6”.  Arif ji bo daxweyaniya wî ya di Avestakurd de jê pirsî, Behrem got: “Bi serê Haco ne min nivîsiye û ne haya min ji vê malperê heye, hebe nebe hinekan bêbextî li min kiriye. Ebeden ez tiþtê wilo nanivîsim û kî çi bêje ez bi reza dilê xwe hatim TRT 6ê” filan û fistiq.

 

Paþê Dilbixwîn Dara xwediyê malpera Avestakurd telefûnî Behremê me kir û jê pirsî: “Te ji Arif Zêrevan re gotiye ev daxweyanî ne ya min e, qey tu henekê xwe bi me dikî babam?”

 Behremê me got: “Bi serê Haco min tiþtekî wilo negotiye ku ew daxweyanî ne ya min e wî. Bi wê xwîna çiyayê Bagokê Arif Zêrevan li min negeriyaye û min jê re negotiye ku ew daxweyanî ne ya min e, ez dixwazim tu vê jî li ser navê min bêjî ku rast e ez  ji hêla Arif Zêrevan ve hatime xapandin, xwedê ji min û Arif re mezin e” filan û fîstan.

 

Behremê me li ser du tayan dilîzê wey liminê, wele te navê Haco kir tirr, heyfa navê Haco li ser te ye. Ji hêlekê ve naxwaze bêje ez poþman im ku ez çûm telfizyona Tirkan û ji hêla din ve naxwaze ji Arif re jî bêje min kum û kolozê rehmetiyê Haco bi vê derketina TRT 6ê avêt nav lingê Tirkan.

 

Lawo xwezî di serî de te bigota ez nayêm, ma hewceyî vê behdilê bû. Ma tu li ber Hiznî, Bengî û Zerdeþt Haco jî neket birako! Ma te nego tê navê wan camêran jî bîne penc peran exûyî! Ma ev bû?

 

Bi serê Haco, Behremê me ji fediya xwe nema wêre here nav malbata Haco. Îcar ji yekî re dibêje ew daxweyanî ya min e û ji yê din re dibêje ebeden min negotiye û min ne nivîsandiye.

 

Baþ e Behrem efendî, emê vê carê te bidin xatirê Dr.Hiznî, Dr. Bengî û Dr. Zerdeþt Haco.

Lê haya te ji te hebe tu careke din neyê xapandin ha. Bi serê Haco em nema te efû dikin, ma tu zarokî kuro ku tu tê xapandin, wey!

 

15.12.2009 -Almanya

                   

 

 

De heydê Tirkino, ne bi xatirê we!

 

Weleh em zanin bê çend mû bi qûna van xwînheramê Tirkan ve ne.  Em dikin û nakin Tirk me ji xwe re wek bira nabînin. Ahmedo law, ê de dîtin nedîtin hema ji vî ve, ihi! Bi þeþ telaqan ji îro û pê de em jî wan ji xwe re nakin sol û naxin lingên xwe, ma law hezkirin yek alî dibe Berazo! Pêþiyan gotiye “duvê kûçik tucarî rast nabe”. Allahwekîl ev rast e, ya me û Tirkan bi dawî hat û navbera me bû gom.

 

Kuro lawo me berê jî digot tu heya sibê li avê xe av her av e, tu xêr di qûna Tirkan û parlementa wan de tune, lê kesî ji me behwer nedikir.  Kurê dêlegurê zirtan li Kurdan dike kes dengê xwe nake, li cade û kolanan Kurdan didin ber zîtirkan kes dengê xwe nake, destê zarokên me diþkînin kes dengê xwe nake, lê gava ku em dixin bin duvê wan qiyamet radibe û demeqrat û ne demoqrat didin zîtirkan. 

 

Ahmedê bira, berî her tiþtî navê van dolheramên Tirkan ji ser xwe rake û paþnavê xwe deyne Kurd. Paþê her Amedê û bi dengê bilind banke bêje “va ez li vir im û aha ev qûça we, hûn ji bavê xwe de bê minet in”.

 

A sisêya, banî hemi partî, komik, rêxistin, sazî û kasayetên Kurd bike bera qûnek û mûnek jî di nav de bin xem nake.  Qûnek bin jî qûnekên me ne tiþtek nabe Ahmedê bira. Rabe bi dengekî bilind bêje “werin ma pozê we naþewite, Tirk me napejrînin lawo werin em ji îro û pêve tenê ji bo navê Kurdan bixebitin. Yanî em bibin îlkel milîyetçî, êdî bes e! Yê ku vê neke ew ne ji bavê xwe be, ji dola Tirkan be û xelas!”

 

De haydê ne bi xatirê we Tirkino!

 

 Ez di hestiyê hezar bavê we de bimîzim û hew!  Ger hûn ji ya xwe werin xwar, xwedê ji me û we re mezin e. Tiþtekî ku em winda bikin tune, lê bi dîn û îman hezar tiþtên ku hûn winda bikin hene....

 

Ê de haydê xalê Ahmed, bajoooooooo!

 

13.12.2009

 

 

 

 

Hekîm Sefqan bûye pîzzacî kuro!

 

Ez wê rojê çûm bajarê Munster a Almanya û bayê pîzza li serê min da û bû qurqura zikê min. Bi serê Þêx Muhsîn, cenga alemî ji nêza di hinavê min de çêbû û hiþ di serê min de nema.

 

Piþtî gereke dirêj, min pîzzariyek dît û ez derbasî hindir bûm. Ez hinekî li benda yê ku pizza çêdike mam, min dît ew ji metbexê derket, hat ba min û bi dengekî wilo qalind got bittêþon /bitteschon.

 

Min çavê xwe hinekî firikandin û zoq li nav çavê wî nerî, bavo wele ewe wîîîiîiîî, ma ez kor bûme? Dîsa min got wey lawo bi quran hiþê min yê mayî jî ji nêza ji serê min çû.

 

Min got eynê pîzza bittê (eine pîzza bitte.

 

Wî got velþê? (welche) (ya çi, kîjan pîzza)

 

Min got hima ber tonfîþ (ya masiya) be.

 

Bi serê Þêx Muhsîn, serê min çelqomelqo bû û dinya li ber çavê min çû û hat, ew e wîii! Ma ez dîn bûme, min bi sedê caran ew li ser telfizyonê dîtiye, willlehî û bilehî  ew e wîîîî!

 

Min jê pirsî tu ne Hekîmî birako?

 

Li xwe dananî bêje belê ez im, got kîjan Hekîm?

 

Min got Hekîm Sefqan wîii, tu bi quranê ke ev ne tuyî?

 Got belê wele ez im brako!

 

Min got kuro lawo kê tu kirye vî halî, ma ne qaþo tu pêþkêþvan bûyî, helbestvan bûyî, þoreþger bûyî, ka ev tev te li kur hiþtin birako?

Got li pey nekev, xwedê ji kesî re çep neke. Payebûna min mala min xera kir, ji helbestvaniyê ez kirim pîzzacî. Îca pîzza xwe bixwe û dirêj neke.

 

Hey dinyayê,  Hekîmê me di telfizyona Apociyan de diranek bû û va îro ew jî wek gellekan bûye pîzzacî. Rast e, ahê vî destî ji vî destî re namîne, destebirakê me Hekîm deriyê telfizyona Apociyan li ber hunermendên rojavayê Kurdistanê girtibû û nedihiþt kes nêzîk bibe ji bo keleha wî di nav Apociyan de xera nebe. Nav li her hunermendekî rojava kiribû ji hineka re digot ev Çeqel e, ev Berzanî ye, ev Celalî ye, ev Fuadî ye, ev Hemîdî ye, vî xeber ji þehîdan re daye, ev li dijî ramana Apoyizmê ye û filan û fisteq. Qey raste ku yê çalan ji birayê xwe re vede ew dikeviyê bavo!

 

Ji kerema xwe re kekê helbestvan, pîzzake tijî helbest lê bera hevokên wê Kurmanciya xurû be û ger zehmet nebe bi wî dengê xwe jî ji min re bixwîne, ji bo ez karibim welê bi zoq pîzza xwe bixwim û ez bîranînên xwe hinekî bînim bîra xwe.

 

De li ser xêrê be yabo û aqûbet li Peywan û hinekên din be.

 

Recul almunasib fî mekan almunasib.

 

12.12.2009

 

 

 

 

Ehmed Huseynî û Helbesta OCALANOS

 

Haho ji kerbê van zik reþan re ahoooooooooooooooooooooooooooooooooooo, serê bana rawesta, min destûr ji te dixwesta! De ka bêjin û bera destê we li ser wijdanê we be ger wijdan bi we re mabe delalno, bê meriv çawa destûrê

 

 dixwaze gava meriv gotina wijdanê xwe bêje?

 

 

Bi quran ev belengazê Ehmed Huseynî van rojan li ber þek û pekên xêrnexwazan diçe.

 

Ehmedê me 7 dîwan çêkirin, weyla ez qurbana wan tilîkên teyî nazik û berçavka te ya delal Ehmedo can. Di wan her heft dîwanan de belkî tu rastî navê serokna bê, lê qet tu rastî navê Ocalan nayê. Van camêrê Roj tv Ehmed ji methema (aþxanan) derxistin û gotin “wer lawo wer, karê xwe yê wêjeyî bike ma ne þerme yên mîna te tepsikan di metheman de biþon”. Ev heft salên Ehmed in ku bernamê di telfizyona Apociyan de çêdike. Gelo ev baþe yan ku tepsik biþûþtina?

 

Hey mal viritîno, hima Ehmed helbestek li ser Ocalan çêkir ma dinya xera bû? Yan kuleha li zadê we da? Yan jî havênê wijdan û însafê bi we re nemaye?

Kuro lawo ne hûn dikin û ne hûn dihêlin ku kes bike, ma ev bû lo?

 

Heta bi rexneyên we jî êrîþ in bi quran. Mîna gayên Îspanya li we hatiya gava qala navê vî camêrê Ocalan dibe. Hûn bi sira dikevin û hima serê xwe li dîwara dixin, ev camêr ket destê dijmin jî ji zimanê we xelas nebû bavo..

 

Mal nemîratê Ehmed destê xwe danî ser wijdanê xwe û tiþtê ku pê hisiya nivîsî, ma me berê bi dehê gotar û helbestan li ser Mandêla nenvîsîn? Û bi dehên gotar û helbestan li ser Rehmetiyê Berzanî nenvîsîn? Ma rehmetiyê Tîrêj helbestek bi navê ´´idrub û itreh`` li ser nemir Berazanî nenivîsî gava ku rehmetiyê Berzanî mir? Ma lawo kê ji we got mamoste Tîrêj çima tu li ser Berzanî dinivîsî? Ev þorbe û tirþik e qurban?

 

Lê ev 11 salên vî feqîr û belengazê Apo ye ku di zindana dijminan de dinale, welahil ezîm dibêjin nahêlin hewayê jî baþ bistîne, Ehmed jî rabû carekê got silav û hezar silav Ocalanos ma dinya xera bû? Ma Ehmedê me zinê bi kerê re kir çawa çêbû law?

 

We zimanê Ehmed yê þêrîn ku tije wêjeya Kurdiya jibîrkirî ye, we bi sedan gotinên nû yên ku Ehmed li ferhenga Kurdî zêde kirine ji bîr kir? We suhbeta Ehmed ya ku meriv jê têr nabe jibîr kir û we tenê bi wê helbestê girt û nema berdidin. Ma çavê we lê ye dîsa Ehmedê me here di aþxanan de firaxan biþo malnemîratno?

 

Alah wekîl ku min zanîba mîna Ehmedê guzliklî helbestê binivîsim, bi serê Þêx Muhsîn minê jî li ser Berzanos, Celalos, Ocelanos, Fuados, Hemîdos, Berazîos binivîsiya û hema kê qebûl nekira ji vî ve, ihii!

 

Bi qurhan xweya dike perda ruyê hinan di bin potînên dijminan de qetiya ye.

Estexferulahil ezîm, xweya dike bîna min pir teng bû û ezê îca xera bikim.

 

Lê vê zanibin delalno, ez ji vê gotina xwe qet fedî nakim bi qurana ser sînga pêxemberê ometê. Ez Berzanîkî qih im û bavê min jî Berzanî ye. Min Apo di xewna þevan de jî nedîtiye, lê ya min hima kî dijminê gur û dêleguran be, ez hevalê wan im û ez qurbana ked, xebat û sola wanim jî.

 

Bijî Berzanos

Bijî Celalos

Bijî Ocelanos

Bijî Fuados

Bijî Hemîdos

Bijî Berazîos (ev ez im haaa)

Bijî Qado Þêrînos

Û bijî Lotikxaneos….

 

Yên min ji bîr kirin hûn zêde bikin arqedaþler…..

 

07.12.2009

 

 

 

 

Navê penceþêrê û navê min

 

Bi navê rebê izetê û alah wekîl, em nema dizanin çi navî ji vê quzelqurta nexweþiyê re peyda bikin. Hin jê re dibêjin penceþêr, hin dibêjin þêrpençe û hin dibêjin brîna reþ . Wey liminê û hin dibêjin kunmîro. Hehew ha ev kêm bû û tew hinek nav lê nakin dibêjin nexweþîna xerab ya nayê gotin. Ya rebî tu vî navî dûrî me bike, bi quran tevzînok dikevin laþê min gava qala vî navî tê kirin. Kiþþþ bera û bihîdd.

 

 

Kuro lawo Sofî, ma ez feqîrê xwedê çi zanim hima her herêmek navek ji xwe re lê kiriye. Tew hin jêre dibêjin qensêr yan jî seretan ahûzû bilahhhhhh Kiþþþ bera û Bihîdd! Krêpisssssssssssss ya rebî lutfek! Bi wê qurana ku min û te xwendî sofî Xelef, navê vê malmîrata nexweþîyê jî mîna navê min lê hatiye, bûye wek tirþika pîrka min Zelîxe.

 

Hin ji min re dibêjin Ahmed, hin dibêjin Gurî û hin dibêjin Mihemed. Bi ocaxa þêx, navekî din heye ez fedî dikim li vir bêjim. Rojekê min ji bavê xwe re got: „Bavo, hey agirê Helebê bi mala te keto û kuliha li bêndera genimê te xisto, beraza di birk û bîrên te de rîto, we çima ev nav tev li min kirin? Ma we ji xwedê jî guneh nedikir?“

Bavê min got: „Lawê min, ew nav tev navê xwedê ne. Ma bi dest kê dikeve terbiyesiz! Bi qurana ser sênga pêxember, pîrka te nedihþt ferzek nimêjê lê here. Ji ber vê hema çi navê xwedê bihata bîrê li te dikirin“.

 

Ya Sofî Xelef, îca ka tu bi xêra bavê xwe ji min re bêje,  bêje ezê van belengazê zarokên xwe hînî kîjan navî bikim? Weyla Ahmedo, xwelî li sero, kuro lawo ca (dêya) min bi navkî ban min dike, pîrka min bi navekî, bavê min bi navekî, ev xwelî li sera jina min bi navekî, zarokên min bi navekî, li ba hekûmetê bi navekî ban min dikin. Bi telaq navê min bûye tirþik!

 

Waaaaa birayê Sofî,  kuro lawo bi kehbê na na bi wî kevrê reþ, Kurd 140 melyon in. Ana tu dikare bêje çima Berazo çima? Ê lawo ger navê min çar pênc heb in, bi quran Kurdekî bi navekî tune, tev dunav û sênav in.

 

Îca ger em bi Tirk, Ereb û Eceman re têkevin hijmartinê, bera dilê te di cî de be. Emê bi ser bikevin, yanî bi qurhan Kerkûk a meye.

 

Ana tiþtekî din ji te re bêjim birayê Sofî. Tu bi xwedê û bi qîmetê cilka nimêjê a þêx Muhsin kî, dilê xwe ji min negre û bera ev camêrên navê wan li jêr jî li min biborînin, yanî qisûra min têxin bin sola xwe. Ka navê Ahmedê Huseynî yê nav malê çiye? Kuro lawo ka navê Helîm Yûsiv yê ber tenûra çiye? Yê Xebat Þakir çiye? Yê Hêmen Kurdaxî çiye? Yê Peywan Arjîn çiye? Yê Xelîl Xemgîn çiye? Yê Dr. Bahoz Erdal çiye? Yê Ronîcan Hiso çiye? Waaaaa Sofî Xelef! Bi quran ez binvîsim ezê ana sed rûpelî ji te re dagirim. Îcar ka bersiva van bide heya careke din xwedê mezin e.

 

Emanet ji wan bipirse ka navê wan yê rastî, yê nav malê, yê ber tenûrê û yê eskeriyê çiye. Gunehê min di stuyê te de be Sofî, ku tu nepirse bi ciba þêx 15 sofiyên mîna te nikarin gunehên min hilgirin.

 

Lîlîlî ji navê me re

Lîlîlî ji devokên me re

Lîlîlî ji tifaqa me re

Lîlîlî ji Kurdên me re

Lîlîlî ji ala me re

Lîlîlî ji serokên me re

Û lîlîlîlîlîlîlîlîlîlîlîlîlîlîlîlîlîlîlîlî ji qerewatên me re Sofîî!

 

04.12.2009

 

 

 

 

Weleeeeed birçîbûn zor e!

 

Rewþenbîr û hunermendên me li Oldenburgê jî mîda xwe bi ser hev de guvaþtin û gotin em bi we re ne Edra arqedaþlerrrr!  Gelek hunermend û rewþenbîran li Oldenburgê ji bo piþtgiriyê bidin girtiyên Kurd li hepsa Edra, ji nêza mala bavê xwe xera kirin û rojek sax ji eþqa navê xwedê re rojî girtin.

 

Lê bi qurana ser sênga pêxember, gava meriv birçî be mejî bêhtir kar dike haaa, îca haya we ji we hebe û ticarî têr nexwin. Van rewþenbîrên me bi çîka serê sibê re dest bi axaftin û analîza rojevê kirin û heya êvarî ev malmîrat wek bilbilan diaxivîn.

 

Gava min di malpera gemiya Kurd de li wêneyan nerî, yekî bala min pir kiþand. Ew jî Xebat þakir bû, weleeeed rih lê nemaye kuro,  mala minê bûye hestî û çerm law!

 

Bi qurhan ez behwer nakim ku rojekê Xebatê me bê nan bimîne. Lê min dilê xwe kir cî, min telefûn dayê û jê pirsî: Rewþa te çawa ye brakooo? Got: Ez mîna hespekî me, alhimdulliah bera canê girtiyên me sax bin yewel û dilê min ket cî.

 

De li ser xêrê be yabo qurban. Xwedê bike rojiya we encam girtibe û mala bavê Beþar xera kiribe.

 

Ana meriv destê xwe deyne ser bextê xwe,  meriv ê bibîne ku van hunermend û rewþenbîran teqsîr nekirin. Ma ne axret heye qurban, vê care mîna þêra xwe dan xweya kirin ellawekîl.  De xwedê bike ev nexweþiya we berdewam be heya girtiyên me derkevin.

 

Ezê dua bikim hûn bêjin amîn. Xwedê bike yê qelew zehîf bibe, yê tirsonek wêrek bibe û yê qûnek qûna xwe ji nav lepên Ereban derxîne. Amîîîînnnnnnnnnnn!

 

24.11.2009 - Almanya

 

 

 

 

Hey hawar Kurdên Surî ji nêza mirin, ÎMDADDDD!

 

Rewþenbîrên me yên rojavayê Kurdistanê roja þemiyê 14.11:2009 li bajarê Achenê lotikek bê îman li behsiyan xistin û tirr ji wan berdan. Bi telaqê jin berdanê, rûmeta behsiya anîn pênc pera. Rewþenbîrên tirtire yên rojavayê Kurdistanê, ji bo piþtgirîya hevalên girtî yên li zindana Edra rojekê ketin birçîbûnê û xwe ji nêza kuþtin. Û hetta hinek jî dibêjin ku çend kes ji wan hingî birçî bûne rakirine nexweþxanê, aþik û rovîyên wan þûþtine.

 

Alahwekîl helwesta rewþenbîrên me vê carê di cî de bû û îmana meselê teneke kirin. De xwedê bike ev helwest berdewam be, Kurdên rojava girtiyên xwe bi tenê nehêlin û hero li zikak û kolanan bin. Ya rebî hawara min tu bi tenê yî, ku ev Kurdên me yên rojava dev ji van quretî û miretiyên xwe berdin û helwestên xwe yên bi vî þêweyî berdewam bikin. Tew ji xwe ku karibin ne rojekê, lê 99 rojan di birçîbûnê de bimînin hê çêtir. Qe nebe belkî qurequra zik û rovîyên wan Beþar Esed û behsîyan bitirsîne û wan bînin ser îmanê.

 

Lê gereke meriv ji bîr neke “ma ne axret heye”. Ku camêrên partiya PYD ê li Bruksel jî du rojan xwe bi hevalên xwe re birçî hiþtin û roja sisyê jî çûn devê deriyê sefareta Sûrî û ji wan re gotin “bi wê qurana ser sînga pêxember, emê sed bavî ji hev çêkin ku hûn xwestekê hevalên me pêk neynin. Bera hûn zanibin em þagirtên Kemal û Xeyrî û Mezlûm in û çavê me ji xwedê jî naþike, divê hûn vê jî zanibin ku em hêrsbibin hêrsa me ne henek e” û gelek gotinên din jî ji behsyan re gotin.

 

Bi serê bavê Cûdî, vê carê Kurdên Sûrî ji dil berê xwe dane meselê û ji pey ya xwe venagerin ku yek ji wan nemîne. Ev bû 17 yan jî 18 roj di rojiya mirinê de ne. Yabo bi telaq ez nikarim danekî xwe birçî bikim lo,  îca van camêra berê xwe dane mirinê kuro!

 

Li ser bextê gotiya be, dibêjin li Siwîsra û Almanya û li gelek deverên din jî wê çalakiya piþtgiriyê bi girtiyan re çêbibe. Lê ya herî balkêþ, dibêjin piþtî çend rojên din wê ev hevalên me li bajarê Berlînê jî îmana rêcîma Sûrî teneke bikin û namûsa wan bînin pênc qurûþan.

 

Weke ku xaltîka min Zelîxe ez agahdar kirim, dibêjin Kurdên Sûrî di civîna xwe ya dawî de gotine “dema girêfata çû û dema çalakiyan hat, yê ku bêje ez heme bera kerem bike , yê ku bitirse bera di berê jina xwe de be û qala siyaset û miyasetê neke û here ji xwe re di malperan de belavok û melavokan belav bike, ew belavok zêdeyî serê wî ne” filan û fîstan.

 

17.11.2009 Almanya

 

 

 

 

 

Sazî çêbû ma kar û xebat

 

Bi Laliþê, bi Þêx Hadî, bi Þerfedîn, bi hemî xas û qencên Xwedê min zanîbû ku Xemdarê me wê dîsa bibe Serokê Platforma Hunermendên Kurdên Êzîdî. Niha hûnê bêjin çima Berazo?  Weleh û bilah û tileh, bi sê navê xwedê, wek rojê xweya bû. Bi qurhana ku min û bavê xwe xwendî, kerê kor jî zane ku tecrîba wî ji ya wanê din bêhtir e. Bi sê telaqê jin berdanê, serokatî xwe li Xemdarê me dixwe, ihii! De li ser xêrê be rebî û aqûbet li Edrîsê dirêjjjjjjj yan jî Ednanê layê Heydo be.

 

Istîxbaratên min yên taybet ji min re gotin ha, ne li ser bextê min be. Li ser bextê wan û malpera Laliþ.de be, dibêjin Xemdarê me mîna agir sor bûye û ev çend roje ku li bajarê Munster, Hanover û Bremen dikan bi dikan digere ku bedlekî serokatiyê ji xwe re bikire ji bo karibe roja Þemiyê 07.11.2009 katjimêr 21.30 derkeve ser paltalkê û di kocka Êzîdxana Kurdistan de pirojeyên xwe ji hunermend û ne hunermendan re bêje.

 

Ê de ka em binerin bê çi di tûrikê Xemdarê me de ye. Hûn bi serê Þêx Muhsin kin ji bîr nekin, roja þemiyê werin em tev li vî camêrî guhdar bikin. li gora lêkolîna min di derbarê babeta Xemdar de kiriye, wê rojê deriyê vê koçikê ji Êzîdî, Misilman, Elewî û Fileha re heta dawiyê vekiriye.

 

Îca ez qurban xwe baþ amede bikin û werin ku em Xemdarê xwe bi rexna bipirtikînin. Ez bi xwe vî camêrî nas nakim, lê navê vê saziyê ji min re bû meraq û hinek „sorî îþaret“ di serê min „yapmîþ“ bûn.  Ji bo ez van sorîîþareta ji serê xwe rakim, ezê ji niha de xwe ji bo wê roja qiyametê amede bikim  û lêkolînek berfereh li ser vê saziyê  amade bikim.

 

Roja þemiyê ez ji Xemdar re dibêjim: Hodrê meydan! Bi wî xwedayê min û te, ezê her tiþtê te li ber te raxim û eþkere bêjim. Îca te divê wer û te divê new. Ister gel ister gelme, bi Erebî û Almanî hûn ji Xemdar re bêjin ji bo bi hazirî were û egala hevalê xwe netewîne.

 

De hernêêêêêêê....

 

03.11.2009 Almanya

 

 

 

 

Mîrê me egala serê xwe avêt

 

Niha hûnê bêjin mîr ji belengazî hat yan jî ji ber zilm û zorê hat, yan jî hat ku hinek hebê vîagra ji xwe re bikire.  Ji halê mîr xuyaye ku bûye halê hilawçiya.  Eva dawî belkî rast be, lê ji feqîrî ez behwer nakim û nakeve serê min.

 

Ji ber Mîr Tehsîn Beg li Kurdistanê xwedî 2 erebê Monîka bû, xwedî 34 xulamê bi mihaþ bû, xwedî kiriya Laliþê ya ku salê bi sed hezarê dolara bû, li ba girgirekên gelê Kurd xwedî qedir û qîmet bû.

 

Dibêjin kurê mîr di perlemena Kurdistanê de ye. Devera dilê mîr bixwesta karîbû bê pirsgirêk here wir, kengî dilê mîr bixwesta karîbû Mam Celal, Kak Mesûd, Nêçîrvan û Berhem Salih bidîta û êþ û derd û azarên êzîdiyan ji wan re bigota. Kuro bego, ma ji vê bêhtir te çi ji van feqîrê Kurdan dixwest?

 

Ya rebî þikir ji navê te re ku Mîr Tehsîn Beg jî bû penaber û wî jî ji tirþika me xwar. Ê de li ser xêrê be rebbî.

 

Lê tiþtê ji min re bûye meraq, bûye girr û bi laþê min ketiye, çima mîr dernakeve pêþberî çapemaniyê û sedemên hatina xwe nabêje?

 

Kuro Ahmedo, carna ez dibê tu Berazî tu aciz dibe,  kuro lawo bi xwedê û Þê x Hadî mîr nikare bêje.  Ma wê bêjê ez hatim mihaþekî din li Almanya jî bigrim, na. Nikare qurban, nikare bêje.

 

Waaaaa mîrê min,  ma pêwist nedikir ku tu yê herî dawî be ku ji Kurdistan derkeve?

Ez qurban, hîn zêdeyî 400 000 feqîr û belengazên êzîdiyan li baþûrê Kurdistanê mane, ma wê kî piþtî te li mafê wan belengazan bipirse? Lê te berê xwe da Europa û li devê haîmên Almanan li paseporta þîn û goþtê biraþtî geriyayî. Ma ev bû xwedê jê razî!

Ana meriv çi ji wan feqîr û belengazê êzîdiyan re bêje yên ku nikarin nanê devê xwe peyde bikin. Em bêjin mîr egala we xwar kir û îmana we teneke kir!  Bawer bikin hindik e.

 

Mîrê min, gelo tu fikirî berî ku tu azûltiya xwe bide bê te çi bivir li nav serê Kurdistana xwe a ku nû çêbûye da?

 

Mîrê min, gelo te hisabê êrîþên xelkê li ser vê zaroka nû çêbûyî ya ku navê wê Kurdistan e, kir? Ew zaroka ku ev zêdeyî hezar salî ye ku çavên belengazên Kurdan li çêbûna wê ye.

 

Kuro ezbenî, mane tu mîrê dawî bûyî di nav Kurda de, ji bo çi tê rabe bibe alîkarê fetisandina vê zarokê, ma te ev layiqî  êzîdiyan dît mîrê min?

 

Bi serê þêx dibêjin “bizin bi dizî gon dixwe û bi eþkere dizê”. Belkî te dixwest bê deng azûltiya xwe bide bêyî ku kes bi te bihise. Lê te nizanîbû ku tu ne merovekî normal î û azûltiya te nayê veþartin. Ez meraq dikim, ku tu niha derkevi pêþberî gel tê li çi sedeman bigeri ku tu gelê xwe pê aþt bikî?

 

Bi tirba pîrka min Eyþê, me li Eûropa digot “rojekê em bikevin tengayê, emê xwe li mîrê xwe bigrin”.  Lê va tu jî mîna me bû penaber û tirþikcî.   

 

De li ser xêrê be mîrê min, aqûbet li heyta rûhanî be rebbî .

 

01/11/09- Almanya

 

 

 

Pilatforma Hunermendên Kurdên Êzîdî

 

Bereketa xwedê li vî navî be û ya rebbî ev tifaq li ser xêrê be.  Þikir ji dana te re ku stranbêjên Kurdên êzîdî jî bûn xwedî sazî, sazî çêbû ma kar û xebat. De ya allaaaaa û ya qiweta Þêx Hadî!

 

Kuro malxerab Ahmedo, bi qurhana pêxember rast e tu Berazî xweya dike, ne belasebeb paþnavê te kirine Berazî.  Ma tu nizani ku êzîdî Kurdên resen in û timî qala tifaq û tebayê kirine? Belê elawekîl û bi sê telaqêm jinberdanê jî ez vî tiþtî dizanim. Û ez vê jî dizanim birako ku Kurd ticarî nebûne yek û timî mala bavê hev xera kirine. Îcar ka em binerin bê wê ev dengbêjên me yên êzîdî çi bikin. Gelo wê ji bo tifaq û tebayê pozên mal û komeleyên xwe, þêx û pîrên xwe, girgirek û rûsipiyên xwe bifirkînin berî ku mala bavê êzîdiyan xera bibe û Kurdistan ji êzîdiyan vala bibe, yan wê ev jî tirekê tev li wan tirên din bikin?

 

Rojên mayî ji yên çûyî pirtir in Ahmedko, xwedê mezin e law.

 

Li ser bextê gotiyan be, dibêjin Xemdarê me dîsa kul û derdên vê saziyê avêtin ser milê xwe û bû rêvebirê saziyê. Ne li ser bextê min be, li ser bextê fitne û fesadên bajarê Bîelefeldê be, herwiha dibêjin ew feqîrê Aslan restoranta xwe bê xwedî hiþt û hat kongrê. Edrîs Bagok yê torî, Edrîsê  lawê Kurdo, Baþo (de hêvîdarim ku karê wî jî baþ be), Silêmankê Rengîn (de xwedê bike ku dîmenên vê saziyê renge reng bike), Biþarkê Qelew ku nema þal û þapik jî lê tên, xwiþka me Helbest ya ku bi rihê helbestê dijî, Zozan ya ku mîna baweþîna zozanê Þerefdînê ye, Alanê delalî weyyyy hele hele Alanê ku keçik xwe ji bo dikin qurban, Ednanê lawê Heydo yê helebestvan, stranbêj, pêþkêþvan, þanoger û çendekî din jî ji bo rêvebiriya platformê hatin hilbijartin.

 

De li ser xêrê be, aqûbet li hunermendên misilman be û Þêx Evdilqadirê Gêlanî alîkarê wan be rebbî.

 

Hunermendê ROJBAÞ,  „Seyidxanê kerr“  li wir amede bû û axaftinek kir. Yekî din jî hebû digotinê Mezlûm beg, wî jî li ser navê Tevçandê axivî û got: „Bi sê telaqê jin berdanê yê ku bi hunera me bileyize emê di hestiyê hezar bavê wan in, çanda me ji îro pêde ne bêxwedî ye“.

 

Cercûrê lawê Cemîlê Bacinî jî axivî, axayê Federasyona Êzîdiya got:“ Bi þeþ telaqan platform jî perçak ji me ye, yê ku bi ya me neke bere bicehime here, emê wî bi destê mîr heram bikin“ û ji hunermendan re got:“ Binerin, hûn bi aqil bin emê xulamtiya we bikin û bejna xwe 10 santîmanli ber we bitewînin“.

 

Carna bavê min ji min re digot: „Van malxerabê êzîdiyan tiþtek ji xwe re nekirin û ew tim eskerê axa û bega bûn. Çakûçê destê wan qewimkuja bûn, lê ew çakûç tenê li serê hev didan. Hema ji hev re xurt bûn û mala bavê hev xera dikirin“.

 

Bavê min digot ka ez ji te re vê mînakê bêjim û digot:

 

- Dibêjin Ingilîzan ji mezinê çiyayê Þingalê re got: „Hûn bi ya me bikin emê we bikin dewlet û emê di nava we de dibistanan ava bikim, we bi pêþ bixin û em nahêlim ku perperîk jî li ser we deynin ta hûn karibin xwe li hember van Erebên qûnreþ biparêzin“.  Lê mezinê çiyayê Þingalê got: „bi elah ev bêbav dixwazin me tevan misilman bikin, na bi elah serê me jî here em qebûl nakin û dewleta ku hûn ji me re çêkin me navê. Lê heke hûn rast dibêjin, ka min bikin paþe û mala we ava“. Îngilîza got: “Hohoo, em çi dibêjin û tembûra me çi dibêje,  hema yabo ji îro û pêde tu paþe”.

 

Îca hêviya min ji van destebirakê min yên êzîdî ev e ku ew ji îro û pêve ji bo xwe kar bikin û nebin dûvikê partî û martiyên me Kurdan. Kuro malmîratno, go xêr di qûna van partiyên me de (bi taybetî ji vanê dîtirê re dibêjim) hebûya, wê ji xwe re tifaqek çêkirina.

 

Îca birano, êzîdîno, qurbana we me.

 

Beleko bi destê xwe û rabin berê xwe bidin rojê

Û bibin xwedanê dozê

Ji ser dîrokê rakin tozê,

Bimeþin ne yeko yeko sisê sisê

Ta xwedê û Þîxadî derîkî xêrê li we veke.

 

Ser xêrê be birano û Tawizî Melek li piþta we be

Þêx Adî alîkarê doza we be

Laliþa Nûranî hec û kehba we be

Beko Ewan dûrî reseniya we be

Tifaq û tebayî kar û barê we be

Û ev berazê Ahmed jî xêrxwazê ola we be.

 

Hêdî bise bise bise Ahmedo, çend gotinên me jî hene bira ma tu tenê zanî bêjî!

 

Wa Ahmedê Berazî kuro lawo ev çiye

Bi wê qurhana ku bavê te xwendî ye

Ev karê ku em dikin nedîn dahwesî ye

Bi Tawizî Melek sirf huner û resenî ye

Pêþxistina çand û zimanê Kurdî ye

Tu behwer bike bike û behwer neke jî

Kuro lawo tu kiye û nave teyrê te çiye?

 

28.10.2009

 

 

 

 

Mîh-rî-can a Hel-bes-tê

 

Doh yanî 24 ê cotmehê li kolanên bajarê Bonnê, helbestvanên Rojavayê Kurdistanê “Mîhrîcana Helbestan” li dar xistin û helbestên xwe difrotin hev, wey li ser xêrê be rebbî.

Kuro ma îþê mîhrîcanê bû, pekkkkk û 101 carî pek! Memik û dêmên sorgulî li ser savarê rêz kiribûn û digotin:” Werin memikan, werin dêmên hinarî, werin helbestên belaþ, werin ku em xwe di çirava ber devê deriyê mala bavê keleþgewra xwe de bigevizînin, werin de yellaaaaaaa” û her helbestvanî/nê kela dilê xwe hênik kir.

 

Bi ocaxa Þêx Ahmedê Huseynî, li vê mîhrîcanê geh ken û girî  û geh tewandin, hina ji van  malmîratan rexne li bavê  xwe jî dikirin.

 

Welhasil, bi xwedê hima heta tu bêjî helbestvan hebûn. Lê hema bêjin kesê ku guhdar bikin tunebûn ji ber tev helbestvan bûn. Wey li wî ku ji hevalê xwe re bitewîne, hele hele exûyî.

 

Bi qurhana Þêx Muhsîn, li wir  keçikên nazik û xortên bedew jî hebûn. Ne ê normal bûn ha, tev jî helbestvan û çîrokvan bûn û tevan jî ihtîram û mihtîrama hev digirtin. Mîhrîcan heta dawiyê bi ken û nazî derbas bû.

 

Lê a herî xweþ, bûka dîko Cîhanê bi tabloyên ku bi salona helbestê ve daliqandibûn kir. Bi qurhana pêxember, ez mîna heciyekî ku li dora kehbê bigere zêdeyî deh caran li dora wan tabloyan geriyam û min zoq li wan tabloyan dinerî. Ma belengazê mîna min çi ji rengan fêm dikin? Ji wan tabloyan teva a tenûrê li xweþîya min çû diya min hat bîra min gava ku li ser tenûrê nan dida me û ez têra xwe bi ser wê tabloyê de giriyam.

 

Tiþtekî din jî çavên min beloq kir, ew jî çîroka CanKurdê me bû.  Min got belkî Cano wê helbestekê bixwîne, min dît camêr berê xwe da çîrokê.  Min ji hevalê xwe re got:

” Bi qurhana pêxember, çîroka vî camêrî gelekî xweþ bû. Xweya dike pîrka wî gelek çîrok jêr gotine”. Hema min nedît ku hevalê min tepek li nav serê min da û got:” Raste, ti aþîtî ye tu nema helbest û çîroka ji hev nas dike. Malmîrato ev helbest bû”.

 

Bi qurhan xweya dike ez þaþomaþo bûme û nema çîrok û helbesta ji hev nas dikim kuro.

 

Xuþka me Rukiye Ozmen, helbestvana nermik û germik  lotikek hêja li van helbestvanên tirtire da dema got: “ Ma law hûn ji bavê xwe fedî nakin hûn hîn heya îro jî qala helbesta rojava û mojava dikin, xelk giha ser heyvê hîn hûn dubendiyê dikin. Ma helbesta rojava çiye, a bakur çiye. Ma tev ne helbesta me bêxwediyê Kurdan e?“

 

Di dawiyê de wî tirtireyê Xebat Þakir mala me bir mîratê, bi xwedê ez bê qey ev camêr  300 kîlo heye û belkî jî bêhtir. Bi helbesta li ser Þingalê kela girî kir qirka me û kêfa me li me kir quzelqurt. Xelkê qala memikan dikir, vî camêrî qala Gir Izêr û Mir Izêra dikir û dîsa birînên me tev rakirin, mala me bir ber mîratê û havênê hêstira di çavên me de nehiþtin. xweya dike ku ev camêr êzîdî ye, dengê wî tê bê belkî 15 Mihemed Þêxo bi hev re  helbestê dixwînin. Dengê wî hima tev mûzîk bû, galgala wî jî mûzîk bû. Pêþî min got qey ew malnemîratê Hekîm Sefqan e. Min ji hevalê xwe pirs kir, dîsa tepek li nav serê min da û got:“ Ev Xebat Þakir e malmîrato, mane zarok jî wî nas dikin“.

 

Ji bo ez  ji bîr nekim, komîta mihrecanê hinek xelat û melat, gul û mil, diyarî û miyarî dan beþdara.

 

Wey li ser xêrê be rebbî û aqûbet li Bakur, Baþûr û Rojhilat be.

 

 25/10/09-Almanya-

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Girêka Kora

 

Weleh û bileh û tileh, bi hersê navê xwedê  Tirk marê di tur dene wîî, hima kerê kor jî vê zane. Dek û dolabên van bêbava xelas nabin yabo, bi ocaxa Þêx Muhsîn ev gotinên wan tev derew in. Ne tenê derew in, xap û hîlene jî. Bi xwedê ku ji Tirka were ew nahêlin ku Kurd bi Kurdî di berê jinên xwe de jî razin.

 

Erdoxanê qaþo misliman qala çirandin û mirandina pirsgirêka Kurd dike, tew ev mêro qala demoqrasiyê jî dike. Bi hersê telaqê jinberdanê, Erdoxan ruyê demoqrasiyê di jiyana xwe de maç nekiriye. Gava qala demoqrasiyê dibe, soromoro dibe û tê bê qey marê reþ pê vedaye. Ica ka em dev ji çirandina pirsgirêka Kurd, yan jî çirandina dimoqrasiyê, yan jî teq û req û hevgirtina milî a Tirkan berdin û em dîse dest bi karê xwe yê nîvcomayî bikin.

 

 Bi xwedê ez behwer dikim ku we ji min fêm kir ne wisa?

 

Her ro Tirk li gora xwe navekî li vê girêka kor dikin û roja din Baþpox wê bêje olmezzzz! Yên qala vebûn û mebûnê dikin ji tirsa Baþpox bi xwe de dirîn, hema di rojê de navekî din li pirsgirêkê dikin ji bo baþpox razî bikin. Lê mêro dîsa dibêje olmezzzzzzzzz û hey olmez. 

 

 Îca bi gora bavê min û te, siyaseta Tirkan tawî û bawî bûye, ew nema ser û lingên xwe ji hev nas dikin. Ji tirsa Baþpox feqîrê Erdoxan newêre bêjê ez misliman im. Car carna bi navtêdanên Obama wek dîkê qoqo serê xwe radikê, lê dîsa Baþpox dibin eba de dar þanî dike, qerem lê diþkin û nema zane çi bike.

 

Pêþiya gotiye „nanê Tirka li ser çoka wan e“ qurban. Îca miletê ku nanê wî li ser kaba wî be, tê çi hêviyê jê bikî? Bi wî agrê pîroz ê zindana Amedê, ev bêbavê Tirka derewa dikin, hemî xap û hîle ne.

 

Ê bavo riha Tirka di destê xelkê de ye, ka bera ew pêþî riha xwe ji destê xelkê derxînin û piþtre ber qala vebûn û mebûna bikin baba. Em ne bi xêra wan û vebûnên wan in, emê piþta xwe bi destê xwe bixwerînin yabo qurban….

 

 15/10/09

 

 

 

Aqûbet li hinekên din be

 

Ahmedê Berazî- 07/10/09- Almanya-

 

Em ev malmîratê Kurda çi dilê me safî ye, hima yek bêje me noþîcan be emê cerek av bi ser xwe dakin. Yan jî gotinek baþ ji devê xêrnexwazekî Kurda derkeve, emê rabin û li ber tava heyvê  bikin hingeding û govendê bigrin.

 

Berî demekê Gul ê Tirka got wê tiþtên baþ çêbibin. Yabo mi Kurdê xwe nedîtin, wey li wî ku berê xwe bide Tirkiyê û xwe bavêje dawa wan. Ê ku neçû jî serê pênûsên xwe tûj kirin û nivîs li pey ya din herikandin. Hina ji wan got ku Tirk dixwazin çend hestiya ji me re bavêjin lê PKK bûye bela sere me û nahêle em ji xwe re wan hestiyan bikojin, hineka got bi telaqê jinberdanê ku ne ji PKK ê bûya ev mesele hel bûbû û hew filan û bêvan. 

 

Ê helbet PKK jî dibêjê hîlêbelê ku çareserî ne di rêya serok de be çênabe OLMEZ û me ew çareserî navê, bera ji hestîkojan re be.

 

Ê qurbana çavê we me, ma DTP di parlementoya Tirkiyê de li ber golika ye? Ma ne we ew belengaz þandine wir ku meselê çareser bikin baba? Ê naxwe bihêlin ku DTP jî rola xwe di çareseriyê de bileyze wî. Heke ne bi dilê we be qebûl nekin, hê nebûyî hûn dibêjin nabe. Bi qurhana ser sînga pêxemberê ometê, bîna min hêdî hêdî teng dibe lo.

 

Wey li ser xêrê be rebî, siyasetvanê me yê navdar ku ev sî salin li mahcirîyê lotikan davêje, doh li ser TRT þeþ bû û digot û dibiland.  Wey li ser xêrê be yabo, ya rebî þikir ji dana te re ku te hiþt em mezinên xwe jî li ser telfizyonên Tirka bibînin.  

 

Yaw kekê mino, ma çi hatiye guhertin ku yekî mîna te derkeve telfizyona Tirka û me li cem dost û dijmina bihetikîne heyran? Ana sêwlekekî mina min biçûya TRT ê kesî nedigo ev kiye û ji ku hatiye, lê tu? Bi serê þêx min behwer nedikir ku Kemalê me rojekê here TRT6ê heya ku makzagona Tirkiyê neyê guhertin. Lê berî mirinekê min bi çavê xwe ew li ser TRT 6 dît kuro.

 

Hey xwedê hiþto, ma ne doh bû keçika þivan taromaro kirin?

Ma ne doh bû gotin ji niha û heya salekê kêlîka dilê me bixwaze emê herin nêçîra Kurdên li baþûr û tezkere ji meclîsê derxistin?

 

Ka ji kerema xwe re  ji min re bêje bê ka tenê li zindanên Tirka çend zarokên me hene? Law qey em þevekorî bûne bavo? Wele bi serê Markis me çend abûqatê xwe þandin meclîsa wan me go ta rojekê abuqatiya me li wir bikin. Lê bi kitêba sor ev bêbav nahêlin ku em abuqatiya xwe jî bikin, hero gefa li wan belengaza dixwin, geh dibêjin ka em wan biþînin mala xaltîka wan, geh dibêjin em wan bikujin baþtire. Aha ev in Tirkê ku tu derdikevî telfizyona wan heyran. De li ser xêrê be û aqûbet li gelekên din jî be yabo.

 

Bi wê qurhanê tiþtê ez zanim ku kî bixwaze û kî nexwaze bêyî PKKê ev mesela me safî nabe. Îca heke Tirk bi rastî dixwazin vê Girêka kora vekin, bere herin giravê û bi apê me re bi axifin berî ku þagirtiyên wî bêjin alêne û ala adane. Wê çaxê hêdî  emê bîst salên din jî di nav xwînê de avjeniyê bikin ellawekîl.

 

ahmedeberazî@yahoo.de

 

 

 

 

 

Alfatîhe Ala Niyetil Tewfîq

 

Ahmedê Berazî- 01/09/09-Almanya

 

Ya fetah û ya rezaq û ya elîm û ya kerîm. Bismilahilrehmanilrehîm.

 

Kaka, birakê me yê lîberal Birahîmkê Salih yê nîv Kurd û nîv Amrîkî, dest bi gera xwe ya danheva hêka kir. Weke min ji muxbirê Lotikxanê bihîst, kaka wê nozdeh hêkê rengereng di gera xwe de bide hev û bîne di dîwana kak Mesûd de deyne. Ji bo kak Mesûd ayetekê ji qurhana pîroz li ser wan bixwîne ta xerabe û genî dernekevin. Heke rih di wan de hebe û pozên wan biþewite, ew jî wê li ber kak Mesûd û hemî gelê Kurd sûnd bixwin ku ew destê xwe nekin berîka tu kesî û ji îro û pêde wek ava kaniya sipî zelal bimînin.

 

 Ezê duakê bikim hûn jî bêjin AMÎN. Xwedê bike ew hêkê ku Birahîmê me bide hev genî dernekevin. Ya allah xêr û xwedê ya xêrê bike.

 

Xwendevanên hêja, bi wê qurhana ku min û we di camiya mezin de xwendîye, niha vêga zirezira telefona Birahîmkê Salih e. Wey li wî xwe bi qurban û heyrana Birahîm bike ku çentakî bide wî. Hin dibê „tiþtê me kom kir allahwekîl bi nêvî“, hin dibê „bi sê telaqê jinberdanê sê behir ê te û behrek ê me“ û hin dibêjin…….. û hin dibêjin…… Û ya mayî jî xwendevanê hêja hûn ji min çêtir dizanin.

 

Ne li ser bextê me lê li ser bextê gotiya be.

 

Dibêjin birakê me kakacan Birahîmê Salih, ji þîr jî baqijtir e û ê ku di dema wî de destê xwe dirêjî berîka xelkê  bike, wê herdu çavên wî derxîne û ji gumgumokan re bike þîv û paþîv. Herweha dibêjin:” Bi serê mam Celal kim, henek menek di vê meselê de li ba wî tunene”.

 

 Ê de xwedê bide wî rebbî. Ma dilê me naxwze, ma gunehe kaka birakekî paqij derkeve? Alfatîhe Ala Niyetil Tewfîq!

 

Ku ev tiþtê dibêjin rast be, ellahwekîl mala dizek û mizeka xera bû. Ê de bera ji îro pêde ev dizek û mizekê zikmezin, hew karibin destdirêjiya bikin ha, wîîî! Ew bi devê feqîrê Nêcîrvan elimî bûn, belengazê Nêçîrvan ku kulmek li devê kê ji wan bixista meyê bigota mala Berzanî biserxweve çûne wî, ku diranê wan yeko yeko rakirina meyê bigota çavsor bûne allahwekîl, ku laþê wan bi qarîþa ve bihiþtina meyê bigota neheqiyê li wan dikin bi qurhan. Lê xwedê ji Nêçîrvan razî be, wî jî nekir û me jî negot em herdu alî aþtîxwaz bûn.

 

Bi wê qurhana ser sênga pêxember, ne sar li me tê û ne germ li me tê.

 

Lê dîsa jî werin em bi hev re fatîhakê Ala Niyetil Tewfîq ji bo serkeftina destebrakê xwe Birahîmê Salih bixwînin, belkî hema xwedê teala bi destê wî ve bîne, hinekî rûyê me sipî bike, melkesekê li vê gemar û memarê xîne û dilê cangoriya hinekî di gorê de þad bike.

 

Waaaa Birahîmê Kurê Salih! Dengê min tê te looo?

 

De ka rabe ser xwe û bêje ya allah û ya xwedê û bismilah! Daw û dêlên xwe biçikîne û dest pê bike ta xwedê bide te birako. Bahweriya te ji rebê izetê be, em jî û kak Mesûd jî li piþta te ne, netirse û wêrek be qurbana çavên te.

 

Lê bera haya te ji te hebe kaka.  Elokxwer li dora te pir in, dawî ti di nava pirtikan de nemîne ha eman eman. Bîna wan mîratê pirtikan jî pir genî ye canekem.

 

De here xwedê û Þêx Hadî yê geliyê Laliþê, pêxemberê ometê û Îsa û Mûsa bi te re bin kaka!

 

ahmedeberazi@yahoo.de

 

01.10.2009 Almanya

 

 

 

 

 

Jandost xurifî ye wî!

 

Ahmedê Berazî- 28/09(09-

Bi qurhana li ser sînga pêxemberê ometê, Jan Dostkê me xurifiye wî. Bavo em dibînin her ku diçe tirtirê xelkê dibirqînin û mezin dibin, lê yên me berevajî wê korîk û biçûk dibin. Na wele her ku diçe bi xwede dirîn. Aha ji we re mînaka Jan Dostê me û lêborîna ku ji Ateturk dixwaze http://www.avestakurd.net/news_print.php?id=6509. Wey bavooooo em çi miletekî guneh in ku yên mîna Jan Dost bûne tirtireyê wêjeya me. Gava Jan Dost bû tirtireyê Kurda, naxwe xwelîya 7 gundan li serê me bariyaye û hew.

 

Waaaa xurifiyo! Ka bêje law,  yên ku singo li zikê dayikên me dan ne leþkerên Ateturk bûn Jan efendî?

 

Ma ez bûm serokê Tirrrrkiyê gava mezinên Kurdan li sêdarê dan Jan efendî?

 

Ma ezim yê ku got xwezî bi wî yê ku bêje ez Trrrrrk im Jan efendî?

 

Xweya dike ji vexwarina þorba Xedamê Behsî mejiyê te teqlomeqlo bûye Jan efendî!

 

Tu dibêjê me çiqase zulm li te kir di pirtûkên xwe de, di helbestên xwe de, Di romanên xwe de, di çîrok û þevbuhêrkên xwe de. Haho ezê pêsêra xwe ji derdê te û van bêbextiya biçirînim Jano, ka me Kurda çi zilm li Ataturkê te kir bêje exûyî? Tu nebêje ezê ji te re bêjim; ma kê zimanê me qedexe kir? Kuro dev ji ziman berde, vî bêbavî em bi xwe jî qedexe kirin, kê kolosên me bi þifqa guhertin? Kê þal û þapik, kiras û qutikên me bi bantrûn û çakêta guhertin birako?  Ma ne Atatirkê te bû Jano?

 

Bi xwedê heya sibê ez ji te re bihjimêrim, tiþtê ku vî bêbavî bi serê me kiriye bi dawî nabe. Meselak bavê min hebû tim ji me re digot: “Yê ji þeqamekê netirse ji sedî jî natirse û yê ku ji gotinekê fam neke ji sed gotinî jî fam nake”. Îca ez behwer dikim te ji min bêhtir nava dîrok û gemara Atatirkê ne Tirk xepartiye, her wiha jî  tu ji min bêhtir wî nas dikî Janiko, hey xwedê jê stendo.

 

Bi qurhan, serê min jî mîna yê te zingar girtiye, ez jî mîna te nema rast û çepê xwe ji hev derdixim. Kuro em xurifî ne birako. Wey bavooooooo, bi xwedê min a niha ya te fêm kir bê çima te ew helbest nivîsî. Erê birako, nanê te di xwaringeha Xedamê Behsî de nema îca te got ka ez bi helbestekê pesnê vî bêbavê Atetirk bidim belkî ew min bibin TRT 6 û ez çend hestiya li wir jî bikojim. Yan na?

 

De here li te pîroz be nivîskarê tirtire. Bahwer bike ew li yên weke te hêvîþikestî digerin. Lê ger tu ev mal be, ez bawerim tê ji wir jî destvala bi ser me de vegere. Her bi navê xwe û yên hêvîþkestî mina xwe lêborînê ji wan bixwaze, bi sê telaqan ewê gelkî qîmetê te bigrin. Ez behwer dikim ku hinek xulam tevî qesrekê bidin te ji bo hîn bêhtir tu pesnê wan bidî. Kuro lawo here û nesekine malnexirab, ma hîn tu li virî? Here berî tu poþman bibî hebîbî. Lê go tu çuyî  her ser tirba Ateturk û vê stranê jê re  bêje wê kêfa wî pir ji te re bê ellawekîl.

 

Bêje:  Kemal û Îsmet e wey lêlê û lêlê, Þifqe kir adet e wey lo lo, bû bavê milet e Kemalo lo  û pêde here.

 

Îca qewêtiya min li te be, here hinekî wan romanê xwe yan jî pirtûkên xwe ji refikê derxîne û  bixwîne. Belkî pozê te biþewite û hêviyên te hinekî þiyar bibin kuro.

 

Ahmedê Berazî

ahmedberazi@yahoo.de