Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Agir bi doxînê ketiye, AJDAR nema rehet rûdinê...

 

 

   Aran Perînas-27/08/07-Swêd-Dîsa ket rojevê Ajdar beg, Ajdar wek popstar tê nasîn, werhasil. Dîsa li programên Tirkan jibo çêkirina albûmekê ketin qirka hevûdin. Wek conegayên ku li ser çêlekekê poþan li hev xin. Ajdar wek ku herkes dizane Kurd e. Zilam mihendizê mekînan e, bizmar û burxeyên mekînan yek bi yek nasdike.

   Aqlê xwe winda kirîye, illeh û billeh divê albûmekê orîjînal çêke, tu dibê qey stranên wî wek ”mûzên çîkîta ” li dinyaye rekor þikandine bavo!

   Birastî piþtî bernama Tatlises û beþdarbûna Ajdar me þok derbas kiribû, wek mirîþka gêj li me hatibû. Zilamê nîv zelût stranek Kurdî teqand. Wey keko brawoo! Kuro lawo dengê te bi Kurdî hinekî diþibe tiþtekî haa! Tê wek nizanim çi qûna xwe bihejînî, û Tirko jî ji zewkê bila bibin çar koþe, tewwww! Bi Xwedê yabo te kir tirrrrrrrr! Dibêjin Ajdarkê me gotiye:

      Ev imaja mine qardeþim, tiþtekî gelek nû û taze ye! Min nerî nan di mihendizîyê de nemaye, min qerar daye ku hinekî xwe bihejînim û lotikan bavêjim”. Ê bavê je bavê mino, lotikan jî, zîtirkan jî û hetta pehînan jî bavêje, wîî!

 

   Zilam gelek xwe mezin dibîne û dikeve nav xeyalan.

Mîsal:

      Hayê min jê tine, menejerê min telefonek berî nîvro ji Los Angelesê stend.Dixwazin illeh û billeh ez herim wir konserekê bidim, ka ser bextê we be, de ka binerin ma wextê min heye?! Naxwazim dilê heyranên min jî ji min bimînê. Dev ji min bernadin bavo. Hez ji min kirine û peþîya min jî bernadin allahwekîl! Heyranên min bila aciz nebin”. Filan û fîstan

Willeh me bi Ajdar kêf kirîye, jê weye bi vî þiklî wê têkeve pîyasê. Xelk

û Los Angeles razane, li benda Ajdar beg´in wey! Ji camêr re gelek telefon tên û nagihê bersiva wan bibe. Bila here þekirê nane bixwe.

   Binerin bê çawa Ajdar bi Kurdî distire.