Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

Xwezî bi wê rojê

Hesen Almas- 14/09/08- Waþîngton- Dibêjin rojnama Washîngton Post nivîsek di derbarê Kurdekan de nivîsandiye û lotikek li Kurdan xistiye. Xwedêgiravî Kurd hinek deverên Iraqê bi darê tifingê dixin bin desthilatdarîya xwe û xaka xwe berfirehtir dikin.

  

Serdarê hêzên Amerîkî General Mark Hertlîng gotiye:”Kurd bi vê helwesta xwe zirarê didin rewþa Iraqê” filan û bêvan.

  

Lê a xweþtir Abdullah Acil el-Yaver ku serokek ji herêma Sincarê ye û Erebekî qûnreþ e, gotiye. Abdullah efendî gotiye: “Her sê jinên min ji min berdayî bin Kurd ji Saddam xerabtir tînin serê me. Kurd me ji malên me derdixin, me digrin û di girtîxanên xwe de êþkencê li me dikin, ji Gestapo xerabtir tînin serê me” filan û jehr û ziqûm.

 

Hûn dibînin ne? Kurd û Saddam, Kurd û Gestapo? Pekkkkk……Heyla kerê min di quhanê her sê jinên te gao, law go Kurd wek Saddam û Gestapo bûna, ma wê çima bi sedê salan di bin destê we Ereb, Tirk û Farisan de bûna kurê kerê? Ma ne ji berg o Kurdan Saddamtî, Atavirqotî, Xumetnokî nekirin bindest man, serkero!

 

Welhasil, xwezî bi wê roja ku Kurd biaqil bibin, hiþê wan bê serê wan, bibin wek Saddam û ha ha erd û axa xwe berfireh bikin. Qe nebe belkî hema xeyala „Kurdistana Mezin“ yan „Împaratorîya Medya“ bibe rasteqîn lo, wîî!

 

Wille, bille û tille tisqa li me ket, em avis bûn law avissssss........