Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

Hernêêêêê, îro heye sibê tune..

 

Þemal Amedî-27/08/07-Hollywood- Lotikvana Latîn Amerîkî Jessîca Alba lotikek li dostikê xwe Caþh Warren xist û ew avêt ber devê derî. Piþtî lotik û hevdugevizandina 2 salan, dilê Jessîca Alba ji tirþika malê xelîya û verþîya. Hûn zanin, heçê lotikvan û navdar in nikarin hertim tirþikê bixwin.

 

   Divê xwarinên þiklo þiklo, xwarinên guhertî bixwin û tamekê ji jîyana xwe bikin. Wek me rebenên Xwedê nkarin heta bi mirinê bi yekî re bijîn û bi lotikekê debar bikin. Werhasil, Jessîca Alba jî ji tirþika Caþk Warren aciz bû, ew avêt ser sergo û niha ji xwe re li xiyarekî taze û ciwan digere.

 

   Xanimê çarçavî bûye, agir pê ketiye û li bendî ye ku xêrxwazek here li derîyê wê bixe û bêje:“Hay Darlîng, I m comîng!“ 

 

   Werhasilî kelam, vê fersendê bernedin. Jinik hem bedew e, seksî ye û perê wê jî pir in. Heger xortên Kurd hinekî biaqil bin, wê li devê derîyê wê têkevin dora tenûrê û nanê xwe pê vedin. Yan na, wê vê fersenda dîrokî ji destê xwe berdin ellahwekîl!

   Ji me gotin…..