Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Gelo bi 71.800 dolar çend malbatên Kurd xwedî dibin?
Þêrzad Zebarî-20/01/08-Hewlêr- Em Kurd milletekî ecêb in. Em zû xwe ji bîr dikin û derbasbûna xwe naynin ber çavên xwe. Bi taybet jî em Kurdekanên baþûr wek model û mankenan xwe diguherin. Ne bi roj û mehan lê bi seet û kêlîyan xwe diguherin, xwe ji bîr dikin. Çawa be petrol pir e, pere jî pir in, dizî û sextekarî jî mode ye, îcar wê jibo çi Kurd lotikan li hev nexin?
Bi hezaran malbatên feqîr û belengaz hene. Bi hezaran zarokên þehîdan birçî û tazî ne. Lê ji alîyê din hinek dem û dezgeh bi navê proje û planên bazirganîyê têra xwe pere ji dewletê distînin û kes nizane çi bi wan peran dikin.
Werhasil, derd û kul, kêmasî û xeletî ne yek in û ne didu ne. Meselen li Korek Mûzîk, Kompanya Nûdem û kekê me Hesen Þerîf binerin. Dibêjin Kompanya Nûdemê albûmek bi 71.800 dolarî ji Hesen Þerîf re çêkiriye. Xwedêgiravî Hesen Þerîf jî gotiye “Kompanya Nûdemê dînarek jî nedaye min” filan û bêvan. Kê pere dabin û nedabin kê ne karê me ye. Lê pirsa di serê me de ev e: 71.800 dolar jibo albûmekê??
Gelo bi 71 hezar û 800 dolarî çend malbatên Kurd, çend zarokên þehîdan pê xwedî dibin? Kurdistana ku hebûna wê hê di erê-nayê de ye û kes nizane wê çi bê serê wê, çawa kare bê hed û bê hesab, bê plan û projeyên pêþerojê bijî!?
Gelo ma þert e albûmên bi 60-70-80 hezar dolarî bên çêkirin û ewqas pere ziyan bibin? Bi ser de albûm xisarê jî bikin û perê xwe dernexin! Çima ma Kurdistan bûye Hollywood bavê min?