Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

Vê trimbêlê nerevînin

Rûto- 31/10/08- Romanya- Dinya bûye çerq û berq. Ê ku bazdide ser keça xwe, ê ku bazdide ser dêya xwe, ê ku xelkê bera ser xwe dide, bûye quzilqurt wesselam. Niha jî qûnekê bi navê Alex Cretû li Romanya jina xwer xist înternetê û da ber bazarê.

Alex Cretû hingî ji pitepita jina xwe aciz dibe, wê di malperek trimbêlfirotinê de dide înternetê û dibê:“1983 model e, pir baþ e, het tiþtê taybet li ser e, xaz û qorna wê temam e, ABS heye, vê jina firotinê bernedin“ filan û fîstan.

Alex Cretû dibêje: „Min hêvî dikir ku bi firotina jina xwe 6.4 milyon dolar qezenc bikim. Lê ji bo zû bê firotin, min buhayê wê daxistiye 4 hezar û 800 dolarî“.

Hûn dibînin newlo?

Mêro jina xwe a 25 salî, taze, nermik û germik derxistiye bazara lotikan. Bi namûs min heta bi 4 hezar dolarî jî tê da, lê 800 dolrê min kêm bû.

Îcar ez xwe davêm tor û bextê xwendevanên Lotikxanê. 800 dolarî ji min re biþînin qe nebe ez bibim xwedî jin û bizewicim qerdeþim! Jina 25 salî, xweþik, nermik, oxxxxxx law ma ka jê xweþtir! Hem jî erzan haaaa, 4 hezar û 800 dolar law!