Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

Ji mexdûrên Lehiyê re Alikariya KÜRT-KAV Û KAYOyê

 Amed – Kampanyayê alîkariyê ku ji mexdurên lehiyê re ku meha borî pêkhatibû, bi hevpiþkiya Weqfa Çand û Lêkolînî ya Kurdî (KÜRT-KAV) û Komeleya Ciwanên Kurd ya li Emrîka (KAYO), bi dawî hat.

Alikariya ku ji alî KAYOyê we hatibû berhevkirin, ji alî Muhasîbê Giþtî ya KÜRT-KAVê Bayram Karaca ve li herêma Amedê hate belavkirin. Hewceyê gotinêye ku di belavkirina ev alîkariyê de, Komelaya Sarmaþik ya Tekoþîna li Hember Xizaniyê a li Amedê jî, ji KÜRT-KAVê re rêberî kir. Alikariya hatiye dayîn de, ji 39 malbatên Kurd re, 8570 Dolarî Emrîkî hate belavkirin.

Wekî tê zanîn Çileya Pêþîna sala 2006an de li Amedê lehiyekî mezin rabûbû û gelek malbatên Kurd ji vê lehiyê zerar dîtûbûn. Ciwanên li Emrîka dijîn jî li hember vê yekê serî li KÜRT-KAVê dan ku alikariya berhevkirî ji mexdûran re rêbikin. Li ser belavkirina alikariyê, Bayram Karacayê Muhasîbê Giþtî ya KÜRT-KAVê weha got:

“Ev alîkarî her çiqas sembolîk be jî, ji bo hîssê wan ên dilînî, em sipasiya KAYOyê dikin. Em gelek kêfxweþin ku, ev alîkarî bi riya KÜRT-KAVê hatiye belavkirin û keda me jî di vê yekê de heye. Lê keda mezin ya KAYO bi xwe ye. Bi vê minasebetê em carekî din ji mexdurên lehiyê re hîssên xwe yên derbasîbûnê pêþkeþ dikin û yên jiyana xwe dane re jî serxweþî dixwazin.”