Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
KAMPANYAYA NAVÊN ÞÊNGEHAN ÊN KURDÎ
Weke
tê zanîn dijminên gelê kurd li gel hemû nirx û rûmetên me yan tune kirine, yan
nav û naverok guherandine û kirine malê talanê. Bi van polîtîkayên qirêj ên
tunekirinê re navên hemû þêngeh û wargehên Bakurê Kurdistanê hatine guhertin û
kirine tirkî. Her çendî salên pêþîn kesekî paxav bi van guherandinan nedikir û
her navên kurdî bikar dianîn jî, niha êdî roj bi roj em navên þêngeh û wargehên
xwe ji bîr dikin, di þûna wan de navên ku dewletê fermî li wan kiriye em bi
taybet di nivîs û nûçeyên xwe de bi kar tînin.
Lê em wê hesabê nakin ku dê herî zêde nifþek an du nifþên din navên bi kurdî bi
temamî bêne jibîrkirin û dê yên ku wan navên tirkî li þêngehên me kirine jî
bigihêjine mirazên xwe û îdîayên nû bi pêþ bixin ku ev þêngeh ji bav û kal ve
yên wan bûne, çawa ku li Newroza me kirin!..
Mêvanên hêja; ji ber van sedeman me jî grîng dît ku em bi armanca berhevkirina
navên bajar, bajarok, nehiye, gund, gom û taxên Bakurê Kurdistanê yên bi kurdî
kampanyayek bidine destpêkirin.
Em bang li her kurdekî dilsoz dikin ku di þûna xwe de navên kurdî û li ber wan
jî yên tirkî yên þêngehan binivîse û ji amîdakurd re biþîne. Bi vî rengî em ê
hewl bidin ku bajar bi bajar, bi bajarok û nehîyeyên xwe ve, navên hemî gund û
taxan, ên Bakûrê Kurdistanê bi tirkî û kurdî bêne qeydkirin. Çi pêzanînên ku
hatin ber destên me, em ê di malperê de bi awayekî sîstematîk biweþînin.
Armanca me berhevkirina hemî navên tax, gund, bajarok (qeseba) û bajarên Bakurê
Kurdistanê ye. Bi vî rengî kî bixwaze dikare vê lîsteyê ji amîdakurd bigire, li
ba xwe qeyd bike û dema pêwîst bû li vê lîsteyê binihêre û navên kurdî bikar
bîne, li þûna ku navên tirkî bikar tîne!.. Em bawer in ku dê ev ji bo neteweya
kurd bibe xizmeteke mezin.
Li gel rêz û silavan
Redaksiyona Malpera Amîda Kurd
amida@amidakurd.com