Lotikxane
<< Magazîn, henek, gilî û gazin >> |
Çi hat serê Angelîna Jolîe? Þemal Amedî-04/08/07-Hollywood-- Angelîna Jolîe yek ji wan jinên herî bedew û seksî a dinyayê ye. Birastî Angelîna bi bedewî û spehîbûna xwe dilê gellek zilaman diþewitand û tir ji wan berdida. Zilamê ku çav li Jolîe ketibe û doxîna xwe þil nekiribe kêm in. Angelîna Jolîe di dema xwe de gellek lotik avêtin û herma bêjin tiþtek di dilê xwe de nehiþt. Ew yek ji sînemagêra herî navdar e û bi flîmên xwe bi milyonan dolar qezenc kir. Werhasil, dawîya dawî dilê xwe da Brad Pîtt ê ku di Hollywoodê de wek lotikvanê herî seksî û xwîngerm dihat naskirin. Ew zewicîn û keçek wan jî çêbû. Lê xuyaye heçê ev sînemagêr in nikarin zewacek bi serûber berdewam bikin. Sebra wan bê lotikavêtin nayê û herroj nikarin tirþikê bixwin. Îcar dibêjin Angelîna Jolîe û Brad Pîtt li ber hevduberdanê ne, yan jî bêjin hevdu berdane û ji xwarina tirþika hev têr xwarine, virikî bûne. Tiþtê ku li ecêba hezkiriyên Jolîe diçe ev e ku Angelîna Jolîe kîloyan winda dike, zeîf dibe û bedewîya xwe winda dike. Jolîe niha dahetiye 44 kîloyan û hema bêjin nema kare rahije tiþtekî giran, qidûm pêre nemaye. Ev jina bedew û xweþik, milyon dolar, dewlemend û zeîfbûn? Hinek bawerin ku "ew bi nexweþîya êþa mirîþkan" ketiye, hinek dibêjin "na baba ew xwe zeîf dike" û hinek jî dibêjin "bi serê we tir têde nemaye, hingî gon xwariye laþê wê xwe ji hev berdaye û goþtê wê nema xwe bi îskelet û hestîyan ve digre" filan û bêvan. Lê li ser bextê cîrana wê Sîmona Peter be, dibêjin Angelîna Jolîe jê re gotiye:"Xwendevanên Lotikxanê ez çavînî kirime û nezer li min ketiye. Çavê wan wek topa qiametê ez ji hev tarûmar kirime û anîme vî halî". De Xwedê alîkarê Angelîna Jolîyê be rebbî! Heyfa vê jina bedew ku ketiye vî halî, weleddddddd.....
|