|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
info@lotikxane.com |
|
Biryarek pîroz e, her bijîn!
Ahmed Beyan-07/09/06-Ankara-Di
civîna 7ê hemê de gellek sazîyên Kurd biryarek pîroz girtin û dan zanîn ku ewê
jibo perwerde û bikaranîna zimanê Kurd têbikoþin û xebatê bikin. Van rêxistinan
deklerasyonek jî ji raya giþtî re belav kir, bang kir û got, “ Bi
vê bîr û baweriyê, di serî de kadroyên têkoþîna azadiyê, em bang li hemû gelê
xweyê welatparêz û birûmet dikin ku bi ruhê seferberiyê beþdarî vê têkoþîna
birûmet bibe, li zimanê xwe xwedî derkeve, bi zarokên xwe re bi Kurdî biaxive,
wan li ser bingeha çand û zimanê Kurdî perwerde bike û her maleke Kurd bike
dibistanek zimanê Kurdî. Her wiha em bang li gelê xwe dikin ku êdî destûrê nede
ku tu rêveber û xebatkarên sazî û rêxistinên Kurdan, bi wan re ji bilî Kurdî bi
zimanekî din xebatan bikin.
Di civîna xwe de em gihîþtin vê biryarê ku zimanê saziyên me bibe Kurdî, saziyên
di hemû kar û xebatên xwe de zimane Kurdî bi kar bînin. Ji bo pêkhatina vê yekê
jî me biryar girt ku em hemû kadroyên sazî û dezgehên xwe bi Kurdî perwerde
bikin.Em bang li radyo, tv û hemû çapemeniya Kurd dikin ku bi awayekî çalak
beþdarî vê têkoþînê bibin, xebatên
wê ragihînin raya giþtî, bi bernameyên xwe beþdarî vê têkoþînê bibin”.
Her bijîn! Em wek
lotikvanên Lotikxanê vê biryara pîroz destek dikin, wî çaxî bajon û hej bajon,
em bi we re ne....
Partiya Civaka Demokratîk
(DTP),Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya DTP’ê
Meclîsa Jinên DTP’ê, Meclîsa Ciwanên DTP’ê, Dem-Genç ,Tevgera Jinên Azad û
Demokratîk
Tevgera Hemwelatiyên Azad, TUAD- FED,YAKAY-DER, GÖÇ-DER, Însiyatîfa Dayikên
Aþtiyê
Komeleya Nivîskarên Kurd a li Amedê (PENA KURD) , Kurd-Der (Enqere)
Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) , Navenda Çanda Bihar, Navenda Çanda Serhed,
Navenda Çanda Anka , Navenda Çanda Avaþîn, Navenda Çanda Dîcle Firat, Navenda
Çanda Botan, Navenda Çanda Mem û Zîn, Navenda Çanda
Akdenîz, Navenda Çanda Gever
Navenda Çanda Mêrdînê, Navenda Çanda Mûþê, Navenda Çanda Ada, Navenda Çanda
Rihayê
Kovara Özgür Halk, Kovara Genç Bakiþ, Rojnameya Azadiya Welat, Konfederasyona
Kedê ya Demokratîk , Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Kurdî-Der, KARGER