Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

Ji ankêtê Lotikxane derket

 

 

Þîndar Berwarî- 19/09/08- Duhok- Li ser bextê rojnama Rûdawê be, dibêjin li gora rapirsîna ku Peymangeha Kurdistanê li bajarên Hewlêr, Silêmanî û Duhokê çêkiriye, derketiye holê ku ji %58ê Kurdekan ji kar û barên parlamentoyê ne agahdar in, ji %69ê Kurdekan nizanin bê hejmara parlamenteran çend in. Wekî din, ji %15ê Kurdekan  parlamenteran wek nûnerê xwe nabînin û ji %52 an jî parlamentoyê wek nûner û xizmetkarê partîyên siyasî dibînin.

 

Axir, piþtî rapirsîna Peymangeha Kurdistanê, me jî wek nûnerên Lotikxanê yên li Duhok û Hewlêrê rapirsînek taybet çêkir û ji 1999 Kurdan pirsî:

 

- Kîjan ji van hêzan xizmeta her çar parçeyên Kurdistanê dike?

 

a)- Parlamentoya Kurdistanê

b)- PDK

c)- YNK

ç)- PKK

d)- Lotikxane

 

Di encama rapirsînê de ev encamên balkêþ derketin holê:

1-      Parlamentoya Kurdistanê: % 10.  (Giranîya xwe daye kirîvantîya Erebên qûnreþ û temamê wextê xwe dide çûn û hatina Bexdayê)

2-     PDK: %20. (Giranîya xwe daye ser nakokîyên navbera PDK û YNK û pirsgirêkên Kurdên parçeyên din ji bîr kiriye, bincil kiriye. Car caran jî bi gendelî û bertîlxurên di nava xwe de dadikeve).

3-     YNK: %09. (Ji pirsgirêkên nava partîya xwe û berberîya li himber PDK wextê nabîne ku serê xwe buxrîne. Ne Kurdên parçeyên din tê bîra wê û ji xwe Soranî û Soranistan ji wê re bes û zêdeye.)

4-     PKK: %10. (Hemi hêza xwe daye demokratîzekirina Tirkiyê, gerîllayên me di ber Tirkên ku tucarî nabin demokrat û mafê Kurdan qebûlnakin de þehîd dibin.)

5-     Lotikxane: %51. (Kurd e û Kurdistanî ye. Lotikên bêîman li dijmin dixe û tirrê ji wan berdide.

 

Welhasilî kelam, henek li alîyekî lê divê PDK , YNK û PKK kumê xwe deynin ber xwe û baþ li halê Kurdan bifikirin. Heger ji %15ê Kurdan parlamenterên xwe wek nûnerên xwe nebînin û bawerin ku berjewendîyên partîyan di ser berjewendîyên netewî re ne, mana xwe ew e ku ewê berê xwe bidin hêz û partîyên din û têkevin rêyên xelet.

 

Ji me gotin canekem. Hûn þîretên Lotikxanê dixin serê xwe naxin serê xwe hûn bi qîma xwe ne. Piþtre nebêjin Lotikxanê em hiþyar nekirin baba…..