|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
DAXUYANÎ
Em wek Komîteya Hevkarî di pêncemîn salvegera kuþtina xanima hêja Anna Lindh de, bi rêz û rûmet wê bibîr tînin.
Anna Lindh siyasetvanek durust, xwedîrûmet, binavûdeng, demokrat û mirovhez bû ku cîhê wê zûbizû nayê dagirtin.
Herweha Ana Lindh alîkara gelên bindesrt bû, xasma jî dosta Gelê Kurd bû û hertim piþtgirî dida doza Neteweyê Kurd. Wefadarî û kurdheziya Anna Lindh û navê wê dê di têkoþîna gelê me ya ji bo azadî û demokrasiyê de her û her bijî.
Em Anna Lindh ji xwe re wek remza dostaniya di navbera gelê Kurd û gelê Swêdî de dibînin û vê remzê bi rûmeteke mezin jî dinirxînin.
Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî Yên Kurd û Kurdistanî ku ji 22 partî û rêxistinên siyasî yên ji her beþên Kurdistanê pêk hatiye, qedrekî bilind dide dost û pitþgirên Neteweyê Kurd û wan jibîr nake.
Bila rihê Anna Lindh her þad û bextewar be û cihê wê behiþt be.
Komîteya Hevkarî ya Hêzên Siyasî Yên Kurd û Kurdistanî Li Swêdê
14/09/08-