Lotikxane

 

 

Antonîo Vega

 

 

 Ne bi wê dibe, ne bêyî wê dibe

 

 

Aha parêzer gerek wek Soprano bin ha!

 

Xanima germik û nermik Jacquelyn Soprano parêzer e. Hem jî çi parêzer ha, eerrreeekkkkk ma parêzerî pê dikeve! Ez bi serê we û Sîlvîo Berlûsconî kim, ji sedî 99 miwekîlên wê ne ji bo parêzerîya wê, lê ji ber bedewî û seksîbûna wê jê re dibin miþterî. Kuro ma jin e law, horî ye horî. Bi ellawekîl ji zîlka pîvazê jî xweþtir e lo, wîî!

 

 

Axir, xanima germik û nermik Jacquelyn Soprano, ne tenê parêzer lê di wextê xwe yê vala de wek model jî kar dike û girêza devê zilaman diherikîne. Meselen çi cara ku ez vê xanima agirpêketî dibînim, girêza devê min 17 santîman diherike û bê eraq serxweþ dibim. Lê hinek zilam jî hene ji bo xatirê vê ciwanikê jinên xwe berdane û hema li ber wêneyê Soprano xanimê bi þev û roj bi xwe xweþ tînin.

 

Ez serê we neêþînim, heger hûn bê parêzer bin û hûn bixwazin Soprano xanim pirsgirêkên we bi þêweyek germik û nermik çareser bike, nesekinin û têkevin dora tenûrê.

 

 Werhasil, de ka li Jacquelyn Soprano xanimê binerin bê girêza devê we jî wek a min diherike yan na gelî lotikvanan..

 

13.12.2009- Roma

 

 

 

 

 

 

 

Berlûsconî ji niha ve ket dora tenûrê

 

Antonîo Vega- 29/10/09- Roma- Di pêþbirka “Mîss Îtalîa 2009” de lotikvana 18 salî Marîa Perrûsî bû yekemîn û taca bedewîyê da serê xwe. Bejna Marîa Perrûsî 1,82 dirêj e û wek karxezalekê ye.

 

Li ser bextê zinêkarên bajarê Romayê be, dibêjin serokweîrê Îtalya Berlûsconî ji niha ve ketiye dora tenûra Marîa Perrûsî û li dora wê dire û tê.

 

Wek hûn zanin, Berlûsconî wek ciwangeyê nav garanê ye û li Îtalya çi keç yan jinek xweþik û bedew hebe, lotikekê lê dixe û zimanê xwe li dora devê xwe dibe û tîne.

 

Axir, gerçî hê em nizanin bê ka lotikên Perrûsî çawa ne, lê dibêjin piþtî ku Berlûsconî lêkolîna xwe li ser can û cesedê wê bike, wê derbên lotikên wê eþkere bibin û qûna reþ û spî derkeve mazatê.

 

Papa Benedîktûs bi Marîa Perrûsî re be û xwedê lotikên þidyayîtir bike qismetê wê rebbî...

 

 

 

 

Aha pîlot ev pîlot e ellawekîl!

 

Antonîo Vega- 08/04/09-Roma- Berî 4 salan li girava Sîcîlya a Îtalyayê balafirek Tûnûsî ketibû û 16 kes têde miribûn. Piþtî lêkolînek dûr û dirêj, derket holê ku pîlotê balafirê Þefîq Garbî, balafira xwe danexistiye balafirgeha nêzîk a Palermoyê û di þûna ku balafirê daxe û nebe sebeba mirina insanan, dest bi dua û selewatan kiriye û xwestiye bi dua û selewatan balafirê ji ketinê xelas ke.

 

Pîlot Þefîq Garbî, xwe avêtiye bextê Xwedê û Mihemed û ji wan xwestiye ku balafir nekeve. Lê ne Xwedê alîkarîya wî kiriye ne jî Mihemed.

 

Dua û selewatan fêde nekiriye, balafir ketiye û tirr ji 16 kesan hatiye berdan, kes nizane ne ew rêwî çûne cehnemê yan jî bihuþtê.

 

Welhasil, piþtî dengê dua û selewatên Þefîq Garbî di qutîya reþ a balafirê de eþkere bûye, dadgeha Îtalyayê lotikek qirase li Þefîq efendî xist, 10 sal cezê hepsê dayê û qûþ lê qetand.

 

Îcar qerdeþim, heger hûn bixwazin bibin pîlot û balafiran bifirînin ezmana, herin li Tûnisê „Zanîngeha Dua û Selewatên Pîlotîyê“ bixwînin. Dua û selewatên Þefçq Garbî fêde nekirin, belkî ê we fêde bikin û hûn jî navekî bi dû xwe xin…