<<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Bavê Gulistan trimbêl firot

 

Mîr Ronas- 03/06/08-Êlih-

Hûn bi mijara Bavê Gulistan hisyabûn. Çendeyek berê Bavê Gulistan li gundekî Êlihê rastî bizina tal hatibê u bizina gewr tirimpêla wî hûr û hela kiribû. Îca ew neçar ma tirimpêla xwe bi nîv bihakî firot. Kuro ji xwe li manîya bû îca ew jî bû sebeb.

Yabo Bavê Gulistan nexweþê tirimpêla ye. Heya îro 99 tirimpêl kirîye û firotîye. Bi telaqê laz Reco wey! Bavê Gulistan îro çend rojin bê tirimpêle û hedana wî nayê. Ku îro teyareyek bikire hûn þaþ nebin ha.

Îca ez serê we û serê Bavê Gulistan neêþînim. Haaa, ez vê jî bêjim, Bavê Gulistan tirimpêla ku bikire nahêle kelmêþ lê deyne. Îca li Êlihê gava Bavê Gulistan tirimpêlê bifroþe deh deqeye. Erê kuro, tu dibê qey kitikên Midyadê difiroþe. Ma bavê min, Êlihî jî karê xwe zanin, tirimpêla erzan, xweþik û rindik. Welle yabo zor baþe.

De neyse, heger trimpêl ji we re lazim bin, werin ji Bavê Gulistanê bikirin qardaþim. Perê xwe nedin xerîban. Haaa, heya min ev nivîs jî nivîsîbû Bavê Gulistan hê tirimpêl sedî sed nekirîbu!