Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

 

Galaya Arafê tirr ji Nisêbînîyan berda

 

 

Listika Teatra Avesta "Araf/ Di Navbera Du Welatan De" ku ji aliyê Cîhan Þan ve hatiye nivîsîn û ji aliyê Aydin Orak ve tê lîstin, di salvegera kuþtina Mûsa Anter de li Nisêbînê bi beþdarbûna bi hezaran kesan hate pêþkêþkirin.

 

Lîstika Arafê ku li Navenda Çanda Mîtannî rastî eleqeyeke mezin hat, ji ber ku di salona ku cihê pênsed kesî heye de cî nema, ji ber vê yekê bi riya sînevîzyonê bi hezaran kesan li derve jî temaþekirin. Lîstikvan Aydin Orak ku bi tena serê xwe dilîze, derhêneriya lîstikê jî kiriye, demek dirêj ji aliyê temaþevanan ve li ser piyan li çepikan hat xistin. Temaþevan carnan hestewar bûn, carnan jî ji kenan zikopiþto bûn.

 

Lîstika ku ji aliyê Cîhan Þan ve hatiye nivîsandin, Aydin Orak derhêneriya wê dike, mûzîk Efkan Þeþen, dekor û kostum Amed Çay, asîstan Bîlal Bulut, Aram Dildar û lîstikvan Aydin Orak e. Derhêneriya dîmenan jî Huseyîn Karabey kiriye. Hevalê Apê Mûsa Canîp Yildirim piþtî lîstikê nêrînên xwe wiha gotin: "Min di jiyana xwe de lîstikvanekî wisa ji xwe bawer, cesûr, li ser sehneyê nedîtibû, Xwedayê te heye Aydin Orak. Lîstikeke bêkêmasî, pir baþ bû."

 

 

Di galaya lîstika "Araf / Di Navbera Du Welatan De" gelek siyasetmedar, hunermend, nivîskar û rojnamevan gihiþtin hev. Hin ji wan ev bûn; Hevseroka DTP'ê û wekîla Mêrdînê Emîne Ayna, Aysel Tugluk, Gulten Kiþanak, Selim Sadak, Þaredar Mehmet Tanhan, Yurdusev Ozsokmenler, Cîhan Sîncar, hevalê Mûsa Anter yê herî nêzîkî Canîp Yildirim, Huseyin Aykol, Halil Ýncesu, Murat Çelikkan, Serokê Enstîtuya Kurdî Ya Stenbolê Samî Tan, Gerînendeyê Giþtî Yê Rojnameya Azadiya Welat, Yüksel Genç û gelek mêvan, hunermend, rojnamevan û siyasetmedar aleqeyek mezin ji lîstika Araf re nîþandan û pîrozbahiyên xwe bi taybetî ji lîstikvan Aydin Orak re vegotin.

 

Lîstika ku bi piþtgiriya Konsolosxaneya Swêdê ya Stenbolê û Þaredariya Nisêbînê hatiye amadekirin, niha amedekariya galaya Stenbolê dike. Û herweha di destpêka sala 2009'an de jî li çend bajarên Swêdê wê tûrneyekê pêkbîne. 11'ê kewçêrê jî li Izmîrê wê derkeve pêþberî þanohezan.

 

 

TEATRA AVESTA

tiyatroavesta@gmail.com

teatraavesta@gmail.com

009-0535 685 26 06

 

------------------------

 

Galaya ‘Araf’ê 20’ê îlonê li Nisêbinê ye

 

 

Galaya lîstika þanoyê ya Teatra Avesta “Araf / Di Navbera Du Welatan De” ya li ser jiyana zanyarê kurd Apê Mûsa ku dê bi kesekî tenê bê lîstin, 20’ê ilonê li navçeya Mêrdinê Nisêbinê pêktê.

 

Lîstika ku ji aliyê Cîhan Þan ve hatiye nivîsandin, Aydin Orak derhêneriya wê dike. Dîsa Aydin Orak di lîstikê de rol digire. Turgay Tanûlkû þêwirmendiya projeyê dike. Derhênerê sînemayê Huseyîn Karabey jî derhêneriya vîdeoyên lîstikê dike. Wekî din kunyeya lîstikê wisaye; Alîkarên derhêner; Bîlal Bûlût, Aram Dildar, mûzîk Efkan Þeþen, ronahî u dekor; Ahmet Çay, efekt; Ozgun Yarar. Lîstika li ser jiyana nivîskar, rojnamevan û zanyarê kurd Mûsa Anter ku di sala 1992’an de hat kuþtin “Araf / Di Navbera Du Welatan De”,  20’ê meha ilonê saet: 19.00’an li Nisêbinê li Navenda Çanda Mîttanî wê galaya wê bê lidarxistin. Herweha “Araf / Di Navbera Du Welatan De”, bi kurdî û tirkî weke pirt û k di Weþanên Do’yê de derket. Pirt û k heman rojê beriya lîstikê li standê wê bê firatin.

 

 

Araf, Teatra Avesta û Apê Mûsa

 

Navê lîstikê; “ARAF / Di Navbera Du Welatan De” ye. Naveroka lîstikê; Jiyana rewþembîrê kurd Musa Anter ya bi awayekî biyografîk e. Salên Anter ên dibistanê, girtîgehê… Proje bi tevahî jiyana begefendiyekî kurd ya ji mijarên kenawerî û dramê pêktê ye. Lîstik, jiyana Musa Anter a ku þahidiya 55 saliya Komara Tirkiyeyê kiriye wê bide nîþan. Herweha wê balê bikiþîne ser kuþtinên failê wan nediyar û kuþtinên rewþembîran. Xebatkarên Teatra Avesta derheqê lîstikê de wisa dibêjin; “Lehengê me ku herdem ji bo kurd û kurdewariyê xebitiye û jiyana xwe li ser feda kiriye, divê ji kurd-tirkan re bê nîþandan. Di navbera Kurdistan û Tirkiyê de tim bûye pira aþtiyê. Armanc ew e ku biratiya ku van rojan hatiye jibîrkirin dîsa em bibîrbînin. Em dixwazin nirxên kurdan yên hêja bi zimanê þanoyê nîþanî hemû cîhanê bidin.”

 

Perspektifa Teatra Avesta ya hunerî

Teatra Avesta, yek ji grûbên bakûrê welat ku þanoya kurdî pêktîne ye. Dixwaze li ser dika þanoya kurd, ceribandineke biyografîk a Musa Anter bi awayekî modern û pêþketî nîþanî temaþevan û hûnerhezan bike. Xebatkarên Teatra Avesta wiha pê de çû; “Bi vê xebatê hêviya me ew e ku, em ji aliyê teknîkî, estetîkî û hûnerî ve li ser dika þanoya kurd, bi awayekî baþ, xebatek serkeftî bikin. Herweha perspektîfa me ew e ku, em ne tenê ku kurd fêmbikin, em dixwazin ku xwe bigihînin zimanê hûnerê ku hemû mirov bi mîmîk û jestan têbigihîjin. Hemû gel yên ku bi kurdî nizanibin jî, ji me û lîstika me fêmbikin, him bicoþ e, him hestewar bibe û him jî bifikire.”

 

 

Teatra Avesta û hebûna we

 

Bi lîstika “Tu hem Ýshaq’î Hem Cemîl” komek ciwanî, di sala 2003’an de grubek bi navê  Teatra Avesta damezirandin. Avesta grubeke serbixwe ye û projeyên xwe yê cihêreng dixwaze têxe þanoya kurdî. Lîstika bi navê “Rojnivîska Dînekî” ceribandina yekemîn a grubê ye. Grubê lîstika Nîkolay GOGOL ya bi nav û deng entegreyî þanoya kurdî kir. Teatra Avesta yekemîn kome ku lîstika GOGOL ya bi nav û deng “Rojnivîska Dînekî” wergerandiye kurdî û dilîze. Piþtre lîstika Azîz Nesîn “Tu Ne Gara Yî” wergerande kurdî. Di gelek mihrîcanê çand-hûner û þanoyê ên navnetewî de derkete ser dikê. Niha ji bi lîstika “Araf” ê derdikeve ser dikê.

 

TÊKILÎ

tiyatroavesta@gmail.com

009-0535 685 26 06