Lotikxane

 

 

Aram Serhedî

 

 

Ap nabin bav pismam nabin bira

 

Naxwe terora kor jî heye bavo!

 

Birastî heta niha min nizanîbû ku çavên terorê jî hene. Lê tew va min bihîst ku „terora kor“ jî heye law, wey wey! Terora kor kuro!

 

Li ser bextê Kurdên Swêdê be, dibêjin berpirsê malpera Netkurdê cîgerim Mûrad Ciwan, di nivîsa xwe ya îro de kiryarên alîgirên DTP û PKK wek teror bi nav kiriye û tew gotiye ku ew „terora kor“ e.

 

Siphan allaaaaaaa ji vê kerametê re ya rebbî!

 

Bi her sê telaqên jinberdanê, bi serê Xelo û Celo kim, heta niha min digot qey pir pir ev malmîrata terorê bi çavekî ye lo. Lê va ez bi xêra Netkurdê hîn bûm ku teror kor e û bê çav e, hitim e. Halla hallaaaaaa!

 

Îcar Kurdino, hay ji vê malmîrata terora kor hebin law. Dibêjin terora kor wek marê kor e ha, hema kî têkeve ber efû nake.

 

Hema we terora kor li ku dît, xwe bidin alî û hew, eman eman….

 

07.12.2009- Swêd

 

 

 

 

Zirnevanê me dîsa li zirnê xist

Kujtina siyasetmedarê Kurd Þêx Zeynî trajedîyek mezin e û birastî jî kesên wî nas dikin, bi kujtina wî pir êþiyan. Hem kurê wî bi kujtina bavê xwe bû qatil û mexdûr bû û hem jî Þêx Zeynî bi destê kurê xwe jiyana xwe winda kir û mexdûr bû.

 

Lê ji berê de dibêjin rastî tehl e. Rastî tehl be jî divê ew rastî bê gotin û neyê bincilkirin. Tew gava ku xwedîyê bûyerê li xwe mikur bê, telefonî polîsan bike û bêje „min bavê xwe kujtiye“, êdî gotin namîne û zimandirêjî virt û vala ye. (Binerin http://www.aftonbladet.se/nyheter/article6090153.ab)

 

(http://mobil.aftonbladet.se/nyheter/article6090153.ab;jsessionid=DD3511D801D33BE6FBD377419EF85F0B )

 

Zirnevanê me Arif Zêrevan, di malpera xwe Nefelê de dîsa lotikek ji xwe mezintir avêtiye û heqaret li gellek malperên Kurdî kiriye ji bo ku gotine „Þêx Zeynî bi destê kurê xwe hat kujtin“. Êêêêê, ev Arif Zirnevan e. Mêro illeh dixwaze di serê kanîyê de birî da ku xelk behsa wî bike.

 

Axir

 

Cîgerim Arif, serperitîyo, gurrîyo! Law kurik li kujtina bavê xwe mikur tê (http://www.aftonbladet.se/nyheter/article6090153.ab ), tu çima dixwazi rastîyê bincil bikî û qaþo bi navê heqanîyetê heqaretê li malperên Kurdî dikî keçel! Yan te rojnameyên Swêdî nexwendine oxlim? Ev yek.

 

Ya duduyan; te di wê nivîsa xwe de ji malperên Kurdî zêdetir heqaret li þexsê Þêx Zeynî kiriye. Çima tu zanî Zirnevan?

 

Ji ber ku te ew kiriye (). Ango te gotiye:“ Îniya borî kurdekê naskirî li Stockholmê bi awayekê »hêj nediyar« (bi ser ku kurik heman demê telefonî polîs dike û dibêje min kiriye) hat kuþtin“ filan û jehr û ziqûm.  Yanî, te rehmetî kiriye jin! Ma ev bi serê xwe ne heqaret e babam? Tu ji bavê xwe fedî nakî ku tu zilamekî dikî jin û cinsiyeta wî diguherî ha? Kurdekî naskirî yan Kurdekê naskirî zimanzanoooooo!?

 

Ji xwe em zanin ku Kurmancîya te wek þorba lehanan tamsarî ye. Ne tê xwarin, ne tê xwendin û ne jî tê fêhmkirin. Madem tu Kurmancî nizanî û heqaretê li zimanê Kurmancî jî dikî, qencîyekê bike, pênûsa xwe biþkîne, malpera xwe bigre, ji îro û pêde bi namûsa xelkê nelîze û cinsîyeta wan neguhere. Ma tu operator û neþtersazê estetîkêyî cîgerim?

 

Werhasilî kelam, „jehirdar“ ne nihek berpirsên malperên Kurdî ne kekê mino. Ji kerema xwe carek din navê xwe li hevalê xwe neke û xelas.

 

Keçelo kumê min li serê te!

 

http://www.nefel.com/kolumnists/kolumnist_detail.asp?PictureNr=8&RubricNr=24&MemberNr=2&ArticleNr=4627

 

 

11/11/09- Stockholm

 

 

 

 

Nivîskarên Kurd jî bêxwedî mane, wey weleddddddd!

 

Aram Serhedî- 29/08/09-Swêd-

Yaw em hunermend û nivîskarên Kurd çi gunene wey liminnnnnn û wey liminnnnn!

 

Hunermendên xelkê bi milyon dolaran dilîzin, xwedîyên avanî, balafir û keç û jinên bedew in, lê hunermendên me yan pîzzacî ne, yan firaxþo ne, yan parsek in û yan jî jinên wan ji sibê heta êvarî bi melkes û þimikan li nav serê wan dixin.

 

Nivîskarên xelkê bi firotina pirtûkên xwe dibin milyoner, xweþhal dibin, navdar dibin, dibin xwedîyê xelata Nobelê û xelk qedrê nivîskarên xwe zanin, wan li ser destê xwe dikin. Lê yên me Kurdan ewqas xizmetê dikin jî, dîsa birçî dimînin, dibin pîzzacî, firaxþo, kebabçî, þoforên otobos û trimbêlên mirîyan, ji destê jinên xwe dane kerambera, qûna zarokan pakij dikin, û di ber re jî dîsa xizmeta xwe dikin, pirtûkan dinivîsin (hinek jî didizin û navê xwe li ser pirtûkê dixin) û xizmeta welatperwerî didomînin. Lê rebenan dikin û nakin dîsa birçî dimînin û dikevin heyra têrkirina zikê xwe û malbata xwe.

 

Wey weledddddd bê em hunermend û nivîskarên Kurd çi gunene law!

 

 Ya rebbî, tu ahê hunermend û nivîskarên Kurd ji kesekî re nehêlî û vî hesabî li axretê ji Kurdan bipirsî.. Amînnnnn…

 

Axir, çend roj berê nivîsek di Lotikxanê de bi navê "Ma kîjan hunermendê Kurd ne bê xwedî ye babam?" hatibû weþandin.

Li ser wê yekê Saziya Lêkolîna Sererd û Binerd a Lotikxanê dest bi lêkolînön li ser nivîskarên Kurd kir ka gelo rewþa wan jî wek a hunermendên Kurd e, yan xweþtir e.

 

Pêþî navê pênc nivîskarên wek hogiçên beranan tesbît kir û dûredûr li pey wan ket qilûzikan, ka ew çi dikin. Yek ji wan nivîskaran Rohar Alakom bû, yek Hesenê Metê bû, yek Zeynelabidîn Zinar bû, yek Bûbê Kal bû û yê dawîn jî Luqman Pola bû.

 

Pisporên Lotikxanê gava çûn ba Rohat Alakom, bala xwe danê ku pêþmalek li berê ye û firaqên qirêj diþo.

 

Dema çûn ba Hesenê Metê, bala xwe danê ku lepik di destan de ne û hesinok û mesinokan bi benzîna Kurdistanê diþo. Bala xwe danö Zeynelabidîn Zinar jî rojê masiyekî digire û pê debara xwe dike. Bûbê Kal jî ketiye ber destan û nava malê dadimalîne. Luqmanê Pola jî bûye wek hevîr û ji bo debara xwe silqan difiroþe.

 

Pisporê Lotikxanê ji Rohar Alakom pirsî, ev çi hatiye serê te?

Rohat got: Keka Can, bi sê olên asîmanî dikim, kes nema pirtûkan dikire. Ez birçî mame û debara xwe bi þûþtina firaqan dikim.

 

Pisporê Lotikxanê ji Hesenê Metê  pirsî, ev çi hatiye serê te bavö mino?

Hesen got: Tew nepirse, min pirtûk ji biaqilan re nivîsîn, lê ez birçî mam. Niha ez van hesinokan diþom û pê debara xwe dikim.

 

Pisporê Lotikxanê ji Zeynelabidîn Zinar pirsî, ev çi hatiye serê ye xalo?

Zinar got: Min ji sala du hezarî ve pirtûn nefirotine. Ev car ez rojê masiyekî digirim û difiroþim, ha wisa debara xwe dikim.

 

Pisporê Lotikxanê ji nivîskar Bûbê pirsî, ev çi halê te ye kalo?

Bûbê got: Kaka can qet mepirse, em nivîskar bêxwedî ne. Kes li halê me napirse. Ez vî karî dikim û nanê xwe derdixim, pê zikê xwe têr dikim.

 

Pisporê Lotikxanê ji nivîskar Luqman Pola pirsî, kuro ev çi halê te ye mamo?

Luqman Pola got: Heger  Kurd bi zimanê xwe nexwînin , ez ê jî silqan bifiroþim, ihiii!

 

Hahoooo de werin li vê sosretê…

 

 

 

 

 

Qaþo wezîr e, ne Kurmancî zane ne Sormancî

 

Aram Serhedî- 13/06/09-Stockholm- Li ser bextê çeqel û keftarên bajarê Uppsalayê be, dibêjin wezîrê elektrîka baþûrê Kurdistanê kakacan Hiþyar Suweîlî, semînerek li Stockholmê li dar xistiye û çend lotikên Sorankî avêtine beþdaran. Dibêjin ji ber ku wezîrekan tenê bi Soranî axivîye, beþdarên ku piranîya wan Kurmancekan bûn, gotinek tenê jî jê fêhm nekirine û tênegihiþtine ka wezîrekan behsa çi çîrokê kiriye.

 

Dîsa li ser bext û namûsa zinêkarên Stockholmê be, dibêjin wezîrekan gotiye:”Kaka, ez bi serê mam Celal kim, her tiþtê me heye, neft heye, xaz heye, av û hewa heye, her quzilqurt heye lê mixabin perê me tunene” û doza alîkarîya peran kiriye.  Erê lo, her tiþtê wan heye lê mêro hatiye li peran digere. Ma ev ne sosret û þermezarî ye canekem? Ev yek.

 

Dibêjin hingî beþdar ji aciz bûne û tiþtek ji Soranîya wezîr fêhm nekirine, kekê me Lutfî Baksî lingê xwe li erdê xistiye û gotiye: “Êdî bes e kaka! Ka hinekî jî Kurmancî biaxive, Sormancî biaxive, yaw em Soranî moranî fêhm nakin bavê mino, wî!” û lotikek li nav þeqê wezîrekan daye. Xuyaye lotika Lutfî Baksî agir bi doxîna wezîrekan xistiye û wezîrê me jî rabûye gotiye: “Ez bi 101 libên tizbîya mam Celal sûnd dixwin ku ne Kurmancî zanim û ne jî Sormancî” û lotikek þermezarî li beþdarvanan daye.  

 

Werhasil, îcar hûn bifikirin gelî lotikvanan. Xwedêgiravî mêro wezîrê Kurdistanê ye, li ser navê Kurdan bûye wezîr û ne Kurmancî zane, ne Sormancî (Sormancî tevlihevbûna Kurmancî û Soranî ye. Yanî þorba nîskê ye).

 

Axir....

 

Bi hersê telaqên jinberdanê, divê em Kurmanc destê xwe ji baþûrekan biþon û hew. Law ma ku wezîrê beþekî Kurdistanê bi zimanê 20-30 milyon Kurd nizanibe û tew rabe bi rehetî jî bêje “emin nadzanim Kurmancî û Sormancî”, ka qebheta jê mezintir?

 

Hesab bikin gelî xwendevanan, walîyê Colemêrgê (Hekarîyê) ji bajarê Kayserîyê ye û Tirk e. Ciwamêr derket bernama Çepik a TRT6ê û bi Kurmancî got:”Ez ji xelkê Hekarîyê hez dikim û silavên xwe ji wan re diþînim”  

 

Îcar bavê mino, gelî wezîrekanên Soranekanim, ma hûn wek Tirkan jî nikarin çend gotinên Kurmancî fêr bibin û dilê Kurmancan xweþ bikin baba?

 

Yan hûn ji Þêrko Bêkes, Ferhat Þaqûlî û Muhsîn Ciwamêr hînî van lotikên bêîman bûne ruhekem?

 

 

 

 

 

Laleþê me pirça serê Þikrî Xoce weþand

 

Aram Serhedî- 22/01/09-Swêd- Ez îro ketim malpera Rizgarî, min go de ka ez binerim bê kî sax e kî mirî ye. Piþtî seyranek hûrik û mûrik, çavê min li nivîsa kekê me Laleþ Qaso ket û dilê min go “tik” û kir kut kut.

Min zanîbû Laleþê me dîsa pirça serê hinekan weþandiye û tirr ji wan berdaye. Lê min texmîn nedikir wê ewê pirça serê wî biweþe Þikrî Xoceyê Nasnamê be haaa, na wille.

 

Welhasil, yabo min xwend ez çi bixwînim, hayhooooooo hayhooooo! Bi sê telaqan melkemot jî wilo nayne serê kesî, pekkkkk! Laleþê me behsa Selîm Çurukkaya kiriye, behsa Abdulkadir Aygano kiriye û Þikrî Xoce daye ber lotikên Mêrdînkî, heta bi simbêlê wî jî ta bi ta kiþandiye ellawekîl.

Ê tabî canim, ji ber go Laleþê me di hepsa Diyarbekrê de êþkence dîtiye, dizane bê êþkence çawa tê kirin haaaa, xwedê heye.

 

Axir, Laleþê me Selîm Çurukkaya diparêze û lotikan li Nasnamê û “Ozgur Mirovler Toplilixî” dixe, dibêje ew bêedebîyê li kujtî û tekoþerên PKK dikin filan û fîstan.

 

Ez serê we neêþînim.

 

Jina min ji min berdayî be, gava min nivîsa Laleþ xwend, min di dilê xwe de got:”Weleddddddd, îcar malik li Þikrî Xoce viritî ellawekîl. Rebeno bi zor û heft bela bi “kezebek Fransî” li ser lingan dima, îcar wê bi van lotikên Laleþê me kezebreþî bibe û tew hew kezeb jî jê re fêde dikin” û dilê min pê þewitî.

 

Axir canim, derbasbûyî be cîgerim Þikrî!

 

Bi telaq heger tu vê carê bi derbên Laleþ Qaso nemrî, mirin ji te re tune lo, wîî!

 

 

 

 

Dîsa li qûna xwe zor anîn

 

 

Aram Serhedî- 17/10/08- Stockholm- Tirk milletekî wisa ye ku wek dewarên nav garanê ne, dixwînin lê fêhm nakin, naxwazin fêhm bikin, dibînin lê xwe li korîtî datînin, dijîn lê xwe li miritî datînin. Bêbavan tu dibê qey di guhê gê de dijîn û ji xwe pêve kesekî naecibînin. Piþtî sosreta li fûara Frankfûrtê, îcar niha jî çapemenîya Tirk berê xwe daye Swêdê, bajarê Stockholmê taxa Jarfellayê.

  

Xwedêgiravî Tirkên ku çûne qurza zimên, li ser nexþeya Tirkiyê navê Kurdistanê dîtine, li zora qûna wan û bavê wan çûye û dest bi zîtirkan kirine. Tirkên ku li seranserê cîhanê hevdu digrin, bi ruhê Tirkperestîyê tevdigerin û wek me Kurdên xwelîliser ji hev ne belawela ne, rabûne îcar xeber dane rojnameyên xwe û rojnameyên wan jî îcar rabûne tapana.

 

 Ev zêdeyî 20-30 salaye ku heman atlas di xwendingehên Swêdê de heye û Swêdîyan wîjdanê xwe xeranekiriye, navê Kurdistanê jî di atlasê de nivîsandine. Lê çi hikmet be Tirk niha vê nexþeyê dibînin û dizirrin.

 

Welhasil, bawer bikin ez dihesidim Tirkan û xwezîya xwe bi wan tînim. Heger em Kurd jî wek wan netewperest bûna, faþîstên doza xwe bûna, miriyên Kurdayetîya xwe bûna, wê kûçikbavan nikarîba ewqasî bi kesayetîya me bilîzta û nexþeyên me biçirandana.

 

Lê em beredayî ne, xemsar in, sersar in, qûnek in, bêxîret û qûnalêsên dijminê xwe ne qerdeþim. Kî dixeyide naxeyide rastîya me ev e. Em xerabe ne û xelas!