Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

 

Wê Swêdî li serê xwe bixin, lê kîjan rojê Xwedê zane!

 

 

    Aran Perînas-01/09/07-Swêd.

 

Dem, þert û þirût xerab dibem Swêdî bila teqlan bavêjin, ne xem e. Hayê wan ji tiþtekî tuneye. Bi tonan karbondîoksît berdidin û boþþþ, vala.

Hawîrdor ji berdana bermayîya karbondîoksîtê talan û perîþan kirine. Gelek misalên fizûlî dibin. Yên li Swêd dijîn bi çavên xwe gelek tiþtan dibînin ku dewletê ji ber mesela berdana bermayîyê ji însanan re ti sînor dananîye. Winê bêjin çima? Ma kesek nabîne rewþa cîhanê çawa diçe? Herroj li welatekî, li mintîqekê barana anormal, zerzelên gelek bi þîddet têne meydanê.

Birastî rewþ baþ xuya nake, însan û bi taybetî dewlet gelek tiþtên fizûlî dikin, binerin mîsalek skandal ku li swêdê bûye:

 

Bila bibe Îbret ji dewleta Swêdê re, divê çavên girtî vekin îcar!!!

 

(Destpêka 2007- 31/8 - Statistik rojnama AB Swêd)

- Heya niha tam 72 mîlyon þûþeyên avê hatine xerckirin.

- Heya niha tam 34.000 ton karbondîoksît ji eksozan hatiye berdan. (Ji xeynî tir û fisên ku Swêdî dikin)

- Heya niha 12.500 kemyonan neqliyata van þûþeyan kirine.

 

Heya þûþe were rewþa bikaranînê, dîsa divê bên helandin û berdan dîsa zêde dibe.

Em werin ser mesela avê, zilamê swêdi: “Kuro lawo ti bi xwe li istatîstîka xwe diceliqinî û dibejî ku ava misliqê nayê nîqaþkirin hingî xweþe û heyate”, û dûvre bitiritîyan diki û diçê ava þuþeyan dikirî. Zerara ku dide cihanê ne xema wî û bavê wî ye. Willeh deverekî teyî revê tine, ti jî wek herkesî bêguman binerd dibî.

Vana hawirdor talan kirin bi telaq!

Ti problema avê jî tine hema wilo xwe aciz nakin û bi vî awayi zerarê didine hawîrdorê.

 

Piþtî gelek panelan û sernivîsan, mala xwedê ave siyasetmedarên Swêdî rûniþtin û gotin allahwekîl divê em aqlê xwe têxin serê xwe yan jî tirba xwe hêdî hêdî bikolin.

Qerara wan:  Yan di demek kurt wê þertên gelek hiþk deynin, yan jî biryarnameyin nû deynin. Wan jî fem kir ku ev ne iþê henekan e, û ketin alarmê, de hawarêêêê!

Dem bê wê wisan li Swêd bibe, berbi qedandina þûþeyên avê:

- Baba dixwazim av, av baba!

- Av! Erê keça min de ka îroj jî îdare bik, em binerin ku em karibin ji te re Loqakê (marqa avê) peyde bikin.

Bavê keçikê ava misliqê didîyê lê qîma keçikê pê nayê:

- Baba naaa, naaa baba, Loqaya bi leymûn dixwazim, bi leymûn, bi þewat dibeje!

Erêê, erêê hemû bûne Loqa cî, ne loqa be nabe! Wê wisan bibe xuya dike, terbîya zarokan sibe bi vî þiklî xwe dîyar dike.

 

Îcar misala xerîbên li Swêd ev e, hewa xwe bi tama avên cuda davêjin:

- Bi namus doh ez li bajarekî Swêdê li Ûpsalayê bûm û poþman bûm, min têr av venexwar, yaho ez beecîm,  kuro lawo ava wir a misliqê nayê vexwarin. Wek jehrê bû. Ma wek ava Sodertelye ´ye, hema avê ti berdidî dibe qeþa, werin ava cemidîî, Oxxx!

Hineki bûz têxe nav “bitti u gitti” ji qewla tirkan ve.  Xwedê kesekî bê av nehêle û xerib ji di nav de bêguman.