Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

info@lotikxane.com

 

 

 

Aran Perînas

 

 

 

Neûz û billeh, dem dema xerabîyê ye

 

 

Aran Perînas-21/06/07-Swêd-Bûyerên vê dawîyê ku bûne, bêhna yekî cîknandiye. Gelek mîsal hene em niha behs bikin û bi rojan naqedin, xilas nabe. Lê birastî lotikên neûz û billeh li hevûdin dixin yahoo!

Çend zarok hatin ji ber kuþtina zilamekî 50 salî hatin girtin, þêlandina bankan, agirpêxistina dikanan, çolan û otomobîlan. Ên kû keçên xwe, yên kû zarokên xwe tecawiz kirine. Werhasil, li Swêdê zilamekî tecawizcî hat girtin. Li gor polîsan: Zilam aqlê xwe û denga xwe winda kiriye, ji ber vê ewê wî di nexweþxaneyekê de bi cîh bikin, dûvre li gor rewþê ewê hereket bikin. (Na lo, baþqe? Ka bihewînin mala xwe jî bavo!) Zilam piþtî çend mehan derdikeve û bi eynî sûcî tê girtin, virto û qirdo.

 

Ev bûyer bi temamî li dewletek demokrat a naskirî dibe. Yanî li Swêd. Demokrasîya zêde, demokrasîya ku millet pê fêde dikin, pê bitir dibin. Em behsa polîsan nakin bavo, ji xwe ev melekê Misrê ne. Wan digrin, nav û paþnav, hinek îfade û de yallah biqelleh! Însanên sûcdar berdidin, çî ye? Nexweþ e! Kuro kero, çi nexweþe û çi hal, ji te û sed bavên te mejîtûjtir e! Ha ha derban li we dixe, win dibêjin nexweþ e. Ser mesela þelandina bankan, zilam derba xwe dike, piþtî çend deqîqan polîs tên, dinerin erebe bûye xurde. Roja din di sernivîsa de: Zilamê nexweþ, bi þelandina bankê hat berdan. Tên xuyakirin ku di qanûnên Swêdîyan de, mirov dikare di çend maddan de fêde bike.

Welatekî ewqas biçûk Amerîka derbas û perçiqand û çû. Tiþtek ser tiþtekî nehiþtine. Sûçên ku dûrîaqila, sûcên ku neyê efû kirin li welatê bozan dibe. Me jî nekin wek xwe heyran, heya ji we bê, ser bextê we û kerê we be, hevûdin têr û tije bikin, lotik, pehîn û zitirkan hema çibe ji xwe kêm nekin haaa...

 =================================

 

Bi Xwedê û Pêxember:

Di dema valade bê civat nabe!!!

 

 

Xelkê Kurd bi civata xwe û bi sosyalbûna xwe birastî meþhûre.

Ku pistî çend rojan brayê Brehîm tev li malabata xwe neyê mêvandarîyê ango serdanîyê bi xwedê nabe.

 

Wexta ku civat tinebe jixwe wisa dibe:

- De ka wê kontrola televizyonê yadê de ka!

- Dest pê dike di 150 kanalî kunc kunc lêgerînê dike.

 

Çavekî davêje kanalan û:

- Ewet efendim, slîm kofî bi telaq wê te kêmber bike, û niha tevlihevkirinek me heye ku nayê gotin… Hem te kêmber dike hem jî qiwetekê lazim dide te, ku ti karîbî lotikên bi hêz bavêjî.

- Yes, Mark, This body bi xwedê di hundirê 2 mehan de wilo bû. Rojê 50 heban dixwim û dibim wek kerekî lê hêja. Tesîra heban naçe, bi xwedê ez hercar ker dimînim.

- Tenê bi 99 ewroyîîî, wernêêê, 25 Cd li ser Hz Îsa….Xêrekê bikin jibona xwedê! Cd hemû di sitûyê me de mane.

 

Di kanalên Kurdî de:

- Selam û  aleykum, ixbarên Erebî niha destpêdike û nema xilas dibe. Dikeve Iraqê û nema zane derkeve.

- Êrê kurê min, ti dibînî bi xwedê baran nehatîye, halê me pir xirabe.

 

- Xwedê hiþto te em weremî kirin, de bese kero!

Nêzîkî deh deqîqan berdewam dike ev qulpandin, û ti kanal bala wî nakþîne.

Di Tv´ yên Ewrûpayî de bûye mode, niha programên pêþbirkan wek Big Jehr Brother. Deh ker gihane hevûdin û dizirin.


Bi xwedê civata kekê Brahîm em nadîn bi Slîm kofîya, nadin bi Mark´a.

Bila Brehîm rûnê û ji min re bistirê û bêje:

Bila biþewitê kela Mêrdînê, bila ji hunermendê hêja Arif Cizrawî Xifþê bike feryad, belkî carnan Kaybolan Yillar bêje…Cima Naaa….

06/04/07-Swêd

 

))))))))))))))))))))))

Nivîsên berê 

(((((((((((((((((

 

TACA SERÊ SWÊDÎYA:

MEYMÛNA NAVDAR ENZO

 

 

Berî çend salan gorîlak bi rîya importkirinê hat Swêd. Di gelek rojnameyên Swêdîya´de bû sernivîs û gelek insana beþdarî pêþveçûna Noamî xatûn bûn.

Gelek xwendevanên rojnaman dîtina xwe li ser birêz Naomî xatûn digotin.

Pîstî demekê Noamîya fenek ji xwe re dostek dît û heydê babam lêxeee. Piþtî eþqa wan heywan layê heywanan, meymûnek biçûk hate dinyayê. Rojnameyên Swêdiya ewqas xwe li vê bûyerê kûr û wenda dikirin ku nayê gotin. Ewqas qedrê meymûnê xwe digirtin, ku pistî çendekê  ji eþqa wê dest bi kamapanyakê kirin.

 

Rojname: Win dizanin mêvanek ezîz ji Afrîkayê hatîye. Û ev saleke ku em dikin û nakin Noamî bi nazên xwe nêzîkî kesekî nabe. Werhasilîn, em ketîn kolana dawîgirtî û nizanin çi bikin. Niha em dixwazin bi alîkarîya we navekê li wê rûmetê bikin. Bi xwedê em ketine halekî ku nayê gotin.

 

Virde wêde, dawîya dawî pistî kampanyan, panêlan û gotûbêjan mala xwedê ave navek jêre dîtin, pistî hezar seetan bû Enzo. Li gorî rojnaman Enzo heya ku bûye yek salî cavên wan derketîye, herroj nexweþ diket, þîrê dîya venedixwar. Piþtî xebateke întensîv Enzo bû 1 salî.

 

Rojname: Îroj bi sebeba salvegera Enzo, li nîvê Stockholmê merasîmek çêdibe.

Ew 8000 kesên ku pêþî li wir bin wê karibin tortaya (pasta) Enzo bixwe.

 

Iroj bi hevalan re ji wir derbas bûm. Min nizanîbû ku birastî ev merasima meymûnê heye, û bû surprîzek . Atmosfera merasimê, wek ku wezîrek hatîye mêvandarîyê. Çadirek hebû û di hundirê wê de jî sê kes hebûn, torta jêdikirin dideynandin ser teyfikên qaxizî.

Çadir bi posterên Enzo xemilandîbûn, sernivîsa posterê ev bû: Salvegera te pîroz be Enzo!.

Bi rastî qedrek jêr digirtin ku nayê gotin. Swêdîya dor nedidan hevûdin ji tortayê. Gelek kes hatibûn, û personelên Enzo nedighan ku serwîsê baþtir bikin.

Hertiþt kiribûn çirik lê belê dîsan jî qedrê Enzo nedigirtin. Divê wisan ba, pêþî orkestrak ji Italyayê hatiba, tîmek ji balafiran hatiba, eskerên bi bando hatiba û serokwezîrê Swêd divêbû ku peyvek tarîxî kiriba. Enzo beg wan tiþtan heq kiribû. Ma çîye bavê min 8000 porsîyon torta, ma çîye çadir poster û Stockholm?

Virto þoreþgerîyek mezin kirîye bavo!

 02/04/07-Stockholm

 

 

Televîzyonên tirka her serê deh dekîqan

lotikên bê ûsil li temaþevanan dixe.

 

 

 

 

Aran Perînas-Berî cend rojan di kanalek tirkî de bernameyek zindî  hebû. Min rêzefilîmek televîzyonê temaþe dikir. Fîlm bi xwe teqrîben seatek bû, heya kû fîlm xelas bû nezîki 10 reklam di nava filîmê de hatibû bi cîh kirin. Her reklamek ku dertê nezîkî 10 deqîqa bû, îcar hesab li cem we.

 

Îcar mîsalek ji reklamê:

Spîker: Ev alet te zeîf dike, tê wêna berî razanê deynî ser zikê xwe, dûvre tê biqulpînî, bizîvirînî. Newloye birêz Stiven?

Stiven: Helbet, netîca wêna sedî sede. Pistî þeþ mehan halê min binere ez çiqas kubar û nazik bûme!

Û ev çîrok berdewam dike….

 

Dihêlin ku îcar nêzîk lê ne dûr yek rahije dekorderê ji pencerê bavêje.

Helbet ku qismek mezin hatina wan ji reklaman dertê, lê malnemîrata hinekî ji isûlê derxistin.

Ji xwe em behsa programên serê sibeha bikin divê em ji malê birevin.  Programên serê sibeha li televizyonên tirka de, werin bavo bêexlakîya, werin dijûna, werin eksîya!

 

Serê sibehê ya allah ya fittah:

De fermo bavê min; di programek zindî de du jinik ketin qirka hevûdin, bi xebera û çêra hevûdin kirin erd û rezilandin, û weke ku tiþtek nebûye, derhêner ne programê qut dike, ne spîker xema wî ye. Berî programê derhêner an jî xwedîyê programê bêrîkên wan (herdû jinika) germ dike, ji bona ku xwe qenc ker û bê aqil bikin, û balê bikþînin ser xwe, bi wî awayî hejmara temaþekaran zêde bikin.

 

Hema mirov dikare bêje reqabetek pir bi hêrs di navbera van kanalên tirka de hene. Nizanin wê çi bikin ji bona (reytînga) hejmara temaþekaran zêde bikin. Har û dîn bûne.

Xuyayê kesek ji daîreya resmî ya dewletê jibo van bêexlaqîyan serê xwe naêþîne ku di van televîzyonên tirka de dibin. Lotikên ku davêjin hevûdin, neûzûbilleh!

Helbet ku insanên ji van programan zewqê distînin gelek in.

Mînak:

Keçê binere Fatimê hevûdin peritandin keçê!

Fatimê: Keçê dengê wê hildê ka çi dibêjin yaw!

Meraqa ewqa zêde ne lazim e. Kezeb reþî ye, ne merov tiþkî jê distîne ne balkêþ e.

 

22/03/07-Swêd

 

Dehþeta fecî bê çare nêzîk dibe!

 

Aran Perînas

 

Li gorî rojnameya Aftonbladetê,wê di sala 2040î de Qatûba bakur bi temamî bihele

 

Tebeqeya bûzê li Qatûba bakur dikare di havîna 2040î de bihele, sebeba herî mezin jî berdana bermayîyê ye (koldioxid). Di heman demê de di rapora lekolînvanên Kanadayî de tê nîþankirin ku ti feyda çandina dara nabe, ji ber ku dar germayîya dinyayê kêm nakin.

 

Berpirsiyarê lêkolînê Marika Holland dibêje:

- Em bûn þahidê vê bûyerê ku gelek tebeqeyên bûzan helîyane, di lêkolînên me de tê nîþankirin ku di hundirê deh salên pêþiya me de wê qismek mezin bûz bihele û felaketên mezin bi xwe re bîne.

 

Her cara ku tebeqek bûz bihele dibe sebebê ku dinya jî pê re germ dibe, bêguman heywan û zindîyên ku di wan navçeyan de dijîn ,tesîr li wan jî dibe û felaket li bendî wana ne jî.

 

Xirabkirina hawirdor qismek mezin Emerîka ye.

Li gorî lêkolînê û statistîka Awrûpa, gelek deverên din li hember berdana bermamiyê baþtir xebatê dikin, tedbîr distînin. Li statisktîkê nîþan dibe ku Emerika heft ji dehan wasiteyên bi motor bikar tîne.

 

Tehdîta ku li ser hewarengê (îklîmê) dibe felaketên ku ava çema zuwa dibe, erd ziwa dibe, tesîrê li baran û berfê dike. Lekolînvanên ku li ser îklîmê dixebitin gelek bi taswas in, wext derbas dibe dereceya germîyê ya navincî bilind dibe. Sebebê vê germayîyê jî însanin. Helbet pistî van netîcan wê zivistan her ku sal derbas bibin germtir bibe, û havîn ji germtir bibe.

 

”Ku merov bixwaze ji hawîrdor alîkar be û dereceya germîyê ya navincî kêm bike divê merov otomobilê zêde bikar neyîne, dive zêde enerjiyê neserifîne, aletên elektronîkî divê piþtî bikaranîna wan fîþên wan bên kiþandin“

 

Wext derbas dibe ti tedbîr ji alîyên wezîran nayê standin. Xuyaye serê xwe naêþînin. Ev ciddiyeta, îþaretên ku tebîet didê me kesek xuyaye fêm nake. Ev ne henekpêkirin e.

Wezîrên dewleta xuyaye ku ji xwe re cihên din eyar kirine. Ku li vê dinyayê bin rev ji wan re tine..Wê wext were herkesî.

Ev 8000 sale ku insanan tesir li ser tebîetê û li îklîmê kirine, êdî wext tine wê problema mezin çareser bikin. Ku niha dest pê bikin wê bi hezaran sal bigre heta feydeyek li cihanê bikin.

Werhasil ti sigorteya jîyanê jî êdî tesîr li yekî nake.

Emê heya wexta dawî jî ji lotixanê re nivîsan biþînin, ku em neçar bin jî emê bêjîn berxwedan jiyane!

 

19/03/07-Swêd