Lotikxane    

ARŞÎV...               info@lotikxane.com             lotikxane@hotmail.com

           <<  Magazîn, henek, gilî û gazin  >>

                

Serê du beranan di beroþekê de nakele

Cemîlê Çargurçik-23/12/07-Stockholm- Dibêjin xwedîyê malpera Kurdwebbê Firat Aygun û serokê eþîra malpera Nefelê Arif Zêrevan dane ber hev û dest bi lotik û pehînan kirine.

Wek hûn zanin, Arif û malpera wî di þûna “ku” de “ko” bi kar tînin. Hinek alî li dijî “ko” derdikevin û dibêjin ku, li gellek herêmên Kurdistanê “ko” di þûna “ne tûj” de tê bikaranîn û ji ber vê jî zimanê Kurdî dike wek þorba nîskê. Mînak: “kêra ko, þûrê ko – kêra neseqandî-kêra netûjkirî”. Lê piranîya malperên Kurdan “ku” bikartînin ji ber ku “ku” naziktir, siviktir û bilêvkirina wê seksîtir e. Çawa ku zimanê Swêdî ji zimanê Fînlandî naziktir û nermtir e, “ku” jî ji “ko” kubartir e.

Werhasil, “ko” ya Arif Zêrevan jî wek zimanê Fînlandî ye, yanî gava tê gotin weke ku hinek mîrkutan li serê meriv bixin. Neyse,  “ku” be yan “ko” be, herdu jî ji Fransî “que” hatine dizîn. Ji xwe rehmetî Celadet Bedirxan gava li binxetê bû, Sûriye di bin destê Fransîyan de bû û ji ber vê jî bandora gramatîka Fransî li Kurdî bûye. Meselen li herêma Mêrdînê jî dibêjin “go”.  

Ez serê we neêþînim, ku be, ko be, çi jehr û ziqûm be bila bibe, hema gotina ku ji guhê meriv re xweþ neyê ne xweþ e.

Hema bi namûs, gotina “ku” wek Angelîna Jolîe, Scarlet Johanson û Pamela Anderson seksî, germik û nermik e. Lê gotina “ko” jî wek çêleka ku ga û ciwangeyên nav garanê tirr têde nehiþtibin, çiryaye û diryaye ellawekîl!

Ê me em wek Lotikxane ji gotinên nazik, sivik, seksî û nermik hez dikin yabo! Gotinên ku bîhna sîr û pîvazê jê bên ji me re nelazim.............!