Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

 

Necatî beg jî çirand haaaaa!

Arkeologê Lotikxanê- 23/09/09- Xwedê neyne serê kesî û kesî þaþ neke rebbî.

Gava meriv wek bergîla ku tenê pêþîya xwe dibîne li mesele û bûyeran binere, ne meriv îflah dibe û ne jî nêzîkî insanetîyê dibe. Ango, çawa ku dibêjin:“Çû seferê hat kerê berê“ meriv jî eynen kerê berê dimîne.

 

Îro heta bi kêzik, kurmik, xilt û çeqelên Tirkiyê jî zanin ku, Tirk di sala 1071ê de bi xêra kîrê Kurdên bêaqil hatine Kurdistan û Anadolûyê û bûne bela serê dinyayê. Ev rastî di pirtûkên dîroka Tirkiyê de jî wek bingeh tê girtin û nayê veþartin. Lê çi hikmet be, profesorên wek Prof.Dr. Necatî Demîr, þev nîvê þevê berçavkê didin ber çavên xwe û dixwazin di wê reþaya þevê de dîroka Tirkan ji nuh ve binivîsin.

 

Îcar ji bo ku qaþo þaristanî û medenîbûna Tirkan rasteqîn derxin, hema çav li çi bikevin dikin delîl û belge û dixwazin ker û bêaqilan bixapînin. Gerçî neciwamêran ji me Kurdan çêtir û þarezatir in, naûzûbîllah. Hema xwedêteala jê derxin, kesekî ku nekirine Tirk nemaye.

 

Lê em Kurd?

 

Heta niha me pisîkek jî nekiriye Kurd û em her avê dikþînin coka Tirk, Ereb û Farisan. Bi ser ku insanetî û þaristanî bi Kurdan û ji Kurdistanê dest pê kiriye, em Kurdên xwelîliser tucarî li dîroka xwe û hêjayîyên xwe xwedî derneketine. Ji ber vê xemsarî û bikêrnehatina me, helbet wê dagîrkerên Kurdistanê jî rehet nesekinin, xwedî li dîroka me derkevin û qûþê li me biqetînin.

 

Axir, sayin virek Prof.Dr. Necatî Demîr, ji ber ku çend wêne û xêzikên kevnare li ser çend teht û keviran dîtiye, tirro rabûye dîroka Tirkan gihandiye berî Îsa bi 10 hezar sal û dibêje:“Jina min ji min berdayî be, ez bi doxîn û delinga jina xwe sûnd dixwim ku, Tirk ne di 1071ê de lê berî bi 10 hezar sal hatine Anadolûyê. Aha ji we re delîl û belge“ û çend wêne û xîzikên li ser teht û keviran pêþkêþî çapemenîyê dike.

 

Olan oxlim, sayin virek Demîr, heyla min serê te di qûna me Kurdan kiro, de bila Kurdan di 1071ê de alîkarîya serokê we Alpaslan nekira û hûn nekirina insan, bê birastî weyê bigota em insan in û hûnê li serê insanetîyê bibûna bela yan na.

 

 Lê ma ezê çi bikim law, bi sê telaqên jinberdanê hûn çi bînin serê me Kurdên xwelîliser, hûn sibê heta êvarî tilîyan bavên bin dûvê me jî, heq e û hê misteheq jî maye wesselam.

 

Haaaaaaa, law sayin oxlim Demîr, tu zani bê ew wêne û xêzikên ku te dîtine kê çêkirine û yên kê ne cîgerim?

 

Ew xêzik berî zayînî (berî mîladê) bi 14 hezar sal (yanî berî hûn ji dêya xwe çêbibin), ji alî bapîrê me Sofî Xelefê Kardoxî ve hatine çêkirin ha ewladim. Carek din derewan neke û Sofî Xelef li xwe neceribîne oxlimmmmmmm!

 

 

Kê ji te re got Malazgirt bi Ermenî ye cîgerim?

 Arkeologê Lotikxanê- 16/08/09- Serokwezîrê Tirkiyê cîgerim Kasimpaþalî Receb, di axavtina xwe ya dîrokî de behsa gellek tiþtên xweþ, germ û nerm kir. Behsa Selaheddînê Eyyûbî, Xelo û Celo kir û mesele anî ser serokê Tirkan Alparslan.

 Mêro lotikek li serokê gurên Tirkiyê Devlet Bahçelî xist û got:"Ma tu ji Alparslan netewperesttirî lan! Gava Alparslan bajarê Malazgirt stend, navê wê neguhert. Malazgirt bi Ermenî ye oxlim" û qaþo xwest xwe biparêze. Malazgirt û Ermenî ha!?

   Law cîgerim, kê ev aqil da te qardaþim? Ma qebhet bû ku te bigota "Malazgirt bi Kurdî ye" cîgerim? Malazgirt bi Kurdî ye law bi Kurdîîîîîîîî!

Gava Kurdan alîkarîya Alparslan kir û bajar stendin çi gotin?

Gotin:"Me Bi Lez Girt". Yanî, "Me Lez Girt, Ma-laz-girt"

Îcar te rastî fêhm kir sayin Kasimpaþalî?

Carek din bi Lotikxanê biþêwire û piþtre lotikan bavêje ha, okey!