Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin!

 

 

MILYONEK Û HEÞTSED HEZAR SAL BERÊ

TASA SERÊ KURDAN....

 Lotikxanê skeletê pênc mirovan li Gurcistana girêdayî Kurdistanê ve dît û pêþkêþî raya giþtî ya cîhanê kir.

Axkologên Lotikxanê yên binerd, dema li nêzî Tiflîsa paytexta Gurcistanê lêkolîn dikirin, pêþî tasa (qoqa) serê mirovekî dîtin û pêre pêre hinartin Werbêjxaneya Lotikxanê. Tevdezan û pisporên DNA (Danasîna Nijada Ademîzad) yên Lotikxanê dema werbêj kirin, peyitandin ku milyonek û heþtsed hezar sal berê ev serî ketiye binê axê.

Axkologên Lotikxanê lêkolîna xwe li wê herêmê domandin û di encamê de çend skeletê din jî dîtin. Tevek bûne pênc skelet, du zilam û sê jin.

Herweha li ba skeletê van pênc mirovan, hin hestiyên sewalan û bûjenên ji keviran çêkirî ku pê sewal têne kuþtin jî derketin holê.

Di werbêja dawîn de derket holê ku ev skelet yên Kurdên pêþî bûne û ew bapîrên mirovên li dinyayê ne.  Piþtî lêkolîn û lotikên dûr û dirêj, zanyarên me bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwarin ku di DNA van skeletan de %500 reh û damarên Kurdan hene û hetta navê wan jî kifþ kirine.

Pisporên me dîsa bi þeþ telaqên jinanînê sûnd xwarin ku navê Kurdekî ji wan ”Xelefê kurê Sofî Brahîmê Dekþûrî” û navê Kurdê din jî ”Ristemê kurê Helîma Hebizbinî” ye.  Û navê hersê jinên Kurd jî ev in:

-Xezala keça Silhedînê Gavanê Mûþê

- Binevþa keça Ehmedê kurê Kerçirênê Sêrtê

- Fatima keça Eyþoka doxînsista Ezeromê

 Axir, pisporên me derxistin holê ku ev herpênc Kurd, berî bi milyonek û heþtsedhezar sal berê derketine nêçîra kovîyan û berê xwe dane herêma Gurcistana Kurdistanê. Ji xwe hûn zanin ku wê demê Kurdan împaratorîyek ji ya Osmanî mezintir li dar xistibûn û dinya li ser tilîya xwe dizîzikandin. Gurcistan jî herêmek ji herêmên Împaratorîya Kurdistanê bû û ji bo nêçîrê yek û yek bû.  

Werhasilî kelam, ji ber ku Kurd bapîrên insanîyet û þaristanîyê ne, li gora pispor û zanyarên me dibêjin, çi insan û mexlûqatên ku li ser ruyê erdê hene bi esl û koka xwe Kurd in.

Li benda Lotikxanê bin, wê li ser vê meselê di nêz de nûçeyên nû bên weþandin…

 

Axkolog û Arkeologên Lotikxanê

Bakurê Kurdistanê 10-09-2009