|
Malperek bê sansûr e, hay ji xwe hebin! |
|
Bo bîranîna cangorîyên 1ê Sibata 2004
Dema min bihîstî
Armanc Egîd Nêrweyî
Dê dest pêkin bi peyvekê
Dê bi dîmahîk înim bi sozekê
Eyî cangorîyên azadiyê
Dilsoz û xebatkarên rêya Kurdîniyê
Hûn dizanîn werzên salê çi war in
Hindî ke zivistan bihatina befr û baranan
Buhar bi biþkurîna kolînkên gulan
Havîn bi germatiya xwe dileyîzitin
Payîz bi werîna belgên daran
Dara azadiyê jî bi xwîna we cangoriyan
Dihête avdan û geþ dibîtin
Sîbera xwe dike diyarî bo wan
Kurdperweran, neteweparêzan
Ewên li ber destên we fêrbûyîn
Dijîn…dijîn
Li bin vê sîberê zarûyên we ne jîyan dikin
Dilniya bin ji zarûyên xwe, li hîç demekê
Bidanin serên xwe bu dijminan
Herdem dê rêgir bin, ne sist bin
Xwendkar in zana û huþyar in bo Kurdistanê
Gernas û egîd in ji tuximê Zerdeþtiyanin
Dibêjim lê ez ne yê gêjim bi bihîstina min
Ez pir dilêþ im hember dujmin, ez li pêþ im
Riswa dikim vî karê hanê, heyî rûreþ
Duhî ew bun li hember Mustefayê Barzanî
Evro dixwestin bikin dubare têkbidin yekgirtina me
Pitir xweþ bûye jiyana me..jiyana me
Ew dizanin derket Mustefa Barzanî bi mûcîze
Lê mixabin þehîd bûn çend mamostayên me
Nizanin derketine hizaran xwendkar li ber destê wan
Bûne mamosta perwerde dikin yên mîna me
Mamostayan hûn bo Kurdistan þehîdên zîndû ne
li ser rêya we sûndxwarî ne
Bi xwîna we û tev þehîdan e
Bi axa Kurd û Kurdistan e
Dê rakeyn sinorên destkirdên dujminane
Dê hevgirin herduk desthelatên Kurda ne
Dê bicihînin hîvî û ûmêdên we serbilindane
Bi dostên xwe ra dê gehîn bilindtirîn lotkeya hîviya ne
Ey þehîdan hûn nemirî ne . Ey þehîdan hûn namirin!
03.02.2004
Bê rêzî li hember Atatürk! YouTube hat girtin!
Armanc Egîd Nêrweyî-01/02/09-
Platforma Internete ( YouTube) eve bû mawê 5 mehane hatiye rawestandin.
Li Meha Gulanê (Mai) li dadgehê bûbû egerek ke Vîdeo dihêne çêkirin û li dihêne nîþan dan. Li ser Danerê Komara Turkîya (Mustefa Kemal Ataturk) bê rêzî û yarî pêkirin û herwesa 1112 malper hatine ragirtin bo hawlatîyên li Türkîyê jîyan diken. Bi hîç þêwekî nikarin YouTube û wan malperên ke biryar li ser hatibü dan lê binêrin…
YouTube girêdayî propaganda P.K.K ye !
Ji ber ku li ser YouTube dema mirov nav û nîþanekî bo lêgerînê bidetê, li ser her navekî be, eger ko hatibit barkirin (speichen) li ser wê nîþan bidet. Ne xasim dane, rêber, serok, þalîyar (ministêr), werziþvan, hunermend, oldar û kesanên navdar vîdeo li ser wan dihêne çêkirin bi du þêwan:
1-Rêzdarî 2- Bêrêzî
Gelek kesên Kurd, Yunanî, Qubrisî, Elmanî û yên ji Turkan hez nakin, wêneyên babê Türka ( Mustefa Kemal Atatürk ) diêxin ber hev, li ser bernamên PC (Computer) bi kar dînin. An ku, pê dileyzin wekî dilê wan dixwaze. Ta dîmahîk xala þikandinê (bê asit kirin) ya Ataturk û muzîkek guncayî yan dengek seyir yan yê komîdî wek pêkenînan û dengên ajelan (gîyaneweran) diêxin ser wêneyan û bo cihê xo yê taybet di nava YouTube da rewane (send) diken.
Zorbeyî wan vîdeoyên ke mirov dikiþînin ser Ataturk, rengên Kurdan (Sor, Zerd, Sipî û Kesk) û arim, logo, slogan û wêneyên Rêberê PKK Ebdulah Ocelan dihêne barkirin. Zorbeyî van kesên vîdeoyên hosa çêdikin, gencên Kurd ewên li Europa ji dayîk bûyîn û carek yan hîç neçûne welatê xo Kurdistan nedîtibit, li vêre gewre bûne û Kurdîya wan jî kêmitir ji 50% ê. Tenha RojTv û MMC mêze (Seyîr) dikin û li Europa beþdarîya çalakîyên Kurdan diken (fîsteval, þev, aheng, dahwet û bîrhatinên din).
Li vêre kerb û kîn bo wan peyda dibit, taybet di xwendingehan (qutabxanan) da piranîya xwendekaran dibînin bi zimanê Turkî dipeyvin û her yek alayek welatê xo li ber hefka (sitoyê) wan e. Gelek ji wan jî bi tereksudên werziþî yên mîna (Fenerbahce, Beþîktaþ, Galatasaray û Trabzon) li xwe diken. Gencên Kurda jî li festîvalan da ji xo riskek bi ala Kurdistanê ve û tî-þort bi rengên Kurdistanê yan nexþekî dikirin û li xwe dikin. Zor caran bi þer dihên, dibite egera hindê polîs bikevine xwendingehan da.
Eve bûye tirsek ke welatê Turkîyayê danaye ber çavê xo ke YouTube ji alîyê P.K.K ê ve dihête rêkxistin (organîse) kirin bo propaginda xo û bêrêzî kirin li hember desthelatdarîya Turkîyê. Eve ji rastîyê zor dûr e….
Ji bo zarûk û gencên Turk li kolan, ser cade, nav bazaran, di xwendingeh û yarîgehan (Stadiûm) da her karekî nîþan biden. Yaxod, plakatekê yan jî bi cil û bergan ke nîþaneke þofînîzmîya Turkan pê ve dîyar bit serbest in.
Ji bo zarûk û gencên me Kurdan berovajî ye. Ji ber sextî û zordarî, dagîrkirin û parçe parçe kirina welatê xo, li tarawgê (derberderî) yê çavên xwe bi vê dunya ya ku ji her tiþtê mirov pêdivî û nexasim bi teknologîya serdem dewlemend e, vekirine. Ji zimanê þirîn ê dayîkê bê beh ir. Eger medalîyek, tî-sort, traksodên sporê yan zincîrek hefkê ke nîþanek a Kurdbunê li ser bit, (yasax e) qedexe ye.
YouTube û malperên Kurdî, bi taybet yên girêdayî bi muzîka resen ve (hunerî) li ser hêla Internetê, piþt û çûkên desthelatdarîya Turkîya û hawlatîyên Turk li navxo (hundir) û derve þikandine
Kurd ji Kurdistanê beref Elmanya û bajarê Kölnê ve
Armanc Egîd
16/12/08-Elmanya
Wek em dibînîn û dibihîsîn, cîhan tev dîdevane (þahide) ku Kurd milletekî mezin û xwedî dîrokek pir dewlemend e. Lê îro ev millet di dinê da bê maf maye. Her çende aþitîxwaze jî, lê ji ber egerên siyasî bo cara yekê sala 1514 di þerê Çaldêran da parçe bûye û di salên 1916an de rêkeftinnama Saykis Pîko û Lozana sala 24.7.1923 parçe parçe bûye û ev millet li cîhanê berbelav bûye.
Welatê Elmaniya ku 81.700.000 mirov têda jiyan dikin, ji 16 herêmên fêderal pêk dihêt, zimanekî yekgirtî heye û çendîn zaravayên herêmî, yasa û rêsa serwerîn ji bo Elmanekî û biyaniyekî mîna hev in.
Nivîsa li vir dest pê dike evên li jor hatin bas kirin, çend pêzanînekên destpêkî bûn li ser welatê Elmaniyayê.
Bajarê Köln (Cologne) ku dikevite herêma NRW ( Bakurê Ava Rhain) ê ji 975,000 mirovan pêk dihêt. 32% ji welatê Tirkiyê ne, ji wan jî pitirî jê Kurd in. Li dîfra Yûnanî dihên, Îtalî û Kurdên îraqê. Li ser hisabê welatên Sûriyê û Îranê jî Kurd piranî ne ji xelkên wan welatan. Anku; li vêre Kurd ji hemî milletan pitir in. Bê guman li dewrûberê bajarê Kölnê jî çend bajarên mezin girêdayî bi herêma Köln ê ve hene mîna Welatê Çiyayî (Bergisch Land) ( Gummersbach ) û Leverkusen, Euskirchen, Siegburg, Henef, Bergisch Gladbach, Dormagen û her wesa jî Bonn li jêra Köln û Aachen li rojhelatê. Pir Kurd li wan bajaran jî jiyan dikin.
Kurdan çi bi destê xwe ve aniye û xwedî çine, çi pile û paye hene di saziyên mîrî û civakî yên Elmana da û çi sazî û komeleyên xwe hene ?
Eger bêhêyîn û bersiv bidin wê gelek asan be, ji ber ku xwedî kêm cih û tiþt in. Ji berku rewþenbîr, zana, xwedî hizir û pispor di nava wan da kêm in, ew jî ne kêþeye, mirov dikare çareserî jêra bibîne. Roniyekê bêxin ser pirsên ku li jor hatin kirin.
Li civata þarewaniya Köln da Kurdek di nava rêkxirawên mafê mirov, saziyên civakî û partiyên Elman da heye? Mirov çend Kurdan dibîne? Lê kêm in û ne aktîv in. Komeleyek heye dibêjinê ( Mala Kurdan ) ew jî girêdayî layengirên Partiya Karkeran e û zû bi zû Kurd naçin wê derê ji ber layengir in. Bi nav ev komele jî hene: Senterê Kulturê Kurdî 15.05.2005, Mala Kurd û Elman, Yana Zagros ya Werziþî 14.03.2007, Komela Botan a Sporê 15.08.1988, YAK Yekêtiya Afretên Kurdistanê 2005, Nunerên CHAK, Asoyî Gencan 2008 û Nunerên tevaya partiyên Kurdan wek nûnerên xwe li Kölnê hene.
Dema ku xwepîþandanek a cemawerî dihê lidarxistin hevdu dibînin, û çalakiyên wan yên partîtî, rojên damezrandinê, bîrewerî û serexweþî û di nava þahî û dîlana da hevdu dibînin.
Endamekî Senterê Kulturê Kurdî li Köln ê weha got:” Senterê me beriya salekê bernamyek têr û tesel amade kiribû ku çend proje bi xwe ve girtibûn. Jibo van projektan Serokê Senterê me seredana Kurdistanê kir û ew bername û pirojeye digel xwe birin da ku digel Serokatiya Wezîran û taybetî Wezaretên Çandê û Werziþ û Lawan dabiniþe, li ser pirojeyên me bipeyivin û hindek pare bi xwe ra bîne daku em bikaribin di seretaya bernamên xwe de dest bi kar bibin ta ku bigehin armanca xwe”.
Di nava bajêr da dema mirov bixwaze ji xwe ra hindikî bigere, her çend mêtra mirov biçe wê çend ciwanên Kurd bibîne, bê kar û bê bername ne û di nava bajêrda digerin. Mîna kesekî malê xwe winda kiribit, eve jî gunehek mezine û dikeve ser mile KRG ê, ji ber ku ciwan nikarin di nava welat da bijîn û li vir jî bê bernameya jiyanê dimînin û detshelatdarên Elman jî vê pirsgirêkê çareser nakin. Ev ciwane jî hînî diziyê, karên xirab, ketina dîv qîza, mana wan ser cadeya û kêþana dermanên bêhoþker, mirov bi çavê xwe dibîne û dilê mirov bi wan diþewite.
Eger ku KRG li benda revenda Kurd be ku vegerin welat û kar bikin, bila ji bîr bike. Ji ber wan pirsgirêkên li jor hatîn, gencên xwe fêr dikin û hîn dibin kêm in. Eve jî wê kartêkirinek negatîv li ser pêþeroja welat bike
Ev raporte merema dergeh qutane belkû berpirsek ji desthelatdariyê bixwînit û dergehekî ji revenda Kurd li herêma Köln ê ra vebikit.
Wek tê zanîn, Köln senterê tevaya millet û welatên Asiyayî bi giþtî û bi taybetî Rojhelatî ye û bajareke ku dikeve nîveka welatên Europî û rojane bi dehan hizar rêving serî li bajêr diêxin. Hemî milleta eniyên xwe ( bere = Lubî ) ava kirine û bi rêyên bazirganî, çandî, civakî, siyasî û werziþî xwe li hev nêzîk dikin. Tenha Kurd ne bin, wek Kurd bê rêber, bê pilan û bê harîkar in. Ewên ku xwe mandî dikin jî kêm in û dema bizavekê dikin jî encam her rawestandin be, ew moralê nade Kurdên din jî.
Pêdiviye KRG bi layenên siyasî, civakî, çandî û werziþî bikevite têkiliyê ewên nûneratiya revenda Kurd dikin li herêma Köln ê daku rêyek guncayî bo çareserkirina kêþeya Kurda bibînin û bikarin rê li avakirina eniyek Kurdî xweþ bikin. Kurd di radyio a WDR 3 da ( Funkhaus Europa ) bernamek heye ku pitir ji 20 sala ye hemi rojên yekþembiyan bi herduk zaravayên serekî derdikeve, lê têrê nakit. Pêdivî bi hebûna rojnameyek rojane heye û pêdivî bi malperek xwe heye. Eve jî kesek yan cihetek bi tinê nikare vî barê giran bêxe ser milên xwe.
Harîkarî û Harîkarî..
Köln - Elmaniya