Kezebperitiyo

Lotikxane rûyê xwe reþ dike

 

Adil Dûran

Ew qeþmer ez im

Bavê Welat

Ku melle tir kir

Mihemed Elî

Efrîn

Kî ji Xwedê ditirse?

Bavê Ronahî

Rava heyîvê

Lezgîn Þêxo

Xwedê bi min re ye

 

Evdo Dîno

PDK-YNK-Kerkûk

 

Lokman Polat

Romanek li ser S.Eyûbî

 

    

Selîm Acar

Hilbijartina nava

 

Dilsotî

Erê Mamoste

Aso Elîka

Dr.Qasim-1

 

              

 

 

 

 

Payîza Zer

 

 

 

 

 

                                   

                               Rastî tehl e...                 Magazîn û gazin, tiþtên zêde nexwazin...

Metelok: Heçê dibêje û dike mêr e, heçê nabêje û dike þêr e, heçê dibêje û nake kerê bê xêr e !

 

 

 

Arþîv                                              info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com            

Zilamê herî lotikvan

Þemal Amedî-16/11/06-Holyywood-Kovara magazînê People, George Clooney wek zilamê herî seksî û lotikvan hilbijart. Kovara ku her hefte zêdeyî 3.5 milyonî difroþe, cara duyeme ku Clooney wek “zolamê herî seksî, herî lotikvan û herî fissek” hildibijêre.

   Clooney ji kovarê re dibêje “xuyaye wê Brad Pîtt ê ku ew jî du caran wek zilamê herî seksî hatibû hilbijartin, ji min biheside”.

   Lê Brad Pîtt ji Lotikxanê re got “ez hesabê wî bi pîvazekê nakim. Ew çi zilame ku karibe lingê xwe li ê min xe, qûnekê qûnek!” û telefon girt. Îcar me jî sûretê Georg Clooney pêþ pispora zilaman, doktora psîkolojî û dînelojîyê Xaltîka Fatê kir û jê pirsî: Xaltîka Fatê, çi aqilê te ji George Clooney dibire? Gelo diþibe zilaman?

   Xaltîka Fatê berçavka xwe da ber çavê xwe, li sûret nerî û got: Ev qûnekê han??? Wîîîîîî! Keçê peppûkê, ma zilamên bê simbêl jî zilam im? Zilamê go boqê simbêlan li ser nebe, porê wî wek evora pîrebokan ne gijomijo be, qutîka tûtina qaçax ne di bêrîkê de be, demança çardexwur ne di ber qûna wî de be, ma bû zilam qirikê? Hêêê! Ev bibe bibe qûnekekî wek Beþar Esed jê derdikeve û tu sax”.

Piþtî 40î xurifî

Þemal Amedî-15/11/06-Holyywood-Stranbêja çikolatayî, esmera agirpêketî Janet Jackson piþtî 40î çavê xwe lo derûdorê digerîne û xwe jibo kovaran rût û mût dike. Janet Jacksona ku li ser sehnê wek mehîna þemûz lotikan tavêje, xwe ji kovara Amerîkî FHM re tazî kir û laþê xwe bera çol û hewþê da.

   Jackson van rojan 20 salîya karîyera xwe pîroz dike û dibêje, “ev tan 20 salin ez li ser sehnê lotikan tavêjim, geh dikevim geh radibim, lê ji îro û pêde ezê malikê li kovarên Amerîkî biviritînim. Ezê bi xweþikbûna xwe zilaman bidim ber þeq û pegan” û filan.

   Me li ser navê Lotikxanê wêneyek seksî ji Jackson xanimê xwest. Lê rebenê wêneyên xwe hemi belaþ belavkiribûn û got “I’m sory” û ev wêneyê han ji me re þand.

   Welhasil, bila xwendevanên me li Jackson xanimê binerin, heger ecibandin emê jî herin ser merþa bavê wê û Janet xanimê ji lotikvanekî xwe re bixwazin. Ji xwe Janet Jackson ji me re got “oooooo, The Kurdish mann is wery good, yes yes” û xwest bibe jina lotikvanekî Kurd. De yalla a bi xêr...

 

Xanimê têr nabe,

ya starrrr!

 

Rojda Aydin-14/11/06-Stenbol- Lotikvana Tirk, bêesla ku kes nizane bezê bin guhê bavê wê ji ku ye Hande Ataîzî, felsefeya jîyana xwe ji kovara ûçankûþê re got û dilê xwe hênik kir.Ataîzîya ku bê fedî her hefte xortekî bera ser xwe dide dibêje, "ev dinya dinyayek fanî ye, emê bimrin,di felsefa min de ji seyran û seksê pêve tiþtekî din tuneye. Ma ezê çima lotikan li xwe nexim?"

   De îcar yabo! Ne em dibêjin ev Tirkên doþirme ji zinêkarî, qehpîtî û destdirêjîyê pêve tiþtekî din nizanin hûn dibêjin, na! Jinik wek çaroxa kalkê min Hecî Ehmed fireh bûye û hîna jî ji lotikan têr nabe, wile bavo ev dinya fanî ye, tewwww!

   Xwezî tu di ciyekî xewle de têketa destê Bavê Nazê, Xwedê zane bê wê çi ziman li dora devê te bigeranda kerêê,axxxxx...

Keroooo, tu kê dixapînî xiyar!

Sîpan Nas-14/11/06-Stenbol- Serokê DYP, qesasê serê 15 hezar Kurdên faîlî meçhûl, Tirkê exû þermota Mehmet Agar dîsa kir zirt û virt û hesabê hilbijartinên pêþerojê kir.

   Agar di bernameya televizyona Haberturkê de dest bi derewan kir, çirand û virand û got, bêyî eskeran dewlet nayê îdarekirin.. Lê nabe ku meriv hemi barî bide ser piþta artêþê, tiþtê ku ez niha dikim jî ew e. Ez dibêjim ku, pirsên Tirkiyê li Silêmanîyê, li Hewlêrê û DYAyê nikare bên çareserkirin, lê pirsa Silêmanîyê û Hewlêrê dikare li Enqereyê bê çareserkirin. Ez sozê didim milletê xwe ku, ezê çarenûsa  Mûsil û Yozgatê bikim yek”. Yaaaa!

   Ûlan îbne, tê çawa çarenûsa Yozgatê û Hewlêrê biki yek ewladim? Yozgat hemi Tirkên Faþîstin û Hewlêr jî Kurdên qirase ne, êêêêê!? Yanî tu dibêji tê ”Hewlêrê jî wek Yozgatê bikî Tikên faþo” ne wilo? De here ûlan dangalak, van çîrokan ji zarokan re bêje! Kurdên ku xwe naskiribin zanin bê çend mû bi qûna te ve ne yawrûmmmmm! Lê Kurdên ku xwe nasnekiribin û hîna jî bi derewên ”Turk-Kurd kardeþlîgî” xwe dixapînin li te û bavê te pîroz û bimbarekbin rebbî.....

Anitkabîr ne cîhê zilaman e!

Ahmed Beyan-13/11/06-Enqere- Kevneserokdewletê Îranê Hatemî bi rojnamevanê tewþo-mewþo M.Alî Bîrand re lotik avêtin û hinekî fitne û fesadî kirin.

   Hatemî di derbarê zîyaretnekirina Anitkabirê de got, ”em Îranî Anitkabirê zîyaret nakin, hûn Tirk jî mezelê Xumeynî zîyaret nakin. Li gor îstîxbarata me Atatirko di Anitkabira xwe de gennî bûye, pêhn pê ketiye û ji bêhna tir û fisên wî meriv bi nexweþîya kolera dikeve. Ji ber vê em naxwazin Anitkabirê zîyaret bikin û bêhna tir û fisên Selanîklî Misto bikþînin nava xwe” û filan.

   Bêbavê Hatemî herweha li dijî parçebûna Iraqê û serxwebûna Kurdistanê jî derket. Welhasil, kûçik goþtê kûçik naxwin baba...

 

Lotikek ji Evdile Koçer

-Mirin-

12/11/06-Nivîskarê qirase, xortê Sêrtî, kilê çavê keçan Evdile Koçer lotikek din avêt û pirtûkek bi navê Mirin pêþkêþî xezîna kultura Kurdî kir. Ji ber ku pirtûk neketiye destê me û me hê nexwendiye em nizanin bê çima Evdile Koçer navê pirtûka xwe “mirin” lêkiriye. Lê li gor sîxurên me û îstîxbaratên dinyayê dibêjin, dibêjin pirtûka Evdile Koçer “rêbaz û destûra mirinê” ye.

   Heçê bixwaze xwe zûtir bikuje, heçê bixwaze xwe ji serê darê bavêje, heçê bixwaze di serþokê de biþemite, divê berê vê pirtûkê bixwîne û piþtre biryara xwe bide.

   Welhasil, pirtûka Evdile Koçer li xezîna kultura Kurdî pîroz û bimbarek be, Xwedê miradê wî bike û di bihuþtê de 70 horîyên xweþik bike qismetê wî rebbî.

Ji bo xwestin û peydakirina pirtûkê:

Aram Yayincilik:
Atatürk bulvari cad. ünlü is merkezi b blok no: 25
kat:5/ 100 Unkapani/Fatih - Istanbul
 
Tel: 0212 5346807 Fax: 0212 5346823

E-mail: aramyayincilik@yahoo.com  arambasin@yahoo.com  aramyayin@yahoo.com 

 

Kerê mala Muxtêr

 

Kezebperityo-11/11/06-Kerê ku ji ber xwe fedî dikin rojê carekê ducara dizirin û bêhna xwe hinekî derdixin û ku bi dest wan dikeve xwe carekê jî vedigevêzînin û tozê bi ser xwe dixin. Lê mixabin kerê mala Muxtêr ne wek hevalê xwe bû û her bîskekê zirînîk ne mesele ji xwe derdixist, nemaze dema Melê gund ban dida zirandin lê bêtir xweþ dihat. Gundî neçar man li ber vî kerê zirtikî ku xew ji çavê Gundiyan revandibû û nedihiþt ku kêlîkekê tenê jî tehmekê ji jiyana xwe bikin. Rojekê Gundîkî bi navê Xezebo ku xwe di bin dara zeytûna de rada bû, di nav þaxê darê re li ezmana dineriya, di derd û kulê jiyana xwe de difikirî û tanî ber çavê ku bûye zave û ku dotmama wî kilîlek sipî li xwe kiriye û destê wî di nav destê xwe de dugvêþe. (wêne bitikînin û zêdetir bixwînin

Elamet zêde dibin, qiyamet kengî ye em nizanin!

Sermend Serhedî-10/11/06-Agirî- Di dema me de bûyerên hevqasî ecêb diqewimin ku aqlê meriv disekine. Hinek dibêjin “ev kerametên Xwedê ne”, hinik dibên “na loooo, hebe nebe ji zalimîya insanan ev ecêb diqewimin”, hinik jî dibêjin “bi telaq dinya li ser sturehê gamasî ye, gava xwe dileqîne dinya diheje û ev zir elamet peyda dibin” û filan bêvan.

   Li Agirîyê Ebrû Yeþîla neh salî jî ketiye ber xezeba van elametên kesanedî. Ê xelkê bejna wan, porê wan, zimanê wan dirêj dibe, lê ê rebena Ebrûyê jî tilîyên wê ên herdu destan dirêj û qalind dibin. Tilîya destê rastê ket ber kêr û meqesên operatoran (kesê emelîyatê dike) lê tiliya destê çepê hîna li bendî roja kefenkirina xwe ye.

   Îcar heyran bi namûsa mêrên berê em jî nema zanin...Em nema zanin ne ev elametên Xwedê ne, ne ên cin û pîrebokan e û ne jî jiber gunehên Ehmed Huseynî û Bavê Nazê ne. De tewkelî bi Xwedê....

 

Semîner

Pêþketinên li Rojhilata Navîn û pirsa Kurd

Di roja 19/11/2006, seet di 14.00an de semînerek ji alî PSK ve tê lidarxistin. Semîner li ser “Pêþketinên li Rojhilata Navîn û pirsa Kurd” e. Axêverê semînerê, Sekreterê Giþtî ê PSK Mesûd Tek wê bi giþtî li ser rewþa Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd raweste û dîtinên partîya xwe bîne zimên. Semîner ji her dîtinên cuda re vekirî ye.

Navnîþan:

Ohm str.28. Koln-Porz Eil

Komîteya Herêma Navîn a PSK

 

Mizgînê lotikek li Tirkan xist

Dilcan Îzol-09/11/06-Amed- Kovara Mizgîn kovarek îslamî, Kurdî-Tirkî ye û têde Kurdîyek zelal tê nivîsandin. Di hejmara 18an a 18 Sibat 2006an de gellek nivîsên xweþ û rastgo hatibûn nivîsandin. Ji ber van ivîsan jî rayedarên dewleta Tirko doz li xebatkarên kovarê Denîz Tursun, Omer Aybar û Gulcan Bahtîyar vekiribûn.

   Meselen Omer Aybar di kovarê de gotibû “zarokên Kurd jî di nezera dewletê de mehkûm in”. Ji xwe Gulcan Bahtîyar xanimê jî dabû nav, kiribû çirik û virik. Bi awayekî pir vekirî û zelal Kurd û Kurdistan anîbû zimên, paraztibû û dewleta Tirk dabû ber lotik, cotik û pehînên Kurdewarî. Li ser van nivîsên xweþ, qey xuyaye li zora qûna rayedarên dewletê çûye û tehamilî rastîyan nekirine.

   Welhasil canim, dibêjin di darizandinê de gellek parêzer beþdar bûne û nehiþtine ku dozger û hakimên Tirk devê xwe vekin û bêjin “kip!” Ji xwe dibêjin parêzer Îbrahîm Guçlu hakim û sawcî dane ber lotikên xwe û hilê wan li milê wan kiriye. Welhasilî kelam, xebatkarên kovara Mizgîn hatin berdan û kêfa me hat. De Xwedê bikim ev xebatkarên wêrek û cesûr xebatên hêjatir bikin û bighên mexsed û miradên xwe...

Me Jessîca di ciyekî teng de girt!

Kemalê Þopgêr-08/11/06-Dinya-Belê, em bi mehan bi dû artîsta seksî û xwînþêrîn Jessîca Alba de bûn ku em lotikekê lêxin. Jessîca wek keroþka ku ji ber tajî bireve ji ber me direvîya û nedixwest têkeve devê lotikvanên me.

   Lê me ew û yarê wê di ciyekî teng de,di nav behrê de girt. Jessîca û yarê xwe Cash Warren di nava behrê de, di nav koma masîyan de lotik li hev xistin. Lê gava çav li kameravanê me Cindoyê Çavbeloq ketin, hema herdiwan xwe bera binê behrê dan û winda bûn. Em nizanin ne „Gamasî“yan ew xwarin yan na.

   Haa, birastî gelo lotikên nava avê çawane gelo, kes ji we zane? Heçê ji we di nava behrê de lotik li xelkê xistibin, ji kerema xwe werin di Lotikxanê de derza „lotikvanîya binê behrê“ bidin xwendevanên me da ku ew jî di nava masî, tîmseh, mar û dûpiþkan de hînî lotikvanîyê bibin, okey! De…

Heta bi melleyên wan jî diz in!

Hecî Siloyê Kermêtî-08/11/06-Kayserî-Erê lo, me digot qey qencê Tirkan melleyên wan in. Lê xuyaye ew jî wek Tirkên din zinêkar, diz û teþqelecî ne.

   Li bajarê Kayserîyê melle û du hevalên xwe dikevin dêrekê (kilîse) û dixwazin cewher û xezîneyên wê bidizin. Melleyê Mizgefta Salûrê Þadî Ozdemîrê 33 salî, Îsmaîl Altuntop û Kamîl Altin di dêrê de li ser dizîyê hatin girtin .

   Gava em dêrê jî wek malek ji ên Xwedê qebûl bikin, wî çaxî melleyê zinêkar xwestiye xezîna Xwedê jî bidize û mala wî biherimîne. De hûn û wîjdanê xwe û hew...

   Bi telaq Lotikxane bilasebeb nabêje Tirk diz, zinêkar û xwînheram in, wîî! Ma emê rabin piþtî vî emrî bextê xwe reþ bikin bavê min!

 Çima nivîskarên Silêmaniyê beþdarî festîvalê nebûne qurban?

Þîndar Berwarî-16/11/06-Hewlêr- Wek hûn zanin Festîvala Duyemîn a Duhokê bi def û zirne dest bi govenda xwe kir û nivîskarên Kurmanc di govendê de xwe hejandin, lotik avêtin. Îcar xuyaye wek hercar nivîskarên Soranekan ên Silêmaniyê beþdarî festîvalê nebûne û xwe li ber strana “wele govend ranabe, bile govend ranabe, xwelî li mêrê xerab be, radizê þiyar nabe” nehejandine.

   Li ser vê sosretê (ku di eslê xwe de pir normale jiber ku nivîskarên Soran tucarî ji nivîskarên Kurmanc hez nekirine) Serokê Yekîtîya Nivîskarên Þaxê Duhokê Hesen Silîvanî li ber xwe dikeve, mitalan dike û ji rojnama Mîdya re dibêje “ez jî nizanim çima nehatin baba, ma ez xwedî kerametim ku zanibim” û filan.

   Yahewlelwela quwetillehilezîm! Lawo çawa tu nizanî bê Soran çima nehatine festîvala Kurmancan? Yan tu newêrî rastîyê bêji? Bêje kaka bêje, bêje û fedî jî meke. Vekirî bêje “heyran bi sê telaqên jinberdanê nivîskarên Soran bi çavên dijminan li nivîskarên Kurmanc û Kurmancî dinerin û pênc qirûþên xerabe bi zimanê Kurmancî nadin” û xelas!  Hûn jî biaqil bin û carek din gazî Soranekan nekin, aha mesele çareser bû û hûn sax !

   Rastî tehl e lê ji rastîyê jî xweþtir tiþtek tune kakacan. A baþ hûn jî bibin endamê “Yekîtîya Nivîskarên Lotikxanê” û hînî rastgotinê bibin û tewkelî bi Xwedê......

Doktorên Duhokê lotikên sêmetroyî avêtin

Îloxê Horkî-16/11/06-Duhok- Ya starrrrrr, ya starrrrrr! Me henekên xwe bi doktorên xelkê dikir, bi doktorên Tirkan dikir ku kêr û meqesan di zikê nexweþên xwe de dihêlin. Lê doktorên me ji wan xerabtir kirin û îmze avêtin bin bûyerek kesanedî allahwekîl!

   Li gora nûçeya rojnameya Evro a ku di 15/11/06an de li Duhokê hatiye weþandin, doktorên Nexweþxana Azadî a Duhokê di dema neþter (emelîyat) kirina jinekê de sê metro qumaþê birînpêçanê di zikê wê de hiþtine. Piþtî ku rebena jinikê jiber êþa zikê xwe rastî nexweþîyên dijwartir tê, serî li nexweþxaneyek taybet dixe. Li wir cardin tê neþterkirin û sê metro qumaþê brînpêçanê ji zikê rebena jinikê derdixin.

    De îcar destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û bêjin: Doktorên me çawane? Ma kes kare sê metro qumaþ di zikê jinikekê de bihêle? Niha metroyek ba erê, metro û nîv ba erê, du metro ba erê, lê sê metro? Wey aferîn ji doktorên Nexweþxana Azadî re, bi Xwedê we doktorî kir tirrrrrrrr! Heyran sê metro hindik e, ji kerema xwe carek din deh metro qumaþ di zikê xelkê de bihêlin baba, okey!   

Melle Osman rakir ferman

 

Polat Erdem-15/11/06-Tokat- Melleyê Tirk Melle Osman fermana malbata xwe derxist û di rojekê de ket ser dilê malbatê, çar kes dan ber kêr û xincerên soranî.

   Li gora ku Melle Osman bi emaîlê ji me re dibêje, rebeno di xew de xewnekê dibîne. Di xewnê de melkemot tê xewna wî û jê re dibêje „kuro melle! Qûnekê heram! Tu bû melle jî tu bi kêrî gûyekî nehat. Hema a baþ here kalik, pîrik, xal û jinxala xwe bikuje û bila hinekî nav bi dû te keve bêbav! Ma betalî ji te re diqede?“ û serê Melle Osman dagirtiye.

   Melle Osman jî hema demançê dixe ber xwe û lingo bi qurbao, tu li ku û mala kalikê wî li ku. Berê kal û pîra xwe, piþtre jî xal û jinxala xwe dide ber fîþekên alamanî û wan totlanî hev dike.

   Welhasilî kelam, melleyê Tirk çar kes ji nifûsa Tirkan kêm kirin, ev xêrek mezin e û em bawerin wê Xwedê di bihuþtê de kursîyekî nerm û germ bide Melle Osman. Lê bi telaq ewî 70 horî bi çavê serê xwe nedît û hew…..

Zinêkarê 78 salî

Abdullah Cênîkdirêj-15/11/06-Eskîþehîr- Ha ji we re zinêkarekî Tirk ku bi xwe 78 salî ye û piþtî vî emrê xwe CDyên porno û seksê difroþe xelkê. Hem difroþe hem jî li ber wan flîman bi xwe xweþ tîne. Ji ber ku li rebeno ranabe, îcar gîzer û xiyaran dixe xwe û kela dilê xwe hênik dike. Dibêjin li bajarê Eskîþehîrê li ser îxbarekê polîs digrin ser mala E.N ê 78 salî.

   Di lêgerînê de, di mala wî de 425 adet CDyên erotîk û seksê tên girtin. Herweha sindoqek gîzer û sindoqek jî xiyar û tirozî tên girtin. Polîs texmîn dikin ku qûneko bi wan gîzer û xiyaran bi xwe xweþ tîne û li ber flîman kela dilê xwe hênik dike.

   Welhasil, polîs lotikekê lêdixin û wî digrin. Îcar heyran, heger kal û ixtiyarên Tirkan qûnek û zinêkar bin, gelo wê xortên wan çilo bin? Ji xwe em behsa jinên wan nakin, ew ji xwe berdîberdan û lotikvanên meþhûr in. Bi sê telaqên Tirkên Selanîkê Tirk wek mirêka erd û ezmênin lo, hem ji paþ û hem jî ji pêþ de didin. De ser xêrê be û Xwedê xêra wan qebûl neke rebbî….

Heyeta PDK dest bi parsê kir!

Þemoyê mala Sivûk-14/11/06-Bruksel- Erê dinyayê, dibêjin  heyetek ji  Partî Demokratî Kurdistana Iraqê xwestine li Brukselê ofîs yan komeleyekê vekin lê qirûþek pere jî di bêrîka wan de tuneye.Rabûne çûne cem sazîyek Kurdî (em nav nadin) û jibo vekirina komela xwe doza panzdeh hezar euro lê kirine. Ê rebena sazîya Kurdî jî bi zor û heft belan kirya xwe dide û xebatkarên wê jî taþtê, nîvro û þîvê nanê tisî yan nan û pîvazê dixwin.

   Îcar heyran, bi telaqê jinberdanê me tiþtek ji vê PDK a xwe fêhmnekir babam. Ciwamêran dewlet in, hikûmet in, partîyek tirtire ne, xwedîye petrolê ne, bi milyon dolaran didin OYAK û þîrketên Tirkan, bi sedhezaran pere alîkarîya çend kesên ku li Ewrûpayê qaþo bi navê Kurdewarîyê xwe mezin dikin, zikê xwe bi goþtê berxik û elokan dinepixînin dikin lê perê wan tune li Brukselê komeleyekê ji xwe re vekin. Ma îcar ev bû çi?

   Ji alîyê din Înstîtuya Fransayê kare bi 300 hezar euroyî civînekê li parlamentoya Ewrûpayê pêk bîne bêyî ku qîmetê keda van peran zanibe, zanibe ku ev pere bi xwîn û xwêdana pêþmerge û þehîdên Kurdistanê hatine bidestxistin. Welhasilî kelam, PDK a ku bi sedhezar dolaran peran li derûdora xwe direþîne, nikare 15 hezar euroyî bide hevalên xwe ên Brukselê û hevalên xwe mecbûrî parsekîyê dikin. Weleddddddd! Bi telaq perên me hebûna meyê ji heyeta PDK re 15 hezarik biþanda, wîî!   

Êzîdî, gelê Melekî Tawus

 Miradê Midyadî-14/11/06-Belçîka- Rejîsora Kurd,keça jêhatî Binevþa Bêrîvan bi fîlmê xwe yê nuh TRACES – Le peuple du Paon, (Êzîdî, gelê Melekî Tawus)  beþdariya du festîvalên fîlman dike. Yek li Montreal (Kanada) Rencontre International du Documentaire de Montréal ku di 9/11/2006 destpêdike û yê din jî Festival Cinéma Méditerranéen à Bruxelles (Beljîka) ku di 23/11/2006an de destpêdike.

    Bêrîvan li Stenbolê ji dayik bûye, di sala 1997an de mîna penabera Kurd hatiye Belçîka. Paþ xwendina xwe di warê sînmê de li xwendegeha Inracî, fîlmekî kin bi navê “La mélodie du petit château “ (Sitrana Petit Château a)  ku di fwstîvala Med 2004, cî stendibû çêkiribû. Fîlmê li ser Êzîdîyan di dawîya 2005an de û di nava 2006an de qedandiye.

   Wey bijî Binevþa Bêrîvan! Bahman Gobadî kûsî firandin, hesp serxweþ kirin, lê xuyaye tê zora wî bibi û keroþkan jî bifirîni! Lê heger te flîmek li ser serxweþbûnê çêkir, ji kerema xwe navê flîm bike “ Dema Kurdên Serxweþ!”. Çima? Ji ber ku Kurdên me di nava teorî û xwestekên rojane û hefteyî de gêj û mest bûne, nema zanin çi bikin û wek hespên serxweþ ên Gobadî li wan hatiye. Berî ku bên ser hiþê xwe te nerî teorîyek nuh ji Îmralî hat û dîsa serxweþ bûn. Îcar tu her bijî Binevþa Bêrîvan, bila zurîyeta Tirk, Ereb û Eceman bi qurbana nenûkek te û xebata te bin û hew....

Bûbê Eser dest bi cotikan kir

Binevþ Agirî-13/11/06-Swêd- Gardîyan, nivîskar û lotikvanê Dêrikî Bûbê Eser li Stenbolê du pirtûkên xwe derxistin ser rûyê dinyayê û pêþkêþî dilya û alemê kir. Pirtûk ji alî weþanxana Dozê ve hatine dirûtin û neqiþandin.

   Navê yekê ”Zewaca þaþ” û a din jî ”Sîno bû efendî” ye. Pirtûk neketine destê me, lê peyamnêra me a Stenbolê Rojda Aydin dibêje, ”pirtûka Zewaca þaþ ketiye bin çavdêrîya îstîxbaratên dinyayê û xuyaye tê de gellek serpêhatîyên ecêb hene. Hetta ji sedî 90ê rejîsorên dinyayê hatine Stenbolê ku van pirtûkan bixwînin û flîman jê çêkin. Rejîsor dibêjin go ne ji wan herdu pirtûkên Bûbê Eser bûya, wê sînema dinyayê têk biçûya û mala me diþewitî”.

   Welhasil, dibêjin pirtûka ”Zewaca þaþ” bi awayekî wek ayetên rêbaza zewacê hatiye nivîsandin. Yanî; kesên ku bixwazin mala xwe biþewitînin û bizewicin, ji sedî sed divê berê vê pirtûka lawkê Dêrikî bixwînin û piþtre dest bi lotikan bikin. Pirtûka ”Sîno bû efendî” jî qey li ser yekî nivîskar e. Ê nivîskar piþtî ku tê Swêdê diçe ser textor. Textor jî (wek ku hatiye serê piranîya Kurdên Swêdê) hema tiliya xwe dixe wî û bi namûsa wî dilîze. Piþtî vê, tilîavêtin li xweþîya Sîno tê û îcar ew dibe ”Sîno bû efendî”. Welhasil, ê xelkê yek yek pirtûkan derdixin, ê Bûbê cot cot gîsin dike. Aferîn lawkê Dêrikî, destê te sax bin!

Borell jî da bin dûvê Tirkan

Gulnaza Torî-13/11/06-Bruksel- Belê, piþtî ku yeko yeko rayedarên Ewrûpî lotik li Tirkan û endametîya wan xistin, niha jî Serokê Parlamentoya Ewrûpayê Josep Borell da bin dûvê Tirkan û derpîyê wan þil kir. Borell li Îtalyayê bersiva rojnamevanên Tirk da û hema bêjin serê wan li bin guhê dîwaran xist.

   Borell di derbarê pirsgirêka Kibrisê de dibêje ”Kibris êdî bûye pirsgirêkek Ewrûpayê û divê Tirk xwe dînomîno nekin û vê pirsgirêkê çareser bikin”. Ji alîyê din bal kiþand ser pirsgirêka hebûna Kurd jî û got ”mîster Erdogan di wextê xwe de ji min re digot pirsgirêka Kurd tune, qey hûn bi gotina Kurd Kurdên Iraqê qest dikin û çîrok digotin. Lê gava min got ez dixwazim herim Kurdistanê, li zora qûna we Tirkan çû û hawara we çû ezmanan. Ev hûn Tirk çi teba mirovin bavo?”

   Belê, dibêjin piþtî van gotinên Borell, rojnamevanên Tirk polîpoþman bûne ku hevpeyvîn pê re kirine û bûye virqe virqa wan. Welhasil, xuyaye pirsgirêka Kurd wek toqa naletê ketiye stuyê Tirkan û nema karin ji stuyê xwe derxînin. Lê mesele eve ku Kurd karibin li doza xwe xwedî derkevin..Ma kaaaa!

Gulê hoynar hoynar hoynarê!

Xincero-12/11/06-Nisêbîn- Berî çendakê rêya min bi malpera eþîreta Netkurdê ket. Derî vekirîbû û ez jî ketim hindur. Min bala xwe dayê hevpeyvînek bi hostesek bedew re hatiye kirin. Hostes kuro! Îcar Nisêbînî! Nisêbînî û hostes? Halla halla! Lawo bi telaqê jinberdanê ez wextî ji kêfa re bifiriyama heft qatên ezmana haa, ma hûn dibê kêfa min hat, wîîîîî! Xwedê ji Mêhdî Çilgin razî be ku ev hostesa Kurd pêþkêþî awira gelemperîya Kurd kir û kêfa me lotikvanên Nisêbînî anî.

   Navê hostesa me Gulê ye, 28 salî ye û hem jî ji Nisêbîna rengîn e. Errrrrreeeeekkkk! Ma ka jê xweþtir? Yabo de ka telaqên xwe bavêjin û bêjin: Ji kîjan bajarî hostesên Kurd derketine? Hem jî hostesên ku eslê xwe înkar nakin, bi çar zimanan zanin, bi Kurdbûna xwe serbilind in, hecî ne û xweþik û rindik in!

   Welhasil em serê we neêþînin, hûnê niha dîsa bêjin “Xincero dîsa pesnê Nisêbînîyan da haaa, ev zilam çiqasî kare biçirîne yaboooooo” û nerazîbûna xwe bînin zimên ez zanim. Kuro bi telaqê Ecevît, go xêr hebe wê dîsa di van Nisêbînîyên me de hebe loo, wey! Kuro ma di vî zemanê xerab de kes kare bibe hostes û li ezmana strana “Qulingo” bêje qardeþîm? Êêêê! Na na, heger hostes ji Nisêbînê derketibin wê Pîlot hayella derkevin..Ji xwe go pîlot jî ji Nisêbînê derkevin, ma êdî kes diwêre lotika xwe li Nisêbînîyan xe, na babammmm....Wey tu her bijî Hostes Hecî Gula Nisêbînî!

Sayin Ocalan, dev ji Kurdan berde kardeþîm!

Ahmed Beyan-12/11/06-Enqere- Yabo bi tirba Þêxê Kal, em û Ocalan bi hevre mane halekî heyirî wey. Em nema di ber dîtin û teorîyên wî re digihên bavo, wîî! Çi hefta heyi wê ebûqatên wî gotinên wî (belkî sedî jî pêve zêde dikin) wek ayetên quranê pêþkêþî xelkê reben bikin û wek mirîþka gêj bînin serê vî milletê mazlûm. Vê carê jî ebûqatên ( li ser bextê wan û bavê wan be) wî dibêjin ku Ocalan pir li ber mirina Ecevîto ketiye û sersaxî ji Rahþan xanimê re xwestiye. Ê tabî canim, Ecevît fermana girtina Ocalan da, bi xêra wî ji Þamê derket û ji xwe re welat bi welat geriya, ma wê çima sayin Ocalan li ber mirina Ecevît nekeve! Em dibêjin xeletîyek di vir de heye lê çi? Yan hûn dibê ebûqatên wî gotinên wî serûbino dikin?

    Neyse, wekî din dibêjin dîsa sayin Ocalan dev avêtiye birêz Serok Barzanî û gotiye “Barzanî doza dewleta netewî dike û bi rêya PDK dixwaze li Îran, Tirkiyê û Sûriyê partiyan ava bike. Dewleta netewî di encamê de dibe faþîzm” û filan û fîstan.

   Ê babam, ma serê te bi karê xelkê dêþe hê? Dewleta netewî dewleta netewî, faþîzm faþîzm, ew qîma xwe pê tînin ma ji te re çi? Te dev ji doza dewletbûnê berdaye, daye dû komele momelan, pozê xwe nexe karûbarên dewletek din brê min! Madem dewleta netewî faþîzm e, ji Kerdogan re bêje bila dewleta Tirk lexû bike, sînorên wê rake û navê wê jî bike “ Demokratîk Sîvîl Konfederasyonu” ji hemî bixêrtire û hew! Haaaa, gava hûn li Sûrî, Îran û Iraqê partiyên wek PÇDK, PYD, PJAK avadikin xweþ e, lê gava Barzanî li Tirkiyê, Îran û Sûriyê partiyan ava bike li zora we tê ne wilo? Çima ma ji we re adete ji xelkê re qebhete cîgerîm!?

Dema fîlên serxweþ!

Can Raca-11/11/06-Pakîstan-Ajansa Nûçeyên Bangladejê ragihand ku li herêma Þerpûrê fîlên serxweþ êrîþî gundîyan kirine û lotikek li zilame xistine, ew di bin gewdeyên xwe de perçiqandine. Li vê herêma ku nêzîkî sînorê Hindistanê ye, di salên dawîyê de gellek caran gundî bûne armanca êrîþên fîlên çavsor û heta niha sîh (30) kes mirine.

   Rayedarekî Pakîstanê ji me re got ku, “fîlên herêma me berê ne wilo êrîþkar bûn. Lê ji dema ku flîmê Bahman Gobadî ê bi navê Dema Hespên Serxweþ derketiye û pêde, fîl û heywanên herêma me wek serxweþan li wan hatiye û êrîþkar bûne. Em nema zanin ne em Bahman Gobadî bidin Mehkema Navnetewî ne na!” Erê erê....

   Xuyaye Bahman Gobadîyê me bi flîmê Dema Hespên Serxweþ bûye sebebê guhertina anatomî û genên heywanên dinyayê.. De bila destên wî sax bin û hew...Lê xwezî heywanên Tirk, Ereb û Eceman jî wek fîlên Pakîstanê dîn û har bibûna û bazdana ser gund û bajarên wan. Lê kaaaaa...Ma yabo ew bi xwe serxweþ û dîn û har in, ma çi heycewî heywanên wan in!

Mala Xwedê ava, seksologên me jî çêbûn!

Bengîn Elegez-10/11/06-Moskova-Belê, mala Xwedê hezar carî ava be, êdî Kurd ne kêmî xelkê ne, seksolog û pisporên me jî çêbûn. Ma êdî emê ji Xwedê çî din bixwazin? Hêççç!

   Dibêjin nivîskarên navdar, ejderhayên Kurd, lotikvanên jêhatî Bavê Nazê û Ehmed Huseynî dest bi lêkolîn û analîzkirina „Kurd û seks ji hev çi fêhmdikin“ kirine û biryar dane ku di gava yekem de lêkolîna xwe jî ji Moskovayê destpêbikin. Xwedêgiravî ewê li ser pirsa hêza realîta seksualîta Kurdan rawestin da ku xêrekê bi keç û xortên nûhatî bikin.

   Belê, çima ma Kurd ji Eyþika Ereb in heyran, wîî! Ma bila seksolog û pisporên xelkê hebin ên me tunebin, waweylê! Ê xelkê bi xwendinê dibin pispor, lê ên me di pratîkê de lêkolîn û analîzên xwe dikin. Li vir hêza Kurdan li ser doþekên nerm, bi awayekî zanyarî ji alîyê pisporên Kurdan Bavê Nazê û Ehmed Huseynî ve tê pîvandin. Lê heger we carek din lêkolîna xwe kir, bi dizî bikin ku xelk û alem encamên lêkolîna we nedizin kaka, okey! 

   De zû zû…Zû encama lêkolîna xwe pêþkêþ bikin ku em jî çend lotikên Moskovakî bavêjin qurban, zû sebra me zêde tuneye haaa!

 

Hecîyo tu li mala xwe hecî yî!

 

Melle Ilyas-09/11/06-Almanya- Erê lo, dibêjin “heta serê meriv li kevir nekeve aqilê meriv nayê serê meriv”. Îcar ev jî mesele û serpêhatîya Hecî Ehmed Casim e.

   Dibêjin Hecî Ehmed Casimê Hewlêrî li Mekkeya Erebên bêdoxîn ji alî þofêrekî Erebê bêbav ve hatiye revandin. Xwedêgiravî gava Hecî Ehmed Casimê me li taksîyê siwar dibe, hema bêbavê Ereb xwe davêje ser zikê wî. Hecî Ehmed Casim jî ji bêhna xwêdan, tir û fisên ê Ereb bêhiþ dikeve û þofêr wî direvîne dibe çolek xewle û lotikekê li hecîyê me dixe. Welhasilî kelam, dibêjin Hecî Ehmed Casimê me li wê çola xalî þilfî tazî, rût û mût dimîne û wek Mecnûnê ku evîndarê Leyla bibe, li rê û çareserîyekê digere.

   Ê lawo hey malneket! Çi îþê te li welatê Erebên bêdoxîn hebû hê? Tê çima perên xwe, risqê zarokên xwe têxi devê Erebên zikmezin û multîmîlyoner hey malxirab! Ma hema misilmantî bi tewafkirina welatê Ereban e? Tu di mala xwe de jî karîbû bibi hecî bavê min, wey! Hema te berê xwe bida qublê, te kirasekî spî li xwe kira û çend carî li dora mala xwe bizîviriya, aha ji te re Hecî Ehmed Casim!

   Dua ji Xwedê re bike ku segbavê Ereb dest navêtiye namûsê, þelandin hêç e! Ji bîr meke, bi telaqê bê fitû di mesela zinêkarîyê de Ereb ji Tirkan nekêmtirin haaa! Carek din heger tu çû hecê, li devê siwar bibe, dev ji taksî û maksîyan berde, temam xalê Hecî!

Xwîn bi avê nayê þûþtin brader!

Gerîllayê Bênav-09/11/06-Mexmûr- Hûn zanin, kevneserokwezîrê Tirkiyê, Kurdê Tirk Bulent Ecevît berî du rojan çu ser neheqîya xwe û berê xwe da cehnemê. Îcar niha go Tirk li ber mirina Karaoxlan bikevin heqê wan heye. Ecevît ji Tirkan re xizmetek mezin kir, Kibris dagîr kir, serê Kurdan xwar û bêdûnde mir. Lê wê çima Kurd li ber mirina Ecevît bikevin ka hûn nabêjin çi?

   Dibêjin serokatîya KKK peyamek weþandîye û dibêje, “bila serê malbata wî û serê gelê Tirk sax be!” Wîî!?Serê gelê Tirk sax be? Wile bavo ve ediland! Bila Tirk koka Kurdan biqelînin, hûn bêjin bila serê gelê Tirk sax be! Bila Tirk serê gerîllayan jêkin, hûn bêjin bila serê gelê Tirk sax be! Bila Tirk hebûna me înkar bikin, hûn bêjin bila serê gelê Tirk sax be! Bila Tirk di êþkencê de jop û qiraseyan têxin me, hûn bêjin bila serê gelê Tirk sax be! Bila Tirk di kefenê sed û yek bavê me nin, hûn bêjin bila serê gelê Tirk sax be! Wey bila serê gelê Tirk ne sax be rebbî!

   Wey ne ser xêrê be! Dev ji van lîztikên Bîzansî berdin qurban, yan wek mêran Kurdayetîyê bikin û yan jî xwe li ber dilê kesî þêrîn nekin, ewqas! Bi telaqê jinberdanê hûn xwe bi þîr û þekir jî biþon, wê Tirk dîsa ji we re bêjin “alçaklar, bolucu terorîstler, çoçuk katîlî, Ermenî ûþaklari” û we bi qirûþekî nahesibînin babam...Ma piþtî vê seetê em rabin hevdu bixapînin, na na!

Pêvajoya azadîya jinê destpêkir

 

Leyla Bamernî-08/11/06-Duhok- Erê lo, dibêjin li Hewlêrê pêvajoya azadîya jinan destpêkiriye û jin ji kêfan re wextî bifirin ezmanan. Dibêjin  bi beþdarbûna Cîgirê Parêzgerê Hewlêrê Tahir Ebdulla û komek jinên azadîxwaz, yekem avdestxaneya jinan li navenda bajarê Hewlêrê vekirine. Xwedîgiravî Taman Þakirê þerîta sor qusandîye û bajarê Hewlêrê bi vekirina vê avdestxanê re wek bajarê Parîs û Londonê modern û xweþtir bûye.

    De mala Xwedê ava be.Ji îro û pêde gava em herin Hewlêrê emê di bin dar û ber, di qul û kewarên reþ de destava xwe nekin û bi serbilindî, nazik nazik, kubar kubar berê xwe bidin avrêja jinan û dilê xwe rehet bikin.

    Dibêjin birêvebirê þarevanîya yekê Endazyar Ziyad Ebdilqadir jî gotiye, „ me dixwest li sê deverên cuda avdestxaneyan çêkin lê me ciyên minasib nedît“.

   Ciyê minasib? Hema ciyên ku we dane OYAK û sîyasetmedarên parsek ên ku ji bakur û rojava hatine ji wan bistînin, aha ji we re ciyên minasib baba! Ma cîh tune? Haaa, gelo wê kengî avdestxaneyên jinan li Duhok û Zaxoyê çêbibin gelo? Wele me dar û devî nehiþtin, me kevir û zinar nehiþtin ku me neherimandibin lo, wîî! Rojek berî rojekê li van bajaran jî avdestxaneyan çêkin berî ku Kurdistan li ber lehîya mîzê here kaka!

Beranên qûnek jî hene, waxxx!

Þemal Amedî-08/11/06-New York-Heyran bi namûs heta niha me bîr nedibir ku wê di nav heywanan de jî qûnek û qûnektî hebe haa! Niha li Amerîkayê li du zanîngehan lêkolînek li ser “çawa beranên qûnek karin bibin heteroseksuel” tê meþandin. Xuyaye di nava beran û mîhên Amerîkayê de jî pirsgirêka nêr û mêtî, qûnektî û lezbîyenîyê destpêkiriye û ev jî di nava qûnek û lezbûyenên Amerîkayê de bûye mijarek taybet.

   Li ser vê lêkolînê, tenîsvana lezbîyen Navratîlova û endamên Komela Paraztina Mafên Heywanan PETA bi hevre nerazîbûna xwe nîþan didin û li dij derdikevin ku beranên qûnek dîsa vegerin ser heteroseksuelbûna xwe û dilê xwe bibijînin mîhan. Li gora lêkolîna zanîngehên Amerîkayê ji sedî 10 ên beranên Amerîkayê qûnek û homoseksuel in.

   Welhasil, em nizanin gelo di nava beranên Kurdistanê de jî beranên qûnek hene yan na, lê di nava zilamên Kurd de em wek îmana xwe zanin ku qûnek jî hene, mûnek jî hene, nêr jî hene û mê jî hene. De Xwedê xêr bike rebbî...Emê hîna çi bibînin û çi nebînin, waxxxxxx....

Dêrsimî ji Tirkan hînî tir û fisan bûn

Zilfikar Alî-15/11/06-Dersim- Heger hûn çapemenîya Tirk diþopînin, hûnê bibînin ku li Tirkiyê rojek tenê jî tune ku destavêtin û zinêkarî dernekevin pêþ. Hema heçê fersendê bibîne wê destbavêje keçek zaro yan jinekê.

   Îcar xuyaye Dêrsimîyên me jî ji wan fêrî destavêtin û tecawizê bûne. Li Dêrsimê nehîya Pertekê kurê melleyê mizgefta Camî Kebîrê Omer Alkanê 18 salî destavêt keça bi navê Dîlan Dûrû û xwest namûsa wê biherimîne. Lê piþtî hawar û qîjewîja Dîlanê, lotikvanên derûdorê xwe avêtin ser Omer Alkanê heram û Dîlana reben ji nav lepên wî xelas kirin.

   Îcar heyran, ji berê de dibêjin “kera nebin nava keran jibo ji hev hîn nebin tir û fisan”.  Îcar ev jî mesela me û Tirkan e. Çi tiþt û hunerekî xerab hebe ji wan derbasî me bûye û em jî kirine weke xwe.

   Bav û kalên me dibêjin “kî ji Tirkan dûr be nêzîkî Xwedê û Pêxember e”. Ma gelo ji vê metelokê xweþtir û rasttir gotin hene? Tobe!

Hezar Orangûtan þehîd ketin

Mihemmed Derman-15/11/06-Endonezya- Tê gotin ku di þevata agirê daristanên Endonezya de hezar meymûnên Orangûtan mirine û çûne ber rehma Xwedê.

    Ji damezrênerên Weqfa Paraztina Orangûtanan Wîlle Smîts dibêje ku, “hezar hejmara herî kêm e, bi kêmbûna hejmara Orangûtanan em ber bi felaketek mezin ve tên kiþkiþandin” û xemgînîya xwe anî zimên.

   Erê lawo, gava li Helebçeyê pênc hezar Kurd hatin þehîdkirin kesekî mala xwe xiranekir û negot “bi kêmbûna hejmara Kurdan em ber bi felaketek mezin ve tên kiþkiþandin” û bi ser de kêfa gellek nemirovan hat. Erê erê....Qedir û qîmetê heywanan ji ê insanan zêdetir bûye kuro, halla halla!

 

Rastkirinek

Weqfa Þivan Perwer bardike ciyekî mezintir

 

Tacdîn Baran-14/11/06-Almanya- Belê, berî niha agahdarî ketibûn destê me ku Weqfa Þivan Perwer tê girtin û pirsgirêkên wan ên aborî hene. Lê piþtî me sererast têkilî bi lotikvanên Weqfê re danî û pirsa barkirinê kir, lotikvan S.P got ku ciyê niha ji wan re teng dihat û wan ciyekî mezintir girtiye. Ewê di demek nêzîk de barbikin meskenê xwe ê nuh û dest bi lotikên xwe bikin. Heger rast be ser xêrê, pîroz û bimbarek be. Heger derew be jixwe wê bêhna wê bifûre derve û wê dilê dostan biþkê, kêfa dijminan bê. Welhasil, dibêjin "roj tê xêr pêre tê". De a bi xêr çi be bila Xwedê wê bike qismetê me..

Agir bi malê ket ma dora wî

Þîndar Berwarî-14/11/06-Hewlêr- Dibêjin agir bi mala Cîhgirê Serokweîrê Iraqê Dr.Berhem Salih ketiye û miþkên di qul û kewarên mala wî de bûn hemi mirine. Ji ber ku di dema agirpêketinê de kes li malê tunebû, tenê zîyana maddî çêbûye û wek me got çend miþkên malê þewitîne.

   Dibêjin borîya avê jiber pirsgirêkek teknînî teqiyaye û xanî li ber xwe biriye. Hinek malper dibêjin “jiber teqîna borîya avê” agir bi mala Dr.Berhem Salih ketiye.

   Ê heyran ma ku borîya avê biteqe çawa agir bi xênî dikeve? Ma ne gerek lehîya avê rabe? Borîya avê û þewat? Welhasil, kuro bi telaqê Nûrî El Malikî, kî bibe cîghirê yekî Ereb wê agir jî bi mala wî keve û borîya ava wî jî biteqe! Ma derdê Ereban tê kiþandin bavê min? Bila Dr. Berhem Salih dua bike ku heta niha bi kanserê neketiye, þewata xênî hêç e..Bela Nûrî El Malikî li rebenê Berhem Salihê me ket kuro, wîîî!

Eþekçalan hezar qat ji Turkoglu çêtir û qenctir e.

 Tofanê Dêrxustî-13/11/06-Siwêreg-Li Siwêregê bi navê Mehmet Eþekçalan kesekî 32 salî heye. Kurdiya Eþekçalan Kerdiz e.

   Mehmet Eþekçalan yanî Mihê Kerdiz dibêje ”ez ji ber  paþnavê xwe þerm dikim. Dema ez paþnavê xwe dibêjim her kes bi min dikene. Di eskeriye de bi zanebûn gazî min dikirin û bi dengekî bilind digotin ”eþek oglu Eþekçalan çabuk gel eþek oglu eþek.(Kurê kerê kerdiz zû were!) Min niha paþnavê xwe daye mehkemê ku biguherim û bikim Turkoglu (kurêturk)”.

   Kuro ehmeqê Xwedê, Eþekçalan hezar qat ji Turkoglu çêtir û qenctir e oxlim!. Bila wek orjinal bimîne îsotçî! Ha Eþekçalan ha Turkoglû ma ferq çiye ewladim! Eslê xwe înkar neke, gunehe gunehhhhhhh!

“Di lotikên me de tu guhertin çênabin!”

Þemal Amedî-12/11/06-Waþîngton- Berdevkê Wezareta Karûbarên Derve ê DYA Sean McCormack ji me re da zanîn ku, bi serketina Demokratan ewê di polîtîka lotikavêtina Rojhilata Navîn de tu guhertin çênebin û ewê Demokrat nikaribin tu gûyekî bixwin. McCormack got ku, wê Serok Bûþh dîsa wek berê Îran, Koreya Bakur û Rojhilata Navîn bide ber lotik, pehîn û cotikên xwe û ewê plan û projeyên kesanedî bi ser herêmê de birjînin.

   McCormack di dawîya gotinên xwe de silavên Serok Bûþh ji me re þandin û got “moralê Serok Bûþh pir baþe,bi taybet navbera wî û Hîllary Clînton ji agirê cehnemê germtir bûye. Bi taybet malpera Lotikxanê di bilindbûba moralê serok de rolek mezin dilîze. Çi gava ku serok aciz dibe yan bêhnteng dibe, hema Lotikxanê vedike û bi alîkarîya wergêrê xwe Nanxwurê Cilqetîn têra xwe dikene hetanî ku dike zirt û virt”.

    Welhasil, polîtîka polîtîka dewletê ye, ne demokrat karin biguherin, ne kominîst û ne jî kevneperest. Xwedê Serok Bûþh ji serê Tirk, Ereb û Eceman kêmneke rebbî...Amîn!

Heta bi sendîqevanên wan jî ewladên zinê ne

Sîpan Nas-12/11/06-Stenbol-Belê, ne hewceyî em dîsa lotik û zîtirkan li Tirkan bixin. Hema li sendîqayên wan binerin hûnê nîjadperestî û heramîya wan bibînin.

   Qaþo sendîqeya wan a herî þoreþger “DÎSK-Devrîmcî Îþçî Sendîkalari Konfederasyonû” jî li dijî bikaranîna zimanê Kurmancî derket û rûyê xwe û bavê xwe reþ kir. DÎSK li dijî îmzekirina Peymana Giþtî a ku di navbera sendîqeya Genel Îþ û Þaredarîya Kayapinarê de hatibû îmzekirin derdikeve û nerazîbûna xwe li dijî hînbûna zimanê Kurmancî nîþan dide.

   DÎSK dibêje, “heger xala perwerda karkeran a bi zimanê Kurmancî Peymana Giþtî dernekeve, ewê temamê peymana bi Genel-Îþê re betal bikin” û filan.

   Ma hewceye em tiþtekî din lê zêde bikin gelî xwendevanan? Na na! Dibêjin “heft kurên pîrê hebûn qencê wan qûnek bû”. Îcar ev jî mesela DÎSKê ye. Sendîqeya Tirkan a herî þoreþger “QÛNEK” derket!

Trimbêla lotikmezin

Hebeþ Kal-11/11/06-London- Niha hûn dibêjin qey tenê mirov lotikvanin ne wilo? Na, na! Trimbêlan jî qismetê xwe ji lotikên Lotikxanê girtine û didin zîtirkan.

   Li Brîtanya bajarê Brîstonê wê trimbêlek bi navê “Fîghter T” bê çêkirin û dibêjin wê ev trimbêl di dinyayê de lotikvana herî xurt be. Wê hêza motorê wê 1012 bergîl be û di nava 3.5 sanîyan de xwe bighîne 60 kîlometroyî. Lê buhayê wê? Belaþe belaþ, avêtîye allahwekîl! Tenê 667 hezar dolar û hew!

   Me jî li ser navê Eþîra Lotikxanê serî li febrîqê xist û em ketin dora yekê ji van trimbêlan. Lê mixabin 600 hezar dolarên me kêm derketin û rayedarên febrîqê trimbêl nefirot me. Di xezîna me de tenê 67 dolarên me hebûn û hew. Kuro xatir jî nemaye bavo, kes bê pere nema silavê jî li hev dike, wax wax waxxxxxx! 

 Fransî bêxêr derketin

Gulnaza Torî-10/11/06-Parîs- Di pêþbirka ramûsanan de Fransî ne li gor navê xwe derketin û neketin pirtûka Guînnessê. Xwedêgiravî wan jî dixwest têkevin pirtûka rekorê û mêranîya xwe nîþanî xelkê bidin. Jibo ku têketana pirtûka Guînnessê diviyabê 12 hezar jin û mêr li meydana Parîsê bigihana hev, hevdu ramîsana û bidana lotikan. Lê tenê 1.188 lotikvan li hev kom bûn û devê hev alastin.

   Sala çûyî li Budapeþtayê 11.570 lotikvanî devê hev alastibûn û ketibûn Guînnessê. Lê Fransî bêxêr derketin û nebûn lotikvanên dinyayê. Welhasil, me ji berê de jî zanînû ku Fransî wek bayê nepoxê ne, zû sist dibin û xêr ji wan dernakeve.

   Di esasê xwe de gerek Fransî li ber destê Bavê Nazê derza alastinê bidîtana, lê xuyaye Bavê Nazê li Rûsyayê wextê xwe ê vala nedîtiye ku bê Parîsê û zimanê xwe li dora devê jinên Fransîyan bibe û bîne. Erê lo, em serê xwe bi xelkê re neêþînin çêtire û hew...

Zimanê bêbavan li navên Kurdî nagere

Ahmed Beyan-09/11/06-Enqere-Xwedêgiravî Sazîya Zimanê Tirkî lêkolînek di derbarê zimanê Tirkî de çêkiriye û navên ku herî zêde tên meraq kirin derxistiye holê.

   Binerin bê bêbavê Tirkan van navan bi ku ve girêdidin: Asel (Erebî), Bawer (Farisî), Berfîn (Farisî), Berþan (Farisî), Beyza (Erebî), Dîlan (Farisî), Jîyan (Farisî), Melîsa (Yûnanî), Melsa (Erebî), Mîran (Farisî), Nevîn (Farisî), Þîlan (Moxolî-Farisî) û çend navên din. Hûn dibînin ne? Hûn dibînin bê dangalak Tirk kardeþlerimiz (!) çawa navên Kurdî bi Farisî ve girêdidin û zimanê wan ê bi gû nagere ku bêjin “ev nav bi Kurdî ne” ne?

   De îcar bela heta sibê KKK û enternasyonalîstên me bratîya Tirkên bêbav biparêzin, wê çi bibe? Hêççççç! Îcar me jî lêkolînek li ser çend navên ku herî zêde di nav Tirkan de tên meraqkirin,kir. Fermo: Zubuk (Tirkî- sextekar), Eþekbaþi (Tirkî- serokê eþîrê), Kadinbudu (Tirkî-xwarinek millî), Satilmiþ (Tirkî-navekî herî bi þeref e), Sîkîlmîþ (Tirkî-nîþana namûsê ye), Taþakçi (Tirkî-êþkencecî, xizmetkar), Bastirilmiþ (Tirkî-qehreman, mêrxas), Tamponcu (Tirkî, qûnek), Yandan salla (Tirkî-nîþana medenîyetê) û gellek mînakên din.

   Kuro heger namûs di pozê Kurdên ku bratîya Tirkan dixwazin de heye ez ne ji piþta bavê xwe bim û hew! Ma mero bi Tanponcu û Sîkîlmîþan re dibe bra bavê min, wîî!

 Bi Dilovan re êvarek xweþ û geþ

Înstîtuya Kurdî a Brukselê di 17/11/2006an de êvara Kurdî lidardixe û wê di êvara Kurdî de hunermendê qedirþînas  Dilovan û koma lotikvanên xwe beþdar bibin. Heçê bixwaze têr lotikan bavêje, vê þeva germ nerevînin. Îro heye sibê tune.

Navnîþan : De Pîanofabrîek, Fortstraar-Rue Forts, 35 A-1060 Bruxelles-Brussel

 

 Derwêþ M. FERHO

 Koerdisch Instituut te Brussel

Bonneelsstraat, 16 - 1210 Brussel

Tel. 00 32 02 230 89 30,  Fax 00 32 02 231 00 97

kib@skynet.be  -  www.kurdishinstitute.be

Heft salan zinê bi keça xwe re kir, aha Tirk evin haa!

Ahmed Beyan-08/11/06-Enqere- Bi telaq xilafî têde tune. Tirkê bi navê A.B li bajarê Enqerê tam heft salên girover zinê bi keça xwe B.B re kiriye û ew herimandîye. Li ser gilî û gazinên keçikê polîsan lotikek li xwînheram A.B xistin û serê wî paþûpê xistin qûna bavê wî.

   Li gor lêpirsîn û taqîqatê bi A.B re pirsgirêkên cinsî derketine holê. Yanî ew pirsgirêkên cinsî dike ku bêbav dest bavêje keça xwe, dêya xwe. Xwiþka xwe, pisîk û miþkan. De Tirkan binasin bê çi mexlûqat in, çi teba û hirç û hov in. Kuro heçên bratîya van Tirkên zinêkar bixwaze namûs di pozê wan de tune û hew.....

Te çima dev ji min berda bêbext!

Ahmed Beyan-07/11/06-Enqere- Piþtî ku Bulent Ecevît dev ji vê dinyaya xweþ berda û berê xwe da cehnemê, jina wî, horîya bihuþtê, bedewa cîhanê Rahþan Ecevît helbestek li ser wî nivîsand. Em dixwazin helbesta Rahþan xanimê pêþkêþî we bikin.Lê bi qedrê Xwedê kin hûn negrîn û nekenin, okey! De:

Ecevît

Erê Ecevîto,

Tê bîra te gava me bi hevre dikir wîtewîto

Min li xwe dikir kirasekî çîto mîto

Te li xwe dikir derpîyekî bi pîne,

Ji tirsa lotikên min te bi xwe de rîto

 

Erê Ecevîto,

Te çima dev ji min berda bêbext!

Te ez kara xezala, keçika çarde salî

Di devê xelkê de kirim benîþtê benka

Bê xiyar û bê heyvan hiþtim, qûnde!

s© lotikxane 2006