Hindik û rindik... magazîna 100% Kurdî

arþîv

lotikxane@hotmail.com

Adil Duran

Nêrî û Þivan

 

Bavê Ronahî

Bibe germavê

 

Temûrê Xelîl

Ji  jiyana navdarên me

 

Xançepeklî Mihê

Pispora Ziyareta

 

Kerîmo

Telefonên desta

   

 
Navê xwe li xelkê kir

 

Wekîlê AK partîyê Mustafa Baþ serpêhatîya xwe û Afrodît Banû Alkanê dibêje û dibilîne. Wî ji çapemenîyê re gotiye ”Banû Alkan li bajarê Balikesîrê hatiye dikana kurê min Emîn Baþ, qerta telefonê a bi 500 kontorî revandîye û perê wê nedaye. Ji ber wê kurê min top avêtiye û dikana xwe girtiye”. Hey malneket! Hûn bi milyona perê feqîr û belengaza didizin, pê zikê xwe mezin dikin, trimbêl û daîrên luks dikirin, hûn behsa dizî û heramîya xwe nakin, lê behsa rebena Banû Alkana feqîr dikin! Belkî perê wê tunebû go karibe deynê xwe bide, ma qebhet e! Na, na, mesele ne 500 kontor e. Bi serê te, heger Banû Alkanê maçek bida te teyê negota “kip”...

Pîroz be

Mirovê hêja, Kurdperwerê xas, dostê me Taha Berwarî bû Wezîrê Werzîþê (sporê) û kêfa me anî. Birastî ev gotina Werzîþê her çiqasî ji guhê meriv re xweþ neyê û bilêvkirina wê zehmet be jî, lê emê bêjin spor jibo ku gundîyên me fêm bikin. Berwarî di Netkurdê de dibêje "Em li bendî pêþniyazên keç û xortên Kurd in". Em jî wek rêxistina keç û xortên Kurd ên Lotikxanê pêþniyaza xwe ji birêz Berwarî re dibin û dibêjin "Em zêde tiþtekî ji te naxwazin, hema ji kerema xwe milyonek dolar biþîne ser hesabê Lotikxanê û bes!" Pîroz be kek Taha!

Ya starrr !

Tabloya Pablo Pîcasso a bi navê „Dora Maar“ ku têde hezkiriya xwe neqiþandibû, li New Yorkê bi 95 milyon û 216 hezar dolarî hat firotin. Ya starr! Ka wîjdan!? Bila em li kolana ji birçîna bimrin û kurê ciwamêra 95 milyon dolar bidin perçeyek kaxezê! Dibêjin kesê ku tablo kiriye navê xwe eþkere nake. Ê tabî canim, ma wêre ji Lotikxanê navê xwe eþkere bike! Lao malxirab, hema te nîvê wî perî bida Lotikxanê ma ne bixêrtir bû! Meyê têra te propaganda te bikira ehmeqo! Ma ka aqil…..

Kara Monako

 

Kara Monaco bû bedewa Playboyê. Wê Monaco xelata xweþikbûna xwe 100 hezar dolar, trimbêlek û motorsîkletekî bistîne. Ser xêrê be. Xwendevana me Elîf Altin ji Stenbûlê emaîlek rêkiriye û dipirse: Gelo keçek Kurd di þûna Monaco de xwe tazî bikira wê çi bihata serê wê? Me jî bersiva wê bi vî awayî dayê: Bawerke tutiþt pê nedihat. Wê ji 100 hezar dolarî 50 hezar dolar bida bavê xwe û ew razî bikira. Ma pirsgirêka ku pere hel neke heye? Wekî din pir pir bavê wê ew bikujta, wekî din!? Birastî çima keç û xortên Kurd zêde dernakevin qada navnetewî?? Yan newêrin tabûya biþkînin?? Hisêno bû artîst

Wezîrê Perwerdê ê Tirkiyê Huseyîn Çelîk nîv seetê di dokumenterfîlmekî bi navê “Hayat Turkusu” (Strana jiyanê) de rol stend û bû artîst. Xuyaye lîztikvanî pir li xweþîya Çelîk çûye. Berî kiþandina flîm Çelîk, rindik-mindik hat makyajkirin û derket pêþberî kamerayê. Dibêjin derhênerên Tirkiyê ketine dorê ku sereklîztikvanîyê bidin Çelîk, lê Çelîk di navbera Wezîrtî û artîstîyê de maye halekî heyirî û nema kare biryara xwe bide. Dibêjin Çelîk ji dostekî xwe re gotiye “Hele ka bisekinin, heger ez di hilbijartinên pêþ de neyêm hilbijartin, jixwe ezê bibim artîst. Na heger dîsa hatim hilbijartin jixwe ezê ji herdu alîyan jî bixwim”. De riya te girtî û vekirî be...

Bi xêra CD azad bû

Mashshar a 19 salî a Îranî stranek çêkir û ew strana wê li Brîtanya pir populer bû. Li ser wê ew û xwîþka xwa radibin CD yekê çêdikin. Polîsên Îranê vê dibihîzin û didin dû rebena Mahshara 19 salî. Polîs dibêje “Bi riya CDê dengê wê çûye xort û zilamên kafir (Ewrûpî) û ew gunehkar bûye”. Li ser vê ecêbê rebena Mahsharê dest bi revê dike û xwe tavêje bextê Tirkiyê. Yanî bi xêra CD yekê ji Cehnema Îranê azad dibe. Îcar ew ji çapemenîya Tirk re dibêje “Bila keç û jinên Îranî tev dest bi çêkirina CD yan bikin ku karibin ji cehnemê birevin bên buhuþtê”. Dibêjin rayedarên Îranî dixwazin zagonekê derxin û çêkirina CD yên jina qedexe bikin. Ew ditirsin ku jinên Îranî tev CD yan çêkin û namûsa wan bibe pênc pere..

Nazankê jî destpêkir

Nazan Þoray (xuþka artîsta navdar Turkan Þoray) di malperek faþîstên Tirk de dest bi nivîskarîyê kiriye û porkurê jî êdî dev tavêje Kurda. Heta doh wê xwe di bin xelkê de tavêt erdê û dida zîtirka, lê piþtî ku xêr têde nema îcar dixwaze kerbê xwe di serê Kurda re derxîne. Ma em ji te re çi bêjin Nazankê! Em gotinên nexweþ bêjin, wê xelk bêjin “Lotikxane dijminê jina ye, maço û xaço ye”. Hema xwedê miradê te neke û hew.... 

Hûn van ji ku tînin?

 

 

Lezgîn Sêxo

Silav gelî berpirsiyarên Lotikxanê, ez we bi dil û can pîroz dikim. (Bitikînin)

 

DMM þeþ xol avêtin Tirkiyê

Dadgeha Mafê Mirova a Ewrûpayê, çarê Nîsanê, di þeþ dozên ku li hember Tirkiyê hatibûn vekirin de biryar girt û Tirkiye sûcdar kir. DMM Tirkiye mehkûmî curmê kir û wê dewleta Tirk 43 hezar û 155 hezar euro curmê bide xwedîyên dozê. Dibêjin rayedarekî Tirk bi dizî gotiye “Kuro evan bêbava em talan kirin ha, wilo bimeþe wê aborîya me têk biçe û emê top bavêjin allahwekîl!” De xwedê xêra DMM qebûl bike û xwedê bikim di demek nêzîk de Tirk dest bi parsê bikin....

Hay ji bêxewîyê hebin

Pispor dibêjin ku bêxewî; rê ji nexweþîyên mîna dil, depresyon û wekî din re vedike. Hebên ku jibo bêxewîyê tên bikaranîn bêxewîyê çareser nakin. Li dinyayê bi miljona jin pirsgirêka bêxewîyê dijîn. Tenê li Amerîkayê salê bi 2 milyar dolar hebên bêxewîyê tên firotin. Zanyarên ku ji kovara Newsweekê re axivîn, dibêjin:Bêxewî bi pîreka (jina) re dibe sedema nexweþîya dil, qelewbûn û depresyonê. Wekî din pispor pêþniyaz dikin ku berî razanê îskanek alkol dibe alîkarîya bêxewîyê. Îcar xwendevanên Lotikxanê! Heger pirsgirêka we a bêxewîyê hebe, hema araqê vexwin û ji Lotikxanê dernekevin, temam!

Ev çi ecêbe?

Þîrketa Lastmînute.com ankêtek bi 4 hezar jin û mêrên Brîtanî re çêkir û pirsî ”Hûn dixwazin rojê çend seeta seksê bikin?” Ji %75 ê jina dibêjin ”Em dixwazin rojê 3 seeta seksê bikin, ma karê me çiye” Ji %25 ê zilama jî dibêjin ”Heyran bi xwedê ji me nayê, pir pir, em xwe biçirînin incex bi alîkarîya Vîagrayê em karibin rojê 2,5an seksê bikin”. Îcar me jî ji xwendevanekî xwe pirsî: Kuro tu karî rojê çend seeta seksê bikî malxirab? Ewî devliken got ”Bi serê Þêx, yan deh deqîqe û yan jî qet! Ma vê Ewrûpayê mêranî di me de hiþtiye bavê min!”

Evînê tembûr nehiþtin

 

(Wêne Netkurd) Xuþka me Evîna Welat di hevpeyvîna bi Netkurdê re dibêje ku “Bavê min çend cara tembûr di serê min de þikandiye, erê raste tembûr di serê in de þikiyaye”. Weleddd! Birastî kezeba me pê þewitî û heta sibê xew neket çavê me haa! Ê heyran tu jî bitebitiya û te bavê xwe aciz nekira ha! Ma bila rebeno sermiyanê xwe hemi bida bi tembûra û di serê te de biþkanda heyran! De xwedê bikim brînên serê te derman bibin û mîgren bi te re çênebibe...

 

Mîss Elok

 

Li Tirkiyê, di pêþbirka Mîss Turkey (elok) 2006 de Merve Buyuksaraç bû yekemîn û taca Eloka xist serê xwe, bû Banû (kralîçe). Wek hûn pê zanin maneya Turkey bi Ingilîzî (Welatê Eloka) ye. Îcar Merve xanim jî halîhazir bûye Banûya Welatê Eloka û wê di Mîss Unîversûmê (dinyayê) de welatê Eloka temsîl bike. De xwedê qismetê te zêdetir bike û dîkekî Kurd bike mêrê te rebbî…

 

Dil ji min bir

 

Wê þevê em çûn Lotikxaneyek Rûsî û me go "De emê îþev xwe serxweþ bikin û serê xwe li dîwara xin, ma dinya ne mirin e" û me dest pê kir. Carekê me dît va Petra Nemkova jî lotika tavêje û xwe li erdê dixe. Rabû me þûþeyek votka Gorbaçov danî ber û em ketin henek û laqirdîya. Nemkova xatirê me neþikenand û ji bedewîya can û bedena xwe, wêneyekî xwe dîyarî eþîra Lotikxanê kir. De xwedê mêrekî Kurd bike qismetê re rebbî....

Qantiro tir kir

Kevne Serokwezîr û Serokkomarê Tirkiyê Suleyman Demîrel (Çoban Silo) di hevpeyvînekê de dibêje "Kurd ne netew in, ne millet in, dibe ku ne însan bin jî, lê de bila însan bin!" Çoban Silo jî demekê wek Erdogan çûbû Amedê û gotibû "Ez realîteya Kurd nasdikim" û tirek ji xwe berdabû. Îcar Çoban Siloyê Bûlgar! Em jî dibêjin "Tirk bê esl in, ne netew in, ne millet in, ne însanin jî lê de bila jibo xatirê serê te ê keçel însan bin!"

Em wek wî jî nayên

Li Hindistanê zarokek çar (4) salî di nava 7 seeta de 65 kîlometre bazda û xuyaye wê tekeve pirtûka rekorê. Zaroka bi navê Sîngh dixwest bê rawestan 70 kîlometreyî bazde, lê textora jê re gotiye „Kuro bese kurê kerê, tê bikî go zarokên dinyayê hemi dev ji mala xwe berdin û dest bi revê bikin ha“. Îcar sîyasetmedarên me ên li Ewrûpayê hatin bîra me. Heger wan jî wek vê zarokê xîret dabûna xwe û ne her roj, lê her mehê 65 kîlometre jibo rizgarîya Kurdistanê bibezyana, em bawerin niha li bakurê Kurdistanê gellek tiþt hatibûn guhertin!

Grêkî ji Kurda xerabtirin

Wek hûn zanin, di demek nêz de erovîzyona muzîka dinyayê çêdibe. Jibo prove û ceribandinê Sîbel Tuzun, Tirka çerqoberqo, çûbû Qibrisê beþê Rûma û derketibû televizyona dewletê. Rûmên Qibrisê qedrek mezin dabûn Sîbelkê. Sîbelê jî muzîsyena Rûm a ku wê li ser navê Qibrisê têkeve erovîzyonê dawetî Tirkiyê kir. Rebena Arnette Artanî jî wek Kurdên me ji Tirka bawer kir û got qey birastî ewê Tirk wê derxin televizyona dewletê TRTê. Lê gava rebena Artanî hat devê deryê TRT, Tirka derî lê girt û gotin “De here lê, Ne Mutlu Turkum Diyene” û derî lê girtin. Peppûka Artanî li ber baranê þilopilo bû û ji qehra re serma girt. Îcar jiber vê me got Grêkî jî wek me Kurda safin, textikekî wan kêm e û zû diþemitin..

Ka go tu bi destê me keta

Dibêjin jine û Japon e. Lê di înternetê de ne sûretekî wê heye û ne agahdarî. Dibe ku Tirkekî bêbav be û li ser navê jinek Japonî dinivîse, dijûn, xeber û heqaretên pir mezin li Kurda dike.Lê çi Japon be çi jî Tirk be, bawerkin em sedema dijminatîya we fêmdikin. Heger Kurda bazdaba ser we, bi qiraseyên xwe jehra silêmanî enjekteyî we kiribana, weyê bi gotinên "canim, aþkim" xulamtîya me bikira. Lê wê ew roj jî bên....

Þeþ sing ketin Perînçek

 Bern. Dadgeha bajarê Lozana Swîsreyê, jiber nîjadperestîya li beramber Ermenîya þeþ meh cezayê hepsê da neofaþîstê Tirk Dogu Perînçek. Esasen þeþ meh ne, lê gerek þeþsed sal ceza dabana wî bêbavî. Mala Swîsrîya ava be. Baþe ku ev ceza ne jiber dijminayîta Kurda bû. Heger jiber dijminatîkirina li himber Kurda bûya, ewê rojek tenê jî ceza negirta! Wego çima? Ma ne çima! Ma ka ew xîreta ku Kurd li xwe deynin û yekî wek Perînçûk bidin mehkemê? Ma ji zimandirêjîyê pêve çi ji me tê xwedê jêrazî loooo!

Darên rizyayî

Dibêjin her ku diçe dinya nûjen (modern) dibe û pêre mirov jî xwe nûjen dikin û kirasê xwe diguherin. Niha jî modeyek nû derketiye. Modeya "jina dirêj û mêrê kin" (kurt). Li gor lêkolînekê, jin hêdî hêdî hilfa xwe û dilê xwe berdidin mêrên kin (kurt) û ji zilamên dirêj aciz dibin. Di lêkolînê de jinek dibêje "Berê me jina ji zilamên dirêj hez dikir û me bawer dikir ku ewê me biparêzin û xwedî li mafên me derkevin. Lê me dît ku zilamên dirêj me biçûk dibînin, li me dixin û bi bejna xwe a dirêj bi me karin. Lê piþtî aqlê me hat serê me, êdî me qîmetê zilamên kin (kurt) fêm kir. Niha jî em dixwazin ku jinên dirêj zilamên kurt bînin da ku karibin ji wan lêdanê nexwin, wek zaroka wan têxin paxila xwe û wan þîr bidin". Ya starrrr! Çima hûn nabêjin mala mêra xirabû bavo!? Berê digotin "Jin darê þikestî ne" lê xuyaye îcar wê zilam bibin "darê rizyayî ".

Zava ji me bûk ji we

Wêne KTV- Her ku yekîtî û tifaqa Kurda pêk tê, bawerîya xelkê bêhtir bi Kurda tê û dixwazin bi wan re têkilîya deynin, hesabê pêþerojê û berjewendîyên xwe dikin. Balyoz û berdevkên dewletên gellek welata serdana Kurdistanê û Serokê wê M.Barzanî dikin, wî dawetî welatê xwe dikin. Vê dawîyê jî Balyozê Çînê ê Bexdayê Hong Lîng serdana Serok Barzanî kir û ew dawetî Çîne kir. Baþe baþe. Eman jibo xwedê, serdana her welatî bikin lê hay ji Moxolîya hebin û serdana wan nekin! Hûn zanin, Moxolî Tirkên rasen in û bawerî bi wan nayê, hema bêhna Tirkitiyê ji kê bê dawetên wan qebûl nekin, eman eman!....Berî çendekî em û Koreya baþûr bibûn kirîvên hev. Niha jî xwedê bê erê em û Çînê jî emê bibin xinamiyên hev. Zava ji me û bûk ji we, de ser xêrê be...

De Mam Þeref de

 

 

Wêne KTV- Mamê me Þerafeddîn Elçî jî derket hizûra Serok Barzanî û qehweyek wî vexwar. Bi hevre çi xeber dane çi nedane ew ji serê me zêde ye, lê Serok Barzanî gotinek pir di cîh de gotibû. Gotibû “Bila tu kes li jorî qanûnê nebe”. Ango; bila tukes xwe li ser ê dî ferz neke. De Mam Þerafeddîn de qurban, çavê me li riya we û yekîtîya we qerimî! Bila tukes xwe li ser partîyê ferz neke...Ya allah ya xwedê....

Qey tûrik vala bûye

 

Wêne KTV- Êdî serdana baþûrê Kurdistanê û bi taybet jî serdana Serok Barzanî bûye mode. Hinek birastî jî ji dilxwazî û kêfxweþîya xwe diçin baþûr. Hinek jî bêguman jibo dagirtina tûrik û bêrîka xwe destê xwe datînin ser hev. Kekê me Kendal Nezan jî beþdarî vekirina Parlamentoya Kurdistanê bû. Destê wî û ruhê wî xweþ be. Em hêvîdarin ku ne jibo tijekirina tûrik çûbe baþûr....

Yalla bir iki, bir iki

Li Berlînê, taxa Kreuzbergê Tirka dest bi dolmîþçîtîyê û ereba bergîla kir. Êdî ewê rêwîya bi ereba qantira bibin bajarên din.  Çapemenîya Tirk bi xwe dibêjin “Me Alman jî þibandin xwe”. Yanî ew dixwazin bêjin “Alman jî wek me ji eyarê xwe derketin û bê þexsîyet bûn!”. Li Almanya ji eroînfiroþîyê bigrin heta bi kerxanecîtî û zinêkarîyê, tev di destê Tirka deye. Niha jî dest bi dolmîþcîtîyê kirine û di nava bajarê Berlînê de nan ji otobus û teqsîcîyan re nehiþtine. Bi ser de li serê kolanê bang dikin “Yalla, bir iki, bir iki, Koln bir iki, Stutgart bir iki, de werin de werin” û guhê Almanên reben ker dikin. Yekî Alman ji çapemenîyê re gotiye “Hayhooo! Em ji zirzira dengê Melayên Tirk xelas nebûn îcar bû dora dolmîþçîyên Tirk, ya starrrrr ji destê vî qewmî! Ma ez niha bibim Nazî ne heqê min e?” Belê bi serê te, heqê teye jî û ê meye jî em bibin Nazî-Mazî qulopazî..

Bîra û dîyet

 

Em zanin hûnê bêjin “Îcar ev çi quzilqurte, bîra û dîyet?” Rojnameya herî navdar a Almanya Bîld, di derbarê seksê de lêkolînek ecêb kiriye. Bîldê di derbarê jiyana seksê de lîsteyek bi 69 xala kom kir. Çar xal jê ev in: a) Kesên ku rojê carekê seksê dike 225 kalorîyan xerc dike (diþewitîne) û ev jî teqabilî nîv hambûrgerek Bîg Mac dike. b) Ji sedî 80 ê jina dîyetê (xwe zeîfkirin) nadin bi seksê. Tenê li bejn û bala xwe dinerin û guh nadin têkilîyên zayendî (cinsî). c) Ji sedî 5 ê zilama (mêra) bîrayek cemidî tercîhî seksê dikin. Ango;ji seksê bêhtir, ji bîra cemidî hez dikin.ç) Ji sedî 95 ê zilama jî jibo seksê karin dev ji maça fûtbolê berdin û lê temaþe nekin. Xwendevanên Lotikxanê jî beþdarî anketa Lotikxanê bûn û ji sedî 100 ê wan dibêjin “Em goþtê mirîþka nadin bi seksê! Ma jiyana bê goþtê mirîþka hêjaye çi?”

We çi hêvî jê dikir?

 

Belê, Serokwezîrê Tirk bê fedî serdana Amedê kir. Amedîya jî weke ku tutiþt nebûbe, weke ku zarokên wan nehatibin kujtin û ê ku fermana kujtina zarokên wan dabe ne Erdogan be, xemsar û ker û lal bûn. Jixwe rêvebirên DTP ên ku serdana xwe a Kurdistanê jibo xatirê Erdogan betal kirin, ji Erdogan hêvîyên mezin dikirin û digotin qey wê Erdogan hesabê wan bi perakî bike û bi wan re li ser maseyekê rûnê. Lê mixabin hesabê sûkê û malê li hev derneket û rêvebirên DTP piþta stuyê xwe xurandin. Erdogan dîsa çîrokên 80 salî dubare kirin û xetên xwe yên sor li ser û çavê Amedîya xist. Em sûc di Erdogan de nabînin, jiber ku rîh dibe bost lê dijmin nabe dost!. Sûc û gunehkarîya mezin em dikin ku em hîna jî bi çîrokên bratîya sexte tên xapandin û dibin pêlav û çaroxên lingên dijmin. De xwedê aqilekî bide me.....

Pîroz û bimbarek be

 

Hikûmeta nû a Kurdistana azad ava bû. Bila li Kurd û Kurdistanê pîroz û bimbarek be. Em wek eþîra Lotikxanê Serok û Wezîrên Kurdistanê pîroz dikin û ji wan re serketinê dixwazin. Em bi hêvî ne ku ewê bi tifaqî û hevxebatek rasteqîn gellek lotika li dijminên Kurd û Kurdistanê xin û rojek berî rojekê alîkariya Kurdên beþên din jî bikin.

Nehat provokasyonê

 

Li paytextê Yûnanîstan Atînayê civîna Serokwezîrên dewleta çêdibe. Rayedarên Yûnanî jibo ku her Serokwezîr ciyê sekna xwe nasbike, ala welatê wan danîn erdê da ku Serokwezîrê her welatî li ser ala xwe bisekine û riya xwe þaþ neke. Erdoganê Tirk gava li erdê çav li ala Tirkiyê dikeve, ziravê wî diqete. Ew di dilê xwe de dibêje “Ya starrr, bi xwedê niha generalên me ala me li erdê bibînin wê fermana min rakin, a baþ ez wê ji erdê rakim û serê xwe nexim belê”. Dibêjin generalekî Tirk jî ew di televizyonê de þopandiye û gotiye “Wey sermezino wey, çi fêde tu nehat provokasyonê, yan me zanîbû bê emê çawa li te siwar bin”. Vê carê jî xwedê Erdogan stirand..

Pirsên pira selatê

 

Wezîrên Hundur ên eyaletên Almanya biryarek dîrokê dan. Êdî wê bi hêsanî kes nikaribe bibe hemwelatîyê Almanya, bi taybet Tirk qet na! Wezîrên Hundur biryar girtin ku kesên serî li hemwelatîya Almanya bixin, divê bên azmûnkirin (îmtîhan). Divê ew ziman û dîroka Almanya baþ zanibin û herweha bersiva van pirsa bidin.A) Hûn karin goþtê berêz bixwin yan na? B) Hûn karin bihêlin kurê we bibe homo (qûnde) û keça we bibe lezbîyen? C) Hûnê destûrê bidin ku keça we hevalê xwe ê Alman bîne mala we û di oda xwe de bazdin ser hev? D) Heger jina we rojekê yarik û dostê xwe bîne malê, wek mêrê jinikê, hûnê çi bikin? Hûnê wê bikujin yan hûnê avê ji wan re germ bikin? Û gellek pirsên din. Gerçî ji Tirkekan re namûs herwextê dibe beqdûnis, lê dîsa jî bila haya wan jê hebe..

Keþeyên Alman dîsa li Melayên Tirk siwar bûn

Piþtî bajarê Kolnê, vê carê jî li Berlînê maça fûtbolê di navbera Keþeyên Alman û Melayên Tirk de çêbû. Vê carê Keþeyên Alman 12 xol xistin Melayên Tirk û xolek jî xistin xwe. Hûn zanin bê hakimê fûtbolê kî bû? Hahamekî Cihû (Yahûdî)! Hahamê Cihû keþe û mela berdan hev û ew jî li herdu alîya siwar bû. Maça fûtbolê a ku di navbera Keþeyên Xiristiyan û Melayên Misilman de hat lidarxistin, ji alî Keþeyê Dêra Sant Georgê Chrîstopher Jaege-Bowler de hat amade kirin. Bowler dibêje “Ne bi fûtbolê be em nikarin Melayên Tirk nêzîkî xwe bikin û wan bînin ser riya heqîyê. Emê bi fûtbolê wan bixesînin û piþtre jî rîha wan kur bikin”.

Hinekî bide me jî dizeko

Kovara Forbesê dewlemendên dinyayê eþkere kir.Serokdewletê Kubayê Fîdel Castro bi (900 milyon dolar) î di rêza heftem de cîh digre. Yaaa! Me jî digot çima xelkê Kubayê feqîr û hejare? Me digot çima Fîdo dev ji kursîyê xwe bernade? Bi xwedê em jî bin emê dev ji kursîyê xwe bernedin ha, ma 900 milyon dolar hindike bavê min! Xuyaye heta ew sermaya xwe neke 1 milyar dolar niyeta wî tune dev ji Serokdewletiyê berde..Hinekî bide Lotikxanê jî dizeko, ma hemi para te dikeve qurban!? Ma me bilasebeb xortên xwe bi TKP re þandin Kubayê canim!?

Mîrê Hêkan

Hunermendê Kurd ê hêja Cemal Abdo (Mîrê Hêka) di înternetê de pêþangeha xwe vekiriye. Wî bi tenê nehêlin û serdana wî bikin. Berî go mirîþk bi nikilên xwe serê wî belek-belekî bikin, bigihên hawara wî! Mîrê me, serketin bavê min! www.mirhek.com

Tuxmê qantirê

Balyozê Amerîkayê ê Ankarayê Ross Wîlson di pêþangehekê de behsa bapîrên xwe kir û got “Ez bi ezlê xwe Îndîanî (çermsor) im. Bapîrên min di 1830î de ji Oklohomayê koçî Mîsîsîpî bûne û piþtre di nava demê de em hatine piþavtin (asîmîle kirin). Ez bi eslê xwe serbilindim lê em Amerîkanî ne”. Li ser van gotinên wî, nivîskar û qantirê Tirk Murat Çoban oxlî çoban jî dibêje “Jixwe Îndîanî jî Tirk in, Ross Wîlson Tirk derket”.  Jixwe navê wî li ser e, Çoban! Yanî þivanê pez û nezan! Ê qantir kurê qantira, we însan nehiþtin hemi kirin Tirk, we heywan nehiþtin hemi kirin Tirk, rebenê Ross mabû hûnê serê wî jî bixwin û bera ser xwe din. Hela ka tu berê li eslê xwe bipirse, heger tu koçberê Bûlgar, Arnavût yan jî kerxanecîyê Selanîkê derneket, jixwe em bi tiþtekî nizanin!

Brazîyê Þakiro, xwelî li serê xwe kiro

Em Kurd milletekî ecêb in. Heger me xwe naskiriba û ruhê netewî di can û mejîyê me de bigerîya meyê xulamtîya Tirk û Ereb û Ecema nekiriba. Binerin piranîya hunermendên Tirkiyê Kurd in. Ê ku herî navdar dîsa Kurd in, lê bi navê Tirkitiyê xwînê didin hacûc û macûca û xizmeta neteweperestîya Tirka dikin. Ozcan Denîz jî brazîyê Þakirê Mûþî ye ku xizmetek mezin ji çand û zimanê Kurdî re kiriye. Lê Ozcanko heta niha gotinek tenê jî bi Kurdî nestiraye û eslê xwe înkar kiriye, daye dû þopa qantira. Bilasebeb negotine „Ji dê û bava dikevin hemi hawa!“ Rehma xwedê li te be Þakirê Mûþî. Xwezî tu ji gorê rabiba û te tif li nav serûçavê birazîyê xwe kiriba….

Serê Hesen û Hisên

Dibêjin taximê fûtbola jina a bi navê Dêrsim Spor çûye Îranê û bi taximê jinên Îranî re bi gokê lîztine. Berê Mela û Þêxa digotin lîztika gokê (fûtbol) guneh û herame. Sedem jî ev bû: Xwedêgiravî kafira li Kerbelayê serê Hesen û Hisên jêkirine û pê bi gokê lîztine. Lê îro em dibînin Sofî, Mela û Ayetûllahên Îranê serê Hesen û Hisên ji xwe re kirine haceta berjewendîyê û pê xola dixin xwe. Ecêba kesanedî ewe ku îcar jinên Îranî ên sergirtî jî bi serê Hesen û Hisên dilîzin! Ma em çi bêjin heyran! Herkes olê jibo berjewendîya xwe bikartîne, em Kurd tenê di dewra esheba de dijîn û berjewendîyên xwe dikin qurbana ola Ereba. De xwedê aqilekî bide me…

 

Astronotê Misilman

 

Werin ecêba kesanedî! Li Malezyayê di konferansekê de nîqaþek li ser jiyana li asîmana û rewþa astronotên misilman hat kirin. Konferansê du roja ajot û têde li ser astronotên misilman ên ku wê bifirin asîmana û rewþa nimêj û destnimêjgirtina wan hat rawestandin. Li gor peyamnêrê BBC Kuala Lumpur dibêje, “Wê Malezya di sala bê de bi Rûsa re astronotekî xwe ê misilman biþîne ezmana. Lê pirsgirêka herî mezin ewe ku wê ew astronot çawa karibe li ezmana nimêz bike û destnimêja xwe bigre. Li ezmana hem av pir bi qîmete û hem jî nayê zanîn bê kengî roj derdikeve û diçe ava. Jixwe ciyê kabeyê jî nayê zanîn”. Dibêjin ev mesela astoronotê misilman bûye pirsgirêkek netewî û li ser vê pirsgirêkê wextî Rûsya û Malezya þerê hev bikin. Ê lao ma çi îþê astoronotekî misilman li ezmana heye xwedê jê razî? Bila ew ji xwe re pisiklêtekî bajo û hew, ma Malezyayî û astronotî!

Keþeya 6 xol kirin Melayên Tirk

 

Li Almanya, bajarê Koln ê, Yekîtîya Îslama Tirk a Karê Dîyanetê (DITIB), di navbera Keþe û Melayên Tirk de maça fûtbolê lidarxist. Di maçê de Keþeyên Alman 6 xol xistin Melayên Tirk û 4 xol jî xistin xwe. Di maça navbera herdu taximên oldar de, ji Balyozxaneya Tirk Ataþeyê Xizmeta Olî Hasan Çinar jî beþdar bû. Di her taximê fûtbolê de 7 kes amade bûn. 7 Keþe û 7 Mela. Dibêjin Melayên Tirk þerwalê xwe ji xwe kirine û bê derpî lîztine. Herweha Keþeyên Alman jî þerîtek reþ li nav þeqên xwe pêçane û derketine hola fûtbolê..De xwedê xêra we qebûl bike...Melano! Ka we digot fûtbol herame?

Xesandina bi 62 hezar dolar

Li Çînê berî 19 sala (1987) mirovê bi navê Dou Xuelîang jiber êþa organê xwe ê zayendî (cinsî) diçe nexweþxanê. Doktor tehlîla pençeþêrê (kanser) datîne û ji sedî 80 xirê rebenê Xuelîang jêdike û wî dixesîne. Rebenê Xuelîang hem ji jina xwe dibe û hem jî ji xirê xwe dibe. Piþtre ew diçe ser Doktorekî din û tê fêmkirin ku tehlîla kanserê xelet e. Xuelîang radibe Doktor û nexweþxanê dide Dadgeha Navnetewî û piþtî 19 sala ew dadgehê qezenc dike û ji dewletê 62 hezar dolar pere distîne. 62 hezar dolar jibo yekî Çînî sermayek gellek mezine. Bi vî awayî Xuelîang bû milyonerek ji ê Çînê. Dibêjin bi hezara Çînî ketine dorê ku xirê xwe jêkin da ku bibin milyoner. De xwedê bi we re be... 

Amerîka tilîyek avêt wan

Berdevkê Wezareta Amerîkayê Sean McCormack bala Tirkiyê kiþand û got “Aqlê xwe bidin serê xwe û nekevin erdê Iraqê. Pêþmerge har û dînin, em nikarin herareta wan kêm bikin, heger hefsar ji destê me filitî em ditirsin ew li Ankara bisekinin haaa!” Li ser vê daxuyaniya wî, xwedêgiravî rayedarekî Tirk gotiye “Ya starrrr! Na yabo na! Wê rojekê ev bêbavên Turkmena serê me û Kurda têxin belê bê kîjan rojê em nizanin, ev ji ku bûn bela serê me yaboo!”

Kî dibê demokrasî

tuneye?

Dadgeha Silêmaniyê sernivîserê rojnameya Hawlatî Asos Herdî û cîgirê wî Tiwana Osman bi tawana belavkirina nûçeyek nerast di 12/10/2006an de di rojnameya Hawlatî de bi cezayê þeþ meh  zindanê cezakir. Ev biryar bi cezayê 75000 dînar hat guhertin. Heryek ji wan lazime ew qas pere wek ceza bidin.Yaaa! Li Tirkiyê jibo ku yekî hêkek avêtibû Serokwezîr 13 sal ceza xwar. Ê me dîsa dilbirehm û xwedîwîjdanin allahwekîl. Îcar demokrasî li Tirkiyê heye yan li Kurdistanê? Kî dibê Kurd ne demokratin yabo? Bi xwedê evê demokrasîyê wilo anîye serê me ku hema bêjin em wek çewalê genim fireh bûne.....

 

Bajo Mister Joseph

 

Senator û endamê Partîya Demokrat a Amerîkayê Joseph Bîden ji Senatoyê xwest ku Iraq bibe sê beþên otonom, Kurd, Sunnî û Þiî ji hev veqetin. Ew bawere ku ev þêwe wê ji hikûmetek bêhêz a Bexdadê çêtir û bixêrtir be. Ê bi serê Þêxê Kal, em jî wek Lotikxane eynî tiþtî difikirin lo! Hetta em ji te wêdetir jî difikirin û dibêjin “De a baþ hema Kurdistanê wek welatek serbixwe nasbikin û herçar perça jî bikin yek” û hûn sax! Ma heta kengî hûnê pitepika Kurda bikþînin? Xwe bi carekê ji meselê xelaskin bavê min!

Tirk bi nexweþîya golika ketin

 

Rojnameya Brîtanî Guardîan di nivîsarek xwe de got ku „Brîtanya di 1990î de xwîna golikên nexweþ firotiye Tirkiyê“. Li ser vê nûçeyê, Tirk jixwe ketin þikê û herkes ji xwe dipirse: Gelo ez bi nexweþîya „Golikên Dîn“ neketibim? Li gor lêkolînên Lotikxanê, ji sedî 99ê Tirka bi vê nexweþîya „Golikên Dîn“ ketine û dijminatîya wan a li hember Kurda jî jiber sedema vê nexweþîyê ye. Ê jixwe xwîna Tirka ne zelal û paqij bû, îcar go xwîna Golikên Dîn jî têkeve damarên wan, xwedê zane bê wê çi icûbe ji wan derkeve!

Kes nedî çav berda pîrka xwe

Me digot qey me Kurda tenê serê xwe xwariye. Lê wa Malezyayî ji me zîrektir derketin û dan pêþîya me. Muhammed Nûr Mûsa ê Malezyayî di mala bavê xwe de mabû, kes pê qaîl nedibû, îcar rabû mala xwe xira kir û çavê xwe berda bûka serbixêlî, Wook Kundora 104 salî. Kundora xanimê heta niha 21 mêr kirine û Mûsa efendî mêrê 22a ye. Li ser bextê çapemenîya Tirk be, xêr û guneh di stuyê wan û bavê wan debe. Lê xwedênegiravî Mûhammed Nûr Mûsa (çi navekî xweþ û layiqî îslamê newlo?) bi naskirina kara xezala Kundor xanimê hizûr dîtiye û bûye melayîketê xwedê! Ya starrrr! Ma hema çi tiþtekî nelirê hebe wê ji bin guhê van misilmana derkeve ya rebbîîîîî! Xwedê zane ev jî nîþanek ji nîþanên qiyametê ne….De xwedê wan bi hevre pîr û kal bike…

Bi xwe de rît

Ve heftê li Almanya bajarê Kolnê þeva piþtgirîya jibo Dêrsimê çêbû. Di þevê de ji bakurê Kurdistanê Seroka Þaredarîya Dêrsimê Songul Erol Abdîl, Serokê Beledîya Pertekê Kenan Çetîn û gellekên din beþdar bûn. Ji baþûrê Kurdistanê jî Qeymeqamê Hewlêrê Nûhat Salim (Þoreþ) beþdarî ahengê bû. Þev û gotarên mêvana xweþ bûn û hemi kesî kêfxweþîya xwe ji Qeymeqamê Hewlêrê re anî. Lê Serokê Beledîya Pertekê (girêdayî Dêrsimê ye) Kenan Çetîn di nava þevê de mîzt, dijminatîya Kurda kir û þev herimand. Çetîn di gotara xwe de zimandirêjîya Kurdên baþûr kir û ew bi xulamtî û nokerîya Amerîkayê sûcdar kir, bêyî ku tu elaqa þevê û baþûrê Kurdistanê bi hevre hebe. Jixwe qet silav jî neda Qeymeqamê Hewlêrê û wek sosyalfaþîstekî Tirk nêzîkî Kurda bû. Çetîn bixwe endamê partîya çepên Tirk bi navê EMEPê ye û bi eslê xwe Kurd e. Ewî di civatekê de got ku Kalikê wî jî di dema þerê Dêrsimê de hatiye daleqandin. Ê baþe hey xwînheram! Hey qantirê serTirk! Madem Tirka kalikê te jî jiber Kurdayetîyê daleqandiye, tu jibo çi gûyê Tirka dixwî? Ka namûs!?

Dua îsotê kirin

Li Ruhayê ji zû de baran nedibarîya. Ê malûme, gava baran nebare jî îsotên wan ziwa dibin, diçilmisin û diþewitin. Ê namûse ya, ma Ruhayî vê qebûl dikin! Welhasilî kelam, piþtî demek dirêj îcar baran dibare. Ruhayî radihêjin def û zirneyên xwe, keleþkof û sîtanên xwe û derdikevin ku dua ji xwedê re bikin û þikira xwe bînin. Dibêjin hemiya bi yekdengî ev dua kiriye: Ya rebbî, tu mezinî, tu xaliqî, me digot qey tutiþt ji îsotê mezintir tune, lê xuyaye tu ji îsotê jî mezintirî, þikir ji te re!

Boyax nemaye

Hunermendê dengxweþ û kedkarê muzîka Kurdî Alî Baran vê demê pir difikire, bi kul û xem e. Birastî em jî pê êþiyan û me pirsa xemgînîya wî kir. Ewî di emaîla xwe de derdê xwe anî zimên û got "Xwedê neyne serê kesî, ma xune derdê xelkê wek ê min e. Ev tam saleke ez li boyaxa porreþkirinê digerim lê nabînim. Ez diçim kîjan dikanê, ew dibêjin "Bi xwedê aniha Xelîl Xemgîn ji vir çû û boyax hemi kirîn". Xelîl Xemgîn hema li xwe tenê difikire, porê me jî spî bûye bavê min, hinekî li hevalê xwe jî bifikire!" Meraqa meke lo, xwedê derd daye derman jî daye,guh medê...

Ka mêranîya we?

Sekreterê Konseya Ewlekarîya Bilind a Îranê Elî Larîcanî, di serdana xwe ya Enqerê de ji rayedarên Dewleta Tirk daxwaz kir ku di navbera Îranê û Amerikayê de navçîtî bikin. Ev daxwaza Larîcanî, ji aliyê Wezîrê Dervê ê Tirkiyê Abdullah Gul ve hat redkirin. Ê baþe bavê min! Ahmedînejad ji sibê heta êvarî gef û gura li Amerîkayê dixwe û dibêje “Serê du berana di beroþekê de nakele, yan ez û yan tu” û ji a xwe nayê xwarê. Madem hûn hewqasî mêrin hûn çima lava ji xelkê dikin û li ber wan digerin? Mêranîya we ev bû kaka!? Tewwww û hey tewwww....

Wey bavo!

Serokê Partiya Faþîstên Tirk MHP Devlet Bahçelî dibêje “Emê terora cudaxwaz a xayîn û brayên xweyên ku bi Kurdî dipeyivin ji hev veqetînin, emê brayên xweyên Kurdîaxêv jî hembêz bikin“. Lê em bawerin ev ji sedî sed wek bratîya gur û mîhê ye. Gur jî bi derewên wek „em û mîh brayên hev in“ dikeve nav pez û heta ku keysa xwe li mîhê xweþ dike û wê perçe dike. Em jî wek Lotikxane difikirin ku „Heger rojekê em hatin ser hikim û me dewleta xwe avakir, emê terorîstên Tirk û brayên xweyên Tirkîaxêv ji hev veqetînin, wan hembêz bikin û wan bikin Kurd!“

Kevokfiroþ kevoka tîne

Serokwezîrê Tirk Recebo, di serdana xwe a Amedê de gulên DTP qebûl nekirin û silavek jî neda wan. Dibêjin  Recebê Kasimpaþalî xurcik û baholên xwe tije kevok kiribûn û di nav zelqên wan de mabû. Peyamnêrê me Dîko dibêje "Recebo li Amedê bingeha febrîqa kevoka danîye, ew dibêje, jixwe pirsa Kurd tune lê hebe jî incex bi riya kevoka safî bibe, pirsgirêka Kurd pirsgirêka kevoka ye". Welhasilî kelam, kurê pîrê dîsa bi xwe de gû kir....

Tiro çare dît

Wekîlê AKpartîyê ê Afyonkarahîsarê Mahmût Koçak çareserîya pirsgirêka Kurd dît. Ew di rapora xwe de dibêje „Pirsgirêka Kurd incex bi îslamê kare bê çareserkirin. Dewletên biyanî dixwazin Kurda ji îslamê bidûr bixin û me ji hev perçe bikin“. Wey bavo wey! Xuyaye mîster Koçak nuh bi mesela îslamê hisyaye. Kuro lao jixwe vê îslama we mala me xirakir! Heta ku me îslam nasnekir me nizanîbû bê Tirk çine, yan insin yan cinsin, yan hacûcin yan macûcin! Xwezî me îslam nasnekira û em û hûn di bin ala îslamê de nebûna brayên sexte! Em misilmanin, lê em misilmanên wek we sextekar naxwazin ya Koçak! Ax Selaheddînê Eyyûbî ax, te çi kir!?

Hunermendê hemdem

Li Aûstralyayê ressam (wênesaz) Tîm Patch bi penîsê xwe wêneyê Serokwezîr John Howard çêkir. Dibêjin ev þêwe wênesazî pir li xweþîya jin û mêrên Aûstralî çûye û wek destpêka wênesazîya hemdem hatiye qebûl kirin. Dibêjin Tim Patch gotiye “Min niha penîsê xwe ceriband, baþ bû, serketî derbas bû, lê carek din îcar ezê bi qûna xwe wêneyên sîyasetmedara çêkim”. De ser xêrê be û xwedê qiwetê bide te. Lê ka bifikirin; gelo li Tirkiyê, yekî rabiba bi penîsê xwe sûretê Atatirk, Serokwezîr yan jî Generalekî çêkira, wê çi bihata serê wî?? Helbet wê penîsê wî ji qurmik de jêkirana....

 

Ev çi xewn bû gidî?

 

Werin li ecêbên kesanedî binerin. Li Dîlokê (Entabê) Aysûn Erdema 18 salî tam du hefta di xewna xwe de dibîne û ewê bê revandin û bi dû mêrekî keve. Ev xewn hewqasî di mejîyê wê de bicîh bûye ku êdî gava dimeþe jî xewna revandinê dibîne. Birastî jî piþtî du hefta ew ji alî hevalekî xwe ve tê revandin û nema vedigere mala xwe. Berê digotin xewn dicirin (pêk tên) kesî bawer nedikir. Îcar, keçên Kurd! Jibo xwedê xewna revandinê nebînin! Xewnê nebînin yan hûnê jî bi dû mêrekî kevin haa! Em nikarin dev ji kar û emelê xwe berdin û heyfa namûsa xwe hilînin heyran....

Ka Kurdên mêrxas?

Hevserokê parlamentoya têkilhev ya Tirkiyê û YE yê  Joost Lagendijk li Amedê beþdarî civîna bi navê "mafên sivîl libaþûrêrojhilat" bû.Lagendîjk berê jî gotibû "Ez jibo çareserkirina pirsa Kurd, Kurdên mêrxas dixwazim". Îcar jî Lagendîjk Kurdên mêrxas û bê keleþkof xwest. Lao ma di nav Kurda de kesên nemêrxas hene malneket! Tu ji kîjan Kurdî re bêjî, ma tu mêrxasî? Ewê bêje, keko brao, ez kewê ribatim, ma ji min mêrxastir hene!? Tu ji kîjan Kurdî bipirsî, ma tu serokî? Ewê bêje, weylao! Ma tu korî? Ez serokê seroka me! Mîster Lagendîjk, ma Kemalîzmê Kurdên mêrxas hiþtine bavê mino? Çend libek li Ewrûpayê mane, ew jî rebena bi êþa mirîþka ketine û tu sax!

Ka heqê meymûnê ?

 

Xwedê aqil bide mirovên vê heyamê. Her ku diçe însan serê xwe dixwin, aqlê xwe diçelqînin û bi xwe de dirîn. Niha jî di nîqaþên çapemenîya Ewrûpayê de heqê meymûna derketiye pêþ. Sosyaldemokratên Îspanî xwedî li meymûna derdikevin û dibêjin “Heqê meymûna kêm e, divê mafên wan bên zêdekirin”. Rêxistina Efûya Navnetewî (ai) jî dibêje “Na, heqê ku ji meymûna re hatiye naskirin ji mirova re nehatiye naskirin, ew zêdeyî serê wan e”. Wey bavoo! Em hêviya çi ji Yekîtîya Ewrûpayê dikin û ew serê xwe bi çi dêþînin? Bavo ka berê pirsgirêka Kurd safî bikin, dûvre bila dor bê ser mafê meymûna heyran! Ma hewara meymûna ye!?

Sosîsko

Vê pêlê li Brîtanya herkes li ser Cîgirê Serokwezîr John Prescott dipeyive. John Prescott bi katiba (sekreter) xwe re zinêkarî kiribû û zinêkarîya wî Brîtanya serûbinê hev kir. Katiba wî Tracey Temple radibe serpêhatiya xwe di pirtûkekê de kom dike û diweþîne. Di pirtûka xwe de dibêje “Penîsê (lebatê mêranîyê) Prescott wek sosîsê kokteylê biçûk bû, bi kêrî tu tiþtekî nedihat, wek demança bê fîþek bû”. Dibêjin van gotinên Tracey xanimê Prescott yekcar ji mêranî de xistiye û ji þerma nema wêre xwe nêzîkî jina bike.....Mîster Prescott! Were Lotikxanê dermanê mêranîyê heye....

Yek sunnî û yek þîî, herdu jî wek hev gennî

Serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û Serokdewletê Îranê Ahmedînejad hevdu dîtin û kêfa xwe pir ji hevre anîn. Erdogan di warê çêkirina enerjîya nukleerî de piþtgiriya Ahmedînejad kir û xwest hinek sînyala bide Amerîkayê û bêje “Binerin Amerîkîno, xiyarê me tehl e yan hûnê bixwin û yan hûnê di xwe kin! Hûn piþtgiriya Kurda bikin emê jî piþta xwe bidin Îranê haaaa!” Dibêjin ji Pentagonê jî bersivek þîfreyî hatiye “Hûn xiyarên xwe têxin hev, ê me têra we herduwa jî dike” De haydê werin xiyara!

Kurê bavê xwe

Serokê Beledîya Çolemêrgê û endamê partîya DTP Metîn Tekçe dîsa îfade da Komîsyona Meclîsa Tirka û li gotinên xwe xwedî derket. Wî berî niha gotibû "Ez ne Tirk im, bi Tirkbûna xwe îftîxar nakim, ez Kurd im û bi Kurdbûna xwe îftîxar dikim". Rayedarên dewleta Tirk hindik mabû wî afaroz bikin. Metîn Tekçe vê carê jî li gotinên xwe xwedî derket û tiliya xwe xist çavên Tirka. Wey tu her bijî kek Metîn! Meriv zane tu kurê ciwamêra yî! Lê xwezî serokên partîya te jî wek te xwedî li Kurdayetîya xwe derketibûna. Tu her bijî...

Qado serê xwe girêda

Kekê me û edîtorê malpera Tîrêj Qado Þêrîn serê xwe bi heft werîsa girêda û li Hollandayê dizewice. Em wek eþîra Lotikxanê jiyanek bextewar ji bûk û zavê re dixwazin û hêvîdarin ku ewê 25 zaroka dîyarî gelê Kurd bikin. Kêmî 25 zaroka jixwe em qebûl nakin, lê go zêdetir be çêtir e. Brakê Qado! Me mala xwe xerakir û em zewicîn, me digot qey di nava me de ê Maço tuyî û zû bi zû nazewicî, lê xuyaye wê ev jin koka me mêra bînin, te go çi? Bi hevre pîr û kal bibin, ser xêrê be!

Mamê Canan meke xeyalan

Mamê me û Wekîlê Çolemêrgê Esad Canan da dû þopa bûyera Þemzînanê û got “Serokwezîr Erdogan gotibû serê bûyerê biçe ku bila biçe emê bidin dû û emê sûcdarên bûyera Þemzînanê derêxin holê. Lê piþtre ew ji gotina xwe vegeriyan û xwedî lê derneketin”. Êêê, Mamê Canan, qurban, ma ka ew mêranî û cesareta Erdogan ku karibe serî li ber generala rake bavê mino! Ma kuçik goþtê kûçik dixwe? Na! Bi xwedê heger we bûyera Þemzînanê safî kir we kir, we nekir jixwe fatîhayekê li ser bixwînin û tewkelî bi xwedê....

Ecêba kesî nedî

Her ku diçe însan serê xwe dixwin û ecêbên kesanedî diqewimin. Berê xort û zilama keç û jin direvandin û tecawuzî wan dikirin. Lê xuyaye hormonên ku di nava xwarinê de ne. GENên bedena însên diguherin û bandorekê mezin li anatomîya însên dikin. Li Tirkiyê, bajarê Anyalya, du keça xortek revandin û tecawizî wî kirin. D.D û M.S tecawizî hevalê xwe ê xort A.O dikin û wî ji eyarekî dixin eyarekî din. A.O ji çapemenîyê re dibêje ”Ya starrr! Xwedê neyne serê kesî! Yekê destê xwe dixist min û a din jî lingê xwe! Ez çirandim looo!”

Ilyas Salman bû rehwan

 

Lîztikvan û artîstê kirh (ne xweþik) Îlyas Salman di yekê Gulanê de serxweþ û bê ehlîyet çû pîrozbahîya Cejna karkerên Tirkiyê û silavek da TKP (Komunîst Partîya Tirkîyê). Bi rêde polîs wî digrin û dibînin ku 400 promîl alkol vexwariye û bûye wek leylanê. Polîs jê nasnama wî dixwaze. Nasname jî li ser tune û Salman dibêje “Nasnama min serûçavê min e, ma ji vê nasnamê çêtir nasname heye” û li erdê rast dibe. Dibêjin gava Salman çavê xwe li qereqolê vekiriye gotiye “Kuro ez ne jiber alkolê serxweþ bûm ha, wan komunîsta ez serxweþ kirim”.

Pêwistî bi pênûsê nema

 

Berê brakê me Qado Þêrîn gotibû "Ez karim bi serê lêva û serê memika jî helbesta binivîsim". Serokê eþîra Lotikxanê jî nivîsandina bi serê memika ceribandibû lê þîrê wî têr nekiribû û dev jê berda bû. Niha jî Mamostê me Hunermendê hêja Brader ji Netkurdê re dibêje "Ez strana bi ruh û guhê xwe dinivîsim". Sofî Xelef dîsa ev tiþt meraq kir û xwest îcar bi ruh û guhê xwe stranekê binivîse. Lê jiber ku ruhê xwe nedît, xwest bi guhê xwe biceribîne. Lê malxirabo guhê wî kin bû û nikarîbû strana xwe temam bike û nêvcî hiþt. Bixêr ku rojekê Brader bû mêvanê Lotikxanê bila teknîka guhnivîsandinê ji Sofî Xelefê guhkin re bêje. Mamoste tu her bijî....

Herdu linga biþkîne

Dibêjin, kandîdatê Wezareta Pêþmergeyên Hikûmeta Yejgirtî Þêx Ceferî ji rojnameya Medyayê re behsa tehdîtên Tirkiyê û Îranê kiriye û gotiye “Kesê go derbasî axa Kurdistanê bibe ezê lingê wan biþkînim”. Aferîn Þêxê min! Tu çavê meyî lo! Xweþ xebere, lê nizanin em bawer bikin yan na! Wa Îran pênc kîlometre ketiye nav axa Kurdistanê û jixwe Tirk ev deh salin li baþûrê Kurdistanê ne. De ji kerema xwe here lingên wan biþkîne! Ne lingekî, herdu lingan biþkîne, çavên wan derxe û serê wan jî jêke heyran! De xwedê alîkarê te û me be....

Stalîn dinale

 

Riya Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê ji Stalîn re xuya bû. Xizm û merivên qetlîama sala 1940î a bi navê Katîn ê, Stalîn wek berpirsiyarê qetlîamê dibînin û dewleta Rûs didin mehkemê. Wek tê zanîn di wê qetlîamê de 22 hezar sûbay û eskerên Polonî bi emrê Stalîn hatibûn kujtin. Îcar em meraq dikin, gelo wê kengî Kurd Stalîn û dewleta Rûs bidin mehkemê? Stalîn Kurdistana Sor tarûmar kir, Kurdên Rûsyayê koçber kirin û mala Kurda xirakir. Kurdino! Ma hûn wek Polonîya jî nayên gidî!?

Gardîyan

Pirtûka kekê me Bûbê Eser "Gardîyan" çapa duyem li Stenbûlê derket. Bila destê wî sax be. Lê serê me û xwendevanên me jî kete belê! Xwendevanekî me ji Stenbûlê bi emaîlê dibêje "Bavo evî Bûbê em û zarokên me kirin dijminên hev. Kurê min Gardîyan xwendîye û dibêje "Yan ezê jî bibim Gardîyan û yan jî ezê dev ji xwendinê berdim". Ez dibêjim heyran, qurban, bibe Textor, bibe Walî, bibe Muhendiz, bibe Wezîr, ew dibêje naaaaa! Yan Gardîyan yan nabim tiþtek din!" Ê Gardîyanî jî baþe heyran. Bila carekê jî Gardîyanên me êþkencê bi Tirka bikin ma dinya xera nabe!

Penîrê sîrik zora îsotê bir

Dibêjin Cîzre Sporê di seha xwe de Ûrfa Spor daye ber pêhn û þîmaqa û 2-1 zora Ûrfa Sporê biriye. Peyamnêrê me Ehmedê Koçer ji Cizîrê dibêje “Moxene, sporcîyên me serê sibê 11 kîlo penîrê sîrik xwarin û daketin sehê. Dibêjin Ruhayîya jî hingî îsota tûj xwaribûn, nema ber xwe didîtin û diterpilîn. Jiber vê Cizîrê Sporê bi penîrê sîrik zora îsotê bir, du xol xistin Ûrfayê û xolek jî xistin xwe”. Her bijî penîrê sîrik.....

Zîça mirîþkê


Dr.Basrawî

Li nava Kurdan ta îro gava hestiyê xwe diþkên diçin cem kal û pirên gundan ji bo bicebirînin! Ew jî mirîþkekê dixwazin ji bo bibe derman, goþtê mirîþkê dixwin, zîça mirîþkê, hinek hevîr, hêkekê ủ textikan li dera þikestî dikin û ew jî Dibejin: „Goþt ji bo nim û zîç ji bo we“ û destê we çawa dibe bira bibe ma ezê goþt nexwim? Heger aqilê me va be, wê hîn gelek tiliyan di qûna me rakin û þêx tifî devê me kin. Wê sîlan li ser çavên meda lêxin û kal û pîr goþt û mirîþkan li ser hesabê me bixwin. De xwedê aqil bide me....
 

 

© lotikxane 2006