Hindik û rindik... magazîna 100% Kurdî

arþîv

Info@lotikxane.com      lotikxane@hotmail.com

Adil Duran

Nêrî û Þivan

 

Bavê Ronahî

Cinê Xêrxwaz

 

Temûrê Xelîl

Ji  jiyana navdarên me

 

Xançepeklî Mihê

Pispora Ziyareta

 

Rojda Aydin

Ez jî ketim Lotikxanê

Mîrza Yildiz

Komara Hatxê  

Kerîmo

Telefonên desta

Lezgîn Þêxo

We ez þewitandim

Fûad Sîpan

Spas HulyaXan

 

Fûad Sîpan bû zavayê Lotikxanê

Piþtî bernama Hulya Avþarê, Fûad Sîpan ne bi dilekî lê bi 14 dila dil ketiye keçka me Hulya xanê û ewî destê merivantiyê dirêjî me kir. Me dît ku ew xortekî çeleng e, lihevhatî ye û diþibe Seîd Ûsiv,  me dilê wî nehiþt û me bi emrê xwedê û qewlê pêxember keçka xwe Hulya Avþar da Fûad Sîpan. Lê mixabin me hîna li ser qelen û xelatên ap û xalê lihevnekiriye. Ev pirsek sîyasî ye û me hewaleyî Qesra Spî kiriye. De tu bixêrhatî Lotikxanê Fûad Sîpan!

Emîne xanim jî lotikek xwar

Emîne Þenlîkoglû di sala 2000î de li Antalyayê derketibû bernameya televizyonê û bêtirs dîtinên xwe anîbê zimên. Rebenê diqot qey televizyon jî wek mala bavê wê ye û hema çi bêje wê kes pê nehise û dengê xwe jê re neke. Piþtî þeþ sala Dadgeha Aslîyê salek hepis da rebena Emîne xanim û serî lê gerand. Wê Emîne xanim hêdî hêdî cezê xwe biqedîne, lê wê ji Lotikxanê re got: “Wey li min û bavê min tobe be ku ez carek din navê eskerên Tirk bînim ser zimanê xwe, wek marê kor in bavo!”

Çîrok û mîrok

 

Belkî hûn serpêhatîya Sûbayê Ingilîz Lawrence zanin, yan jî we flîmê wî temaþe kiriye. Lawrence di 1917an de li Sûrîyê, di cepha Deraa de ji alî Serdarên Osmanî ve tê tecawiz kirin û namûsa wî dibe pênc pere. Niha jî nivîskarekî rojnama Sunday Telegrapf dibêje ku “ev derew e û Lawrence ji alî eskerên Osmanî ve nehatiye tecawiz kirin û ji keçkanî neketiye”. Bêguman çapemenîya Tirk jî hema germ bû û gotin: “Aha we dît ne! Osmanîya baznedaye ser Lawrtence, ma Tirk zinêkarîyê dikin?” û wekî din. Li gor lêkolîna Lotikxanê, Balyozê Tirkiyê perayekî mezin daye wî nivîskarê Sunday Telegrapf da ku namûsa Tirka rûspî bike. Lê hûnê ku spî bikin û ku nekin! Namûs bûye beqdûnis, ma Osmanî û Tirka namûs li dinyayê hiþtine ku karibin namûsa xwe rûspî bikin!?

Tîmsahên þoreþger

Li Amerîka eyaleta Florîdayê, di nava sê roja de sê jin ji alî tîmsaha ve hatin perçekirin û xwarin. Piþtî lêkolînek dûr û dirêj, me wek eþîra Lotikxanê biryar da ku em 100 ji wan tîmsahên þoreþger bikirin û jibo pêkanîna þoreþa bakurê Kurdistanê wan perwerde bikin. Komîra rêvebir a Lotikxanê dibêje:         ”Emê berî her tiþtî kevneserokwezîra Tirkiyê Tansû Çîlller bi tîmsaha bidin xwarin. Ger tîmsah bi goþtê Çîllerê bi jehrî neketin, îcar emê wan bera nav metropolên Tirkiyê bidin û bila dest bi þoreþê bikin”.  Xwedê ji kesên betal heznake....

Dil ketmê dil ketmê

Ciwan Haco îþev (13.04.2006) beþdarî bernama Hulya Avþarê bû. Birastî Hulya xanim çend gotinên Kurmancî gotin, bila devê wê sax be û xwedê mêrekî din bike qismetê wê. Hulyakê li dora Ciwan çû û hat, çû û hat, dixwest wî bîne provokasyonê û jina wî pê bide berdan, lê Ciwan xwe girt û nehat lîztika wê. Lê Ciwan jî ne hênik bû haa! Herareta wî jî zêde bibû û hema digot:"Dil ketmê dil ketmê hema min dî dil ketmê" û eþqa xwe pêþkêþî Hulyakê dikir. Gava Hulyakê dît ku xêr di Ciwan de tuneye, berdayê û got:"De bese bavê min, ma heta sibê dilketmê!"Ciwan jî got:"Jina min ji min berdayî be heta ez te maç nekim ji salonê dernakevim, te ez peritandim" û got mirç û hey mirç û heyfa xwe jê hilanî

Febrîqeye wey

Li gor rojnama Lietuvos Zînîos a Lîtvanyayê pîreka bi navê Danûte Bagocîene zaroka xwe a dawî anî dinyayê û bû diya 18 zaroka. Danûteya 44 salî heta niha 18 zarok anîne dinyê û li Lîtvanyayê rekor þikenand. Me digot qey ji me Kurda zêdetir kes nikare zaroka bîne dinyê. Lê xuyaye ên ji me jêhatîtir jî hene û wek febrîqê dixebitin. Li gor rojnamê, Danûte xanim gotiye:”Bi serê we ez hîna karim 18 zarokên din jî bînim, lê de bese loo, ez bûme wek çaroxê, çiriyam diriyam”. Wey maþelle! Bi xwedê sed jinên mîna te di nava Kurda de hebin, emê di nava çend sala de bibin hakimê dinyayê. Febrîqa zarokaye wey!

Ha ji we re Tirk!

 

Li sûret binerin û wahþeta Tirk û Tirkbûnê binasin. Mêrik di nava bajêr de, li ber çavê polîsa tê gulebaran kirin û brîndar dibe. Lê Tirkê xwedî demançe bi wî halî jî rebenê brîndar gulebaran dike û qet merhameta mirovatiyê di dilê wî de tuneye. Ha Tirk ev in ha! Tirkên ku mejî, xwîn, goþt û hestiyê wan hemi nîjadperestî û barbarîye, ev in! Xwedê aqilekî bide rayedarên dewletên Yekîtîya Ewrûpayê. Xuyaye heta serê wan li dîwêr nekeve aqlê wan nayê serê wan. Kuro lao ma rovî û sûk! Ma Tirk û medenîyet!?

Jibo gotinekê 3 sal ceze

Wekîlê AK partîyê ê Erzeromê Îbrahîm Ozdogan pêþniyazek amade kiriye û dibêje:”Heçê ku bêje qirkirina Ermenîya çêbûye divê sê sala ceze bixwe û têkeve hepsê” Ozdogan pêþniyaza xwe pêþkêþî SerokatîyaMeclîsa Tirkiyê kir û heke bê qebûl kirin, çû ji kesên ku bêje qirkirina Ermenîya çêbûye. De îcar ecêba kesanedî ewe ku Îbrahîm Ozdogan ji Erzeromê ye, yan Kurd e û yan jî Ermenî ye. Ma kesekî esilTirk kare vê gotinê bêje? Na! Yan divê kesekî ku eslê xwe înkar kiribe û yan jî kesekî xwînheram be. Îcar mîster Ozdogan kîjan ji vane gelo!? Eslê xwe înkar kiriye, yan xwînheram e?

Xwarziyê Çermsora

 

Baþe ku ew bi xwe dibêje (kizilderîlî dayim!).Me gotiba wê fesad û ewana bigota Lotikxane bêbextiya dike.Birastî me nizanîbû Þukru Gulmuþ xwarziyê Çermsorên Amerîkayê ye. Ma ji xwe Çermsor bi eslê xwe Hindî ne û koçberî Amerîkayê bûne. Hindî jî ji qewmê Arî ne û pismamên me ne.Yanî dibe ku xal û xwarzitiya wan rast be, ne dûrî aqila ye. Welhasilî kelam, em wan li hev pîroz dikin. Kek Þukrî tu her bijî! Baþe ku te negotiye "Selanîklî dayim" û Tirk nebûne xalanên te, bila Çermsor bin û ne Moxol bin...

Fûtbolcî Erdo

Serokwezîr Erdogan, wê di maça Serokên Latîn Amerîka û Yekîtîya Ewrûpa de forma Yetîtîya Ewrûpayê li xwe bike. Di bin Serokatîya Aûstûryayê de zîrweya Yekîtîya Ewrûpa û Latîn Amerîkayê çêdibe. Di vê çerçewê de, jibo piþtgirîya zarokên kolanan wê di navbera Serokwezîrên endam û berendamên Yekîtîya Ewrûpayê de maça fûtbolê bê lidarxistin. Wê qezenca vê maçê jî jibo zarokên Romanyayê bê þandin. Yaaa! Erdoganê ku li Amedê fermana kujtina zarokên Kurd dabû, îro dibe “zarokparêz” û alîkarîya zarokên Romanyayê dike. Ê jixwe heqê wî jî heye ha! Ma meriv alîkarîya zarokên dijminên xwe dike? Na! Kurd dijminên wî ne û zarokên Kurd jî divê bên gulebaran kirin. Xwezî me Kurda jî bikarîba wek te qewmê xwe biparazta û dijminatîya zarok û hetta mirîþkên Tirka jî  bikira...

Otomatîka destnimêjê

Li Aûstraliyayê þîrketekê otomatîka destnimêjê çêkir û wê di demek nêzîk de pêþkêþî piyasê bike. Otomatîk jibo dest, ling û rûyê însên hatiye amade kirin. Lê þîrketê jibîr kiriye ku wê însan çawa karibin bindoxîna xwe biþon. Þîrketê bîra bindoxînê nebiriye, tenê li serdoxînê fikiriye. Berdevkê þîrketê ji Lotikxanê re got “Yabo jiber go em gawir destnimêjê nagrin me bîra bindoxînê nebir. Bixêr emê carek din otomatîka bindoxînê jî têxin xizmeta mirovatiyê”. De xwedê xêra we qebûl bike, ma em bêjin çi. Binerin bê Kurdekî me bîra otomatîka destnimêjê bir!?

Ji raya giþtî re

Wêne Babê Vînazê-Piþtî Iraqa nû, em jî wek Hêþtirên (deve) Iraqî daxwaza mafê xwe ji hikûmeta Iraqê dikin. Madem em behsa demokrasî û projeya mezin a Rojhilata navîn dikin, heqê me Hêþtirên (deve) Iraqî jî heye ku em doza otonomîya xwe bikin û nûnerên xwe biþînin parlamentoya Iraqê. Herweha em doza “Wezareta Navxweyî a Iraqê” dikin û dibêjin: ”Yan emê Wezareta Navxweyî bidest bixin, yan jî emê dest bi þerê çekdarî bikin”. Îcar biryar a hikûmeta Iraqê ye! (Partîya Hêþtirên Iraqê)

Pozê xwe nexinê

 

Alîkarê Serokê Amerîkayê Dîck Cheney di derbarê Rûsyayê de gotibû: “Rûsya ji reformên demokratîk paþde gavê davêje”. Li ser vê gotina wî Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn jî got: “Divê kes pozê xwe nexe nav karê welatekî din”. Li ser vê gotinê Dick Cheney dîsa gotiye: “Heyran bi serê Lenîn, em pozê xwe naxin nav karê kesî. Em tenê destê xwe û lingê xwe dixin nav karê wan, bila poz ji Pûtîn re be”. Ê jixwe me Kurda heta niha tu xêr ji Rûsa nedîye. Îcar Rûs pozê xwe dixin Amerîka, Amerîka dest û lingê xwe dixe Rûsya ew karê wan e...

Zerdika hêkê

Li gor lêkolînek Amerîkî, pispor dibêjin: ”Lûteîn û Zeaksantîna ku di nava zerdika hêkê deye, nûra çav diparêze û li dij dejenerasyon û avareþ a çav bi fêde ye, nahêle zû bi zû çav kor bibe”. Li ser vê lêkolînê, Lotikxanê jî xwest rastîya fêda zerdika hêkê biceribîne. Serokê Eþîra Lotikxanê Sofî Xelef rabû xwe di malê de hepis kir û tam þeþ meha zerdika hêkê xwar. Piþtî þeþ mehên ceribandinê, Serokê me Sofî Xelef beþdarî civîna komîta navendî bû û xwest rapora xwe pêþkêþî komîtê bike. Lê me çi dît hûn zanin? Çavekî serokê me ji zerdika hêkê kor bûye û çavê din jî spîkê avêtiye ser! Yanî me tu xêra zerdika hêkê nedît....

Peyamnêrek li me zêde bû

Wêne Babê Vînazê- Peyamnêrekî din li me zêde bû. Navê wî Azad e. Lê mixabin ew ji xebata legal (eþkere) hez nake, ewê îllegal (veþartî) ji me re bixebite. Emê li xebata wî binerin. Ger jêhatî be û karibe têkeve nava CIA û Mossadê, emê wî terfî bikin û bikin endamê Komîta Navendî a Lotikxanê..De serketin Azad....

Jinên cehnemî

De binerin bê kerê xwedê dibêje çi! Tirro Profesor e, Doktor e, lê tu ferqa wî û qantirê ji hev tuneye û bi ser de xwe alim û pisporê îslamê dihesibîne. Wekîlê AK partîyê ê bajarê Çankiriyê Prof.Dr.Hîkmet Ozdemîr di pêþgotina pirtûka bi navê “Çil Hedîsî Þerîf ” de heqaretekê mezin li jina dike û dibêje: “Kesên cehnemî pêþ min kirin, piranîya wan jin bûn. Kesên buhuþtî pêþ min kirin, piranîya wan feqîr bûn” û çîrokên xwe dibilîne. Kê buhuþt û cehneme pêþ te kir? Ê baþe madem kesên feqîr diçin buhuþtê, tu Prof.Doktor î, niha ji sedî sed bi sedhezara dolarên te hene, baþe tê biçî ku? Buhuþtê yan cehnemê? Li gor ku hineka bi xêra xwe buhuþt û cehneme pêþ te kiriye, ji sedî sed tê biçî cehnemê nav wan jinên ku tu dibêjî cehnemî ne. Çima? Jiber ku hûn ji zinêkarî, derew û fesadîyê têr nabin.....

Li awirên wî binerin

Berî çendakê xortê Kurd Baran Çîçek li Stenbolê ji alî jin, mêr û polîsê Tirk ve hatibû lînç kirin û ji mirinê filitî bû. Sûcê wî çibû? Kurd bûn! De li awirên Baran Çîçek binerin bê hûn çi his dikin û di hinavên wî de çi kîn û nefret difûre! Kîn û nefreta çiye hûn zanin? Kîn û nefreta li dij Tirk û Tirkîstanê ye.  Kîn û nefreta li dij qewmê qantirê ye. Kîn û nefreta li dij Kurdên ku hîna Tirk nasnekirine. Keko can! Were wek me bibe lotikvan bavê min! Em jî wek te kîndar û nefretdarên Tirk û Tirkîstanê ne. Were têkeve govenda me û bi me re biqîre: ”Ax pêþmerge bavê min lêxin herdu çavê min!”

Roja dayikên Kurd pîroz be

Îro (14.Gulan.2006) roja dayikên cîhanê ye. Bi vê minasebetê em wek Lotikxane roja dayikên Kurd pîroz dikin û destê her dayika Kurd radimîzin.Ew jin û dayika Kurd e ku, bi hezarê salane ziman, adet û toreyên Kurdî paraztiye, zarokên xwe amadeyî pêþeroja Kurdistanê kiriye û di xweþî û nexweþîyê de li kêleka zilamê Kurd berxwedanek mezin daye. Jina Kurd fedakar e, dayika Kurd, cefakar e û stûna malê, bingeha civaka Kurd e. Zarokno! Keç û xortno! Dilê dayik û bavê xwe nehêlin. Di a wan de bin, bi tifaq bin...

Kurdistan ket Yekîtîya Ewrûpayê

 Îro, 13.04.2006, li Almanya, bajarê Kolnê meþek li dij terora dewleta Tirk hat lidarxistin. Karekî pîroz bû. Lê hinek tiþt hatin kirin ku mejîyê meriv hilnagire. 1) Di dema xwendina Ey Reqîb de kesî rêz û hurmet negirt, herkes bi nas û dostên xwe daketin. 2) Xwedê teala baran bi ser wan de barand û hinek kesa ala Kurdî li serê xwe pêçan da ku þil û pil nebin. 3) Hinek kesa ala Kurdistanê û a Yekîtîya Ewrûpayê bihevre çêkiribûn û difrotin. Çima ala Kurdistanê û a YE yê? Kurdistan li ku û YE li ku? Niha ala Kurdistanê û a Iraqê ba, meyê fêm bikira. Ala Kurdistanê û a Amerîkayê ba, meyê bigota em xizmên hev in, baþ e. Ala Kurdistanê û a Koreyê ba meyê bigota em kirîvên hev in, baþ e. Ala Kurdistanê û a Hindistanê ba meyê bigota em pismamên hev in. Lê ala Kurdistanê û YE yê? Qey hinek dixwazin bi riya Tirka têkevin YE yê gelo? Yan ew dixwazin bi alîkarîya Tirka bibin  zava? Em jî nema zanin! Wisa hatiye serê me ku Kurdên me nema rastî û xwarîyê, qencî û xirabîyê ji hev dernaxînin. Hertiþt bûye berjewendî û bazirganî. De xwedê me hîdayet bike û riya rast pêþ me bike...

Navekî zora wan bir

 

Tirk hewqasî jixwe binþil û bi tirsin ku, hema ji her navekî biyanî ditirsin. Li Tirkiyê,bajarê Kayserî yê mexazeyek bazirganîyê ava dibe û navê “Armonîûm” dikin. Li ser vê çend nivîskarên Tirk radibin dibêjin:”Ev nav Ermenîûm e, navê Ermenîyan e, ne navekî Tirkî ye” û çavên xwedîyên þîrketê ditirsînin. Xwedîyê þîrketê jî mecbûr dimîne ku navê mexaza xwe biguhere, lê navekî xweþ nabîne. Nivîskarekî Tirk radibe pêþniyaz dike û dibê:”Bila navê wê bikin Turkîûm, Ozturk maxazasi, Halis-muxlis Turk, Yuzdeyuz (sedîsed) Turk, SafTurk” û  wekî din. Lotikxanê jî rabû lîsteyek navên xweþ ji xwedîyên mexazê re þand. Wek mînak: “Kurdîûm maxazasi, Kurdekan maxazasi, SafKurd, Kurdîstanîkûm û Lotikxane maxazasi”.Em hîna jî li bendî bersiva xwedîyê mexazê ne....

Tirk evin ha!

 

Ha ji we re Tirk! Kurdên ku bratîya Tirka dixwazin bila li vî sûretî binerin û fedî bikin. Komela nîjadperestên Tirk “Raman” û Civakî li navenda bajarê Îzmîrê bi daxwaza rêlibergirtina zêdebûna nifûsa Kurda derket kuçe û kolana. Birastî zêde li ecêba me nayê. Jiber ku em Tirka baþ dinasin û zanin ku ji çepê wan bigrin heta bi oldar û mirîþkên wan dijminê Kurda ne û di þerê li dij Kurdayetiyê de di heman tasê de avê vedixwin. Îcar heger hinekî wîjdan û xîret bi me Kurda re hebe, divê em jî bibin “PanKurdîst” û hewl bidin ku bi anîna zarokên Kurd Tirkiye û civaka wê dagîr bikin. Lê bi þertê ku em zarokên xwe wek “PanKurdîst” û “Neteweperest” mezin û perwerde bikin...

Erdo lotikek xwar

Di zîrveya dewletên endam û berendamên Ewrûpa û Latîn Amerîkayê de þoreþek pêk hat. Tam di dema kiþandina sûretê malbata Ewrûpayê de, jinikek Latîn Amerîkî bi navê Evvangelîna Carrozzo xwe tazî kir û bi pankartekê helwesta xwe anî zimên. Jinikê bi mahneya kirêtîya li Uruguayê zîrve bixwe protesko kiribû. Dibêjin gava Erdogan çav li jinika tazî ketiye, çavên wî wek hêkên mirîþkê fireh bûne û gotiye “terp” û ketiye erdê. Xwedêgiravî yekî Latîn Amerîkî sedema ketinê jê pirsîye û Erdogan jî gotiye: “Ya starrrr! Kuro min nizanîbû jinên Latîn Amerîkî wilo xweþik û þîrîn in, evê bêbavê jina min li ber çavê min reþkir yabooo!”

Colemêrgî û 630 komputer

Wezareta Perwerdeyê û Komela Karmend û Sinayîya Zaniztiya Tirkiyê 630 komputer þandin Colemêrgê. Di çerçewa kampanya “Desteka Perwerdeya Komputerî” de Aksa Hondîngê 630 komputer dîyarî Colemêrgîya kir û ew komputer bi riya Wezaretê þandin Colemêrgê. Peyamnêrê me Xalitê Botî ji Colemêrgê dibêje:”Moxene, dewlet dixwaze bi komputera gelê Colemêrgê bixapîne da ku ew serhildana nekin û bûyerên li Colemêrgê û herêmê jibîr bikin”. Xuyaye xwedê daye Colemêrgîya. Çima kes komputerekê nade Lotikxanê? 1 milyon xwendevanên me hene lê kes mala xwe xera nake û komputerekê jî nade me.... Ma ev bû wîjdan! Ka edalet!? Ma Colemêrgî û kompûter!?

 

Kerê mehkeme li Tirka vekir

 

Li Tirkiyê bajarê Balikesîrê mamosteyekê, jibo ku keçik derza xwe fêr nebibû ceze dayê û hiþt ku 20 carî li ser textê "ez kerim" binivîse. Dibêjin li ser vê sosretê, Serokê Sendîqeya Kerên Tirkiyê Kerê Boz lotik avêtine û bûye zirezira wî. Kerê Boz dibêje:"Ev heqaretek mezin e, em ker ji bingehek rasen (eslî) tên, em wek mamoste ne ji eslê qantirê ne. Emê vê meselê bibin Dadgeha Ewrûpayê û  xwedî li mafên kera derkevin". De xwedê heyfa we ji qantirên Tirk re nehêle rebbî...

Ezê bi simbêlê xwe têkevimê

Di derbarê ketina Yekîtîya Ewrûpayê de Serokê Partîya SHP Mûrat Sîyahyalçin ji çapemenîyê re dibêje: “Min di 1995an de ji rayedarên YE gotibû ku “wê dêrên (kilîse) we neyên Anadolîyê, lê ezê bi camî (mizgeft) û simbêlê xwe têkevim Yekîtîya Ewrûpayê”.  Erê bavo, çawa tu bi simbêlê xwe neket Yekîtîya Ewrûpayê! Bi serê te û Atatirkê te, heta tu bi simbêlê xwe têkevî YE, wê Ewrûpî dest û lingên xwe têxin te loooo!

Îsotê agir pê xist

Stranbêj Sîbel Can û Alîþan jibo piþtgirîya Masîyên Gola Îbrahîm Xelîl çûn Ruhayê û konserek muhteþem pêþkêþ kirin. Lê li çûna xwe poþman bûn. Wan hêvî dikir ku wê temaþevan ji wan re gul û beybûnan bavêjin ser sehnê. Lê çi avêtin hûn zanin? Îsot! Hem jî îsotên tûj. Dibêjin rebena Sîbelkê ji bêhn û tûjayîya îsotên Ruhayê agir pê ketiye, çavên wê sor bûne û çar têlên dêngê wê qetiyane.

Van bikin û 100 salî bijîn

Zanyarên Amerîkî lêkolînek baþ li ser temendirêjiyê kirin û gihan vê encamê. Mirovên ku van xalên ha bicîh bînin wê karibin heta bi sed salî jî bijîn. Dr.David Feîn dibêje: “Temendirêjî di destê mirov de ye, sersarîyê nekin”. Fermo ji we re xalên temendirêjîyê:1) Zêde ranezên 2) Erênî bin 3) Zêde seksê bikin (bi kêmanî rojê sê seet) 4) Heywana li malê kedî bikin 5) Dewlemand bibin 6) Rojê sê pakêt cixare bikþînin 7) Bizewicin û mala xwe xerabikin 8) Sporê nekin 9) Nekenin, tim bigrîn 10) Xwe zeîf bikin, zêdeyî 25 kîloya nestînin 11) Bi stres bin 12) Kolesterola (tewaþ-rûn-bez) xwe zêde bikin 13) Serê xwe qet neþon 14) Heftê tenê carekê mîz bikin 15) Rûnên û ji ciyê xwe ranebin. Çawaye gelî xwendevana? We eciband ne? De haydê xwedê qiwetê bide we...

Jinên Îranî jî xwedî li "sîxe" derdikevin

Wek hûn zanin li Îranê  mehra bi navê "Sîxe" heye. Yanî bi gotinek vekirî navê wê ê hemdem "kerxana binê masê" ye. Herkes kare ji xwe re jinekê jibo seetekê, rojekê, heftayekê yan mehekê kirê bike, yan jî pêre bizewice. Ev jî þêweyekî kerxana sergirtî yan jî binê masê ye. Xelk eþkere kerxana li welatê xwe vedikin, Îran jî bi navê Sîxe vî karî dimeþîne. Tiþtê ecêb eve ku jinên Îranî jî xwedî li vê zinêkarîyê derdikevin. Binerin bê li pankarta vê jinika Îranî çi nivîsandiye: "Sîxe þîrîntir lezzete ku nesîbê jinên misilman dibe". De werin mala xwe xeranekin û aciz nebin! Jinik belkî di mehekê de deh mêran dike û dibêje "þîrîntir lezzet" e. Tabî canim! Ma ka jê xweþtir! Ma herroj tirþik û tirþik tê xwarin!? Na! Heyran bila ew "þîrîntir lezzet" ne ji hemi jinên misilman re, lê ji we Îranîyan re be, bela xwe li jinên me nedin, em kerxane û zinêkarîya we naxwazin!!

 

 

Pîroz be

Wek tê zanîn, brayê me, Kurdê hêja Dr.Yekta Uzunoglu xelata herî mezin a Komara Çekê ku salê carekê li ser navê Keyserê Bohamyayê Karleyê IV.tê dayîn, girt. Ev yekem care ku biyanîyek vê xelata bilind distîne û çi serbilindîyeke ku yekî Kurd dibe xwedîyê vê xelatê. Em ji dil û can Dr.Yekta Uzunoglu pîroz dikin û di kesayeta wî de vê xelatê wek qezenca milletê Kurd dibînin. Wê di 01.06.2006an de þahîyek jibo xelatdayînê bê lidarxistin û wê Doktorê me xelata xwe ji destê Prof.Dr.Frantîesekê Janaouch bistîne. Dr.Yekta Uzunoglu ji Farqînê ye, zewicandî û bavê du zaroka ye. Bi xwe aborîzan e û di 1980î de li Almanya bajarê Bonnê Enstîtuya Kurdî a Bonnê ava kiribû û xizmetek baþ jibo milletê xwe jî kiribû. Em cardin jiyanek bextewar û serketî jê re dixwazin

Bîra vexwe wek hespê bibeze

 

Jixwe van Doktora serê me bir, aqlê me çelq kir û em nema zanin bê ji çi bawer bikin û ji çi nekin. Niha jî li gor lêkolîna pisporên Brîtanyayê, îskanek (perdax, îstekan) bîra jibo osteoporozlayê (hilîna hestîya) yek û yek e. Pisporên Nexweþxana Kîngs College û St.Thomasê dibêjin: “Di nava bîrayê (avceh) de maddeya ethanolê heye. Ev madde dibe asteng ku hormona hilandina hestîya derkeve holê û rê li ber digre”. Ango; ethanol, wek kalsîyûmê hestîya diparêze. Herweha dibêjin xwedêgiravî bîra hestîyê meriv wek ê hespê qalind û xurt dike..Li ser bextê Doktorên Brîtanî be..

ZirKurdê bi aqil

 

Partîya Faþîstên Tirkiyê MHP þoreþek pêk anî. Abdullah Arzakçiyê kokKurd wek Serokê Herêma Amedê hat tayînkirin û wî di merasîma spasîyê de bi Kurdî axivî. Ewî bi Kurdî got: ”Xwedê Devlet Bahçelî ji serê me kêm neke. Ez Zaza me, Kurd im, lê li Tirkiyê pirsgirêka Kurd nîne, em bi Kurdî dipeyivin” û bi Kurdî Roja Jinên Amedê jî pîroz kir. De werin û serê wî li hêt û dîwara nexin! Hey qantirê qantir! Madem tu Zazayî, tu Kurdî û bi Kurdî dipeyivî, çawa pirsgirêka Kurd nîne!? Qey xiyarê Tirka bi te þêrîntir tê gewende!...

Polîsê Tirk têk çûye

 

Li gor rapora Midûrê Ewlekarîya Tirkiyê, polîsên Tirk di rewþek xirab de dijîn û psîkolojiya polîsên Tirk têk çûye, serê xwe xwarine. Midûr dibêje: “Polîsê me helwestek nebaþ nîþanî gel dide, tev li sûcên krîmînal dibe, jixwe zinêkarîya ku dikin nayê hesêb, divê polîsên me ji nû de bên perwerde kirin” û wekî din. Ango; polîsê Tirkekan, bi xwe de rîtiye. Me jî ji Midûrê Ewlekarîyê re nameyek þand û got: “Lotikxane kare polîsên we bi metodên demokrasî û Kurdewarîyê perwerde bike, alîkarî pêwist be wan biþînin laboratûara Lotikxanê”. Em li bendî bersiva wan e...

Lotikxanê pê veda

Li sêwasê polîsê Tirk Murat Goycincik (32) û Hatîce Goycincik (21) daweta xwe kirin û zewicîn. Þeva keçkanîyê ye. Bûk û zava dikevin oda xwe. Polîs Murat ji jina xwe re dibêje: ”Keçê hele ka bise ez li Lotikxanê binerim bê dîsa çi fesadî û çi zimandirêjîya me kiriye” û dikeve Lotikxanê. Dikeve Lotikxanê lê nema kare jê derkeve û dikeve xefka lotikvanên me. Polîs heta 05 ê serê sibê li berxwe dide lê nikare ji Lotikxanê derkeve. Jiber vê jî ji mêranî dikeve, lê ranabe û demança xwe dixe serê xwe û dîkê wê dikþîne “gummmm” û bi cehnemê þa dibe. De oxir be, em ji te jî xilas bûn...

Eþref lotikek li Tirka xist

Xortê Kurd ê Amedî Eþref Taþkiran li Izmîrê di pêþbirka bazdanê de zora Tirka bir û di bazdana 1.500 metroyî de bû yekemîn. Em wek Lotikxane wî pîroz dikin. Brakê me Eþref lotikek baþ li Tirk û Tirkistanê xist. Bila lingên wî saxbin û pêlavên wî neqetin. Divê her xort û keçên Kurd bi bîrewerîyek netewî, di her beþê jiyanê de hewl bide ku biserkeve û bide pêþîya dijminê xwe. Bijî Eþref Taþkiran! Em wî dikin endamê þerefê ê Lotikxanê.

Wey Mihsîn Bendî!

Di stiranên Kurdî de gelek caran gotinên êrotîk û sêksî tên gotin. Bi taybetî di stiranên klasîk de, zêdebarîya wan behsa memka tê kirin, wek bêhna memka ez xwarim û memik sêve û nizanim çi û çi. Dibêjin li Duhokê hunermend Mihsin Bendî li dawetekê bû û wî jî ji alîyê xwe ve bi stiranên xwe yê xomalî wekî me gotî, yên eroktîk û sêksî dawet germ dikir.Demekê xuþka zavê wek þabaþ çend pare dan Mihsinê ser germ û serxweþ. Mihsîn jî, ji wê germa xwe li ser mîkrofonê got: Her wesa... xuþka zava ya memik xirê û gir û virê 20 kirin dîyarî ser xatira bûk û zavê...Piþtî vê axiftinê xwedîyên dawetê pehînek li derê qûna wî dan û ji ser sehnê avêtin. Me jî digot çima Mihsîn di wêneyê xwe de hizinî ye û xemgîn e. Mihsîn, keko! Derbasbûyî be, hêvîdarin carek din tu di daweta de zêde serxweþ nebî û lêdanê nexwî..Vê carê xwediyê dawetê tu dan xatirê Lotikxanê, lê carek din emê nikaribin piþtevanîya te bikin haaaa….D.A / Kurdistan

Di qirika we de bimîne

Vê pêlê navbera Tirka û Rûma(Yûnanîya) nexweþ e. Çima? Jiber pirsgirêka beqlawê! Xwedêgiravî Rûma pirtûkek li ser “Þêranîyên Rûmî” belav kiriye û têde “beqlawe” wek xwarina netewî a Rûmî dane nasandin. Tirk jî radibin serê xwe li dîwaran dixin û dibêjin:”Wey segbava wey, beqlawa me kirin a xwe, wey di qirika we de bimîne”. Ma emê çi ji Tirka re bêjin heyran! Tu tiþtekî xelkê nemaye ku nedizîne û li ser rûneniþtine, û radibin ji Rûma re dibêjin “dizek”. Zimanê xelkê dizîne, stranên wan dizîne, xwarinên wan dizîne, jinên wan dizîne, axa wan dizîne, dizîne û hey dizîne. Îcar kî diz in Tirko!? Hûn zanin bê xwarina Tirka a netewî çiye? Þûr û mertal!

Û vexwarina wan? Þîrê qantirê!

Saxlema kir tir ma dora seqeta

Rêveberîya Dibistana Eskerî a bajarê Samsûnê, jibo rojekê keç û xortên seqex (lenger) û dîn (þêt) kirin esker. Di sûndxwarinê de serdarê dibistanê Tumgeneral Nacî Beþtepe jî beþdar bû. Eskerên seqet ev sûnd xwarine: “Em seqetin, jihevde ketin, em rabûn hev, bihev ketin! Yek al, yek millet, yek ziman! Bi can, bi xwîn, em bi tere ne ey Atatirk!” Yaaaa! Hûn dibînin newlo! Seqetên xelkê ji biaqilên me aqiltir in allahwekîl! Ê me hîna em li xwe danaynin ku bêjin:”Yek al, yek millet, yek ziman! Em bi tere ne ey Kurdistan!” Eskerên saxlem kirin tir ma dora seqetên Tirko. Wey bavoo!

Hêdî hêdî

Li Kekûkê þahîyek bi navê “Opera Hevbendîyê” lidatket û evê bala çapemenîya Tirk kiþand. Çapemenîya Tirkekan dibêje:”Binerin bê çi dîmenek xweþ, Kurd, Turkmen û Ereb bi hevre ne, kes naxwaze Kerkûk perçe bibe, ma ka jê xweþtir”. Heyran bi serê we, kî bixwaze Kerkûk perçe bibe kî nexwaze, ê me em wek Lotikxane her dixwazin Kerkûk perçe bibe û Turkmen û Ereb jê birevin. Ma kî kare bi hevre bijî? Bav û zarok nikarin bi hevre bijîn îcar em û Turkmen û Ereb!Ya rebbî tu neke qismet....

No no!

Xuyaye Ahmedînejad ciddîyeta pirsgirêka xwe û Amerîkayê fêmkiriye û jiber wê jî rabûye poþmannameyek ji Serok Bush re þandiye. Dibêjin sekretera Bush name dirêjî Bush kiriye. Bush jî gotiye: "What is that?" Sekreterê bersiv daye:"That is a letter of Ahmedînejad". Bush ji ciyê xwe veciniqiye, name negirtiye û gotiye:"No, no,no!That can be bomb!" û nama Ahmedînejad red kiriye. Bush gotiye qey bombe di namê de ye û ji oda xwe bazdaye.

Li sextekarîyê binerin

De fermo ji xwe re li sextekariya þaþikspîyên Îranê binerin. Qaþo hemi þînê digrin û digrîn. Li vî þaþikspîyê destê çepê binerin, evê ku li me mêze dike. Di rastîyê de nagrî, lê gava kamera tê ser wî çawa dest bi grî dike. Wêne bitikînin

Boyax nemaye

 

Hunermendê dengxweþ û kedkarê muzîka Kurdî Alî Baran vê demê pir difikire, bi kul û xem e. Birastî em jî pê êþiyan û me pirsa xemgînîya wî kir. Ewî di emaîla xwe de derdê xwe anî zimên û got "Xwedê neyne serê kesî, ma xune derdê xelkê wek ê min e. Ev tam saleke ez li boyaxa porreþkirinê digerim lê nabînim. Ez diçim kîjan dikanê, ew dibêjin "Bi xwedê aniha Xelîl Xemgîn ji vir çû û boyax hemi kirîn". Xelîl Xemgîn hema li xwe tenê difikire, porê me jî spî bûye bavê min, hinekî li hevalê xwe jî bifikire!" Meraqa meke lo, xwedê derd daye derman jî daye,guh medê...

© lotikxane 2006