Fîlmê Kurdî Kîlometre Zero ji roja 25.05.06 û pêde li Almanya di sînemayan de ye.

    

 

Hindik û rindik... magazîna 100% Kurdî

arþîv

Info@lotikxane.com      lotikxane@hotmail.com

Adil Duran

Trêna Lezgîn

 

Bavê Ronahî

Hûn çi dikin

 

Temûrê Xelîl

Ji  jiyana navdarên me

 

Xançepeklî Mihê

Fûtbola bi Diyarbekrî

 

Rojda Aydin

Ez jî ketim Lotikxanê

Mîrza Yildiz

 Herimandina Þehadetê

 

Kerîmo

Telefonên desta

Lezgîn Þêxo

Hemzo û Ebaso

Fûad Sîpan

Spas Hulya Xan

            

Babê Vînazê                       Bavê Welat

             Wênesazî              Em ne Kurdên berê ne

 

.Tazî mazî qilopazî

Li gor rojnameya Keyhan a Îranî, li Îranê nêzîkî eyaleta Kermanê gundek hatiye dîtin ku gundiyên wê hemi tazî dijîn û geya dixwin, di þertên berî hezar salî de dijîn. Navê gund Pîdnekuîye ye. Em meraq dikin gelo wê Ehmedînejad çi biryarê di derbarê wan de bide. Gelo wê fermana kujtina wan bide yan ewê jî xwe tazî bike û têkeve nava wan!?

Azerî û Îranî rabûn hevdu bi beranî

Îranî û Azerî jiber karîkaturekî bihev ketin û serê hev þikenandin. Di karîkatur de Azerî wek kêzikên gû hatibûn nîþandan û xuyaye ev jî li zora Azarîya çûye. Azerî dibêjin „dibe em kêzik bin lê bawerkin Îranî jî mar û dûpiþk in“.   Ê me bixwe serê me bi kêzik û mar û dûpiþka naêþe. Em dixwazin hûn hevdu bikujin, qira hev bînin û em jî rojek berî rojekê ji we xelasbin. De haydê rabin hev...

Eþqê li serê wê xistiye, li heqê wê bipirsin!

 

Gurikî / Suzan Samanci xanim efendi tam daye nav!Xanim di van rojan de pir zorî daye gotarên di derbarê eþqa subjektîv û objektîv de. Doh jî li ser "Eþqa diyalektîyî"nivîsandibû. Wilo xuya ye sibehê jî wê li ser "Eþqa mataryalîzî" binivîsîne.Xanim digel ku tirê ji eþqa bi tirkî berdide jî pir gazinan jê dike.Îcar me mijara wê bir ber destê textorê Lotikxaneyê:Li gora textor, heger xanim Suzan çend carekî bi Kurdî rahije eþqê, hîs û hestên wê ên mintehî dikarin piçekî dafisin!

 

Ev çi samîmîyete bavo!

 

Birastî me samîmîyet û germîya bi vî awayî nedîye. Derhênerên Kurd Yuksel Yavuz û Behman Gobadî bi germîyekê wisa hevdu pêçane, heçê nizanibe wê bêje qey ka çi meseleye. Qurbana çavê we bim, carek din zêde nêzîkî hev nebin wê xelk û alem tiþtekî din bifikirin haa! Eman eman....

Tirk û Yûnan bi poþa çûn hev

 

Pîlotekî Tirk û yekî Yûnan jiber pirsgirêka beqlawê li ezmana bi poþa çûn hev û balafirên xwe (M-16) li bin guhê hev xistin. Pîlotê Yûnanî þehîd ket û ê Tirk jî bêbavo filitî, nemir.Çapemenîya Yûnanî dibêje: Tirka heyfa beqlawa xwe ji me hilanî. Lê bila zanibin ku em sed pîlotî bikin qurban jî beqlawe beqlawa Yûnanîya ye, ne a Tirka ye.

Me tê dernexist, hûn tê derxin

Birastî me tê dernexist gelo Þivan Perwer razaye û di xew de dikene, yan ketiye nax xeyala û xortanîya xwe tîne bîra xwe! De ka hûn jî lê bifikirin û bersivekê bidin: Þivan Perwer çima dikene, bi çi dikene? Þiyare yan razaye?

 

Mirî oxlan!

 

Ecevît di ber sikratê de dike vît-vît û nema tir û fis xwe têde digrin. Doktorê wî dibêjin: „Mêjî di serê wî de nemaye, divê em mêjîyê mirîþka têxin serê wî, jibo vê jî divê em hinekî din wî di komayê de bihêlin“. Rahþan xanima jina wî jî gotiye: „Meraqa mekin! Mêrê min wek xortekî çardesalî ye, wek gayekî xurt e û kare hêkên qazê di bin çengê xwe de bikelîne“. Bi xwedê û pêxember, ew ga  be jî, mêjîyê mirîþkê, ê kera jî têxin serê wî ew nema filitî looo! Ma ev bêbav bû dêwê hefsserî gidî!?

 

Mala Kubayîya viritî

 

Doktorê Fîdel Castro dibêjin: Ew mirovekî saxlem û zexme, kare heta bi 140 salî bijî. Fîdo, di meha Tebaxê de wê 80 salîya xwe temam bike û niyeta wî tune zû bi zû bimre. Serekdoktorê wî Dr.Eugenîo Selman-Huseyîn dibêje: Hinek kes û hêz herroj nexweþîyekê bi Castro vedikin û li dijî wî þerekî psîkolojîk dajon. Lê ew mirovekî saxlem û zehme û kare heta bi 140 salî bijî. Yanî; heger hûn fêmbikin, mala Kubayîya þewitî û ewê nikaribin 60 salên din jî ji Fîdel Castro xelas bibin. Xwedê alîkarê Kubayîya be û sebrê bide wan! 60 salên din jî diranên xwe biqiçqiçînin  û sebrê bikþînin, ma 60 sal çine lo!

 

Ya Þêxê Nûranî...

 

Xuyaye hîna jî mirovên me bawerîya xwe bi textor û zanyarên ilmê naynin û çare û hêvîyên xwe ji þêx û mela dikin, ji zîyaretgeha dikin. Li Çinara girêdayî Amedê, di rojekê de tam 50 hezar însanê Kurd bi minasebeta rojbûna Þêxê Nûranî (20 Gulan) serdana gora (tirb, mezel, qebr) wî kirin. Bi hezara mirov li ber dengê erbanê dua kirin û qesîde xwendin. Hêvî û daxwazên xwe ji Þêxê Nûranî kirin, rojên xweþî û pêþerojek ronak jê xwestin. Em nizanin wê duayên wan çiqasî biqebilin (bicirin, pêk bên, qebûl bibin), lê hêvî hertim baþe, bêhêvîtî mirin e. Xwedê dua, hêvî û daxwazên wan qebûl bike. Lê xwedê bikim hema gotibin: “Ya rebbî! Tu me ji zilma Tirk, Ereb û Eceman xelas kî”....   

Dehamê Mîro, tu her mîr î

Dibêjin, Dehamê Mîro bi minasebeta dehemîn salvegera Komîta Mafên Mirovê Kurd li Sûrîyê –MAF- jiber çalakîyên xweyên hêja xelat girtiye. Dehamê Mîro yek ji wan kesaye ku di 1957an de Partîya Demokrata Kurd li Sûrîyê damezrandiye, gellek êþ û êþkence dîtiye û bi sala hepis razaye. Em wek Lotikxane wî pîroz dikin û emrekî dirêj jê re dixwazin.Xebata her Kurdekî li cem me pîroz e

Þivan îmaja xwe guhert

 

Wek di wêne de jî dixuye, hunermendê netewî Þivan Perwer ketiye ber bayê globalîzmê li gor modê dimeþe. Me digot qey heta Kurdistan rizgar nebe ewê rîha xwe kur neke, lê nîvî kur kiriye û nîvî hiþtiye. Çima hiþtiye? Sûnda wî hatiye cîh. Perçekî welatê me nîvrizgarkirî ye. Nîvîyê pir jibo perçê azad kur kiriye û nîvîyê hindik jî ji sê perçên din re hiþtiye. De xwedê bikim ew perçên din jî di nêzîk de rizgar bibin ku Þivan wê piçka mayî jî kur bike..

Xêra herî mezin


Li bajarê Mûgla, nehîya Marmarîs, beldeya Îçmelerê, hinek xêrxwaza tam 30 alên Tirko perçekirin û bi wan de mîztin. Çapemenîya Tirk dîn û har bûye û dibêje: “ Way xaînler way! Ma bû bîze yapilirmi loo!” û serê xwe li dîwara dixe. Hema kê ew al çirandibin bila destê wan saxbe û xwedê temenekî dirêj bide wan...Ma ka xêra jê mezintir!

Ecevît kir vît-vît

Kevneserokwezîrê Tirkiyê û Kurdê xwînheram Bulent Ecevît ketiye ber sikratê û wek çûka dike vît-vît. Dibêjin mêjî di serê wî de nemaye û bêhn pê  ketiye.Textorekî ji Lotikxanê re got:"Halla halla!Kuro gramek mêjî di serê wî de tuneye lao! Evî bêbavî çawa Tirk bê mêjî îdare kirine?" De rehma xwedê ne lê be û ciyê wî agirê cehnemê be...

Cerdevano bese cano

 

Ji Tirka re ferq nake, Kurd Kurd e, ha cerdevan, ha gerîlla, ha mirîþk ha dîk. Armanca wan eve ku tenê Kurda bi Kurda bidin kujtin, bra bike dijminê bra. Dibêjin cerdevanên Colemêrgê (Hekariyê) ji meaþê (mehane) xwe ne razî ne. Dibêjin: ”Meaþê me kêm e, têra me û malbata me nake, emê xwe bidin kujtin lê wê pariya mezin esker û general bixwin”. Meaþê wan li dora 400 lîreyê Tirka ye û gellek ji wan xwediyê kulfetek 15-17 nefer e. Heyran, werin dev ji çekên dijmin berdin û brayên xwe nekujin. Bi soza mêrên berê, heger loto ji me re lêket, yan jî heger me ji petrola Kerkûkê pay girt, emê meaþê we bidin û zarokên we xwedî bikin! Em tu xizmetê jî ji we naxwazin haa! De baþ bifikirin...

Ha kum li serî ha serî li kum

Dibêjin li Duhokê heta niha 150 Kurdên misilman ola xwe guhertine û bûne mesîhî. De ser xêrê be û Îsa mesîh li piþta wan be. Lê em meraq dikin, gelo kesê ku bi kêrî ola xwe neyê wê bi kêrî olek din bê? Yan, Kurdê ku bi kêrî milletê xwe neyê, wê bi kêrî Tirk, Ereb û Eceman bê? Yan jî, komunîst, oldar, bazirgan, þivan û gavanê ku bi kêrî gelê xwe neyê, bi kêrî pez û dewarê xwe neyê, bi kêrî avdana bax û bîstanê xwe neyê, wê bi kêrî kê û kîjan millet û ramanê bê!? De xwedê xêr û gunehê wan qebûl bike û di buhuþtê de li bin dara sêvê kersiyekî bide wan..

Vegeriya ser koka xwe

Kovara National Geographic lêkolînek di derbarê Ehmedînejad de çêkir. Di encama lêkolîna kovarê de derdikeve holê ku Ehmedînejad û meymûn xizmên hev in û ji yek nîjadî ne. Xêr û guneh di stuyê rêvebirên kovarê de...

Barcelona bû mîrê Ewrûpayê

Di lîga Ewrûpayê de Barcelona bû þampîyon. Barcelona li hember Arsenalê lotikên baþ avêtin, xolek xist xwe û du xol xistin dijminê xwe. Bi lotikên hespane barcelonayê zora hema bir û bû mîrê fûtbola Ewrûpayê. Bi xêr sala bê emê jî li ser navê Lotikxanê têkevin pêþbirka fûtbola Ewrûpayê û lotikên baþ bavêjin xelkê..

Ebûqatekî Hakimek þand cehnemê

17. 05. 2006, seet di 9 an de Ebuqatek bi navê Alpaslan Aslan ket Avahîya Rêveberîya Dadgeha Bilind, demança xwe kêþa û got : Ez eskerê Xuda me, ya allah ya xwedê û li Hakimên Dadgeha Bilind reþand. Yek þand cehnemê û sisê jî di navbera cehnemê û cennetê de brîndar hiþt. Welhasil, rebenê Alpaslanê Bîngolî jî tê girtin. Wisa xuya dike ku dewleta berpenî ( vedizî- kûr ) nîyeta xwe heye dîsa Hizbûllah û MHP têxe dewrê û berê mesela Kurd bide aliyekî din. Alpaslan bi xwe MHP lî ye (faþîst e). Eman, Eman! hay ji lîztikên Tirko û Virqo hebin! De bila cehneme para hemi Tirka û buhuþt jî para me Kurda be rebbî... Ahûra Mazda alîkarê me be..

Lêkolîna kovara Elle

Kovara Amerîkî Elle lêkolînek li ser dirêjkirina wextê seksê çêkir. Li gor lêkolîna kovarê, jin û mêrên ku di nav nivînê de dikenin û heneka dikin, wextê seksa xwe dirêjtir dikin û zû bi zû ji hal de nakevin. A herî balkêþtir jî dibêjin gava jin û mêr lempê vemrînin û televizyonê pêxistî bihêlin, nîv seet (30 deqîqe) ji seksa wan dirêjtir dibe û bandorekê erênî li têkiliya wan a zayendî dike. Îcar gelî xwendevana, heger hûn dixwazin têkiliyên we ên seksê dirêjtir bajo, hema ji xwe re têkevin lotikxanê, têr bikenin, heneka bikin û ji ser hev ranebin!

Xurþîto çavê xwe girt û devê xwe vekir

Orgeneralê teqawitbûyî Xurþît Tolan li bajarê Antakyayê beþdarî civîna Komela Ramangêriya Atatirk bû û di civînê de zimanê xwe dirêjî Amerîkayê kir. Xurþîto dibêje:”piþtî hilweþîna sîstema (rista) sosyalîsta Rûsyayê, êdî dinya dikeve bin destê emperyalîzma Amerîkayê û ev jî xeterek mezin e”. Yaaa! Hûn dibînin bê generalên Tirk çawa sostyalîstin û li dij emperyalîzmê derdikevin newlo! Ê jixwe Mustafa Dogu Perînçek jî wisa dibêje heyran! Ne hewceye hûn xwe aciz bikin. Bi serê Atatirkê we, emperyalîzma Amerîkayê Projeya mezin a guhertina Rojhilata Navîn daniye pêþiya xwe. Û têde projeya Kurdistana mezin jî hatiye çêkirin. Ha xwe biçirînin, û ha xwe biçirînin! Bê fêde ye qardaþ....

Provokasyon yan mirovokasyon

Wek hûn zanin piþtî bûyera Þemzînanê 14 gerîlla hatin þehîdkirin, bûyerên Amedê hatin lidarxistin û provokasyona dewleta kûr a Þemzînanê hat jibîrkirin û sergirtin. Niha jî tam di dema ku dewleta kûr û generalên wê bi êrîþa li ser Sazîya Ewlekarîya Dewletê (Daniþtay) li ser sûc hatine girtin, balafirgeha Stenbolê agir pê dikeve û tê xwestin ku general dîsa rûspî derkevin. Tiþtê balkêþ eve ku xwedênegiravî rêxistinek Kurd bi navê Tak radibe li þewata Stenbolê xwedî derdikeve! Dibêjin di þewatê de ziyanek mezin li Tirka bûye (belkî derew be jî, lê çapemenîya Tirk dibêje 80 ton zêr telef bûye). Balafirên Tirk û Yûnanîya li hev dikevin, berî þewatê bi rojekê ceryana birca radara balafirgehê tê qutkirin û niha jî agir bi balafirgehê dikeve. Çi rasthatinên ecêb newilo!? Gelo ev fermanên kûr ji ku tên? Çima Kurd dixwazin generala rûspî derxin em jî nizanin..De xwedê dîsa jî xêra wan qebûl bike….

Hikûmeta Kurdistanê Ji Swêdê Destpêkir

 Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS), 25 saliya xwe di bin tesîra rivînên kurdperweriya hikûmeta Kurdistanê de dohna, pêrna, pitnapêrna, pitnêrê li Stockholmê pîroz kir. Û hema bi dû de jî kongreya xwe a 22an pêk anî.Ganêreyên PDKê û YNKê piþtî ku bi yekitiyeke zir kurdane rabûn û dan bin kurmanckên Serxetê û Binxetê û hemû ji ber xwe kirin, vê carê jî li serê PSKa ku 25 sal bû himaliya FKKSê dikir xistin û Federasyon bi carekê ve bi xwe hiþtin. Yanî di dawiyê de virqînî ji PSKê jî anîn û ew ji nav xwe avêtin.Îcar ho dinya! Wa konsulosên tirk û ereb û farisên ”kurd-mîguyem û sîk û nîk”, ji îro pê ve baþ bizanibin ku tiþtekî kurmancan bi Federasyonê re nemaye û þahê Federasyonê bûne kurd. 

 Em wek qeranên Lotikxaneyê vê serketina di qormaxa binketina Kurdistanî de li birêz YNKê, rêzdar PDKê û hawrê hikûmeta nuh ji dil û can pîroz dikin

 Li ser navê qeranên Lotikxaneyê

 Lotikxan

Ka Qaþo li Tirkiyê demokrasî hebû (!)

Zoravî/ Mihendizê ku ji Stenbolê wek turîst çûbû Bolûyê, bergîla feqîrê ku zarokên dewlemendan bi peran siwar dikir û kuflet pê didebirand, bi perê xwe kirê dike û dû re jî dest davêje namûsa bergîlê. Lê gava ku hat û ji mirov re xerab zîvirî, ji hemû alî ve xerab dizîvire yanî. Îcar çima xwediyê bergîlê, mêrik tam di hengama wê tekoþîna jixwehatû û dahatû de zeft neke! Rebenê mihendiz derdixînin dadgehê û dadmenda mê wî tam bi 250 YTL ceze dike. Ka li Tirkiyê demokrasî hebû!?Wey ne tu be û ne ew karê te be! Ma te ji bergîlê pêve kes nedît qantiro !

Agahdarî

 

 Babê Vînazê-Swêd/Mîckael Jackson ma bê difin. Her weku li cem me hemiya aþkera ye, hemu parçên laþê hunermendê þelatî Mîchael Jackson plastîkî ye. Berî çend roja difna wî a plastîkî berze bû (wenda bû) û bê difin nikare derkeve der. Em wek Rêveberên Parçên Difnên Plastîkî, ji her kesekî hîvîdarin ku kesên difna (bêvil-poz-kep)wî bibînit peywendîyê bi me re biket da ku em teslîmî Mickael bikin.  

 

Butto xwarziya me derket

 

 Ji berê de dihat gotin ku diya Serokwezîra kevn a Pakîstanê Benazîr Butto Kurd e, lê kesî bawer nedikir. Jixwe þîrînî û bedewîya Benazîr xanimê eþkere dikir ku di damarên wê de xwîna Kurd digere. Xwedê ji rojnama Aso razî be, serê xwe pê êþand û li Londonê, di 14/5/2006an de ji Benazîr xanimê pirsî ka diya wê Kurd e yan na. Xanim Benazîr Butto jî bextê xwe xira nekir û rastî got: Rast e, ez ji alî diya xwe ve Kurd im û ez bi vê serbilind im. Diya min Begum Nusret butto (Îsfehanî) Kurda Îsfehanê ye û demekê jî li Necefê jîyaye. Yaa! Hûn keçê ciwamêra dibînin newlo? Bi Kurdbûna xwe serbilind e, eslê xwe înkar nake. Lê bala xwe bidin qaþo serok (!) û rêberên bakurê Kurdistanê bê çawa eslê xwe înkar dikin û ji Kurdbûna xwe þerm dikin. De îcar kî baþ e? Benazîr Butto xanima ku bi Kurdbûna xwe serbilind e, yan serokên ku diya xwe dikin Tirk û eslê xwe înkar dikin? Biryarê hûn bidin..Dibêjin xwarziya me Benazîr xanimê gotiye „ezê kêfxweþ bibim ku serdana Kurdistanê û Lotikxanê bikim“..

Stalîn zinêkar bû

 

Sîmon Sebag Montefîore pirtûkek bi navê “Seraya Çarê Gevez” (rengê sor ê xweþik-qizil) pirtûkek derxist. Di pirtûkê de hinek hêlên balkêþ ji jiyana Stalîn hatiye eþkerekirin. Tê gotin ku Stalîn bi þoreþê re zewicî bû, ji pîreka (jina) direviya, lê dîsa jî bê jin nedima û bi gellek jina re ketiye têkilîyê. Sîmon dibêje ku di nava wan jinên ku Stalîn bi wan re di têkilîya cinsî de bûye, yek jê jî jina wî û endama Polît Buroyê Bronka Metlîkova bû. Bronka piþtî ku bi zinêkarîya Stalîn dihese, xwe întîxar dike û xwe dikuje. Xêr û guneh di stuyê Sîmon Sebag Montefîore de be! Heger rast be, Stalîn zinêkarekî di ser xwe re bûye..Rehma xwedê ne lê be, ewî mala Kurda þewitand û Kurdistana Sor jihevde xist...

Dibistana çêleka

 

Dibêjin çêlekên Swêdî li Kurdistanê îhaleya þîr û penîr girtine û jibo vê jî li Swêd dibistana perwerdekirina golik, nogon û çêleka vekirine. Wê di encama perwerdeya sêmehî de dîploma pisporîyê bê dan û çêlekên ku dîplomê bistînin wê yekser berê xwe bidin Kurdistanê. Dibêjin ji niha de çêlekên Kurdistanê dest bi hesûdî û zikreþîyê kirine û çek û sîlehên xwe girêdane. De a bi xêr...

Çima ne Kurdlife?

 

Dibêjin li Amedê kovarek mehane bi navê Medlife” (Jiyana Meda) dest bi weþana xwe kir. Kovar bi zimanê Tirkî û Ingilîzî ye. Gerînendeyê kovarê Zulkuf Kiþanak di kokteyla pîrozkirinê de dibêje:Me pêwîstîyek bicîh anîye. Ji derxistina vê kovarê armanca me eve ku herêma ku  bi taybet Kurd lê dijîn, bajarên ku ew lê ne, çand, huner û dîroka kevnar ya qedîm bidin ber çavan, bidin nasîn û kovar jî bibe bingeha danasîn û bingeha vê herêmê û wekî din. Baþe, sayin mîster Zulkuf qardaþ! Çima Medlife lê ne Kurdlife? Yan hûn dixwazin navê Kurd neyê ser zimên û xelkê bi Medlife bixapînin? Navê herêma ku Kurd lê dijîn çiye? Hûn çima newêrin bêjin Kurdistan? Hûn newêrin yan hûn naxwazin? Kovar bi Tirkî û Îngîlîzî ye, baþe, lê ka Kurdî? Hûnê çand, huner û dîroka Kurd bi kê bidin naskirin, bi Tirkên hov?? Heger armanca we ne asîmîlekirina zimanê Kurdî be, hûn çima bi zimanê me çand, huner û dîroka me nanivîsin qurban? Yan li gor we zimanek bi navê zimanê Kurdî nîne? We karekî pîroz kiriye, lê ji kerema xwe zimanê me jî nekin qurbana Tirkolojîyê...

Þempanze û însan meriv derketin

Zanyarên Amerîkî lêkolînek balkêþ di derbarê merivatîya meymûnên Þempanze û însana de çêkirin. Derket holê ku ji sedî 99ê genê Þempanze û însana wekhev in. Zanyar dibêjin: Berî bi hezara sal, bapîrên însan û Þempanzeya bi hevre ketine têkilîyên zayendî (cinsî) û ji van têkilîyan gen tevlihev bûne, ji hev gen dane û stendine.Ango; ji vê têkilîya cinsî, melezî (cûreyê tevlihevbûnê) pêk hatiye. Evê melezbûnê bi milyona sal berdewam kiriye û di encama vê melezbûnê de însanên îro çêbûne”. Yaaa! Naxwe kovara Natîonal Geographîc ne neheq bû ku Ehmedînejad wek meymûnê li qapaxa xwe xistibû...Haa, divê em heqê Miço Kendeþ jî nexwin! De xêr û guneh di stuyê zanyarên Amerîkî de be...

Þerpa nayê Araratê

 

Çiyazanê Nepalî Þerpa Appa cara þanzdemîn derdikeve serê Çiyayê Everestê û rekorê diþkîne. Appayê 46 salî heta niha gellek xelat wergirtine û ew wek pisporê çiyazanîyê tê qebûlkirin û hezkirin. Me bi riya kevokekê nameyek jê re þand û ew dawetî ser Çiyayê Agirîyê (Araratê) kir ku xortên Kurd jî hînî çiyazanîyê bike. Lê mixabin bersivek neyênî (negatîf) da me û got: Na bavê min na! Ma hûn li kujtina min digerin! Kurd dibêjin Ararat çiyayê me ye, Ermenî dibêjin jixwe Ararat sembola me ye û Tirk jî dibêjin jixwe Ararat meskenê Tirk û virqa ye! Ez naxwazim dilê kesekî ji xwe bihêlim... Ê de na, na! Emê jî Sofî xelef biþînin ser Çiyayê Agirîyê, tevdîr!

Qismet çi qismet!

Li gundê Yavrucak a bajarê Ankarayê, gû bi ser mala Hasan Yaman  de bariya. Hasan Yamanê ku bi þev di xew de bû, bi teqûreq û gurmîniyek mezin hiþyar bû. Dît ku banê xaniyê wî xerabûye û dîwarê wî jihevde ketiye. Rebeno behitî ma û bawer kir ku ÛFO yan jî cin û pîreboka girtiye ser mala wî û ziravqetandî bû. Piþtre pispor hatin ser kifþê û dîtin ku perçeyên cemeda kesk ji avrêja (tuwaleta) balafirekê ketiye ser mala wî û mala wî di nava gû de maye. Hinek dibêjin ew balafir balafira Kurdistanê bû û Kurdên di balafirê de bi ser xaniyê Tirka de gû kirine. Lê çi fêde ku Ankara tev li ber gû neçû! Þansê Tirka heye wey....

Înada pîrê

 

     Li Almanya bajarê Bremenê tûrnûvaya tenîsê çêbû. Dorothy de Low a 95 salî lotik li hema xistin û zora wan bir, bû yekemîn. Pîra Low ev tam 40 salin bi tenîsê dilîze û xwediyê gellek xelatên zêr e. Me sedema ciwanî û saxlemîyê ji pîra Low pirsî: Xaltîka Low, te çima dest bi tenîsê kir? Xaltîka me bêhnçikyayî bersivand: Lao ji betalî! Hingî ez ji pitpita mêrê xwe aciz bûm ez bûm tenîsçî. Baþe ma tu ji lîztina tenîsê têr nebûyî? Na lao, bûye wek kurmê cixarê haa! Hema heta tir di min de hebe jî ezê lotika bavêjim, ma çi ji betalîyê derdikeve?

Ji xwedê bitirse mîster Bush!

 

Çapemenîya Tirk pesnê Serok Bush dide û dibêje:”Bush, bi minasebeta 125 salîya Atatirk, nameyek ji Komela Atatirk a Amerîkayê re þandiye û pesnê Atatirk daye û hey daye”. Xwedênegiravî Bush di nameya xwe de gotiye: “Atatirk jibo pêþdebirina demokrasî û azadîyê gavên cesûrane avêtine û ew serokek xwedî vîzyon bû”. Herweha Bush dibêje:”Neteweyên me (Amerîkî û Tirk) bi mijara azadî, azadîya þexsî û serdestîya hiqûqê ve girêdayî ye. Em karin bi hevre li Rojhilata Navîn, Kafkasya û li Asya Navîn azadî û aþtîyê bipêþxînin”. Ji xwedê bitirse ya Serok! Ma Tirk ji azadî û serdestîya hiqûqê çi fêmdikin xwedê jê razî!Yanî heçê nizanibe wê bêje qey Serok Bush ji dil pesnê Tirka dide! Heyran bi xwedê ew ji Kurda bêhtir zane bê qumaþê Tirka çiye û bê çi nankorin loo. Ew sîyasetê dike sîyaset! Sîyaset wisaye haa! Hem li defê dixe hem li zirnê! Ê helbet di bin re jî tiliya tavêje bin dûvê wan, ew jî zêdebûna ser kezebêye qurban....

Zinêkarê 76 salî

 

Nizanim hûn çapemeniya Tirk diþopînin yan na ? Hema bêjin piraniya zinêkarî û bênamûsîya ku serav dibe li bajarê Konyayê pêk tên. Hûn zanin bê Konya çi bajare ? Konya keleha misilmanên Tirk e. Konya keleha Necmettîn Erbakan, Erdogan û sofî û heciyên wan e. Lê piraniya zinêkarî û bênamûsiyê jî li vî bajarî pêk tên. Fermo nimûneyek. Alî Riza Un ê 76 salî, li nehîya Merkez Selçukluyê flîmên porno (seksê) pêþ (þanî) du lawikên (kur) 13 salî dike û dest tavêje wan, xwe li wan diceribîne. Herdu lawik xwe bi zorê ji nav destê zinêkarê 76 salî rizgar dikin û diçin ji bavê xwe re dibêjin. Polîs zinêkar digrin û dixin hepsê. Herçiqasî ew zinêkariya xwe înkar dike jî lê tehlîlên ku tên kirin wî gunehkar derdixin. De îcar xwendevanên me  û wîjdanê xwe! Ma em neheqiyê li Tirka dikin ? Ma em neheqiyê li ola wan dikin? Na! Herin binerin, ji sedî 90 ê Konyayîyan sergirtî û misilman in. Lê zinêkar û sextekarên herî mezin jî ew in. De ew û xwedê li hev! Ji me gotin, heger riya we bi Konyayê ket hay ji doxîna xwe hebin.....

 

Dotmama me ket xefka Tirka

 

Wek hûn zanin Alman jî Îndoewrûpî ne, ji qewmê Arî ne û pismamên Kurda ne. Dotmama me Danîela di înternetê de zinêkarekî Tirk nasdike û teslîmî dilê xwe dibe, dil dikeviyê. Lê jiber ku Danîela bi Lotikxanê neþêwirî, felek li serê wê geriya. Danîela bi du zarokên xwe ve radibe lêdixe diçe Tirkiyê ku evîndarê xwe ê zinêkar bibîne. Zinêkarê Tirk jî hema çantê danîela didize û direve. Hertiþtê wê di çantê wê deye. Dotira rojê diçe Balyozxana Alman û mesela xwe ji wan re dibêje û alîkariyê dixwaze. Balyozxane jî belge û nasnama wê jê dixwazin, lê jiber ku hatine dizîn ew nikare xwe îspat bike. Radibe telefonî mêrê xwe ê berê ê Alman dike û belgenameyekê jê dixwaze. Mêrik jî dibêje:”Tu di devê min de birî ku ez ji te re biþînim, ma ê Tirk ji min çêtir bû? Ha, kurê te ê mezin jî qeze derbas kiriye, li ber mirinê ye!” Danîela xwe li ser Tirkekî zinêkar kir û per perîþan bû. Birastî me zanîbû Tirk diz û zinêkar in, lê me nizanîbû Alman hewqasî ehmeq in! Ma Kawîs Axa nabêje: “Benda Romiyan bendeke girane”. Nanê Tirka li ser kaba wan e Danîela xanim.....

Wê tirro Tirkiyê xilas ke

Yaþar Nûrî Ozturkê ku perê karkerên xwe nedida wan û malê heram dixwar îro diçe Amedê û dibêje: “Jina min ji min berdayî be, bi sê telaqên bê fitû, ne ez bim kesek din nikare Tirkiyê ji vî halî xilas ke”. Ozturk Serokê HYP (Partîya Bilindbûna Gel) e û xuyaye ji Kurda pêve kesekî ehmeqtir nedîye ku wan bixapîne û jiber vê jî berê xwe daye Amedê da ku Kurda bixapîne. Ê heyran bi serê we herkesî qumaþê me naskiriye lo! Yanî em Kurd milletekî wisa ne ku ne dostên xwe nasdikin û jixwe dijminê xwe hîç nasnakin! Hûnê binerin, heger Nûrî Ozturk efendî jî tiliya xwe di me de ranekir û em nexapandin ji xwe em bi tiþtekî nizanin....

Kerem kin! Tirk û heqê jinê

 

Ne em dibêjin ji çepê Tirka bigrin heta bi misilmanên wan jî sextekar û qelp in, kes ji me bawer nake. Gava mijar tê ser mafê jina misilman, zimanê Tirkên sextekar metrokê dirêj dibe û heqê jinê diparêzin, xwedî lê derdikevin. Lê di emelê xwe de jinê wek kole û cêrî bikartînin û qiymetê wê û pênc qirûþa tuneye.Fermo! Nimûne Îsmaîl Erkoçê Tirk û misilman (!). Bixwe Serokê mezraya Karacasu a ser bi bajarê Bolûyê ye û Ji partiya AKP a oldar e. Îsmaîl Erkoç û xanima xwe beþdarî þahîya bi navê “Rojên Þukrana bi Îzzet Baysal re” dibin. Jiber ku xwedê jî ji Îsmaîl Erkoç acize û zane bê çi sextekar e, radibe baranekê xurt bi ser wan de dibarîne. Îsmaîl efendî sîwana (þemsîye) xwe digre destê xwe û xanima xwe li bin baranê dihêle. Rebena jinikê di bin baranê de dengê xwe nake û þil û pil dibe. Îca heyran rastî tehl e haa! Wê niha dîsa hinek Kurd ji me re emaîlekê binivîsin û bêjin “hûn çima dev davêjin misilmantiyê?”. Heyran bi xwedê em dev navêjin misilmantiyê, ne heddê me ye. Lê destûrê bidin em tiliya xwe têxin çavê misilmanên sextekar ...Ev jî heqê me ye...

Divê em hiþyarî xo bin

 

Piþtî rûdanên vê dumahiyê û peqîna bombên li Iraqê, Frensa, Emrîka û gelek cihên dî, Yekîtiya Komîta Miþkên Cîhanê hemî miþkên cîhanê agedar kirin ku tiþtek din heye ji xefkê nexoþtir ew jî bomb in. Her wesa Serokê Miþkên Cîhanê li USA daxwaz ji hemi miþka kir ku haj xwe hebin dema nêzîkî xefkekê bên. Bi taybet li Iraqê..(Serokê Miþkên Cîhanê-Miþkê Sor)

Doh qantir îro çêlek

Me digot civaka Tirk civakek nexweþ e û serê xwe xwariye kesî bawer nedikir. Doh mihendisekî Tirk zinêkarî bi qantirê re kir. Îro jî li bajarê Sakaryayê, nehîya Hendek, gundê Þevketiyê zinêkarê Tirk ê bi navê M.Ç (17) bazda ser çêlekê û bi namûsa wê lîzt. Xwedîyê çêlekê Necatî. Ç, braziyê xwe ê zinêkar di ser çêleka xwe de digre û têra wî lêdide, bazdide ser û heyfa çêleka xwe jê hiltîne. Piþtre jî wî radestî polîsa dike. Dibêjin wê çêlekê bibin ser textor û mîza wê tehlîl bikin bê ka ji zinêkar vîrûsa Aîdsê girtiye yan na..Ev Tirkin haaaa! Heger sibê-dusibe yekî Tirk zinê bi pisîk yan miþkekî re bike qet þaþ nemînin....

Tirka lêborîn xwest

Wek me gotibû, mihendisê Tirk wê rojê zinêkarî bi qantirê re kiribû û namûsa wê anîbû pênc qirûþa. Li ser vê sosretê, Komela Paraztina Heywana a bajarê Bolûyê serdana qantira bi navê Ceylan kirin, þekir danê û li ser navê mihendisê ker lêborîna xwe xwestin. Li gor çapemeniya Tirk, xwediyê qantirê D.U nexwestiye derkeve pêþberî kameravana û gotiye: ”Namûsa min bû pênc pere, ha namûsa qantira min û ha namûsa jina min ma ferq çiye!” Dibêjin qantira bextreþ jî ji çapemeniya Tirk re gotiye:”Ezê vê tirê ji mihendizko re nehêlim! Bi darê zorê dest avêt namûsa min, ez ji keçkanî xistim. Ezê wî bibim dadgeha Mafê Heywana a Ewrûpayê”.

Namûsa xwe kir pênc pere

Wek hûn zanin, Tirkên resen (esîl) li Tirkiyê nemane. Tenê çend gundên wan li dora bajarê Kirþehîrê hene ku ew bi xwe jî Tatar in. Wekî din evên ku îro ji xwe re dibêjin em Tirk in, hemi wek dola qantirê melez in, yan qereçîyên Romanyayê ne, yan koçberên Bûlgarîstanê ne, yan Arnawût in û yan jî ji Selanîkê ne. Helbet Kurd jî di nava wan de hene. Îcar em bên ser mesela xwe. Mihendisê bi navê H.F.Y.T Pêncþema buhurî li derdora bajarê Antalyayê qantirekê ( yan jî em bêjin mehînekê) kirê dike û pê derdikeve seyranê. Piþtre li nava daristanekê radibe bazdide ser qantirê û zinêkariyê pê dike, bi namûsa wê dilîze. Piþtî ku xwediyê qantirê ji miþteriyê xwe dikeve þikê, wî diþopîne û wî di ser qantirê de digre. Yanî, jiber ku mihendisê Tirk jî ji dola qantirê ye, ew herweha zinêkariyê bi xwe û qewmê xwe re dike. Heyran bi xwedê Tirk ji me jêhatîtirin loo! Rebenê Kurda ji mecbûrî li gunda, li dora kerên reben digeriyan û gunehbar dibûn. Lê Tirka dest bi qantir û mehîna kiriye bavooooo!

Ha ji we re Tirkên resen

Berî sê meha li bajarê Konyayê Tirkê bi navê Emîn D. (40)  tecawizî qîza xwe a 19 salî Þ.D kiribû. Piþtre þevekê diçe ser nivîna keça xwe a biçûk G.D (16) jî û dixwaze tecawizî wê jî bike. Lê keçik xwe ji nav lepên wî xelas dike û diçe xeberê dide polîs. Piþtî lêkolîn û tehlîlên tenduristî, tê zanîn ku birastî ewî tecawizî keça xwe Þ.D kiriye û zarokek jî ji wê minasebetê çêbûye. Niha dadgehê 24 sal ceze daye Emîn efendîyê Tirk. Gava Lotikxane dev davêje Tirka û pîsîtîyên wan radixe ber çav, hinek dibêjin qey em çîroka dibêjin. Lê ne sûcê me ye, rastîya Tirka ev e; talanker in, zinêkar in, hov in, xwînheram in û kes nizane bezê bin guhê bavê wan ji ku ye..Lotikxane neheqiyê li kesî nake, tenê tiliya xwe dixe çavê wan û hew....Xwedê alîkarê Lotikxanê be..

Guloka ser desta

Lîztikvana seksî û sîngmezin Pamela Anderson bûye wek guloka ser desta û nema dadikeve. Peyamnêrê me ê Amerîkayê Þahînê Jinhez rabû ket dora rahijtina Pamela sîngmezin. Tam piþtî pênc roja dora tenûrê hat ser peyamnêrê me û ew bi miradê xwe þa bû. Lê piþtî rahijtinê çi kirin, çi nekirin em nizanim, li ser bextê herduwa be... Horîyên Gobadî

 

Dibêjin xanim Hêvîdar Zana û Rojîna Omerî dixwazin flîmekî actîon (macera) çêkin û xwedêgiravî bi derhênerê hêja Behman Gobadî re lihev kirine. Dibêjin di mesela pera de hîna danûstendinên wan berdewamin lê, jibo xatirê Lotikxanê ewê lihev bikin. Çima ma Horîyên Çarlî ji Horîyên me çêtirin qurban!? Dibe ku senaryoya flîm ji pirtûka Lokman Polat a bi navê "Kodnav Viyan" werbigrin..De ser xêrê be..Lê, xelata Lotikxanê jibîr nekin, eman eman...

Nazîyên nezan

 

Nazîyên nezan li pismamê xwe xistin. Li Berlînê nazîyên nezan êrîþ birin ser parlamenterê Kurd Giyasettîn Sayan û ew brîndar kirin. Tiþtê em pê zanin, nazîyên ku haya wan ji qewmîyeta Arî heye, êrîþî Kurdên Arî nakin û pismamên xwe naêþînin. Lê xuyaye haya van nazîyên xeþîm zêde ji Kurd û Arîbûna wan nîne. Ew herkesê porreþ wek Tirk dizanin û êrîþî wan dikin. Serokekî nazîyên Alman ji Lotikxanê re got ku "bila pismamên me li me biborin, xortên me gotine qey birêz Sayan Tirk e". Heger em ne xelet bin, Hîtler carekê gotibû "milletekî Arî (Kurd) li Rojhilata Navîn bindest e, divê em wî milletî rizgar bikin". De a bi xêr....Derbasbûyî be kekê Sayan..

 

Rojînê lotikek li mêrik xist

 

Keçka Omerî, stranbêja bedew Rojîn, berî çend meha li Swêd  zewicîbû û gellek xortên ku dildarên wê bûn destê xwe jê þûþtibûn. Ne li ser bextê me be, lê tiþtê me bihîstiye dibêjin zilamê wê zewicandî derketiye û Rojîn xapandiye. Rojînê jî pir aciz bûye û rabûye bi pêhn û lotika ketiye ser dilê wî heta go roviyên wî derketine derve. Welhasilîkelam, dibêjin zewaca wan kurt ajotiye û hevdu berdane. Bi taybet kêfa xortên Lotikxanê gelkî ji vê xebera xêrê re hatiye û dîsa ketine nav xewn û xeyala. De xwedê çi qismet kiribe a xêrê ew e...

Pontûs û montûs

 

Li paytextê Yûnanîstanê, li Atînayê, Komeleyên Pontûs, sîyasetmedar û berdevkên sazîyên demokratîk bi minasebeta komkujîya Pontûsa, dewleta Tirk þermezar kirin û ala Tirk þewitandin, qetandin û çirandin. Çapemenîya Tirk dibêje: Way alçaklar way! Way xaînler, way boluculer way, bayraximizi yaxtîler! Ê babo madem bayraxinî yaxmax îstemîsen, rengînî degiþtir wey! Meselen kesk û sor û zer, spî û gewher yap! Ma zordir!?

Jinên hirçparêz

 

Li Londonê sed (100) jinên heywanparêz xwe jibo mafên Hirça tazî kirin û Banûya Brîtanya Elîzabet protesko kirin. Jinên hirçparêz dibêjin ku pirç û çermê hirça jibo kumên zêrevanên Banûyê tê bikaranîn û jiber wê tên kujtin. Kujtina hirça wek barbarîyê binav dikin. Me ji Seroka Komela Heywanparêza pirsî: Gelo hirç ji Kurda bi qîmettirin? Li Kurdistanê bi hezara Kurd tên êþkencekirin, serjêkirin û kujtin, hûn çima dengê xwe nakin? Ewê got: Ma Kurd mirî ne! Bila ew li xwe xwedî derkevin, ma wê heta kengî çavê wan li destê xelkê be bavê min! Xebera wê ye..Çavê li derya xwedê li serya....

Þerefa Tirka bû pênc pere..

 

Me cara berê jî behsa pirsgirêka beqlawê a di navbera Tirk û Yûnanîya de kiribû. Xuyaye wê ev pirsgirêk hîna jî berdewam bike û Tirk pir li ber xwe û þerefa xwe ketine. Nivîskarê rojnama Radîkalê Hasan Celal Guzelê Entabî radibe di nivîsek xwe de dibêje: “Erê, hûnê beqlawe û liqûma ji xwe re bibin, lê hûnê qirkirina Ermenîya ji me re bihêlin newisa!” Wezîrê Edaletê Cemîl Çîçek jî ji rojnamevana re dibêje: “Kesên ku ji B a beqlawê fêmnakin, beqlawê ji xwe re didizin û direvînin”. Yanî; beqlawe a me Tirka ye lê Yûnanî didizin. Tiþtê acêb çiye hûn zanin? Rojnameyên Lubnanî jî rabûne nivîsandine: “Tirk û Yûnanî çi ji beqlawê fêmdikin? Beqlawe beqlawa Lubnanîya ye, ma Tirk û þêranî!? De xwedê bikim jiber sedema beqlawê di navbera Tirk û Yûnanîya de þerê sêyemîn derkeve! Ma ji me re çi?

Zebanî bûn þahê dinyayê

Zebanîyên Fînlandîyayê di Eurovîsyona strana de bûn yekemîn û 24 dewlet dan ber lotikên xwe. Zebanîyên ku wek "Satanîst" "Þeytanparêz" hatin naskirin, bi strana Halelûya þêweyê Hardrock mûzîkê biserxistin.Birastî êdî tu tama Eurovîzyonê jî nemaye ha. Her dewlet dengê xwe dide cîranê xwe û kesê bê cîran be jî mala wî xerabû û di nav lotikên wan de wenda dibe.Mesele bûye mesela cîrantî û dilxwazîyê. Rebenê Tirka 91 lotik xwarin û bûn yanzdemîn. Peppûka Sîbel Tuzunê di binê Ewrûpîyan de ma û Ewrûpî ketin ser dilê wê. Terîþa sor

 

Li gor nûçeyên çapemenîya Kanadî û Îsraîlî, meclîsa Îranê herroj zagonekê derdixe û biryarên kesanedî digre. Niha jî meclîsê biryar girtiye ku kesên ne misilman bin (xiristiyan-cihû) terîþekê sor bixwe vekin û bi vî awayî li nava bajêr bigerin. Yanî wê ferqa navbera yekî misilman û xiristiyan terîþek sor be. Li vir dema Hîtler tê bîra meriv. Hîtler jî ala Îsraîlê li ser kincên cihûyan dixistin da ku bên naskirin û zûtir bên kujtin. Gelo Ehmedînejad jî dixwaze fermana xiristiyan û cihûyan derxe yan çi? Tiþtê em zanin terîþa sor nîþana keçkanîyê ye. Yan Îran dixwaze xiristiyan û cihûyên li Îranê ji keçkanî bixe!? Xwedê kesekî ji rê nebe rebbî....

Bijîn ûlemayên Kurd

 

Wek hûn zanin berî çendakê ûlemayên Erebên hov, daxuyaniyek li dij Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî derxistibûn û ew hevkarê Îsraîlê tawanbar kiribûn û fetwayek sexte derxistibûn. Herweha daxwaz ji ûlemayên Kurd jî kiribûn ku li dij Serok Barzanî derkevin. Lê Mamoste Reþîdê Gerdî rabû li ser navê Yekîtîya Zanayên Îslamê ên Kurdistanê beyanek da û li dij ûlemayên Erebên hov derket û ew þermezar kirin. Reþîdê Gerdî diyar kir ku li Kurdistanê bi hezarê salane misilman û ûlemayên ji Erebên hov zanatir hene û ew ne muhtacî fetwayên Erebên bêderpî ne. Em wek Lotikxane helwesta ûlema û zanyarên misilmanên Kurd pîroz dikin û dibêjin: ”Oldar bin oldarê gel û welatê xwe bin, nebin goka nav lingên Tirk, Ereb û Ecemên hov. Bi navê îslamê neyên lîztika dijminên Kurd! Bizanin ku misilmanên herî baþ û durust dîsa Kurd in!” Xwedê xêra we qebûl bike...

Dostê me bû Wezîr, lê meqerna ferztire

 

Hikûmeta nuh a Îtalyayê ava bû û dostê Kurda Massîmo D’Alema bû Wezîrê Derve ê Îtalyayê. Em wek Lotikxane wî pîroz dikin û lotikên serketî jêre dixwazin. Helbet niha Tirk dîsa ji qehrare beicîne û dibêjin “Turk duþmani yîne îþbaþinda” Yanî “Dijminê Tirka dîsa li ser kar e”.  A baþbûnê baþe lê, em ditirsin dîsa wek cara berê meqerna û þipagettîyên Îtalî zora rebenê Massîmo bibin û serê xwe bi dostaniya Kurda re neêþîne. Cara berê Tirka xwarinên Îtalî -meqerna û þipagettî- protesto kiribûn û evê meqerna û þipagettîyê serê Massîmo û Ocalan xistibû belayekê mezin. Rebenê Massîmo mecbûr mabû ku Ocalan bike qurbana meqerna û þipagettîyên xwe û serî li wî bigerîne. Hêvîdarin vêcarê temamê Kurda neke qurbana makaronayê....

Miço lotikek li Erdogan da

 

Amadekar: Miço Kendeþ

Piþtî ku kovara National Geographic lêkolînek di derbarê nîjadê Ehmedînejad de çêkir, xwendevanê me Miço Kendeþ jî lêkolîn û doktora xwe li ser kok û nîjadê Erdogan çêkir. Miço giha wê baweriyê ku Erdogan jî xizmê meymûnê ye. Xuyaye mirovatî dîsa hêdî hêdî vedigere ser dem û dewranên berê. Xêr û guneh di stuyê Miço de

Em þerê PKK nakin

 

Balyozê Amerîka ê Ankarayê di derbarê PKK de got: “Em ne amadene li bakurê Iraqê (Kurdistanê) li dij  PKK hêza xwe bikarbînin. Armanca me a sereke li Iraqê avakirina hikûmetek bihêz e”. Li ser van gotinên wî Tirk û çapemeniya xwe dîsa jehr verþiyan û êrîþî Balyoz Ross Wîlson kirin. Wey bijî mîster Wîlson! Heyran êrîþî Kurda nekin hûn êrîþî kê dikin bikin! Te lotikek baþ li Tirka xist, dest û lingên te saxbin...

General Dogu Perînçek verþiya

General û xwînheramê Tirk, Serokê Partiya Karkerên Tirkiyê Dogu Perînçek dibêje:”Neteweperestiya Yûnan, Bûlgar, Ermenî û a Barzanî wekhev e, hemi neteweperest in”. Hey kerê min heywanê xwedê! Baþe ma neteweperestiya Tirko çiye? Ew çawaye? Lotikxane jî dibêje: “Neteweperestiya Gur, Kûçik, Keftar û a Tirka jî wekhev e, hemi hovin, barbarin û nîjadperest in!”

 Pîroz be

 

Wek tê zanîn, brayê me, Kurdê hêja Dr.Yekta Uzunoglu xelata herî mezin a Komara Çekê ku salê carekê li ser navê Keyserê Bohamyayê Karleyê IV.tê dayîn, girt. Ev yekem care ku biyanîyek vê xelata bilind distîne û çi serbilindîyeke ku yekî Kurd dibe xwedîyê vê xelatê. Em ji dil û can Dr.Yekta Uzunoglu pîroz dikin û di kesayeta wî de vê xelatê wek qezenca milletê Kurd dibînin. Wê di 01.06.2006an de þahîyek jibo xelatdayînê bê lidarxistin û wê Doktorê me xelata xwe ji destê Prof.Dr.Frantîesekê Janaouch bistîne. Dr.Yekta Uzunoglu ji Farqînê ye, zewicandî û bavê du zaroka ye. Bi xwe aborîzan e û di 1980î de li Almanya bajarê Bonnê Enstîtuya Kurdî a Bonnê ava kiribû û xizmetek baþ jibo milletê xwe jî kiribû. Em cardin jiyanek bextewar û serketî jê re dixwazin

Bîra vexwe wek hespê bibeze

 

Jixwe van Doktora serê me bir, aqlê me çelq kir û em nema zanin bê ji çi bawer bikin û ji çi nekin. Niha jî li gor lêkolîna pisporên Brîtanyayê, îskanek (perdax, îstekan) bîra jibo osteoporozlayê (hilîna hestîya) yek û yek e. Pisporên Nexweþxana Kîngs College û St.Thomasê dibêjin: “Di nava bîrayê (avceh) de maddeya ethanolê heye. Ev madde dibe asteng ku hormona hilandina hestîya derkeve holê û rê li ber digre”. Ango; ethanol, wek kalsîyûmê hestîya diparêze. Herweha dibêjin xwedêgiravî bîra hestîyê meriv wek ê hespê qalind û xurt dike..Li ser bextê Doktorên Brîtanî be..

ZirKurdê bi aqil

 

Partîya Faþîstên Tirkiyê MHP þoreþek pêk anî. Abdullah Arzakçiyê kokKurd wek Serokê Herêma Amedê hat tayînkirin û wî di merasîma spasîyê de bi Kurdî axivî. Ewî bi Kurdî got: ”Xwedê Devlet Bahçelî ji serê me kêm neke. Ez Zaza me, Kurd im, lê li Tirkiyê pirsgirêka Kurd nîne, em bi Kurdî dipeyivin” û bi Kurdî Roja Jinên Amedê jî pîroz kir. De werin û serê wî li hêt û dîwara nexin! Hey qantirê qantir! Madem tu Zazayî, tu Kurdî û bi Kurdî dipeyivî, çawa pirsgirêka Kurd nîne!? Qey xiyarê Tirka bi te þêrîntir tê gewende!...

Polîsê Tirk têk çûye

 

Li gor rapora Midûrê Ewlekarîya Tirkiyê, polîsên Tirk di rewþek xirab de dijîn û psîkolojiya polîsên Tirk têk çûye, serê xwe xwarine. Midûr dibêje: “Polîsê me helwestek nebaþ nîþanî gel dide, tev li sûcên krîmînal dibe, jixwe zinêkarîya ku dikin nayê hesêb, divê polîsên me ji nû de bên perwerde kirin” û wekî din. Ango; polîsê Tirkekan, bi xwe de rîtiye. Me jî ji Midûrê Ewlekarîyê re nameyek þand û got: “Lotikxane kare polîsên we bi metodên demokrasî û Kurdewarîyê perwerde bike, alîkarî pêwist be wan biþînin laboratûara Lotikxanê”. Em li bendî bersiva wan e...

Lotikxanê pê veda

Li sêwasê polîsê Tirk Murat Goycincik (32) û Hatîce Goycincik (21) daweta xwe kirin û zewicîn. Þeva keçkanîyê ye. Bûk û zava dikevin oda xwe. Polîs Murat ji jina xwe re dibêje: ”Keçê hele ka bise ez li Lotikxanê binerim bê dîsa çi fesadî û çi zimandirêjîya me kiriye” û dikeve Lotikxanê. Dikeve Lotikxanê lê nema kare jê derkeve û dikeve xefka lotikvanên me. Polîs heta 05 ê serê sibê li berxwe dide lê nikare ji Lotikxanê derkeve. Jiber vê jî ji mêranî dikeve, lê ranabe û demança xwe dixe serê xwe û dîkê wê dikþîne “gummmm” û bi cehnemê þa dibe. De oxir be, em ji te jî xilas bûn...

Eþref lotikek li Tirka xist

Xortê Kurd ê Amedî Eþref Taþkiran li Izmîrê di pêþbirka bazdanê de zora Tirka bir û di bazdana 1.500 metroyî de bû yekemîn. Em wek Lotikxane wî pîroz dikin. Brakê me Eþref lotikek baþ li Tirk û Tirkistanê xist. Bila lingên wî saxbin û pêlavên wî neqetin. Divê her xort û keçên Kurd bi bîrewerîyek netewî, di her beþê jiyanê de hewl bide ku biserkeve û bide pêþîya dijminê xwe. Bijî Eþref Taþkiran! Em wî dikin endamê þerefê ê Lotikxanê.

© lotikxane 2006