Adil Duran

Mafya Îsmaîl

Bavê Ronahî

Serê ben

Mîrza Yildiz

De lorî lorî

Lezgîn Þêxo

Xefûr û Kerîm

 

Bavê Welat     

Kî demokrattir e?

Xançepeklî Mihê

Taktîka Kalemêr

Babê Vînazê

Wênesazî

    

 

 

                  

        Hindik û rindik.....           Magazîna % 100 Kurdî... 

 

 

 

 

RojdaAydin      Lotikxane     

Xalê Qadîr

Evîndar Can

Arþîv                                 info@lotikxane.com              lotikxane@hotmail.com

Yavuz Bîngol jî nesîbê xwe stend

03.06.06-Stranbêj Yavuz Bîlgol li bajarê Samsûnê beþdarî þahîya Zanîngeha 19 Mayisê dibe û konserekê dide. Bîngol di nava stranên xwe de carcarê dipeyive û þîreta li temaþevanên xwe dike. Bîngol dibêje “eskerên ku tên kujtin jî brayên me ne û ên li çiyê ne jî brayên me ne. Ev welat ê me teva ye. Bijî evîndarî, bijî ev tiþt û ew tiþt” û dewam dike.  Li ser van gotinên wî Midurê Ewlekariyê wî dide dadgehê û dozê lê vedike. Di doznama xwe de dibêje “ev terorîste, cudaxwaze û hevalê Lotikxanê ye”.  Mîster Bîngol! Bi serê te em jî dibêjin “ev welatê me teva ye” lê Kurd baþqe ne û Tirk baþqe ne, nîvî ê me Kurda ye û nîvî jî ê Laz, Çerkez, Ermenî û Elî û Welî ye..Yanî ji Tirka re tu gû namîne..De qewet be ji te re....

 

Aha þahir divê wilo bin ha!!

03.06.06-Wek tê zanîn, ji mehê carekê, wêjezanên Lotikxanê wêjebêj û wêjerêsên herî qerase hildibijêrin û wan bi raya giþtî didin naskirin. Îcar wêjezanan, Xizan Þîlan ne bi tenê wek þahir, yan jî helbestevanê vê mehê û mehên din, þahirê sale jî hilbijartine. Ji þahirê miletê Kurd þihrek, bi rêz û tertîp, wek ku di malpera Amîda Kurd de hatiye nivîsandin:

 

Saetên Kambax

 

ez ji avika ku herikiye

malzaroka dayika min

dilopek av im

li gerdûnê

min çavên xwe

li Cîhana derewîn vekir

ji jiyanê dilþadî hêvî kir

salan êþa qehpik

pêþkeþî min kir

di giyana min de

konê axînan vegirt

dirêjiya saetên kambax

dibe tîr…

 

Gelo helbestevanê me ê sînornenas lê hayî ye ku hetanî bi zarokan jî dizanîbûn em hemû ji wî tiþtê ku di wî tiþtî de liviyaye çêbûne? Bi kurtî, tiþtê ku her kes pê dizanibe nabe hiner û hew!

   24 salî xwe helal kir

03.06.06 Igdir-Emê zêde li ser helal û herambûna çermikê zêde (sunnet bûn) nesekinin. Li gor hinek ola çermê zêde herame û li gor hineka jî wek þîr û þerbetê ye. Li bajarê Igdirê, Metîn Korkmazê 24 salî û bavê du zaroka sunnet bû û çermê xwe ê zêde jêkir avêt ber pisîkê. Dibêjin Metîn Korkmaz ji hevalekî xwe re gotiye “jiber ku mêrikê min biçûk bû min nedixwest ez çermê zêde jêkim û mêrikê xwe yekcar biçûktir bikim. Min bi xêra wî çermikê zêde jinek anî û bûm bavê zaroka. Niha biçûk be mezin be êdî ne xem e”.  Baþe ku te hemi di qurmik de jênekiriye Metîn efendî!

Îsot çi îsot..

 

02.06,06-Wek hûn zanin, Balyozê Amerîkayê Ross Wîlson berê çûbû Amedê û li tama þebeþên Amedê nerîbû. Piþtre çûbû serdana xiyarên Mêrdînê û dûre jî xwestibû li Heranê (Ruhayê) îsotên tûj biceribîne, analîz bike û raporekê di derbarê reformên li Tirkiyê de amade bike. Peyamnêrê me ê Ruhayê Evdoyê Îsotçî dibêje "Mîster Ross ji xwarina îsota tûj û ecînê (cîxkofte) bêhiþ ket û xwe li ber derbên îsotên Ruhayê negirt. Dibêjin ev tam hefteyeke ku Ross qebiz bûye û naçe destavê. Em nizanin wê ev derba bêderman bandora xwe li rapora wî bike yan na". Li gor agahdariya ku ji Enqerê ji me re hatiye, dibêjin Ross gotiye "li dê û bavê min herambe ku ez carek din wê quzilqurtê bixwim! Tobe!"

 

Tirka bi aqil

 

01.06.2006-De kerembikin li aqilê Tirk û mankenên Tirka binerin. Mankena bi navê Doga Beklerîz, jiber ku guhên wê mezinin radibe bi þîrêza (zemq) japonî guhên xwe bi çermê serê xwe ve þîrêz dike, vediþêre jibo ku kes guhên wê ên mezin nebîne. Yanî qaþo tirrê li ber xwe dikeve û ji guhên xwe þerm dike. Piþtre þîrêz (zemq) xwe berdane, guh û çermê piþtguh hevdu bernadin û pêre dibe nexweþîya guhnepixandinê. Xanima biaqil niha mecbûr maye serî li nexweþxanê bide û xwe emelîyat bike. Ne em dibêjin ev Tirkên melez (bêjî) ji xerabîyê pêve bi kêrî tiþtekî din nayên xelk xwe dixeyidînin wey….Ê bi xwedê guhên Erdogan jî mezinin, niza gelo ewê çawa wan veþêre!?

Mêrik naxwaze bimre, ma bi tirtirê ye weh!!

 Gurikî/ 01/06/06- Atatirkê duduyan Bulent Ecevîtê jenosîd, ji 18ê Gulanê û vir ve di rewþa vî sûretî de ye.Gelo melekên xezebê birêz Nekir û Nekîr çi hesabî jê dixwazin? Li gora analîkerên Lotikxanê, ji çapa devê wî xuyaye ku melek tiþtin anormal pêþê dikênê!

Ha xortno ha!

 

01.06.2006-Mala xwedê ava, xortên DDKDê li hev civiyan û bê xwînrijandin civîna xwe bi dawî anîn. Em wek Lotikxane wan pîroz dikin û dibêjin "metirsin, Lotikxane li piþta we ye" û herne pêþ!Lê gazindek me ji wan heye. Birastî me nizanî bû ku xortên DDKD hewqasî xesîs û destgirtî ne. Malneketno, malbat û eþîr bi deha mêra ji hev dikujin, xwînê dirjînin, lê gava lihev tên yan þêraniyekê bihevre dixwin û yan jî çend pez û berxa serjêdikin û li gundî û cîrana belav dikin. Em li bendî bûn ku hûnê kîlok beqlawe ji Lotikxanê re biþînin û devê me þêrîn bikin, lê we xwêsiya me di qirika me de hiþt haa! De dîsa ser xêrê be..Xwedê bê erê emê carek din beqlawê bixwin..

Feydeya penîrê sîrik

 

Wêne: Yuksekova haber

31.05.2006-Birastî keçên Colemêrg û Geverê pir zîrek û jêhatî ne. Hewqasî zîrekin ku taximê fûtbola keça çêkirine, ewê herin Stenbolê û lotika bavêjin keçên Tirka. Wekî din keçên vê herêmê maharat û xwedî hunerin jî. Neqiþ, dirûtin, xwarin, xwendin û hema karin hertiþtî bikin. Wey bijî ji we re, hûn her hebin! Li gor peyamnêrê me ê Geverê Hecî Ismet dibêje, ev hemi fêde û nîmetên penîrê sîrik in. Dibêjin penîrê sîrik meriv biaqil, zîrek û þareza dike. Li ser vê, Lotikxanê nimûna penîrê sîrik ji Colemêrgê xwestiye û difikire ku dest bi bazirganiya penîrê sîrik bike..De a bi xêr...  

Eslê xwe înkar nekir

31.05.2006-Stranbêja dengxweþ, Kurda Sêwregê Guler Iþik piþtî 30 salî serdana warê bav û kalên xwe kir û li gundê Sarý Örenê (em Kurdiya wê nizanin) bi parfuma rîx û piþkulên pez û dewarên gundê xwe bîhna xwe derxist. Guler xanim dibêje „min eslê xwe înkar nekir, piþtî sîh salî ez vegeriyam warê bav û kalê xwe, ezê sê-çar roja li gund bimînim û cardin vegerim nav fitne û fesadiya Stenbolê“. Bijî Guler xanima Sêwregî..Hema mero jibo sê-çar roja jî eslê xwe înkar neke dîsa jî baþ e, xêrek mezin e…..

 

Keçên Kurd lotik avêtin keçên Ereb

30.05.2006-Tîpa keçan a Yaneya Silêmaniyê ku di basketbolê de þampiyonê Iraqê ye, li Dûbaîyê bi 94-42 zora tîpa Bahreynê bir. Êdî xuyaye Kurd di her warî de lotika li xelkê dixin û aqlê wan hatiye serê wan. Dibêjin keçên Kurd di basketbolê de lotikên baþ avêtine û keçên Ereb brîndar kirine, ew pelixandine. Lê çi heyfe ku keçên me ne li ser navê Kurdistanê, lê li ser navê Iraqê beþdarî lotikavêtinê dibin..De dîsa jî xwedê wan bisitirîne û miradê wan bike

 

Sa goþtê sa naxwe

 

30.05.2006-Me heta îro tu xêr ji çepên Tirk, ji rast û misilmanên Tirk nedîtiye. Gava mesele dibe mijara Kurd, hema hemi wek gurên har êrîþî Kurd û doza Kurdistanê dikin û berjewendîyên dewleta xwe diparêzin. Di derbarê êrîþa ser Sazîya Þêwirmendîya Dewletê (Daniþtay) û provokasyonên li Þemzînanê de çepên Tirk (!) dîsa Kurd gunehbar kirin û êrîþî me kirin. Em baþ bi qumaþê hev zanin, me hevdu baþ naskiriye. Lê xwelî li serê wan Kurda be ewên ku hîna jî didin dû çepên Tirka û xulamtiya wan dikin. Bav û kalên me gotine "nanê Tirka li ser kaba wan e". Ango; Tirk Tirk e, ha çep, ha rast, ha misilman, ha dîk û ha mirîþk...

Pirsgirêka dîk hel nebûye

30.05.2006-Mîrê hêka Jamal Abdo silava li me dike û dibêje: Silav û hêkno hêvalen lotika, raste hêk berî mirîþkê hatiye ?
Lê pirsa dîk hîna nehatiye çareserkirin.
Dîk û bexwedana xwe! Heger dîk tuneba ma
wê kê azana sibehê bida da ku xwediyê hêkan xwe helal bikin ?
Raste pirsgirêka dîk maye. Ma go dîk nefisikandiba mirîþkê hêk çêdibû? Na! Wî çaxî mana xwe ewe ku hêk û mirîkþ ji dîk çêbûne. Jiber go Jamal Abdo dîkê me Kurda ye, dibe ku hemi hêk û mirîþk ji wî çêbibin..Yanî ew ne tenê Mîrê Mirîþka ye, herwisa bavê hêk û mirîþkên cîhanê ye jî...

Suphan ji remza memikan!

 

Fe summe bîkum ya Xwedan

Vê bêbavê dil teriþand

Ceger sot wê xwê lê reþand

Medet ji destê memikan!

Mele Mihemmed Ehmed Ebdulcebar

Muazzez xanimê jî da lotika

30.05.2006-Stranbêja navdar û bedew Muazzez Ersoy wek Balyoza Dilpak a Yekîtîya Milleta hat hilbijartin. Berî niha jî kesên wek Angelîna Jolîe, Þakîra û George Clooney bûbûn Balyozên Dilpak ên YM a..  Ersoy xanim dibêje “mêrê min ji min berdayî be, ez hê nizanim bê jibo çi ez hilbijartime. Evan bêbava çavê xwe bernedabe min gidî!” Wê Muazzez xanim here Afrîka û Afganîstanê û wê beþdarî çalakîyên rayedarên YM bibe, wê konsera çêke û alîkarîyê ide hev. Lê Muazzezkê dibêje “mixabin riya min bi Kurdistanê nakeve, ez ji dewleta kûr a serûbinê Tirkiyê netirsiyama belkî ezê biçûma Kurdistanê jî”. De tu û YM li hev...

Dan dû nêr, mê çêbû

 

Ji herdu artîstên navdar, Angelîna Jolîe û Brad Pîtt re keçikek çêbû. Rebena dabûn dû nêra (kur-law) lê dua wan qebûl nebû û ji wan re keçek bi navê Þîloh Nouvel çêbû. Heger Nouvel li diya xwe bê û wek wê bedew û xweþik be, xwedê dayê û wê bibe wek çêleka nav garanê. Na heger ne bedew be, jixwe perê dê û bavê wê pir in wê ji xwe re çend mêrên lixweheyirî bikire û miradê xwe bike. Kurdino, ji niha de têkevin dorê..Herin dora xwe deynin ser tenûrê berî go xelk fêkîyê darê bixwin qurban..

Papa îsyan kir

Papa Benedîktûsê 16.mîn jibo çar roja serdana Polonyayê kir û li halê mirîdên xwe pirsî. Li wir herweha serdana kampa ku di dema Hîtler de bi sedhezara Cihû (Yahûdî) têde hatibûn þewitandin (Auswitsch) kir û behitî ma. Papa nema xwe girt û îsyan li xwedayê xwe kir û got “ya rebbî! Tu çima bêdeng ma? Te çawa li himber vê zilmê dengê xwe nekir?” û gilî û gazindên xwe anîn zimên. Ev sîyaset çi bê wîjdan û bê merhemete yaho! Werin li ecêba kesanedî binerin ku Papa bixwe jî di wê demê de alîgirê Hîtler û neyarê Cihûya bû. Dinya çerq û berq e..Kevneserokwezîr û serokkomarê Tirk Suleyman Demîrel bilasebeb nedigot “dün dündür bugün bugündür”, yanî “doh doh bû îro îro ye”.. De xwedê gunehê Papa efû bike....

 

Tahsîn Taha  dijî

 

Kedkarê muzîka Kurdî, stranbêjê          dengxweþ Tahsîn Taha rojek wek îro       (28/05/1995) ji nav ne barkir û em di nava xemgînîyê de hiþtin. Bila ciyê wî buhuþta rengîn, serê malbata wî û gelê Kurd sax be.

 

Vîctorîya dilê me sot

 

Vîctorîya Sîlvstedt a Swêdî  bi bedewîya xwe mala peyamnêrê me Kerîmê Zikmezin þewitand û aqlê wî ji serê wî bir, dîn kir. Peyamnêrê me Kerîmê Zikmezin di þahîya Cannesê de Vîctorîya nasdike û awirên çavê wê wek tîrêjên lazerê dil û hinavê Kerîm diþewitîne. Kerîm hema yekser qrîza dil derbas dike û wek kevneserokwezîrê Tirkiyê Bulent Ecevît dikeve komayê. Li ser vê Lotikxane Vîktorîya daye Dadgeha Mafê Mirova û doza tazmînatê lê vekiriye..

Ma Mêrdînî û bale !...

 

Dibêjin li bajarê Mêrdînê dibistana bale vebûye û wê balet Tan Sagturk efendî jin û keçên Mêrdînî fêrî baleyê bike. Ji xwe hertiþt safî bûbû mabû bale! Wa Tirk dixwazin bi riya bale jî zarokên me ji rê bibin û wan asîmîle bikin. Xuyaye dewleta Tirk û dûvikên wê bi her awayî zorî dane asîmîlekirin û serþûþtina Kurda. Tan Sagturk (ku ji navê wî jî dixuye ku mirovekî xwînheram e) jî dixwaze bi riya bale jin û keçên me ji rê bibe û wek xwe aloz bike. De xwedê xêra wî qebûl neke..Heta em ev Kurd bin wê gellek kes tiliya xwe di me de rakin..

 

Xwedê aqilekî bide me...

Xwedê aqilekî bide vî milletê me. Ê xelkê diçin hîvê, balafira çêdikin, Mars û Tîtanîkê fetih dikin, ê me jî hîna li Dîcleya Diyarbekirê xwe di kevirên qul re derbas dikin da ku gunehên wan bên efû kirin. Lao ma  gunehê milletên bindest tên efûkirin bêaqilno! Bindestî koletî ye, koletî bêxîretî ye, bêxîretî gunehkarî ye û xwedê jî kesên gunehkar efû nake, vê zanibin! Kîja roja ku me welatê xwe ji bin nîrên koledarîyê rizgar kir, kîja roja ku em ji Tirk, Ereb û Ecema xelasbûn, bizanibin ku wê xwedê me efû bike û deryê buhuþtê ji me re veke...Wekî din xwe nexapînin...

Ev çi millete ya rebbî!

 

Hindik maye Tirk ala xwe li ser zimanê xwe dax bidin, çavekî xwe derxin û di þûna wî çavî de alekê bikarbînin, hewqasî ku fanatîk û nîjadperestên qewmê xwe ne. Bijî ji wan re! Ma wek me Kurda xwenenas û dijminê qewmê xwe ne? Binerin heta bi berberên wan jî bi modela ala xwe por dihûnin û propaganda al û qewmê xwe dikin. Yanî, mirîþkên wan bi Tirkî zelqa dikin, çêlekên wan bi Tirkî rîxê dikin û mirovên wan jî bi ruhê Tirkî gû dikin.. Lê em!? Em jî bi Kurdî Tirkitîyê dikin...Wey ne eferim ji me re...

Ceryanê Mahmûdo þehîd kir

Li bajarê Edenê, hostê ceryanê (elektrîkê) Mahmûd Akaydinê 54 salî xwest ceryana cîranê xwe Sabrî Sandal bikþîne mala wî. Lê xuyaye têlên ceryanê pir ji Mahmûdo aciz bûbûn ku ew kirin xefka xwe û pê vedan, kujtin. Dibêjin bi seeta laþê Mahmûd Akaydin li ser têlên ceryanê maye lê polîs nehatine û danexistine. Êêê, gava meriv Kurd be, helbet wê laþê meriv li ser têl û lat û zinara bimîne qurban, ma tiþtekî bê bedel heye! Ji polîsên Tirk re ferq nake, ha Kurdek miriye ha çûkek….

 

Xwedê da Mam Celal

 

Go xwedê da nabêje tu kurê kê yî.Dibêjin vê heftê Serokwezîrê Brîtanya Tony Blaîr û Serokwezîrê Danîmarka Andres Fogh Ramsmussen serdana Mam Celal kirine û heryekî ji wan wek dîyarî elokek bi xwe re birine. Ê helbet kêfa Mam Celal jî pir hatiye canim. Piþtî cardin bû Serokkomar êdî wê elok bi serde bibarin..De noþîcan be Mamo! Van rebenê eloka çi guneh kiribû ya rebbî......

Peywendî baþe, lê dostanî çêtire

03.06.06- Dibêjin li Zankoya (Zanîngeha) Duhokê anketek li ser peywendîyên Kurdistanê û Îsraîlê çêkiriye û di encama anketê de ji %73,25ê gelê Kurdistanê ligel Îsraîlê peywenîyên xurt dixwazin. Li bajarên Duhok, Silêmanî, Hewlêr û Kerkûkê ji 1600 kesî pirs hatine kirin û Kurd dibêjin “bavê min, ma jixwe Îbrahîm Xelîl Pêxember Kurd e, ji Heranê ye û kalikê Îsraîlîya ye. Yanî em Kurd û Îsraîlî xal û xwarziyên hev in, ma emê çima xêra hev nexwazin” û dilxweþîya xwe anîne zimên. Em xal û xwarzîtîyê nizanin, lê di sîyasetê de tê gotin ku “dijminê dijminê min dostê min e”. Îcar heta Tirk, Ereb û Ecem hebin divê dostanîya Kurd û Îsraîlîya neyê piþtguh kirin. Bizanin ku berjewendiyên netewî di ser hertiþtî re ye...De haydê a bi xêr...

Thank You Times!

03.06.06-Rojnameya Times di hejmara xwe de nexþeyek belav kir û texmîna welatên ku wê di 2020an de serbixwe bibin weþand. Di nexþeyê de Timesê cîh daye serxwebûna Kurdistanê jî û ev zêde li zora Tirk û çapemeniya wan çûye. Em bi navê Lotikxanê spasiyên xwe pêþkêþî xebatkarên Timesê dikin ku cîh daye serxwebûna Kurdistanê û heqê Kurda wenda nekiriye. Thank You Times!

Elqaîdeyê li El Hizbullah û El Ayetullahan rast kir!

 

03/06/06 Bêrûd- Peyamnerê me ê Rohilata Navîn Mihemmed Ehmed Abdullah, radigihîne ku serokê El Qaîdeyê Hezretê Ebû Mûsa Zerqawî, kaseteke xwe þandiye radyo û televizyonên libnanî û di kasetê de bi kufriyatên ji dînê felekî, hezretê Ayetullah Sîstanî û sekreterê Hizbullaha Libnanê Hesen Nesrullah þerpeze kiriye. Misilmanê bi nav û deng Zerqawî di kasetê wilo dibêje:”Emerîkî û ewrupî tecal in û Sîstanî û Nesrullah jî bûne hevalbendên tecêl! Ew miþrik û murtud in.” Ulemauddîn Zerqawî divabû ji wan re gotibaya ”minafiq”jî, lê negotiye. Xuyaye ji bîra kiriye. El Zerqawî bi vî haweyî dawiyê li gotina xwe tîne: ”Sinnî divê zû xwe ji þerê bi þîîyan re amade bikin!...” Tekbîrrrr!

 

Ya xweda ka aqil!?

 

03.06.06 Hindîstan-Kî dibêje Hindîstanî ne modern û pêþketî ne? Werin li ecêba xwedê û ehmeqîya însana binerin..Li herêma Orîssa a Hindîstanê, jinikek dil dikeve marekî kobra û li pêþberî 2 hezar kes bi dawet û dîlan bi marê kobra re dizewice. Jinika bi navê Bîmbala Das a 30 salî ji çapemenîyê re dibêje “jiber ku mar nikare bipeyive û ji peyva me fêm nake, em bi awayekî taybet bi hevre têkilîyê datînin. Çi cara ku ez þîr datînim nêzîkî ciyê ku mar lê dimîne, ew tê û þîr vedixwe. Ew qet ziyanê nade min”. Bavê keçikê Dyutî Bhoî jî dibêje “ez bi zewaca keça xwe bextewar im. Keça min nexweþ bû, perê me nebûn em wê bibin tedawî bikin. Lê piþtî ku þîr ji mar re bir, ew aþiqî mar bû û ji nexweþîyê rehet bû. Ez bi zavayê xwe serbilindim”. De îcar kî mala xwe xira dike û dibêje Hindîstan ne welatekî moderne û demokrasî lê nîne? Ma ji vê demokrasîyê zêdetir demokrasî dibe ya millet!? 

Kurd dest bi firê dikin

 

02.06.06-Dibêjin berpirsiyarên Koleja Asmanî ên Amerîkayê dixwazin li Duhokê þaxekî Koleja Asmanî vekin û xort û keçên Kurd bikin pîlot. Wey ser xêrê be, pîroz û bimbarek be. Heger ev rast be êdî serxwebûna Kurdistanê jî ne dûre. Li gor peymana lihevkirinê, Dewletên Yekîtîya Amerîkayê wê di 01.01.2007an de li Duhokê Kolejê vekin û xort û keçên Kurd perwerde bikin. Dibêjin Berpirsiyar Paûl Krîngerr û James Flebîng gotine ku pêwistî bi kolejek wilo heye. Ma pêwistî û hew xwedêjêrazî! Yabo bi telaqê bê fitû pêwistiya me bi hertiþtê ku bingeha dewletbûnê deyne heye lo! De xwedê xêra Amerîkayê li deftera xwe binivîse....

Tommy di Tirka de bir

 

Simo-01/06/06 - Hema hema di hemû rojnameyên tirkan ên îro de mirov li xeberên ku Qomandarê herî mezin Tommy Franks, bi tirkan re kiribû rast tê. Tommy, bi xeberan namûs û þerefa tirkan aniye pênc peran. Wek tê zanîn, tirkan di þerê Iraqê de di bin kayê re av herikandibûn û bûbûn hevalên Seddam.Îcar ganêreyê emperyalîstan û kafirê insanperwer Tommy Franks, piþtî ku devê misilmanên wek Seddam diçirîne, berê xwe dide tirkan û dibêje, "Ha mirov wilo dike hev, ha! Min barbarê mezin Seddam di çopa tarîxê de werkir û hetanî bi ber jî di tirkan de bir!..."Herbijî general! De qey general gerîlla Kara Muradê me jî wê rojekê di wan de bibe, canim!

31 salîya YNK pîroz be

01.06.2006-Îro (1 ê Hezîranê) Yekîtî Nistimanî Kurdistan 31 saliya xwe dagirt û kamil bû. Endam û dilxwazên YNK li herderê vê rojê pîroz dikin û lotika davêjin. Bi minasebeta pîrozkirina 31 saliya YNK me jî wek eþîra Lotikxanê tam 31 elok ji Mam Celal re wek diyarî amade kir, me pîroznameya xwe jî li ser piþta elokekê girêda û me elokên xwe avêtin postê. Lê mixabin piþtî pênc roja elokên me bi brîndarî li me vegeriyan û gotin “kaka, rayedarên balafirgeha Bexdadê bê vîze em qebûl nekirin”. De 31 saliya YNK li gelê Kurd pîroz be....

De gidî!!

 

01/06/06-The New York Times dibêje ku tîmên emerîkî ji hêla Iraqê û Afganistanê ve ha ha sînorên Îranê derbas dikin û vedigerin cihên xwe. Li gora rojnameyê, tîm bi wan raberdanan didin zanîn ku ji Îranê re nexêr e. Tîm derûdorê keþif dikin…Gotineke me kurdan heye dibêjin”Kwîro te çi divê?” Kwîro jî dibêje “Min çav divên”Îcar Lotikxane jî ji Xwedê, ji þerê ku emerîkî bi melayên jenosîd re bikin pê ve tiþtekî din naxwaze! Ax ku bi emerîkiyan re jî temamê dinyayê li wan xistibaya! Bi telaq tam dibû bi þîr û þekir!

Kurd berê xwe didin baþûr

01.06.2006-Serokê Beledîya Batmanê, mîrze Huseyîn Kalkan hevpeyvînek bi rojnameya Amerîkî Los Angeles Times re kir û gotinên balkêþ gotin. Kalkan dibêje „ger statuko neyê guhertin Kurd dikarin veqetin“. Di derbarê Ocalan de jî dibêje „jixwe bêyî wî tu pirsgirêk çareser nabin“ û hevpeyvîn dewam dike. Lê tiþtê bala me kiþand ev bû ku kekê me kalkan dibêje „di nav Kurda de pêla nîjadperestî û neteweperestîyê bi pêþdikeve. Jiber ku pirsgirêka Kurd çareser nabe ew berê xwe didin baþûr û bi sempatî li baþûr dinerin“. Xwezî!!! Ka ew roja ku Kurd hemi bibin nîjadperest û neteweperestên welatê xwe û meqesekî bidin kirasê bratîya xwe û Tirkên hov! Yan kekê Kalkan ji pêþketina nîjadperestî û neteweperestîya Kurd acize gelo!? De xwedê alîkarê me nîjadperest û neteweperestên Kurd be rebbî…

Hemþerî rê neda Baydemîr

31.05.2006-Wezîrê Hundur ê Tirkiyê Abdulkadîr Aksûyê Diyarbekrî rê neda hemþeriyê xwe Osman Baydemîr ku beþdarî Kongreya Îdareyên Herêmî a Konseya Ewrûpayê bibe. Me xwest em navbera wan xweþ bikin lê mixabin me newêrî bû. Em ji sedî sed zanin ku wê wan bigota “ev pirsgirêka me a navxweyî ye, em hemþerîyê hev in û têkilî karê me nebin”. Jiber vê jî me dengê xwe nekir. De xwedê ji Abdulkadîr Aksûyê zirKurd re nehêle...

 Xurfaniye xurfanî!

 

 Hê hê hê, kezîzerê kezîzer, tu di ser çavên min re wer  

Xulam wan memkên te bim, serê memkan dane der

Wek tiriyê Zinarê, nêvî sor û nêvî zer   

Tahma memkên te xweþ in, wek penêrê nav koçer

Hela yabo hela hela!....

                       

Ooooh, kezîzerê kezîzer, malxerabê de ka wer

Ez nexweþ im, bawî me, ji te re dêbêm çar xeber

Heger bi aqilê te keve, ber bi mala me de wer

Xulam wî fîstanê zer, memik di bin de girover

Selewat li navê pêxember!

Allahumesellî elaseyidîna mûhemmed!

 

Dengbêjê Lotikxanê Þêxzerzûl

))))))))))))))))

 

31.05.2006-Terorîst û xwînheramên Erebên Siûdîyê, Muhammed Salih el-Remyan û Muhammed Salih Suleyman el-Reþûdî ji Siûdîyê derbasî Urdunê, ji wir derbasî Sûriyê û ji wir jî derbasî Stenbolê dibin. Hinek ivîskarên Tirk meraq dikin û dipirsin “ew çima hatine Stenbolê?”. Ma çima hatine bavê min! Li Þamê ji Muxabaratê û li Stenbolê jî ji Mîta Tirk emir û ferman stendine da ku herin li Kurdistanê terorê bikin..Ma ji vê rehettir heye! Nivîskarê ne nivîskar, qantirê qantir Murat Çoban jî dibêje “ew ji alî qaþo polîsên Kurdistanê ve hatine girtin” Qantiroooo! Wê qaþo-maþoyê qiraseyek wilo xistiye we ku hûn nema zanin bê hûnê bêjin çi û nebêjin çi looo! Li gor tê gotin herdu terorîst poþman bûne û gotine "me gû xwar!"

Çeçena bedew

 

30.05.2006-Li Çeçenîstanê pêþbirka keçên bedew hat lidarxistin. Lê ne ew keçên ku hûn dibêjin ha! Pêþbirk ji alî hikûmetê ve hat lidarxistin û li ser çibû hûn zanin? Li ser “kîjan keç kare xwarina xweþ çêke, kîjan zêdetir adetên Çeçenî zane û mezîyetên (huner) wan ên civakî çine” bû. Di pêþbirkê de Zamîra Dzhabraîlova a 15 salî biserket û xelat girt. Ev cara yekeme ku li Çeçenîstanê pêþbirkek bi vî awayî tê lidarxistin û hîna ji sedî 90 ê malbata destûrê nadin ku keçên wan têkevin pêþbirk û mêþbirka. Me bi telefonê xwe gihand Zamîra xanim û me jê pirsî: Pîroz be, gelo birastî tu zanî xwarinên xweþ bipêjî? Ewê bi ken got: Ma çawa nizanim! Bi serê we ez îmana xwarinê derdixim! Meselen wek çi? Meselen ez zanim hêka biqelînim, bikelînim û biçelqînim. Wekî din ez zanim þorba nîskê çêkim û a herî zehmettir jî ez karim pîvazê bikim çar telaþ! Ma ne bes e? Erreeekk! Birastî te îmana xwarinê derxistiye! Baþe ma tu zanî mehîrê jî çêkî? Mehîr!? Ew çi quzilqurte îcar!

هونه‌رمه‌ندانی دهۆک پله‌ی عه‌سکه‌ری وه‌رده‌گرن!

په‌یامنێری لۆتکخانه‌ له‌ شاری دهۆک پێ راگه‌یاندین که‌ پێشمه‌رگه‌یه‌کی قاره‌مانی شۆڕشی گوڵان، ئێستا فه‌رمانداری له‌شکری کوردستانه‌ له‌ ده‌ڤه‌ری بادینان. ئه‌م جه‌نه‌راله‌‌ مرۆڤێکی نه‌ خوێنده‌واره‌. ئینجا بۆ ئه‌وه‌ی کاروباره‌کانی به‌رێوه‌ببات، گه‌نجێکی ده‌رچووی په‌یمانگای هونه‌ره‌ جوانه‌کانی دهۆک دامه‌زراندووه‌ وه‌ک سکرتێر، سکرتێره‌که‌ش هه‌موو کاروباری فه‌رمانده‌ی دهۆک به‌ رێوه‌ده‌بات و چونکه‌ ده‌رچووی په‌یمانگای هونه‌ره‌ جوانه‌کانه‌، خه‌ریکه‌ پله‌ی (رائید) ده‌داته‌ هونه‌رمه‌ندانی دهۆک و موچه‌شیان ده‌داتێ!!. له‌ هه‌مان کاتدا "له‌قه‌" له‌ پێشمه‌رگه‌ی قاره‌مان و کارمه‌ندی خاوه‌ن ده‌یان ساڵی خزمه‌ت و خه‌بات ده‌دات!!. سکرتێری لاو بۆ په‌یامنێری "لۆتکخانه‌" گوتی؛  ئه‌م هونه‌رمه‌ندانه‌ هه‌ره‌شه‌یان کردووه‌ و گوتوویانه‌ ئه‌گه‌ر پله‌ی رائیدیان نه‌ده‌نێ ئه‌وان ده‌چنه‌ ناو ریزه‌کانی یه‌کێتی نیشتمانی کوردستاندا!؟ ئێمه‌ لێره‌ پرسیار ده‌که‌ین ئایا که‌س نییه‌ "له‌قه‌یه‌ک" له‌م سکرتێره‌ش بدات؟

Hunermendên Duhokê pileyên eskerî werdigirin    

30.05.2006-Pêþmergeyekî qehremanê Þoreþa Gulanê, niha li devera Behdînan bûye Fernandarê leþkirê Kurdistanê. Ev pêþmerge mirovekî nexwendewar e. Loma wî ji bo birêvebirina karûbarên xwe, xortekî derçûyê Peymangeha Hunerên Ciwan, kiriye sekreterê xwe û hemû karûbarên fermandeyê ketine destên wî xortî û niha bi keyfa dilê xwe pileya (Ra’id) û miaþekî mehane dide hevalên xwe yên hunermend û “Lotika” li pêþmergeyên qehreman û karmendên xwedî xizmet dixe.Ev sekretêr dibêje “van hunermendan gef kirine û dibêjin eger hûn me nekin (Ra’id) û pereyekî baþ nedin me, emê bigihin partiya (Yekêtî Nîþtimanî Kurdistan)”. Em li vir ji rayedarên Hikûmeta Kurdistanê pirs dikin: Gelo kes tune ku Lotikekê li vî sekreterî jî bixe? Ew çawa dikare li ser xwîna þehîd û malbatên wan biçêre?

 

 Wîlson berê xwe da xiyarên Mêrdînê

Balyozê DYA ê Anqerê Ross Wilson di roja duyem a gera xwe a Diyarbekirê de serdana Baroya Diyarbekirê, Komela Karzasan û buroya AKPê kir. Ross Wîlson piþtî ku têr zebeþên Didarbekirê xwar û dilê wî xeliya, îcar berê xwe da nav bax û bexçeyên Mêrdînê û xwest li tama xiyar, tirozî û tirîyê Mêrdînê jî binere. Dibêjin piþtî ku Ross Wîlson li tama fêkîyê Mêrdînê jî nerî, êdî wê biryara xwe di derbarê pirsgirêka Kurd de bide. De haydê serketin mîster Wîlson....

Gulben xanim, hêdî hêdî canim

Wek hûn zanin, xwedênegiravî Gulben Ergen bûka Kurda ye û bi yekî Colemêrgî re zewicîye. Zilamê wê brayê Yilmaz Erdogan ê þanoger e. Her çiqasî bi nav Kurd bin jî, lê mixabin heta niha me gotinek û helwestek Kurdewarî ji wan nebihîstiye û nedîtiye. Welhasilîkelam, Gulben xanim jibo kiþandina wêneyên albûma xwe radibe diçe Malezyayê û li wir sûretê xwe dikþîne. Yanî tu dibê qey tu ciyekî xweþ li Colemêrgê yan li Tirkiyê tunebû ku jinik radibe bi hezara dolar dide û diçe sûretê xwe li Malezyayê dikþîne. Gulben xanim! Malxezûranên te li Colemêrgê ji birçîna dimrin! Kes hene ku gepik nan bi destê wan nakeve. Ma te heqê riya Malezyayê bida feqîrekî Colemêrgî ne bixêrtir bû ya zalim!? Yan çavê te bar nabe ku yekî Kurd têr bixwe newisa!? Lê ne sûcê te ye.. Qey jinek wek te di nava Kurda de tunebû bavo....Ax ji derdê van Kurdên nezan re axxxxxx!!

Mijara hêk û mirîþkê safî bû, ma a Adem û Hawa!

 

Simo / Peyamnerê Lotikxanê Simo, ji Londrayê ragihand ku pisporê genetîka demborî û Profesorê Unîversîteya Nottinghamê John Brookfield, piþtî lêkolîneke dûdirêj û berfireh peyitandiye ku mirîþ ji hêkê çêbûye. Xebata Profesor, ji bal temamê alimên ku beþdarî konferansa li ser hêk û mirîþkê bûbûn bi yek devî hatiye qebûlkirin. Pisporê felsefê Profesor David Papineau, serokê Federasyona Mirîþkên Ingilîstanê Charles Bourns jî di konferansê de bûn.Di dawiya konferansê de piþtî ku hêk bi hemû haweyî qezenc dike û dor tê ser pirsan, Simo jî wek gelek rojnamegeran, ji bo xwendevanên Lotikxaneyê, ji profesor dipirse:“Ezbenî, Hawa jina Adem, yan keça Adem e? Û herwiha jî gelo tu xabata te li ser ku Adem ji Hawa ye yan Hawa ji Adem e heye? ”Professor xwe hinekî aciz dike û dibêje:”Bi rastî mirov carina di aqilê hin dînan de nagihê. Him dibêjin ku Hawa ji bin parsuyên Adem afirî ye û him jî wê dikin jina wî! Heqaretê li Adem û Hawa dikin...!”

Defa zikrê bû mode

Dibêjin defa zikrê hêdî hêdî ji mizgef û qul û kewara derdikeve û dibe aletek muzîka nûjen. Li Amedê atolyeyek defê hatiye vekirin û li wir xort û keçên Kurd hînî lêdana defê dibin, geh bi zikrê dikevin û geh bi surrê. Mamosteyê wan Kurdê Îranê Huseyîn Zahawî ye û ew dibêje “def bixwe aletek Kurdî ye û maka wê bajarê Sine, rojhilatê Kurdistanê ye”. Tê bîra me, sofî û derwêþ dihatin gundê me, li defê dixistin, qesîde dixwendin û bi surrê diketin. Îcar em hêvîdarin ku wê keç û xortên Kurd venegerin jiyana berî bi sedsalî û li ber defê bi surrê û edrê nekevin û dîn nebin...Muzîk jibo þahî û kêfxweþîyêye, ne jibo dînbûnê

Pençeþêrê lotikek li Mehmet Uzun xist

 

Mehmet Uzunê ku xwe bi ewrupiyan wek hîmdarê zimanê kerhorlorûgor û bavê edebiyata kurdî dabû naskirin, mixabin di dawiyê de bi kanserê ket. Nivîskarê bi nav û deng niha li Stockholmê li nexweþxaneya herî mezin Karolinska radizê. Doktorên herî gubgube dan zanîn ku ew ê di vê hefteyê de li himberî nexweþiya Uzun, radyoaktîvê bi kar bînin.Îcar dema ku doktoran li himberî nexweþê xwe ê bi kanserê radyoaktîv bi kar anîn, ew jî tê maneya ku heger nexweþ ji mirinê netirse dikare þeþ mehekî bijî, û na heger bitirse di çend hefteyekî de diçe.Em wek birêvebirên Lotikxanê bi nexweþiya nivîskarê xwe ê hêja M.Uzun pir xemgîn bûne û hêviya me ew e ku cenabê wî, ji wê nexweþiya zalimane rojekê berî rojekê xelas bibe. Lotikxane

Kulîyên Tirk êrîþî Geverê kirin

Li gor ragihandina peyamnêrê me ê Geverê Hecî Mihemedê Botî, kulîyên Tirk bi ser herêma Geverê de girtine û zad û zerzewatên Kurda talan dikin. Hecî Mihemed dibêje “heyran heta niha dewleta Tirk bi tenq û topên xwe êrîþî gundên me dikirin. Lê îcar niha taktîk guhertine û kulîyên xwe yên ajan berdane herêma me da ku bax û bexçeyên me dagîr bikin û Geverîya ji birçîna bikujin”. Li ser vê xebera nexêrê, me wek Lotikxane dest bi kampanya komkirina “jehra kulîya” kiriye û emê di demek nêzîk de bi jehra Kurdî êrîþî kulîyên Tirk bikin...

Sedema AÎDSê hat dîtin

Piþtî 25 sala, pisporên Amerîkî sedema nexweþîya AÎDSê kifþ kirin. Êdî kesîn bû ku nexweþîya AÎDSê ji Afrîkayê, ji welatê Kamerûnê û ji meymûnên Þempanze derbasî mirova bûye. Li gor 1.300 nimûneyên ku pispora ji pîsîya Þempanzeya girtibûn, derket holê ku AÎDS ji meymûnê derbasî  mirov bûye û ev jî bi riya xwarina goþtê wan yan jî devlêkirinê çêbûye. De çavê mirovatîyê ruhnî be! Lê di hinek çîroka de tê gotin ku eslê wan meymûnên Þempanze jî Tirk bûye. Dibêjin bapîrên wan ji Mongolîstanê koçberî nav daristanên Kamerûnê kirine. Xwedêgiravî rayedarên Kamerûnê gotine "emê bapîrên Tirka, meymûnên Þempanze biþînin Tirkîyê û teslîmî torinên wan bikin"..

Wî jî xwe kiriye lawê  Barzanî û…..

 

Gurikî/ Peyamnêrê Lotikxanê ji baþûrê Kurdistanê radigehîne ku berî niha bi çendeyekî, polîsên Silêmaniyê jineke ku li derdora salekê bû xwe kiribû keça Celal Talabanî û bi qasî du milyon dolar pere ji kurdên reben stendibûn, girtine.Girtine lê pere negirtin. Jinikê pere hemû li vir û wirî xwe xerc kirine.Îcar tê gotin ku yekî jî xwe li Erebistanê kiriye lawê Mesûd Barzanî û dinyayek dolar ji þêx û þûx û mahþûqên ereban stendiye.Erê, kelecan e, heyecan e! Kurdên baþûrê Kurdistanê û bi taybetî jî endamên YNKê ketine taya ku heger sibehê, vê carê jî li Efrîqayê, hin xwe bikin jina Mam Celal û bi serokên efrîqiyan re li vir û wir bên dîtin, ew ê çi xweliyê li sere xwe bikin? Hîn heye, lê niha ewqas bes e

 

Li ser “Nîhate” yek çû û dudu jî man!!

 Nûçegihanê Lotikxanê Karûþê Bûblanî, ji Geverê ragihand ku doh bi êvarkî re, li hindama senemê Ata Virqo, neh-deh mêrên Geverî û Diyarbekirî xwe di hev werkirine. (Berdewam bitikînin)

 

 

Dimokratî

 

Dibêjin li Swêdê hewqasî dimokrasî heye ku êdî kovî û xezalên Swêdê bêtirs dadikevin nava bajêr û li MacDonaldsê xwarinê dixwin. Li gor emaîla ku ji me re hatiye, dibêjin heywanên Iraqê jî êdî doza mafê xwe dikin û demokrasiyek berfireh jibo xwe dixwazin. Lê em nizanin wê mafê elokên Iraqê çawa be, ew pirsgirêkek sîyasî û netewî ye.  

Kî ji kê ye?

 

Kovara Aktuel vê heftê mijara xwe kiribû Atatirk û kurê wî ê manewî (!) Abdurrahîm Tûncak. Xwedêgiravî Abdurrahîm Tûncak kurê Atatirk ê manewî ye û warîsê (pêmayî) serweta wî ye. Hûn zanin, jiber ku Atatirk nemêr bû zarokên wî çênedibûn û zarokên xelkê ji xwe re dikirin keç û kurên manewî. Îcar kovara Aktuel meraq dike û dipirse “çima ev herdu pir diþibin hev?” Ma jê rehettir heye xwedêjêrazî! Ya Atatirk ji Abdurrahîm e û yan jî Abdurrahîm ji Atatirko ye..Lê jiber ku Atatirko nemêr û pedofîl bû, ji sedî sed ew ji Abdurrahîm e..Abdurrahîn Tûncak dibêje “hinek sir hene ezê bi xwe re bibim gorê”. Em jî zanin qurban! Ma çima arþîva Atatirk eþkere nabe? Ma çima Atatirkî korûma yasasî heye? Jiber van sirên pedofîlîyî û qûndetîya wî ye..

 

Bê Þirove....

Provokasyon yan mirovokasyon

Wek hûn zanin piþtî bûyera Þemzînanê 14 gerîlla hatin þehîdkirin, bûyerên Amedê hatin lidarxistin û provokasyona dewleta kûr a Þemzînanê hat jibîrkirin û sergirtin. Niha jî tam di dema ku dewleta kûr û generalên wê bi êrîþa li ser Sazîya Þêwirmendîya Dewletê (Daniþtay) li ser sûc hatine girtin, balafirgeha Stenbolê agir pê dikeve û tê xwestin ku general dîsa rûspî derkevin. Tiþtê balkêþ eve ku xwedênegiravî rêxistinek Kurd bi navê Tak radibe li þewata Stenbolê xwedî derdikeve! Dibêjin di þewatê de ziyanek mezin li Tirka bûye (belkî derew be jî, lê çapemenîya Tirk dibêje 80 ton zêr telef bûye). Balafirên Tirk û Yûnanîya li hev dikevin, berî þewatê bi rojekê ceryana birca radara balafirgehê tê qutkirin û niha jî agir bi balafirgehê dikeve. Çi rasthatinên ecêb newilo!? Gelo ev fermanên kûr ji ku tên? Çima Kurd dixwazin generala rûspî derxin em jî nizanin..De xwedê dîsa jî xêra wan qebûl bike….

Hikûmeta Kurdistanê Ji Swêdê Destpêkir

 Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS), 25 saliya xwe di bin tesîra rivînên kurdperweriya hikûmeta Kurdistanê de dohna, pêrna, pitnapêrna, pitnêrê li Stockholmê pîroz kir. Û hema bi dû de jî kongreya xwe a 22an pêk anî.Ganêreyên PDKê û YNKê piþtî ku bi yekitiyeke zir kurdane rabûn û dan bin kurmanckên Serxetê û Binxetê û hemû ji ber xwe kirin, vê carê jî li serê PSKa ku 25 sal bû himaliya FKKSê dikir xistin û Federasyon bi carekê ve bi xwe hiþtin. Yanî di dawiyê de virqînî ji PSKê jî anîn û ew ji nav xwe avêtin.Îcar ho dinya! Wa konsulosên tirk û ereb û farisên ”kurd-mîguyem û sîk û nîk”, ji îro pê ve baþ bizanibin ku tiþtekî kurmancan bi Federasyonê re nemaye û þahê Federasyonê bûne kurd.  Em wek qeranên Lotikxaneyê vê serketina di qormaxa binketina Kurdistanî de li birêz YNKê, rêzdar  PDKê û hawrê hikûmeta nuh ji dil û can pîroz dikin

 Li ser navê qeranên Lotikxaneyê

 Lotikxan

Dawet li me

 

03.06.06- Ev demeke li Waþîngtonê li ser tenûra Qesra Spî gotin û paþgotinên zewaca Bush û Gonzalezza Rice tên kirin. Rojnama Amerîkî Globe evîndarîya herdu mecnûna kir manþeta xwe û got “ evîna Leyla û Mecnûn, Ferhat û Þîrîn, Mem û Zîn, Sîyamend û Xecê li ber evîna Bush û Rice netiþtek in. Evîna van herdu aþiqa hewqasî kûre ku wek petrola Kerkûkê bêbinî û bê sînor e”. Li ser vê evîna þaxberdayî me wek Lotikxane nameyek ji herdu evîndara re þand û got “binerin aqlê xwe bidin serê xwe! Hûn niha evîndarê hev bibin, hûnê di hilbijartinên pêþ de bisernekevin û evê ziyanê bide Kurdistana azad û Projeya Mezin a Rojhilata Navîn. Li bindoxîna xwe tenê nefikirin heyran! Bisekinin kengî go Kurdistan serbixwe bû, bi soz wek Lotikxane emê xwe bidin ber barê we û daweta we çêkin!” De ka em binerin bê ewê çi bersivê bidin me....

 

Daxuyaniyek ji Lotikxanê!

03/06/06 Ji istatistîkên di destê me de, xuyabû ku di siyasetê de a herî girîng ew e ku mirov bi haweyekî bikaribe pêþî insanan li xwe bicivîne. Aha Lotikxaneyê jî ew kir. Îcar ji bo me qet nepêwîst e ku hin me qeþmerok, xeberok û þeqlovîzkî nas bikin. Em ê guh li keþmûlan û dahbelorên di rengê pivikiya serqûþan de nekin û ji Kurdan re ha ha bibêjin. Çawa ku me girîngiyeke mezin daye siyaseta Kurdî, wilo jî em ê her û her girîngiyê bidin vî zimanê xwe ê ku xwediyê “sîk û nîk û mîguyem” xistiye temara mirinê û bi hemû haweyî bikiþin ser mijaran. Hînkirin liva rêsê me ye.

 Li ser navê koma Lotikaxanê

Lotikxan

Lotikxanê zora malperên Kurdî bir

Meha Gulanê (May) 1 milyon, 155 hezar û 829 kes ketine Lotikxanê. (1.155.829)

Jibo îstatîstîka meha Gulanê wêne bitikînin

 

Dewleta kûr û nizm

 

03.06.06 Wan-Doza provokasyona Þemzînanê li Dadgeha bajarê Wanê berdewam kir. Di rûniþtinê de zilamên Jîtem, Mît û Îta dewleta Tirk salon dagirtin û bi awirên har li derûdorê nerîn. Rêveberîya Gelemperîya Jandarmaya Tirk zixt li Dadwerê mehkemê kir û got “belgeyên  dizî neweþînin, ew sirrên dewletê ne. Heger hûn wan biweþînin, çawa ku Tommy Franksê Amerîkî dê û jinên me anî pênc pera, emê jî di dê û jinên we ni...!” Û belgeyên dizî nehatin weþandin. Yanî; Yaþar Buyukanitê sermezin, xwe li hiqûqa Tirkiyê ceriband û heta bi ber kir hiqûq û demokrasîya dewleta xwe...Birastî Tommy Franks ne neheq bû ku xwe li dê û jinên Tirka diceriband....

 

Mam Canan gavê paþde navêje

 

02.06.06-Wekîlê Colemêrgê ê AKP Esat Canan di derbarê bûyera Þemzînan û êrîþa li ser Sazîya Þêwirmendîya Dewletê de dîtinên xwe anîn zimên û got “min berê jî gotibû, ez li ser gotinên xwe ên berê me”. Canan dibêje “li Tirkiyê jiber du sedemên civakî tirsek heye û ew tirs jî tirsa guhertina rejîmê û bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî tirsa parçebûna Tirkiyê ye”. Wey tu her bijî Mam Canan! Rastî xweþe, tutiþt ji derew û tirsonekîyê dernakeve. Xwezî herkesê Kurd wek te rastgo û wêrek bûya..Dibe ku niha Kurd ji zûde rizgar bibûna..De xwedê Kurda þaþ neke û riya rastîyê pêþ wan bike..

Banûya Flamenkoyê mir

 

01.06.2006-Stranbêja Îspanî Rocîo Jurado, a ku wek Banûya Flamenkoyê dihat naskirin, jiber nexweþîya pankreasê çû ser dilovanîya xwe û rehma xwedê kir. Jurado yek ji wan stranbêjên herî navdar a Îspanî bû û wek Banûya (kralîçe) muzîka gel û Flamenkoyê dihat naskirin û hezkirin. Bila rehma xwedê lê be. Ne siûda me tuneye wey..Jurado soz dabû Lotikxanê ku piþtî ji nexweþxanê derkeve, ewê serdana me bike û lotikên Flamenkoyî ji xwendevanên me re bavêje. Lê nexweþîya çavnebar nehiþt….Oxira wê a xêrê be rebbî…

Eþîreta Tirko tehamulî pirtûkekê nekir

01.06.2006-Demokratîk Tirko Cûmhûrîyetî tehamulî pirtûka xanim Evîn Çîçek a bi navê  “TUTKULAR ve TUTSAKLAR / Portreler” nekir û 15 meh ceza li xwedîyê weþanxanê Ahmet Onal birî. Pirtûk ji alî Weþanên Pêrî, li Stenbolê hatibû weþandin û xwedîyê weþanxanê mîrze Ahmet Onal e. De bila çavê dewleta Tirk birje, destê wê biþkê û koka hemi Tirka biqele rebbî..Em sed Demokratîk Tirko Cûmhûrîyetî dikin bi qurbana Ahmet Onal,  xanim Evîn Çîçek û kesên wek wan Kurdperwer..

Licîya hêvîya xwe ji zindîya birî

Cembelî /Amed-31.05.2006-Licîyên ku berê hêvîya xwe bi PKK ê girêdabûn bîst salan li hêvîyê sekinîn, lê dîtin ku tiþtek ji wan derneket îcar hinekî li benda protokola PDK- B û PSK ê man. Lê gava dîtin ku xêr di wan de jî nîne, hêvî ji zindîya birîn, berê xwe dan þikefta ku eshabî tê de sêsed salan zêdetir razabûn. Sê km bi kaþan vekiþîyan da ku biþên rûyê xwe li kevirê þikeftê pêsûn û dilopek ava baran û befra ku ji nav kevirên þikeftê dadiwerivî bigirin û li rûyê xwe xin. Me ji yekî Amedî pirsî “gelo ma Amedî berbi dema Eshabetîyê ve paþde diçin?”  Wî got “belê! Jiber ku me tu xêr ji partî û rêxistinên xwe nedît, em mecbûr man xwe bavêjin bextê mirî, þêx û miþêxa". Lê ji aliyê din hinek dixwazin jibo dahatûyê îrtîcayê li Kurdistanê amade bikin. Divê Kurd þîyar bin û neyên lîstîka dijmin!  Ji me gotin. Paþê nebêjin kesî em þîyar nekirin...

Elametên qiyametê zêdetir dibin

31.05.2006-Di xwezayê (tebîetê) de hewqas tiþt diqewimin ku aqlê meriv disekine.Hinek dibêjin ku "ev qewimandin jiber hormon û guhertina genên (xerîta bedenê) însên û heywên in". Hinek jî dibêjin "na bavê min, ev kerametên xwedê û elametê qiyametê ne". Berî demekê li Çînê zarokek sêdestî çêbû. Berî çendakê jî li Îranê mirîþkek çarlingî peyda bû. Îranî jî li hember vê elametê matmayî man û dua ji xwedayê mezin re kirin. Îcar em nema zanin çi bêjin..Xwedê neyne serê mirîþkên Kurd û rehma xwe li wan bîne ...

Roja Qiyametê nêzîk bûye

31.05.2006-Li Çînê, bajarê Þanghayê zaroka sêdestî xelk matmayî hiþtin. Sê destên zaroka bi navê Jîê-Jîê hene û textor dixwazin bi riya emelîyatê yekî jêkin û zarokê ji cenawirîyê bikin însan. Em nizanin bê çi gunehê vê zarokê hebû-heye, lê emir emrê xwedê ye û em zêde nikarin tiþtekî din bêjin. Xêr û guneh di navbera zarokê û xwedayê wê de ye. Xwedê neyne serê zarokên Kurd rebbî…

Zinarê Xamo û “gunreþ!”

 

 Simo/Stockholm-30/05/06- Nivîskarê me ê herî çanvas Zinarê Xamo, di vê gotara xwe a dawiyê de, bala xwendevanên Netkurdê tiþtekî zêde zêde kiþandiye ser “gunikreþan” û bi haweyekî zanistî “gunikreþî” analîz kiriye. Lê mixabin, analîkerên Lotikxanê pir xemgîn bûne ku hostayê hêja, çima bi gunikreþan re têkilî qûnreþan jî ne bûye. Herçi gunreþ û qûnreþ in, du fenomenên ku di heman çaviyê de berwar in. Îcar nabe ku mirov behsa nenûkê bike û ji goþt qet nepeyive. Erê, me “gunreþ” nas kirin, îcar ev qûnreþ kî ne gelo? Bi hêviya ku nivîskarê me ê hêja Zinarê Xamo, bi gotarekê jî li ser qûnreþan raweste

 

Mîcrosoftê lotikek li Atatirk xist

30.05.2006-Mîcrosoft hersal ansîklopedîyekê bi navê Encarta derdixe . Di ansîklopedîya îsal de (2006) Mîcrosoft dilê Kurda hênik kir û Atatirk  xist nav rêza dîktarorên wek Hîtler, Stalîn, Mao û wekî din. Çapemenîya Tirk dîsa verþiya û xwe aciz kir. Em jî Mîcrosoftê pîroz dikin û dibêjin “her lotikek ku hûn li Tirka dixin bi hezar xêrî ye. Ger hûn dixwazin herin buhuþtê, hema bê lotik nemînin û lotika bavêjin Tirka”.

Ahmet Turk ji Mehmet Kurd efûyê dixwaze!

 

 

Gurikî/ Silêmaniyê 30/05/06 - Peyamnerê Lotikxaneyê Karûþo ji Silêmaniyê ragihand ku Ahmet Turk, li Kurdistanê ji dewleta Tirkistanê efûya Ocalan û temamê heval û mevalan xwestiye!Îcar me birêvebirên Lotikxaneyê fêhm ne kir qardeþim, ma gelo Ocalan û hevalbendên wî singê golikên mehmetçîkan rakiribûn ku Ahmed abê efuya wan dixwaze? Baþ e, gelo ewqas keç û xortên ku hatin kuþtin qey qebhet kiribûn? Ma mirov kurd be, gunehkarî ye gelo? Mirovên tecawizkar efuya xwe dixwazin, wilo ye yan na? Dibe jî ku em çewt bin canim! Heval, willehilezîm me hetanî niha nizanîbû ku kurdan, tecavvuz etmîþî tirkan kirine!

Þalom Tzîpî xanim..

30.05.2006- Wezîra Derve a Îsraîlê xanim Tzîpî Lîvnî hat Tirkiyê. Me sedema serdana wê baþ fêmnekir, lê peyamnêrê me ê Stenbolê Arîel Þaron dibêje “yabo bi Tewrat û Zebûrê min jî tiþtek ji serdana wê fêmnekir. Lê fesadîyên tên kirin eve ku xanimê xwestiye Wezîrê Derve ê Tirkiyê Abdullah Gul biceribîne bê ka mêre yan nemêre, jê tê yan jê nayê”. Dibêjin piþtî Tirkiyê wê xanim Tzîpî here Îranê û Ehmedînejad jî biceribîne...De xwedê xêra wê qebûl bike...

Tirro ne aþiqê Ewrûpayê ye

 

30.05.2006-Kevneserokwezîrê Laz ê Tirk Mesut Yilmaz li Berlînê ji rojnamevana re got “ez ne aþiqî Yekîtîya Ewrûpayê me. Em têkevinê jî em Tirk in û em nekevinê jî em Tirk in. Jibo me krîterên Ankerê derbas dibin”. Yaa! Ê baþe oxlim, madem tu ne aþiqî Yekîtîya Ewrûpayê bû, tu jibo çi li dû qûna wan digeriya û te tir û fisên wan bêhn dikir hê!? Piþtî ku tu bi tir û fisên wan bi jehrî ket, îcar tu dibêjî ez ne aþiqî wa me newlo!? Xwedê mala virek û derewîna biþewitîne..biçirîne Yilmazo biçirîne.....

Werin Lotikxanê

 

Dibêjin Dr Fîkret Yildiz û Dr.Fîkret Zengîn ji Komkarê îstîfa kirine û dev ji kursîyê hiþk berdane, li ser doþeka sînger rûniþtine. Em baþ meselê nizanin, lê li gor daxuyanîya wan ew dibêjin ku "tiliya xwe di me de radikin û nahêlin em sîyasetek modern bimeþînin". Ma ji vê rehettir heye qurban! Hûn dixwazin sîyasetek modern  bimeþînin? Fermo, kes wek Lotikxanê nikare sîyaseta modern û vekirî bimeþîne! Ji xwe kontenjana me jî nehatîye dagirtin, du kursîyên vala mane..De keremkin werin Lotikxanê, fersend ev fersende, îro heye sibê tune.........

Ma ez ji Eyþika Ereb im!?

 

  Hunermendê þêwekarê Filipînî Babê Xirpo berî çend roja reklamek berçavka durist kir û di karê xwe de biserket. babê Xirpo di emaîla xwe de dibêje "qurban, Hikûmeta Herêma Kurdistanê îhala dide Tirka û þîrketên artêþa Tirk Oyak ê. Çima ma ez ji Eyþika Ereb im?Ez jî dixwazim li Kurdistanê bazirganîya berçavka bikim, çima bi xêra xwe îhaleyekê nadin min?" Heyran ev daxwaza te zêdeyî qiweta Lotikxanê ye, li kera xwe siwarê û here Hewlêrê heyran....

 

Vînazê lotikek li me xist..

 

Xwendevana me Vînaza þîrîn ji Swêdê wêneyê xwe ji me re þandiye û henekê xwe bi me dike. Vînaz xanim zimanê xwe ji Lotikxanê re derxistiye û dibêje "yaaa! Ez xweþikim yan hûn?" û berdewam dike "babê min pêþî ji min hez dike û piþtre ji Lotikxanê". Helbet Vînaz can, tu cegera dayik û babê xwe yî, ê me em kurê jinbabê ne, helbet wê ji te hez bikin qurban! Xebatkarên Lotikxanê çavên te maç dikin Vînaz xan..Silavan li dê û babê xwe bike temam! Hejdoooo....

 

Suryoyo ji me jêhatîtirin

 

Dibêjin Suryanîyên Midyadê ji xwe re komeleyek bi navê “Komela Çandî a Suryanîya” vekirine. Koordînatorê vê projeyê Ozcan Dîlmen dibêje “projeya me ji alî Yekîtîya Ewrûpayê ve tê destekkirin”. Welle her bijî ji wan re! Ma wek me Kurda tirale, hesûd û zikreþên hev in!? Kurdên me çi dikin? Ew jî li Midyadê yan wê bibin cerdevan, yan wê jibo mirîþkekê hevdu bikujin û yan jî wê jinekê li ser jinên xwe zêde bikin..De yabo, îcar emê bi vî aqlî çawa biserkevin, çawa bibin xwedî dewlet û çi xwelîyê li serê xwe kin!? Xwedê kesî þaþ neke...... 

Haziriya Maratonê dikin

Þaristanîya Amedê dest bi xebatên hêja kiriye û yek ji wan jî tenduristî û spor e. Meselen binerin, kal û pîrên Amedî sarîya serê sibê seet ji 06.30 heta 07.30 a spora serê sibê dikin, hestîyên xwe nerm dikin û xwe ji stresê bidûr dixin. Li gor ku peyamnêrê me Elîkê Sporcî dibêje, kal û pîrên Amedî xwe amadeyî Maratona Dinyayê (pêþbirka beza navnetewî) dikin û dibêjin “yan emê biserkevin û yan emê biserkevin, yan Maraton yan neman!”........

Jiyana çi?

Dibêjin nivîskarê Dêrikî Bûbê Eser pirtûka xwe a bi navê Jiyanek li Stenbolê daye çapkirin. Heyran ev çapkirina li Stenbolê jî bûye mode haa! Lê me fêmnekir bê pirtûk li ser kîjan jîyanê ye? Jîyana axretê, a dinyayê, a hepsê yan jiyana li Stockholmê? Ax, ax! Kesî mala xwe xiranekir û pirtûkek li ser jîyana Lotikxanê nenivîsand....Pîroz be heyran....

Þîr vexwin cot cot bînin

Li gor lêkolîna pisporên Brîtanî, jinên ku zêde þîr vexwin û xwarinên ji þîr bixwin, ewê ji jinên din pirtir zarokên cêwî bînin û di demek kurt de bibin malbatek mezin, eþîr û dewlet. Pispor dibêjin     „ proteîna IGF a ku di kezeba heywana de ye, bi riya þîr û nebatên ji þîr derbasî însên dibe. Ev proteîn malzarok û hêkên jinê zîz (hessas) dike û hejmara hêka zêdetir dike“. Dibêjin sedema ku Amerîkî zêde zarokên cêwîk tînin jî jiber vê ye ku pir þîr vedixwin û xwarinên ji þîr dixwin. De haydê Kurdino, dor dora me ye! Hema ji þîr pêve nedin jnên xwe qurban! Bila jinên me taþtê 5 lître, nîvro deh lître û þîvê jî 20 lître þîr vexwin ku zarokên me cot cot çêbibin û em karibin zûtir dewletên derûdora xwe dagîr bikin…Di serî de jî dewleta Tirko…

Fîrst Lady

 

Jiber ku em xebatkarên Lotikxanê gundî ne, me berê nizanîbû bê "Fîrst Lady" çiye. Heta em hînî wê bûn çavê me derket. Welhasil, Fîrst Lady a temamê Iraqê û a kakacanên me yên Soranekan xanima berketî Hêro xan beþdarî konsera Þivan Perwer û Rojînê a li Berlînê bû. Bila herbijî û emrê wê hezarsalî be. Lê  Fîrst Lady a bakurê Kurdistanê, yanî a Kurmancekan Hatîce Yaþar xanim (Xecê) jî teþrîfî konserê kir û herdu Fîrst Ladya bi cilên xwe yên Kurdî konser xemilandin. Bila xwedê wan ji serê me kêm neke..Ma Fîrst Ladyên rojhilat û rojavayê Kurdistanê..Heger ew herdu jî çêbûn êdî taxim temam dibe..De xwedê kerîme...

 

© lotikxane 2006