H.Belê

Girêdayîşê

Fekê Vergî

F.Devliken

Çîrçîrok

 

B.Ronahî

Fisa dîk

 

L.Şêxo

Xalê Mûsa

 

B.Tosin

Rojekê

 

A.Dûran

Haş nabim

 

Z.Osman

Melayê Ker

Qosarî

Evîna şanoyê

S.Îloz

Mandelîna Nêr

Çi kesê ku ruhê netewayetî pêre tunebe, wê rojekê îxanetê bi milletê xwe re bike...M.Mistefa Barzanî....
 
 

Xaltîka Fatê-12

Xwerist

Tendurustî

Karîkatur

Youtube

Magazîn

Medya  ///  Arşîv

Lotikvan nikarin nixumandî bimênin

Jirko- 14/10/08-Kurdistan-

Ji xwe hûn lotikvana herî bi nav û deng û ya ku singê wê wek peqpeqonkane Pamêla Andersona 41 salî nas dikin, û hûn dizanin ku çend lotikvanên cuda cuda lotik li ciwankê xistine.

    Lê hermetê tihna wê neşikest rabû çû xwe di nav mîvanan de, di ahenge salvegera jidayîkbûna qewadê herî mezin û xwedanê kovara bi nav û deng "PlayBoy” Hîw Hîfnerê 82 salî de şilfî tazî kir >>>>>

 

Herêmek tampon naxwaze lê tirrê ji herêma tampon berdide

 

Firildeq Elî- 13/10/08- Stenbol- Bi elawekîl ev serokwezîrê Tirkiyê Kasimpaşalî Laz Reco heye ya, wek marê binê avê ye. Marê nav avê zû bi zû bi neriv venade. Lê ku fersend fît, avê li meriv venaxwe û qûşê li meriv diqetîne.

    Laz Receb di derbarê herêma tampon de gotibû na. Lê mêro piştre dibêje „Rast e, ez li dijî herêmek tampon im, lê emê 126 qereqol û baregehên nuh li ser sînorê Tirkiyê û Iraqê çêkin“ filan û fîstan. Ev jî dike 300 milyon YTL.

   Hûn dibînin bê kurê xelkê çi biaqilin newlo? Herêma tampon naxwaze lê 126 qereqolên nuh ava dike. Yanî, destê xwe di ser serê me re dibe, lê ji pişt ve jî xincerek bêîman li pişta me dixe.

    Êêêêêê, ev Kasimpaşalî Reco ye qerdeşim, ma ew ceger pêre heye ku ji General Başbûg re bêje na!

GÛYÊ  DÊYA XWE

B. Ronahî-13/10/08-  Ebdilayê Fetê darvan û qetarcîyê Cûlemêrgê yê herî navdar bû. Zîrekî û dûrûstî ya wî li hemû deverên Cûlemêrgê belav bibû.

   Ji ber hindê jî, xwedî hêstir û maldaran, heryekî dixwest  Ebdila bibe qetarçîyê wî. Gelek caran hêşta zivistan bû, xwedî hêstir diçûn  mala wî, bazarî pêre dikirin û ew ji xwe re jibo darvanîyê digirtin. >>>>>

Tirkan lotikek li Aydinê me xist

Polat Erdem- 13/10/08-Izmîr- Tirkên hov lotikek li kekê me Aydin Orak xist û lîztika wî “Araf” li bajarê Izmîrê qedexe kir. Ji ber ku lîztika Araf bi Kurdî bû û li ser jiyana Mûsa Anter bû, tirs xist dilê walîyê Izmîrê û tirr jê berda.

    Li gora ku Midurîyeta Ewlehîyê dibêje, walî efendî gotiye ku wê lîztika Aydin Orak xelkê bîne galeyanê, tofan û zelzelê li bajarê Izmîrê rake. Ji ber wê lîztik hatiye qedexekirin.

   Êêêêê, ev Tirk in brê min. Qaşo ji alîyekî dixwazin di TRT de weşana Kurdî bikin, û ji alîyê din Kurdî didin ber lotik û pehînên neinsanî.

   De xwedê bela xwe bide insanên neinsan erê welle û hew...

Mandelîna Nêr!

Senger Îloz- 12/10/08-

Ev ne zarokeke ku berî niha bi çend rojan ji dayîk bûye. Tibbê jî li ser vê mêweyê ji milyonan carek peyda dibe ne gotiye! Gelo ev mêweya ku bi her şiklê xwe diyare nêr e, çi mesajê dide?

    Li vê ecêbê binêrin, di vê mêweya tamxweş ku dema navê wê jî em dibihîzin av bi devê me dikeve tiştekî bala we bikişîne heye an na! >>>>>

Beytikê spî

Çûko- 11/10/08- Zelanda- Heta niha me tenê çûkên beytik ê gewrik dîtibûn. Ji xwe li Kurdistanê ji beytikên gewrik pêve kesî rengekî din nedîye. Lê li Zelandaya Nû beytikên reng spî jî derketine holê û ev jî ecêbek nuh e. Li gora ku pispor dibêjin, peydabûna beytikên spî di milyoncarê de yek e.

   Wênekêş M.Liyod ê Zelandî tam sê rojan xwe veşartîye ta ku wêneyê vî beytikê spî kişandiye. >>>>>

Sîng sedefê canê

Xirtiko-11/10/08- Berdana sîng û beran bûye mode û wey li wê ye ku sîng û berên xwe derxînin mazatê.

   Di nav model, manken û lîztikvanan de sîng û memikên mezin û bedew bûye mode. Hema bêjin modela ku neketiye bin neşterê û memikên xwe nekiribin wek nepoxê, kêm in. >>>>>

 

Vê carê jî xwe ji bo conegayan berdan çolê

 

Miradê Torî- 10/10/08- Bruksel- Endamên Komela Heywanparêzan xwe li Brukselê berdan çolê û kujtina conegayên arenayê şermezar kirin.

   Endamên ku ji jin û mêran pêk hatibûn, xwe li ber parlamentoya Ewrûpayê şût û rût kirin, xwe bi boyaxa sor xemilandin û kujtina conegayan protesto kirin. >>>>>

NAVÊ MİN TAYÎP E

Bargiran Baran- 10/10/08-Stenbol-

Merhaba ji we re! Navê min Elktat e û ez ji Rîzê me. Çi, we got çi?.. Bila ez ji kesî nebîhisim hûn dibêjin me gî dît me gî bihîst lê me navê Elktat jî tew ticar nebihîst. Ez 'aciz bûm, di 22 salan de bû hezar carin ez tim û tim dûbare dikim: Ew navê ez jê hez nakim bavê min ê 'erebhez li min kirîye û Elktat çî ye ne çî ye heta niha jî qet ji min re negotîye.

   Min çend caran ji dêya xwe pirsî, got ''ez çi zanim off, qey navê dergîstîyê bavê te yê 'ereb e''. Ez pir pê kenîyam lê dibe ku rast be jî.>>>>>

 

TILÎLÎLÎLÎLÎLÎLÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎÎ

PKK li ber çavêt nefelxanê başbû

 

Bedewa Porsor- 09/10/08-

Birastî gelekî bi min xweşe û baş bû, ku piştî lotika Bêzelê ji aliyê gerîlayên PKK ve, nefelxane êdî nema dev davê PKK û wan bi ergeneqûnê weyyyyy biborin bi ergenegûyê gunehbar dike, ev yek jî li kêfa min hatiye û ez dixazim nerîna xwe derbibirim.

   Gelî lotikvanan: Ez biraziya Fatê ne Apocî me, ne Barzancî me û ne Celalcî me lê ez Bedewa Porsor, wek meta xwe ya har Fatêya bi navûdeng nerînên xwe bi serbest û azad di lotikxanê de radigihînim.>>>>>

Jin ji bêhnê, mêr ji çav û burhan hez dikin

Şemal Amedî- 09/10/08-Hollywood- Li gora rapora Komela Psîkolojîya Amerîkayê, jin ji bêhna zilaman û zilam jî ji çav û burhên jinan hez dikin.

   Rapor diyar dike ku awirên çavê jinan û burhên bilind û rakirî bala zilaman dikşînin û agir bi doxîna wan dixin. Herweha jin jî ji bêhna zilaman hez dikin û gava bêhna çermê zilaman dikin, dibin wek çêleka nav garanê û didin lotikan. >>>>>

DÎLBER 

  Zoryar Tehlo-

  08/10/08-                                   
Dîlbera govendê xwe,dhejîne     
Bisk û kezî zêrîne
Çav ji derya evîne
Rûdêm ji heyva şevîne
 
 Dîlber gulnaz û rinde
 Tilî ji mûm û finde
 Bejin zirav û lewende
 Bi zerzeng û bilinde

 >>>>>

Jinên xwe bi hev diguhêrin

Jîrko- 08/10/08- Kurdistan-

Li vê acêba kesanedî binerin, berî demekê serokwezirê Danêmark çû serdana Berliskonê serokwezirê Îtaliya û di pêşwaziya wî de destpêkirin ku jinên xwe bihev biguhêrin.

    Lê lotikavanek Brîtanî Katrîn Tawnsnd ku pila profisor wergirtiya got: “Ev kar karê Inglîziya ye ne yê Îtalîya ya bavo” û lotikek avêt. Rojnameya Independent belav kiriye û gotiye ku >>>>>

Ev jî modelek nû ye

Kefenfiroş- 08/10/08- Êdî mirin jî bû mesrefek mezin û modelek nû dest pê kir. Dibêjin wê ji îro û pêde kesên mirî mal, firax û buhçika xwe jî bi xwe re têxin gorê.

    Li wêneyê jorîn binerin bê ev modela nû çawa ye. Qewîtîya vê jina di gorê de ev bûye go mal, hûrik û mûrikên xwe bi xwe re derbasî gorê bike, û her wisa >>>>>

 

BIRAZIYA FATÊ

 

 

Piştî ku meta min ya nazik û nazdar Fatê

Por sor kir û xemla xwe girêda û xwe bera nav civatê

Dest pêkir bi kar û xebatê

Û mala pir kesan xerakir wê mêratê

Min jî got: Nema liyaq min tê

Eger ez jî tevlî meta xwe, nekşînim êş û şewatê

Silav û rêz ji biraziya xaltîka we Fatê

Bi ehd û soz û qirar, lotikvanino ez BIRAZIYA FATÊ,  ji niha û şûn ve bi zimanê xwe yê germik û nermik derd û kulên we derman bikim.

Ez jî bi têra xwe heme û têra xwe li diniyayê geriya me.

Ji bîr nekin eger derd pêketiya Fatê rê bi min de ez ji wê ne kêmtirim.

mmmmmûûûûûççççç...!

 

 

ÇILO MIROV HO DIBIN..?

 

Zana Xanê-07/10/08- Li gora berhemên vekolîneke zanîngeha Iksfûrtê li Ingilistanê,tê gotin ku ên bi emir biçûk zûtir fêrî xwendinê dibin. Lê ên bi emir mezin çêtir dikarin zanyariyan kom bikin û biparêzin.

    Ev zanîna han,hate xuya kirin,piştî ku çend zanyarên zanîngeha Iksfûrtê,aletek ku bi lazerê bikartê saz kirin,ev alet dikare wêneyan ji tuştên ku bi sedê caran ji serê mûkî biçûktire bikşîne.

Bi vê aletê bala xwe dan liv û tevgera rehên

mejyê mişkên biçûk û ên mezin. >>>>>

 


Ev Batmanî çi modernin yabooooo!

Nûroj Hebizbinî- 13/10/08- Batman- Kî dibê Batmanî gundî û dinyanedî ne qerdeşim? Heçê dibêje mala xwe dibe mîratê. Hûn delîl û îspata modernîya me dixwazin? Aha ji we re delîlek qirase:

    Li Batmanê mexazeyeka binderpî û binkirasên jinan bi minasebeta 8 saliya xwe defîleyek binderpîkan amade kir û nêzî 250 jin û mêr, xort û gêncên Batmanî yên servekirî û yên serpûşayî bi hev re defîle temaşe kirin. Mankenên zerik, germik û nermik, mankenên Ûkraînî, Brezîlî av bi devê xortên Batmanî xistin û kef ji devê wan fûrandin.

   Hetta gellek xortên ku beşdarî defîleyê bûn, hingî li çîm, memik û kelefên wan mankenan nerîn, bazdan avdestxanê û bi xwe xweş anîn. >>>>>

LEBLEBÎ TOPF

B.Jînê-13/10/08- Ev çend rojin ez û zarok  bi hevre qala Labtopekê dikin. Bermalîyê jî guhdarîya me dikir. Spêdê li Aûtokînoya bajarê Kolnê herêma Porzê, bazara kevnefiroşan (Trodel markt )  hebû. 

    Bermalî jî hêjta em di xewê de diçe bazarê. Em ji xew rabûn, ew jî ji bazarê hat û ji me re got: Li bazarê  Laptopên nû hatibûn, hinek 150 hinek jî 180 Euro ya nin. 

    Min jî got: Dibe ku modelek gelek kevin be û di dest wan de maye, lewre erzanin. >>>>>

Malê bê xwedî: NEWROZ!

Diyar Baban- 13/10/08- Mahabad-  

Newroz (Nû roj) a ku Kawayê Hesinger lehengê wê ye û sembola rabûn û berxwedana milletê Kurd e, îro bûye nakokîya navbera dewletên wek Tirkiye û Îranê.

   Tirkên ku hetanî berî çend salan jî Newroz bi bahaneya ku cejna Kurda ye qedexe dikirin, xwedî lê derketin û kirin cejna Tirkan, cejnek netewî. Tew ji xwe tirrekên Tirk dibêjin “Bi sê telaqan berî Împaratorîya Medya jî eşîrên Tirkan Newroz pîroz dikirin” û agir bi mala xwe dixin. >>>>>

Nêçîrê me diçe nêçîrê

Şêrzad Zebarî- 12/10/08- Hewlêr- Li ser bextê fesad û ewanên konalên Enqere û Hewlêrê be, dibêjin nûnerê YNK ê Enqerê kak Behroz Gelalî li ser namûsa xwe sûnd xwariye, ku wê di van rojên nêzîk de serokwezîrê me Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiyê bike û bi rayedarên Tirko re lotikan bavêje.

   Dîsa tê gotin ku wê Nêçîrê me bi rayedarên Enqerê re çay û qehwê vexwe, pirsgirêkên navbera herdu welatan nîqaş bike û hetta guhê Erdogan jî bikşîne.

    Axir, di vê hevdîtinê de mafê Kurdên bakur neyên binpêkirin baş e. Em hêvîdarin wê Nêçîrê me destê xwe li masê xe, guhê rayedarên Tirko bikşîne û bêje. „Va hatin pêşmergên me şal û şapik li bejna wan, ewin ronya çavê me gulên sor bidin dest wan“ û bihêle ku rayedarên Tirko rabin govendê bikşînin.

    De a bi xêr çi be bila xwedê wê bike rebbî!

 

Ehmedê me lotikek li başûrîyan xist

 

Gerîlayê Bênav- 12/10/08-Mexmûr-

 

PKK a me hem xwe di nav sînorên başûrê Kurdistanê de vedişêre û hem ji başûr êrîşî bakurê Kurdistanê baragehên eskerên Tirk dike. Ev jî ne bes e îcar berpirsên Kurdistanê bi alîkarî û piştgirîya dewleta Tirk gunehbar dike. PKK a ku li berjewendîyên başûrê Kurdistanê û li selameta wê nafikire, germatîya ku di navbera berpirsên başûr û Tirkiyê de çêbûye rexne dike û vê helwestê li dijî berjewendîyên PKK dinirxîne.

    Ê tabî canim, berjewendîyên PKK di ser her tiştî re ye wey, wîî! Ma ji me re çi başûr bûye dewlet nebûye dewlet, başûr têk diçe naçe, parçeyek welatê me azad dibe nabe, ji me re çi!? >>>>>

 

Tê derxin:

Ev elok çi dibêjin?

 

 

Laçîner lotikek li generalan xist

Zinar Qelemşûr- 11/10/08-Stenbol- Generalên Tirk çareserkirina pirsa Kurd di şer û pevçûnê de, di înkar û tunekirinê de dibînin. Lê lêkolîner, pispor û gellek ji nivîskarên naskirî yên Tirkiyê berevayî vê, çareserîyê di naskirina ziman û nasnama Kurdî de dibînin û generalan didin ber lotik û pehînan.

    Serokê Dezgeha Lêkolîna Stratejîya Netewî USAKê Sedat Laçîner, general dan ber lotikan û li vajayî dîtina generalan qebûlkirina şert û şirûtên herêmê û azadkirina axavtina zimanê Kurdî parazt. >>>>>

Segbavên El Kaîde dixwazin Barzanî û Talabanî bikujin

Mistefa Kerkûkî-11/10/08-Bagdat- Li gor xeberên ku ji herêmê tên, El Kaîde şaxê Iraqê bi belavokekê serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokkomarê Iraqê Celal Talabanî bi kujtinê tehdîd kiriye.

    El Kaîdeya ku li dijî Amerîkayê cepha şer vekiriye, bi navê “Tûgayên Kurdistanê” rêxistinek çêkiriye û armanca vê rêxistinê jî ev e ku di Kurdistanê de çalakîyên terorîstî pêk bîne, sûîkastan li dijî serok û rêvebirên herêma Kurdistanê çêke û aramîya li Kurdistanê têk bibe. >>>>>

HINAR

B.Jîndar- 10/10/08-

 

Dara Hinarê  wek teraş û hejan bi çiqên xarûmar bilind dibe. Di meha nîsan û gulanê de bi kulîlkên xwe yên sorên xwemalî û taybet wek darek xweşîkahî û delalîyê  dixuye. Pir kêm jê kulîlkên zer û sipî jî vedidin. Li ser gupikên çiqan 1- 5 kulîlk peyda dibin. Ev kulîlk 50 -70 rojan wê dara hêja dixwemilînin. Bejna wê 4-5 mitroyan bilind dibe. Temenê wê jî digehe sedsalan .

    Piranîya belgên wê sorên wek riman li hember hev in.  Piranîya fêqîyên wê sorê agirî ne. Lê yên reng peyazî û rengên di navbera qahweyî û zer jî hene. Ev dara pîroz di navbera 120- 160 rojan de fêqîya xwe digehîne. Fêqî wek gulokek sor û jora wê devisandî xuya dike. Di nava hinek fêqîyan de bi qasî 1000 lib dindik hene.Di nava fêqî de sîsik ( tov - bizir) heye. Dora wan dindikan jî bi qaşilek wek kevilan (çerm) dorpêçaye. Fêqîyek payîzkî ye lê heta nîvê zivistanê wek dermanê hemi derdan tê parastin. >>>>>

DERMANÊ ÇÎNÎ YÊ HEMI DERDAN

Bavê Jînê- 10/10/08 Civata Kurdên bajarê Kolnê li ba temîrxana Ihsan rûniştî ne, sohbetê dikin. Civata wan xweş digere.

   Ihsanê temîrker ji hevalên derûdora xwe re dibê: “Mişterîyekî min yê Çînî dermanek ji min re dîyarî anîye.Derman ji hemû derdan re nûjdar e. Navê dermên  KÎR  KIR  SING e. Dermanê serêşê, pîştêşê, dilêş, kezebêş, pişik û gurçikan û gelek tiştên din e. Kî wî dermanî bixwe wek Brûslî dibe şervan, wek kovboyan çekdar, wek Memet Elî Klêr dibe boksor. Mêş pê dibin çûk, kêzik dibin mişk  >>>>>

Waweylê wey waweylê wey waweylê Sofî Xelef!

Cemîl Cewher- 09/10/08-Hewlêr- Belê.... Hewce nake em dûdirêj bikin. Dibêjin ne bi xêr û ne bi selamet, wê Zanîngeha Selaheddînê dest bi zimanê cewrên dêlegura Asenayê bike û wê xort û keçên Kurd di vî beşê zanîngehê de hînî lotik û pehînên Tirkane bibin. Tê ragihandin ku beşê Tirkî bi hewldana cemaeta Gûlen beg hatiye vekirin.   

    Di Zanîngeha Selaheddîn de, ku ji xeynî Soranî tu zaravayek Kurdî têde nayê xwendin û nivîsandin û ji xwe Kurmancî lê qedexe ye, zimanê Tirkî bi daxwaz û alîkarîya Tirkên hov, bi alîkarîya cemaeta Gûlen û Kolejên Işik (Kolejên Fethûllah Gûlen) dest bi lotikên xwe dike.

   Çi sosretek mezine ne wisa? >>>>>

 

KURD STAR Semyan Duhokî

 

 

Bi alîkarîya Koma Lawên Kurd Zaxo

Tirrekê me qûna axayên xwe alast

Zilfiqar Dêrsimî- 08/10/08- Dêrsim-Çi tê serê me ji destê me tê serê me. Heger kurmê darê ne ji darê bûya, emê jî ne di vê rewşê de bûna. Ez bawer nakim kurmên ku di nav milletê Kurd de hene, ewqas di nav milletên din de hebin. Kurmên me, xaîn û dijminên qewmê xwe di nav me Kurdan de pir û pir zêde ne.

   Welhasil, wekîlê Dêrsimê Kamer Genç jî yek ji wan kurma ye. Bi salane di meclîsa Tirko de lotikan davêje. Û bi salane ku ji alîyê heman bêaqilan vê tê hilbijartin. >>>>>

Çoban Sulo jî dest bi zîtirkan kir

Gavan Silo- 08/10/08- Tirkiye- Wek hûn zanin, qûna ku elimî be tirran nikare dev jê berde. Her û her tirran dike û bêhna gennî bi ser civakê dixe. Îcar mesela me û Çoban Sulo jî ev e.

    Mêro zêdeyî 30 salî di desthilatdarîya Tirkiyê de lotikên qantirkî avêtin û serê gellekan xwar. Lê Sulêman Demîrelê ku tirr têde bûne fiss, hîna jî dev ji lotikên xwe bernade tew radibe Kurdan jî tehdît dike û 101 naletê li bavê xwe tîne.

   Dibêjin >>>>>

Kakacan zimanê standart kir tirr

Şîndar Berwarî- 07/10/08-Duhok- Rojekê kabirayekî Soran di daweta biraderekî Kurmanc de tiştekî balkêş li ser zimanê Kurdî û Kurdistanê gotibû. Tucarî ji bîr nakim. Kabira digot:“Kakacan, 24 dewletên Ereban hene, bo 4 Kurdistan nebin? Bo êwe pirsgirêkî Soranî Kurmancî mezin dikin û dikin pirsgirêk?“ filan û bêvan.      

   Mentalîte û ramana kakacanên Soran di gotinên vî kabirayî de xweş derket pêş û ez tê gihiştim ku kakacanên me ji Soranî pêve zaravayekî din wek zimanê standart qebûl nakin û ji wan re bes başûrê Kurdistanê girîng e. Li gora min rastîya me û kakacanan ev e. Kî çi bêje bila bêje, Soranî û başûrê Kurdistanê ji kabirayên me re hertişt e. Ji xwe yekîtîya milletê Kurd, yekîtîya Kurdistana gewre, yekîtîya zimanê Kurdî qet ne di bîra wan de ye. Di bîra wan de ye bes bi şertê ku zimanê Kurdî Soranî be û hew. >>>>>

Dewleta Tirko dîsa serobin bû

F.Devliken- 07/10/08-Mêrdîn-

Dibên 350 terorîstî êrişî ser qereqola Aqtutunê kirine.

Kuro , hey we nav nigên dê û jinên xwe xwarno!

    Na, na! Ma bi xwarina nav nigên dê û jinan hûn li fêdê ne; hey we nav nigên pîra Qeşemê xwarno, ew nav nigên wê yî qermiçi…

350 yê çi û halê çi heyra!

    Rebenan wek hebên tizbîyê ketibûn yek rêzê û ji sed metroyî hejmara wan dîyar dibû.

Apê min î Xidiro bêyî berçavka xwe yek bi yek jimart û eşkere kir. Heta hûn bir li paş kerê sekinand, go wek hûn direyên û dikewtin, hejmara wan ne 350 bû, 349 heb bûn. >>>>>

Gur û mîh bûn destebrakên hev

Ehmed Beyan- 01/10/08-Enqere- Dibêjin navbera DTP û MHP a faşîst bûye gul û gulistan û av di navbera wan re nare.  Navbera wan ewqasî xweş bûye ku gellek caran henekan li hevdu dikin û hevdu dawetî nav partîya hev jî dikin.

   Axir, dibêjin bi minasebeta cejna Remezanê, serokê DTP Ahmet Tirk û serokê MHP Dewlet Bahçelî silav dane hev, destê hev guvaştine û ketine xoş û bêşê.

   Helbet ji bratî û dostanîta rast xweştir tiştek nîne. Lê bav û kalên me bilasebeb negotine „Ji hirçê post û ji Tirkan dost çênabin“ qerdeşim.

   Bi ellawekîl û bi sê telaqên jinberdanê, xweş xeber e lê min ji bratîya DTP û MHP ne bawere û hew!

AGAHDARÎ

 

Kekê me Baran Hemze tazîya kurê xwe Azad li navnîşana jêrîn çêdike. Dost û hogirên ku bixwazin beşdarî tazîyê bibin û sersaxîya malbatê bixwazin, karin serdana navnîşana jêrîn bikin.

 

Navnîşan: Merkurweg 5

 454 78 Mulheim an der Ruhr

Telefon: 0208 38 64 172

Handy  : 0178-474 20 40

ÇIMA NE ÇAR KURDISTAN?

 Tofan Notirvan- 13/10/08-

Xwedê kiriye ku LOTIKXANE heye. Eger nebûna, kesî rastî nedigot.

    Çima wê çar Kurdistanê me jî nebin?

 Madem ku purteqal û mendelîn kîr bi xwe ve dikin, madem ku zarûkên kurik dema çêdibin kîr bi pişta xwe ve dikin, madem ku mar du serî bi xwe ve dikin, çima wê çar Kurdistanên me jî çênebin?

    Çima bila çar Kurdistan çêbibin? Ji ber van sedeman: >>>>>

Melayê Ker

Zagros Osman- 12/10/08- Mele li daweta kurê axê amede bû. Piştî dawet bi dumahî bû, mele û kesên dîtir yên ne ji gundê axê lê bûne mêvan, ciyên xewê ji wan re neman.

    Axe neçar ma, pêwîste ew ciyekî hêja ji seyda re peyda bike bo lê razê. Axe mijul bû mijul bû …. Go ah bi xweda min cî ji seyda re dît , bela ew li oda keça min Hitikê razê, ji bo mele cî ji vî ciyî çêtir nîne. >>>>>

ÇÎRÇÎROK  

F.Devliken- 11/10/08-Mêrdîn-

Rojekê yekî Kurd û yekî Tirk bi hev re dikevin nîqaşê û pevdiçinin.

    Kurdo dibê: Xwedê teala Kurd e.

    Tirko dibê: Na, tu nav nigên dêya xwe dixwe, xwedê teala Tirk e.

Yek ji Kurdo, yek ji Tirko, dixirpişin ser dilên hev. Hev di nav rimilk û çiravê de digevizînin; hev dikin tahjî lawê tahjîyan, heşayî huzûra we. >>>>>

Reva pisîkê heta dawîya kulînê ye

Ehmed Beyan- 11/10/08-Enqere- Êêêêêê, çi dibêjin? Dibêjin „destê ku tu nikaribi bitewîni ramîse“. Îcar ev jî mesela me û rayedarên Tirkiyê ye.

   Tirkên ku hetanî doh ji serokên Kurdan re digotin „serokeşîr, xulam û potînalêsên Amerîkayê“, îro hewl didin ku bi wan re li ser masê rûnên û bêjin selamunaleykum kaka! >>>>>

Mêrê heft jina

Hesen Keleş- 10/10/08-London- Me henekê xwe bi zilamênmisilman tanî û digot „Yaw ma zewaca bi 3-4-5 jinan re wîjdan û edalet e“ û me lotik li wan dixist. Lê babam, evê XaXam (Melayê Cihû) tirr ji zewacê berdaye û tam bi 7 jinan re zewicî ye û 8 zarokên wî hene. Du jinên wî jî li ber hemilbûnê ne.

   Haham Fîlîp Şarp dibêje: >>>>>

Darek kete Tirkiyê û Azadiya Welat hate girtin

Hejarê Amedî- 10/10/08-Amed-

Ez gelekî behsa mesela girtina Azadiya Welat nakim, ji xwe kêm zêde hûn tev dizanin ku bi biryarek gelekî hiqûqî ji bo mehekê hate girtin.

    Lê hema bi sê telaqê jinberdanê yê ku pê jin diçe mala bavê xwe heftiyekê dimîne û dîsa vedigere, heqê Tirkan heye ku rojnameyê bigrin. Hûnê bêjin çima? Ê van malnexirabên Azadiya Welat manşêtek wiha avêtine rojnameya xwe ku kesek tehmûl nake ha, wîî! >>>>>

Me got û kesî bawer nekir

Av.E.Dîlan-  09/10/08- Enqere- Berî çendakê me êrîşa li ser qereqola Bêzelê wek provokasyon binav kiribû. Lê hinek rabûn lotik li me xistin û gotin “Ya starrrrrr bê Lotikxane çi lotikên bêbingeh davêje” filan û bêvan.

  Ê başe qerdeşim, hûn ji me bawer nakin, ma hûn ji rayedarên dewleta virqo jî bawer nakin? Mêrikan li xwe mikur tên û dibêjin:”Bi her sê telaqên jinberdanê me istixbarat stendibû ku ewê êrîş bikin” û dîsa jî rê li ber nehat girtin. >>>>>

Mêr ketin kewara, jin daketin hewara

Rojda Aydin- 09/10/08- Stenbol- Gava di welatekî de mêr tunebin çi dibe, jin dadikevin meydanê. Erê li Tirkiyê û di nav Tirkan de bi milyonan mêr hene. Lê ka ew mêrên ku serî li himber himûmet û artêşê rakin û bêjin em hene?

    Milletê Tirk wek kerîyê pez e. Ji ber ku bi xwe ne bawer e û tim xwe wek kole dîtiye, hema kî çi bike, kî çi bîne serê wî dengê xwe nake û her çêra xwe dike, serê xwe ji nav şeqê xwe ranake.

   Yanî, gotina ku Azîz Nesîn digot „ji sedî 90 ê Tirkan ehmeq in“, sedî sed li bejna milletê Tirk tê. Yan na, çima dengê xwe nake, bi stukura rayedarên dewleta xwe nagire û hesabê vî şerê qirêj napirse? >>>>>

 

Heta karê wan têk neçe behsa gendelîyê nakin

 

Şêrzad Zebarî- 08/10/08- Hewlêr- Em Kurd heta serê me li dîwêr nekeve û karê me xira nebe, em behsa tiştên xirab nakin. Ji ber ku li xweşîya me tê yan berjewendîya me têde heye, em çavê xwe ji gellek tiştên nelirê re digrin.

    Dibêjin 30 xwendevanên zanîngeha Kurdistanê ji ber ku ingilîzîya wan nebaş e, ji zanîngehê hatine dûrxistin. Îcar serperiştê xwendekaran Hêmin Ebdulrehman çi bêje baş e? Di xwepêşandanê de ji rojnama Rûdawê re dibêje:>>>>>

Mala xwedê ava, xwedê PDK û YNK bike bûk û zava

Cemîl Cewher- 08/10/08-Hewlêr- Mala xwedê ava û xwedê PDK û YNK bike bûk û zava. Dibêjin piştç çend salên bi xirecir, polîtburoyên PDK û YNK biryar dane ku wezareta pêşmerge û wezareta navxweyî bikin yek.

   Ev lotikek xêrê ye. Lê ku dîsa berjewendîyên hizbî bibin asteng û ev biryar li hewa bimîne, helbet wê mesele bibe kafirkerafî û xwêsîya me di qirika me de bimîne.  >>>>>

Massoud Barzani: The KRG Representative to the U.S. Responds

Qubad Talabanî

Dear Sir:

The "Commentary" by Sam Brennan, "The Misrule of Massoud Barzani: Iraqi Kurdistan's Yasser Arafat," is erroneous and ill-informed.
 
Mr. Brannen begins with the statement that the "Kurdish north is increasingly a source of unrest" and "becoming a danger both to the country and to its own people." What "unrest" and "danger" is he referring to? There is no political violence or unrest in the Kurdistan region.  
>>>>>

 

Ewha hat û ewha çû, delîlo delîlo seyranê

 

Cemîlê Çargurçik- 06/10/08-Swêd- Kekê me Arif Zêrevan dîsa çirandiye û çirvirandiye. Di nivîsa xwe de behsa hezkirina malbata Barzanî û Neqşibendîyê dike û tu dibê qey ew tenê ji ber Neqşibendî û Kurdewarîya malbata Barzanî hez ji vê malbatê dike.

   Yaw birader, hetanî doh te kek Mesûd wek serokê taxa jêrîn binav dikir, te ew kiribû muxtarê taxa jêrîn û lotik lê dixistin. Çibû ku Neqşibendî û eşaretîya malbata Barzanî hat bîra te cîgerim! Ma Kurd tev ne ji ber Neqşibendî û Kurdperwerîyê ji vê malbatê hez dikin babam, wîî!

   Axir, meriv ji nîvê rê jî vegere baş e.

   Her bijî kaka!

Muhsîno jî lotikek li Ocalan xist

Ehmed Beyan- 06/10/08- Enqere- Serokê Partîya Yekîtîya Mezin û faşîstê naskirî Muhsîn Yazicioglû, hew tehamulî derewan kir û çend lotik ji devê xwe pekandin. Yazicioglû di derbarê rêxistina Ergenekonê de dîtinên xwe anîn zimên û behsa pêwistîya makzagonek sivîl û demokratîk kir.

   Lê a herî balkêş, Yazicioglû di derbarê Ocalan û PKK de tiştê ku heta îro negotibû û vedişart, got. Cîgerim li ser namûsa xwe sûnd xwar û got:”Berî 12 ê Îlona 1980 î Ocalan ji bo ku li dijî tevgera çep û li dijî Kurdan şer bike ji hepsê hat berdan. >>>>>

Girêdayîşê Fekê Vergî

 Hesê Belê-05/10/08-Amed-

Mîyanê ma kirdan de zaf heywano bizine weye beno. Şit û mûyanê înan ra îstîfade kenê. Posteyê înan kenê meşke. Pişkilê înan rijnenê mîyanê hêgayan.

   Rîwayet kenê ke Mela Mistafa Barzanî vato, “Sînorê Kurdîstanî hetanî cayo ke mazêrî estê, şino.” Ez zî vano “Sînorê memleketê ma kirdan zî hetanî cayo ke bizî tede weye benê yo.” >>>>>

Berf e yan tirr û fiss in?

Ezmannasê Lotikxanê- 04/10/08- Li ser bextê Ajabsa Ezmanî a Amerîkayê NASA be. Dibêjin xwedêgiravî berf ji ewran bariyaye û 4 kîlometro nêzîkî erdzemîna MARSê bûye. Lê di encama lêkolînên Lotikxanê de derket holê, ku ew ne berf e lê ewrên tirr û fissên insanên dinyayê ye.

   Li gora lêkolîna me, hingî insan nok û fasûlîyan dixwin,tirr û fissên wan dibin ewrên reş û bi ezmên dikevin.

>>>>>

Ez Li Ser Evîna Şanoyê bûme Penaber

Qosarî-04/10/08-Amed-

   Cigerlerim! Ez êdî ji bajarê qedim ji Amedê nuha dûr ketime. Ji ber ku di projeyek herî pêwist de min û du heb şanogerê dinê cih sitendiye. Ev proje li ser jinên ku xwedêgiravî ji ber bênamûsî kirine hatine kuştin, e.

   De îjar mirov weha bêje çawa dibe gelo.  >>>>>

 

Sersaxî

 

Şakirê Birahîmê Qaso

 

Me bi xemgînî bihîst ku welatparêzê Kurd Şakirê Birehîmê Qaso (bavê nivîskar Laleş Qaso û M.A.Kut) li gundê Sarincê di 75 salîya xwe de çûye ser heqîya xwe.

 

Bila ciyê wî buhuşt be, serê malbat,  dost û hogirên wî sax be.

 

Lotikxane

 

Azadê me koça dawî kir

Çi dinyayek derewîn e. Kes nizane wê mirina bêbext û bêwext kengî bela xwe li yekî xe û dilê dê û bav, xwişk û bra xemgîn bike. Nexasim mirina di temenekî ciwan de êşa herî xedar e.

   Azad ê kurê  kekê me Hemze Baran di temenê xweyê herî ciwan de çû ser heqîya xwe û em xemdar kirin.

  Bila serê malbat, dost û hezkiriyên wî sax be

Lotikxane

lotikxane@hotmail.com    ....    © lotikxane 20-02-2006