H.Belê

Girêdayîşê

Fekê Vergî

F.Devliken

Çîrçîrok

 

B.Ronahî

Fisa dîk

 

L.Şêxo

Xalê Mûsa

 

B.Tosin

Seydayê min

A.Dûran

Haş nabim

 

Z.Osman

Dizê Hov

Qosarî

Evîna şanoyê

S.Îloz

Kevokim

lê lê

Çi kesê ku ruhê netewayetî pêre tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike...M.Mistefa Barzanî....
 
 

Xaltîka Fatê-13

Xwerist

Tendurustî

Karîkatur

Youtube

Magazîn

Medya  ///  Arşîv

Arafê berê xwe da Stenbolê

 Cercûro- 27/10/08- Stenbol- Piştî ku lîztika ARAF ê û lîztikvanê wê Aydin Orak li bajarê Izmîrê lotikek ji walîyê Tirko xwar û hat qedexekirin, Aydinê me berê xwe da Stenbolê û wê lîztika xwe di 30’ê Kewçêr/Ekîmê saet; 20.00’an de li Beyoglu Şanoya Muammer Karaca pêşkêşî temaşevanên xwe bike.  

   Aydinê me jî babaegîdekî temam e haaaa. Bi ellawekîl, wî bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwariye ku vê tirrê ji walîyê bajarê Izmîrê re nehêle û heyfa xwe li Stenbolê jê hilîne.

 Ji bîr nekin oxlim, 30.10.2008, seet li 20.00 (8 ê êvarî) li Beyoglu Şanoya Muammer Karaca.

   Heçê neyê û lê temaşe neke jina wî jê berdayî be û xelas!

Ato da bin dûvê wê jî

Tecawizcî Coşqûn- 27/10/08- Stenbol- Li Tirkiyê yek nemaye ku Atatirk lotik lê nexistiye. Hema kî bixwaze lotikekê li Atatirk xe, hew we dît yan di hepsê de ye yan di gorê de ye. Îcar lotikvana çiryayî Seray Sever jî nesîbê xwe ji Ato girt û ket ber xezeba lotikên wî.

   Seray Sever di bernameyek televizyona Turkmaxê de gotibû: „Atatirk hem şerê azadîyê daye, hem jî du jin îdare kiriye (du jinên Atatirk hebûn). Heger ew wilo tolaz be û du jinan îdare bike, wê mêrên Tirk ên niha çi nekin?“. Yanî, heger Atatirk mêrê du jinan be, çima wê zilamên Tirk zinêkarîyê nekin û garankî baznedin ser hev filan û bêvan. >>>>>

Lehanê bixwin û rê li penceşêrê bigrin

Ismetê Dikandar- 26/10/08- Hûn zanin lehane çine ne wisa? Ewên wek şebeşa girover, hinek sipî hinek sor lo, okey.

    Li ser pextê pisporên xwarinê be, dibêjin lehane rê li ber penceşêra rûvîyan digre û tirrê ji penceşêrê berdide. Xwedêgiravî di lehanê de vîtamîna U û kukurt pirr e û ev jî rûvîyan paqij dike û nahêle kanser lotikan li rûvîyan xe.

   Lê fêda lehanê ne tenê rêlibergirtina kanserê ye ha. Lehane dike go meriv zêde tirr û fissan jî bike. Bi kirina tirr û fissên zêde meriv rehet dibe, gaza di zikê meriv de derdikeve û weke go meriv nuh ji dêya xwe çêbibe, ewqasî go xweş e.

   Îcar ji me gotin babam. Hûn lehana dixwin naxwin, dixwazin tirr û fissan bikin yan nekin hûn zanin.

 

Sefînê me serê Tirkan xist kuna wan

 

Cemîl Cewher- 26/10/08-Hewlêr- Tirk bi her awayî dixwazin PDK û PKK bînin himberî hev û wan bi hev bidin kujtin. Torinên Asenayê birakujîya Kurdan ji xwe re kirine armanc û qaşo hewl didin ku Kurdan bixapînin û wan bînin lîztikên dewleta Elî Osman.

   Piştî hevdîtina heyeta Tirkan û rayedarên Kurdistanê, çapemenîya Tirk dîsa dest bi lotik û pehînên kerîkî kirin û gotin ku PDK PKK wek rêxistinek terorîst dibîne û soz daye ku şerê PKK bike. Lê Berpirsê Têkilîyên Derve Sefîn Dizeyî lotikek li Tirkan xist û tirr ji wan berda. >>>>>

          

SEYDAYÊ  MIN

 

 

B.Tosin- 25/10/08-

Seydayê  min

Her tu berpirsyarê

Şikandina dilê minî

Ola te ya nependî

Laleşeke fireh di dilê min de

Vekirye

Rojê sê caran

Eniya xwe 

Li pûtê Anahîta didim

Rojê sê caran

Hember pûtê raboriyên  te

Radiwestim >>>>>

Abbas Ismaîl

 Heysem Bavê Salih-25/10/08-

Abbas Ismaîl nivîskar û helbestvanekî Kurd, welatperwerekî dilsozê millet û welatê xwe ye. Bi xwe di sala 1938an de li gundê Sada navçeya Qamişlo ji dayik bûye. Xwendina seretî heta bi bekelorya li gundê Doda û bajarê Qamişlo qedandiye. Piştre çûye parêzgeha Hisiça û li wir xwendina mamostatîyê tewa kiriye. Piştre du salan li zanîngeha Şamê zimanê Erebî xwendiye. Piştî tewakirina xwendina xwe, bîst salan li dibistanên herêmê xizmeta xwe kiriye.

    Abbas Ismaîl giranîya xwe daye ser mijûlîya çand û toreyê, çi bi zimanê Erebî û çi jî bi zimanê Kurdî, çand û tore ji xwe re kiriye armanc. >>>>>

Denîse Mîlanî got “Hodrî meydan!

Pornocî Kemal- 23/10/08- Lotikvan û agirpêketya ku sîng û berên wê ji zebeşên Diyarbekrê mezintir in, yanî Denîse Mîlanî, lotikek li Carmend Electra û Pamela Anderson xist û ew li dora hev zîzikandin.

   Mîlanîya ku sîng û berên wê di bersîgên wê hilnayê û wek nepoxa xwe didin der, bi serê herdu zebeşên xwe sûnd dixwe ku Carmen Electra û Pamela Anderson nagihên nenûka wê û xwe li ber lotikên wê nagrin. >>>>>

Ew jî qûnek derket

Ednan Muxtar- 23/10/08- Vîyana- Wek hûn zanin, serokê partîya nîjadperest a Awistiryayê Jorg Haider berî demakê bi trimbêla xwe qeze kiribû û berê xwe dabû cehnemê, miribû. Gellek kesan Jorg Haider dişibandin qûnekan û digotin „sedî sed qûnektî pêre heye“. Lê delîl tunebûn.

   Piştî mirina wî, mêrê wî Stefan Petznerê ku bû serokê partîyê xwe eşkere kir, derket pêşberî çapemenîyê û got:“Bi sê telaqan têkilîyên min û Jorg Haider ji hevaltîyê wêdetir bû. Hetta têkilîyek wilo germ bû ku me hevdu di nava nivînê de digevizand û me tirr ji hev berdida“ filan û fîstan.

    Jorg Haider ji ber ku ji Tirkan hez nedikir, me wek Lotikxane xelata „şerefê“ dabû wî. De ciyê wî buhuşt be û xwedê wî li axretê bê xiyar nehêle rebbî!

Keça xwe kir qurbana xiyarê dostê xwe

Tecawizcî Coşqûn- 23/12/08- Stenbol- Bila xwendevan li min biborin, heta ez kela dilê xwe hênik nekim û çend lotikên bêîman li vê xanima Tirk nexim, sebra min nayê. Erê navê min Tecawizcî Coşqûn e û xelk bawerin ku ez kiras û derpîyê xelkê diçirînim, lê bi ellawekîl evê jinika Tirka gewende navê tecawiz û zinêkarîyê jî herimand.

   Welhasil, li bajarê Samsûnê, keçika bi navê S.Y a 17 salî ji alî zirbavê xwe Şenel Dînç (39) (qûnekê ku herroj bazdide ser diya wê) ve tê tecawizkirin û dêqehpo keleşkofa xwe di keçika reben de vala dike, >>>>>

Arsenalê di wan de bir: 5-2

Maradona Misto- 22/10/08- Di şerê fûtbola navbera Arsenal û Fenerbahçeya Tirkan de qiyamet rabû û dê weledê xwe avêt. Bawer bikin, bi qasî ku Kurdên me yên „ser ker“ xwedî li Fenerbahçe û Galatasaray derdikevin, xwedî li doza xwe derketibûna, niha ji zûde Kurdistan azad bûbû.

    Axir, di maça doh de Arsenalê 5 golên qirase xistin Tirka. Fenerbahçe jî 2 gol ji xwe derxistin û kirin Arsenalê.

   Yanî, dîsa jî sê golên qiraseyên Arsenalê di Tirkan de asê ma û hew ji wan derket wesselam.

   De xwedê xêra Arsenalê qebûl bike rebbî!

Wê nepoxên xwe têxe bin kêr û meqesan

Rozê- 21/10/08-London- Serê Donna Jones a 26 salî bi memikên wê re ketiye belê. Di vê dema ku hemi lotikvan, manken û model memikên xwe wek zebeşên Diyarbekrê mezin dikin, Donna xanim dixwaze wan bide ber neşterê û biçûk bike.

    Donna Jones dibêje, „Gellek keç û jin ji mezinbûna memikên min dihesidin û dixwazin ê xwe mezin bikin. Lê bi ellawekîl serê min bi wan re ketiye belê, ez nefretê ji sîng û berê xwe dikim, jiyana min bûye kaos, bêxwedîka 6.5 kîlo ne, ez di rabûn û rûniştinê de diwestim“ filan û fîstan. >>>>>

150 hezar Euro kete Tirkan

Miradê Torî- 21/10/08- Bruksel- Dadgeha Mafê Mirovan ji ber sedema 13 dozên êşkence, lotik û pehînan dewleta Tirko ceze kir û 150 hezar Euro di wan de bir.  

   Li gor tê gotin, serokê DFM gotiye:“150 hezar hindike lê xem nake, niha 150 hezarê têxin wan heta carek din xwedê kerîm û rehîm e“ û daye bin dûvê wan.

   De li ser xêrê be rebbî. Çawa be qûna dewleta Tirkiyê ji xwarina cezan bûye çarox.

Qîma xwe bi xortên 20 salî nayne

Pornocî Kemal- 21/10/08- Amerîka- Lotikvana melez û xwînşîrîn, jina seksî û avpêketî xanim Halle Berry ji kovara Esqûîrê re tiştên wilo gotin go aqlê meriv bisekine.

   Berrya ku diya keçekê û zewicî ye, ji kovarê re behsa jiyana xwe a seksê kiriye û gotiye:“Ez bi serê bavê xwe kim, lotikên go ez di vî temenê niha de davêjim û tama go ez niha ji seksê dikim, min di 22 salîya xwe de nekiriye. Pêxweşbûn di destê jinê de ye. Ez niha orgazmên (pêxweşhatinên) bi qalîte dijîm. Di dema lotikavêtinê de ez kontrolê dixim destê xwe û ji destê zilam derdixim“ filan û fîstan. >>>>>

Waweylê li vê sosretê

Mela Cemîlê Mûşî- 19/10/08- Mûşê- Niha ez kirasê xwe bidirînim, şaşika serê xwe di rîxê bidim, xwe şût û rût bikim û bi çolan kevim, wê xelk bêjin ma ne Mela Cemîl dîn bûye. Ê ezê çawa dîn nebim bavê min?

   De ka li halê me Kurda û sefaleta ku em têde ne binerin. Li bajarê min Mûşa şewitî, du eşîret (Pizong û Akinbegî)  di sala 1979an de li ser du (2) gayên cot şer dikin, hev dikujin xwîna hev dirjînin û ev berberî tam 30 salî dajo. Yanî, 30 salî ji bo du gayan dijminatîya hevdu kirine û tam 16 mêr ji hev kujtine.

   Îcar ez dîn nebim bila kî dîn bibe yabo? >>>>>

Mêro dîsa dest bi lotikan kir

Cilêtçî Mihê- 19/10/08- Xançepek Amed-  Kekê, ev serokê Partîya Heq û Wekhevîyê General Osman Pamûkoglû heye ya, dîsa cilêtek avêtiye ser û çavê Kurda û kiriye zirt û virt.

   Oxlim dîsa di civîna li bajarê Gebzeyê çend zîtirk avêtine û jina xwe ji xwe berdide ku ewê karibe terorîstan di nava 3-6-12 mehan de ji holê rake û koka wan biqelîne. Tu dibê qey ne ew bû ewê ku li Kurdistanê şerê PKK dikir û tu gûyek jî bi ser nexist ha.

   Oxlim dibêje: >>>>>

Me xwest û wan neda

Şemal Amedî- 18/10/08- Hollywood- Piştî ku fîrma Vîktorîa Secret bersîngek bi 5 milyon dolar derxist mazatê, me wek bazirganên Lotikxanê bi xwedîyê şîrketê re hevdu dît û me çend lotik li hev xist.

Di hevdîtinê de bazarîyek pir germ di navbera me û xwedîyên şîrketê de derbas bû.

   Wan go bersîng bi 5 milyon dolar, me go na bi telaq bi 4 milyon û 999 dolaran. Wan go kêmî 5 milyonan nabe, me go lotikvana şekirî Adrîana Lîma jî ne li ser be em qebûl nakin. >>>>>

Mêro ji hirçekî zêdetir dixwe

Kevîn Kurdson- 18/10/08- Amerîka- Restoranta Dennys Beer Barrel Pûb li Pennsylvanîa Amerîkayê hambûrgerên herî mezin çêdike.

   Her kurê bava nikare van hambûrgeran bixwe. Lê Brad Scîulloyê 21 salî hambûrgerek 10 kîloyî di nava 4 seet û 39 deqîqan de xwar û lotikek mezin avêt. Bi vê lotika kesanedî Brad efendî 400 dolar, 3 fanêre û dîploma „cengawerê hambûrgerê“ stend.

   Brad efendî bi taybet ji Lotikxanê re got ku, „Bi sê telaqan ez karin di nava sê seetan de qantir û bergîlekê jî bixwim, Ez hirç im kuro hirçççç“ û dora devê xwe paqij kir.

   Weyla xwedê topek li nav şeqê te xisto erê welle, pekkkk!

Pîcasso no 2

Lûçîo Sernezqûnî-17/10/08- Roma Pîroz û bimbarek be rebbî. Li Romaya paytextê Îtalyê hespê bi navê Cholla bi sê telaqan sûnd xwar û da ser şopa wênesazê navdar Pîcasso.

   Cholla bi devê xwe wêneyên wilo çêdike ku hûnê bêjin qey Pîcasso ji gorê rabûye û di bedena hespê de şîn bûye. Wê berhemên Cholla di navbera 18-2ê van herdu mehan de li galerîya hunera Romayê bên pêşkêşkirin. >>>>>

Errrreekkkkk, buhayê keçkanîya wê bû 4 milyon dolar

17/10/08- Natalîe Dylana 22 salî berî niha keçkanîya xwe derxistibû mazatê û gotibû "Kî herî zêde peran bide ezê keçkanîya xwe radestî wî bikim, îcar çi dike ji min serbest e".

De îcar li vê kerametê binerin, heta niha buhayê keçkanîya wê bûye tam 4 milyon dolar. Pekkkkk! Yanî ev ne bêaqilî be çiye? >>>>>

Atatirk jê re çi got?

Tecawizcî Coşqûn- 16/10/08- Stenbol- De werin ji xwe re li vê ecêba kesanedî binerin. Niha ez kufir bibin dîsa hûnê bêjin “Yaw ma ev qûnekê Tecawizcî Coşqûn rehet rûnanê qerdeşim”. 

    Yaw ma ezê çawa rehet rûnêm û devê xwe nelewitînim? Ê de binerin li min û li vê dêlegura Pelîn Batûnê.

   Lotikvana agirpêketî Pelîn Batûn bi doxîna xwe sûnd dixwe ku ew bi ruhê miriyan re diaxive û tirrê ji wan berdide. Pelîn xanim dibê: >>>>>

 

Li ser tirr û fissekê mabû

 

Kevîn Kurdson- 16/10/08- London- Kuro em şens û siûda van Tirkan çiqasî heye pekkkk. Hema xwedê bi ser wan de dibarîne. De binerin, li Wolverhamptona Brîtanyê çi qewimîye.

   Karkerekî îmbîsa (restoranta biçûk) yekî Tirk di medbexê de dikeve û dimre. Xwedîyê îmbîsê qet dengê xwe nake, ne xema wî ye û tew donera xwe jêdike û dide mişterîyên xwe.

   Îcar mêro di ber re jî xwe bixwe dibê:“Aha bi telaq xwedê da min. Ezê bi dizî vî karkerê xwe serjêkim, goştê wî bikim doner û têra xwe pere jê qezenc bikim. Hema mir ji kîrê min ve, ma xune ne kurê bavê min e“ û di bin simbêlan re dikene. >>>>>

Kanî bavê min

Heysem Bavê Salih- 16/10/08-

 

Kanî bavê min, kanî bavê min,

Kanî bavê min, barkiryi ji nav gul û baxê min

Ji me nexuyaye rewşa dilê min

Qîrîn û girî maye karê min >>>>>

Bênamûso 1 milyon euro da qehpika Tirk

Tacdîn Baran- 15/10/08- Almanya- Jinika Tirk Feyza Z li bajarê Ûlm ê qehpîtîyê dike, yanî qehpejin e. Midurê Daîra Alîkarîya Avedanîyê Helmût W dil dikeve qehpika Tirk Feyza Z. Mêro radibe 581 hezar euro ji qasa dewletê û ê mayî jî ji bêrîka xwe dide Feyza xanim û Feyza xanim jî bi wan peran li bajarê Kemptenê kerxaneyek qirase bi navê „Haus 4“ ava dike.

   Welhasil, piştî kerxana wê li pataxê dikeve (top davêje), Feyza Z vedigere Tirkiyê û li Tirkiyê îcar dest bi qehpîtîya xwe dike. >>>>>

Fermana Çêlekan

Cembelîyê Botî- 14/10/08-Cûlemêrg-

Cîhgirê Serokê Şaradarîya Cûlemêrgê  Îsa Bor  biryarek radîqal wergirt û fermana çêlekan rakir.  Îsa Bor Teblîx ji muxtarên taxan re şandîye û gotîye: “Xeberê bidin xwedîyê çêlekan bila çêlekên xwe bernedin ser gelêşan” û di  fermanê de nivîsîye  “sayin çêlek sehîplerî, her kim çêlekinî kulîfek û gelêşlere gonderîyor, heqin de ziritil wereqesî yapilacaxtir” ( heçê çêlekên xwe bişîne ser gelêşê wê bê cezakirin ).

 >>>>>

 


  LEBLEBΠ TOPF II

B.Jînê-28/10/08-

Di leblebî topfa (labtop) yekan de min ji were qala destnexistina wê kiribû. Lê min xistibû serê xwe divyabû min kirîba, lê pare tunebûn. Min doz li keça xwe Ronahî û Jînê kir ku ji min re leblebî topfekê bikirin. Mala wan ava 400 Euro dan min.

    Min jî bo Leblebîcîyê Mêrdînî Nesîm Torî têlefon vekir û jê re got: Zû ji min re leblebî topfekê bîne kuro.

   Wî jî ji minre got: Herê apo, ez leblebîcî me (teknîkerê kompîtûranim) lê leblebî topfan nafiroşim. Leblebîyan çêdikim.

    Min jî jê re got: Madem wisa ye, yekê ji min re peyda ke. >>>>>

Ev Lotikek Xweş Bû


Nevîyê Xidirkê Omerî-27/10/08- Mêrdîn- Serokê PKK'e Abdullah Ocalan di hevdîtina dawî de dilê me rihet kir. Oxweeşş be. Xuya ye Ocalan dît ku Serokê Herêma Kurdistanê çû Îranê û ji wir jî vegeriya û berî da DYA.

    Li ser vê yekê xwest ku barekî nû bixe stuye Barzanî û got "ji bo çareseriyê dewleta Tirk ne mecbûr e bi min re rûne, heke bi Barzanî re rûne jî ez qebûl dikim." Her serok wisa qebûl nake.

   Xwedê bike ku ev peyam berî Serok Barzanî biçe DYA û xwedê bike ku şêwirmend ji Serok Barzanî re jî ragihînin. Û xwedê bike hemû Kurd vê destek bikin.

   Wisa be, wê lotik bi lotik rewşa siyasî wiha biguhere.>>>>>

 

Vê carê jî Hollanda qûş li wan qetand

 

Miradê Torî- 27/10/08- Hollanda- Nexşeya Kurdistanê bûye bela serê Tirkan û diçin ku jê xelas nabin.

   Her ku Tirk ji Kurdan û nexşeya wan direvin, Kurd û nexşeya Kurdistanê wek tajî dide dû wan û qûşê li wan diqetîne.  

    Piştî nexşa li fûara Frankfûrtê û a li Swêdê, îcar jî Hollanda tirr ji Tirkan berda û di pirtûkên xwe de nexşeya Kurdistanê weşand. Hollandî di dersên perwerdeya sereta û navîn de, di dersên erdnîgarî û di atlasên xwe de eşkere nexşeya Kurdistanê neqişandine û insanetîya xwe nîşanî xelkê dane. Îcar Tirk dîsa rabûne tapana, kirasê xwe diçirînin û bûye vitvita qûna wan.

   Axir, pirsa Kurd, nexşeya Kurdistanê xew li Tirkan herimandiye û ew ji mêranî xistine û hûn sax!

Êşekoxlî êşek hasil gihand Mûsilê

Satilmiş Yandançarptî- 27/10/08- De werin ji xwe re li kerameta Tirkan binerin û bifikirin. Li bajarê Bûrsayê heywanê bi navê G.Ç (29) bi dêya xwe ya felc re dijî. Dêya wî 76 salî ye. Qûneko ji bo zinêkarîyê bike bang li qehpika A.Y (53) dike û wê tîne mala xwe.

   Piştî xwarin û vexwarina eraqê, mêrik odeyên xênî tevlihev dike û berê xwe dide oda dêya xwe. Hema derpî ji xwe dike, dikeve ser zikê pîra dêya xwe û lingê pîra dêya xwe ber bi ezmên belbelotî dike. Pîra dêya wî hem felc e û hem jî nikare biaxive.

   Axir, heywan G.Ç tirrê ji pîra dêya xwe berdide û hasilê digihîne Mûsilê.

   Îcar ka destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û bêjin gelî xwendevanan, navê vê lotikê çiye?

Ji tirsa Odierno derpî dagirtin

Firildeq Elî- 26/10/08- Stenbol- Wek hûn zanin, generalê Amerîkî mîster serşûnik Ray Odîerno li Kerkûkê çewal xistibûn serê eskerên Tirko û dabû bin dûvê wan. Piştî vê bûyerê Odîerno di çavê Tirkan de bûbû wek marê reş.

  Axir, General Odîerno hat Tirkiyê û bi generalê serperçiqî Hasan Igsiz re hevdu dît. Odîerno mesele virde wêde bir, ji bo xwe li ber dilê Tirkan şîrîn bike û mesela çewalan bide jibîrkirin, got ku ew PKK terorîst dibînin û ewê di şerê li dijî PKK de alîkarîya Tirkiyê bikin filan û fîstan.

  Welhasil, >>>>>

Tovjîn Îcar Xamo Şewitand

Nevîyê Xidirkê Omerî-26/10/08-Mêrdîn-
Zinarê Xamo Ocalan rexne kiribû. Rêzan Tovjîn jî Xamo rexne kiribû. Piştre jî Xamo got Tovjîn gotiye tu çima ji xwe re domaînek xweser nastînî. Niha jî Tovjîn malper li Tirkiyê qedexe kir. Ev lotik wê Xamo pir biêşîne.
   Xuyaye wê Zinarê Xamo gelekî li ber vê nûçeyê bikeve. Tew ku bibihîze ji rûyê malpera wî gelek malperên din jî hatine girtin. Belê, Tovjîn li Tirkiyê malpera Zinarê Xamo qedexe nekir, lê Serdozgerê Komarê yê Amedê qedexe kir. Divê mirov ji bîr meke ku Rêzan Tovjîn jî li Amedê rûdine. Di navbera Tovjîn û Serdozger de têkiliyek heye an tune ye, ew nayê zanîn, lê Serdozger ji rûyê malpera Zinarê Xamo hemû malperên li ser blogspot qedexe nekiriye, ji mijareke din qedexe kiriye.
>>>>>

Lotikxane li pişta Hemdem.com ê ye

Sofî Xelef- 25/10/08- Siyaset û helwesta Hemdem.com û Lotikxanê Kurd û Kurdistanîbûn e. Paraztina hestên netewî, Kurdayetî ye. Ji ber vê, Lotikxane Hemdem.com ê wek dost û ji dostanîyê wêdetir, wek malpera xwe dizane. Ji ber vê, kes û dezgehên ku Hemdem.com ê tehdît bikin, wê mîrkutên Lotikxanê di ser serê xwe re bibînin 

    Li ser bextê fesadên kolanên Stockholmê û Hewlêrê be, dibêjin Arif Zêrevanê me rahijtiye telefonê û ji Mîrhac Mistefa re gotiye "Elo elo". Mîrhacê me jî gotiye "Ê de keremke ez benî". Piştî nîqaşên li ser Apocîtî û Xalocîtîyê, dibêjin Arifê me lotikek li Mîrhac xistiye û gotiye "Bi sê telaqan ez te li Hewlêrê nahêlim" û lotikek tehdîtwarî li Hemdemê xistiye. >>>>>

52 çêlekên me bi komployek navnetewî şehîd ketin

Qurmiçyo El Kurdo- 25/10/08- Ûrûgûay- Em bi dilekî xemgînî we agahdar dikin ku 52 çêlekên artêşa Lotikxanê ketin kemîna brûska ezmên û şehîd ketin. Çêlekên me ji bo perwerda partîzanî li Ûrûgûay perwerde didîtin û mehek ji tezkera wan re mabû ku vegerin baregehên Lotikxanê.

   Lê xwedê mala fitne û fesadan bişewitîne, Ergenekon, dewletên sererd û binerd û şirîkên wê yên ezmanê hefta bi komployek navnetewî çêlekên me xistin xefkê û bi derba brûskê şehîd xistin.

   Li gora ku peyamnêrê me Golkê Beş dibêje, brûska malmîrat ji êrîşa ser qereqola Bêzelê xerabtir anîye serê partîzanên me û bi yek derbê 52 çêlekên me şehîd ketine. Çêlekên me bi qehremanî heta fîşeka dawî jî li ber xwe danê, lê brûska ku objektîf û sûbjektîf ajanê filankes û bêvankes e, mefer ji wan stend.  

   Bela rehma xwedê li wan be û ciyê wan bihuşt be. Çêlek namirin!

Paytextê hepyek û duşeş

Ûstûra Kemal- 24/10/08- Baxlar-Amed- Gerçî me teva zanîbû. Lê piştî televizyona CNN bal kişand ser çayxaneyên Amedê, em ji xewê veciniqîn. Televizyona CNN dibêje ku li Amedê 1452 çayxane hene. Bi ya min kêm e û ne zêde ye.

   Heger hetanî berî 2-3 salan li Amedê zêdeyî 2 hezar (2000) kerxane û malên zinêkarîyê hebin (niha çiqas zêdebûne hûn texmîn bikin) çima wê 1452 yan 2000 çayxane tunebin?

   Axir, ez wek îmana xwe zanim, niha hûnê bêjin „Ma Amedî di van çayxanan de çi dikin qerdeşim“ newlo? >>>>>

Evî segbavî têxin arşîva xwe

 Cilêtçî Mihê- 23/10/08- Kurê dêlê Alî Mercanê ku zilam û qûnalêsê Dogû Perînçek û endamê Partîya Ker kurên Kerên Tirkiyê ye, di fûara pirtûkan a Frankfûrtê de nexşeya Kurdistanê çirandibû û Kurd bera ser jina xwe dabûn.

    Emê zêde behsa vî kurê dêlê nekin. Bes wî têxin arşîva xwe. Hew we dît carekê hûn di kolanek reş û tarî de li hev rast hatin û we silavek da hev.

    Tiştekî pê nekin haaa, eman eman. Tenê xiyarekî Mêrdînê têxin qûna wî û bes e. >>>>>

Ez mam û Temer Remezan jî ma

Binav Sindî-23/10&/08- Duhok- Ji ber wan lotikên ku min di Lotikxanê de, li Parêzgarê Duhokê xistibûn, reşekên wî li min digeriyan û dixwestin min nasbikin, min bigirin û hîna jî li min digerin.

   Lewma min biryar da ez welat bi cî bihêlim û biçim welatê ku Lotikxane lê ye. Evca çend caran min hewil da ez ji Kurdistanê derkevim, lê mixabin hewlên min bê fayde bûn. Du cara ez ji Stanbulê vegerandim.

    Evca min got niha bese û ez li welat mam. >>>>>

Midurê Hewlêrê dîsa lotikek li Hozan Aydin xist

23/10/08-Heta niha me digot qey terorîst, mêrkuj, zinêkar, sîxur û diz û keleş dikevin lîsteyên sor. Lê birastî me nezanîbû ku hunermendên Kurd jî karin têkevin lîsteyên sor û sînor li wan bên girtin. Hem jî ji alîyê hikûmeta xwe ve.

   Dibêjin hunermend û dengbêjê dengxweş Hozan Aydin cara duyem e ji balafirgeha Hewlêra paytext bi şûn ve tê vegerandin û lotikekê ji alî midurê balafirgehê ve dixwe.

   Birastî em jî meraq dikin; çima Hozan Aydin di lîsteya sor de ye û çima bi taybet ew? Çima hunermendên din karin serdana dem û dezgehên başûrê Kurdistanê bikin, lê rebenê Aydinê me dikeve lîsteya midurê bakafirgeha Hewlêrê?

   De daxuyanîya Hozan Aydin bixwînin û hûn biryarê bidin qerdeşim. >>>>>

Diyarê Kurd lotikek li Tirkan xist

Heyat Ehmed- 22/10/08- Elmanya- Dibêjin albûma hunermendê Kurd Diyarê Kurd, di 15/10/2008an de li Stenbolê tê girtin. Gava Tirk çav li albûmê dikevin ku navê „Kurd“ li ser e, dibe vite vita qûna wan, bi xwe de dimîzin û albûma Diyarê Kurd qedexe dikin.

   Jêderekî ji Stenbolê diyar kir ku Tirk dixwazin navê Kurd nehêlin û qet tehamilî vî navî nakin. Ew tenê dixwazin navê hunermend „Diyar“ be û gotina „Kurd“ pêve tunebe. Û hetta tê gotin ku Tirk dixwazin ji ber gotina navê Kurd, tîpa „K“ ji alfabeya xwe rakin.

   Lê hunermendê me Diyarê Kurd jî Kurdekî qirase û xwedî xîret e. Ewî jî gotiye, „Bi sê telaqên jinberdanê, hindî ez hebim wê navê Kurd li dû navê min ve bit, bila Tirk her bizirin û her bizirin“ û lotikek Kurdewarî li Tirkan daye.

  Her bijît kaka!

Xwedê we bike bûk û zava rebbî!

Cemîl Cewher- 22/10/08-Hewlêr- Belê, Tirkan dîsa xwelî li serê me û bavê me Kurdan kir û bi riya şîrketa Fethûllah Gulenê dijminê riknê Kurd, zanîngeha xwe li Hewlêrê vekir. Ev bû nimro 10! Yanî, 10 qiraseyên Fethûllah Gulen beg ketin me. 10 dibistan û zanîngeh. Tu dibê qey ji dezgehên Fethûllah efendî pêve tu dezgeh nemane ku Kurdekanên me pê bixwînin û bibin zilam.

    Piştî min di televizyona Samanyolû a Fethûllah Gulenê panturkîst de temaşe kir, bawer bikin Kurdayetî li ber çavê min reş bû, herimî. Çima dibistan û zanîngehên Tirkên bêbav lê ne ê Amerîkanî, Alman yan Ingilîz? Yan xiyarê Fethûllah Gulen beg ji ê wan şîrîntire? >>>>>

Cîgerim jî lotikek li Ocalan xist

Cercûro- 21/10/08- Izmîr- Lotikvanê Kurd Umît Firat ji zûde serokê PKK A.Ocalan nedabû ber lotik û pehînan. Lê qey sebra wî nehatiye, gotiye “de tiştek ji rûniştinê dernakeve” û rabûye di kovara Tempo de dest bi lotikan kiriye.

   Umît Firatê me rabûye behsa serhildanan kiriye, anîye bi lotikên PKK ve girêdaye û piştre jî pelûla mezin bi serê Ocalan de rijandiye.

    Welhasil, cîgerim gotiye: “Bi sê telaqan, li ser bextê kerê min be, piştî evqas êş û eleman wê Ocalan nikaribe bi serbestî destê xwe bihejîne, li kolanan volta bavêje û tizbîya xwe bihejîne. >>>>>

Derbasbûyî be cîgerim!

Hozan Vitvito- 21/10/08- Ewrûpa-

Dibêjin hunermendê me Xemgîn Bîrhat operasyona şêrpençeya rûviyên stûr derbas kiriye û niha rewşa wî baş e. Li gor tê gotin, operasyona ku li rûvîyên wî hatiye kirin, ji operasyona Ergenekonê xerabtir bûye, çend rûvîyên wî yên stûr hatine cezekirin û jêkirin. Tê gotin ku niha rewşa wî baş e û lotikek li mirinê xistiye, jê xelas bûye.

   Êêêêêê, rewşa me himalan ev e cîgerim. Me bi hevre dest pê kir lê hinek li ser pişta me bûn mîr û wezîr. Lê ên wek min û te çi hat serê wan? Yan virikî bûn, yan rûvîkên wan nepixîn, yan zik li wan bû meşk û yan jî di rûnê xwe de hatin birajtin.

   Ê de derbasbûyî be cîgerim. Rûvîkê zêde pêwist bim serî li Lotikxanê xe, emê çend rûvîkan bidin te ellawekîl. Hem jî belaşşşşşşşş!

Mêro jî dest bi lotikan kir

Zinar Qelemşûr- 21/10/08- Stenbol- Polîsê Tîmên Taybet Ayhan Çarkin efendî, di bernama Star TV de dest bi lotikan kir û bersiva pirsên rojnamevan Ûgûr Dundar da.

 

 Ayhan Çarkin yek ji wan kesa ye ku herî zêde Kurd kujtiye û hê bi sedan polîsên mîna wî li kolanên bajarên Tirkiyê bê tirs piyasê dikin.

   Sayin gotlaq di Star TV de behsa Ergenekonê kir û got:”Yaw qerdeşim, wan dêqehpan em bikar anîn. Min heta bi hezar kesî (Kurdî) kujtiye. Bi sê telaqên jinberdanê destê Ergenekonê di nava PKK û Hizbûllahê de jî heye” filan û fîstan. >>>>>

 

Qehreman Mehmetçîk bazda ser pîra 94 salî

 

Tecawizcî Coşqûn- 20/10/08- Stenbol- Belê, kî dibe Mehmetçîkên qûnbicilik ne qehreman e? Kî dibê anlî şanlî Tirk eskerî milletê xwe naparêze? Aha ji we re belge û delîla herî baş.

    Li bajarê Kirikkalê es-kerrrrr Ahmet Şenkaya (21) piştî ku derket izna sûkê, di kolanek teng de bazda ser pîrek 94 salî û qûş lê qetand. Erê qehreman Mehmetçîk Ahmet Şenkaya hat girtin lê hasil giha Mûsilê û pîra reben lotikek eskerkî xwar.

   Dibêjin Mehmetçîkê bi namûs Ahmet Şenkaya 12.5 sal ceze xwariye lê ji gardîyanê hepsê re gotiye:“Offffffff, erê pîrê 94 salî bû, lê bi gora Atatirk kim wek keçikek 14 salî bû haaaaa, çi xweş bû lan“ û qûna xwe virde wêde biriye.

    Îcar hûn karin bêjin qehreman Mehmetçîk milletê xwe naparêze û ne bi namûse qerdeşim?

 

DIZÊ HOV

 

Zagros Osman- 19/10/08-

Di şeveke tarî de dizekî xwe berda hewşa malekê. Xwediya malê pêjna wî kir, zilamê xwe şiyar kir û hêdî di guhê wî de got: Rabe dizek ketiye malê. Zilamê wê got: Eger em eşkere xwe bidin ser ê diz, ez ditirsim derbekê li me bide an me bikuje, vêca divê ez bi hişmendî çarakê ji wî re bibînim .

   Mêrik kêlîkekê mijûl bû û di pey wê re destê xwe li aniya xwe xist û got: Min ew dît, ne ezê vî dizî ji te re bikim temaşe, de rabe paçikekî û çend tiştên ku çingiçing ji wan tê ji min re bîne, haj ji xwe hebe ku ti hayê diz neyne ser livandina xwe. >>>>>

Aha ji we re elameta qiyametê

Ihsan Kundir- 19/10/08-Şirnex- Ma ev ne elamet û nîşanên roja qiyametê ne gelî xwendevanan? Di kezeba Kurdistanê de, di Şirnexê de û Şirnexî rabin bi alên Tirko lotikan bavêjin? Ê bila nîvî esker, cerdevan û quzê kerê bin. Ma yê din?

 

Welhasil, binerin û xwelîyê li serê me Kurdan kin. Binerin bê encama şerê 30 salan çi ji Kurdan re anîye. >>>>>

Lotikek bêîman li bavê xwe xistin

Satilmiş Yandançarpti- 19/10/08-Manîsa- Heta niha Kurdan lotik li bavê wan dixist. Lê xuyaye ew jî ji Kurdan fêr fêrî lotikên bêîman bûne.

   Dibêjin li Tûrgûtlûya bajarê Manîsayê Odeya Sanayî û Bazirganîya Tûrgûtlûyê (TUTSO) portreya bavê xwe Atatirk li ser dîwarê avanîya xwe neqişandine. Lê Atatirk jî Atatirk e haaa, ne dişibe xwe û ne jî dişibe tu mexlûqatên xwedê.

    Îcar çapemenîya Tirko dîsa rabûye ser lotik û tapana û agir ji devê wan dibare. Mesele çiye? Qaşo wêneyê Ato ne spehî neqişandine. Ê malê wî ew e oxlim, wîî! >>>>>

Wile yabo we Kurdayetî kir tirr

Celalê Goyî- 18/10/08- Şirnex-  Dibêjin çend dezgehên sivîl li Şirnexê meşek qirase lidarxistine û li dijî PKK xwe li erdê xistine.

   Tiştê xweş çiye hûn zanin? Serokê Komela Gazî û Şehîdên Şirnexê Mehmet Gungor axavtinek qurase kiriye û gotiye:“Sayin Şirnexlî qerdeşlerim, bi sê telaqên jinberdanê em Kurd in. Lê em wek hemwelatîyên Kurd bi yekîtî û hevparîya dewleta xwe rene. Heta bi mirnê em li pişta artêşa xwe ne“ filan û fîstan.  

   Erreeekkkkk! Ê qerdeşim, hûn dibêjin em bi yekîtî û hevparîya axa Tirkiyê re ne, DTP dibêje em Tirkiyê parçe nakin, Xelo û Celo dibêje bi telaq Mîsakî Millî û hew, ma çawa çêbû cîgerlerimmmmmmm!?     

   Law ma kesekî ku doza Kurdistanek serbixwe bike û lotikan li parçekirina Tirkiyê xe nemaye babam, wîî!

   Wille yabo we Kurdayetî kir tirrrrrrr…. Ê de bajoooonnnnn!

Kurd bi jinên xwe karin

Ehmed Agir- 18/10/08-Bazîd- Em Kurd tenê ji jinên xwe karin. Jinên ku her derd û cefa me dikşînin, dayiktiyê ji zarokên me re dikin, di rojên xweş û nexweş de me tenê nahêlin, dikevin ber xezeba me mêrên Kurd û tên kujtin. Birastî em Kurd ne milletkî wisa hov bûn, me qedr û qîmetê jina xwe, dayin û xuşkên xwe zanîbû. Lê çi bi me hatiye ez jî nizanim.

  Li  Bazîda Agirîyê Ozlem Arslana 19 salî, ji ber ku nexwestiye hewî bê ser dev ji mêrê xwe Mehmet Arslan berdaye û mêrê wê gellek caran lê daye, ew êşandiye. Lê xuyaye qûneko bi lêdana Ozlemê têr nebûye îcar rabûye ew kujtiye û mala xwe biriye mîratê.

  Ê oxlim, ma tu gurê Ozlemê bûyî hêê? Madem tu wilo cengawer bû, hema te xwe bikujta yan te xwe di nav komek esker de biteqanda ne bixêrtir bû min di te kiro!

Fatê were civatê-13

Xaltîka Fatê,

 

Wê rojê di civatê de min û çend hevalan mesela êrîşa ser Bêzelê û provokasyonê nîqaş kir. Min digot ev êrîş provokasyon e, wan digot naaaaaaa. Min digot ev êrîş bi kêrî qirûşekî nayê, wan digot belêêêêêêê. Min digot divê şer ji Kurdistanê derkeve û têkeve nava Tirkiyê, wan digot yooxxxxxxxx. Min digot êdî bes e, hinekî metropolan jî bikin şorbe, wan digot olmazzzzzz û hezar quzilqurtên din.

   Îcar çi aqilê te ji nîqaşa me dibirre xaltîka delal? Kê ji me lotikên baş avêtine?

   Ehmedê Pozmezin

   17/10/08- Stenbol >>>>>

 

Lotikek li ehmeqê xwedê ket

 

Hesen Almas- 17/10/08- Waşîngton- We dîtiye kesek rabe gilîyê xwedê li cem dadgehên welatê xwe bike xwedê bide mehkemê? Lê senatorê Nebraska Ernîe Chambers ev lotika kesanedî avêt û ciwamêr şerê xwedê kir.

   Senatorê Nebraska mîster Ernîe Chambers berî niha xwedê dabû mehkemê û gotibû: „ Xwedê min û xelkê Nebraskayê tehdît kiriye, bi milyonan insanên dinyayê perîşan kiriye, nexweşî û mirin anîye“ û ji bo van sedeman xwestibû dadgeh xwedê mehkeme bike û cezayê herî giran bide xwedê.  >>>>>

 

Qenc û xweş kirin

 

Tacdîn Baran- 16/10/08- Frankfûrt- Lotikxane herdem dibêje “Heta civaka Kurd û Tirk nebe dijminê hev, heta Kurd û Tirk silavê ji hev qut nekin, heta Kurd û Tirk wek Cihû û Filistînîyan hevdu wek dijmin nebînin, wê serê me Kurdan her di nava qûmê de û qûna me jî belbelotî be. Bila tu Kurdek xwe bi gotinên wek “bratîya Kurd û Tirk nexapîne”.

   Welhasil, di dinyayê de tu çapemenî û medya wek a Tirk bêbav, dêqehp û provokator tuneye. Çi provokasyon û kujtin li Tirkiyê û Kurdistanê bibin, ji sedî 95 ê wan medya Tirk dibe sebeb. >>>>>

Tirsa zimanê Kurdî

Bargiran Baran- 16/10/08- Stenbol- Cilên min ên nû li min û yên kevnik û pîsik di destê min ên rastê de bi kêfxweşîyek xweş ber bi rawestgehên li hember Marmara Otelîyê dimeşim. Na, îcar ez xwe şaş nakim, dê li rawestgeha Kadıköy 110an, li otobosa Kadıköy 112an siwar bim. Ka otobos kanî law?.. Ma saet çend in?

   Destê xwe dixim bêrîka xwe û telefona xwe, ji nav pereyên hûr, kartê akbilê, perên kaxezî, qelama min a şîn, û du benîştên necûyî bi zor û zehmetîyek  mezin derdixînim. Ekrana telefona xwe bi ponterê xwe yê nû û pakij didim, pakij dikim û li saetê dinihêrim. Herhal ezê otobosê tew kêm 20 deqîqa bipêm. >>>>>

 

Gelo xwarin çi bû?

 

Mistefa Kerkûkî- 16/10/08- Bexda- Belê, dibêjin serokkomarê Iraqê mamê me Celal Talabanî, doh nîvrokî li Koçka Selamê ya li Bexdayê xwarinek ji bo şerefa serok Barzanî pêşkêş kiriye.

   Di firavînê de serokwezîrê Iraqê Malikî, serokên partîyên siyasî, wezîr û parlamenterên Iraqê û hindek xebatkarên balyozxaneyên biyanî beşdar bûn.

   Welhasil, dibêjin piştî ku mêvanan têr xwariye û zikên xwe wek ê Mam Celal nepixandine, îcar dest bi lotikên siyasî û pehînên li ser yekîtîya Iraqê kirine û hevdu gindirandine.

   Lê tiştek tenê di dilê me de bû meraq û kul. Gelo di xwarina firavînê de goştê elokan hebû yan na?  

Ev hesp ji me Kurdan ehmeqtir derket

Hesen Almas- 15/10/08- Amerîka- Me digot qey di dinyayê de ji me Kurdan ehmeqtir insan û heywan nînin. Hina hûnê bêjin “Çima hûn Kurdan biçûk dikin û wan dikin ehmeq” newlo? Ma milletekî ku bi hezarê salaye bi dijminê xwe bixape û bi navê brayetî, ol û gotinên şahîk lotikan bixwe û bi ser de jî biaqil nebe, çi nav lê tê kirin gelo?

   Axir, li Amerîkayê hespek rabûye serê xwe xistiye nav du çuqlîyên darek mezin û xwestiye bizanibe bê ka çi di hundurê darê de heye.   Îcar serê wî di nav herdu çuqlîyên darê de maye û dest bi tirr û fissan kiriye. >>>>>

 

Sayin Kûçik dîsa verşiya

 

Ehmed Beyan- 15/10/08-Enqere- Sayin sermezin Yalçin Kûçik dîsa verşiya û êrîşî serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. Yalçin Kûçikê ku wextekî wek şêwirmendê Ocalan lotik davêtin û bi gotina wî gellek ji kadirên PKK kirin Kemalîst, di hevpeyvîna xwe de li ser ixbarîya ku wê li Ocalan bihata kirin axivî û got ku wî îndîrekt xeber daye Ocalan ku wê sûîkast li himberî wî bê kirin.

    Kûçik efendî dibêje ku, „Abdullah Ocalan pir pesnê Kemal Paşa dide, heyranê wî ye. Kurdan zikopişto li erdê dixe. Neraste ku min Ocalan kiriye Kemalîst, ew bi xwe Kemalîzmê diparêze û her hefte di hevdîtinên xwe de pesnê Kemal Paşa dide“ filan û fîstan. >>>>>

Lotikxanê dosya sor bidest xist

Zinar Qelemşûr- 14/10/08-Stenbol- Belê, Tirk dawîya dawî mecbûrî Kurdekan bûn û heyeta wan li Bexdê bi Serok Barzanî û Mam Talabanî re rûnişt. Herçiqasî di derbarê naveroka plan û projeyên ewlekarîya dewleta Tirko de daxuyanî nehatibin dan jî, lê sîxurên Lotikxanê naveroka plana ewlekarîya Tirkiyê a ku pêşkêşî Serok Barzanî kirine, bidest xist.

    Li gora ku sîxurê me dibêje, naveroka plana ewlekarîya Tirkiyê ji van xalan pêk tê û pêşniyazên Tirkiyê ev in: >>>>>

Hesen efendî go „virqqq!“

Tacawizcî Coşqûn- 14/10/08-Stenbol- Hasan Celal Guzel (wey maşele, çi guzel û çi hal) efendî wê rojê derketibû televizyona ATV û qaşo  li ser PKK , Barzanî û Talabanî diaxivt.

   Gotlaqê sermezin berî 10 salan çi digot dîsa heman tirşik xwar û dest bi lotikan kir. Sayin gotlaq Guzel digot çi hûn zanin?

   Digot: „Na qerdeşim na, divê berê em pozê Barzanî û Talabanî bifirkînin, em bomban li ser serê wan bibarînin, hêz û heybeta Tirkan pêş wan bikin û piştre wan dawetî ser masê bikin. Yan na, Barzanî û Talabanî bi qurban û heyranê nayên ser rê û biaqil nabin“ filan û fîstan. Hûn dibînin ne?

   Weyla kalkê min di pîrka te kiro, de tu wilo mêri û kurê bavê xweyi, ê de here ha ewladim! Ma bi zirt û virta ye, madem ew heybeta Tirkbûnê di qûna te de heye, li kera xwe siwarê û berê xwe bide Hewlêrê oxlim, wey!  

Sayin Lotikxane

Ez Kurdekî dewşîrme me. Axayê min yekî Tirk e. Hertim Tirkdi civata xwe de dibêjin, axa Kurdistanê digihije Derya Reş û Derya Sipî.

   Dema ev nexşeya Kurdistanê li Hokkandayê derket holê, axayê min got: Heheyyyy, ha welê li gor dilê me yazmîş bikin qerdeşim. Ji xwe em difikirîn ku Kurd negihijin deryayan hertim di riya dengizê de muhtacî me bibin.

    Îcar ez vê helwesta Hollandayê protesto dikim. Lewre nexşeya Kurdistanê pişûk kirine. Nexşeya me digihije Derya Reş û ji başûr ve digihije Derya Sipî. Vê şîkayetnameya min bigihînin dewleta Hollandayê û qûna wan dax bidin.

 Kurdo Dewşîrmelîoxlî

Bûrsa-Turkîye / 28/10/08

GERA LI EVÎNÊ

 Selwa Hesen

Ez geryam li te

Dengek ji dûr dihat

Ez ji te hez dikim..

Ez geryam li te

Di nav pêlên deryan de

Di welatê bê behr û deryan de..!

Di nav rûpelê dilê xwe de

Vegeriyam rûpelên pêşî

Rûpelên ko te nivisandibûn

Bi ava gul û çîçekan

Gulan digot:

Bêhna me der bû ji

Ewê evîna wey mezin >>>>>

Sofî Şêlim tê derxist

JI LOTIKXANÊ RE

Min pê derexist ku Serok Berzanî li kîjan stiranê guhdarî dike.

We soz daye ku hûnê xelat bidin kesê ku pê derxe.

   Serok Berzanî li stirana: HERNE PÊŞ HERNE PÊŞ DEWR Û DEM YA ME YE.... guhdarî dike.

   Bi neh telaqên sêjinberdanê, Serok Berzanî ji xeynî vê stiranê li tiştekî din guhdarî nake.

Zû xelata min bişînin, ez û hersê jin û 79 zarûkên xwe birçî ne.

 

Ji Hebeşistanê Silav...

Sofi Şêlim Mado

27/10/08

Tirr têde nemaye

Diyar Baban- 26/10/08- Mahabad- Li ser bextê gundî û cîranan be, li gora tê gotin, dibêjin malpera Îranî Şahab lotikek avêtiye û gotiye: „Bi serê rêber Xumeynî, tirr di Mehmûd Ehmedînecad de nemaye û li ser pira selatê diheje, ha bikeve û ha bikeve“ filan û fîstan.

    Dîsa li gor tê gotin, dibêjin ji ber nexweşîya xwe wê Ehmedînecad di hilbijartina 2009an de nebe namzetê serokkomarîyê û li ser dûvê xwe rûnê. Herweha tê gotin ku nexweşîya kêmxwînîyê bi Ehmedo re heye û heftê carek ducaran bêhiş dikeve û derpî dadigre.

   Axir, ji xwe ji şikl û şemalê Ehmedo xuyaye ku xwîna wî ne paqij e û nexweşî pêre heye lê çi nexweşî!? Bersiva vê jî li we qurban…

 

Serok Barzanî li kîjan stranê guhdarî dike?

 

Heçê tê derxe, emê elokek birajtî, mirîşkek kelandî û beroşek savara bi rûn bidin wan.

   De haydê, ev fersend bi destê kesî nakeve ellawekîl..Serketin yabo qurban....

Kampanya!

Lotikxane-25/10/08- Piştî ku me pêlava namzetê serokkomarê Amerîka Barak Obama dît, agir bi kezeba me ket û xewa şeva li me herimî. Ma namzetê serokkomarê Amerîka û sola qetyayî?

   Li ser vê sosreta kesanedî, me wek Lotikxane biryara “Kampanya kirîna pêlavek nû” da destpêkirin. Em jî dixwazin bi vî awayî pişrgirîya Barak Obama bikin û wî ji wê bêxwedîka sola qetyayî xelaskin.

   Îcar em bang li xwendevanên xwe dikin ku di vî çêle û qir û qelhanê de Barak Obama bê sol nehêlin û heger hûn mecbûr jî man, dakevin kuçe û kolanan û ji devê derîyê mizgeft û dêr û dergehan çend sol û çaroxan jê re bidizin.

   Ji niha de xwedê xêra we qebûl bike rebbî, amînnn!

HEJÎR

B.Jîndar-24/10/08- Dara hejîrê 3- 10 m bilind dibe. Lewre carna wek teraşekê carnan jî wek darekê xuya dike. Kulîlka wê ya biçûk di dirêjahîya demê de, di nav fêqîyê de dimîne û winda dibe.

   Kulîlkên wê yên nêr û mê li ser darên cihê çêdibin. Fêqî bi tenê ji kulîlkên mê çêdibin. Cotbûna wê bi awayê tozbûnê çêdibe.Wê tozê jî kêzikek çêdike. Ba jî wan tozikên mê û nêr digehîne hev. Belgên wê 3- 5 çiq in. >>>>>

Ji Lotikxanê re

 Mele Runudîn El Çiyayê El Ekradî-  23/10/08- Yemen-

 Gelî lotikvan û kerçirênên Lotikxanê, ez meletiya gundeki Ereb li Yemenê dikim. Gundiyê min tev ker û makeran xwedî dikin. Kerekî min jî yê neseqirî heye. Serê min pê re ketiye belayê.

    Piştî hate ragîhandin ku pisîka Lotikxanê çûye Mala Xwedê ziyaret kiriye û tobe kiriye ku hew di qul û qewêreyên xirban de li pey mişkên jar û reben digere, niha ez jî dixwazim kerê xwe yê hêç bişînim Hecê. >>>>>

Dînime îmanime rast e

Serdar Mirad- 23/10/08- Amed- Bala xwe bidinê, di her bûyer û çalakîyê de zarok û jin li pêş in. Bi taybet jî zarok. Birastî çima mezinên me zarokan berdidin kolanan lê ew wek kîroşka ku ji ber tajî bireve xwe vedişêrin gelo? Neyse, hina hûnê bêjin „Ma întîfada Filistînê jî bi zarokan dest pê kir cîgerim“ û xwe biparêzin.

    Îcar serokwezîr Erdogan çi gotiye hûn zanin? Gotiye: „PKK xwe li paş zarokan vedişêre lan, ma ev karê zilama ye qerdeşim. Heger mêr û zilam bin bila wek mêran derkevin meydanê û jin û zarokan bernedin kolanan, wîî!“ û lotikek li PKK xistiye. >>>>>

 

UAE presence grows in Kurdistan

 

Bradley Hope

ERBIL, IRAQ // In a single fell swoop earlier this summer, the UAE became the biggest source of foreign investment for the northern region of Iraq known as Kurdistan.

The announcement by Damac Properties of a US$4.5bn (Dh16.52bn) property development outside the capital city of Erbil has proven to be the beginning of a wave of investment by UAE companies looking to join in the economic revival of Iraq.
>>>>>

Her werin vê govendê

Antonîo Vêga- 22/10/08- Roma- De werin li ecêba kesanedî binerin, qûnekên Îtalyayê çavê xwe berdan namûsa serokwezîrê Rûsya Vladîmîr Pûtîn û ew wek zilamê herî seksî ê dinyayê qebûl kirin.

   Rojnama La Stampa, hevpeyvînek bi qûnekê meşhûr Alfonso Sîgnorînî re kiriye û mêro dibêje: „Offffff, bi ellawekîl Pûtîn xewnên min ên erotîkê dixemilîne. Çi cara ez wî di xewna xwe de dibînim, bi xwe xweş tînim û zimanê min metrokê ji devê min dikşe.  Ez wek îmana xwe zanim ku Pûtîn zilamê herî seksî ê dinyayê ye. Xwezî hema carek bida min û bela xwarina goştê mirîşka li min û bavê min heram ba û hew!“

    Axir, xuyaye mîster Vladîmîr Pûtîn xewna gellek zilaman dixemilîne. Lê bi namûs şevekê tenê jî nehatiye xewna min law, ma ev jî ne bêşensîya min e, pekkk!

Di seksa garankî de tirr ji hev berdan

Firildeq Elî- - 21/10/08-Stenbol- Li Stenbolê 7 polîsên Tirk û jinika bi navê Şaîze Ariç, di garaja Midurîyeta Ewlekarîya Stenbolê de bazdidin ser hev û grûp seksê dikin. Yanî, bi Kurmancîya gewrik „gana garankî dikin“ û hevdu di nav toz û trabêlkê de dihêlin, tirrê ji hev berdidin.

   Piştî û mesele hat bihîztin û di kamerayan de eşkere bû, her heft polîs ji wezîfê hatin dûrxistin û lotikek li wan ket. Lê a ecêbtir ev e ku lotikvana nav garanê Şaîze Ariç xanim >>>>>

Kevokim lê lê…

Senger îloz-21/10/08- Li îranê du kevok bi mebesta ku sîxuriyê li tesîsên atomî dikin hatin girtin. Ji van kevokan re cezayekî giran tê fikirîn!

   Em wekî lotikxane bi her hewayî piştgiriyê didin van kevokên ku niha li heps û zindanên îranê ne. Wek têbinî em ji we xwendevanên delal ên lotikxanê re radgihînin ku, ev kevok ketine greva birçîbûnê û ji zindana îranê dengê strana; Kevokim lê lê kevoka sîxurim way way… bilind dibe! >>>>>

Siyasetmedarên dewlemend

19/10/08- Rojnama Times lîsta siyasetmedarên herî dewlemend weşand. De kerem bikin binerin bê kîjan siyasetmedar dewlemendtir e >>>>>

Orhan Pamûk û Tirs

Bargiran Baran- 19/10/08- Stenbol-

Danê nîvro, li aşxaneya Atatürk Öğrenci Yûrdûya li Zeytinbûrnûyê hevalên ji Wanê xeber danê: Hevalê delal, hevalên delal dîsa basqinek kirine û herhal 15 kes ji wan kuştine. Hay ji xwe hebe, dibe ülkücü bên dolap molabên te vekin, tew dengê xwe meke…Çi gotin gotin, bê temam, zêdetir tiştekî mebêje. Yûrt di dest wan de ye, tu dizanî willeh û billeh wê me bihênciqînin, parçe bikin. Eger kitabên Kurdî li cem te hene, tew vemeşêre jî, çeke, bila here.

   Çi?.. Orhan Pamuk?! Ma tu fêhm nakî ez dibêm çi heval?..>>>>>

Helbestek ji serê Çiyayê Qendîlê

Sofî Xelef- 19/10/08- Li ser bextê parêzeran be, dibêjin zebanîyên devê derîyê Girava Îmralîyê serokê PKK Ocalan avêtine erdê, çend parsûyên wî êşandine û hetta heqaret jî lê kirine.

   Îcar xwendevanekî me ji serê Çiyayê Qendîlê, di bin gumeguma dengê bombeyên firokeyên Tirko de rabûye êşkenca li ser Ocalan şermezar kiriye û bi vê minasebetê helbestek li ser Ocalan nivîsandiye.

  Madem ku Lotikxane demokrat e û PKK jî bi qencî û xerabîyên xwe parçeyek ji me ye, em helbesta kekê xwe bê sansûr diweşînin. Xêr û guneh di stuyê wî de be rebbî! Ê de fermo cîgerlerim >>>>>

WIKIPEDIA”ya Tirkî lotikek li nivîskarê Kurd xist

Wîkîpedîaya Tirkî tehamilî nivîskarê Kurd Zeynelabidîn Zinar nekir û ew ji nav refê xwe qewirand.

   Dibêjin hingî pirtûkên Zeynelabidîn Zinar serê Wîkîpedîa Tirkî êşandine, mejîyê wê bûye şorbe û gotiye "Êdî bes e!" û lotikek li nivîskarê me xistiye.

   Li ser bextê fesad û ewanan be, dibêjin Tirk ji nivîskarê me hesidîne û gotine: "Yaw qerdeşim, mêrik 82 pirtûk nivîsandine, sibê, nîvro û êvarî pirtûkekê dinivîse, ma bû çi gidîîîîî" û derîyê Wîkîpedîayê lê girtine.>>>>>

 

Dîsa li qûna xwe zor anîn

 

Aram Serhedî- 17/10/08- Stockholm- Tirk milletekî wisa ye ku wek dewarên nav garanê ne, dixwînin lê fêhm nakin, naxwazin fêhm bikin, dibînin lê xwe li korîtî datînin, dijîn lê xwe li miritî datînin. Bêbavan tu dibê qey di guhê gê de dijîn û ji xwe pêve kesekî naecibînin. Piştî sosreta li fûara Frankfûrtê, îcar niha jî çapemenîya Tirk berê xwe daye Swêdê, bajarê Stockholmê taxa Jarfellayê.

   Xwedêgiravî Tirkên ku çûne qurza zimên, li ser nexşeya Tirkiyê navê Kurdistanê dîtine, li zora qûna wan û bavê wan çûye û dest bi zîtirkan kirine .>>>>>

PÛNG 

B. Jîndar- 17/10/08- Pûng giyayek bêar e. Ji cihên sîber û hêwî hez dike. Li ber lêvên coyan û çeman xwe bixwe hêşîn dibe. Lê çandina wê jî tê kirin. Linav baxçan û li eywanan jibo bênxweşî, lawînî, baharat û jibo mêş nekevine hundurê malê, tê çandin.

   Bejna wê 30- 100cm bilind dibe. Belgên wê keskê tarî û rexên wan xetxet in. Di meha tîrmehê de kulîlkan vedike, kulîlkên wê wek leylank peyazî û sipî ne. 30 cûreyên wê hene. Tovê wê qahweyî ye. Devera bikevê lê şîn tê, lewre di demek kurt de dera lê bê çandin, rehên xwe berdide û pir dibe. >>>>>

Hay ji zarokên xwe hebin cîgerlerim

Pornocî Kemal- 16/10/08-Almanya- Internet nametek xwedê ye. Dinyê tîne ber destê mirov. Lê xeterîyên wê jî pir in. Bi taybet ji bo zarokan xeter e û zarok bi têketina malperên xelet lotikên bêîman dixwin.

    Li Almanya malbatekê du keçên xwe yên 11 û 15 salî di malê de bi tenê hiştine û jin û mêr derketine nêçîra lotikan. Îcar herdu xuşk jî rabûne ketine internetê, malperên pornoyê vekirine, dengê flîmên seksê bilind kirine û cîran ketine helakê.

   Ji cîranan weye ku ferman li taxê rabûye û bi „ax û oxê“ jin û mêrên taxê ketine ser zikê hev.>>>>>

Wey ez bi qurbana tirsê bim!

Dergevanê Meclîsê- 16/10/08- Enqere-

Hûn zanin bê ev tirs çi pîs e? Xwedê neyne serî kesî rebbî. Bi sê telaqan tirsa Kurd û Kurdistanê ji Tirkan re ji ezabê qebrê, ji êşkenca cehnemê, ji pehînên ker û bergîlan û ji lotikên Lotikxanê xerabtir tirrê ji wan berdide.

   Kurê dêlegura Asenayê Dewlet Bahçelî nexşeya Kurdistanê di meclîsa xwe de hejand û got: "Ûlan oxlim, aha ezraîl û melkemot ev e. Dînime, îmanime, kîtabime, sînorên xwe anîne heta bi Gawirdaxê (Çiyayê Kurmênc). Hew nemaye doxînê li me sist bikin qerdeşim" û bi xwe de rît.

   Wey ez bi qurbana tirsê bim û hew...

Nexşeya Kurdistanê tirr ji wan berda

Sosin Bermal- 15/10/08- Frankfûrt- Di fûara pirtûkan a îsal de Tirkiye jî bi fermî beşdar bûbû. Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul û gellek girgirêkên Tirk beşdarî fûara pirtûkan a bajarê Frankfûrtê bûn. Lê gava Tirk çav li standa Kurdan ketin û nexşeya Kurdistanê lê dîtin, ziravê wan qetiya, bi xwe de rîtin û bêhn bi wank ket.

   Dibêjin balyozên Tirkiyê hema yekser serî li dewleta Alman dane da ku carek din nexşeya Kurdistanê di fûaran de tunebe.

   Axir, vê carê jî nexşeya me tirr ji wan berda, heta salek din xwedê kerîm û rehîm e.

PKK kîmya Tirkan kiriye şorbe

Firildeq Elî- 14/10/08- Stenbol- Xuyaye wek mirîşka gêj li Tirkan hatiye. Ji tirsa PKK hew wêrin herin ser doşekên jinên xwe û hew li wan jî radibe.

   Nivîskar û programçêkerê serşûnik sayin M. Alî Bîrand li xwe mikur hat û di nivîsa xwe de got:”Offfff, evê PKK kîmya me xerakiriye qerdeşim. Kîmya çû wê sibê fîzîk û bîyolojîya me tî têk bibe. Yaw em hew karin herin ser doşeka jina xwe jî babam, wîî! Wille bille û tille hingî PKK serê me meşxûl dike, hew li me radibe û fîşekên me qelp dikin” filan û fîstan. >>>>>

ÇIMA NE ÇAR KURDISTAN?

 Tofan Notirvan- 13/10/08-

Xwedê kiriye ku LOTIKXANE heye. Eger nebûna, kesî rastî nedigot.

    Çima wê çar Kurdistanê me jî nebin?

 Madem ku purteqal û mendelîn kîr bi xwe ve dikin, madem ku zarûkên kurik dema çêdibin kîr bi pişta xwe ve dikin, madem ku mar du serî bi xwe ve dikin, çima wê çar Kurdistanên me jî çênebin?

    Çima bila çar Kurdistan çêbibin? Ji ber van sedeman: >>>>>

Melayê Ker

Zagros Osman- 12/10/08- Mele li daweta kurê axê amede bû. Piştî dawet bi dumahî bû, mele û kesên dîtir yên ne ji gundê axê lê bûne mêvan, ciyên xewê ji wan re neman.

    Axe neçar ma, pêwîste ew ciyekî hêja ji seyda re peyda bike bo lê razê. Axe mijul bû mijul bû …. Go ah bi xweda min cî ji seyda re dît , bela ew li oda keça min Hitikê razê, ji bo mele cî ji vî ciyî çêtir nîne. >>>>>

ÇÎRÇÎROK  

F.Devliken- 11/10/08-Mêrdîn-

Rojekê yekî Kurd û yekî Tirk bi hev re dikevin nîqaşê û pevdiçinin.

    Kurdo dibê: Xwedê teala Kurd e.

    Tirko dibê: Na, tu nav nigên dêya xwe dixwe, xwedê teala Tirk e.

Yek ji Kurdo, yek ji Tirko, dixirpişin ser dilên hev. Hev di nav rimilk û çiravê de digevizînin; hev dikin tahjî lawê tahjîyan, heşayî huzûra we. >>>>>

lotikxane@hotmail.com    ....    © lotikxane 20-02-2006