H.Belê

Ez hero verêno!

 

F.Devliken

Hoooşşş!

 

 

B.Ronahî

Tiliya min kul bû

 

L.Şêxo

Xalê Cemîl

 

A.Dûran

Mafya Ismaîl-2

 

Z.Osman

AÎDS û Amûdî

 

B.Tosin

Hember min rûnê

 

Qosarî

Bajarê Stenbolê

 

S.Îloz

Kevokim

lê lê

 

                         

Lotikxane

Xaltîka Fatê-16

Xwerist

Tenduristî

Karîkatur

Magazîn

Youtube

Çi kesê ku ruhê netewayetî pêre tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike....M.Mistefa Barzanî...            Medya ///   Arşîv

XWEZÎ

Dildar ismail-27/11/08-

 

Xwezî dem carekê vegera be

Gulê ji nû ve şax da be

Geşbûna buhara geş û

Kulîlkên sor û zer

Hêstirên winda û xonava dara

Xwezî kenê lêva vegera be

Jîn û vîn ji hev cuda be

Xem û keder û ar >>>>>

 

PETA lotikek li Armanî xist

 

Pornocî Mûsa- 26/11/08- Endamên Komela Heywanparêzan PETA, vê carê jî lotikek li şîrmeka modesazîyê Armanî xistin û ew şermezar kirin.

    Endamên PETAyê bi sedema ku Armanî cil û kurkên heywanan difroşin, ew protesto kirin û qûna rayedarên Armanî dax dan.

   Protestoya ku li konalê çêbû bala rêwîyên kolanê kişand ser xwe û ji protestoyê wêdetir, rêwîyan têra xwe li van xanimên germik û nermik nerîn û keser kişandin. >>>>>

Çi xezûrekî welatperwer looooo!

Zirto Kurê Virto- 26/11/08-Samsûn- Yaw ev Tirk pir welatperwerin canim, bi ellawekîl hema kî dikeve ber wan efû nakin û welatperwerîya xwe bi cîh tînin. Êdî bûye adet, Tirkên ku baznedane ser dê, keç, jin, torin û bûkên xwe hema bêjin kêm in.

   Îcar li bajarê Samsûnê xezûrekî Tirk qûş li bûka xwe qetand û tirr jî berdan. Mehmet S ê 49 salî, dema bûka wî Y.S a 20 salî cilan dişo û cilên şil dadiliqîne, hema dawa wê li serê wê dipêçe, doxîna wê dişemitîne û keleşkofa xwe di nav şeqê bûka xwe de direşîne. >>>>>

 

Ne Apocî me, ne Xalocî me, ez bibim çi xaltîka Fatê?

 

Evdilkerîmê Serşûnik-25/11/08-Wêranşar-Navê min Evdilkerîmê Serşûnik e. 24 salî me, azib im, bê şuxul im û virde wêde dibezim.

   Wê rojê ez û hevalekî xwe em li qehwexana Evdilayê Simbêlqeytan rûniştibûn. Hew min dît ciwamêrek hat, got “selamunaleykum heval” û li ser masa me rûnişt. Yek ji vir û yek ji wir, mêro ket meselên siyasî û got ez “Apocî” me.   

   Gava wilo got, hevalê min jî got:”Kekko brao, tu Apocî bi ez jî “Xalocî” me oxlim û rabûn hevdu. Wek du dîkên go li ser mirîşkekê nikilan bavêjin hev, hevdu dan ber lotik û pehînên siyasî û dinya serûbinê hev kirin. Wî digot ez, ê din digot de here law, ez û ne kesekî din. >>>>>

 

 

S.G

Hember Min Rûnê Canê

B.Tosin- 23/11/08-

Lehya hêrsan

Di gola bêdengiya min de

Hilnayê.

Lehya hêsran

Di gola arama min de

Hilnayê.

Lehya evînê 

Di gola dilê min de 

Hilnayê. >>>>>

Gelo ev dar li Îranê bûna çi diqewimî?

Mihyedînê Serzelût- 23/11/08-Bedlîs- Wek hûn zanin, rayedarên Îranê pirr ji darên seksî û erotîk hez dikin. Ji ber vê jî, hema darek erotîk li ku bibînin didin ber bivir û tevr û bêran û wê darê îdam dikin.

   Me jî rabû du darên pir bedew dîtin, me wêneyê wan kişand û em dixwazin wan herdu daran wek diyarî ji muzexaneya Îranê re bişînin.

    De ka lê binerin bê diyarîya me dikeve serê we yan na cîgerlerim. >>>>>

Piştî tirr tê de neman bû misilman

Hesen Keleş – 21/11/08-London- Li ser bextê rojnama The Sun be, dibêjin lotikvanê belekbelekî Mîchael Jackson, li Los Angelasa Amerîkayê, di mala hevalekî xwe de li ber destê mellê tobe kiriye, eşheda xwe anîye û bûye misilman. Tirro navê xwe jî kiriye „Mîkaîl“. Yanî melekê çarem.

   Welhasil, Jackson beg piştî ku bi derman û neşteran xwe rengspî kir û dest bi lotikên zarokan kir, qûş lê qetya. Êdî neşter, kêr û meqes jî nikarin serûçavên wî li hev ragirin. Bûye wek çaroxê û ji hevde ketiye.

   Êêêêêê, adet e babam. Heta tirr di wan de hebin nabin misilman. Lê piştî tirrên wan dibin fiss, îcar misilmantî, dîn û axret tê bîra wan. Berjewendî ye cîgerlerim berjewendîîîîîîî!

   Ji bilî Kurdan herkes bi awayekî îşê xwe dimeşîne bi dîn û îman û hew!

Heta kezeba wan neşewite hişê wan nayê serê wan

Zilfiqarê Sêwasî- 20/11/08- Sêwas- Dibêjin heta serê yekî li dîwêr nekeve hişê wî nayê serê wî. Ev jî mesela me û dayikên Tirk e. Dibêjin eskerê bi navê Ismaîl Uygun li herêma Lica Diyarbekrê tê kujtin û pîs pîs ji kîsî xwe diçe. Ê helbet xema generalan nîne, hema wî dixin tabûtê û bi ser mala bavê de poste dikin.

   Îcar dêya wî li çogê xwe dixe, dike qarewar û dibê:“Yawrûmmmmm, ma hema wê zarokên me belengazan bên kujtin law, çima zarokên wan qehpikên boyax û makyajkirî nayên kujtin hewarêêêê…Hema bi xwedê ez nabêjim bila welat sax be“ û gijola porê xwe hildike.

   Welhasil, rehmetîyê nivîskar Azîz Nesîn digot „Ji sedî 90 ê milletê Tirk ehmeq e“.

   Îcar bi sê telaqan, heta ji sedî 90 ê van ehmeqan biaqil nebin û li dijî dewleta xwe dernekevin, wê heta bi heta ev sing di wan de be û hew.

Kampanya li dijî şiddeta ser jina Kurd dest pê kir

>>>>>

Xanimê bû Balyoza Aştîyê

Şemal Amedî- 18/11/08-Hollywood- Lotikvana nermik û germik, bedewa seksî Charlîze Theron bû Balyoza Aştîyê a Yekîtîya Milletan û da lotikan.

   Heta niha gellek jinên navdar wek Balyozên Aştîyê xizmeta Yekîtîya Milletan kirine û li dijî zilma li ser jinan sekinîne.>>>>>

EW KAFIR

Goyî
Ew kafirên tawanbar

Islamiyet kir mertal

Em xapandin hezar sal

Hêriş kirin wek keftar

     Em bûn qirşê ser bênder

     Ser gêrandin nêreker

     Bi wan bertîlên qirêj

     Çav tarî dibin kerê gêj

     Emir borî bi xwisaret >>>>>

Sînema Amûdê

Dilêş Luqman - 17/11/08 Almanya

Sed xwezî wê rojê neba şev

û roj dirêj biba bê dawî

Sed xwezî min zanîba, ku melkemotê mewtê, û izraîl bûne mêvanên Amûdê

Sed xwezî wê rojê neba şev

Belkî, ez têr bibûma ji nerîna te..xemla te ...û  çelengiya te

Belkî ez têr bibuma .. ji wêneyên te

Xwezî min zanîba wê gavê 

Tîrêjên rojê xwe bernedaba pişt tarîyê >>>>>

 

Ev tirr ji wan re nema

 

Hesen Almas- 16/11/08- Calîfornîa- Piranîya dewlemend û lotikvanên halxweş li eyaleta calîfonîaya Amerîkayê dijîn. Calîfornîa ji wan re wek bihuşta Amrîkayê bû. Lê xwedêteala jî ev ferqî qebûl nekir û agir bi ser serê wan dewlemendan de barand.

   Dibêjin li Calîfornîayê tam 600 malên dewlemend û navdarên Amerîkî şewitî ne û tirr ji wan hatiye berdan. Walîyê Calîfornîa Arnold Schwarzenegger li eyaleya Loz Angelesê rewşa awarte êlan kiriye û wek kîrûşka ku ji ber tajî bireve, hew zane çi bike.

   Êêêêêê, dinya ji kesî re namîne qirdo!

   We digot qey wê ev tirr ji we re bimîne ha.  Weleddddd!  

Mêro bû serokê Almanan

Tacdîn Baran- 16/11/08-Almanya-Lotikvanê Tirk Cem Ozdemîr bû hevserokê Partîya Keskan û simbêl ba da.    

   Hûn zanin, adeta Tirka ye. Di demên teng de behsa Kurd û pirsgirêkên Kurdan dikin. Lê ku cîh li wan fireh bû, nizanin ne Kurd hene ne tunene. Tew bi ser de wan înkar û tune dikin.

   Axir, Cem bey gellek caran behsa hebûna pirsa Kurd dikir û dewleta xwe, Tirkiye rexne dikir. Heger ew jî wek Erdogan û piranîya Tirkoleran Kurdan înkar neke û li gotinên xwe poşman nebe baş e.

   De ma xwedê û wîjdanê Cem Ozdemîr efendî...

Oxlim got „NA!

Hozan Vitvito- 15/11/08- Ruha- Hunermendê Tirk Îsotçî Îboyê kurê Cîgercî Ehmê, ji pêşniyaza televizyona Kurdî re gotiye „Olmazzzzzzzz, pere, pere, pere“ û lotikek kerîkî avêtiye.

   Serokê Dezgeha Televizyona Tirkiyê TRT Îbrahîn Şahîn dibêje:“Min pêşniyaza televizyona Kurdî ji lehmecûncî Îbo re bir, lê mêro zêdeyî serê me û bavê me pere xwest û pêşniyaza me qebûl nekir“.

   Ê tabî canim, dîn û îmanê Îboşo bûye pere. Ma hûnê çi hêvîyê ji tirrekekî ku jina xwe ji xwe berde û bêje „Jina min ji min berdayî be, heger kurekî min çêbibe ezê navê wî bikim Mistefa Kemal“ bikin qerdeşim! Ma xema wî zimanê Kurdî û televizyona Kurdî ye.

   Êêêêêê, pere dikutin mere cîgerimmmmmm!

 

Mêro Tamişkî bûye wey

 

Şemal Amedî- 14/11/08-Amerîka- Bedewa Hawaî Beatîe xanim berî 10 salan cinsiyeta xwe guhertibû û qaşo xwe kiribû zilam. Lê kezîkurê lebat û malzaroka xwe a jintîyê neavêtine û bi vî awayî zarok li ser zarokê tîne.

    Beatîya ku navê xwe kiriye Thomas Beatîe, berî niha keçikek anî dinyayê û niha dîsa zik li xwe nepixandiye. Beatîyê ku bi avika (sperma) zilamekî din cara duyem bi hemil bûye bi taybet ji Lotikxanê re got:“Offfffff, keçê min nizanîbû hemilbûn ewqasî xweş e haaa. >>>>>

Bi saya qûna xwe meşhûr bû

Miradê Torî- 13/11/08- Parîs- Dinya bûye pere, şan û şohret. Hema çi kesê ku bixwaze meşhûr bibe û çend qirûşan qezenc bike, hew we dît xwe berda çolê û xwe şût û rût kir.

   Li Parîsê haşa min hizûr "Pêşbirka Qûnbedewîyê" çêbû. Yan jî em bi zimanekî nazik bêjin "Kelef" yan jî "Kulîmek". Lê gotina qûnê seksîtir û zêdetir li xweşîya xwendevanên Kurd tê bawerim.

   Axir canim, em xwe gunehkar nekin û vê roja xêrê zimanê xwe nelewitînin.

Şîrketa Swîsrî li Parîsê pêşbirka qûnbedewîyê lidarxist û got: "Heçê xwedîya qûnek bedew be, emê 15 hezar Euro bidin wê û wê bikin modêl". >>>>>

Çû heyfa bavê tiştekî din li ser kir

Çang Çîng Çong-12/11/08- Kore- Xweşikbûn kama dilê herkesî ye. Herkes dixwaze xweşik û bedew be jibo ku xwe pê bi paye bike û lotikên xweş bavêje. Lê gellek caran hinek kes diçin heyfa bavê lê qûna dê jî li ser dikin. Îcar ev jî mesela me û xanim Hang Mîokû ya Koreyî ye.   

   Xanima 48 salî jibo ku xwe bedew bike, rabûye piştî 48 salîya xwe ketiye bin kêr û meqesên textoran û malik li xwe biriye mîratê. >>>>>

 

 

Demokratîk Cewrik Cimhûrîyetî

 

Kenan Îzol- 11/11/08-Antalya- Belê, Kurd li her bajarên Tirkiyê dikevin ber lotikên cewrikên dêlika Asenayê û lêdanê dixwin. Êdî divê Kurd bizanibin ku ewê nikaribin di nav Tirkan de wek insanan bijîn û ewê nikaribin bi azadî bigerin, bixwin û vexwin.

   Di vir de du rê li ber Kurda ye. Yan divê di metropolên Tirkiyê de cilika bênamûsîyê bikşînin serê xwe û nebêjin em Kurd in û Kurdî neaxivin, yan jî divê vegerin welatê xwe, bazdin ser dê û jinên Tirkên ku li Kurdistanê ne, wan ji welatê xwe derxînin û heyfa xwe hilînin. Yan na, di Demokratîk Cewrik Cimhûrîyetî de jiyan heram e qerdeşim!

    Aha lêdana xortê Kurd Yûsûf Oz nîşana vî tiştî ye û xelas!

Xalê Cemîl

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

L.Şêxo- 11/11/08- Xalê Cemîl û pîreka xwe emrek dirêj bi hevre derbas kiribûn, bi hevre pîr û kal bûbûn jî, lê qet li hev nedikirin û gotinên wan tucara nediket firaxekê.

   Xalê Cemîl kal bûbû ketibû livînê. Rojekê dîsa qey gotinên wana berbihev de diçin û dîsa pevdiçinin. Bêhna xalê Cemîl pir teng dibe û ji pîreka xwe gelek aciz dibe. Hema ban  lawê xwe dike û jê re dibê: “Bilez here ban melê bike bila bê vir”.

   Lawik diçe ban melê dike, mele tê cem dibê xêre te şandîye dû min? Xalê Cemîl dibê ka hela were rûnê xêr e. >>>>>

 

Xwe ji lotikê re amade kin

 

Nevîyê Xidirkê Omerî-10/11/08-Nisêbîn-
Serokê Hak-Par'ê Bayram Bozyel bi daxuyaniyekê xatir ji malpera PSK'ê Kurdistan.Nû xwest û anî zimên ku êdî ew ê dema xwe bide Hak-Par'ê, ji ber ku PKK'ê mîada xwe dagirtiye û êdî dem dema Hak-Par'ê ye. Di vê navberê de pirtûka stratejîk bi navê DEM DEMA HAK-PAR'ê ye jî ji nav weşanên Kurdistana Nû ve hate weşandin.

   Li ser berga pirtûkê wêneyê Don Kîşot heye ku ji Stenbolê bi rê ketiye û berê xwe daye Kurdistanê, da ku keleh bi keleh Kurdistanê bistîne û bibe Şovalyeyê Kurdistanê.>>>>>

Ew jî ket nav koma garanê

Şemo- 09/11/08- Mêrdîn- Derhêner û lotikvanên Tirk bajarê Mêrdînê ji xwe re kirine mesken.

   Bêbavan dev ji metropolên xwe berdane, îcar tên di bajarê Kurdan de, di dilê wan de lotikan li wan dixin û bi navê flîm û rêzeflîman Kurdan pîs dikin. Ne go ji Kurdan û adetên wan hezdikin haaa, na. Tenê ji bo go adet û toreyên Kurdan pîs û rûreş bikin û nîşan bidin ku Kurd paşdemayî ne, hov in, heywan û nijdevan in.  >>>>>

Lotikek li malxezûranên xwe xist

Miradê Torî- 08/11/08- Bruksel-  Zavayê Tirkan û Serokê Komisyona Têkilhev a Tirkiyê û Yekîtîya Ewrûpayê Joost Lagendîjk, lotikek li malxezûranên xwe xist û da bin dûvê Erdogan.

   Lahendîjk di derbarê reforman de got:”Bi sê telaqan Erdogan ne ew zilame ku reforman pêk bîne. Ji Tirkiyê re gunikreşekî wek Barak Obama lazime ellawekîl” û lotikek li Erdogan xist.

  Lagendîjk bi namûsa xwe sûnd xwariye û gotiye.”Erdogan ji tirsa artêşê bi xwe de dimîze, ew nikare rêberîya reforman û mafê mirovan bike” û doxîn li Erdogan sist kir.

   De xwedê xêra Lagendîjk qebûl bike û lotikên xurttir bike qismetê wî rebbî!

 

 

Wey xwedê rih stando Ebû Cengo

Seydayê gerok-27/11/08- Bi navê xwedayê yezdan û dilovan …

Selewatên xwedê li pêxemberê me be.

   Beriya çend rojan mirîdekî me ku xwedê hidayet çend katjimêran jê standibû û hişê wî tev li hev bû bû, nûçeyek pir kirêt di der heqê Kurdên me yên rajava de nivîsî bû.

   Em jî wek Serokatiya Encûmena Bilind a Seyda, Mele, Şêx û Feqeyên Kurdistanê me pêwîstî dît ku em lêborîna xwe ji Xwendekar, Nivîskar û Oldaran bixwazin.

   Bi rastî ev mirîdê bi navê Ebû Cengo gerek dilê wî ji bervê nûçeya ko xwedê neke rast be, dilê wî li ser Kurdan êşiya baya. Gerek li nav Mele û Keşe û textoran li dermanan geriya baya û xemgîniya xwe anî baya zimên. >>>>>

Holanda dixwaze tirrê ji biyanîyan berde

Miradê Torî- 26/11/08- Amsterdam- Hikûmeta Hollanda amadekarîya lotikên dijwar dike û dixwaze bi van lotikan tirrê ji biyanîyan berde. Partîya Xiristiyanên Demokratên Hollanda CDA bi biryare ku rê li ber biyanîyan bigre û hatina ji bo Hollandayê zehmettir bike.

   CDA bi sê telaqan sûnd xwariye ku, „çi kesê bixwaze bê li Hollandayê bijî, divê sedî sed Hollandî yan Ingilîzî zanibe. Yan na, emê tirrê ji wan berdin, lotikekê li wan xin û nehêlin ew bên Hollanda têkevin nav livînên keç û jinên me“ filan û fîstan.

   Îcar ji me gotin qerdeşim. Kesên bixwazin bên Hollandayê, bila serî li Zanîngeha Lotikxanê xin.Yan jî, herin Hewlêrê û di Zanîngeha Işik a Fethûllah Gulenê dijminê qewmê Kurd de fêrî Ingilîzî bibin kaka.

Fatê were dawetê

Cilêtçî Mihê- 26/11/08- Tê bîra we gava serokê Kurdên sererd û binerd sayin Ocalan gotibû „Ez ji dayikên şehîdan (şehîdên Tirk ha) lêborîna xwe dixwazim“ bewlo?

Îcar ê ku herî zêde li dijî Ocalan derdikevin û dixwazin ew rojek berî rojekê bê şeniqandin kî ne hûn zanin? Dayikên şehîdên Tirrrrrrrrrkkkkk in.   

    Di derbarê bitenêbûna Ocalan û hatina girtîyên nuh de, Seroka Komela Malbatên Şehîdên Tirk Pakîze Akbaba kirasê xwe diçirîne, li dijî anîna girtîyên nuh derdikeve, rexneyên tûj li hikûmeta Erdogan digre û dibêje:“ Madem wilo ye, bila cêrîyekê ji nav PKK ji Ocalan re bînin Îmralîyê û daweta wî jî li dar xin bavo“ û henekê xwe pê dike.

    Yaaaaaa….. Aha dayikên ku te lêborîna xwe ji wan dixwest ev in ha birakoooooo!

   Kuro bi namûsa mêrê berê, em Kurd bi vê qûşê negihan Mûşê û hûn sax looooooooo!

Ax ku tu li newalekê bi destê min keta axxx!

Tecawizcî Coşqûn- 25/11/08-Stenbol- Law evan dolheram û dewşîrmeyên jinên Tirk ez beicandim wey liminnnnnn wey liminnnnn! Em bêjin mêrên wan neyse, lê ev jinên wan hene ya, evên go dêya wan ker û bavê wan qantir in lo, law ev qehpik ji qûnekên zilamê xwe zêdetir dijminatyîa Kurdan dikin heywax!

   Min di guhanê wê gayê, nivîskara Tirk, qîza dêlê Mîne Kirikkanat, berî niha di nivîsek xwe de tirr ji Kurdan berdabû û namûsa wan anîbû pênc qirûşên xerabe.

    Di nivîsa xwe de ji Kurdan re gotibû „Asalak Kurdler“ û digot:“Kurd bi perên me zarokan çêdikin, wan zarokan berdidin kolanan, dikin mafya, çete û canî (mêrkuj), elektrîla qaçax didizin, bi perên me dijîn û hîna jî ev cahil qîma xwe bi me naynin“ û Kurd bera ser xwe dabûn. >>>>>

 

 

AÎDSê tirr ji Kurdên Sûrî berda!

 

Ebû Cengo- 25/11/08-Qamişlo- Bav û kalên me ji berê de gotine:"Aqlê Kurdan di serê xirrê wan de ye". Ji ber vê ye ku Kurd bi hezarê salane kole û pîkolên xelk û alemê ne. Her tiştê xwe kirine qurbana xirrê xwe. Welat, xîret û hema çi bê bîra we, Kurdan ew kiriye bi qurbana çend lotik û fîşekên badilhewa.

   Welhasil, vê carê jî Kurdên rojavayê Kurdistanê, yanî Kurdên binxetekan malik li xwe birin mîratê û xwe li ser xirrê xwe kirin. Ev demek dirêj e ku ji Qamişlo, Hesekê, Amûdê û çend navçeyên din, bi sedan Kurd (sofî û melle jî di nav wan de hene) bi şik û gumana nexweşîya AÎDSê li nexweşxanan tirr û fissên tirsa mirinê dikin. >>>>>

Aferîn Cem beg aferîn!

Tacdîn Baran- 24/11/08- Almanya- Hevserokê Partîya Keskan Cem Ozdemîrê Tirk, di hevpeyvîna xwe a bi rojnama Bîld ê re çend lotikên Tirkane avêtin. Cem Ozdemîr efendî di hevpeyvîna xwe de doza perwerdeya zimanê Tirkî li dewleta Alman kir û xwest ku zimanê Tirkî jî bibe zimanê xwendin û nivîsandinê.

     Îcar hinek malperên me lotikên paşûpêşkî davêjin, xwa aciz dikin û dibêjin.“Peeekkkkk, kuro Ozdemîro, çima tu doza perwerdeya bi zimanê Kurdî jî naki oxlim“ û rebeno didin ber lotik û pehînan. >>>>>

Soza jinberdanê da

Raca Xan- 23/11/08-Hindistan- Li ser bextê Hindûyan be, dibêjin serokwezîrê Tirkiyê sayin sermezin Erdogan di civînekê de bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwariye û gotiye:”Jina min ji min berdayî be, heger di hilbijartinên herêmî de partîya min nebe yekemîn, ezê îstîfa bikim, dev ji zîtirkan berdim û hew siyasetê dikim” filan û fîstan.

   Xweş xebere lê me ne bawere cîgerim. Bi telaqê bê fitû,  heta tu komir û meqerna li xelkê xwelîliser belav biki partîya te yekemîne û hew, wîî!

   Law ma DTPî yên me tasek şorba nîskê jî li xelkê belav nakin qerdeşim, îcar wê çilo zora Kasimpaşalî Recebo bibin û bibin lotikvanên yekemîn yabo, iiii ihiiiii!

Maçkirina destê dayikên şehîda û mezinatîya Serok Barzanî

Bê şirove

Heyyy çi mal li ser e

B.Ronahî- 23/11/08-

Mala Ihtîyat li Çemê Alakanan, li ser rêya Cûlemêrgê û çend gundên pêve girêdayî ye. Ihtîyat derdora xanîyê xwe tev kiribû darûber û gelek cûreyên dikakan ( zerzewat) jî diçandin. Di nav erdê wî de çend kanîyên xweş jî hene. Segên Ihtîyat jî bi perwerdebûn û harbûna xwe navdar in.

   Havîne bêhna xîyarên baxçê ihtîyat , rêwîngan ber bi xwe ve dikêşe. Ji ber dizîya xîyar û dikakan Ihtîyat kurê xwe dişîne nav parêz ( baxçe) , wî tenbîh dike û dibêjitê: “Kurê min, niha wê bêrîvan biçine bêrîyê, nehêl kes bikeve nav parêz. Tu her yekê çend xîyaran bidê, bila devê wan pê ter bibit. Lê heke hinek ketine nav parêz, bi ya te nekirin, tu fîtikekê bide seg û te şol pê nebit. Wê seg halê wê bidê”. >>>>>

Tepika me jî kirin a xwe

Satilmiş Yandançarpti- 22/11/08- Yozgat- Ji ber ku Tirkên dewşîrme tu tiştekî wan tuneye, îcar mecbûrin adet, tore, çand û tiştên xelkê bidizin û ji xwe re bikin mal ku karibin bingehekê ji xwe re çêkin. Ji ber vê jî, hema çi tiştekî baş bibînin hew we dît li ser kurk ketin (wek mirîşkên ku dikevin ser hêkan û çîçikan derdixin).

   Welhasil, niha jî xwedî li tepika me (tepbûk- gok-top-gilok) derketin û dibêjin:”Bi tirba Selanîklî Misto, me Tirkan ji esl û peslê xwe de bi gokê dilîzt. Ji xwe Tirkan berê ji fûtbolê re digotin “Tepuk” û fûtbol %100 lîztika Tirka ye” filan û fîstan.

   Heyla min di we kirino erê wele, law ma Tepik-Tepbûk-Topik a Kurdî kengî bû "Tepuk"a Tirkan oxlim! Law ma navê fûtbolê bi Tirkî ne “Kîm kîme sox” ye ewlatlerim?  

 

Bêaqil li bêaqilan rast hatine

 

Miradê Torî-21/11/08-Belçîka- Dezgeha “Eurofond” a Ewrûpî bi lêkolînekê piştrast kir ku Tirk bêaqil û nexweşin. Di lêkolîna Eurofondê de Tirk di warê nexweşîya êqil de di rêza %47an de ne û ev jî hejmarek pirr bilind e.

    Lêkolîn li 31 welatan û bi 31 hezar kesî re hatiye çêkirin. Di vê lotika lêkolînê de yên ku herî aqilnexweş, nebextewar û girêdayî siyeseta dewleta xwe ne, Tirk in.

   Li ser bextê xelkê be, dibêjin piştî lêkolîna Eurofonda Ewrûpî, Ewrûpî ketine helakê û tirr di wan de bûne fiss. Ewrûpî bawerin ku heger Tirk bibin endamê Yekîtîya Ewrûpayê, wê sedî sed Ewrûpîyan jî bi xwe re bêaqil û nexweş bikin û wek mirîşka gêj bînin serê Ewrûpîyan. >>>>>

Recebo pê girt

Hesen Almas- 21/11/08-Waşîngton- Serokwezîrê Tirkiyê sayin sermezin Recebo xwe dixe şûna zilaman û dibêje qey tiştek e. Eve çend heftebûn dikir qarewar û digot:“Bi şeş telaqan, ne ez bim kes nikare Amerîka û Îranê li hev bîne lan“ û zîtirk didan xwe. Yanî mêro dixwest xwe têxe çavê rayedarên Qesra Spî û bêje „binerin ez xwedî marîfetim haaa“.  

   Ê helbet Amerîkî jî bi qumaşê wî zanin bê çi qumaşekî xerabe û rizyayî ye.

   Li ser hophopîya Erdogan, rabû berdevkê wezareta derve a Amerîkayê mîster Sean McCormack lotikek li der qûna wî xist û di civîna çapemenîyê de got:“Lan Erdo, tu berê navbera xwe û Kurdan xweş bike, berê bi Kurdan re li hev were oxlim. Ma qasidîya me û Îranê bi serê te ketiye lan“ û dawa wî li serê wî gerand.

   Welhasil, ev tirr ji Recebo re nema û pişta stuyê xwe xurand û hûn sax!

Partîya Seksê kêm mabû ew jî ava bû

Serdar Şêxbizinî- 20/11/08-Awistûrya- Awistirî ji partîyên heyî û ji siyaseta ku tê meşandin kerixîn, aciz bûn û bi sê telaqan soz dank û „Partîya Seksê“ damezrînin. Rêvebirên Partîya Seksê dibêjin ku li Awistiryê siyaset zêde mihafazakar bûye û tam têde nemaye, bûye wek şorba kellê (bê xwê).

    Ji grûpa Yekîtîya Erosê Fîona Patten ji çapemenîyê re got ku, „Mêrê min ji min berdayî be, ne bi Partîya Seksê be tu xêr di siyasetê de nemaye. Emê roja pêncşemê partîya xwe damezrînin û doxînê li hev sist bikin. Çi kesê ku bixwaze siyaseta seksîkî û lotikên bergîlkî bavêje, bila kerem bike bibe endamê/a partîya me Partîya Seksê“. >>>>>

Ez bûm lê hûn nebin kafir!

Şîndar Berwarî- 20/11/08-Duhok- Law ev Çînî hene ya, ya starrrrr bê çi dek û dolaban digerînin kaka. Tiştekî ku kopî û sexte çênekin nemaye.

   Welhasil, mijara me li ser pêlavên (sol-şekal) Çînî, navê Mihemed û Komîta Fetwayê ye. Qey hûn nabê Çînî pêlavên ku li binê wan “Mihemed” hatine nivîsandin şandine herêma Kurdistanê û xort û mêrên me jî wan dixin lingên xwe, kêfa xwe bi wan tînin û bi solên xwe şa dibin.

   Lê yabo piştî Komîta Fetwayê bihîst ku navê Mihemed li binê pêlavan e, bû qîr û qiyamet û fermana “Kafirbûnê” hat derêxistin. >>>>>

Kürt müsünüz?

 

Bargiran Baran- 19/11/08- Stenbol-  Bi bêkêrîya xwendekarekî zanîngehê wê rojê jî berbe nîvro ji xew rabû. Destê xwe avêt bin balîfê, telefona xwe hema dît, tûş vekirin û li saetê nihêrî, Pelîn?.. Mesaja Pelînê xwend, carek din xwend, çavên xwe rind vekirin, carek din xwend mesaja Pe-lînê.

    Min mesaj pênç caran xwendibû. Kenîya, yekser betanî ji ser xwe çeng kir, çû avdestxanê, ji pê mîz kir û dest û serçavê xwe şuşt. Çayek da ser, di televîzyonê de Kral TV vekir, dengê muzikê rakir, heta çay kelîya jî taştêyek xweş li ser rûpelên Tarafê amade kir, lê herhal ji heyecanê nîv nanek jî neqedand. >>>>>

Bajo mêrê du jinan bajooooooo!

Gerîllayê Bênav- 18/11/08-Mexmûr- Li ser bextê fitne û fesadên kampa Mexmûrê be, dibêjin Kewê dîsa li Osman Ocalanê me vegeriyaye û mêro simbêlên xwe badide. Dibêjin xanima wî a kevn Kewê li cîgerim Osman vegeriyaye û hatiye ser hewîyê.

   Wek hûn zanin, Osman piştî çûna Kewê carek din bi keçikek piçûk re zewicî bû û kêf kêfa wî bû. Lê dibêjin piştî vegera Kewê kêfa wî zêdetir hatiye cîh û şûr simbêlê wî nabirre.

   Welhasil, ê me heta em bi jinekê re dizewicin çavê me û bavê me derdikevin. Lê ê Osmanê me xwedê bi elba mezin, cot cot davêje ber ellawekîl.

   Ez dibêjim a herî baş, ezê jî paşnavê xwe bikim Ocalan.

   Ne wilo be qismetê min venabe qerdeşim, wîî!

Dêqehpo Obama jî kir Tirk

E.Kurdî- 18/11/08- Adana- Gerçî hewce nake ez ji we re behsa dolheramên Tirkoleran bikim, hûn bi qumaşê wan zanin. Lê dîsa jî dixwazim lotikekê li qûna wan a reş xim û tirrê ji wan berdim cîgerlerim.

    Qûnekê bi navê Cezmî Yurtsever qaşo lêkolîner e. Lê ne lêkolînerê zanyarîyê ha, xelet fêhm nekin. Lêkolînerê „Tirkkirina mexlûqatan“ e. Yanî, çav li çi bikeve hew we dît mohra Tirkbûnê pêve zeliqand û kerê min bera ser jina xwe da.

   Axir, Cezmî Yurtsewmez piştî ku Colûmbo, Einsteîn, Pîcasso, Herkûles, Melkemot, Ezraîl, Cebraîl, Mîkaîl, Bûşh û Gorbatçov kirin Tirk, îcar berê xwe daye Barack Obama û dibêje:“E.Kurdî di jina min ku..e heger Obama ne Tirk e“ û bi sê telaqan sûnd dixwe ku Barack Obama Tirk e. >>>>>

Recebo di ser re hat

Firildeq Elî- 17/11/08- Serokwezîrê Tirkiyê sayin sermezin Receb oxlî Kezeb, yanî Kasimpaşalî Sexto, beşdarî civîna welatên G-20 bû û xwe virde wêde li ba kir. Lê a xweş ev e ku mêro hê jî nizane çima alên welatên endamên G-20 li erdê hatine neqişandin.

   Dibêjin gava nûnerên endamên welatên G-20 xwestine wêneyê malbatê bikşînin, Recebo çi bibîne başe? Dîtiye ku ala Tirkiyê li erdê ye. Hema tirsa serekerkanê Tirk sayin Gulbel Başbûg ketiye dilê wî û xwe daqûl kiriye ku alê ji erdê rake. Ê helbet di daqûlbûnê de çend tirr û fiss jî ji ber çûne û hetta pantolonê wî jî gotiye „çîîîîrrrrrrrr“ û çiriyaye. Lê kiriye nekiriye al ji erdê ranebûye.

    Welhasilî kelam, 20 nûnerên welatên G.20 pê keniyane, qûş li a la Tirko qetandine û di ser ala wan re volta avêtine. Û hetta hinek dibêjin ku yek du kesan bi ser de mîztine jî.

   De li ser xêrê be rebbî!

AXA, TILIYA MIN KUL BÛ!

B.Rona- 17/11/08- Mîrzayê Elkî (Beytûlşebab) yê Giravî (navê eşîrekê ye) keçekê direvîne û dibe zozanan mala Seîd axayê Giravî û xwe dispêrî te wî.

   Seîd axa ji Mîrza pirs dike ka bi rê de tiştek anîye serê keçikê an ne. Mîrza jî dibê: “Ji tirsan bi zor me xwe gehandîye konê te”. Seîd axa jî dibê: “Keçkê bibe bişt girekî, wî şolî pê bike û were. Te şol pê nebit, ezê dawa te safî kim”.

   Mîrza jî berî keçikê birevîne bi dasa giya tilya (pêçî) xwe ya beran birîye û tilya wî edav girtîye. >>>>>

Aha ji we re edaleta Tirko

Ehmed Beyan- 16/11/08-Enqere- De kerem bikin li edalet û insanetîya Tirkan binerin. Binerin bê dadgeha Tirkên hov çi biryaran di derbarê Kurdên xwelîliser de didin.

   Dadgeha Bilind a Tirkiyê li dijî Kurdan biryarek heywankî girt û çend zîtirkên bergîlkî kirin. Sermezinên Dadgeha Bilind a Demokratîk Cewrik Cimhûrîyetî biryar girtin ku lixwekirina cil û bergên Kurdî, doza perwerdeya zimanê Kurdî, xwarin û vexwarina bi Kurdî, lotik û zîtirkên bi Kurdî qedexe bikin. Çima?

   Qaşo cil û bergên herêmî (ê Kurmancî haaa) qûnê li adet û toreyên Tirkên dolheram diqetînin û daxwaza perwerdeya zimanê Kurdî jî dewleta xwînheraman parçe dike. Bi taybet ev biryar jibo jin û zarokên Kurd hatiye derxistin û serokê dadgehê  Satilmiş AsîlvenamûslûTirrrrrrkkkkkkkoglû gotiye: >>>>>

Mêşên hingiv tirr ji polîsan berda

E.Kurdî- 16/11/08-Edene- Bazirganên narkotîkê û bi taybet jî yên eroînê bi şêweyên ecêb karê xwe bi rê ve dibin. Dibêjin polîsên bajarê Edenê îxbarî stendine ku wê ji bajarê Wanê eroîn bê bajarê Edenê. Wan jî rabûye li ser rêya otobanê kemîn danîye û li bendî hatina wesayetên ji Wanê mane.

   Hew dîtine ku kemyonekê serê xwe derxist û plaka Wanê li ser e. Kêfa polîsan hatiye, dora kemyonê girtine, derî vekirine û qiyamet rabûye. Çima tu banê di kemyonê de kewarên mêşên hingiv hene. Gava polîs devê kewaran vedikin, dibe qumeguma mêşên hingiv û wek bayê xezebê êrîşî polîsên Tirko dikin.

   Yabo min dît û hûn nebînin, hema bû hawar hawara polîsan, bû tirre tirra qûna wan û ji hev pîjiqîn, „anêêêêêêêê“ û hey „anêêêêêê“.

   Bi ellawekîl lotika go mêşên hingiv li polîsên Tirko xist, hetanî îro PKK jî li wan nexistiye û hûn sax!

   Lê mixabin, navê wan mêşan jî ket lîsteya terorê û bûn terorîst, heyf!

Cassano gayê nav garanê ye

Tecawizcî Coşqûn- 15/11/08-Stenbol- Fûtbolgêrê Îtalî Cassano bîranînên xwe di pirtûkekê de kom kir û lotikek qirase avêt.

   Di mijara jin û pîrekan de Cassano dibêje: „Bi sê telaqên jinberdanê, ez bi 600-700 jinî re raketime û wek gayê ku di nav garanê de bide dû çêlekan hatibû serê min. Hema kîjan jin biketa ber lotikên min min efû nedikir. Lê helbet tirr di min de jî neman û qûş li min jî qetya haaa“ û da zîtirkan. >>>>>

 

Qencîyê bike û bavêje avê

 

Abdullah El Kurdî- 15/11/08-Erebistan- Heger di dinyayê de 10 milletên hov hebin, yek ji wan Ereb in. Mêrikan hingî bi dolarên petrola xwe ewqasî kor û ehmeq bûne ku nayê gotin. Qencî li wan nabe û tew qencî ji wan re dibe xerabî.

   Welhasil, dibêjin prensesek Siûdî Erebistanê ji hespê dikeve, bi xwe de dirî û haşa min hizûr, dibe tirre tirra qûna wê. Doktorê Misrî Dr. Raûf Amîn jî dilê wê bi keçikê dişewite, radibe xwe dighîne hawara wê, derzîyek morfînê lê dixe da ku êşa laşê prensesê bisekinîne.

   Ez serê we neêşînim, piştî vê qencî û alîkarîya Dr.Raûf Amîn, tiştek namîne ku nayê serê wî û xwedêgiravî bi sedema ku „Prenses muptelayî morfînê kiriye“ (ew kiriye hêsîra morfînê) 7 sal hepis û 750 qamçîyên hêziran ceze xwariye.

    Niha her hefte 15 qamçîyên hêziran li pişta rebeno dikevin û tirr tê de bûne fiss.

    Îcar hûn bi qedrê xwedê û pêxember kin, ka navekî li vê ehmeqîyê bikin lo! Kuro heger ne ji vê petrola Ereban bûya, heger wê xelkê Ereb bi qûna xwe jî paqij bikirina ez ne ji bavê xwe bim û xelas, wîî!

Kî zana ye?

Narîn Remo-14/11/08- Carekê merovekî kal bi tirênê ji Şamê vedigere Qamişlo. Tirên jî tije xwendevan in. Kalo rojnameyek bermeqlûb di destan de ye û qaşo dixwîne. Xwendevanek xwe nagre diçe ji kalo re dibêje: „Kalo, te şaş rahiştiye rojnameyê“ û dixwaze ji kalo re rast bike.

    Kalo li xwendevan vedigerîne: „Bavê kalo, wele ez zanim, lê ew kiye yê ku wisa karibe bixwîne? Herkes kare rast bixwîne, mesele ewe ka kî kare bermeqlûb bixwîne kalo gunik xwaro!“.

   Ev jî mesela serokê Emerîka C. Boesh û wî zarokî ye. Serok xwe dikin ku her tiştî zanin, wek serok û rêberên me Kurdan.Yan na çima heta bi mirinê wek serokên partiyên xwe dimînin qurban!

 

Fatê were civatê-15

 

Kanîwarê Paltalkê- 13/11/08-

Silav xaltîka Fatê

Ez Kanîwarê Guhbel im, min berîya te kiriye û kezeba min li ser te dişewite. Çima tu bersiva min nade, qey te yekî din ji xwe re dîtiye keçê?

   Binere, zimanê min ji haletê reşikên Afrîkanî dirêjtire, willeh, billeh û tilleh ku te yekî din ji xwe re dîtibe, ezê pozê te jêkim hey keça nizam çi! >>>>>

Şahbanûyên Bizina

Elî Efrînî- 12/11/08-Sydney- Bizinên bi navê “Saanen” wek “Şahbanûyên Bizina” tên navandin. Ev bizin bi taybet li Awistralyê tên xwedîkirin û tam neh (9) mehan li ser hev şîr didin, şîr ji wan qut nabe. Dibêjin salê nêzîkî milyonek kîlo şîr didin. Ji ber vê jî, hinek şîrketên Awistralî dest bi firotina van bizinên têrşîr kirine. Herweha ev bizin bizinin sernerm, bê pirç û tirr û fissan jî nakin.

   Îcar brê min, bi a min bikin û ji xwe re çend bizinan ji bizinên “Saanen” bikirin berî xelasî li wan bê. Bi ellawekîl hûnê di nava salekê de bibin “Şîrfiroşên” baş û hetta karibin holdîngên şîr jî damezrînin. Madem ev bizin “Şahbanûyên Bizina” nin, hûn jî bibin “Şahê Şîr”.

   Hetta hûn karin navê holdînga xwe bikin “Demokratîk Bizin Cimhûrîyetî” jî ha. Çima na!

Ez di wilo "tereb" nim ku ew "sultanê" wî

Diyar Elikî-12/11/08-Hewlêr Esrarkêş û hunermendê ereboşk yê Sûriyê Coric Wusûf wextî li Swêdê hetka ereboşkan biribaya û egala wana xwar kiriba!

   Camêrê me-yê ku mirov ditirse li rû û rûçikên wî meyzêne..xwedê efû ke, welle kûçik jê xweşiktirin yaw-sê rojan li Swêdê di bin çavan de ma ji ber ku polîsên Swêdî 30 gram kokayîn pêre girtibûn. Lê bi xêra balyozê Sûrî hat berdan.

   Kûçiko piştî ku giha Beyrûtê, xwe kir zilam û dest bi lotikan kir û xwe ji esrarkêşiyê bêrî kir…Hema ji çavê te xuyaye mêro ku tu ersrarkêşî, wîîîî!

   Zaten kerxana (balyozaxa) Sûrî li Swêdê ji bo nehetikin got: “Mêrê me berdin emê wî li ba xwe bidin dadgehê”. >>>>>

 

Lawkê Dêrikî serdana Recebo kir

(Foto Analîz)

 

Wêne bitikînin

 

 

Keçika Şêxan û xortê Êsyan

 

B.Ronahî- 26/11/08- Keçek ji yên gundê Şêxan diçe Mûsilê, ji xwe re li kar digere.  Li çend xwarinxwanan û dikanan pirsa kar dike. Hemi jî jê re dibên kar nîne.

   Dawîyê diçe dikana lawikê Êsyanî, keçik ji xort re dibê: “Bra, ez ji gundê Şêxan im, ji xwe re li kar digerim. Li nîkte karekî li gor min heye an ne?”.

   Xortê Êsyanî bi dil nîne wê bigre kar û dixwaze hinekî tiranên (henek) xwe bi keçikê bike. >>>>>

Çi sextekarin pekkkk!

Osmanê Xarpêtî- 26/11/08-Semsûr- Law ev siyasetmedarên sextekar çi durû ne pekkkk! Hema herkes ji alîyê xwe de îslamîyetê ji bo berjewendîya xwe û partîya xwe bi kar tîne û qûşê li xelkê reben diqetîne.

   De binerin, bê partîya CHP  çi dike. Ji bo ku di hilbijartinan de çend rayên zêde bistîne, îcar dest bi paraztina misilmantîyê kiriye û qaşo dixwaze bi vî awayî biserkeve. Ji ber ku AKP dîn û misilmantî ji xwe re kir rûdank (maske) û bi ser ket, CHP jî heman taktîkê bi kar tîne û dide lotikan. >>>>>

Kurê kerê bi namûsa torinên xwe lîzt

Polat Erdem- 25/11/08-Izmîr- Ker kurê kerê, dêqehpê H.K ê 57 salî jî ket nav karwanê zinêkarên zarokan û dest avêt namûsa herdu torinên xwe (nevîyên xwe). Nevîyên ku 12-13 salî ne, bûn qurbana lotikên kalikê xwe û qûş li wan qetya.

   Tê gotin ku kurê kerê H.Y, torinên xwe bi pere û şekir xapandiye, ew dane ber lotikên kerîkî û çavtirsandî kiriye. Piştî ku dêya zarokan ji derenghatina zarokên xwe dikeve şikê, diçe dibîne ku çi bibîne hayhooooo. Bavê wê lingên zarokan belbelotî hewayê kiriye û çawa kufekuf pê ketiye.

   Axir piştî kurê kerê tê girtin, li zinêkarîya xwe mikur tê lê hasil ê dighîne Mûsilê.

   Law ji bo xwedê û pêxember, hay ji van Tirkên dolheram hebin law. Bi namûs hûn destê xwe dirêjî wan bikin, hew we dît namûs li we bûye bexdûnis ellawekîl! Ji me gotin…

 

AÎDS MÊVANÊ AMÛDÎYA YE

 

Z.Osman- 25/11/08- Berî niha min gotarek bi navê ,, Amûdya doxîn li qereçîya sist kirin ,, nivîsandibû û têde li ser têkiliyên seksî yên di navbira qereçî û zilamên Amûdê de axivî bûm.    

   Ew têkilîyên bêbend, vekirî û berdayî yên ku paraztina tenduristî gerentî nebûne, min dixwest nîşanekê bidim xelkên me bo haj xwe hebin û ji xirên xwe neghêje serên  xwe.

   Min ji wan re şirovekir ku çiqasî metirsî têde heye ku mirov xwe bispêre xirê xwe û bi pey qereçiya  bikeve >>>>>

Îcar wê afyonê di nava hinaran de bifroşin

Raca Xan- 24/11/08- Afganistan-Ev sofîyên rîhmetro hene ya, evên Afganî lo. Îcar dibêjin xwedêgiracî wê dest bi firotin û bazirganîya hinaran bikin.

   Wek hûn zanin, Afganistan navend û hêlîna afyon û eroînê ye. Bi xêra wan xelk têra xwe dibin narkoman û dêya wan tê gan. Îcar dibêjin sofîkên Afganî, ewên ku rîha wan metro û nîvek in, biryar dane ku dest bi bazirganîya hinaran bikin û hinarên Afganî li dinyayê belav bikin. >>>>>

Ne ji Zanîngeha Fethûllah Gulen bûya em fêrî Ingilîzî nedibûn ellawekîl!

Cemîl Cewher-23/11/08-Hewlêr- Şikir ji xwedayê abadîn re, Fethûllah Gulen beg zanîngeha xwe li Kurdistanê bi fermî vekir û li Amerîkayê simbêlê xwe ba da.

   Belê kaka, Zanîngeha Işik a cemaeta Tirkperestên Tirkiyê (Cemaeta Fethûllah Gulenê Îslamo-Tirko) li Hewlêrê bi merasîmekê vebû û wê dest bi lotikên zimanê ingilîzî bike.

   Li ser bextê gotinên ser tenûrên bajarê Hewlêrê be, dibêjin heger ne ji Zanîngeha Fethûllah efendî bûya, wê Kurdekanên me nikarîbûna fêrî zimanê Ingilîzî bibûna.>>>>>

ŞÊLIM

B. Jîndar-23/11/08- Şêlim pincarek wek tivir, silg (pincarê şekir)  û sêvên ax ê di bin erdê de dikaka (zerzewat) xwe dide. Rengê wê  şîne spî, anjî sorê spî ye. Pincarek gurover û pahn e. Yên wek tivran dirêj jî hene. Lê yên pahn maqûltirin. Pincarek pirpel û kulîlkzerê biriqok e.

   Du awayên wê hene, yeksalane û dusalane. Yên yeksalane jibo xwarinê ye. Pelên wê û dikaka wê ango şêlima wê tê hilçinîn (hilkirin). Ya dusalane jî dihêlin sala diduwan. >>>>>

 

Envoy invites Oregonians to visit Iraq

 

HARRY ESTEVE- Qubad Talabani, dressed impeccably in a dark suit and sporting a trimmed goatee, wants to dispel misconceptions that all Iraq is a war-shattered no-man's land of bombs, troops and terror.

   Yes, he says, over a partly eaten crab omelet at Portland's Heathman Hotel, some areas remain hellishly violent. But the northern region of Kurdistan, which he represents, offers a realistic opportunity for growth, investment and even tourism. >>>>>

Yek pesnê Misto dide, yek dibe Zîya Gokalp, û em Kurd jî benîştê xwe dicûn.

Av.E.Dîlan- 22/11/08-Enqere- Bilasebeb Lotikxane nabêje „Em Kurd milletekî ecêb in“. Ne şorba nîskê ji me çêdibe û ne jî mehîr. Ji xwe doner kebab û goştê birajtî qet çênabe. Çênabe ji ber ku sersarî, xemsarî û bêxîretîya me zora me biriye û ketiye nav xwîna me. Evê xwînê jî goştê laşê me pûç kiriye û hew hevdû digre. Ji ber vê jî, goştê hevdunegirtî û pûç nayê birajtin û ji hevde dikeve.

   Welhasil, em dev ji şorba nîskê, mehîr û qoştê birajtî berdin û girêzê bi devê we nexin.

   Mesela me li ser serokê Kurdên sererd û binerd sayin Başqan Ocalan û birêz Îsmaîl Beşîkçî bû. >>>>>

Ez hero verên o!

Hesê Belê-21/11/08-Amed- Yew dewe de merdimêko zaf nengçînayox beno. Tersê nenganê ey ê bêusilan ra çew nêwtareno mîyanê rez û hêgayanê ey ra vîyaro, yan dewarê xo çereyê ey de biçerêno. 

   Merdimê ma seba ke umrê ey vîyareno, vano, ez ko şêra hec, fek nengan ra verada û biba yew merdimo baş.  

   Nê fikrê başî reyra şino hec û bedelêno. Nengan terekneno, yew şaşika rinde nano xo sere û zor dano nimaj û zikrê Homayî. >>>>>

Aydinê me vê carê jî berê xwe da Zanîngeha Bîlgî yê

Zinar Qelemşûr- 21/11/08-Stenbol- Şanogerê me Aydin Orak, kilê çavê keçên 18-19 salî, vê carê jî wê li Zanîngeha Bîlgî, Kampûsa Dolapdereyê, salona BS2 derkeve ser dikê û lotikên ARAFê bavêje.

   Piştî ku ARAF li Izmîrê hat qedexekirin, Aydinê me bi telaqên jinberdanê sûnd xwariye ku heyfa xwe hilîne û di her zanîngeh û dibistanên Tirkiyê de bêje “Êdî bes e!”

   Navnîşan ev e qerdeşim: Zanîngeha Bîlgî, Kampûsa Dolapdere, salona BS2. Wext: 22 Ciriya Paşîn (kewçêr), saet li 19.00 an.

  Heçê li Stenbolê be û neçe ARAFê temaşe neke, jina wî jê berdayî be û xelas!

 

Nesaxkê li vê malê, xwedê negihîne serê salê

 

Cûdî Mirad- 20/11/08-Kurdistan- Ev demek dirêje çi xeber û nûçe ji milê/alîyê girava îmralîyê ne derdiket. Bi tinê wek rehmetîyên Mihemed Arif û Hesenê Cizrawî digot “ez nexweşim”.

    Lê mixabin tiştên dî jî di vê heftîya borî de hatin gotin. “Dewletçîk”… >>>>>

 

>>>>>

Mafya Ismaîl-II

A.Dûran- 20/11/08-Rojek ji rojan Mafya İsmaîl hewl dide xwe da ku bi seyarê ji Almanyayê penaberekî bi qaçax derbasî SwIsreyê bike. Dema ku tixûb derbas dike, polîs li pey dikevin.

   Şev tarî ye. İsmaîl lez û bez dike lê polis eman nadin wî. Ew jî bi seyarê dikeve nav malan, wî qaçaxî li wir datîne û seyara xwe li cihekî din radiwestîne, peya bazdide nav daristanan.

   Xwe dide wî alî-vî alî lê tucarî nikare ji nava daristanan derkeve. Polîs jî peya dikevin pey wî.

    Wî bi xwe got û got:>>>>>

MÊVANÊ TÎ

Zagros Osman- 19/11/08- Rêwiyek lê bû şev, xwe avêt gundekî û li malekê bû mêvan.  Ciyê malikê teng e, xaniyê wan odak bi tenê ye, di ser wilo re xwediyê malê bi du jina ye. Çaxê xewê hat, xwediyê malê ji neçarî ji pîrekên xwe xwest ku livînê mêvan li qiraxa odê deynin û livînên xwe dûrî wî li qiraxa odêya dîtir deynin.

   Ê mêvan ket nava livîna, di ser serê wî re çira bi dîwar ve daliqandiye û li tenişta wî denekî avê heye. Ê mêvan kir û nekir xewa wî nehat, di nava livînê de şiyar ma. Ji xwe re dibêje “xwezka ez nehatama vê malê, min zehmetî li wan kir û ciyê wan teng kir”. >>>>>

 

Padîşahê me li Sinê derket holê

 

Diyar Baban- 19/11/08-Mahabad- Li ser rêya Sine-Hesenava rojhilatê Kurdistanê cendekê padîşahekî Kurd ku tam 3000 salî ye hat dîtin. Di encama kolana gorekê de padîşahê Kurd tevî zêr û zîvên xwe, mûmyakirî û wek xwe di gora xwe de hat dîtin.

   Hinek dibêjin ev „Kawayê Hesingêr“ e, hinek dibêjin „Padîşahê Împaratorîya Medya Key Dara“ ye û hinek jî dibêjin „Na, ev sedî sed serokê Lotikxanê ye û ji bo derxistina provokasyonan hatiye Îranê û xwe di gorê de veşartiye“.

   Welhasil,  >>>>>

 

Former Iraqi adviser to Post: Religious extremism is top threat to minorities

 

Religious extremism is the biggest threat facing minorities in Iraq today and could ultimately see the war-torn country emptied of these populations, a former adviser to Iraqi President Jalal Talabani told The Jerusalem Post on Tuesday.

    More than 40 percent of Christians are believed to have emigrated from Iraq since the fall of Saddam Hussein and Iraq was now seeing a mass migration of the Yazidi religious minority to Europe, said Mirzan Hassan Dinnayi, a Kurdish Yazidi who was Talabani's adviser on minorities in the first half of 2005, and now lives in Germany. >>>>>

Ne Başûristan, ne Bakuristan, bijî Kurdistan!

Av.E.Dîlan- 18/11/08-Enqere- Berî niha wezîrê herêmên derveyî Kurdistanê Mihemed Ihsan beg li Kerbelayê gotibû:“Em Erebên Kerbelayê ji Kurmancên bakur zêdetir nêzîktirî xwe dibînin“ û xwelî li serê me kiribû.

   Piştî me henekê xwe bi vê helwesta Mihemed Ihsan beg kir, îcar me dît ku tew Ehmedê Mala Sînan Axa ji wî xerabtir xwelî li serê me û bavê me kir û lotikek paşpaşkî avêt.

   Serokê partîya Tirkiyê DTP Ehmed Tirk, di hevpeyvîna xwe a bi rojnameyên dewleta virqo re lotikên Tirkewarî avêtin û kumê Xelo li serê Celo kir. >>>>>

Mistefa Lenîn Atatirk

Zinar Qelemşûr- 18/11/08-Stenbol- Hûn zanin gelî xwendevanan, carna meriv li paşeroja xwe, li derbasbûna xwe dinere, difikire û dibê:”Peeeekkkkkk, law ma me çawa dabû dû van Tirkan? Me çawa  bi navê sosyalîzm, enternasyonalîzm û biratîya gelan bi salan wextê xwe li dû van dolheraman derbas kir? Em bûn çi û ew çi derketin?” filan û xeftan.

   Lê piştre ez ji xwe re dibêjim:”Kuro law ma ne ê ehmeq em bûn, ma sûcê Tirkan çiye qerdeşim, wîî! Ciwamêran siyaseta dewleta xwe meşandin û pelûla sosyalîzm û enternasyonalîzmê bi serê me de rijandin,  >>>>>

PÎVAZ -  PÎZAV

B.Jîndar- 17/11/08- Gelo ma di nav Kurdan de, kesê pîvazê nasneke û neçandîye heye ? Ez di wê bawerîyê de me ku her Kurdek bi qasî min pîvazê nas dike. Gelek miletên ku Kurdan nas dikin  ji pîvazê re dibên “Sêva Kurdan”.

   Li cem me Kurdan pîvaz dermanê hemi derdan û tamxweşkera hemi xwarinan e. Lewre ezê danasînê bi serpêhatîyek ser pîvazê, bi we re par vekim.

    Tê gotin ku rojekê Kurdek di rêyekê de diçe, dibîne ku kesek li ser rê mirîye. Li tûrikê wî dinê re, dîbîne ku di tûrê wî de nan û pîvaz heye. Yê Kurd diponije û xwe bixwe dibê:“Nan pir e û pîvaz pir e, ev mirov çima miriye?” >>>>>

 

Dêqehpan Kurd bi asîtê şewitandine

 

Nîjadperest- 16/11/08- Kurdistan- Derket holê ku dêqehpên Tirk bi hezaran Kurdên bêguneh di çal û kortên asîtê de şewitandine û ker bera ser jinên xwe dane.

    Dibêjin nivîskarê bi navê Farûk Aslan li Kanadayê pirtûkek qirase bi navê “Qutîya Reş a Ergenekonê” nivîsandiye û cîh daye hevpeyvînên bi Tûncay Guney re.

  Tûncay Guney lotikvanekî Ergenekonê bû, piştre ji destê wan revya Kanadayê û di derbarê Ergenekonê da dest bi lotikên qirase kir. >>>>>

Wey zewaca we li ser xêrê be rebbî!

Reşiko- 15/11/08-Sûdan- Li Sûdanê xwelîliserek di ser bizinê de tê girtin û tirrê ji rebena bizinê berdide. Xwedîyê bizinê dibîne çi bibîne, wa qiraseyek di ser bizina wî de ye û çawa xwe lê dixe. Radibe xwedîyê bizinê bi qerpika stuyê zilêm digre, wî dibe civata gund û radestî heyeta sîhsipîyên gund dike.

    Heyeta rîhsipîyên gund jî 15 hezar dînarên Sûdanî (50) dolar ceze lê dibirin, bizinê li mêrik mehr dikin û dibên:”De zewaca we li ser xêrê be, pîroz û bimbarek be rebbî. Êdî ez bizin jina te ye û heta bi mirinê jî ji te nayê berdan” û hefsar dixin stuyê wî. >>>>>

 

Preskonferansa serokê Kurdistanê

 

>>>>>

 

Homer beg Kurdistan kir fîftî fîftî

 

Cemîl Cewher- 13/11/08-Hewlêr- Heta niha Kurdistan 4 parçe bû. Lê bi saya xwedê û serê Homer Dizeyî beg, Kurdistan ji 4 parçeyan daket du parçeyan.

   Dibêjin kakaciyan Homer Dizeyî di malpera PUKmedîa de nivîsek bi Soranîya latînî nivîsandiye, behsa standartkirina zimanê Kurdî kiriye û tirr ji meselê berdaye. Homer efendî çi gotibe başe?

   Gotiye:“Kaka ciyan, bi sê telaqên jinberdanê, du Kurdistan hene. Yek ji Soran û Soranî re ye û yek jî ji Kurmanc û  Kurmancî re ye. Divê Kurdistana Îranê û Iraqê ji zaravayê Soranîya Silêmanîyê re be û Kurdistana bakur û rojava (Sûrîyê) jî ji Kurmancan û Kurmancî re be“.  >>>>>

Kurdistan Is a Model for Iraq

MASOUD BARZANI- Iraq's Kurds have consistently been America's closest allies in Iraq.

   Our Peshmerga forces fought alongside the U.S. military to liberate the country, suffering more casualties than any other U.S. ally. >>>>>

Kurdistan: the other Iraq

Anna Fifield - In one of the oldest tea houses in Irbil, a cavernous room of hissing kettles that spills into the spice and shampoo shops of the souq, Ali and his friend Mohammad personify the Kurdish dilemma.

   Ali, a Kurd with a plush moustache dressed in the region’s traditional baggy open suit,.>>>>>

Bi dîn û îman te tirr jê berda!

Gerîllayê Bênav- 12/11/08-Mexmûr- Li ser bextê ANF be, dibêjin serokê KCK Mûrat Marêreş serokwezîrê Tirko Erdogan daye ber lotik û pehînan û tirr jê berdaye.

   Marêreş gotiye: "Belkî mêro dipirse bê em çima ala Tirk hilnadin. Dewleta Tirko Kurdan tune dihesibîne, dixwaze Kurdan têxe gorê û li ser wan alê hilde. Helbet ez vê alê hilnadim û tu Kurdê bi şeref jî wê hilnade" filan û bêvan

   Pekkkkkk, bi dîn û îman te tirr jê berda qerdeşim. Aha wilo ha!

   De axir canim, xwezî bi wê rojê ku tu bêji."Virde wêde nizanim, divê tu Kurdê bi şeref bi zimanê Tirkî neaxive û xelas!" û wan Kurd û Tirkên ku di nav KCK de bi şildim bildima Tirkî diaxivin bidi ber lotikên Kurdewarî û tu sax!

 

Me jî dora xwe danî ser tenûra wê yabo

 

Hesen Keleş- 12/11/08-London- Xanima Ingilîz Terrî Hûnter a 25 salî, ji 17 salîya xwe û heta niha - yanî di nava 8 salan de- tam 1000 (hezar) lotik li xwe xistine û wek çaroxa kalkê min Mihyedîn fireh bûye, çiryaye û diryaye.

    Îcar xanimê çi gotibe başe? Gotiye:”Ez bi serê we kim ez ne fahîşe (qehpik) im. Ez mirîya seksê me, ji lotikan têr nabim” filan û fîstan.

   Pekkkkkkk! Di nava 8 salan de 1000 lotik law! Kuro Terrî xanim wek horîya bihuştê paqije ellawekîl. Ma 1000 lotik çine keçko, wîî! Rojê dike 11-12 qirase û hew. >>>>>

 

Nashville Kurdish community thrives

 

Jennifer Dennard- 11/11/08- Outside the Vanderbubble, Nashville is a diverse and cosmopolitan place.  The city surrounding us boasts a huge immigrant population, and many of these are political refugees. One particularly significant group, especially considering the current Iraq War, is the local Kurdish population.

   Many Kurds come to Nashville to escape persecution in the Middle East. The best-known example of this dates to 1988, when Saddam Hussein waged genocide against Iraqi Kurds. >>>>>

BÎHOK

 

B.Jîndar- 11/11/08-Dara bîhokê 3-6 metroyan bilind dibe, pirî caran di qurmekê de çend navteng bi hevre bilind dibin. Lewre carnan wek daran, carnan jî wek teraşan xuya dike.

   Darek kulîlk mezin û kulîlkên wê pêncpel e. Rengên kulîlkan, spî û peyazî ne (penbe). Belga wê kesk e û hinekî bi pûrt e. Fêqîyek wek sêvan û hirmîyan e, lê ji wan meztir e. Rengê wê zer û hinek bi pûrt e. Tama wê mizekî di navbera sêv û xoxê de ye. Fêqîyek hişk, bêhnxweş û şidîyayî ye. Di payîza direng de digehe û qasidê hatina zivistanê ye.>>>>>