H.Belê

Ez hero verêno!

 

F.Devliken

Hoooşşş!

 

 

B.Ronahî

Gormek îstîyîsin

 

L.Şêxo

Xalê Cemîl

 

A.Dûran

Mafya Ismaîl-2

 

Z.Osman

AÎDS û Amûdî

 

B.Tosin

Rojîna Biçûk

 

Qosarî

Ez zanim

 

S.Îloz

Kurdî

name

 

                         

Lotikxane

Xaltîka Fatê-19

Xwerist

Tenduristî

Karîkatur

Magazîn

Youtube

Çi kesê ku ruhê netewayetî pêre tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike....M.Mistefa Barzanî...            Medya ///   Arşîv

Libnanîyan jî dest bi tirr û fissan kir

Ibrahîm Ehmed- 14/12/08-Libnan- Libnanî jî dest bi tirr û fissên erotîk dikin û wê di rojên pêş de kovarekê bi navê Jassad (Beden-laş) derxin.

   Dibêjin piştî ku derxistina kovarê hatiye ragihandin û xelk pê  hisiyane, Erebên Misirî, Fasî, Sûrî û sofîyên Hizbûllahê rabûne ser tapana û lotik dane xwe.

   Ereb li dij derketina kovarê derdikevin û dibêjin „Hayhoooo, wê ev kovar namûsa me bîne pênc qirûşan û wê keç û xortên me ji rê bibe, wan bike wek çêlek û ciwangeyên nav garanê“ filan û fîstan. >>>>>

Sukhinova bû lotikvana dinyayê

Bengîn Elegez- 14/12/08-Moskova- Lotikvana nermik û germik, bedewa Rûsî Ksenya Sukhinova, di pêşbirka „Mîss World 2008“ de bû bedewa cîhanê û tirr ji bedewên 109 welatan berda.

   Sukhinova ku wek liqûmekê şîrîn, wek agirê cehnemê germ û wek çêleka nav garanê har e, bi vê lotikê pêşeroja xwe garantî kir û wê ji îro û pêde dest bi reklam, flîm û zîtirkên çapemenîyê bike. >>>>>

Wey ne hûn bin û ne zimanê we be

Dara Can- 12/12/08-Amed- Yaw ev çi mesela Amediya ne, ji beq û req tirqmancan pirtir dibêjin Q Q Q Q Q !!? eheheeeee!

   Li ser bextê qopiq û qanciqên bajariyan be, dibêjin gava mirov di nav kolanên Amedê (Diyarbeqir) re dimeşe, ji wî ye ku di nav golên req û beqan re dimeşe , hema gewriya xwe dadigrin û boxazê qirtiqê xwe tijî dikin û ji koka zimanê xwe de dibêjin : Q Q Q Q Q, qoqaqola, qompiyûter, amerîqa, belcîqa, qerqûq, qurd, tirq, xaltîqa fatê, lotiqxane, PQQ, PDQ, PUQ, QDP, qer, atetirq, qerqemîş, qereqûş,,, heqê min heye ez bêjim: Wey ne hun bin û ne zimanê we be… ne wulo!!!

   Haşayî Xaltika Fatê û kesên din ên baş, ey kesên ku bi tirqî dipeyivin û (k) dikin (q) : Eger hûn dixwazin qoleyê tirqan û peyên qondere oxlo bimînin, berî her tiştî serê xwe di wî qula ku di her mirovekî de heye û bi Q dest pêdike kin, ji bo hun têr QQQQQQQQQ bibin.

   Piştre jî nebêjin em qurdin, bêjin “em neviyên sultanê Osmanî qondere oxlo ne” û hûn sax cîgerlerim!

Xanimê heyfa xwe hilanî

Tecawizcî Coşqûn- 11/12/08-Stenbol- Hewce nake ez zêde behsa namûsa Tirkan ji we re bikim. Ha namûs, ha bexdûnis li cem wan wehe hev e.

 Welhasil, li bajarê Samsûnê jinika bi navê H.A dêya çar zarokan e. Mêrê wê radibe hewîyê tîne ser wê û li kêfa xirrê xwe dinere. Xanim H.A jî dixwaze heyfa xwe ji mêrê xwe hilîne.

    Radibe ew jî diçe xwe di bin qiraseyekî din de davêje erdê, têra xwe gon dixwe û zik li xwe dike wek meşka koçera, dinepixîne. >>>>>

Wey maşelle, kûçik jî bûn xwedîyê otêlên pênc stêrk

Tacdîn Baran- 11/12/08-Almanya- Ev Ewrûpî mirovin ecêb in. Qîmet û qedrê ku didin heywanan, bi taybet kûçikan, nadin mirovên wek min û we.

   Dibêjin xuşk û brayên bi navê Sabîne û Thomas Gerteistê Alman, li bajarê Munîhê devera Freîsîngê otêlek pênc stêrk ji bo kûçikan ava kirine û wektî ji kêfan re bifirin. Otêla pênc stêrk ha, pekk! >>>>>

 

Di 34 salîya xwe de hartir dibin

 

Hesen Keleş- 09/12/08-London- Dibêjin li gora lêkolînekê, jinên Ingilîz gotine ku „Em di 34 salîya xwe de kamil dibin û tamekê ji seksê digrin. Tama ku em di 34 salîya xwe de li lotikên seksê digrin, me di xortanîya xwe de negirtiye. Temenê 34 tam temenê lotik û zîtirka ye“ û gotine „Em di vî temenî de mehê 10-15 lotikan li xwe dixin û tirrê ji hev berdidin. Erê me di xortanîya xwe de hevdu diçirvirand û şev û rojên me bi lotikên bergîlkî derbas dibûn jî, lê wek niha me tam ji seksê nedigirt“ filan û fîstan.  

Lêkolîn bi 1031 jinî re hatiye kirin.

   Piştî vê lêkolîna li Ingilîztanê, me jî rabû bi 1031 jinên Kurd re hevpeyvînek kir û encamên balkêş derketin holê.

   Di hevpeyvînê de me tenê pirsek ji jinên Kurd kir: >>>>>

Moda Obama dor li Fransayê jî pêça

Gulnaza Torî- 09/12/08-Parîs- Moda Barack Obama ji Amerîkayê derbasî Fransayê jî bû û xanimek reşik û xweşik bû "Mîss Fransê 2009".

  Chloé Mortaud a 19 salî wek jina herî bedew a Fransayê hat hilbijartin û da dû şopa Barack Obama. Xuyaye wê îsal rengê reş û qehweyî li seranserê dinyayê bibe mode.

   Gerçî ji me Kurdan re ha rengê reş, ha qehweyî û ha zer ferq nake. Bes ku ne rengê Tirk, Ereb û Eceman be û hew. Wekî din çerq û virq e.

   Welhasil, em bi navê Lotikxanê xanima germik û nermik, reşik û xweşik mîss Chloé Mortaud pîroz dikin û jê re lotikên reşik û beşik dixwazin.

Fatê were civatê-19

Kanî Çû Kîm Çûng Çîrvirî-08/12/08-

Xaltîka Fatê, weyla min herdu lêvên te xwarê..

 

   Keçê ma tu zani çi bûye xwedênehiştê? Hevalekî min heye navê wî Silo ye. Belqityo serê wî ketiye problêmek mezin û hew zane çawa ji nav derkeve. 

    TU zani, koreyî hatibûn Kurdistanê û ji sala 2003an ve wek leşkirên NATO di Iraqê de lotik davêtin. Wek ez û tu zanin, ji ber ku leşkirên Koreyî li Kurdistanê bi cîh bûbûn, Amerîkî derbasî Kurdistanê nebûn. Çima nebûn? Koreyî li Kurdistanê hiştin ji bo ku Kurd û Koreyî ji hev bên ferqkirin. >>>>>

GILIYÊ BERANÊ BAVÊ BERXÊ

 Beranê Bavê Berxê-07/12/08- Ez beran im, ne ji bo serjêkirinê û qurban im. Ew rihê ku Xweda xistiye gewdê yekî bisilman, eynî rih xistiye gewdê min jî.

   Çima bisilman serê min û yê xizmên min jêdikin û navê vê qetlê datînin "qurban"? Hey bê wijdan û bê îmanino! >>>>>

Veronîca jî lotikek şût û rût avêt

Çang Çîng çong- 06/12/08- Lotikvana seksî, germik û agirpêketî Veronîca Carbone jî ket nav karwanê Rêxistina Heywanparêzan PETA yê û xwe berda çolê.

   Carbone, li ber derîlê konsolosê Japonyayê li ser pankartê “Vegetaryan Dijîn” nivîsand û da lotikan. >>>>>

Îran bûye kerxane

Diyar Baban- 06/12/08- Mahabad- Dibe hûn nizanibin, Îran yek ji wan welata ye ku herî zêde qûnektî lê dibe. Helbet em qûnekan piçûk naxin û mafê wan jî diparêzin, di encamê de ew jî insan in û mafê wan jî heye li gora xwe bijîn û qûna xwe jî bidin. Çawa be demokrasî ji bo her insanî ye. Lê mesela li Îranê êdî xeta sor derbas kiriye û hasil gihaye Mûsilê.

    Welhasil, li Îranê nexweşîya AÎDSê tirr ji xort û keçên Îranî berdaye û dawa wan li serê wan pêçaye. Îran yek ji wan welata ye ku herî zêde zinêkarî lê dibe û di bin wan çarçefên reş de qûşê li hev diqetînin. >>>>>

TIVIR 

B.Jîndar- 05/12/08- Tivir pincarek çandinîyê ye. Dikaka wê wek gêzer û şêliman xwe di erdê de berdide. Nêzîk deh cûreyên wê hene. Bi rengan ve sor, spî, reş û mor in. Yên sor bi qasî gûzekê, yên din jî bi qasî kulmekê ne. Cûreyek ji yên spî hene jêre yên kûvî (bejî- çolî) tê gotin. Ew jî wek gêzeran dirêj in.

    Dirêjîya wan 20 -50 cm e. Di demsalîyan ve biharkî, havînkî û zivistankî ne. Lê têdahîyên wan hema hema wek hev in. Lê ya herî maqûl ku di Tib ê de tê bikaranîn ya reş e. >>>>>

DIZÊN  TÊLEFONA

B.Ronahî- 04/12/08- Hunermenda dengxweş Rojîn û hevala xwe Gonul li Stenbolê bi mînîbûsê (dolmîşê) diçin. Di dolmîşan de dizên têlefona cirîdê tavêjin. Yek ji wan dizan têlefona Gonulê didize.

   Di heman demê de têlefona Gonulê lêdixe. Ê diz hema ji dolmîşê peya dibe û dest bi revê dike. Gonul jî peya dibe û ji diz re bi zimanek nermik dibê: “Telefonum sîzde, lutfen bana verîrmîsin" (telefona min li nîk te ye, ji kerema xwe bide min). >>>>>

 

Bû balyoza şerê li dijî AÎDSê

 

Gulnaza Torî- 04/12/08-Parîs Fîrst Lady a Fransayê, lotikvana navdar, germik û nermik xanim Carla Brûnî, bû „Balyoza niyetpak a li dijî şerê AÎDSê“.

   Brûnî, di civîna Parîsê de kêfxweşîya xwe bi wezîfa xwe anî zimên û got:“Ez bi herdu hêkên nav doxîna Sarkozî kim, ezê tirrê ji AÎDSê berdim û bîhnê lê biçikînim“. >>>>>

Ker û Gîzer

Jirko- 04/12/08- Kurdistan- Berî çend sala me li Sûrîyê li mektebê dersên bi Erebî dixwend. Em qûnaxa dû bûn. Dema me dersek bi navê Ker û Gîzer dixwend, wê demê me nizanîbû çima rejîma Sûrî vê babetê bi taybet me hîn dike û di fikra me de ku ev ji bo pêkenînê ye .

    Lê wa xuya dike ku hikûmeta Sûrî lotikek li van zarokan dide û wan pê nîzanîbû ji ber ku gelek zarok fêrî rola kerê kirin û çi gîzer bi devê wan nakeve. >>>>>

Namûsa CÎAyê anî pênc qirûşan

Hesen Almas- 02/12/08-Waşîngton- Serokê Amerîkayê mîster Georg W.Bûşh di televizyona ABC de tirr ji CÎAyê berda û namûsa wê kir bexdûnis.

   Mîster Bûşh lotikek li CÎAyê xist û got:"Bi sê telaqên jinberdanê, ez ji tiştekî aciz nebûme, lê evê CÎA yê ez ji îmanê derxistim. Law min ewqas car ji wan re got li Iraqê çekên kîmyewî bibînin û min li himber dinya û alemê rezîl nekin, lê qûnekan qirşikek jî nedîtin kuro, hoooowehhhh law!" >>>>>

MENDANA

Zoryar Tehlo-01/12/08-

Mendana mendane

 Jiyan û efsane

 Buhar û havîne

 Payiz û zivistane

 Germiyan û zozane

 Ji rengên jiyane

 Dîrok û evîne

 Welat û yare >>>>>

PKK Happy 30 Years Struggle & US after EU must now say "PKK IS NOT Terrorist".  

 Steve Tataîî- 01/12/08-

Poems below are dedicated to the Freedom Fighters of PKK in their 30th year of forceful

armed struggle for the basic human rights, and homeland of Kurdish people usurped by Turkey,

Iraq, Iran, and Syria at the colonialist callous greedy onset of dividing Kurdistan map into 4 parts by the key perpetrators none other than the "civilized" international criminals of Great Britain & France, whom should both be brought to Justice and pay for their major crimes against humanity in tearing apart the most peaceful, and civilized nation of 50 million Kurds since 1923. >>>>>

Tirr ji bavê xwe berda

Fernando Perez- 01/12/08-Arîzona- Li Amerîka eyaleta Arîzonayê, lawikekî 8 salî tirr ji bavê xwe berda û berê wî da cehnemê. Lawikê ku navê wî nayê gotin, 8 salî ye û di şîmaqa 1000 (hezarî) de bavê xwe bi çiftê kujt.

   Hingî bavê wî Vîncent Romero (29) li lêwil dixist, lawik jî di deftera xwe de nivîsandiye:“Ew di qûna min kute, ezê di şîmaqa (şeqam) 1000 î de di qûna wî nim û wî bikujim“.

  Tu nabê zalimê bavê wî hertim lêdixist û lawik jî ji bavê xwe hatibû heta bi qirikê.>>>>>

Dalaî Lama lotikek li seksê xist

Reşiko- 30/11/08- Pêşewayê rûhanî ê Tîbetê Dalaî Lama, li Nîjeryayê lotikek li seksê xist û tirr jê berda.

   Dalaî Lama, di civînekê de mesele anî ser seksê û got:“Bi namûsa mêrê berê, ji roja ku seks çêbûye, bûye bela serê insanan. Seks tatmînkirina bedenê ye û ew pênc deqîqe heye ya, ew pênc deqîqe tirrê ji insên berdide. Ma law meriv xwe dike qurbana lotikek pênc deqîqeyî? Biaqlil bin, dev ji seksê berdin û hinekî jî li tatmînkirina ruhê xwe bigerin qerdeşim“ filan û fîstan. >>>>>

Heheyyy, îcar ji ker û hespên Kurdan jî ditirsin

Diyar Baban- 29/11/08-Mahabad- Tirsa Kurdan ne bes bû, îcar tirsa ker û hespê Kurdan jî ket dilê dijminên Kurd.

   Dibêjin tirsa ker û hespên Kurd ewqas ketiye dilê Îranîyan ku, rabûne ferman dane gundîyên ser sînorên Îran û Iraqê û ji gundîyên Kurd re gotine.“Êdî bes e! Divê hûn ker û hespên xwe bifroşin. Yan na emê we têxin hepsê“. >>>>>

Lêre jî jibo me rehetî tune

B.Ronahî-29/11/08- Hunermendên Kurd  jî birastî xwedî hunerin haaa! Ewqas hunerên wan hene, mirov behitî ( şaşo, maşo) dihêlin. Lê van hunerên xwe vedizî dikin û kesî pê nahesînin.    

   Rojekê du hunermendên ku di televîzyonan de bernamên Kurdî û Tirkî çêdikin li Firankfortê (tiştê ji min re hatîye gotin) hevdu dibînin.

   Piştî xwarin û vexwarina alkolê, dilê wan ganan dixwaze. Bi wî serê xwe yên serxweş dibên: “Em biçin kerxanê, ganekê jî bikin da ku her tişt bê qisûr be”. >>>>>

ROJÎNA  BIÇÛK

B.Tosin- 28/11/08-

 

Dilerizim

Weke pelek payizî

Di bahoza evîna te de

Pûtek darî me

Ji tîrêjên çavên tere

Bûme nîşan

Lêvek pûçim

Bi sîtava te ve >>>>>

Tabî canim, ma Kurdên ehmeq çawa ne taca serê we ne cîgerim!

Ehmed Beyan- 27/11/08-Enqere

Siyasetmedarên Tirk, nûner û lotikvanên partîyên Tirkan, dîsa Kurd kirin taca serê xwe tilî avêtin bin qûna wan. Hûn zanin, ji Tirkan re di dema tengasî û nêzîkbûna hilbijartinan de Kurd hene. Lê di firehîyê de Kurd terorîst in, cahil û ehmeq in, Tirkên çiyê ne. Lê bi dîn û îman çi ji me re bêjin, kîjan kurtanî li me kin heq e û misteheq jî maye.

  Welhasil, mijara me li ser hilbijartinên herêmî û li ser serokatîya şaredarîya paytextê Tirkiyê Enqerê ye. >>>>>

Mêro hem 6 lingo ye, hem nêr û mê ye

Şatiro- 27/11/08-Hollanda- Li Hollanda bajarê Ooostbûrgê, golikek kesanedî çêbû û silav da hazira. Golik hem 6 lingo ye, hem nêr e û hem jî mê ye. Yanî, wek Bulent Ersoy, Fatîh Urek û Aydin ê Tirka ye. Çelqo belqo ye ha.

   Kesên ku golik dibînin çavê xwe difirkînin û bawer nakin. Rewşa golikê me wek nîşana nêzîkbûna roja qiyametê tê nirxandin.

   Qiyamet miyamet nizanim, lê bi sê telaqan dinya ber bi derekê ve diçe lê ber bi ku ve ez jî nizanim qerdeşim.

XWEZÎ

Dildar ismail-27/11/08-

 

Xwezî dem carekê vegera be

Gulê ji nû ve şax da be

Geşbûna buhara geş û

Kulîlkên sor û zer

Hêstirên winda û xonava dara

Xwezî kenê lêva vegera be

Jîn û vîn ji hev cuda be

Xem û keder û ar >>>>>

 

PETA lotikek li Armanî xist

 

Pornocî Mûsa- 26/11/08- Endamên Komela Heywanparêzan PETA, vê carê jî lotikek li şîrmeka modesazîyê Armanî xistin û ew şermezar kirin.

    Endamên PETAyê bi sedema ku Armanî cil û kurkên heywanan difroşin, ew protesto kirin û qûna rayedarên Armanî dax dan.

   Protestoya ku li konalê çêbû bala rêwîyên kolanê kişand ser xwe û ji protestoyê wêdetir, rêwîyan têra xwe li van xanimên germik û nermik nerîn û keser kişandin. >>>>>

Çi xezûrekî welatperwer looooo!

Zirto Kurê Virto- 26/11/08-Samsûn- Yaw ev Tirk pir welatperwerin canim, bi ellawekîl hema kî dikeve ber wan efû nakin û welatperwerîya xwe bi cîh tînin. Êdî bûye adet, Tirkên ku baznedane ser dê, keç, jin, torin û bûkên xwe hema bêjin kêm in.

   Îcar li bajarê Samsûnê xezûrekî Tirk qûş li bûka xwe qetand û tirr jî berdan. Mehmet S ê 49 salî, dema bûka wî Y.S a 20 salî cilan dişo û cilên şil dadiliqîne, hema dawa wê li serê wê dipêçe, doxîna wê dişemitîne û keleşkofa xwe di nav şeqê bûka xwe de direşîne. >>>>>

 

 

 

 

 

Bûşh û sola gennî

>>>>>

Gunikreşê me dîsa berê xwe da zindanê

Ismetê Qersî- 15/12/08-Qers- Gunikreşê Kurd Mehmûd Alinak, dîsa 4 meh û 5 roj cezê hepsê xwar û wek mêran berê xwe da zindanê. Bi ser ku dadgehê ew ceze qulipand peran jî, Mehmûdê me got.“Tiiirrrrr li bin qûna we, ez peran nadim û ezê wek mêran cezê xwe bikşînim“.

   Mehmûdê me li devê derîyê hepsê destkelemçekirî axavtinek kir û got:“Bi telaq we pê girt. Madem azadî bê bedel nabe, ezê bi serbilindî bedelê bidim, Wê ev kelemçe ji min re wek madalya şerefê be. Ez qirûşekî xerabe tenê jî nadim dewleta virqo“ filan û bêvan.

   Welhasil, aha Kurdên gunikreş wek Mehmûdê me ne. Ciwamêr wek mêran dikeve zindanê û bedelê azadîyê dide. Ma wek hinekên ku ji tirsa nizam çiyê xwe dikin Tirk û ji dewletê re dest datînin ser hev!

   Wey ez gunikê te bixwim Mehmûd Alinak, bi namûs tu kurê bavê xweyî û tu sax!

Ehmedê me lotikek Kurdistanî avêt

Şîndar Berwarî- 14/12/08-Duhok- Şandeya DTP û serokê wê Ehmed Tirk lotikek xweş avêt û dilê me xweş kir. Di serdana gora serokê nemir Mistefa Barzanî de Ehmed Tirk axavtinek Kurdewarî kir û rêzek mezin ji Mistefa Barzanî re girt.

   Ehmed Tirk di axavtina xwe de got:Barzaniyê nemir li herçar parçeyan sembola xebata neteweyî ya miletê Kurd e. Serokê nemir û hêja ji bo azadî û rizgariya Kurdan jiyanek zehmet derbas kir. Wek em zanin ew kesê ku ji bo gelê xwe xebatê bike, gelê Kurd bêguman wî ji bîr nake. Îro serokê nemir ne yê başûr tenê ye, yê bakur e, yê rojhilat û başûrê biçûk e jî. >>>>>

Bajon oxlim, heta em Kurd ev xwelîliser bin, hûnê hê gellek caran bidin bin dûvê me

Cemîl Cewher- 13/12/08-Hewlêr- Belê, ji hilbijartinên bajaran re mehek mabû û tofana Tirkan dîsa li Kerkûkê rabû. Bala xwe bidinê, çi dema ku di derbarê Kerkûkê de biryarek bê girtin yan tiştek çêbibe, hew we dît teqandinek çêbû. Ê helbet Kurd jî ewqasî çavtirsandî û bêzirav bûne ku, tawîz li ser tawîzan didin Tirkan û hikûmeta Malikî û bi navê birayetîya Kurd û Ereban malikê li xwe dibin mîratê.

    Ma Kurdekan nizanin ku dewleta Tirk koremar e, dijminê herî xedar e û ji wan bê wê Kurdan di firrek av de bixeniqînin? Belê. Ma Kurdekan nizanin ku “Nan û avê Tirkan li ser kaba wan e, bêbext û nankor in” û ewê di fersenda herî piçûk de jî tirrê ji wan berdin? Belê. >>>>>

Durûtîya çepên Tirk

Ehmed Nîjadperest- 12/12/08-Kurdistan-  Ez bi xwe bawer nakim ku ji çepên Tirkan zêdetir durû û oportonîst hebin.   

   Bêbavan gava mesele dibe „Kurd“ weke ku ji devê bikevin, his û deng ji wan nayê. Ku xortek li Yewnanistanê tê kujtin, dibin qehreman, xwedî lê derdikevin û dizirrin. Çima? Ji bo ku Yewnanistan zêdetir tevlihev bibe, aborîya wê zêdetir têk biçe û kêfa dewleta Tirk bê.>>>>>

Bi kerekî re bizewicin û bi Erebekî re nezewicin

Abdullah El Kurdî- 11/12/08-Cidde- Li cem van Erebên qûnbigû qîmetê jinê wek pîvazek xerabe ye. Çawa be petrola wan pir e, zikê wan mezin e û hema bêjin karin her roj jinekê bînin û yekê berdin. Ji xwe dibêjin bêrîkên wan tije kevir û zuxur in. Hema go ji jina xwe aciz bûn, sê telaqên wê dixin destên wê û berê wê didin malbavana.

   Xanima ji Fasê Rajaa Hoûlla a 29 salî piştî vegerîya mala xwe a li bajarê Ciddê, polîsan girt ser malê û jê re gotin:“De zû bicehime, mêrê te te berdaye“. 

   Rebenê behitî ma, hêsrên xwe barandin û got:“Kengî mêrê min ez berdame? Haya min jê tune, ma berdan wilo rehete qûnekno“ û bersiva polîsan da. Lêhasil gihabû Mûsilê û yekî polîs jê re got. >>>>>

Ji pitepita jinê xelas bû

Çang Çîng Çong- 11/12/08-Kanada- Hinek kes hene xwedê bi elba mezin bi ser wan de dibarîne û wan di nav xiyar û bacanan de dihêle. Lê hinek jî qismet û nesîbê wan kêm e, dikin û nakin nikarin biserkevin û bigihên miradê xwe.

   Dibêjin zanyarê Japonî Le Trung ê 33 salî, kiriye û nekiriye jinek li gora xwe nedîtiye û rojên xwe bi „bixwexweşanînê“ derbas kiriye. Piştî ku dîtiye êdî bê jin nabe û jinên li gora serê wî tunene, rabûye lotikek robotkî avêtiye û ji derdê jinan xelas bûye.

   Li gora ku rojnama Daîly Maîl dibêje >>>>>

Vê fersendê nerevînin

09/12/08-Çi kesê ku wek vê xanima xweşik xwe li hev bipêçe, bêyî ku tirr û fissan bike û hestîyên xwe bişkîne, emê wek xelat 3 elok, 3 mirîşk, dîkek û kîlok savar bidinê. Tenekek rûnê malê jî li ser.

   De yellaaaa, vê fersendê nerevînin û dest bi akrobatî û

pêlewanîyê bikin.

   Lê ku hestîyên we şikestin û xanîyê we ji ber dengê tirrên we bi hewa ket, em ne mesûl in.

   De qewet be ji we re û serketin....

Oxillerim yekê li nêl dixin, yekê li bizmêr dixin

Firildeq Elî- 09/12/08- Stenbol-Di dinyayê de bêbav, şîrheram, zalim wek van polîsên dewleta virqo tunene. Tu bi dûrebîn û mirêka erd û ezmên li nav wan bigeri, yekî insan û xwedî wîjdan di nav wan de nabîni. Heger hebin jî bi serê min û we dîsa çend bêaqilên me Kurda ne. Yan na, ji sedî 99.5 ê wan qetla wan helal e.

   Welhasil, di van rojan de lêdan û êşkenca polîsên virqo zêdetir bûye û hema kî li nasnama wan bipirse, dikutin 101 bavê wî û wî dixin ber sikrata mirinê.

   Serokê van dolheraman Celalettîn Cerrahê ku midurê emnîyeta Stenbolê ye û simbêlê wî wek melkesa rîxê ye gotibû: “Doza nasnamê li polîs bikin. Heçê nasnamê ji polîs nexwaze ne ji kîrê bavê xwe be“ filan û fîstan. >>>>>

DAXUYANIYA GAYÊ SOR

09/12/ 08-Kurdistan- Me civata ga û conega bihîst ku LOTIKXANE dengê heywanên jar û belengaz radigihîne mirovên bêwijdan, ewên ku ji bo çûna behiştê û ganê horiyan, serê me û zarûkên me jêdikin, kêfa me pir hat. Şikir ji Xwedê re ku Lotikxane heye.

   Beranê Serokê Komela Rizgarkirina Heywanên Ji Bo Qurbana Bisilmanan jî dengê xwe daye ragîhandin. Ji ber ku em jî beşek ji wan qurbaniyan in, me jî xwe bi rêxistin kir, piştre me komeleyek damezirand, da em jî karibin serê xwe nedin ber kêra bisilmanan. >>>>>

 

University brings American-style learning to Iraq

In a makeshift university classroom in northern Iraq, from the back of the class, Kosar Osman voices what would be a radical goal in the Middle East – a meritocracy.

   "Right now, if you don't have a relative somewhere, you won't get hired," says the student at the American University of Iraq-Sulaimani (AUIS). "When we graduate, we're going to have a lot of talent and ... qualifications.... [Iraq needs] people who really serve their country, not just themselves and their families." >>>>>

Ji LOTIKXANÊ RE

07/12/08- Nivîskar Aram Gernas di malpera NETKURDê de pirtûka Kemal Bûrkay ALIKO Û BAZ û pirtûka Nguyen Than ŞERVANEKÎ BIÇÛK Ê VÎETNAMÎ wek berhemên xwe pêşkêşî raya giştî dike.

    Lê lotikxane qebûl nake ku yek bi berhemên xelkê, xwe berhemdar nişan bide. Aha îsbat di kodika Netkurdê de ye...

Silav ji nûçegihanekî Lotikvan

                   http://www.netkurd.com/nuce_bixwine.asp?id=14326

Qehreman Mehmetçîk pornocî derket

Ûstûra Kemal- 07/12/08- Amed- Li ser daxwaza dadgeha giran a bajarê Amedê, serokê Tevgera Yekîtîya Hêzên Netewparêz Taner Unalê Tirk, hat girtin û lotikek lê ket.

   Îcar di komputera wî de çi bên girtin başe? CD yên pornoya heywan û zarokan. Yanî, Taner Unal efendî li gana ker û bergîlên wek xwe û li zinêkarîya zarokan reben temaşe dikir.

   Li ser bextê xelkê be, dibêjin oxlim Taner Unal ji parêzerê xwe re gotiye.“Dînime îmanime, gava min li xirrê wan ker û bergîlên qirase dinerî, qûna min duxrîya û dikir vitvit“ filan û fîstan.

   Welhasil sayin Lotikxanenin canfeda zaroklerî, bi ellawekîl heta qirasê ker û bergîlan nekevin Tirkên wek Taner Unal, îflah nabin û nayên ser rêya îmanê û hûn sax!

Demokratîk Virqo Cimhûrîyetî tehamilî jinek Kurd nekir

Bêrîvan Al- 06/12/08-Amed- Dewleta virqo tehamilî xebata jinek Kurd nekir, 10 sal ceze dayê û ji siyasetê men kir. Leyla Zana ku gotibû "Sê serokên Kurdan hene. Yek Barzanî ye, yek Talabanî ye û yek jî Ocalan e", ket ber lotikên dadwer û dozgerên Tirko û lotikek nemirovane xwar.  

   Di eslê xwe de cezekirina Leyla Zana ne ji ber van gotinan e. Ev mahne ne. Lotika rastî ev e ku Tirko nexwest Leyla xanim di van hilbijartinên herêmî de bibe namzet û biserkeve. Tirkan zanîbû ku wê Leyla xanim bibe seroka şaredarîyek ji bajarên Kurdistanê û li serê wan bibe bela. Ji ber vê jî çi kirin, ji lotikên Leyla xanim tirsiyan û bi xwe de rîtin, siyaset lê heram kirin. 

 Welhasilî kelam, dibêjin "tenûr bi tirr û fissan germ nabe".  Îcar wê kengî û bi çi tenûra demokratîk cimhûrîyeta sarioglan bi tirr û fissan germ bibe ez jî nizanim...

   Lê ez wek îmana xwe zanim, ji ber ku Leyla Zana Kurdek xas bû ev lotik lê xistin. Heke wek hinekan dewşîrme bûya, yan wek hinekan Tirkîaxêv, mejî Tirk, û şorba nîskê bûye, wê ev lotik lê nexistina. Yanî, rê ji Kurdan re digrin û ji Kurdên dewşîrme re vedikin wesselam....

Bi telaq ez li gel Mîsakî Mîllî me!

Cemîl Cewher- 06/12/08-Hewlêr- Birastî çima Kurd nîqaşa „Mîsakî Mîllî“ nakin? Meselen, ma gava serokkomarê Tirkiyê Turgut Ozal dixwest başûrê Kurdistanê jî têxe nav sînorên Tirkiyê û bi Kurdan re federasyonekê çêke, xerab bû gelo? Welhasil.

    Dibêjin serokê Kurdên sererd û binerd sayin Ocalan, di hevdîtina vê dawîyê de doza Mîsakî Mîllî kiriye û Kerkûk û Mûsil jî xistiye nava wê.  

   Êêêêê, ma tiştekî xerab gotiye? Bi sê telaqên jinberdanê ez pê re me qerdeşim. Ez îro dixwazim Kerkûk û Mûsil, temamê başûrê Kurdistanê, û hetta rojhilat û rojavayê Kurdistanê jî têkevin nav Mîsakî Mîllî û bi bakurê Kurdistanê re bibin yek. Law ma jê xweştir heye cîgerlerim? >>>>>

 

Yaşar Kemal xelata xwe girt

(Foto şirove)

 

>>>>>

Di mala xwedê de hevdu çirandin

Tecawizcî Coşqûn- 04/12/08-Stenbol- Aha ji we re  nimûne û nîşana misilmantîya Tirkan gelî xwendevanan.

Li Stenbolê taxa Bagcilarê, Muezzînê Tirk Hikmet Boyrazê 56 salî, li mizgefta Goztepe Merkez Camîyê du carî bazda ser jinika bi navê Sultan A û tirr jê berda. Hem jî di mala xwedê de.

   Kurê kerê Hikmet Boyraz berî demekê Sultan A nas dike û mehra îmamê çaroxî davêje ser û hema di mala xwedê de, di mizgeftê de du carî dawa wê bi serê wê dadike, dibêje “Ellah û ekber” û qûşê lê diqetîne.

   Piştî ku dêqehpo îşê xwe diqedîne û demança xwe dohn dike, îcar bi jinek din re dizewice û hew guh dide Sultan xanimê. >>>>>

 

 

Dizên hecî 18 lotikên bêîman li heciyên me yên başûr xistin

 

Hecî Cimo-04/12/08-Mekke  Li ser bextê malpera Sbeyê be, Wezareta Diyanetê ya hikûmeta başûrê welêt di daxuyaniyekê de belav kiriye ku di merasîma heca îsal de, band û grubên diziyê berîkên bi hezaran heciyên cîhanê birîne û di nav wan de 18 heciyên kurdên başûrê  welêt jî hebûne.

   Her wiha rayedarên Siudiyê jî vê yekê veneşartin û aşkere kirin ku îsal berîkên zêdetir ji 7 hezar heciyên tobekar hatine birîn û dizên ku ji bo tobekariyê çûbûn xwe ji dizî û gunehan pak bikin, pere bi heciyan re nehêştine.>>>>>

Tirk pir ji Kurdan hez dikin canim

E.Kurdî- 03/12/08-Edene- Niha ez bêjim „Tirk pir ji Kurdan hez dikin“ hûnê bawer nekin. Belê belê, ewqasî hez dikin ku di afîşên xwe de, li ber çavê dinya û alemê dibêjin „Ya sev ya terk et“ (Yan hez bike yan bicehime).

   Meselen li şaredarîya Îskenderûnê, ker kurê kerê, şaredar Mete Aslan afîşek qirase li kolanan daliqandiye û hezkirina xwe ji Kurdan re nîşan daye.

   Law ma ezê bêjim çi qerdeşim! Bi sê telaqan Tirk çi gûyî bi me bidin xwarin di heqê me de ye. Ma çima em xwelîyê li serê 101 bavê xwe nakin û li kolanên bajarên xwe afîşên „Ya ver ya Kurdistan dan defol“ (Yan bide yan ji Kurdistanê bicehime) nanivîsin qerdeşim!

>>>>>

  

Azadiyan Tirkan û seks  

Metîn Mêrdîn- 02/12/08-Mêrdîn Li gora lekolîna rojnama Ingiliz The Sunday Times:  Tirkiye di ''têkiliyên kin'' û ''seksa şevekê'' de di dinyê de gelek welat li du xwe hişt û ket nav 10 welatên pêşî. Pîrek û zilamên Tirka, Ispanya,Îtalya û Yûnanistan li paş xwe hiştin.

   Di kulvara seksê de zilam û pîrekên Tirka pir azad difikirin, li gorî wêna jiyana xwe diguherin û çavên wan lêye ku Tirkiye bikin yekemîn.

>>>>>

Diyarê me albûma xwe derxist û berê wê da Kurdistanê

CD Albûma hunermendê Kurd Diyarê Kurd derket, lotikkek Kurdewarî li hikûmeta Tirka da û gehişte Kurdistanê ..
Kompaniya Stêr Music wê bi karê belavkirina albûmê rabe..

Pîroz û bimbarek be û aqûbet li serê hunermendên din be rebbî!

Selaheddînê me tirr ji meselê berda

Zinar Qelemşûr- 01/12/08- Stenbol- Seloyê me lotikek çep avêt û xwelî li serê 101 bavê Kurdan kir. Kurdên ku bi salan bûn kole û mirîdên çepîtîya dewleta Tirko, îro jî bi navê çepîtîyê ji ruhê Kurdewarîyê bi dûr dikevin û balikê li xwe diviritînin.

   Seloyê me ji rojnama Zamanê re çl bêje başe? Gotiye:“Em û hikûmeta başûrê Kurdistanê li hev nakin. Ew mihafazakar û rastgir in. Lê em çep û demokrasîxwaz in. Kurdistanerk serbixwe çêbibe jî em Kurdên bakur başûr ji xwe re nakin navenda cazîbê. Me berê xwe daye Ewrûpayê, daye Enqerê. Ew feodal, mihafazakar (paşverû) û tevgerek rastgir in. Em xwe wek demokrat, alîgirê mafê mirovan û tevgerek çep dibînin“ filan û fîstan. >>>>>

Welcome yabo qurban

Av.E.Dîlan- 01/12/08- Enqere- Dibêjin balyozê nû ê Amerîkayê mîster James Jeffrey, hatiye Tirkiyê, gotiye “Selamunaleykum cîgerlerim” û kêfxweşîya xwe anîye zimên.

   Jeffrey gotiye:”Bi sê telaqan, bi namûsa Kor Mistefa Paşa, ez bi hatina Tirkiyê pir û pir kêfxweş im. Wilo kêfxweşim ku hew nemaye ez ji kêfa re çend tirr û fissên Amerîkanî bikim ellawekîl” filan û fîstan.

   Welhasil, kêfxweşî û tirr û fiss nizanim. Heger go te behsa pirsa Kurd kir û mafê Kurdan parazt, tu bi xêr hatî yabo qurban. Lê na heger tu jî lotikên Tirkewarî bavêji û qûna wan balêsi, tu di ser re hat û tu sax!

UN United Nations çi ye?

B.Porsor-30/11/08-

Eve dadperweriya UN neteweyên yekgirtî

Anko çeteyên hevgirtî

Li cem UN maf bi vî awayî ye

Rûmeta gelan jî wiha ye

Ereb biçe reşik bê

Reşik biçe zerik bê >>>>>

Ne fen be ev çi dar û ben e!

Mela Cemîlê Mûşî- 29/11/08- Piştî ku dewleta Tirko biryar da di televizyona xwe TRT de weşana bi Kurdî bike, îcar diyaneta wan jî rabû ser tapana û got:“ Quran jî kare bi Kurdî bê xwendin qerdeşim, ji xwe mewlûda Kurmancî tê xwendin, çima ne Quran jî“ û lotikek avêt.

   Gerçî hê tiştekî esehî tuneye, lê dibêjin ji diyanetê Prof.Dr. Saîm Yepren efendî ji rojnama Akşamê re gotiye.“Tabî canim, Quran jî kare bi Kurdî bê xwendin. Jina min ji min berdayî be tu zirar tê de tuneye. Madem TRT dest bi weşana Kurdî dike, çima Quran bi Kurdî neyê xwendin cîgerim“ filan û bêvan. >>>>>

Azadîya Welat dîsa lotikek xwar

Lotikxane-29/11/08-Tirkên ku qaşo dixwazin têkevin Yekîtîya Ewrûpayê û bibin insan, tehamilî rojnameyên bi zimanê Kurdî nakin û hovîtîya xwe radixin ber çav. Ji alîyekî dixwazin di televizyonên xwe de qaşo dest bi weşana zimanê Kurdî bikin (tenê ji bo Ewrûpîyan pê bixapînin), û ji alîyê din jî weşanên Kurdî didin ber lotik û pehînên bergîlkî.

   Dibêjin rojnama Azadîya Welat dîsa ketiye ber lotikên bêedaletîya dewleta Tirko û ji bo mehekê hatiye qedexekirin.

   Em wek Lotikxane vê bêedaletîya ku li himber rojnama Azadîya Welat pêk hatiye şermezar dikin û qûna dadwer û dozgerên dewleta virqo dax didin.

Serî li hevdu pelixandin

Serhed Çiya- 28/11/08-Agirî- Her ku hilbijartina herêmî nêzîk dibe, rojev jî germtir dibe û li hinek ciyan jî dilopên xwînê rojeva hilbijartinê dixemilînin.

  DTP li Erdexanê dest bi lotikên hilbijartinê kir û cewrikên demokratîk cimhûrîyeta Tirko jî bi dar û keviran êrîşî wan kir. Her du alî wek gurên ku têkevin nav pez, serî li hevdu pelixandin û nîşan dan ku heta roja qiyametê jî Kurd û Tirk nikarin bibin birayên hev.

   Welhasil, sayin DTPî yên me dikin û nakin nikarin xwe li ber dilê Tirkoleran şîrîn bikin. Çiqasî behsa biratî, yeîkîtîya sînorên Tirkiyê û paraztina ala Tirko dikin jî, Tirk wan didin ber lotikên heywankî û dibêjin."Yox qerdeşim yoxxxxxxxxx,hûn terorîst in û em cewrikên dêlegura Asenayê ne lan" û serê xwe dixin qu...ê dêya xwe...

   De xwezî bi wê roja ku sayin DTPî yên me jî dev ji wê xeyal û çîroka biratîya dolheraman berdin û bên ser rêya îmana Kurdistanî û hûn sax!

Ferhad Pîrbal lotikek mezin dide jîyana me

Mınas Nesê-27/11/08-Kurdistan-  Ferhad Pîrbal ronakbîr e û rojenbîrekî Kurdîstana Iraqê ye. Kesek ji wan kesane ku zanîngeha Fransa temam kiriye û ser çavey wî Folter, Bodler û Ernest Hemnguway bûn. Yek ji wan kesaye ku hizkirina wî ji Nîce re heye. Bes ew di helbestên xo da dibêje “Ez çûm û çûm heta gihame bircên Eyfel û Hewlêr li jêr min da ye”.

  Pirsiyara me jibo Professor Ferhad Pîrbal ew e, kesê xwedîyê ehlakekî fire û xwedîyê mantiqêkî zanistî ye, jibo çi te nikarîbû ew yaxî û roşenbîrîya di Fransa da, ku yek ji wan kesayetîyayî, te bi Fransî xwendîye û diaxivî, çima ti lotikên xo yên tund û tijî li aqlê me dixî? >>>>>

Şerê qewsikan dest pê kir

Raca Xan- 27/11/08- Afganistan- Serokê Afganistanê Hamîd Karzaîyê keçel, di civînekê de çend lotik li Amerîkayê xist û şerê balafirên Amerîkayê kir.

   Karzaî gazind ji bombebarandina balafirên Amerîkî kir û got.”Bi sê telaqên jinberdanê, heger qewsikên min hebûna, minê bi qewsikan ev balafir bianîna xwarê. Tu derfetên me tunene em şerê balafirên Amerîkî bikin. Em hêvîya xwe dighînin Lotikxanê ku çend qewsikan bi xêra dê û bavê xwe ji me re bişîne da ku em karibin şerê balafirên Amerîkî bikin” filan û bêvan.

   Axir, li ser vê daxwaza Karzaî, dilê me pê şewitî û min bi navê nûnertîya Lotikxanê beşê Afganistan, Pakistan û Hindistanê, qemyonek qewsik û kevkanîk wek diyarî dan Karzaî.

   Îcar bi van qewsikan çend balafirên Amerîkî ji ezmên tîne xwarê ew û wîjdanê xwe.

Şivanê me vedigere welatê xwe „Turkîye“

Tacdîn Baran- 16/12/08- Almanya- Televizyona Tirk TRT8 serê salê dest bi lotikên Kurdî dike û lotikvanê me Şivan Perwer xistiye lîsta xwe.

   Dibêjin xwedêgiravî parlamenterên di nava AKP de jina xwe ji xwe berdane û gotine.“Bi sê telaqên jinberdanê, heger Şivan Perwer neyê di TRT8 de nexebite, em qebûl nakin qerdeşim“ û doz li rayedarên TRT kirine ku Şivan Perwer dawetî vekirina TRT8 bikin. >>>>>

Hesil mejî bê guhertin babam!

Zinar Qelemşûr- 14/12708-Stenbol- Tirk şikl û şemalê nasnameya xwe diguherin. Yanî qaşo nasnameyek çû çêdikin ku kes nikaribe wê kopî bike û yên sexte çêkin.

   Lê piştî ku mejîyê Tirkan neyê guhertin, nasname guhertine çiye û neguhertine çiye, hêêêç! Yanî nasnameyên wan xweşik bin, saxlem bin, rindik û mindik bin çi tê guhertin? Dîsa hêççç!   

   Ma go Tirk bi xwe sexte û ne medenî bin, mejîyê wan mejîyê qirnê esheba bin, bi ellawekîl ew pasaportên xwe, nasnameyên xwe, kiras û binkirasên xwe jî biguherin fêde nake.

   Ma kesî dîtiye jinika qereçî bûye xatûn?

 

SÊV

B.Jîndar-13/12/08- Dara sêvê heta 8 metroyan bilind dibe. Darek pirçiq, çiqên xwe di rexan ve berdide. Di mehên biharê de kulîlkên mezin yên wek gul şîlankan yên reng spî û peyazî

(Penbe) vedike.

    Pelên wê kesk in, li gor cinsê xwe alîyê bervajîyê pelê bi pûrt in. Ber bi havînê ve ew kulîlk dibin bûtik (çavik), paşê jî ew çavik û bûtik dibin fêkîyek tam û bêhnxweş. Ji wê fêkîyê re sêv tê gotin. >>>>>

Em jî xelata xwe dixwazin kaka!

Mihemed Soran- 12/12/08-Silêmanî- Dibêjin mamê me Celal Talabanî xelata rêzgirtin û şoreşgerîyê daye serok Barzanî û ew payebilind kiriye.

   Yaw mamo, serok Barzanî bi xelatan payebilind û mezin nabe. Ji xwe ew mezin e, xwedî paye û kurê bavê xwe ye. Lê ka xelata Lotikxanê? Ma em ne şoreşgêr in canekem?

   Bi namûs, Lotikxanê wek cenabê te propaganda û pesnê kê dabûya, niha xelata zêr wergirtibû, wîî! Eve sê salin em wek Lotikxane dibêjin „Ha mamo, bajo mamo, me gunikên te xwaro mamo“ û em pesnê te didin. Ma em ne layiqî xelatekê ne kaka, wey!

   Welhasil, heyran em xelat melatan naxwazin, hema di binê masê re 4-5 milyon dolar bişîne ji Lotikxanê re û bes e.

   Wille, bille û tille em zêdetir naxwazin, soz!

 

Maliki's tenure on ice as rift with Kurds widens

 

By Jane Arraf -11/12/08

The Iraqi premier is increasingly at risk as cracks in his Shiite-Kurdish coalition grow in the waning days of the Bush administration, his other main ally.

Prime Minister Nouri al-Maliki's coalition of support is fraying. The Kurds, his chief Iraqi ally, are increasingly at odds with the Shiite premier over issues of power, oil, the military, and Kirkuk. Mr. Maliki's other main sponsor – the Bush administration – will also soon disappear.>>>>>

GORMEK  ÎSTÎYÎSIN

B.Ronahî- 11/12/08- Li Qibrisê du karmendên Ruhayî yên Kurd,  ji xwe re karmendîyê dikin. Êvarî jî li qahwexanekê rûdinên ji xwe re bi kaxezan dileyîzin. Dema bi kaxezan dileyîzin, bi hev re Kurdî xeber didin. Yek ji wan li rexekî benîştê di devê xwe de dicû û diçirpîne, ji rexê

din dibê “Dê were! Mecbûre kaxeza min bê” û hwd.

   Garsona qahwexanê ya zerik jî li ser pîyan li wan dinêre û guhdarîya wan dike. Tiştekî ji zimanê wan tênagehe û ji meraqan ji yê benîştcû dipirse. “Abê sîz nece konûşûyorsunuz? (hûn bi çi zimanî dipêyivin). >>>>>

MHP dixwaze tirrê ji Amedîyan berde

Satilmiş Yandançarpti- 11/12/08-Enqere- Serokê Partîya Gur û Keftarên Tirkiyê (MHP) Dewlet Bahçelî, di civîna partîya xwe de lotikek segîkî avêt û kir ewte ewt.

   Bahçelî di derbarê hilbijartinên herêmî û Diyarbekrê de jina xwe ji xwe berda û got:“Bi sê telaqên Başbûx Turkeşê Kûçkê Reş, emê li Amedê namzetekî wilo qirase rakin go devê xelkê ji hev vebe û emê tirrê ji Diyarbekrîyan berde. Hinek dibêjin MHP li Diyarbekrê namzetê xwe ranake. Ev provokasyonên Lotikxanê ne. Jina min ji min berdayî be, emê nayên provokasyonên terorîstên wek Lotikxanê û emê qiraseyekî zilaman li Diyarbekrê bikin namzetê xwe“ filan û fîstan. >>>>>

Ez Dizanim We Bêriya Min Kiribû.

Qosarî-10/12/08-Amed- Piştî demek dirêj, em dîsa bi hevre ne. Xwendekarên bi rûmet û ezîz, ev serê du sê mehane ez li Stenbolê û Holanda bûm. Min di wê demê de lîztikên ku min temaşe kiriye, tiştên ku di serê min de derbas bûye, car

 bi caran ezê ji we re binivîsînim.  

    Ez di serî de cejna qurbanê li xwendekaran, kesên dostê Kurdan û bi taybet jî li hunermendên Kurd yên bi namûs û xîret pîroz dikim. >>>>>

Aqûbet li serê Tirko be

Konstantîn Kurdokolos- 09/12/08- Atîna- Şemîya çûyî xortekî 15 salî bi guleyên polîsên Yûnan mir û çû bihuştê. Lê polîsê reben li lotika xwe poşman bû lê hasil giha Mûsilê.

   Îcar yabo min dît lê hûn nebînin. Ev anarşîst, xort û keçên Yûnanî hene ya, bûn wek ciwangeyên nav garanê, Yûnanistan serûbinî hev kirin û tirr ji hikûmetê berdan. Wezîrê navxweyî îstîfa xwe da, rektorên zanîngehan îstîfa xwe dan û pelûlek mezin bi serê hikûmetê de rijiya.

   Welhasil, Yûnanî ji bo kujtina xortekî rabûn ser pîya. Lê Tirk çi dikin? Polîsên Tirk her roj namûsa Tirkan tînin pênc qirûşan, lê namûs nakeve pozê wan û ranabin ser pîya kuro, pekkk!

   Ê de ka bêjin, ji qewla Azîz Nesîn ve, heta Tirk qerdeşlerim ev ehmeq bin, wê çilo polîs û esker nenihên qûna wan yabo, iiii ihiiiii!

 

 

Agahî ji bo Lotikxanê

 

Aram Gernas- 09/12/08-Bila Lotikxane û herkes jî bizanibe ku kes xwedî li berhema kesî derneketiye.

   Ji ber ku di paşberga romana min a bi navê Toqa naletê da, navê berhem an xebatên min hatine rêzkirin û di wê derê da “Aliko och Sparvhöken” (Aliko û Baz), “Şervanê Biçûk ê Vîetnamî” wek werger hatine nivîsandin.

    Berê jî hin hevpeyvîn bi min ra hatine kirin, (binihêre li hevpeyvîna Remezan pertew bi min ra: Malpera peyama Azadî) di wan hevpeyvînan da jî min wan berheman wek werger dane nîşandan. >>>>>

 

Bêrîvana me berê xwe daye parlamentoya Ewrûpayê

 

Dotmam- 08/12/08-Stockholm-Keça Kurd Bêrîvan Ongorur, ji lîsteya Partîya Çep a Swêdê (Vänsterpartiet) bû namzeta Parlamentoya Ewrûpayê. Di lîsteya Partîya Çep a Swêdê de ev kes wek namzetên Parlamentoya Ewrûpayê ne.

1. Eva-Britt Svensson 2. Hanna Löfqvist 3. Mikael Gustavsson 4. Berivan Öngörur 5. Erik Berg 6. Mussie Ephrem

   Em wek Lotikxane birêz Bêrîvan Ongorur pîroz dikin û hêvîdarin ewê di her daxwaza xwe de biserkeve.

N.Barzanî: Kujtina jinê bêşerefî ye

>>>>>

Kurdîname û Serfermandarî

Senger Îloz-07/12/08- Kurdê me bi mebesta ku zimanê me xwe biparêzin ango hebûna zimanê kurdî bi rayedar û payebilindên dewletê weke fermî bidin qebûlkirin xwe dixin curbecur şiklan. Ji bo cejna qurbanê kurtenameyên pîrozbahiya cejnê bi kurdî hatine amadekirin.

    Ev kurtenameyên ku bi kurdî hatine nivîsin jî bi armanca ku ji bo sazî, rêxistin, partî û parlementeran re bêne şandin hatine amadekirin. >>>>>

 

 

60 salîya manîfestoya mafê mirov

 

>>>>>

 

Mêro ji me zimandirêjtir derket

 

Hesen Almas- 06/12/08-Amerîka- Li Amerîka, kûçikê bi navê Brandy wek „herî zimandirêjê dinyayê“ hat qebûlkirin. Zimanê birêz kûçik Brandy tam 43 santîmetro ye. Hema bêjin nîv metro ha. Pekkk!

    Ez serê we neêşînim, heta niha em Kurd zimandirêj bûn. Me bi vê zimandirêjî û hesûdîya xwe malik li hevdu dibir mîratê û dijminatîya hev dikir. Lê şikir ji xwedê re ku birêz kûçik Brandy ji Kurdan jî zimandirêjtir derket û barê me siviktir kir.

   De xwedê xêra wî qebûl bike rebbî!

Osmanê me tirr ji Tirkan berda

Mihemedê Sêrtî- 05/12/08-Sêrt- Partîya DTP wek agirê sor ketiye nav keftelefta hilbijartina herêmî û bajar bi bajar lotikan davêje. Xwedê heye, her çiqasî em siyaseta DTP neecibînin jî, lê bi namûs di propaganda xwe de lotikên Kurdewarî davêjin û tirrê ji dewletê berdidin.  

   Meselen Osman Ozçelîkê me li bajarê Sêrtê namûsa dewleta virqo anî pênc qirûşên xerabe û  

 ew kirin ehmeq. Ozman Ozçelîk, li Sêrtê beşdarî mitînga partîya xwe bû û bi Kurdî axavt.

    Ozçelîk di derbarê zimanê Kurdî de got:”Min soz dabû we ku ezê di meclîsê de bi Kurdî biaxivim, >>>>>

Fatê were civatê-18

Miradê Omerî- 04/12/08-Swîsre- Şevbaş xaltîka Fatê, ödî di dema dawî de endam û xebatkarên Partîya Civaka Demokratîk (DTP) hew zanin bê wê çi bêjin ji bilî go Kurda biçûk bikin û kêfa cewrikên dêlegura Asenayê li me bînin.

   Îro yekî wek Selo radibe zimanê xwe dirêjî eşîrên go bi can û malê xwe di ber Kurdistanê de qurban bûne dike û wan dide ber lotik û pehînan. Lê mêro naxwaze bibîne (bi ser ku zane jî) go ji berxwedana Kawayê Hesinger û heta niha jî wan eşîr û serokeşîran doza Kurdayetîyê meşandiye û hetanî bi îro anîne. >>>>>

Nimûneyek ji girîngtirîn nûçeyên ragehandina serbexo li Kurdistana Azad

Dara Can- 04/12/08- Kurdistana azad-

Evro Mamo û Xalo û Keko û Metê û Xaltîka Fatê û xwerzîk û birazîkên wan, digel çend berpirsên bejin zirav û bilind û xweşikên hizbî û hikûmî nîverojk pêkve xwarin.

   Diwatir hemûyan sopasî yektir kirdin û rêz li yektir girtin. Herweha bi awayekî şaristanî jî xwahafîzî le yektir kirdin û her kes rwîşt bo malê xo.

   Hêjayî gotinê ye wan berpirsan soz dan hev sipehînê xwardinî beyanî jî bi hev re bixun.

   Aha ragihandina serbexo li Kurdistana Azad ev e kaka..Li ser bextê we be, çawa ye?

Ne înkar û ne tekrar

Nûrî Çelîk-03/12/08

 

DTP îro li bakurê Kurdistanê partîya herî

xurt e. Kêfa me ji siyaseta wê re bê neyê, em wê biecibînin neecibînin, mixatabê dewletê û alternatîfa sereke ew e.

   Gava meriv bi vî çavî li meselê binere û girîngiya pêvajoya ku îro rewşa siyasî tê re derbas dibe bide ber çav, emê bibînin ku têkçûna DTP ji fêdê zêdetir wê ziyanî bide tekoşîna milletê Kurd. Ji ber vê jî, di hilbijartinên herêmî de piştgirî û desteka DTP erka her Kurdî ye.

   Ji ber ku rêxistin û partîyên Kurd ên din bi vê rewşa xwe wê nikaribin di hilbijartinan de destketinên mezin bi dest xin >>>>>

Dogan Özgüden

Medenî Ferho- 02/12/08- Berî demeke dirêj, min di destpêka nivîsa xwe de gotibû: Dewleta tirk enteresan e... Di destpêka vê nivîsa xwe de jî dibêjim: Tirk enteresan in. Ji xwe enteresanbûna dewleta Tirk, ji enteresantiya tirkan tê.

   Dema mirov nijadperest be û vê baweriya xwe, li ser bingeha xwînê rûnêne û bi navê dewletê bike pratîkê, yanî bi navê dewletê,  dibin sîwan û parastina dewletê de, mirovan bikuje, komkujiyan bike, selandin, wêranî, sermezarî û kirêtiya linçê bike jiyanê, ev bê exlaqî û sermezarî wek siyaseta fermî bê erê kirin, civak, siyaset, burokrat, huquq li vê despotiyê xwedî derbikeve,  fasîzm dest pê dike. >>>>>

Kero nemir buhar tê

Bengîz Elegez- 02/12/08- Moskova- Dibêjin „Mirîşka birçî di xeana xwe de garis dibîne“. Îcar ev jî mesela me û serokê Partîya Kominîst Gennady Zuganov e.

  Zuganov kêfxweşîya xwe ji derketina qrîza aborî re anî zimên û got:“Oxxxxx, bi telaq wê ez qrîz bi kêrî partîya me bê. Xelk çiqasî birçî û belengaz bibin, wê xwe li partîya me bigrin û emê jî lotikekê li Pûtîn û Medvedev xin, tirrê ji wan berdin û bibin hikûmet“ filan û fîstan.

   Erêêêê erêêêê. Kero nemir buhar tê, pîrê nemir giya û pincar tê! >>>>>

 

Înstîtuya Kurdî li Stockholmê

 

Di perwerdeya zarok û ciwanan de wêje

 

Civakên pêşketî berhemên perwerdeyeke birêkûpêk û zanistê ne. Her dewlet û dezgeh li gora derfetên xwe dixwazin civata xwe perwerde bikin da ku ew ji imkanên serdemê sûdê werbigirin, ji asta zanista cîhanê bişûnde nemînin û di her warên jiyanê de kes û komikên azad û têgeheştî di radeya herî bilind a zanistê de perwerde bikin. >>>>>

Şûjina çavê xwe nabîne, derzîya çavê başûrîyan dibîne

Mîr Ronas- 01/12/08-Êlih- Silav gelî Kurdistanîyan, ez îro pirr xemgînim. Niha hûnê bêjin çima qerdeşim, ma hinekan li talanê te xistiye? Yabo ma çima na, agir bi mala me Kurdan ketiye û tew haya me ji me tune.

    Erê lo, Silhoyê me (Silho Dermîrtaş lo) rabûye lotikek paşûpê avêtiye û tirr ji me Kurdan berdaye. Xwedêgiravî Silho gotiye:”Başûrî feodal in, rastgir in, cahil û hirç û hov in”. Û ew? Ew jî çepgir e, hevalê Tirka ye, mêro Ewrûpî ye û qibla wî jî Enqere ye. >>>>>

Fatê were civatê-17

Xaltîka Fatê,

Weyla topa qiyametê li nav doxînê ketê, tu çawayi başi?

Karwan û Kawa Hisên- 01/12/08-

Dibêjin kesî behsa Gurrî nedikir, rabû çû di serê kanîyê de gû kir. Te ew mesele bihîstiye newlo?

   Axir canim, mesela min û nivîskarekî ji Kurdê Sûrî jî ev e. Navê wî Qehar Remko ye. Mêro xwe kiriye pêşmergê Internetê û sibê, nîvro, êvarî û berî razanê bi 5 deqîqan jî meqale û nivîsan dinivîse. Ez dibêjim qey di xewna xwe de jî ha ha dinivîse û lotikan li xelkê dixe. Ya starrrrrr, xwedê mero jê bistirîne rebbî! Bi sê telaqan, çûk bi çûkanya xwe ji nav lepê wî xelas nabin, pekkkkk!  

   Ez bi serê te kim, mîrkutê wî di destê wî de ye û hema kîjan serok, nivîskar û mivîskar têkevin ber, hema mîrkutekî li nav serî wî dixe û tirrê jê berdide. >>>>>

TIRÎ

B-Jîndar-30/11/08- Em Kurd pirî caran dema dikak (zeryewat) anjî fêqîyan dixwin, tiştê herî kêrhatî û derman naxwin û tavêjin. Yek ji van jî   

 TIRÎ ye. Dema em tirî dixwin tûvil (qaşil) û dindikên (sîsik , tov, bizir) wî tavêjin û naxwin. Di rastîya xwe de dermanê hemi derdan qaşil û bizrê wî ye. Xasma (taybet) tirîyê reş, (an jî mêwrîj, mûrîj-mewîj).

    Tirîyê reş bi serê xwe wek dermanxanekê ye û ew jî xelata xweristê ye. Hewceye tirî bi qaşil û sîsik ve bê xwarin. Kesên diranên wan dest nadin, bila sîsika wê nehavêjin, di sîrkutê, an jî bi awayek din biherişînin, jibo kevçîyek sîsik du kevçik mast an jî hingiv tev bikin û bixwin. >>>>>

Em jî otonomî dixwazin kaka!

Şîndar Berwarî- 29/11/08- Duhok- Li ser bextê rojnama Almanî „Frankfûrter Rûndschaû“ be, dibêjin serokwezîrê me Kak Nêçîrvan Barzanî gotiye:“Bi sê telaqên jinberdanê, ez bi xwe terefdarê wê yekê me ku filehên li Kurdistanê mafê îdareyek otonom hebin“ filan û bêvan.

   Yaw kaka ciyan, bo filehekan mafê îdareyek otonom hebin lê Kurmancekan mafê îdareyek otonom nebin baba? Ma em ji Eyşika Ereb in? 2.5 milyon Kurmanc li Kurdistana Soranekan dijîn, ma mafê otonomîyê para me nakeve heyran, wîî!

   Axir canim, em tiştekî zêde ji we naxwazin ellawekîl. Tenê Duhok, Zaxo, Hewlêr û Kerkûkê bidin me bes e.

    Wille, bille û tille, em doza Silêmanîyê li we nakin lo, soz!    

 

'Idealist' tried to halt Saddam's Kurdish slaughter

 

Peter Galbraith was a Senate staffer when he   

 tried to invoke the U.N. Genocide Convention against Iraq.

   The Reagan White House saw it as a ruthless attempt to put down a rebellion by a minority  

 ethnic group fighting for independence and allied with Iraq's enemy, Iran.

But Peter Galbraith thought it was something worse. >>>>>

30 milyon Kurd tehdît dibin, Dogan abêmiz jî bila ê 31ê be wîî!

Mûrteze Beynelmînel-- 28/11/08-Bruksel-

Dibêjin nivîskar Dogan Ozguden li Brukselê ji alî konsolosê dewleta Tirko ve tê tehdîtkirin û ketiye ber lotikên nîjadperestên Tirk. Çima ku rebeno rastîyê dibêje, kiryarên dewleta virqo rûreş dike û qûna dewletê dax dide.

   Êêêêêê, ne rehete babam. Heçê here masîyan wê qûna wî şil bibe dînime îmanime.

   Welhasil canim, 30 milyon Kurd tên tehdît kirin. Bila Dogan abêmiz jî zêdebûna ser kezebê be ma dinya xera nabe canim, wîî!

   Bi sê telaqan, ciyê herî saxlem Lotikxane ye qerdeşim. Hema çi kesê ku ji alî dewletê yan ji alî jina xwe ve bê tehdîtkirin, werin Lotikxanê îltîca bikin û hew.

   De neyse, belavoka Înstutuya Kurdî a Brukselê bixwînin û piştre biryara xwe bidin. >>>>>

Here were û encam tune

Serdar Mirad- 27/11/08-Amed- Ev rêxistin û partîyên me ecêb in qerdeşim. Bi ser ku rewşa xwe û milletê Kurd zanin, bi ser ku zanin bi serê xwe nikarin tu tiştekî jî bi ser xin, bi ser ku zanin êdî şer û dijberîya îdeolojîk xelas jî bûye, û bi ser ku zanin bêyî yekîtî û hevkarîyek Kurdistanî ewê nikaribin bibin muxtarek jî, dîsa jî nabin yek. Hema herkes dibê „ez û ne keyî din“ û xwelîyê li serê me û 101 bavê me dikin.

   Dibêjin heyeta HAK-PARê serdana KADEP ê kiriye û xwestiye bi hev re çayê û qehwakê vexwin. Helbet dîsa ji hevre xweş kirine, hevdu şahîk kirine, pesnê hev û pesnê tifaq û pêwistîya yekîtîyê dane, lê encam 000000! >>>>>

Welatname dest bi lotikên Kurdewarî kir

Pîroz û bimbarek be rebbî...www.welatname.com

Aydinê me berê xwe da paytext Enqerê

Zinar Qelemşûr- 27/11/08- Stenbol-Aydin Orakê me şûr û mertalê ARAFê kiriye destê xwe û bajar bi bajar lotikan davêje, jiyana Mûsa Anter di kezeba asîmîlasyonê de diçikîne.

   Piştî Stenbolê, vê carê niyeta xwe tam xira kiriye û berê xwe daye meskenê wezîr û generalan, paytext Enqere.

   Wê lîztika li ser jiyana Mûsa Anter, yanî ARAF, di 30ê berfanbarê de (bi telaq ez hîna jî nizanim berfanbar kîjan meh e) li Enqerê, li Sehneya Şînasî a DT, seet li 15.00an bê lîztin.

   Heçê neçe û temaşe neke, jina wî jê berdayî be û xwedê topa qiyametê li nav şeqê wî xe rebbî!

                           Lotikxane 2006...     lotikxane@hotmail.com.