H.Belê

Cinêr û Mela

 

F.Devliken

Silhedîno

 

B.Ronahî

Sego

 

L.Şêxo

Ehme

dûnê

 

A.Dûran

Benîşt û Ergene

kon

Z.Osman

Mar masî

 

 

B.Tosin

Rojîna Biçûk

 

Qosarî

Qaçax Çay

 

S.Îloz

Kurdî

name

 

                         

Lotikxane

Xaltîka Fatê-24

Xwerist

Tenduristî

Karîkatur

Magazîn

Youtube

Çi kesê ku ruhê netewayetî pêre tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike...M.Mistefa Barzanî....            Medya ///   Arşîv

Wille yabo kujtina jinê kêm bûye, tenê 450!

Leyla Bamernî- 30/01/09-Zaxo- Li ser bextê fitne û fesadên ser tenûrên bajarê Zaxoka rengîn be, dibêjin xwedêgiravî hinek rayedarên Kurdistanê gotine:“Bi sê telaqên bê fitû, kujtina jinê li Kurdistanê pir kêm bûye canim, hema bêjin li ser tirr û fisekê maye“ û dilê hinekan ji me xweş kirine.

    Lê rastî?

   Rastî telaqên wan davêje ser sergo û lotikekê li wand ixe. >>>>>

 

Zindana min, mala min

 

>>>>>

KELEM / LEHANE

B.Jîndar-29/01/09-Kelem hêşînahîyek (gîya, nebat) dusalane ye. Sala pêşîn belgên wê hêşîn tên, sala diwem kulîlkan vedike.

   Pelên wê di hundirê hevde pêçayî, keskeşînê vekirî an jî tarî ne. Belgên wê yên alîyê derva 30 -50 cm dirêj û fireh dibin.

   Navtenga kelemê bi qasî zendekê stûr 10 -30 cm bilind dibe. Kulîlkên wê yên zerê çarpel û tewandî heta 2 m bilind dibin. Dikakek gurover wek topan di navtenga wê de çêdibe û ji wê dikakê re kelem (lehane) tê gotin. >>>>>

 


Ew jî homo derket yabo

 

Miradê Torî- 27/01/09-Parîs- Homoseksueltî bûye parçeyek ji jiyana insên û bi pêş dikeve. Xuyaye wilo here, wê di salên pêş de jin û mêr bibin dijminên hev û wê du rist çêbibin. Rista jinan û a mêran.

   Wezîrê Fransayê Roger koutchî jî homosektîya xwe eşkere kir û got:”Ez ji pêş de nadim, ji paş de didim qerdeşim, ma dinya ne hurrîyet e. Ez ji kîjan alî de bidim û bistînim pirsgirêka min e. Ma qûn ne qûna min e, wîî” filan û fîstan.>>>>>

Nayê xwarin lê xanimê bû jina herî seksî kuro

Pornocî Kemal- 26/01/09- Malpera Amerîkî Askmen, 99 jinên bedew pêşkêşî xwendevanên xwe kirin û got:"Me di we kirino, ê de ji xwe re jina herî seksî û agirpêketî hilbijêrin haaa" û dest bi lotikan kir.

  Xwendevanên Askmenê jî ji nav 99 jinan Eva Mendes a Latîn Amerîkî hilbijartin, 10 milyon deng dan wê û gotin:"Aha me jî di Askmenê de bir, xwezî Eva Mendes jina me bûya û şorba nîskê li dê û bavê me heram ba" û sêva xwe li serê Eva Mendes xistin. >>>>>

Mîss Amerîka 2009

Şemal Amedî- 25/01/09-Lotikvana eyaleta Îndîanayê Mîss Katîe Stam a 22 salî, di pêşbirka Mîss Amerîka 2009an de bû yekemîn û li çira hemi bedewan xist, tirr ji wan berda.

   Mîss Amerîka 2009 Katîe Stam, ji Lotikxanê re got ku ew ji kêfa re wextî bifire ezmanê heftan û ji niha de delinga xwe şil kiriye.

  Katîe Stam silavên germ, nerm û seksî ji xwendevanên Lotikxanê re şandin û go "Mirççççç" û lêva wan maçî kir.

  De Îsa û Mûsa li pişya wê bin û xwedê lotikên xurttir bike qismetê wê rebbî....

Sego, hey te di dayka hakim gao

B.Ronahî-25/01/09- Mala Ihtîyat li çemê Alekan li ber çemê Qetremasîyê ye. Derdora xanîyên wî hemi bi darên gûzan û fêqîyan dorpêç e.

   Di nava erdê wî de çend kanîyên avxweş jî hene. Lewma di germa havînê de gelek kes diçin binê wan dar û serkanîyan geşta xwe dikin.

   Ji ber ku mala Ihtîyat yekmale ye, segên wî jî bi harbûna xwe bi nav û deng in. >>>>>

Me derîyê xwe ji wan re vekir

Hesen Keleş- 24/01/09-London- Li dibistana bi navê Rednock a Ingilîztanê, du keçên ciwan û bedew ji ber ku porê wan zer bû ji dibistanê hatin qewirandin û lotikek xwarin.

    Midurê dibistanê David Alexander, gotiye ku ji ber porê wan herdu keçan rengzer e û ne xwezayî ye, wî ew ji dibistanê qewirandine. Yan wê porê xwe qehweyî boyax bikin û yan jî ewê nekevin dersan.

   David Alexander bawer kiriye ku herdu keçan ji qazî ve porê xwe zer boyax kirine, lê di rastîyê de porê wan ji berê de zer e û ev jî li zora dê û bavê herdu keçan çûye. >>>>>

Kûçik efendî tirr ji serokê xwe berda

Ehmed Beyan. 24/01/09- Enqere- Endamên çeteya Ergenegûyê bi hev dikevin û hevdu didin ber lotik û pehînên Tirkane.

   Bêbavan gava ûnîformayên eskerî li xwe dikin dibin wek şêr û pilingan. Lê ku tên girtin û av diçe bin qûna wan, dibin wek mişk û pisîkan û derhemê mêranîyê bi wan re dernakeve.

  Tûggeneral Welî Kûçik, qatilê riknê Kurd, lotikek li serokê xwe serekerkanên kevn Ismaîl Hakki Karadayi û Huseyîn Kivrikoglû xist û tirr ji wan berda. >>>>>

Wey bavo, Ocalan dest avêt pirsgirêka parkan jî

Sertûj- 23/01/09-Lotikxana Holanda- Piştî xebatek bê westan û dirêj, rojnameya Holandî ya herî naskirî NRC Handelsblad serokatiya Abdullah Ocalanî nas kir!

    Di kuncika xwe ya 'Next question' ango 'Pirsa nû' da xuyaye pirsek ji Ocalan jî hat, NRC dil neda û navê Ocalan nenivîsî lê belê got 'Serokê me Ocalan dipirse, gelo'...>>>>>

Gelawêj 

Selah Mihemed-

Xwe bi ser min de tewand

Bejin û bala xwe livand

Bakekî tenikî xweş

Wê bi ser minde weşand

 

Li min zîvirî canê

Mîna tayê rîhanê

Hatin pêşber herdû çav

Awirek limin kişand >>>>>

 

Hirmî

B.Jîndar-22/01/09- Dara hirmîyê 5- 8 metroyan bejnê tavêje. Piranî çiqên wê ber bi evraz radibin. Darek belg kesk e, rexên belgên wê zirav û xetxet in (mişarî - birekî).  Biharan kulîlkên spî vedike kulîlkên wê mezinin.

   Di piranîya daran de bizirên nêr û mê ji darên cuda ( yên cîran) peyda dibin. Berê kulîlkîn çiqên jêr, pêre yê li gûpikan, dawîyê jî kulîlkên çiqên nîvekê vedibin. Ji wê kulîlkê butik (çavik) çêdibe û ew jî dibe hirmî. >>>>>

Kerîmo got: Bê çîzwîz û bê nîznîz

 

Çi piştgirîyek xweş loooooo

Tecawizcî Coşqûn- 20/01/09-Stenbol- Xwedê heye, ev jinên Tirk pir welatparêz û xêrxwaz in canim. Ji bo piştgirîya gelê bindest lotikên kesanedî davêjin. Lê dêleguran ji bo Kurdan qet xêrekê jî nakin. Tu dibê qey Kurd ne beşerên xwedê ne.

   Axir, lotikvana Tirk Melek Yargici, xwe ji bo Filistînîyan şût û rût kir û qaşo xwest piştgirîya xwe nîşan bide. Dêlegurê kujtina zarokên Filistînê ji xwe re kir malzeme û wê pê çend qirûşên zêde têxe bêrîka xwe. >>>>>

Naxwazim biçim behiştê

B.Ronahî-20/01/09- Têlîyê Êzidî li cem Erebekî gelek kedxuda,  xwedî mal, milk, dikan, xulam û xidam  dixebite. Meh jî meha Remezanê ye. Ji ber zîrekî, paqijî û exlaqxweşîya Têlî,  yê Ereb pir ji Têlî hez dike.

    Lewre naxwaze Têlî ji dest xwe berde. Her tim ji Têlî re dibêje: “Were bibe misilman, ezê keça xwe bidim te, nîvê malê xwe jî li ser te tapû bikim, tenê bibe misilman”. >>>>>

 

 

 

Weyla ez bi qurbana te û hunera te bûmê..

 

Hesen Keleş- 18/01/09-London- Huner ne karê her babaegîdî ye û ne epraxên ber destê jinê ye jî. Herkes kare çend xetik metikan li ser kaxezê xe û şiklekî jê derxe. Lê hunermend ew e ku tirrê ji tiştên ku kes nikaribe çêke, berde û navekî bi dû xwe xe. Meselen xanima Ingilîz Keîra Rathbone a nermik û germik.

   Keira Rathbone hunermenda „Daktîloyê“ ye. Bi daktîloya xwe wêneyên ewqasî bedew û lihevhatî dineqişîne, ku PÎcasso û Leonardo De Vînçî li ber wê hêç û pûç in. >>>>>

Wille heyran we îşîn îçîne etmîş kir

Cewrîye Xanim-18/01/09- Denîzlî- Merheba ji we re gelî lotikvanan. Ez têm bîra we newlo? Ez im ezzzzz, Cewrîye Xanim lo, we nas kir? Kuro ewa li bajarê Denîzlîyê, ewa ku mêrê wê Denîzlî Xorozî bû lo, wîî! We min naskir newlo? Okey.

   Şimdî ezê çîroka jinên AKP ji we re anlatmîş bikim. Gerçî Kurdîya min hê jî şildim bildimî ye lê bîrşey olmez canim, hûnê anlamîş bikin. >>>>>

Mar masî û siyaseta çar hêka

Z.Osman-17/01/09-

Li rêwiyekî bû şev, wî nexwest ku li çolê şevder bimîne û xwe avêt gundekî.

   Jinek li ser tenurê dît nan lê dixist, xwe li wê girt, silav lê kir û got: Keça ciwamêra, gelo hûn mêvana nahewînin?

Jinik: Mêvan mêvanê xweda ne , lê ê weke me perîşan û belengaz nikarin bi barê mêvana rabin, de here li mizgeftê razê an ji xwe re li malek din bigere. >>>>>

 

Kurê dêlê mamê xwe kujt û bazda ser jinmama xwe

 

Denîzlî Xorozî- 16/01/09- Denîzlî- Aha ji we re nîşana insanetî û kerîtîya hinek insanan.

   Li bajarê Denîzlîyê, dêqehpê bi navê G.Ş (29) bi ya jinmama xwe B.Ş dike û mamê xwe Suleyman Yarimca dikuje. Qey tu nabê jinmama wî ji lotikên mêrê xwe têr xwariye, kerixî ye û gotiye: “Ez hew karim heman xiyarî bixwim, êdî bes e”.  

   Rabûye birazîyê mêrê xwe G.Ş aniye îmanê, soz daye wî ku ewê ji îro û pêde bi wî re dest bi lotikên kerîkî bike û haşa min hizûr wî bera ser xwe de.  >>>>>

Kela Bêgirê û kîrquzdayê Pîyanisî

B.Ronahî-15/01/09- Kela Bêgirê kelatek gelek navdar û qedîm e. Ew kelat li Hekarîya bi nehîya Pîyanis ve girêdayî ye. Bêdihê gundek qedîm ê Kurdan e û berê mîrîtîya wê hebûye.

    Tê gotin ku berî Zerdeştî û Êzîdîyan jî ew der her merkeza medenîyetan bûye. Lê niha sed mixabin tê de çend malek mane. Di wê kelehê de hinek heykel jî hatibûn dîtin, lê ew heykel ji alîyê mala Cemîl Axayê Giravî ve bi gomana ku xizîne têde heye bi çakucan hatin hûrkirin. >>>>>

Çi dinyayek bê edalet

Xalo-14/01/09- Roma- Ez zêde ji siyasetê fêhm nakim, lê ez zanim ku ev dinya bê edalet e û dinya „kê kir kê“ ye.

   Li dinyayê bi milyonan birçî, tazî û mirovên şerpeze hene, lê buhayê fûtbolgêrekî wek Ronaldo KAKA 100 milyon euro ye. Îcar wê çilo û çima qiyamet ranebe qerdeşim, ma ev bû edalet?

   Dibêjin Manchester Cîty a Ingilîz 100 milyon euro ji bo transferkirina Kaka pêşniyazî AC Mîlan û Berlûskonî kiriye. 100 milyon euro law, pekkkkkkkkk!

   Yaw bi 100 milyon euroyî dewletek tê damezrandin qerdeşim, hella hellaaaa..

   Weyla ez di wilo edalet kim û hew, wîî!

Ay dil, dil xerabe yadê

Leyla Bamernî- 13/01/09-Zaxo- Xwedê neyne serê kesî rebbî, dibêjin derdê dilan pir giran e û hetta wek xwarina şorba nîskê jî xweş e. Her çiqasî min derdê dilan nekişandiye û nedîye jî, lê dibêjin xwedêgiravî tiştekî pir xweş e.

   Dibêjin jinika Taywanî, xanim Hiso Çay Hiwa ya 32 salî, bi riya înternetê dil ketiye xortekî Kurd û wek Leyla û Mecnûn hatiye serê wan. Hiso xanim rabûye ji Taywanê lê xistiye û hatiye Kurdistanê ji bo qiraseyê Kurd bibîne bê ka mexlûqatekî çawa ye. >>>>>

Weyla agir bi doxînê ketê, 300 carî bazda ser şagirtê xwe

Kevîn Kurdson- 13/01/09-Amerîka- Li Amerîkayê bûye mode. Hema bêjin mamosteyên ku baznedabin ser şagirtên xwe yên piçûk kêm in. Meselen xanima agirpêketî Chrîstine McCallûm a 29 salî.

   Agirpêketyê di nava salekê de tam 300 carî şagirtê xwe yê 13 salî (haşa min hizûr) bera ser xwe daye. 300 car law, errrrreeekkkkkkkkk! Bi telaq hema bêjin xanimê xwe nêzîkî dêlika Tansû Çîller kiriye ha.

   Dêlika Tansû Çîller, di dema serokwezîrtîya xwe de rojê bazdida ser 100 Kurdî, ew dikujtin û dikirin faîlî meçhûl. Lawkê 13 salî gilîiyê mamosta xwe kir û ew da girtin. Lê em Kurdên bêxîret tew behsa dêlika Çîller jî nakin û lotikekê lê naxin kuro, pekkkkk!

  Weyla xwedê me nehêle erê welle....

 

Ganîyê me ket nav lotikên Partîya Saadetê

 

Tecawizcî Coşqûn- 12/01/09-Stenbol- Lotikvan û derhênerê Kurd Ganî Ruzgar Şavata, lotikek qirase avêt û ket nav refê Partîya Saadet a Millî Goruşê. Dibêjin wê Şavata xwe wek namzetê şaredarîya Esenyûrt a Stenbolê pêşkêşî xelkê bike û bide lotikan.

   Li ser bextê diz û keleşên kolanên Stenbolê be, dibêjin Ganîyê me gotiye:”Ma ji xwe yên me jî demokratîk cimhûrîyetê dixwazin û Saadet Partîsî jî heman lotikê dixwaze, hema ezê têkevin nav partîyek dewletê û ciyê xwe saxlem bikim bixêrtire ellahime” û biryara xwe daye.

   De li ser xêrê be qerdeşim. Ha partîya Xelo û ha partîya Celo, lotik lotik in canim....

'The new Iraq is based upon the principle of consensus'

Ned Parker- Massoud Barzani, leader of the semi-autonomous Kurdistan region in Iraq's north, discusses Prime Minister Nouri Maliki and more in his office in Salahuddin.

'The new Iraq is based upon the principle of consensus'

  A transcript of The Times' interview with Kurdistan President Massoud Barzani. >>>>>

 

Heta bi lîka wê jî pere dike kuro, pekkk!

Hesen Almas- 10/01/09- Amerîka-Lotikvana agirpêketî, nermik û germik Scarlett Johansson, yek ji jinên herî bedew – li ser bextê xelkê be- tê hesibandin. Gerçî ne ji van bêxwedîkên derman, makyaj, hemra û bodra be yek ji wan jî wek xaltîka Fatê bedew û spehî nayên, lê evan derman û boyaxên seyandinê ew kirine horîyên bihuştê.

    Axir, mesela me li ser destmal û lîka Scarlett xanimê bû. Ehmeqî ne tenê bêaqilî ye. Îcar ehmeqê ehmeqan jî hene ku ji wan re dibêjin „KER“. >>>>>

-----------------------------

Ehmedûnê û Denîz Baykal

L.Şêxo-08/01/08-Li ser kanala televizyona TRT6, him di nav Kurdan de, him di nav Tirkan de pir gengeşî çêbûn. Hinekan baş dîtin, hinekan xerab dîtin, hinekan him baş him xerab dîtin. Herkesî li gora xwe şirove kir û raya xwe gotin.

   Di nav van gengeşiyan de ya helî balkêş ya serokê CHPê Denîz Baykal bû. Ew li dijî vê kanalê derdiket û digot “çênabe perên heftê milyonî ji bo grûbekê bê xerckirin”. >>>>>

 

 

 

Gala Danîmarka û Lotikxanecîyên Kurdistanê!

Qasir û Xemgiranê Kurdên li Danîmarqa- 30/01/09-Kopenhagen- Hêvîdarim ku hûn tev da baş bin û hê xwedî lotikên dijwar bin.

   Xwedê lotika ji we kêm neke rebbî. Yaho nizanim dîsan Kurdên me li Danîmarqa çi dixwazin, dîsan çend lotikên Kurdikî avêtine û vêca bi şev nîvê şevê hatin ez ji xewa şêrîn rakirim.

   Gotin „Em ketine bextê te û xwedê, go ti rabe werzîhalekê binivîse û dengê me bigihînê wan efendîlerên lotikxanecî ta bi xêra mirîyên xwe behsa me jî bikin ku kes nebêje wele bi şev û rojê sîyaseta li ber PC û paltalkê dikin. Yan na wê xelk henekê xwe bi me bikin“. >>>>>

 

DAVOS çawa bi dawî bû?

Foto analîz

 

>>>>>

Cinêr û Mela

Hesê Belê-29/01/09-Amed- Bajar de yew cinêr û yew mela benî. Mabeynê yînî zaf weş beno. Melayê ma dest bi karê melayîye keno û yew camî de wezîfe gêno.

    Cinêrê ma pêhesîno ke embazê ey dest bi melayîye kerdo, vano, ez şêra hevalê xo veyna. Şonu keyê embazê xo ke ey veyno. Cenîka melayî vana, eyro roja înî ya, mela şîyo camî. Şo, ti eşkenî ey camî de veynî. >>>>>

                    

Hekîmê me jî bû xirtikçî!

Sofî Xelef- 28/01/09- Nivîskar, helbestvan û hunermendên me huner û marîfetên xwe eşkere dikin û em jî bi xêra wan wan zêdetir nas dikin.

   Qey qismetê Hekîm Sefkanê me jî li îro ketibû. Kekê me di hevpeyvîna bi Avestakurd re gellek lotikên xweş û Omerkî avêtine û tirr ji meselê berdaye. Lê me nizanîbû Hekîm Sefkanê me ji xirtik û rexdikan hez dike ha, xwedê heye.

   Me digot belkî ew ji mewîjan, ji dims û hejîrên Omerya, ji bastêq û helîlê, ji bennîyên gwîzan hez dike. Lê xirtik? >>>>>

Kurê Temer Remezan „Koçer“ beg ne di zindanê daye!

Binav Sindî-27/01/09-Duhok- Em Kurd newêrin dîtinên xwe rasterast û eşkere bêjin. Wek mirîşka gêj li me hatiye û ji ber hindê jî em rastîyan jî berevajî dikin, awira gelemperî û xelkê Kurd dixapînin. Çawa ku kîroşk ji ber tajî û mişk ji ber pisîkê direvitin, em kesên ku dixwazin rastîyan bêjin jî ji ber lotikên parêzar, mîr û wezîrên xwe direvin, xwe vedişêrin.

     Beriya cend rojan kurê parêzgarê Duhokê, bîst zêrevanên bavê xwe dan pey xwe û çûne qutabxaneya Nûhat ya zimanê Inglîzî ya li Duhokê. Wan hurmeta qutabxaneyê şikandin û teqe li qutabiyan kirin.  >>>>>

Kurê walî bajarê Duhokê kir Teksas

Şîndar Berwarî- 27/01/09- Hewlêr- Dibêjin kurê walîyê Duhokê, bajarê Duhokê kiriye Texas û li sê xwendevanan daye, tirr ji wan berdaye.

   Xuyaye ji ber ku kurê walî ye û pişta wî saxlem e, bi hinek xwendevanan re nîqaş kiriye û sîr di qûna wî de neçûye. Ji ber sedema nîqaşê, zilamên xwe daye dû xwe, êrîşî xwendevanên dibistana Nûhatî kiriye û tirr ji sê xwendevanan berdaye.

   Dibêjin Alîkarê Rêvebirê Giştî yê Polîsên Duhokê Ferhad Etrûşî bûyer piştrast kiriye û wek mesela mişk û pisîkê daye dû kurê walî û hevalên wî, ew girtine û xwedêgiravî ew avêtine zindanê.

>>>>>

 

Kançana xanim qûça Braderê me rakir

 

Sofî Xelkef- 27/01/09- Vê carê jî hunermendê simbêlboq, kilê çavê jinên 50-60 salî kekê me Brader Mûsikî, ket ber lotikên me.  

   Gerçî lotik û pehînên me pê nikarin, ciwamêr kare tembûra xwe bike kelek û gemî û ji ber lotikên me bireve jî, lê dîsa jî me go de emê xwe tê hildin bê ka çawa dibe.

   Braderê me bêyî ku ji lotikên Lotikxanê bitirse (ji wî weye ku emê wî nebînin û ewê ji xefka me xelas be ha) rabûye bersiva pirsên malpera Avestakurd daye û simbêlê xwe ba daye. >>>>>

Jînda xanim ji niha ve derd û êşa miletekî dikşîne

>>>>>

 

 

 

Arabs, Kurds take their fight to polls

 

Ned Parker and Usama Redha January 25, 2009

Reporting from Mosul, Iraq -- For decades, Arab soldiers and Kurdish guerrillas battled by gun, by mortar, by rocket. Now, elections are the latest weapon in the struggle for land and power in Iraq's north.
   The ballot box has become a battleground in Nineveh province, a high-stakes combat zone where Kurds and Arabs will face off over the future shape of the country -- and confront each other over the past.
 >>>>>

 

Galaya Kurd:

Lotika vê carê xweş lotik bû

 

Dilşad Hewlêrî- 25/01/08- Swêd- Galaya Kurd bi dawî bû û nûnerên hikûmeta Kurdistanê şaxê Îskandînavyê, vê carê lotikek cuda, lotikek di cîh de avêtin.

   Di galaya îsal de xelata Kurdê salê giha tîma fûtbolê ya Dalkurd ê. Xelata dostê Kurd ê sala 2008an jî giha projeyek Swêdî ya bi navê “Projeya Qendîlê”. Evê projeyê ji 1992an û bi vir de projeyên hêja li Kurdistanê pêk anîne û bi taybet di bidestxistina ava pakij a vexwarinê de gavên pir baş avêtine. >>>>>

Mêro pasaporta dîplomatan di bêrîkê de ye

Darwîn- 24/01/09- London- Min digot “Meymûn bapîrên insana ne” kesî bawer nedikir. Aha ji we re delîla herî xweş.

   Meymûnê bi navê “Bîlî” li Ingilîztanê tê dinyayê, Lê dêya wî lê xwedî dernakeve û bi dû yekî dikeve, wî sêwî dihêle. Bîlî jî diqehire, dibeice û berê xwe dide Ewrûpayê ji bo ku ji xwe re dêyek nuh bibîne û sêwî nemîne.

    Mêro radibe diçe pasaportek ji pasaporta min saxlemtir û xweşiktir derdixe, rayedarên Ingilîztanê wî dibin ser berber, parmûm û lewento dikin, çend qirûşan jî dixin bêrîka wî û berê wî didin balafirxanê. >>>>>

Tirk û Kurd bra ne, ker di jina derewîna ne!

Serdar Mirad- 23/01/09- Amed-

 Bav û kalên me dibêjin:”Bra li xêra brê ba jina brê mehr nedikir”.

   Îcar babam, bi sê telaqên bê fitû, kesek nabe brayê kesekî û tew ji xwe bratîya Tirk û Kurdan, Ereb û Kurdan, Ecem û Kurdan, ji xewn û xeyalê, ji çîrok û çîrçîrokan pêve tu mane û wateya xwe nîne. Kî dibêje Tirk û Kurd bra ne, mala xwe û 101 bavê dibe mîratê, derewan dike.

   Axir, mesela me li ser kurê dêlê serokê Partîya Karker Dogû Perînçek bû. Kurê pîrê di îfada xwe a dadgeha Ergenegûyê de rûyê xwe qenc eşkere kir û verşiya.

   Mêro çi bêje başe? Dibêje:>>>>>

Popstar Ala Kurdo

 

Laleşê me pirça serê Şikrî Xoce weşand

Aram Serhedî- 22/01/09-Swêd- Ez îro ketim malpera Rizgarî, min go de ka ez binerim bê kî sax e kî mirî ye. Piştî seyranek hûrik û mûrik, çavê min li nivîsa kekê me Laleş Qaso ket û dilê min go “tik” û kir kut kut.

   Min zanîbû Laleşê me dîsa pirça serê hinekan weşandiye û tirr ji wan berdaye. Lê min texmîn nedikir wê ewê pirça serê wî biweşe Şikrî Xoceyê Nasnamê be haaa, na wille.

   Welhasil, yabo min xwend ez çi bixwînim, hayhooooooo hayhooooo! Bi sê telaqan melkemot jî wilo nayne serê kesî, pekkkkk! >>>>>

Nîlufera me lotikek xweş avêt ellawekîl

Bêrîvan Al- 21/01/09-Amed- TRT6 ji hinekan re bû derd û kezebreşî û ji gellekan re jî bû şanazî û dilxweşî. Kurd bi piranî weşana TRT6ê wek gavek erênî û lotikek pîroz dinirxînin. Lê helbet hinek jî, ji ber ku ne di bin kontrol û bandora wan de ye, wek îxanet û cehşîtîya kulturî bi nav dikin û didin zîtirka.

    Axir, çi dibe bila bibe, cehşîtî dibe, pîroz dibe nabe tiştekî din, lê ez wek îmana xwe dizanim ku weşana TRT6ê xizmeta pêşdeçûna zimanê Kurdî dike û wê hest û moralekê bide ku keç û xortên me wêribin li zimanê xwe vegerin, îlhamê jê bistînin û ji sloganên terîqetî xelas bibin. Qe nebe belkî em bi xêra weşana TRT6ê li adet û toreyên xwe yên berê, li rêz û qîmeta ku berê hebû vegerin û wê alozîya civakî ji holê rakin. >>>>>

 

Gerek Colet bibûya serokê Kurdan

 

Miradê Torî- 20/01/09- Fransa- Kurd pir ji peyv û axavtinê hez dikin. Lê pirêza wan ne li gora axavtina wan e. Hema kî zimandirêj be û kî karibe zêde lotikan bide xwe, ew derdikeve pêş.

   Heta niha min digot qey kesek wek Kurdan nikare dûdirêj biaxive û biçirîne. Lê babam, Lûîs Colet û Fransî tirr ji me Kurdan berda û qûça xwe rakir.

   Lûîs Colet ê 62 salî li ser hev, bê rawestan tam 124 seetan axivî û ker pirtûka Guînness a rekoran. Mêro 5 roj û 4 şevan li ser hev axivî, çirand û çirvirand û navek bi dû xwe xist. >>>>>

Ayganê me tirr ji Abdulkerîmo berda

Firildeq Elî- 20/01/09-Stenbol- Îtîrafkarê PKK û JÎTEMê Abdulkadir Ayganê me, tirr ji Albay Abdulkerîm Kirca berda û berê wî da cehnema gewrik.

   Aygan, piştî ku li kiryarên xwe poşman bû û li Kurdayetîya xwe vegerîya, dest bi lotikan kir û dek û dolabên JÎTEMê yeko yeko raxistin ber çavê dinya û alemê.

   Welhasil, vê dawîyê jî Ayganê me lotikek bêîman li qûnekê Albay Abdulkerîm Kirca xist û serê wî paşpaşkî xist qûna bavê wî. Piştî ku Aygan kiryarên Kirca eşkere kir, Kirca efendî di mala xwe de kujtî hat dîtin û berê xwe da cehnemê.>>>>>

Tu jî çû, me di te kiroooooo!

Nîjadperest- 19/01/09- Kurdistan- Belê, canî û qesasên serê bi hezaran Kurd, dêqehpên dest bi xwîn, endam û serokên JÎTEM û Ergenekonê yeko yeko tên girtin yan tên kuştin û dimrin. Gerçî heta niha ev dêqehp bi destê Kurdan nehatine kujtin û Kurdan xwîna xwe li erdê hiştiye, heyfa xwe hilnanîne. Lê dîsa jî girtina wan û bi cehnemê şabûna wan, xêrek mezin e.

   Yek ji wan dêqehpan Albay Abdulkerîn Kirca bû. Me di tirba wî de mîzt û wa ew jî bi cehnemê şa bû. Dêqehpo li Kurdistanê bi hezaran Kurdên welatperwer û bêguneh dabûn kuştin, di çal û bîran de veşartibûn. Û li himber vê neinsanetîya xwe jî, ji destê serokkomarê Tirkiyê A.Necdet Sezerê hov xelata kujtina Kurdan girtibû.

    Welhasil, me di gora wî de mîzt û wa wî jî berê xwe da cehnemê. Wey oxira wî ne a xêrê be û rehma xwedê ne lê be rebbî!

Pîcassoyê hemdem, Pûtîn!

Bengîn Elegez- 18/01/09-Moskova- Serokê Rûsyê Vladîmîr Pûtîn bû wênesaz û navekî din bi dû xwe xist. Mêro tabloyek wilo çêkiriye ku kalik û pîrka min jî jê xweşiktir çêdikin. Lê ji ber ku serokê Rûsyê ye û mêro navdar e, tabloya wî di muzayedê de bi 1.1 milyon dolar hat firotin.

   Îcar hûn bi qedrê xwedê kin, ewqas wênesaz û hunermendên me Kurdan hene, ka kê ji wan tabloyek xwe bi milyonek dolar firotiye? Ma ev bû edalet?

   Welhasil, ji berê de dibêjin „Heçê bi mal in bi xaltîk û xal in“ heyran. Pûtînê bejin metro û 35 santîm jî bû wênesaz û tew tabloyên wî bi milyon dolaran jî tên firotin kuro, hooooweeehhh law!.

 

Licîyên me jî ketin ber lotikên Ergenegûyê

 

Cilêtçî Mihê- 18/01/09-Xançepek- Yaw cîgerim, ev Ergenekon e, Ergenegû ye çi quzê kerê ye, ev çi ji xelkê dixwaze law?

   Me ji xwe re car caran çend qutî esrar ji Licê danî Xançepekê û bi xêra wê çend qirûş dixistin bêrîka xwe, law esrara me jî ket ber lotikên Ergenekonê hayhoo hayhoooo!

   Li ser bextê esrarfiroşên Xançepek û Mardînqapîyê be, dibêjin eskerên Tirko bi bahaneya Ergenekonê girtine ser gundekî Licê û li şopa Ergenegûcîyan geryane. Erê Ergenegûcî nedîtine lê çi dîtibin başe? Xezîna esrarê. Hem jî tevî îmalatxana xwe haaaa, wey bavooooo wey dayêêê! >>>>>

Tûncay efendî bêhm li Çurukkaya û Okçûoglû çikand

Ûstûra Kemal- 16/01/09- Amed-Zilamê dewleta sererd û binerd sayin sermezin Tûncay Guney, bi mikurhatinên xwe tirr ji rojeva Tirkiyê berda û Tirk û Kurd kirin wek mirîşka gêj. Qûneko tiştekî ku pê nizanibe û hay jê tunebe tuneye. Lê bi xêra mikurhatinên wî jî Ergenekona ser bêjingê eşkere bû ha, xwedê heye. Divê meriv heqê wî nexwe.

    Axir, Guney beg di îfadeyên xwe yên Cdvîdeo de lotikên bêîman li siyasetmedarên Kurd yên wek Selîm Çurukkaya û parêzer A.Zekî Okçûoglû xist û îmana wan teneke kir. Tûncay Guney jina xwe ji xwe berdide û dibêje:”Dînime, îmanime, kîtabime >>>>>

Hefteya Tirk kul-tiiiirrrrrîîîîîîî!

Cemîl Cewher- 16/01/09- Hewlêr- Li ser bextê xelkê be.      

   Dibêjin li gora ku jinên Hewlêrî li ser tenûran dibêjin, dibêjin heyetek bi serokatîya Eşber Yagmûrderelî Paşa hazretlerî ji Tirkiyê hatiye Hewlêrê û bi wezîrê kulturê Felakedîn Kakeyî re hevdîtinek kirine.

   Piştî xoşbêşê, dibêjin biryar hatiye girtin ku li Hewlêra paytext hefteya kultura Tirkî bê lidarxistin û di kolanên bajarê Hewlêrê de dengê muzîk, zirne û dahola Tirkan bilind bibe.

   Gerçî ji berê de hunermendên Tirk bi stran û flîmên xwe di Hewlêrê de dikin zirezir û tirrê ji leç û xortên me berdidin jî  >>>>>

Bila ruhê wî li beheşta baqî şad be

Cembelîyê Botî-15/01/09-Colemêrg-

14 . 01. 2000  ewrên reş li ser bajarê Colemêrgê gerîyan . Colemêrgî û hemi Kurdên welatparêz xemgîn kirin.

   Avuqat û gelwekîlê Colemêrgê yê dewra 18. Cûmhûr Keskîn, welatparêzek nestêle, berevanê neheqîyan, bavê feqîr û jaran, pismam û hevalê min yê zarotîyê yê ku bê tirs û xof di mecîsa Tirkan de ji min re sitranên Tehsîn Taha digotin, li bajarê Wanê bi destên qirêj bû guleyên xêrnexwazan hat kuştin. Hem Colemêrgîyan hem ji miletê Kurd kesayetîyek ku cihê wî kêm tê dagirtin winda kir.

   Ez bi dilxemî kuştina wî bibîr tînim. Gelek spasdarê baroya ebûqatên Colemêrgê me ku wan kekê xwe Cûmhûr Keskîn ji bîr nekirine û hersal bi xemgînî bi bîr tînin. Bila ruhê wî li beheşta baqî şad be.

 

Kurdên Swêdê dîsa dest lotikên galayê dikin

 

Aram Serhedî- 14/01/09-Stockholm- Wezîrê Werzîş û Lawan (nizanim çima ne yê keç û pîr û kalan jî) Taha Berwarî, Kurdên Skandînawya fêrî lotikên galayê kirin.

   Çawa ku mirov fêrî xwarina goştê mirîşkan dibe û hew kare dev jê berde, Kurdên me jî hew karin dev ji galaya Kurdî berdin. Heta xelatên xwe nestînin û navekî bi dû xwe nexin, sebra wan nayê û ji kêfa re wek “Hespên Behman Gobadî” serxweş dibin, didin lotikan. >>>>>

 

Buhayê perda wê 5 milyon dolar derbas kir, pekkk!

 

Hesen Almas- 14/01/09-Waşîngton- Niha ez kirasê xwe biçirînim û wek terorîstên El Kaîdeyê xwe biteqînim ez neheq im? Tê bîra we ne, agirpêketya Amerîkî Natalîe Dylan keçkanîya xwe di internetê de derxistibû mazatê û gotibû „Kî zêde tê bide, wê min biçirîne“ filan û fîstan.

    Îcar niha buhayê perda keçkanîya wê bûye çi hûn zanin? 5 milyon dolar derbas kiriye û tew xanimê qîma xwe jî bi 5 milyonan nayne, zêdetir dixwaze.

   Weyla kerê min di der guhanê te gayê, ma perda keçkanîya te hevirmêş e, ma qumaşê Hindê ye, ma zîv û zêr e, ma petrola Kerkûkê ye, ma çiye gidî! >>>>>

Sersala Kurmancî li we pîroz be!

Lotikxane- 13/01/09-Îro (êvara 14ê mehê) sersala Kurmancî ye. Heta bi îro jî gellek Kurdên me vê rojê (13-14 Çile) wek sersala Kurmancî pîroz dikin. Em hê sedî sed baş niizanin ka çima Kurmanc di 13-14ê mehê de sersala xwe pîroz dikin. Lê xuyaye lêkolînerên Kurd jî di vê derbarê de lêkolînek baş nekirine û sedema vê dernexistine holê.

    Dibe ku ev pîrozkirin ji kevneşopîyên Zerdûştî û Êzîdîtîyê bê. Lê dîsa jî di vê derbarê de berhem û delîlek piştrast tuneye.

    Em wek xebatkarên malbata Lotikxanê, sersala Kurmancî li xwendevan û li temamê Kurdan pîroz dikin.

    Hêvîdarin wê lêkolîner û zanyarên me serê xwe bi vê bûyerê re bêşînin û rastîyê derêxin holê.  

Yan jina min bîne, yan qelenê min bişîne xaltîka Fatê!

Cemîlê Perixî- 13/01/09-Stenbol-

Xaltîka Fatê, ez îro aciz bûm û hema min go de ezê silavekê bidim xaltîka xwe û li halê wê bipirsim. Êêêêêê, çi heye çi tune, kî sax e kî mirî ye, virde wêde?

   Yaw xaltîka Fatê, weyla xwedê topa qiyametê li daw û delinga te xistê, ka te sozek dabû min, ka soza te ha? Ma te negotibû ezê bêm Stenbolê û ji te re jinek bedew û seksî bînim ha? Ma ev jî ji te? Hoooowehhh kuro, min digo dinya û alem derewan bike xaltîka Fatê derewan nake, pekkkkk! >>>>>

FÎSTANEKÎ NÛ

F.Devliken-12/01/09-Mêrdîn- Dixwazim li ser rojevê, bi taybetî jî, li ser rêxistina Ergenekonê lêkolîna ku min kirîye û li ser wê lekolînê jî fikir û ramanên xwe bînim zimên.

    Ergenegû, biborin, jiber ku paşnavê min Devliken e, yek caran qerf û henek bêyî vîna min xwe li zimanê min digerîne. Bi rastî bêjeya “Ergenegû” li ser vê rêxistina ecêb pir xweş rûdinê û lê jî tê!..

   Di hundurê vê rêxistinê de hûn çi bixwazin hene; dek û dolap, revandin-veşartin-kuştin, xerakirin, bertîl û xwarin, jin û firotin, danûstendinên nelirê, têkilîyên kûr û bê binî, govenda ji her nijadî-netewî, ji her olî, ji her rêxistin, dezge û sazî û hezar û pênsed kuzilqurtên din bi vî rengî… >>>>>

 

Kasetê Şivanî û TRT Şeş

 

H.Belê-11/01/09-Amed-  Şertê Îslamî şeş ê: Sewm û selat, hec û zekat, kelîmey şehadet. 

   Kemalîstî zî qîymet danî şeş çîyan. Vanê Şertê Atatirk: Cumhuriyetçilik, Milliyetçilik, Halkçılık, Devletçilik, Laiklik, İnkilapçılık

Eke dewlete TRT Şeş akerdo, do goreyê şertanê Atatirk fealîyet biko. Eke Partîya Edalet û Averşîyene akerdo, do goreyê şertanê îslamî fealiyet biko.

   Vanî, TV-Şeş do Şivan Perwerî vejo sehne.

Ez wazena yew meselaya kasetê Şivan Perwerî vaca. >>>>>

Xalê Cemîl xalê Cemîl, ez guneme…

Firildeq Elî-10/01/09-Stenbol- Xalê me Cemîlê Çargurçik (gurçikek min xerabeye, ji kerema xwe yekê bide min) doh-pêr lotikek li Arif Zêrevanê me xistibû û çend ta porên ku di serê wî de mabûn jî weşandibû. 

   Wa xuyaye xalê Cemîl piçek bertîl ji Arif Zêrevan stendiye û berdaye bêrîkê. Yan na çima wê xalê Cemîl ji bîr bike û behsa 1000 îmzeyan û helwesta Arifê me neke qerdeşim! Madem te lotikek avêtibû, te nîvco nehişta û wek babaegîtan behsa mesela 1000 îmzedaran jî bikira babam.

    Welhasil, xuyaye yan xalê me Cemîlê Çargurçik kal bûye, yan xurifîye û yan jî wê kêlîkê birçî maye û goştê mirîşka nexwariye.>>>>>

Bûka Axirzemana

Hecî Cimo- 10/01/09-Pakîstan-Di van rojên dawiyê de jinek 99 salî ya bi navê Amîne Rehîm ku terayî di wê de nemaye, bi zilamekî 87 salî re zewicî. İhih ev e dilterî haaaa!

   De binerin lo, tu dibê qey xanimê keçikek 14 salî ye, av pê ketiye û wek nogona ku nuh gon bixwe, ewqasî ku dilê wê bi dinyayê û xwarina xiyaran xweşe kuro, pekkkk!

   Aha ji ber vê ye ku dibêjin „Dil pîr nabe“ ha gelî xendevanan. Ma ku dil pîr bibûya, Amîne xanima 99 salî dest bi lotikan dikir, na! >>>>>

 

 

 

 

 

 

 

 

 

DARIKÊ FESADÎYÊ 

  

F.Devliken-31/01/09-Mêrdîn- Law em Kurd rehet nasekinin! Tu kîjan kevirî radike, em ji bin derdikevin...

   Şeva çûyîn we bala xwe dayê, bê Silhedînê me çi tofan û qebhet ji Erdogan û Peres re çêkir!.. Ev Silhedînê ku em qal û behsa wî dikin, ne Silhedîn Eyûbî ye haa! Jixwe Silhedîn Eyûbî mîna Silhedînê me ji bo Kurd û Kurdistane tişt nekirîye û nikare avê jî li tareta wî bike.

   Silhedînê mala Eyûbî çiqas bi pêlewanî û egîdî bê bibîranîn jî, mîna Silhedînê me serê di nav ometê de bilind nekirîye. >>>>>

EZÊ JÎ YEKÎ BİKUJİM

Hesenê Dewrêş-30/01/09- Ez, bernîvroyekê seat di yazdeh û bist û şeş deqîqe û çarde sanîyan de rabûm, di nav xwêdaneke şor de mabûm.

   Gava ez veciniqîm û çeng bûm ser quna xwe, min dî ku Nivîskarê Zer li ser somya min runiştîye. Destê xwe da ser devê min û bi dengekî nizm go:

   Ez bi biryara te dizanim û tu neyta xwe li min xeranekî. Min gotê: >>>>>

Xuşka me Bêwar bû dengbêja piyanîst

Sofî Xelef- 29/01/09- Xuşka me Bêwar Brahîm xanimek hêja, bi rûmet û xizmetkarek ji yên ziman û wêjeya Kurdî ye. Ji ber vê xizmet, hest û helwesta wê, ez wek xebatkarekî Lotikxanê destê wê radimîsin, wê pîroz dikim.

    Bêwar Brahîm, pirsên Avestakurd di cîh de, pir maqûl û têr wate bersivandiye. Her bijî! Xuşka me gotiye „Min dixwest bibim dengbêjek piyanîst lê dengê min ne xweş e“ filan û bêvan.

    Aha ev nebû ellawekîl! >>>>>

Bîranînên min û Prens Dr.Cemşîd Bedirxan-2-

Xalitê Hekarî-28/01/09- Êvarekê ez, Prens Cemşîd û hevalê me yê xerzî rehmetî Sadik Ûçar bi hevre digerîyan.

   Em zêde têhnî bibûn. Di wan deman de wek niho li serê her koşekê Kîosk (dikanên piçûk) tunebûn ku em tiştekî bikirin û vexwin. Bîraxanek li miqabilê me bû. Me biryar da ku em li wir tiştekî vexwin.

    Min û Prens Cemşîd bîra, kek Sadik jî kola xwest. Min jî bi bîrayê re pir cigare dikêşa. Di wan deman de cigarên HB û Ernte pir bi nav û deng bûn. Hinek ji pakêtê wan pahn û pir xweşik bûn jêre digotin “ pakêta tolazan“. >>>>>

Kurê dêlê bûye berdevkê Ergenekonê

Ehmed Beyan- 27/01/09-Enqere- Berdevkên çeteya Ergenekonê xelas nabin. Yek tê girtin yê din derdikeve holê û dizirre. Heta niha sermezin Dogû Perînçek berdevkîya Ergenekonê û dijminatîya Kurdan dikir.

    Piştî ku lotikek xwar û serê wî ket qûna bavê wî, îcar Albay Erdal Sarizeybek ê dewşîrme ketiye şûna wî.

   Sarizeybekê ku ji rû û dirûvê wî kifşe ku dewşîrme û xwînheram e, di her wesîlê de zimandirêjîya tevgera Kurd û bi taybet jî serok Barzanî dike. Kurê dêlê vê carê dîsa li bajarê Konyayê zimandirêjî kir û serok Barzanî ji PKK xetertir û xayîntir bi nav kir. >>>>>

Vexwendin

Dilşad Hewlêrî-27/01/09-Swêd- Wezîrê Spor û Gêncan Taha Berwarî, roja 01.02.2009an, seet di 13.00 -15.00an de li Stockholmê navnîşana “ABF Huset - sveavägen 41. Katasalen” semînerekê li dar dixe. Semîner li ser hilbijartinên li Kurdistanê ye û tê gotin ku wê Taha Berwarî behsa pêşeroja lotikên hilbijartinê bike û qîr û qiyametê rake.

   Semîner ji alî nûneratîya hikûmeta Kurdistanê ya bakurê Ewrûpayê ve tê amadekirin û her Kurdê welatperwer dawetî semînerê ye.

   Îcar heçê wê rojê betal be û neyê semînerê, jina wî jê berdayî be û xelas!

DÎSA ÇEND GOTIN LI SER TRT ŞEŞê

FÛAD SÎPAN- 26.01.2009-Almanya

 

Hin kes dinivîsînin û dibêjin dewleta Tirk bi destpêka TRT 6ê ji Kurdan lêborîna xwe, uzrê xwe xwest. Ev nerîna pir şaş û seqet e.

   Û herwisa bêwijdanî ye, heger Kurd dîrekt an jî în dîretkt lê bixebitin, pesnê dewleta Tirk û hikûmeta Erdogan ji bo damezirandina televîzyonekê bidin, spasiya xwe bînin ziman, wê hestiyê bi sedhezaran şehîdên Kurd û Kurdistanê bilerizînin. >>>>>

 

”EL İNSAF ” Selahattin Erdem!

 

Bekir Madon-26/01/09-Ev demeke bi imzeya Selahattin Erdem li himberî Mamoste Beşîkçî nivîsin ku tu bingeh ji bona wana tuneye, nîv tehdîtkar û bi hawakî bê hurmet  tên weşandin.  

   Ev kesê ku van nivîsa dinivîse me zaroktî û ciwaniya xwe tevde derbas kiriye. Pênc salan em hevalê hevî ku me di eynî cihî de dixwar,

vedixwar, radizan û me derzê xwe dikirin. >>>>>

Bîranînên min û Prens Dr.Cemşîd Bedirxan-1-

Xalitê Hekarî- 25/01/09 Di van heyaman  de çend malperên Kurdan behsa jîyana Prens Cemşîd Bedirxan dikin. Min got bila Lotikxane jî jê bêpar nemîne.

   Ji ber ku min û Prens Cemşîd Bedirxan gelek rojên xweş bi hev re derbaz kirine û çend serpêhatîyên me bi hev re hene, ezê wan bi xwendevanên Lotikxanê re par vekim da ku Kurdên me ne tenê welatparêzî, herweha nefsbiçûkîtî û camêrîya wî jî nas bikin û tiştên me bi hev re derbaskirî bi min re neçin gorê. >>>>>

Sayin û pir birêz Fatê xanim

24/01/09-

Ez im ez, Dogû Perînçek. Te min nas kir newlo? Serokê Partîya Kar-kerrrr lê, wîî! Ewê go niha ji doza Ergenekonê girtî ye û di hepsê de tirr tirra qûna wî ye, okey!

    Axir, min nav û dengê te ji radyoya xwe ya xerabe bihîstiye. Car caran jî gardîyanên hepsê rojnameyên ku li ser te dinivîsin diqetînin lê dîsa jî di quncik muncikan de nivîsên te dighên destê min. >>>>>

Şêxê  Ereb da bin dûvê Reşo

Abdûllah El Kurdî- 24/01/09- Riyad- Şêxê Ereb û serokê berê ê teşkîlata îxtîxbarata Siûdî Erebistanê Turki el Fayzal efendî, di rojnama Fînancîal Timesê de da bin dûvê Amerîkayê û guhê Barack Obama kişand.

   Faysal beg lotikek li Reşo xist û di gotara xwe de got:“Law Reşo, binere oxlim, yan siyaseta xwe ya Israîl û Filistînê di ber çav re derbas bike, û yan jî emê hew karibin doxîna Erebên qûnreş bigrin. >>>>>

Çi zirnecî jê derket hayhooo!

Sofî Xelef- 23/01/09- Xwedê ji malpera Avestakurd razî be û 6 jinên 150 kîlo qelew bide xwedîyê wê Dilbixwîn Dara rebbî. Bi xêra 25 pirsên wî em taybetmendîyên nivîskar û rewşenbîrên xwe nas dikin û didin zîtirkan.

   Vê carê nivîskarê seksî, kilê çavê jinên 45-50 salî Jan Dost, bersiva 25 pirsên Avestayê da û lotikên kesanedî avêtin. Bi taybet di bersiva “Tu xweziya xwe bi çi tînî?“ de bersivek qirase dide û dibê:“Ji keran“.  >>>>>

 

Malpera A.Demîrbaş vebû

 

22/01/09-Ji bo piştgirîya mamoste Abdullah Demîrbaş malperek hat ava kirin. Malper wê kampanya hilbijartinê bişopîne. Kesên ku bixwazin piştgirîya xwe ji bo Abdullah Demîrbaş diyar bikin dikarin di malperê de navê xwe binivîsin. >>>>>

 

KOMARA MAHABAD

22.01.1946

 

"Îxanetê li hev mekin, ne îxaneta siyasî, ne giyanî, ne malî û ne jî ya namûsî. Ji ber îxanetkar li cem Xwedê û mirovan jî sivik û sûçbar in, îxanet li îxanetkar vedigere".

                                        Qadî Mimemed

 

–––––––––

BENÎŞT Û ERGENEKON

A.Dûran-21/01/09-Dema ku mirov dixwaze bikeve  nav malperekê, ji wê hin tişt têne xwestin. Ya herî girîng jî daxwaza endambûyînê ye.

   Divê cara yekem xalên malperê qebul bike û bibe endam. Piştî wê gavê wê endambûyîna wî jî bête qebûlkirin.

   Perdeya reş li ser wê trajedîya mîrovkuj Ergenekonê vebû. Yên ku dizanin-nizanin-nasdikin yan nasnakin li ser diaxivin û dinivîsînîn.

Destê kê di bêrika kê daye tu kes pê nizane. >>>>>

Tirimpêl, roman û  şofêrtiya Cewerî

Kerdizê Mêrdînî-21/01/09- Yaho ev Mêrdîniyên me çi jêhatî ne ha, pekkk!.

    Piştî ku nigê Firat Cewerîyê me kete solek teng û me naskir bê ew qatilê xwe yê kiribû şofêrê romana xwe ji ku aniye, li ser bextê ewan û fesadên cade û kolanên Lotikxanê be, dibêjin: Firatê me yekser xwe avêtibû tor û bextê du hemşeriyên xwe, ji bo ku bi hewara wî de bên.  

   Yek jê hemşeriyê wî yê Mêrdînî Hesen Dewrêş e û yê din jî hemşeriyê wî yê Swêdî Mûrad Ciwan e. >>>>>

Kî dişibe kê?

Raca Xan- 20/01/09- Endonezya-  Dibêjin insan cêwî tên dinyayê. Qey nesîbê Barack Obama jî di cêwîbûnê de hebû.

   Va li Endonezyê cêwîyê Barack Obama derket holê û silavek da me.

   Bêbavo birastî jî dişibe Oback Obama ha >>>>>

Serok Barzanî: “Dema dawîanîna xwînrêtin, malwêranî û koçberîyê hatiye.”

“Em dixwazin hilbijartineke pak û rast bi rê ve biçe daku Iraqa nû li ser wê ava bibe û di bin banê serkirdayetiyeke dirûst de, bi rê ve biçe.” >>>>>

Silopîspor dest bi lotikên Afrîkanî kir

Emînê Şirnexî- 19/01/09-Şirnex- Piştî ku xelk û alemê dest bi lotikên transferê kir, çavên teknîkdîrektorên me jî vebûn û ew jî ji xelkê kêm neman.

   Ê xelkê bi milyon dolaran lîztikvanên sporê transferî nav xwe dikin, rebenên me jî bi zikek têr yek birçî incex karin bi 1500 TL transferan bikin.

  Axir, Silopîspor lotikek Botanî avêt û Mohammed Lamîne Keîta yê 23 salî ji Gîneya Afrîkayê transferî nav xwe kir.>>>>>

Oxirbe Seydayê Bêbuhar oxirbe

Dîse mirinê pênuseke afrêner ji nav me revand

xemgînî di dillê hunermendên kurd de çand

Û Bêbuhar li dîwana Cegerxwîn û Tîrêj kir mêvan.

    Gelo ana li binxeta xemgîn

    Çend pênûs li peyî te digrîn

    Çend tembûr şîna koçkirina te digerînin

    Û çend helbest bi çûna tere bêdeng dibin      

    seydayê mezin? >>>>>

 

Ezê jî bibim romannivîs

 

Kerdizê Mêrdînî-18/01/09-Mêrdîn-Ji roja ku min romana Firat Cewerî " Ez ê yekî bikujim" xwendiye û heta îro ez li kuç û kolanên Stenbola xopan li yekî digerim ku ez wî bikujim.

    Rojê min cirra xwe li yekî xweş dikir û min tewkeliya xwe bi Xwedê tanî ku ez wî bikujim, lê ez di cî de paş de vedigeriyam.

   Hetanî îro min nivîsa Helîm Yûsiv di diyarname.com de xwend nû bêhna min derket. >>>>>

Kurdistan-post

F.Devliken-17/01/09-Mêrdîn- Merheba ji we re lotikvanên hêja;

Dixwazim li ser xwe û malpereke me yî bi nirx û hêja çend gotinên ne zirav û ne jî qelew bînim ziman.

       Kurdistan-post her çiqas bi Tirkî weşanê dike jî, kêm caran nivîsarên bi Kurdî jî tê de diweşin. Lê divê mere wek xwedê bibêje û biaxive.

   Nivîskarên wê jî û nivisarên wê jî hemû bi nirx, hemû giranbuha ne û ev malper ji bo ruhê Kurdewarî geş û xweş bixemilîne dixebite. >>>>>

 

Rohat Alakom Lotikxanecî derket

 

Sofî Xelef- 16/01/09- Ji roja ku Lotikxanê dest bi weşana xwe kiriye, xwarina "Şorba Nîskê" ji xwe re kiriye prensîp û her sibeh vê şorbê dixwe. Hema bêjin ji sedî 99ê Lotikxanecîyan şorbecî ne û bi taybet jî Şorba Nîskê wek xwarinek netewî dizanin û lê xwedî derdikevin.

   Me zanîbû ku hema bêjin piranîya Kurdan şorbecî ne. Lê me nizanîbû ku nivîskar û rewşenbîrên wek Rohat Alakom jî şorbecî û Lotikxanecî ne ellawekîl.

   Axir, Rohatê me di pirsên malpera Avestayê de eşkere kir ku ew herî zêde ji "Şorba Nîskê" hez dike û xwe da dest. Bi vê minasebetê me fêhm kir ku Rohat Alakom jî Lotikxanecî û şorbecî ye.

   De Şorba Nîskê li te noşîcan be û tu bi xêr hatî nav şorbecîyan kek Rohat. Bijî Şorba Nîskê!

 

  

Nivîsara 66 sal berê ya Osman Sebrî:

 

 Pirjinî û belayên wê

 

Hallocî Larê-16/01/09- Ji aliyê Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê ve pejirandina Qanûna Barê Kesayetiyê, tê de jî madeya ku rê dide pirjiniyê, di malperên Kurdî de bû babeta gelek nivîsar û nûçeyan.

  Her weha gelek alî lêxebitîn ku rê li ber vê madeyê bê girtin.Lê li gor nûçeyên dawîn ên malperan, ev qanûn ket qonaxa bicihanînê.

   Her çiqas niho made li Kurdistana Iraqê bûye beşek ji destûr û jiyana rojane, ji bo >>>>>

KARTOL / PETAT

B.Jîndar. 15/01/09- Kartol pincarek bejna wê 60-80 cm bilind dibe. Kulîlkên wê sîpî û belgên wê kesk in. Pirçik, belg û kûlîlkên wê bi jahrî ne. Di binê wan pirçik, kulîlk û belgan de rehên wê dibin axê de dibin guntilk (girêk) û ji wan guntilkan re kartol tê gotin.

   Herçend gîyayên wê yên ser ax bi jehrî bin jî, lê guntilkên wê anko kartol bê jehr in. Bi tenê dema çîl(reh) didin kartol jî jehrî dibin.>>>>>

Keçkê gundê me buha ne werin sêva

Şemal Amedî- 14/01/09-Amerîka- Cêwîyên siyam Brîttany û Abîgaîl Hensen, bûm 18 salî û av li wan gerya. Dibêjin gingî kurmik û hormonên kamilbûnê dawa wan li serê wan pêçaye, dixwazin bicewizin û ji wan kurmikên lotikvan xelas bin.

   Dibêjin cêwîyên bi bedenek û duserîyan dixwazin bi taybet bi qiraseyekî Kurd re bizewicin û ji ber vê jî serî li Lotikxanê xistin. Şertên bûka me ev in gelî Kurdino: >>>>>

 

Feratê Xalûfat

Witness to Genocide

Heather Pringle- Forensic archaeologists uncover evidence of a secret massacre—and help convict Saddam Hussein of crimes against humanity
   Archaeologists and physical anthropologists exhumed 114 victims of the Kurdish genocide from a mass grave in the center of Iraq's Muthanna province. Nine other mass graves nearby remain unexcavated. (Courtesy US Army Corps of Engineers, St. Louis District and the Regime Crimes Liaison Office)
>>>>>

Mêro îşê xwe zane

Zirto- 13/01/09-Bûrsa- Lotikvanê navdar Kevîn Kostner, serdana "Demoktratîk Ergenekon Cimhûrîyetî" kir û hat nehat qûna wan alast.

   Mêro şevqa bi slogana "Ne mutlî Virqim dîyene" da serê xwe û xwe bi cewrikên Ergenekonê şîrîn kir.

   Kevîn Kostnerê ku rîha xwe kiriye wek pirça derûdora qûna pisîkê, dilê Tirkan bi vê şevqê xweş kir û çapemenîya Tirk da dû xwe. Lê xwedê heye, mêro baş zane propaganda xwe bike ellawekîl.

   Ez bi serê Yalçin Kûçik kim, ewî bi qûna paparazzîyên Tirk zanîbû. Zanîbû ku ne bi vê şevqa heram be ewê çapemenîya Tirk zêde behsa wî neke.

  Kurê xelkê çi biaqil in law, hayhoooo....

                -----------------------

De bixwe ha, me di te kiroooo!

Mişko- 11/01/09-Stenbol- Îbrahîm Şahînê ku wextekî qûş li Kurdan qetandibû û bi hezaran Kurd dabûn kujtin, hat girtin û ket qulika hepsê. Îbrahîm Şahîn ji grûba dêlegur û qehpika Tansû Çîller û qûnekê Mehmet Agar bû.

   Tansû Çîller û Mehmet Agar du qesas û dijminên riknê milletê Kurd in. Lê mixabin heta niha jî Kurdekî bi namûs raserî wan nehat û tirr ji wan berneda. Lê hikûmeta Kasimpaşalî Erdo lotikek li Îbrahîm Şahînê kurê dêlê xist û heyfa me hilanî.

   Em Kurd bi kêrî pîvazekê nehatin û me heyfa xwe hilnanî kuro. Lê Kasimpaşalî Erdo qûça me rakir û got:"Aha heyf wilo tê hilanîn ha min di we kirinooooo" û lotikek li me xist.

   De lotika wî li ser xêrê be rebbî!

PAPAXANA MEHMÛD

B.Ronahî-10/01/09-Mehmûd papaxanekê dikire û ji xwe re li gor dilê xwe perwerde dike. Paşê hewceyî  bi diravan dibe û papaxana xwe bi 2000 dolaran difroşe jinikekê. Jinika karmend bi tena serê xwe dijî.

   Papaxanê tîne mal. Spêdê diçe kar, êvarî ku tê mal papaxan jêre dibê: Tu bi xêr hatî orispî!

Jinik jî dipirse: “Te ci got, te çi got?”

Papaxan: “Tu bi xêr hatî orispîîî!” >>>>>

 

 

Çîroka şûjinê -TRT 6-

 

Kerîmo-09/01/09

Dema em zarok bûn dayik û bavên me em fêrî lîstokekê dikirin, navê wê çîroka şûjinê bû.

   Ev lîstok wiha bû, kê zû dest bi gotinê bikira, yê din her gotina wî dubare dikir.

   Êdî wê dubarekirinê mirov dibeecand û dawiya wê nedihat. Di encamê de yek ji me digriya û pevçûn derdiket. Û di dawîyê de yê em fêrî wê lîstokê dikirin wî jî li me dixist û çîroka şûjinê bi dawî dibû. >>>>>

Îcar malik li zimanê Kurdî xira bû. Arifê me berê xwe da TRT6ê

Cemîlê Çargurçik- 08/01/09-Swêd- Li ser bextê fitne û fesadên kolanên bajarê Stockholmê be, dibêjin nivîskarê qirase û zimanzanê zimanzanan Arif Zêrevan, berê xwe daye Tirkiyê û TRT6ê.

   Dibêjin Arifê me gotiye:”Bi sê telaqên jinberdanê TRT6 hewceyî zimanzanekî weke min e. Kurdîya TRT6ê çirto virto ye, ne ez bim kesek nikare wê rast bike û têxe rêza zimanan. Heta ez di TRT6ê de “ku” nekim “ko”, heta ez nêr nekim mê, mê nekim nêr û nebêjim “Kurdekê”, heta ez Mistefa nekim "Mistefayî", Kurdîya TRT6ê rast nabe” filan û fîstan. >>>>>

                           Lotikxane 2006...     lotikxane@hotmail.com.