Newroza we pîroz be...Bi hêvîya rojên azad û serfirazîyê...

H.Belê

Hukmet

nexweş

xane

F.Devliken

Tirko û

rêvî

B.Ronahî

Maddî Temel

L.Şêxo

Şer û Gudî

A.Dûran

Tirrkîî

Z.Osman

Em çi dibêjin û..

S.Acar

Pirsên ji meraqa

Qosarî

Qaçax

Çay

B-Tosin

Padî

şahê

S.Îloz 

Lastîk

        

Lotikxane

Xaltîka Fatê-26

Xwerist

Tenduristî

Karîkatur

Magazîn

Youtube

Çi kesê ku ruhê netewayetî pê re tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike...M.Mistefa Barzanî...            Medya ///   Arşîv
           

HAK-PARê li Agirîyê lotikek qirase avêt

Kezebşewityo- 22/03/09- Agirî- Li ser bextê fitne û fesadên bajarê Agirîyê be, dibêjin Partîya HAK-PARê li Agirîyê lotikek bêîman avêtiye û daye bin dûvê hemi kesî.

   Di pankarta HAK-PARê de wêneyê Şêx Seîd, Xalitê Cibrî, Seîdê Kurdî, Ihsan Nûrî Paşa, Seys Riza, Ehmedê Xanê, Elîşêr û Zarîfe xanim wî hebûn.  

   Ne tenê pankart, lê sloganên HAK-PARê jî Kurd û Kurdistanî bûn û sloganên wek "Bijî Azadîya Kurdistan" û wekî din.  >>>>>

Newroz

Serhad Bapîr-21/03/09-

Ez dızanım ku

Baskên me şıkestî

Çar aliyên me xêrnewaz

Û dek û dolab ın.

                  Ez dızanım ku

                  Çawa ku me kır

                  Wusa jî em nıkarın

                  bıbın serî. >>>>>

Artêşê jî dest bi lotikên nermik kir

Firildeq Elî- 20/03/09-Stenbol- Dewleta Tirk piştî dît ku ewê nikaribin Kurdan bi asîmîlasyon û înkarkirinê binerd bikin, îcar mecbûr man hebûna wan, ziman û çanda wan qebûl bike û hêdî hêdî, nermik û germik gavên xweş davêje.

   Serokwezîr sayin Erdogan bi vekirina TRT6 û qebûlkirina zimanê Kurdî lotikek qirase avêt. Niha jî vekirina radyoya Kurdî di dora tenûrê de ye. Îcar nizanim ne wê nanê tenûrê jê derkeve yan nanê şikeva.

    Welhasil, Serekerkanîya Artêşa Tirkiyê jî rabû lotikek “Nevruz” kî avêt û bi afîşên xweşik û rindik nejna Newrozê pîroz kir. >>>>>

MADDÎ TEMEL

B.Ronahî-20/03/09- Du welatparêzên Kurd li derveyî welêt cîranê hev in. Yek ji Ruhayê, yê din jî Cûlemêrgî ye. Herdu jî bi malbatî di heman tebeqa avanîyê de rûdiniştin û avdestxana wan jî bi şîrîkatî bû.

    Yê Ruhayî her roj îsotên tûj di firnê de sor dikirin û xurînîya xwe pê dikir. Dema çûba avdestxanê jî bi seetan tê de dima. Yê Cûlemêrgî diçû li derî dixist, lê yê Ruhayî ji avdestxanê dernediket. Ji ber hindê jî, yê Cûlemêrgî zêde ji yê Ruhayî aciz bibû. >>>>>

 

Mêhdîyê me ket xweparaztinê

 

20/03/09- Siyasetmedar, weşangêr û nivîskarê Kurd Mêhdî Tanrikûlû, li himber Dadgehên Tirkiyê ket xwepataztinê û şûrê xwe ji kalên kişand.

   Kekê me Mêhdî Tanrikûlû niha di kozik û kemînê de ye û destê wî li ser qebda şûrê wî

ye. Xweparaztina xwe di kozika şer de nivîsandiye û ji me re şandiye.

   Ê de bixwînin. Heçê nexwîne jina wî jê berdayî be û xelas, wîî! >>>>>

Îsotên Ruhayê qûn li Çînîyan qetand

Çang Çîng Çong- 18/03/09-Pekîn- Heta niha min digot qet îsotên Ruhayê tenê ji bo ava îsotan û çîxkofteyê tê bikaranîn. Lê min nizanîbû ku nav û dengê îsotên Ruhayê heta bi Çîn û Maçînê jî belav bûye û tew bûye tirsa dilê şofêrên Çînê.

    De li kerametên îsotên Ruhayê binerin û bibînin bê îsotên Ruhayê çi tînin serê şofêrên Çînê, çi tirr û fisan ji wan berdidin.

    Li Çînê herêma Çongçîng ê, polîsên herêmê ji bo ku şofêrên trimbêlan di xew re nerin û li ser dîreksiyonê ranekevin, îsotên tûj ji ewên Ruhayê didin şofêran û qûnê li wan diqetînin. >>>>>

Êdî bes e

 Selah Mihemed- 16/03/09-

Em westiyane,

Kabokên me sistbûn

 û fisiyan

Em nema karin,

Rahijin xwe

Barê me girane

Hestiyê me riziyan

 

Êdî bes e em westiyan >>>>>

Helebçe yar û evîn e

Bazê Qendîlê-16/03/09-Kurdistan-

Şanzdê Adarê, serê buharê

Ji nîro pêve, ta ber êvarê

     Firokên dijmin li ser te geryan

    Tawan mezin bû, tawanek giran

Ji ezman dihat, bombe bêjimar

Li jêr xwe bajar, dikir tarûmar

    Ewqas bi kîn bû, dijminê xwînxwar

    Dibû ejdeha, dibû şêt û har >>>>>

Çîrokek ji welatê taristanê

Silêman Azer-16/03/09- Li welatê tarîstanê rojane çîrokin gelek balkêş û awarte ji çîrokên cîhanê û mirovan diqewimin.

   Ev jî çîrokek e ji wan çîrokan û di demên bê de heger me derfetin dîtinin, em dikarin gelek çîrokan ji we re bêjin.

   Dem:7.3.2009 bi şev.Cih:taxek ji taxên bajarekî ji welatê taristanê. >>>>>

Hinek şorbe ji me re jî bişînin qerdeşim!

Xencer Miço- 15/03/09- Va ye wexteke ku serê min bi Lotikxanê re tevlihev bûye, hecûc û mecûc di xewnên min da qet kêm nabin.

    Li gorî psîkologê sîlehşor, Lotikxanê di hişê min yê ku bi nanê tisî û ava şorbê hatiye xwedî kirin, êdî ti pox nemaye cîgerlerim. Bi serda jî ez wê rojê ketim Avestakurd a simbêlqeytan. Hey ez lal û şaş û kor û kud bûma û min ew sosret nedîta yaw.

   Avestakurdê îcar stranbêja Kurd ya germik û nermik sayin Nîlufer Akbal xistiya kemîna xwe û daye ber pirsan. >>>>>

Şoreşa kêzik û kurmikan

Çang Çîng çong- 15/03/09- Me bi salan da du fikra Mao, Hoşîmîn û kesên wek wan. Lê wan ciwamêran di şûna sosyalîzmê de çi li dû xwe hişt? Kapîtalîzm û kêzikfiroşî. Yanî, ew şoreşên qirase tev ji bo firotina kêzik û kurmikan çêbûn ha.   

   Piranîya welatên Asyayê yên wek Çîn, Vîetnam, Kamboçya, Tayland û wekî din, îdare û debara xwe bi xwarin û firotina kêzik û kurmikan dikin. Yanî, me bi salan ilmê „sosyalîzma kêzik û kurmikan“ xwend û mala xwe pê bir mîratê ellawekîl >>>>>

GELO KÊ ŞÊXÊ ME KUJT?

Şevgêrê Lotikxanê 14/03/09- Kurdistan.

 

- Gelo kê serê Şêx Evdirrehmanê Garisî bi kêrika ko jêkir?

- Çima kujeran ev sosret bi Şêx Evdirrehmanê Garisî re kirin?

- Sedem çibû ku serê Şêx Evdirrehmanê Garsî jêkirin?

- Ev e 84 sal in hêjî kujerê Şêx Evdirrehmanê Garisî nehatiye diyarkirin.

- Lotikxanê niha dest avêtiye vê rûdana hovane û dixwaze tirrê ji meselê berde.!

- Ajan û şopgerên Lotikxanê ketine ser şopa kujeran û tirr di wan de kirine fis.

- Mêrxas û şevgêrên Lotikxanê ketine nava tevger û livbaziyên xweteqandinê.

- Emê tola Şêx Evdirrehmanê Garisî hildin û vê tirrê ji kujeran re nehêlin.

 (Li bendê bin, emê di nêzîk de bi firehî agahdarîyek qirase bidin.)

Dewletê lotikek li kovara Mizgîn xist

Dadgeha 4.ya Cezayê Giran, hejmara 55. ya kovara Mizgîn berhev kir.

    Belavkirina hejmara dawî hat rawestandin û li Amed û bajarên der û dorê ji alî Polîsan ve ji firoşgehan hat berhevkirin, belavkerên kovara Mizgîn hatin binçavkirin û cezayên peran li wan hat birîn. Her wusa jibo ku kovara Mizgîn firotine, hin bayî jî bi cezayên peran hatin cezakirin.

   Em wek Lotikxane helwesta dadgehê rûreş dikin û qûna dadweran dax didin.

 

Ji weşanxana Lîsê 6 lotikên qirase

 

Weşanxaneya Lîsê bi berhemên 6 nivîskarên navdar ên kurd 6 xelatan dide roja Newrozê.  

   Weşanxane bi çapkirina desteyek berhemên nû desteka xwe ya ji bo kampanya Zimanê Kurdî jî berdewam dike. Pirtûkên ku ji bo roja Newrozê wekî diyarî tên weşandin, roja Newrozê dê bigihêjin ber destê xwendevanan. >>>>>

 

Me jî dora xwe danî ser tenûra wê

 

Tecawizcî Coşqûn- 11/03/09-Stenbol- Lotikvana dengxweş, qereçîya Romen, doxînçiryaya germik û jina 125 xiyaran Ebrû Gundeş, ji xwarina xiyarên Tirk aciz bû û  xiyarekî Azerî ji xwe re dît.

   Ebrû xanim piştî go ji lotikên Osmantan Erkır têr xwar û dilê wê bi cacîqa Osman beg xeliya, îcar xiyarfiroş Reza Zarrab ê Azerbaycanî ji xwe re dît û ev bû mêrê 125an.

   Navê vê zinêkarîyê jî çiye hûn zanin? EŞQ! Weyla min di wilo eşq de mîztî erê welle û hew. Law ma zinêkarî û qehpîtî kengî bûye eşq hê, wîî! Herro yekî bera ser tenûra xwe de û navê wê jî bike eşq,wey merheba eşq....!

  Welhasil, bi sê telaqan min jî bi navê Lotikxanê dora xwe danîye ser tenûra Ebrû xanimê. Xwedê bê erê, piştî xiyarê Azerbaycanî dora tenûrê dora xiyarê Kurda ye û hûn sax....  

Werin bacanên birajtî

Sofî Xelef - 11/03/09- Nivîskarê seksî, çavkanîya romana "Ezê yekî hûr hûrî bikim" û kilê çavê jinebîyên Ewrûpî kekê me Helîm Yûsiv, bersiva pirsên malpera Avestakurd da û ew jî wek gellekan hat provokasyona xalê me Dilbixwîn Dara.

    Gava pirsa xwarinê ji Helîmê me hatiye pirsîn, axînek ji kûranîya dilê xwe kişandiye, keserek berdaye û gotiye:"Axxxx bacanên birajtî axxx! Xwezî min têr bacanên birajtî bixwara û bila nivîsandina çîrok û romanan li min û bavê min heram ba û hew" filan û fîstan. 

    Weleddddd 101 carî weleddd! >>>>>

Batmanîyan tirr ji Sezero berda

Nûroj Hebizbinî- 10/03/09- Êlih- Meclîsa Şaredarîya Batmanê navê kevseserokkomarê Tirkiyê A.Necdet Sezer ji ser kolanên bajêr rakirin û qûş lê qetandin. Ji xwe ji mirûsê wî xuyaye ku Sezero ne tu zilam e û ji Kurdan hez nake. Ji ber vê jî, xîret ket pozê me Batmanîyan, me navê wî ji kuçe û kolanên xwe paqij kir û da bin dûvê wî.

    Axir, Meclîsa Şaredarîya Batmanê karekî pîroz û bi xîret pêk anî. Xwezî bi wê rojê ku temamê şaredarîyên Kurdistanê navên mezinên Tirkan ji kuçe û kolanên xwe paqij bikin û tirrê ji wan berdin.  >>>>>

Instîtuya Kurdî lotikekê li narkotîkê dixe

Narkoman Silo- 10/03/09-Stockholm- Instîyuya Kurdî a Stockholmê semînerekê li ser narkotîkê li dar dixe û dixwaze tirrê ji me narkomanan berde.

   Li ser bextê esrarkêşên kolanên Stockholmê be, dibêjin wê Instîyuya Kurdî bi vê lotikê keç û xortên Kurd ji kişandina esrar, eroîn, kokaîn û xwarina quzê kerê xilas ke û wan bîne ser îmanê. Yanî, lotika Instîtuya Kurdî lotikek pîroz e û hêjayî xelata Nobelê ye.

  Henek li alîyekî, lê semînera Instîtuya Kurdî xizmetek pîroz e. Bernama semînerê bixwînin berî em mîrkutê xwe li serê we xin ha, okey! >>>>>

Ker û bergîl jî li ber çavê wî bûne jin

Tecawizcî Coşqûn- 07/03/09-Stenbol- Dibêjin lotikvanê Laz, stranbêjê germik û hevîrî Davut Guloglû, bi nexweşîya „Satîrîasîs“ (nexweşîya harbûnê) ketiye.

   Guloglû efendî dibêje:“Ez ji bo tedawîyê çûm Ewrûpayê. Xwedê neyne serê kesî, tarîfa vê nexweşîyê tuneye. Ez çi dibînim li ber çavê min dibin jin“ filan û fîstan.

    Li gora sîxurên Lotikxanê yên Ewrûpayê dibêjin, dibêjin Davut Guloglû bazdaye ser çend ker û bergîlan û namûsa wan jî herimandiye.

    Çima ku ew ker û bergîl li ber çavê wî bûne jin, doxîn li Guloglû sist bûye, derpî jê şemitîye û êrîşî ker û bergîlan kiriye. Îcar wî kiriye ker û bergîlan, yan ker û bergîlan qûn lê qetandiye em nizanin..

Qamişlo….

Beşîr Melle

 

 Li bajarê Qamişlo

 Êvara newrozê da

 Rijya xîna sê bira

 Bû ronak û pêtî da

 

Qîz û xortên qehreman ketin meşa Mihemedan

Sûnd dixwin ranawestin ta bistînin tola wan

           Bû ronak û pêtî dan

           Ser pelê deftera min

           Bûn aha kesera min

           Şûna van sê kulîlkan >>>>>

Ala me

Keske lê rengê Ala me

Sore lê rengê ala me

Sipî lê rengê Ala me

Zere lê rengê Ala me

Miletê me tev  zindî ye

Rê li ber me hê girtî ye

Hebûna min bê al çi ye

Mafê me ma li ber pî ye >>>>>

 

Şîna M-Şêxo

Pêşeroj Cewherî- 04/03/09-

Ev roj gulê me tev digrîn

Li ser wî bilbilê xemgîn

Yê ji dilê hemî jara

Bandikir azadî şêrîn

      Ew bilbilê hêlîn wêran

      Serdarê hunerê ciwan

      Gul ji kê re berda û çû

      Da li ser awaza bixwîn >>>>>

Fatê were civatê-26

03/03/09- Xaltîka Fatê, derdê min zehf giran e. Ez berê bi keçikên Alman û ecnebîyan re bûm. Wek go tu zane, li ba wan problema fîşekan tune, hema fîşekê bide ber keleşkofê û biteqîne. Yanî, ez naxwazim fort û pesnê xwe bidim, lê bi ellawekîl fîşekên min wek fîşekên mîtralyoz û fuzeyên helîkoptera ne.

    Welhasil, vêga ez bi keçikek Tirk re me û em hevdu wek ciwange û golikên nav garanê digevizînin, toz û ecacokê bi ser serê hev dixin. >>>>>

Obama can't leave Iraq in the lurch

Despite his pullout schedule, he must still help Iraqis reconcile on two key issues.

By the Monitor's Editorial Board >>>>>

                ----------------------------------

 

Bajo xalê Osman bajoooooo!

Esrarkêş Ehmê- 01/03/09-Xançepek-Amed- Serokê me Osman Baydemîr û Seroka me Leyla Zana, di vekirina lokala hilbijartinê de lotikên bêîman avêtin Kasimpaşalî Receb û hetta tirr jê berdan.

   Serokê ser û binê Amedê Baydemîr, di axavtina xwe de agir ji devê xwe pijiqand û ji Recebo re got “hodrî meydan”.

   Baydemîr, tilî avêt bin dûvê sayin sermezin Recebo û got:”Hûnê Amedê bistînin haaa, tirrrrrrrr li bin qûna we! >>>>>

Mêhdîyê me dixwaze bi Tirkiyê re bizewice

Weşanger, wergêr û siyasetmedarê Kurd Mêhdî Tanrikûlû, bi daxuyanîyekê xwest ku bi dewleta Tirkiyê re bizewice.

   Mêhdîyê me çavê xwe berdaye zewacê û dibêje “ne bi Tirkiyê re be dilê min li kesekî din venabe” filan û fîstan.  

   Welhasil, Mêhdîyê me doza zewacê li dewleta Tirkiyê dike lê em nizanin emê wê ji kê bixwazin. Ji ber ku dê û bavên dewleta Tirk pir in, em hew zanin ne wê ji Erdogan bixwazin, ji Îlker Başbûg bixwazin, ji Ergenekonê yan ji Encumen-î Daniş bixwazin.

   Lê me wek xwazgînî serî li Amerîkayê xist û em li bendî bersivê ne. >>>>>

          
PADÎŞAHÊ

 

 B.Tosin

Ji xewa şêrîn

Çavan veke

Padîşaha min

Nêrgiza “siba  te  xweş”

Ji hevre gotin

Çûkan sirûda sibê

Dest pê kirin

Neynik li benda

Dîtina çavên te ye

Sira bê dixwaze

Biskên te şeh bike >>>>>

 

 

Şivan Herûwer got: Silav li qehremanê Îmralîyê

Bê şirove

  

Leyloka me jî lotikek li Mam Celal xist

Esrarkêş Ehmê- 22/03/09-Amed- Xaltîka me Leyla Zana, di cejna Newrozê de lotikên xweş avêtin dewletê û di ber re jî pehînek li serokkomarê Iraqê Mam Celal xist.

   Ji ber ku Mamo gotibû“Kaka ciyan, bi ellawekîl, bi serê Îsa û Mûsa kim, wê PKK çekên xwe teslîmî Amerîkîyan bike“, xaltîka me Leylokê jî lê hat xezebê û got:“Yahewlelwelaaaa, allah û ekber! Yaw Mamo, weyla xwedê Qubado ji te re hişto, tu çima gotina dawî pêşî dibêjî qerdeşim ha? Ma em Kurd aşiqî çekan e kaka? Kurd aşiqî azadîyê ne ruhekem, carek din gotina dawî pêşî nebêje“ filan û fîstan.

   Xaltîka me Leylokê piştre got::“Ez bi serê Mêhdîkê xwe kim >>>>>

Çend lotik ji Newrozê

Zinar Qelemşûr- 21/03/09- Stenbol- Talîya talî sayin Tirko qerdeşlerimiz Newrozka me kirin a xwe û tirr ji me û Newrozka me berdan.

   Newroza ku bi hezarê salane ji alî Kurdan ve dihat pîrozkirin, îro namûsa wê bûye pênc pere û Tirkan ew kirine “Nevruz”. Tew TRT1 ê di 20.03.09an de bi bernama Newrozê de digot:”Newroz cara pêşîn di 1920an de ji alî Mistefa Kemal Atatirk ve hatiye pîrozkirin”. Erê kuro! Kemal Atatirk û Newroz law? Weyla kerê min di qûna derewînan kute erê wele û hew, pek li van derewên bêsînor û 101 carî pek....Tew nemaye ku mêrikan bêjin “Atatirk Kawayê hemdem e” ellawekîl. Rojekê vê jî bêjin ecêbmayî nemînin qerdeşim.

   Malê bêxwedî çi tê serê wî? Dibe malê xezînê. >>>>>

Îsa, Tirko, hûr û rêvî

F.devliken-20/03/09-Mêrdîn- Belê, ev serê du mehan e ku ez nanivîsim. Ev serê du mehan e ku ez ji vê malpera delal dûr ketime. Sedem çi dibe bila bibe, divê min hewqas navber nexistibayê. Li hember we xwendekarên lotikperest, bejna xwe ditewînim.

    Wek hûn dizanin, di metbexa me de cîyekî taybet yê hûr û rêvîyan heye. Tu me Kurdan di nav hûr û rêvîyan de bikelîne jî, em Kurd jê têr nabin. Wele em Mêrdînî wisa ne…

Ez zêde peyvê dûdirêj nekim û serserîko xwe lê biqewimînim.

    Li Antalyayê rojekê yekî Tirk çêleka xwe ya li ber heramkirinê datîne erdê û kêrê dide ser sutuyê wê. Pijînîya xwînê jê tîne û serî di ber de jêdike. >>>>>

Rawestandina şer û gundî

L.Şêxo-20/03/09- Xuyaye ji bona bêşekkirina PKK ê xebat û tevger hêdî hêdî xurt dibin.Van rojên pêşya me li ser vê mijarê pir axaftin, gengeşî û şirove wê bên kirin. Ev kesên ku bi vê meselê rabûne û xwe dane ber vî barî, Xwedê teba karê wan be.

     Birastî jî karekî pirr giran dane ser milên xwe. Ji ber ku ji bona bêçekkirinê kesên werin qanihkirin, ne tenê serok, reîs, paşe û generalên PKK ê ne, ji xeynî wan gelek kes û alîyên din jî hene ku divên bên qanihkirin. Evana jî gelek in.

    Ji wana, ez dikarim yekî bi we bidim naskirin. Ev yek gundîkî me yê Omerî ye. >>>>>

 

 

Bikin û pakêta xwe têxin bêrîka xwe

 

 Pakêtek Marlboro û 3 kîlo nîskên Mêrdînê xelat!

18/03/09- Heger hûn karibin wek vî lotikvanê zikmezin û serperitî lingên xwe li dora serê xwe bipêçin, emê pakêtek Marlboro ji ewên qûnsor û sê kîlo nîskên kelek ji yên Mêrdînê bidin we.

   Vê fersendê nerevînin. Di dema îro de nîskên kelek bi destê kesî nakevin haaaa... De yella,Îsa û Mûsa li pişta we bin rebbî.

    Lê ku hûn derpî dagrin û ji dengê tirrên we xanî hilweşe em ne mesûl in, ok!

 

Partîya Saadetê jî dest bi lotikan kir

 

Mela Cemîlê Mûşî- 18/03/09- Mûş- Her ku hilbijartin nêzîk dibin, siyasetmedarên dewleta Tirko di xewna xwe de Kurdan dibînin û ji xewê vediciniqin. Kurd tên bîra wan û hesabê çend ra û dengên zêde dikin. Lê ku hilbijartin qediyan, hew deng ji wan tê û dîsa dikevin temara mirinê, Kurdan ji bîr dikin û hew deng ji tirrên wan tên.

   Welhasil, cewrikên „Turk Mîllî Goruş“ê, yanî partîya AKP û Saaadet ê dest bi lotikên îmamê çaroxî kirin û Kurd hatin bîra wan.

    Lê dibêjin „Zor gîzerê radike“ gelî xwendevanan. Kurdan bi zora xwe gîzer rakir (hilkir) û Yekîtîya Ewrûpayê jî rê li ber sist kir. >>>>>

 

Em Lotikxanê protesto dikin qerdeşim!

 

Denîzlî Xorozî- 17/03/09-Denîzlî- Sayin û çox muhterem general û eskerên Lotikxanê, cîgerim lotikxanecîler.

   Ez bi navê Kurdên bajarê Denîzlîyê û wek Serokê Komela Dîkên Denîzlîyê we protesto dikim û qûna we dax didim.

   Yaw qerdeşim, hûn behsa şorbecîyên Mêrdînê, pêxwas û esrarkêşên Diyarbekrê, îsotfiroşên Ruhayê, tirşikçîyên Sêrtê û petrolfiroşên Batmanê  dikin, lê çima behsa Kurdên Denîzlîyê nakin oxlim?  Ma em ji Eyşika Ereb in yan em ji quzê kerê derketine, wîî!

   Law em jî Kurd in qerdeşim, wille û bille em jî Kurd in, ihii! Erê em dîkfiroş in û car caran em difisikînin mirîşkên bajêr, lê bi sê telaqên Çoban Sulo Kurdên resen em in, ewqas!

  Welhasil, hûn li ser me dinivîsin binivîsin, yan na emê ambargo deynin ser Lotikxanê û şorba nîskê li we heram bikin û hûn sax.....

 

Lotikxanê ji bîr meke ha Mamo!

 

  

Mihemed Soran- 16/03/09-Silêmanî- Xwedê heye, pir kêfa me ji Mam Celal re tê. Li ber dilê me ji şorba nîskê jî şîrîntir û bi qedirtire ellawekîl.

   Welhasil, li ser bextê gendel û bertîlxurên bajarê Silêmanî û Hewlêrê be, dibêjin wê mamê me di sala pêş de -2009- dev ji siyasetê berde û derkenar bibe. Yanî, wê teqawît bibe û dest bi nivîsandina serpêhatî û bîranînên xwe bike.

  Axir, em nizanin wê Mam Celal di bîranînên xwe de behsa xwarina goştê elokan bike yan na  >>>>>

 

Paltalk bûye qehwa betala

 

  

Raya me ji Tûgrûl beg re ye

Satilmîş Yandançarptî- 16/03/09-Sînop- Hilbijartinên herêmî nêzîk bûn û herkes li gor xwe lotikan davêje, sozan dide xelkê û propaganda xwe dike. Xalê me Tûgrûl Kayacan ê 64 salî jî dixwaze li bajarê Sînopê bibe muxtarê taxa Kefevîyê. Lê xwedê heye, soz û ahdên xalê me Tûgrûl beg maqûl in û ez karim bêjim ku serokwezîr jî nikarin sozên bi vî awayî bidin.

     Meselen xalê me Tûgrûl efendî sozê dide ku bibe muxtar wê “sunnetkirina zarok û zilaman (ker ne têde ne), testa hemilbûnê, qulkirina guh, pîvana tansiyonê” û wekî din belaş bike. >>>>>

Dewleta Sûriyê çawa gendeliyê dike?

Kevnar- 15/03/09-Kurdistan Gendelî tiştekî gelekî pîs e. Gendelî li dewleta Sûriyê bûye qanûn. Mirov weke tûrîst diçe wêderê û dibîne.

   Heger mirov ji polîs pirsa cihekî bike, mirov mecbûre pera bidyê. Weke mînak, heger mirov ji polîs re bêje: “Gelo kîjan mêvanxane xweş e?” Polîs wê mirov bibe mêvanxana xweş lê ewê pera bixwaze. Ewê bi xwedanê mêvanxanê re xeber bide û jibo her şevekê %25 jê re ye.

    Li siyasonan, li xeraca terempêlan, li termînala texsiyan û gelek deverên wisa du polisên şifqesor digerin. >>>>>

Seks mirov dike wek zêrê zer

Şemal Amedî-15/03/09-Hollywood- Li ser bextê zinêkarên Hollywoodê be, dibêjin xwedêgiravî seks û lotikên erotîkî mirov xweşik, şahîk û spehî dike.

   Li gor lêkolîn û lêpirsîna ku li ser 3 hezar û 500 jinên Amerîkî hatiye kirin, derketiye holê bandora seks û lotikan di xweşikbûn û bedewîya mirovan de pir e û kesên seksê dikin tim zînde û spehî dimînin.

    Li gor tê gotin, di dema seksê de gera xwînê zêdetir dibe, baz û damar baştir dixebitin û hormona bextewarîyê bi zêdeyî difûre. Ev jî bandorek erênî li bedena mirov dike û dibe sedema xweşikbûn û zîndebûna bedenê. >>>>>

Wey li ser xêrê be rebbî, Nîlufer Akbal resmen bû Lotikxanecî

Sofî Xelef- 13/03/09- Xuyaye sempatîzan û alîgirên Lotikxanê ewqas zêde ne ku ne hed heye ne hesab. Meselen hunermenda me Nîlufer Akbal jî Lotikxanecî derket. Çima Lotikxanecî derket?

    Wek me berê gotibû, şorba nîskê xwarina netewî ya Lotikxanê ye û Lotikxanecî giş şorbecî ne. Hema çi kesê ku ji şorba nîskê hez bike, otomatîkmen dibe endamê Komîta Navendî ya Eşîra lotikxanê. Tew ku ew şorbecî xanimek wek Nîlufer Akbal be, heta bi serokatîya Lotikxanê jî rê jê re vekirîye. >>>>>

 

Serdar Mirad- 12/03/09-Amed- “Lo me çi kir me çi kir, me xwelî li serê xwe kir. Ma ne şerm û fedî ye, ev doza me ji bo çi ye” û tirrrrrrrrrrrrrr li bin qûna me Kurdan!

    Kuro law em xerabe ne. Em zikreş û hesûdên xwe ne. Em kurmê dara xwe ne. Wille û bille em pîvaza kurmî ne, xelas!

    Emê bi çepên Tirkan re hevkarîyê bikin û qûna wan balêsin, kes dengê xwe nake. Emê çîrokên “Tirk-Kurd qerdeşlîxî” (wey ne li ser xêrê be) bilorînin, kes dengê xwe nake. Wê ji %75 serok û generalên me mejîtirk bin û bi şildim bildima Tirkî qûnê li zimanê Kurdî biqetînin, dîsa kes dengê xwe nake. Lê go partîyek Kurd têkeve hilbijartinê, em dibin şêr û xwe çeng dikin ser serê wê, wê dikin ajan û hevkara dewletê.

   Welhasil, li ser bextê ANF û esrarkêşên kolanên Xançepekê be, dibêjin xwedêgiravî Kurdistan Xelk Insiyatîfî belavokek li dij HAK-PAR û namzetên serbixwe belav kiriye û tirr ji wan berdaye. >>>>>

Law Kurdo, qîmeta qirika xwe bizane oxlim!

Xincer Miço- 11/03/09- Ê tabî canim, bila Kurd be ji çi dibe bila bibe. Wellahî dengê Aynûra me ti firsend nedaye dengê Ajda xanimê, mirov hew dengê wê dibihîze lo.

   Yaw Kurdino, cigerlerim û gurçiklerim, ma çawa bi vê qirika xwe ya efsûnî carekê jî hûn dixwazin bibin Tirk? Kuro lawo, hemi mexlûqat xweziya xwe bi qirika me tînin (tev ker jî di nav da) û hûn jî weha lotikan davêjin. Dînime îmanime, qirika Kurdan ji keleşkofên sayin gerîllayên Demoxratîk Cimhûriyetê hezar carî bihêztir in.

    Bi zanîna min birêz Einstein gotiye: "Qirika Kurdan ji Atomê xirabtir e, bi kerema xwe bela xwe li Kurdan nedin, wellahî tirrê ji me berdidin" filan û fîstan.

   Kuro yê ku van dibêje sayin Einstein e, ne tenê li cîhanê, herweha li kâînatê jî tirr kiriye fisssss.
   Îcar qerdeşim, li deng û qirika xwe xwedî derkevin sayin Kurdino!

 Tirşoya bi kezzab, derece yek

Fênasê Kerîm- 10/03/09-Hewlêr-Ez ê ji we re qala pêşketinek pir mezin ku dinya jê haydar nîne bikim. Law ma we bihistiye ku li başûrê welêt tirşoyê çawa çêdikin? Hema nebêjin “tirşo tirşo ye” an jî wek Botanî dibêjin “tirşî tirşî” ye. Na bavo na. Ez ê ji we re qala “tirşiyat” a wan bikim.

    Şeva bihurî dayîka hevalekî min ê delal ji me re tirşoya xwe ya ji bakurê welêt anî, ku hema te gizêr, xiyar, kelem dixwar û bi ser de jî ava wê vedixwer, dibû derman lo. Hemû sax sax bûn û di nav wê şûşeyê de çi xweşik dixuyan.

    Di wê gavê de hevalekî me ji me re got: “Ma hûn dizanin, li Silêmaniyê kezzabê dixin nav tirşoyê >>>>>

Tirr di Raûf Denktaş de nemaye

Kevneserokkomarê Kibrisa Tirkan (cewrik watan) Raûf Denktaş wek yek ji endamên Ergenekonê tê destnîşankirin. Lê mêro tirr tê de nemaye û tu dibê qey nanê bê xwê xwariye, ha dikeve û ha dikeve. Îcar di van ketinan de çend tirr û fisan dike xwedê zane.

-----------------------------

Ciwan Haco dîsa ket ser zikê wê

Tacdîn Baran- 08/03/09- Almanya- KOMKARê di 7ê Adarê de (yanî doh) li bajarê Wuppertal a Almanya 30 salîya xwe pîroz kir û got;“Bi sê telaqan ji vê fersendê xweştir fersend tuneye, hem ezê 30 salîya xwe pîroz bikim û hem jî ezê Newrozê pîroz bikim. Ezê ji ku li benda 21ê Adarê bisekinim toooo“ û bi kevirekî du çûk kujtin.

 

   Welhasil, general û serekerkanên KOMKAR û HAK-PARê hatibûn şevê û dê weledê xwe davêt. Lotikvanên wek Şivan Herûwer, Ciwan Hechecîk, Çopî, Mîkaîl Ezraîl û çend melkemot û melayîketên din beşdar bûn. Lê xwedê heye, lotika herî xweş Ciwan Haco avêt. >>>>>

Rastî şûrê Xwedê ye

 Kevnar-07/03/09- Kurdistan- Kurdên ku hewldidin jibo Kurdîniyê û bi Kurdî dinvîsin, çi li dervayê welêt û çi li herçar perçan, armanc jibo serfiraziya Kurda ye. Mirov xîret dike tiştekî baş bike û binivîse. Mirov dixwaze xelk behsa gelê mirov bi başî bike. Welatê ku bi demoqratiyê têne naskirin, hemwelatiyên wan bi welatê xwe serbilin in û jibo wan cihê şanazî û fexrê ye.

   Lê welatê ku bertîl û xalotî tê de hebin hemwelatiyên wî sernizim in. Mînak: Hemwelatiyên Suriyê jiber rejîma welatê xwe şerm dikin û keser ji dilê wan têt. Piraniya hemwelatiyên Ewropa jiber welatên xwe serbilind in. >>>>>

Tiiiirkîîîîî


A.Dûran-06/03/09-Dikana bilêtfirotina balafiran û ya  donerxanê li rex hevdu bûn, carcaran diçûm li ba wan ji xwe re waxt derbas dikir.

   Rojek ji rojan zilamek hat ber deriyê dikana donerxanê û got:
-Baci xêrine bi döner verirmisin! ( ev gotin tê wateya: Xwişkê xwe biçerixîne û carekê bide min)

   Piştî ku wî doner sitand, hat rex me û got:
-Memleketî  çok özledim, bana bî bîlet ver. Ama diğer seferkî gîbiî olmasin. Ben ortadan istedim sen arkadan verdîn, perîşan oldum ( Min bêriya welêt kiriye û bilêtekê bide min. Lê bila wek cara din nebe, min ji nîvî xwest  te ji paş ve da min, perîşan bûm).
>>>>>

Bi namûsa nanê me jî lîztin

Zinar Qelemşûr- 04/03/09- Stenbol- Ya starrrrrrr û 101 carî ya star ji destê van segbavên Tirk û Virqên Hacûc û Macûc. Law bêbavan namûs, tore û adet bi xelkê re nehiştin, li her tiştên xelkê xwedî derdikevin, bi namûsa kultur û adetên wan dilîzin, wan li gora xwe virde wêde bêxîret dikin û ji xwe re dikin mal kuro, pekkk!  Bi ellawekîl, şeytan bi şeytanîya xwe nikare wek van Tirkan dek û dolaban li serê xelkê bigerîne, wîî!

    De binerin, dolheraman tiştek nemaye ku xwedî lê derneketine. Hema çi dibînin hew we dît mohra “Turk Mali” li ser qûnê xistin û kirin malê xwe. Meselen nanê lewaş. >>>>>

Çar melyon dolar law…!

 Bazê Qendîlê-04/03/09-Kurdistan- Xemxuro were law xeman mexwe! Yek hebû li ser hertiştî, çi biçûk, çi mezin, xem dixwarin, îca navê wî bûbû Xemxuro.

    Xemxurê min û te rojekê sûnd dixwe ku êdî hew xeman bixwe, yanî tirro tobe kir. Rojekê li ber berberojka dîwarê xwe rûniştîbû, dît ku kerek bi dahşika xwe ve, di wir re derbasbûn, dahşika kerê bê terrî bû. Xemxuro keserek dirêj kişand û di berxwe de got: Ê de were û xeman mexwe….. ê niha sibe havîn bê û mêş li vê dahşikê deynin, ma wê bi çi wan ji ser xwe bifirîne?

   De îca kakacan were dil bi kul û birîn mebe!

   Dibêjin li Silêmanîyê, ji bo xelkê hara Raperîn, hukûmeta herêmê çar bîrên avê kolane û xwedê giravî xizanak jî ji bo komkirin û dabeşkirina wê avê çêkiriye. >>>>>

Em dibê li Mêrdînê ye, mêro dibê na li Ruhayê ye

Reşoyê Darî- 02/03/09-Mêrdîn- Heta niha min digot qey bihuşta Adem û Hawa li Mêrdînê ye. Mêrdîn bajarekî herî kevnare yê dinyayê û Kurdistanê ye. Lê Klaûs Schmidt ê Alman lotikek li me Mêrdînîyan xist û got:”De herin looooooo, bi sê telaqan bihuşta Adem û Hawa li devera Gobeklî Tepe ya Ruhayê ye”.

    Welhasil, Arkeologê Alman Klaûs Schmidt, jina xwe ji xwe berdide, bi serê Îsa û Mûsa sûnd dixwe ku bexçê bihuştê (Garden of Eden) li devera Gobeklî Tepeyê ye. Schmidt ji kevirên kevnare û entîke derketiye rê û xwe dispêre nivîsên Tewrat û Incîlê û dibê. >>>>>

 

Gelo duwaroja başûrê welêt berbi kude diçe?

Bê şirove…!

 

Amadekar: Bazê Qendîlê

 

 

Ewê di dilê milletê Kurd de her bijî

01.03.1979 - 01.03.2009

 

Kirasekî li peyva tazî bike kekê mino

Kiras û Xeftan- 28/02/09- Helbestvan û nivîskarê nûhatî, kekê me Dildar Ismaîl, vê sur û sermê, vê zivistanê daye dû peyva tazî û dev jê bernade. Peyva tazî û ha peyva tazî....

   Yaw kekê mino, ji bo xwedê û pêxember, vê zivistanê te ew rebena peyva tazî ji sermê qefiland hey bê wîjdan! Law kirasekî li wê peyvê bike, xeftanekî lê bike, egalekê deyne ser serê wê, gorên hirî têxe lingên wê, ma wîjdanê te najene yewel?

   Guneh e guneh.....

Surmelî Paşa jî ket nav karwanê lotikvanan

Polat Erdem- 22/03/09- Izmîr- ztikvan û lotikvanê Kurd, xortê porsipî Alî Surmelî, li bajarê izmîra xopan lotikek qirase avêt û tirr ji hinek Tirkan berda.

    Surmelî Paşayê me, di beşdarîya şahîya projeyekê de got:”Lan oxlim, dev ji wan çîrokên yek dewlet, yek dil û yek alê berdin. Ez alîgirê pirdengîyê me qerdeşim. Hûn bi a min dikin, werin em Dewletên Yekgirtîyên Anadolê damezrînin û xelas” filan û bêvan.

    Van gotinên Alî Surmelî tirr ji beşdaran berda û bû virqe virqe qûna wan, li xwe zor anîn. >>>>>

Dînime îmanime sayin başqan rast dibêje

Cilêtçî Mihê- 21/03/09-Amed- Mala xwedê ava, sayin başqan vê carê jî bi parêzerên xwe re axivî, heta carek din xwedê kerîm û rehîm e.   

   Serokê Kurdên sererd û binerd sayin başqan Ocalan, di derbarê lotika Mam Celal û çekberdana PKK de lotikek xweş avêt û got: Na!

   Başqan Ocalan lotikek li Mam Celal xist û got:”Yaw qerdeşim, hûn çawa dixwazin PKK çekên xwe teslîm bike ha? Ka ma hûn çekên xwe teslîm dikin oxlim? Hema bi sê telaqan, roja ku we çekên xwe teslîm kir, emê jî çekên xwe teslîm bikin, ihii! Ma çekteslîmkirin karê zarokan e cîgerlerim, çek ji bo we çi be ji bo me jî heman tişt e, xelas!” filan û bêvan. >>>>>

 

SPING

B.Jîndar-20/03/09- Sping ji malbata beybûnan e. Di tibê de wek gîya û derman di rêza duyem û sêyem de cih digire. Herwiha di latînî de pir cûreyên wê hene. Lewre me li ser nivîsê herdû cûreyên lê tên nivîsîn.

    Kêm lêkolîn li ser spingê hatine kirin. Lewre jî li gor destkeftîyên xwe ezê bidim nasîn.

    Sping gîyayek biharî ye. Piştî berf dihele û baran dibare, di nav zevîyan de, li nav mêrgan û bedenan xwe bixwe ji erdê dipijiqe (şîn tê) . Belgên wê zirav bi qasî  5-6 cm dirêj dibin.>>>>>

Xeyalên me têk nebe Mamo!

Av.E.Dîlan- 18/03/09-Enqere- Mam Celal bi serdanekê hat Tirkiyê û silavek li bajarê Stenbolê jî kir. 

   Hûn zanin, mamê me siyasetmedarekî qirase ye. Di rojhilata navîn de kes nikare lingê xwe li lingê wî xe. Bi şarezatî û dek û dolabên xwe tofan û firtonê bi serê xelkê de radike. Yanî, polîtîkmedarekî temam e.  

   Ji bo hûn mamê me baş binasin, ezê serpêhatîya Kurdekî Sûrîyê ji we re bêjim.   

  Dibêjin rojekê mêvanek tê mala Kurdekî Sûrîyê. Dîkek wî tenê heye û dixwaze wî dîkê xwe ji bo mêvanê xwe serjêke. >>>>>

Lastîkên Newrozê 25 lîre!

Senger Îloz-17/03/09-Stenbol- Êdî cejna Newrozê jî weke cejnên Remezan û Qurbanê bû barek li ser pişta malbatên ku debara xwe bi gelek zor û zehmetî dikin.

   Ev bêkarî û qeyrana aborî ne bes bû cejna Newrozê jî rastî van rojên xedar hat. Xebero li Batmanê bûhayê lastîkeke kevnare bûye 25 lîre. Her ku Newroz nêzîk dibe jî ev bûha mîna dolar zêde dibe! >>>>>

Malperek ji bo Bêrîvana me vebû

>>>>>

Heta neket qulikê pêxember nehat bîra wê

Tecawizcî Coşqûn- 16/03/09-Stenbol- Lotikvan û doxînsista berdîberdayî Denîz Sekî, ji ber kişandin û firotina kokaînê ket hepsê û derpî jê şemitî.

  Denîz Sekî bi xwe jî nizane bê heta îro çend dozer û qirase di ser wê re derbas bûne. Lê lêkolîna ku min li ser kir, derxist holê ku heta niha 331 qirasê zilaman bera ser xwe daye û xanimê bûye çarox.

   Hûn zanin bê felsefe û slogana Denîz Sekî çibû? "Seks olmadan hiçbirşey olmaz".

Ango, "bêyî seksê tu tişt nabe" >>>>>

Xebatkarên kovara Mizgîn tirr ji dadgehê berdan

Ayşe Mizgîn- 15/03/09-Amed- Kovara Mizgîn, kovarek olî, Kurdî û Tirkî ye. Di hejmara dawîn ya 55. de, ji ber ku nexşeya Kurdistanê li ser qapaxa kovarê bû û babetên girîng tê de hatibûn nivîsandin, Dadgeha 4.ya Cezayê Giran biryara komkirina kovarê dabû û kovar hatibû berhevkirin.

   Li ser vê helwesta dadgeha dewletê, rayedar û xebatkarên kovara Mizgîn, derketin kolanan, daxuyanîyek dan û biryara dadgehê rûreş kirin, qûna dadwerên dadgehê dax dan. >>>>>

NEHK - NOK

B.Jîndar-13/03/09- Nok hêşînhatek (nebatek) ji malbata baqilan e.  Piştî lobî (fasûlî) û nîskan, xurekek herî zêde tê xwarin e. Bejna wê heta 60 cm bilind dibe. Belgên wê hinekî bi pûrt in. Xwedîyê qurmek singane ye.

   Rehên wê 50-60 cm dikevin kûratîya axê. Gelek rehên wê yên di rexan (derdorê–kanar) dertên hene. Lewre pirî caran navtenga wê nayê dîtin. Mirov dibê qey teraş e. Kulîlkên wê pêncpel, rengên wê spî, peyazî û şînokî ne.  Bi toza kûlîlkên xwe dol digire û dibe dikak.>>>>>

Ka tu carekê bi Elîcan re razê

B.Ronahî- 12/03/09- Elîcan qey dema radizê pir qehwê dikelîne û daran xîzar dike (di xew de xire xirê dike) .

     Elîcan û Fatê jibo karekî hunerî diçin Parîsê. Li wir Şivan Perwer jî dibînin. Piştî karûbarên wan diqedin, diçin hotêlekê radizên. Dotira rojê hersê bi hevre bi ereba Elîcan ber bi Almanyayê dihajon.

    Elîcan tirinbêl dajot. Di tirinbêlê de xewa Fatê tê. Şivan ji Fatê re dibê: “Ma tu bi şev xweş raneza?” >>>>>

 

Aknewsê dest bi weşana testê ya Kurdî-Tirkî kir

 


Hewlêr (AKnews) – Ajansa Kurdistanê ya Nûçeyan (AKnews) ku navenda wê li Hewlêrê ye, pêr dest bi weşana testê ya kurdî-tirkî kir.

   Aknews ku par di 20’ê sermawezê de bi beşdariya Serkowezîrê Herêma Federal a Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hate vekirin, heta niha bi zimanê ingilîzî, erebî û zaravayê kurdî soranî weşana xwe dikir.

   Aknews ku xebatên xwe di çarçoveya Şîrketa Weşanên ARAS’ê de didomîne, dê bi zimanê almanî û farisî jî weşana xwe bike. >>>>>

Rastîya TRT6ê –III-

B.Ronahî-11/03/09- Seet di 12an de bernama Nîluferê dest pê kir, mêvanê pêşîn ez bûm. Dervayî min hunermendek Licî û koma Tewlo ya şanoyê jî cîh girt. Ya rastî, Nîluferê qedr û qîmetek zêde da min û Lotikxanê.

    Studîo sar bû, bernama du seetan li studîoyê pênc  seetan didome. Ji ber ku kesên derdikevin bernaman piranî hunermendên nûhatî, nenas û mehelî ne û piranîya wan çend kilamên Kurdî dizanin lê nizanin Kurdî bipeyivin, enstrumentalên stodîoyê kilamên wan nasnakin. Lewre çendîn caran mûzîkê qut dikin û ji nû ve dest pê dikin. >>>>>

Pêgermokên TRT ê!

Senger Îloz-10/03/09- Stenbol-Weke lotikxane min hin agahiyên gelekî girîng bidest xistin. Kurdên me yên ku li hawîrdorê dinyayê belawela dijîn xebero li ber deriyê avahiya navenda TRT’ê ya Enqereyê bi tesadufeke ku di 40 milyonî de carekê pêk tê rastî hev tên. Wey li vê ecêbê!

   Me emrê xwe pîr kir lê heta em dû kes dihatin cem hev, di sed kolan û bajaran de em lihev difetîlin. Xwedê jê razî be serokwezîrê Tirkiyeyê her çiqas li derveyî qanûna deshilatdariya xwe kiribe jî, bi vekirina televizyona kurdî me tîne cem hev! Mala wî hezar carî ava be! >>>>>

Ji xeynî Hisênkê Omerî herkes hebû

Gelacê Sofî Quto -10/03/09-Almanya-

 Komkarê 7ê Adarê li bajarê Eleman, li Wuppertalê ji bona 30 salîya xwe û ji bona pîrozkirina Newrozê şevek qirase amade kiribu.   

   Go meriv bi telaqê jinberdanê sûnd bixwe û ya xwedê bêje, birastî jî him ji alîyê bernamê û him ji alîyê besdarbunê de, şevek gelekî serkeftî bû.

   Komkar bername ji bona herşar perçê .>>>>>

 

Qûnmezinê xwedî li mastê me derket

 

E.Kurdî- 08/03/09-Edene- Mastê koçerên Kurd mabû, dolheramên Tirk li mastê me jî xwedî derketin û kirin „xalis muxlis Tirk yoxirdî“.

   Dolherama qûnmezin sayin Prof.Dr. Zerrîn Ergînkaya bi daxuyanîyek Tirkane da zanîn ku qaşo mast mastê Tirka ye û cara ewil mast „bi destê Tirkên Asya Navîn hatiye meyandin û çêkirin“.

   Îcar gava Kurdên koçer şîr dimeyandin û dikirin mast, Tirkên Asya Navîn ji mîza bergîlan pêve tiştek venedixwazin û tew nizanîbûn bê mast çiye jî. >>>>>

 

Nîlufera me jî Lotikxanecî derket

Firildeq Elî- 07/03/09- Stenbol- Li ser bextê çeqel û keftarên kolanên Beyoxlûya Stenbolê be, dibêjin xuşka me û lotikvana zimanxweş Nîlufer Akbal, di bernameyek xwe de nivîskarekî Lotikxanê kiriye mêvanê xwe û lotikek Kurdewarî avêtiye.

   Dîsa li ser bextê diz û keleşên Stenbolê be, dibêjin Nîlufera me ewqas pesnê Lotikxanê daye ku nayê gotin. Gotiye: >>>>>

 

Quto

 

Hejarê Amedî- 06/03/09-Amed-

 Qutbedîn ne ji partiya me ye

  Ew niyarê gelê xwe ye

       Weke teyrê berateye

       Ew namzetê akp ye

       Haya wî ji gel tuneye

       Li pey îhaleyê xwe ye

Bejna gelehê 12 metre ye

Quto anîn hember me ye

Qama wîna nîv metre ye

Dibên Amedê ya me ye >>>>>

 

 

Piştî nexweşiyê Meryem Etrûşî – dayika heval Feysel Etrûşî gihişte rehmeta Xwedê.   

   Bi vê egerê roja şemiyê (7 Adar)  saet 13:00 heta 16:00an li Kista Träff civîna matemiyê lidar dikeve. >>>>>

Pêxwas

L.Şêxo- 04/03/09- Zilamek gundî, ji bona hewcedaryên mala xwe bikire dice bajêr. Li bajêr çawa ji tirimpêlê dadikeve, deh gava naçe xortek bi pêrgî ve tê û dibê: “Wey ahlan, wey sehlan, ser sera û ser çava, wey tu bi xêrê hatî xalê Hesen!” û xwe davê destê wî û maçî dike.

    Zilam di cihê xwe de dimîne sekinî, li xort dinêre wî nas nake. Zilam dibê: “Xêra xwedê li te be, lê lawo ez te nas nakim û ya din jî tu şaşî, ez ne xalê Hesen im”. >>>>>

Evîn û Xeyal

Cevat Ozcanan / Yuksekova Haber

Hêst û ramanên me,  jî alîyeki dûnê heta alîyê dîn dûr û dirêj dibin...

   Carna dibin xem, carna şadî, carna keser û dilkovanî, carna xerîbî û xemgînî û ên dîn...

carna jî, ji  wan re hemûyan tenê sedemek hedibe û ev tim ji ber vê  sedemê çidibin...

   Evîn...

   Xem û keser, şadî û peroşandin û hê gelek histên dîn yên  bi coş  çêdike evîn;

 gelo evîn çîye ku ev qas ronahîyê û tarîyê, germahîyê û sirê çêdike?

 Evîn çîye û kîye û  li kû derêye? Kî dizane bersîva van pirsan? >>>>>

Gelo Nisêbînî ji namzeta DTP Ayşe Gokhan  a Sirûcî razî ne?

02/03/09-Ahmet Turk li Qoserê merivê xwe Ferhan Turk dike namzet, lê Ayşe Gokhan a  Sirûcî dike qomîsera ser serê Nisêbînîyan.

   Gelo Nisêbînî ji vê helwestê razî ne? Yan zilam di nava  Nisêbînîyan de nemane?  Şiroveyan bixwînin

Axaftina Ahmedê Hecî Sînan bi zimanê Kurdî, DTP Û AKP

Selim Acar-01/03/09-

 

Di munasebeta 21ê sibatê, roja zimanê zikmakî de, di bin bana parlementa dewleta Romê de, di komcivîna grupa DTPê de, Ahmedê Hecî Sînan destpêkê bi zimanê Tirkî û pê re, bi zimanê Kurdî axaftinek kir.

   Ev ne derba yekeme, ku di bin wê banê de Kurdî tê axaftin, lê dîsa jî xiricirek ket nava raya giştî ya Tirkan, û mîna bizotek agir têkeve bin dawa wan, tewşomewşo bûn.

    Xwedê giravî Kurd jî hemwelatiyê vê dewletê ye (!) Qasî panzdeh-bîst miljon Kurd li wir henin; dikane bi gelek zimanî di bin bana parlementa wan de bê axaftin >>>>>

Aferîn lan Tirko

Bekoyê Diranzêr- 28/02/09-Kutahya- Li bajarê Kutahya Hasan Petek ê Tirk çi kiribe başe gelî xwendevanan?

  Çima ku Serokê DTP Ahmet Turk di meclîsê de bi Kurdî axivî ye, rabûye pankartek nivîsandiye û gotiye „bila Ahmet Turk paşnavê xwe biguhere“ û dest bi kamyanya îmzeyan kiriye.

   Aha hûn namûs û xîretê dibînin? Hûn dibînin bê zarokên xelkê çi biaqil û bi namûs in. Wey tifûûûûûû li me be û hew!

   Law esas ev kar karê Kurdan bû, divê me Kurdan bigota „bila Ehmedê me paşnavê Turk bavêje û bike Kurd“. Lê ka ew namûs û xîreta me?

   Kuro em Kurd xerabe ne, bê xîret in, sersar û xemsar in qerdeşim, wîî! Wille û bille em bi kêrî pîvazekê nayên û xelas!

Law Mizgo te em hetikandin

B.Ronahî-28/02/09- Bavê Bêrîvanê û Mehroyê Licî  li fabrîqa tirinbêlan ya Ford ê bi karkerî dixebitîn.

   Piştî kar jî her yekî li gor şîyanên xwe jibo welatê xwe jî dixebitîn. Lewre pir kêfa wan ji hevre dihat û bi malbatî jî hatin û çûna wan hebû.

   Rojekê ji rojên Şemîyê Mehro B. Bêrîvanê vexwend şîvê. >>>>>

Pençeşêr

Emîn Sari / Yuksekovahaber- Ew cerdevan bû. Heya deh roj berî niha jî çeka dewletê li ser milên wî yên pîr bû. Zêdetirî deh salan, bê navber cerdevan bû, cerdevanek bi nav û deng...

   Serleşkeran jê re digotin “şêrê çîyayan”. Lê belê dema serê wî digihişt balgeh, xewa wî revdiket, fikarên (ramanên) dûr û kûr mêjiyê wî tev li hev dikirin. Xem û xemgînî, kerb û kîn (mûd) nav hev diketin. Heke ku çend gavan bi xew çûba jî xewnên ku dil û hinawên wî dişewitînin jê ne vedibûn. >>>>>

Demokratîk Kadin Partîsî

Serdar Mirad- 27/02/09-Amed- Partîya me DTP vê carê sedî sed giranîya xwe daye ser jinan û çewal xistiye serê mêrên Kurd. Hema bêjin wê îsal piranîya namzetên şaredarîyên bajarên Kurdistan û Tirkiyê jin bin.

   Tew ji xwe dibêjin xanimek Ruhayî bi daw û delinga Nisêbînîyan ve zeliqandine, ne tê jêkirin û ne tê berdan. Ji şîrêza 404 a Japonî xerabtir bi wan ve zeliqî ye. Xwedê me bistirîne rebbî.

   Welhasil, wê rojê hevseroka DTP xaltîka me Emîne Ayna, Aysel Tûglûk û Gültan Kışanak hatin Amedê >>>>>

Mala te ava Ehmedê mala Sînan

L.Şêxo-  26/02/09-Xwedê wekîlê min û we be, axaftina bi Kurdî ya Ehmedê me di meclîsa Tirkan de kir, weke ku meriv li Enqerê bombayek atomê biteqîne û deng veda.

    Ji tesîra vê axaftinê meclîsa Tirka hilweşiya û kevir li ser kevir nema. Ev axaftin bû wek bahoz û icacok û li temamê Tirkî û Kurdistanê bela bû. Mejîyê Tirka tevlihev kir, weke ku vîrûsek têkeve nava kompyûterekê. >>>>>

Peroşandin

A.Dûran- 25/02/09- Naveroka sitranên me ji jîna me ne bêpar in, bi jîn in…

   Doza li ser sitrana Şivan Perwer „Mihemedo“ hat rakirin, lê em nizanin ewê çi bêt serê „Ehmedo“.

    Her çiqas Tirk dibêjin wî di xemna xwe de dîtiye êî ne rast e.

Tê gotin ku Ehmedê Mêrdiînî soz daye dayika xwe ku rojekê di meclîsa Tirkan de bi Kurdî biaxive.

    Dem dema hilbijartinê ye, ez naxwazim tiliya xwe bikim nav siyasetê..

Çi dibe çi nabe… >>>>>

ÎSOT

B.Jîndar- 24/02/09- Îsot û bîbera sor û tûj (li hinek deveran jêre dikak anjî gîyayê germ jî dibêjin) 30- 100 cm bilind dibe. Hêşînhatek (nebatek) nîvdarî û nîv gîyayî ye û berbijor tîrane radibe. 

   Belgên wê keskên giroverên rimane ne. Kulîlkên wê şeşpel, tacane û spî ne. Di nava wan kulîlkan de navikek û tozdanka dolkirinê (hevgehînê) heye. Ji wê navikê û kûlîlkê dikakek çêdibe û jêre dibêjin îsot an jî bîber. >>>>>

 

                         

   Lotikxane 2006...     lotikxane@hotmail.com.