H.Belê

Di Qamî Nimaj

F.Devliken

Lêv û

tiştek

B.Ronahî

Şeva pêşî

L.Şêxo

Şer û Gundî

A.Dûran

Tirrkîî

Z.Osman

Ji vî ve

S.Acar

Pirsên ji meraqa

Qosarî

Qaçax

Çay

B-Tosin

Padî

şahê

S.Îloz 

Ava dîn

        

Lotikxane

Xaltîka Fatê-28

Xwerist

Tenduristî

Karîkatur

Magazîn

Youtube

Çi kesê ku ruhê netewayetî pê re tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike...M.Mistefa Barzanî...            Medya ///   Arşîv
           
 

 

Me tir ji Erebên qûnreş berda!

 

Jîrko - 28/4/2009- Kurdistan-  ma Cîhad a fûtbolê tirr ji tîma Erebên qûnreş berda û ji pila sêyem daket pila duyem.

   Wek tê bîra we, li bajarê Qamişlo di sala 2004an de piştî bûyera 12ê Adarê ya li leystikgeha beldî, di navbera tîma Cîhad ya bajar û tîma AlFitwe ya bajarê Dêrazorê de lotikên qirase hatibûn avêtin û di encama wan lotikan de gelek xort hatin kuştin û fişar li ser welatiyên Kurd hatin danîn.

    Her di wê siyasetê de jî yekîtîya topa pê ya Sûrî tîma Cîhad  ji pila bilind ya tîmên Sûrî daket û çû pileya duwem, piştî wê jî daket ya sêyem. >>>>>

 

Selah Osê:

Em ê destkeftiyên gelê xwe bi stran û helbestên xwe biparêzin

 

Xebat Şakir-27/04/09- Bruksel-Kekê Selah Ez bi xêrhatina te dikin û bi hêvîne ku tu serkeftî û kêfxweş li welatê bav û kalan vegerî. Kekê Selah bi destura te be ez ê çend pirsan ji te bikin?

   Ser cava kekê xebat ez bo vê derfeta ku we da min spasya we dikim û serkeftinê ji karê we re dixwazim. 

   Selah Osê: Sî sal di nav asoyê hunerê de, sî sal di nava afrandinê de, sî sal di nav hembêzkirina amûra bizqê, >>>>>

 

Çavên we jî nebin wek zotka mirîşkê qerdeşim

 

Pişo Miheme- 26/04/09- Law xwendevanino, ezê şîretekê li we bikim. Îcar hûn bi ya min dikin an nakin ji xirrê kerê min ve.

    Berî salekê, yanî havîna buhurî, min berçavkek rojê kirî û da ber çavê xwe. Piştî çend rojan çavekî min wek zotka mirîşkê sor bû û çavê din jî wek bomba Ergenekonê teqiya. Ji wê rojê û heta niha ez bi gopal dimeşim, destê xwe dipelînim û carna jî bêhemdî xwe destê xwe li qûna xelkê dixim.

   Axir, piştî min lêkolînek li ser berçavka xwe kir >>>>>

 

De quto, haydê qutoooooo!

 

Esrarkêş Ehmê- 25/04/09- Amed- Birastî heta niha min digot qey tenê namzetê AKP ê Amedê Kutbettîn Arzû qutik e û navê wî quto ye. Lê xuyaye quto di nav Kurdan de pir in. Meselen Şêxmûs Demîroglû yê Çinarî.

    Şêxmûsê me  20 salî ye û bejna wî 120 santîm e. Lê xuyaye hinek xêrxwazan alîkarî pê kiriye, ew tedawî kirine û niha bejna wî 14 santîman dirêjtir bûye, bûye 134 santîm. >>>>>

 

Tirr ji bacanê berdan, ma dora xiyaran

 

Çang Çîng Çong- 24/04/09- Pekîn- Ev Çînîyên çavsînî, qamkinik û rengzerik hene ya, evên ku hema hertiştî kopî dikin û bi rêya mal û alavên sexte bûne milyarder lo, ne nas kir newilo? Kuro cewrikên Mao Zeytûn law, ok!

    Aha van cewrikên Mao Zeytûn, di dinyayê de tiştek nemaye ku kopî nekirine, tiştek nemaye ku sexteya wê/wî çênekirine û piyasa dinyayê bi malên sexte dagirtine. Bi perên van mal û tiştikên sexte bûne milyarder û dixwazin niha bibin xwedîyê çekên nukleerî û hetta firyane ezmanê heftan jî. >>>>>

 

Dereng nemînin, malê xwe teslîmî Lotikxanê bikin

 

Pişo Miheme- 22/04/09- Li ser bextê pispor û zanyarên cîhanê be. Li gor kovara New Scîentîst dibêje, dibêjin pisporan bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwarine ku wê di sala 2012an de qiyamet rabe û dinya serûbinê hev bibe. Xwedêgiravî felaketa ku berî 153 salan di 1858an de hatibû serê dinyayê wê dîsa vegere û wê firtoneya rojê tirrê ji dinyayê berde.

    Firtoneya rojê ev e ku wê enerjîya manyetîk a tîrêjên rojê di sala 2012an de Amerîka û Ewrûpa bide ber lotik û pehînên xwe û wê bi van lotikan jiyan bisekine, felaketek mezin bê serê insanetîyê. Dibêjin wê av nemîne, xwarin nemîne, teknolojî bi kar neyê, telefon nexebitin û elektrîk nemîne. >>>>>

 

Nexweşîya "ji vî ve"

 

Z.Osman- 21/04/09- Başûro zilamekî Kurd e, neyara tiştek pê kirin jibo nexweşîk psîkolojî pêre peyda bibe. Hevalê me bû nîv dîn. Vêca mirov çi jêre bêje, ew li mirov vedigerîne û dibêje: Ji vî ve!

    Kuro Başûro, Tirka bavê te kuştin … Ji vî ve! Malxerabo Başûro, Ecema xuşka te revandin … Ji vî ve! Malmîrato Başûro, Ereboşka birayê te girtin …Ji vî ve! Dibin cenga de hato Başûro, av li te qelibî … Ji vî ve! Sêwiyo Başûro, dujmin xaka te ji xwe re birin … Ji vî ve! >>>>>

 

Nayê xwarin lê bû bedewa Amerîkayê

 

Şemal Amedî- 20/04/09-Las Vegas- Dov êvarî li bajarê Las Vêgasê pêşbirka Mîss Amerîka çêbû û bedewên Amerîkî dan lotik û zîtirkan.

  Di encama lotik û zîtirkan de Krîsten Dalton a germik û nîv nermik bû yekemîn û tirr ji bedewên din berda.

  Herçiqasî Krîsten Dalton wek bedewa Amerîka hat hilbijartin jî, lê pisporê Lotikxanê Artîst Cimo got:"Bi sê telaqan xanimê nayê xwarin lo, wîî! Law ma kes di Amerîka de nemabû ku Dalton xanim kirin yekemîn babam? Bi ellawekîl, hûn derman û makyajê ji ser ruyê wê bavêjin wê bibe wek pîra virçolaqî" filan û fîstan.

   Welhasil, virçolaqî mirçolaqî lê Krîsten Dalton bû Mîss Amerîka. Lê kengî Mîss Kurdistan dest bi lotikan dike ez jî nizanim...

 

Ew çû û arşîv çû

 

Av.E.Dîlan- 20/04/09-Enqere- Hûn zanin gelî xwendevanan, lotika vê dêlegura Tansu Çîllerê di dilê min de bû kul û derd. Kurdekî bi namûs ranebû û qûş li vê dêlegurê neqetand kuro, hooowehhhhh law!

   Çawa dêlegurê fermana kujtina bi hezaran Kurdên faîlî meçhûl bide, bibe qesasê serê wan, û em Kurd jî wek peppûkan cilika bêxîretîyê bikşînin serê xwe û li bejn û bala wê ya nîvmetro binerin. Ma ev bû? >>>>>

 

Kursîyê pêşî

 

Serdarê Omerî- 19/04/09-Mêrdîn- Silav xaltîka minî delal û xweşik. Welle bi serê Îsa û Mûsa min pir bêrya te kiribû, de min go ka ez lotikekê lêxim û li halê wê bipirsim. Madem min li halê te pirsî, de min go ez xaltîka xwe bê mesele û serpêhatî nehêlim û jê re mesela ê Torî û Omerî jî bêjim. Çawa be fitneyî ji bo xwedê ye û qencî dibe xerabî.

   Welhasilî kelam, li derûdora Mêrdînê du eşîrên qirase hene. Torî û Omerî. Torî di nava xwe de du bend in, Dekşûrî û Hevêrkî. Omerî jî di nava xwe de du bend in, Etmankî û Mehmûtkî. Helbet di nava wan de benda “Lotikxanecî” jî hene lê emê behsa wan nekin canim. >>>>>

 

Kurd1 dev ji belavkirina tirşikê berdide

 

Miradê Torî- 18/04/09-Parîs- Ev qederê salekê ye ku kanala Kurd1ê sibê, nîvro, êvarî û paşîvan heman tirşik bi me dida xwarin û em pê virikî kiribûn. Hem jî virikek wilo ku zikê me wek Çemê Dîcle û Feratê diherikî û rê li ber nedihat girtin.

   Axir, dibêjin piştî ku bi sedhezaran Kurd bi heman tirşikê virikî bûne, hişê rayedarên Kurd1ê hatiye serê wan û bi sê telaqên jinberdanê sûnd xwarine ku di 27ê Nîsanê de dest bi weşana rojane bikin û hew tirşikê bidin xelkê.

   Yanî, wê Kurd1 ji 27ê Nîsanê û pêde dest bi weşana rojane bike. Wê goşt û savara Sêwregê belav bike, pîvazek qelew û şûşek şeraba sor jî li ber. Oxxxxxxx, bixwin û ha bixwin heta zikê we bibe wek meşka koçeran.

   De li ser xêrê be yabo qurban....

 

Guler Işik ket şûna Rojînê

 

Firildeq Elî- 18/04/09-Stenbol- TRT6 bi Guler Işik re li hev kir û ewê di şûna Rojînê de dest bi lotikên Kurdî bike. Guler Işik wê her sibe bi navê “Gula çiya” bernama xwe biweşîne û govendê bigerîne.

   Guler Işik wek “Îbrahîn Tatlises a mê” tê naskirin, Kurdîyek pir xweş û zelal zane û xwedê heye dengê wê jî wek zêrê zer e.

  Guler Işik kêfxweşîya xwe bi vê lihevhatinê anî zimên û got ku ew bi xebata bi TRT6ê re pir kêfxweş bûye. Guler xanimê got ku ewê di wir de siyasetê neke û ewê ji kesekî jî netirse.

   Guler işik bi xwe Sêwregî ye û dibêje ewê hunermendên naskirî bike mêvanê bernama xwe û tirrê ji meselê berde.

   Ez jî wek endamê eşîra Lotikxanê Guler xanimê pîroz dikim, jê re lotik û pehînên germik û nermik dixwazim.

 

KUTÊLA HIRÇÊ

 

Cembelîyê Botî-17/04/09- Li gundek bi navenda Cûlemêrgê ve girêdayî, cerdevan kutêlek (têjik-kudik ) hirçê di nav daristanê de dibînin û tesîmî polîsên pira Depînê dikin. Ew jî wê kutêlê dibin daîra daristanê û didin midûra wê Ayşe xanimê.

    Ayşe xanim kutêlê dibe ba beytar miayene dike. Li gor Eyşe xanimê, tendirustîya wê başe û çarmehî ye. Ayşe xanim wê bi bîberonê xwedî dike û kirîye endamê eşîra Guloyîyan. >>>>>

 

Televizyona Roj TV û rojnama Azadîya Welat çawa cîh didin vî bêedebî?

 

 

FÛAD SÎPAN- Îkram Balekanî xebatkarê Roj-TV û nivîskarê rojnama Azadiya Welat di nivîsa xwe ya dawîn de li ser veqetandina stranbêja Kurd Rojînê disekine, wê rexne dike û nêrînên xwe wiha dinivîsîne:

    Encama TRT’ê jî ji destpêkê xuya bû. Rojîn dibêje: “Ez çûm, min dît û derketim” (Mala Xwedê ava, piştî ku tiliya xwe xistin çavên te, tu şiyar bûyî. >>>>>

 

Keçên Kurdekan tirrê ji keçên Ewrûpî berdidin

 

Mistefa Kerkûkî- 16/04/09- Silêmanî- Hûn zanin, xelkê welatên paşdemayî tim dilê xwe dibijînin kultur o adetên welatên pêşketî. Îcar gava dixwazin qaşo xwe wek wan bikin, xwelîya heft gundan li serê xwe dikin û xwe ji wan xirabtir dikin, xwe ji wan fehştir dikin. Îcar ev jî mesela me û keçên Silêmanîyê ye.

   Li ser bextê rojnama Rûdaw û mamosta Zanîngeha Silêmanî Ahlam Mensûr be, dibêjin Ahlam Mansûr hevpeyvînek daye Rûdawê û behsa keçên Silêmanîyê kiriye.

   Ahlam Mensûr ji Rûdawê re gotiye:“Ez bi serê Mam Celal û Noşîrwan Mistefa kim >>>>>

 

Berdano jî ket TRT6ê

 

Hozan Vitvito- 16/04/09- Stenbol- Lotikvanê nîv Mêrdînî û nîv Diyarbekrî Berdan Mardînî, bi TRT6ê re li hev kir û wê di nava heftê de her şev bernameyek lotikvanîyê li dar xe.

   Mêro qaşo wê hunermendên naskirî bike mêvanê bernama xwe û kesên ku bi Kurdî nizanibin jî wê karibin bi Tirkî bistrên. Yanî, wê karibin bi serbestî „Halîmeyî samanlikta bastilar“ yan jî „Çalkala yawrûm çalkala“ bêjin.

   Welhasil, Rojîna me çû û Berdanê me ket şûnê. Wer xuyaye her ku biçe wê TRT6 bibe „Kurdî-Tirkî şorbesî“ yan jî „Kelle paçe şorbesî“ ellawekîl…..

 

Dolheraman dest avêtiye keç û jinên Kurd jî

 

Kezebşewityo- 15/04/09- Kurdistan- Çeteya JÎTEMê 18 hezar Kurd wek faîlî meçhûl qetil kirin û dêqehpên Ergenekoncîyan jî xwestine 500 hezar keç û jinên Kurd qaşo hînî xwendin û nivîsandina şildim bldimkî bikin û wan asîmîle bikin.

    Derket holê ku tiliya dolheramên Ergenekonê di vê asîmîlekirinê de heye û di navbera salên 2005-2008an de tam 430 hezar keç û jinên Kurd li dibistanên Ergenekoncîyan hatine qeyd kirin. Herweha 180 hezar jinên Kurd jî fêrî Tirkî bûne û gav avêtine pêvajoya asîmîlasyonê. >>>>>

 

Haşimî jî lotikek li PKK xist

 

Mihemed Soran- 15/04/09-Silêmanî- Van rojan tofan li ser serê PKK rabûye û heçê radibe wê dide ber lotik û pehînan. Ji alîyekî sawcîyên dewleta Tirko mîrkutan li serê DTP û PKK dixe, ji alîyê din Iraqî dixwazin ava serê PKK bikelînin.

   Li ser bextê elok û mirîşkên Bexdayê be, dibêjin Cîhgirê Serokkomarê Iraqê Tarik el-Haşimî, daxuyanîyek daye televizyona El Hurre û çend lotik avêtine.

    Haşimî gotiye:“Bi sê telaqên jinberdanê >>>>>

 

Aha vêga ez bûme ez

 

B.Ronahî- 14/04/09- Melayek  jibo berterefkirina arêşeyekê diçe Helexê. Êvarî dibe mêvanê malekê.

   Mazûvanê wî qedirek giran jibo mêvanê xwe digire. Yê Helexî ji jina xwe re dibê: “Hurmet, min zû hişyar ke, berî mela rabe ez biçim êzingan bînim û bêm da em bi mêvanê xwe re xurînîyê bikin”. >>>>>

 

Fantazîya Kamasûtra qûn li wan qetand

 

Bengîn Elegez- 14/04/09-Moskova- De werin li vê sosretê, li vê ecêba kesanedî binerin. Tê bîra min, gava kûçik li hev diketin (bazdidan ser hev) carna bi hev ve dizeliqîn û heta demek dirêj nikarîbûn ji hev veqetin. Ango, haletê kûçik di dêlikê de asê dima û dernediket. Lê min qet bîr nedibir ku wê rojekê ev sosret bê serê mirovan jî.

   Li Rûsya jin û mêr (Ivan Sokolov ê 56 salî û Valentîna a 51 salî) xwestine fantazîyekê têxin jiyana xwe ya seksê û hevdu gevizandine. Herdu lotikvanan xwestine li gora pirtûka ku dostekî wan diyarî wan kiribû, bi pozisyona Kamasûtra hevdu germ û nerm bikin û tirrê ji hev berdin. >>>>>

 

Soranekan lotikên bêîman li Kurmancekan dixin

 

Şîndar Berwarî- 13/04/09- Duhok-Li ser bextê sofî û melayên mizgeftên bajarê Duhokê be. Dibêjin jinên Duhokî li ser tenûran dibêjin:”Pepûk, pepûk, pepûk...Wezîrê Perwerdê Dilşad Ebdulrehman begefendî xwendina Kurmancî ji bo zarokên me red kiriye û zarokên Kurmancan dane ber lotik û zîtirkan rebenê. Na bavo na, wille û bille wisa nabe. Mêrikan eşkere dixwazin Kurmancîya me binax bikin û Soranîya xwe bikin benîşt û têxin devê me” filan û fîstan.

   Dibêjin Dilşad Ebdulrehman begefendî bi nivîsarek fermî (18.03.2009) daxwaza perwerdeya Kurmancî li Duhokê red kiriye, daw û delinga Duhokîyan li serê wan pêçaye û tilî avêtiye bin qûna wan. >>>>>

 

Parsek in yan kompanya ne?

 

Bazê Qendîlê-12/04/09- Kurdistan- Parsek ew kesê jar e, ku hîç derfeteke wî tuneye, ne ji hêla diravî û nejî ji hêla karkirinê, ango ew mirovê ku ji parsê pêve nikare jiyana xwe berdewam bike.

    Lê îro ev karê neşaristanî bûye bazirganî û ketiye destên bazirganên mirovan…!

   Li ser bextê gelac û fesadên başûrê kakacan be, dibêjin niha li wir ev kar bûye adet, kompanî durist kirine û parsek, bi taybetî jin û zarokên biçûk, bera sikak û kolanan dane, ber êvarê jî turumpêlek pîkab wan kom dike, hesab bi wan re dibîne, binê bêrîkên wan dadiweşîne û dibe ku doxînê jî li wan sist bike…

    îca wê çima kakacan bi Gela û Defter qise neke yabo….! >>>>>

 

Will the Kurds Kill Iraq?

Kirkuk and the Kurdish borderlands - Iraq’s “Bosnia.”

 

Stephen J. Morgan

 

The Kurdish autonomous north has long been held out as an example of peace and security for the rest of Iraq. Today, however, it threatens to become a source of its greatest instability and an issue, which might tear Iraq apart

   . In particular, the question of the status of the mixed city of Kirkuk threatens to ignite civil war tensions that will reverberate throughout the country and possibly threaten the intervention of outside powers, especially Turkey. >>>>>

 

Aha ji we re nîşana bêxîretîya me

 Kurdan

 

Mela Cemîlê Mûşî- 11/04/09-Mûş- Wey ez bi qurbana gunikên Lotikxanê bim rebbî. Bi hersê telaqan, ne Lotikxane be kes derdê dilê me derman nake. Kuro ma Lotikxane neheq e ku dibêje “em Kurd bêxîret û xwelîliser” in? Bi ellawekîl na. Aha ji we re nîşana bêxîretîya me Kurdan.

   Li ser bextê fitne û fesadên rojnama Zamanê be, dibêjin serokê Yekgirtûya Îslamîyên Kurdistanê (yan jî Soranistanê) rîhkurt Mihemed Bahaedîn, beşdarî merasîma cendekê dijminê riknê milletê Kurd Muhsîn Yazicioglûyê nîjadperest bûye û fatihayek li ser ruhê wî xwendiye. Hûn dibînin ne wilo? >>>>>

 

Ji bo haydariya nivîskarên zaravayê Kurmancî

 

Hişam Akreyî- 10/04/09- Kurdistan-  Hûn baş dizanin ev demek dirêje çend rewşenbîrên Soranîzar û deverperest dixwazin zarê Soranî û herfên Erebî bi darê zorê li ser gelê me bispînin û wek (zimanê standard) ji bo gelê me li qelem didin.

   Ev kare ne tenê  Şêrko Bêkes dike lê belê wezareta perwerda herêma başûr bi piştgirîya çend kesên (Soranperest)dikin. Mixabin heta serokê herêma Kurdistanê, serokwezîr û heta li dibistanên başûr zarê Kurmancî qedexe kirine. Heta niha serokê devera başûr bo carekê jî bi zarê Kurmancî di perlemana Kurdistanê de nepeyivîye. >>>>>

 

Di Qamî Nimaj

 

Hesê Belê-09/04/09-Amed-

Derûdorê camîya Pîle yê Dîyarbekirî de zaf însanê tamaşey estî. Yew cinêr zî ê merdiman ra beno ke sereyê ey de şaşike esta û erdîşa ey derge bena. Ê ke temaşa kenî, vanî qey alimêko pîl o.

   Cinirê ma, rojêk nêreseno nimajê taştereyî (nêmrojî) ser. Bê ey sewbîna însanî zî nimaj ra erey manenî û semedo ke alimêke maneno ti ra vanî:

- Ma rê nimajê taşterî bike, yanî ma tabiê to bî. >>>>>

 

Ezzeydî dest pê kir, Hindî didomînin

 

Raca Xan- 08/04/09-Hindistan- Piştî ku rojnamevanê Iraqî Muntazir Ezzeydî pêlava xwe avêt serokê Amerîka Georg Bûşh û tirr têde kirin fis, solavêtin bû mode û li dinyayê belav bû.

   Niha jî Hindîyên me dan dû moda pêlavavêtinê û dan zîtirkan. >>>>>

 

 

Hernêêêêê, vê fersendê bernedin!

 

Pornocî Kemal- 07/04/09- Lotikvana berdîberdayî, bedewa doxînsist Mîscha Barton, ev demek e dev ji hevalê xwe berdaye û bê xiyar û tirozî maye.

    Îcar xanimê ji kovara FHM re gotiye:”Ez bi doxîn, devdeling û binkirasê xwe sûnd dixwim ku ev demek pir dirêj e min sex nekiriye. Hema bêjin min lotik ji bîr kirine ha. Bi xêr û selamet kengî ku min xiyarekî li gora cacîqa xwe dît, ezê têkevim ser dilê wî û tirra jê berdim, heyfa çend salan jê hilînim” filan û fîstan.

  Îcar xortino, xwelîliserno, va Mîscha Barton li xiyarekî taze û qeşartî digere qerdeşim. Bilezînin berî ku hinek din têkevin dora tenûra wê.

  Ji min gotin, piştre nebêjin em di xew de mabûn ha...

 

 

 

 

 

 

 

Şeva pêşî

 

B.Ronahî- 27/04/09- Umrê Şêxo bi şivantî, gavantî û berxevantîyê derbas bûye. Dema zewaca wî tê. Bavê wî jê re keçekê dibîne, next û qelenê wê didin û bi xêr û xweşî daweta wî jî dikin.

  Ji ber ku temenê Şêxo tev li çolê bi kerî û garanan derbas bûye, roja dawetê jî kes qedrê wî nagire. >>>>>

 

Ev jî pismamê me qutoyê Hindî ye

 

Raca Xan- 26/04/09-Hindistan- Me digot qey tenê di nav Kurdan de quto hene. Lê qutoyê pismamê me Ajay Kumar, qutê qut e û qiraseyekî zilama ye. 

   Hûn zanin bê bejna wî çend santîm e? Bi ellawekîl tam 76 santîm e. Wille, bille û tille.

   Ajay Kumar, komedyen e, simbêlboq e û bi wê qama xwe ya kinik meşhûr e. Ajay simbêlê xwe ba da û ji me re got: >>>>>

 

Perda keçkanîya wê di 10 hezarî de teqinî

 

Tacdîn Baran- 25/04/09- Almanya- Alîna Percea a Romanî, ji bo ku mesrefa xwendina xwe ya li koleja Almanya derxe, qîzanîya xwe di internetê de dabû ber bazarê û ji bo lotika şeva pêşîn 50 hezar pound dixwest.

    Ê tabî ehmeq û qûnekên têr pere jî pir in, hinek ketin dora tenûra wê, pif kirin tenûrê û xwe lê germ kirin. Lê piştre li wan sist bû û şeytanqûnî bûn. >>>>>

 

 

Ava dîn guvaştin!

 

Senger ÎLOZ-24/04/09- Dîn guvaştin pere jê derxistin. Gelî lotikvano ev bûyer raste û weke her car dîsa ne ecêbe ku li welatê Tirkiyeyê pêk hatiye. Ango gotina dîn û îman bûye pere tam jî li vê tê.

    Li Stenbolê Tirkekî serê xwe wisa şixulandiye ku herkes lê heyirî dîmîne.. Diziya avê kir, ji bo neyê fêmkirin xaniyekî qaçax ava kir û şiklê camiyê da vê tesîsa xwe ku mela jî 5 wextan li wir azan da! >>>>>

 

The Kurdish Human Rights Situation

 

>>>>>

 

 

Aqilê kê di serê xirrê kê de ye?

 

Satilmîş Yandançarptî- 21/04/09- Tirkiye- Xwedê neyne serê kesî rebbî. Gava ku haletê nav şeqê meriv serî hilde û dest bi şerê çekdarî bike, ne kes kare xwe li ber xezeba wî bigre û ne jî kes kare jê re bêje lam û cîm.

    De binerin bê qûnekê Necdet E. ji bo xiyarê xwe çi anîye serê malbata xwe. >>>>>

 

Min tê derxist

 

Xurşîd Xelîl- 21/04/09-  Bi hersê telaqê jinberdanê min tê derxist bê xelefê we çi di xewna xwede dibîne! Lê gerek hûn rastî bêjin, ji ber ku hûn xwedî lotik in, hûn dikarin kirasê nedirûtî li mero kin. Yê ji we rastî nebêje rebbi bibe wek Xelefo, ihiii!

   Yabo Xelefê we di xewna xwe de kewê bavê min dîtiye.

    Îcar ezê bi kurtayî cîroka ḱewê bavê xwe ji wer bêjim. >>>>>

  

TIRŞOK

 

B.Jîndar- 20/04/09- Tirşok nebatek ji malbata genimênreş tê hesibandin.

   Li welatê me bi kêmanî 20 cûre awa texlîtên wê hene. Lê yên babeta vê nivîsê du cureyên ku jibo derman û xwarinan tên bi karanîn e.

    1- Tirşoka tirş, an jî tirşoka zinaran ya xwarinê (Romex Crispus). 2 Tirşoka kewan (Romex  acetosella).

   Almanî jê re dibên “ Sauerampfer “. Bi Tirkî jî dibên Kuzu kulaxî, anjî Labada. >>>>>

 

 

Dilşad Ebdulrehman xizmeta dijminê Kurdan dike

 

www.hawarnet.com

 

 

>>>>>

 

Court ruling regarding 24 Kurdish activists

including Mr Fouad Aliko, Mr. Hassan Saleh

 On Tuesday, 14/4/2009 in Damascus, a Judge of the Individual Military Court decided to imprison Mr Fouad Aliko, Secretary of the Kurdish Yekiti Party in Syria, and Mr. Hassan Saleh, Member of the Political Committee and the previous Secretary of the Kurdish Yekiti Party in Syria, and twenty-two other people who are supporters of Democratic Union Party [PYD] to prison sentences of more than one year. >>>>>

 

Tirşik

 

Xurşîd Xelîl-17/04/09-
Destê wê xanima Kurd sax be ya ku cara yekê beroşa tirşikê danî ser tifikê û ji kuflet û mêvana re tirşika bi parsûwê berxê salê çêkir.

   We ku tê gotin, dibên bereketa xwedê li tirşikê be. Dibên ku pir be bi kevçiya bux, ku hindek be nanê xwe di ava tirşikê de dak ta ku ti pê têr bixwe >>>>>

 

 

Tisonamî

 

Selah Mihemed-16/04/09-

Delala min …

Tu her li bîra minî

Qet sawêrê te,

Ji ber çavên min

Winda nabin.

        Dengê tey nala,

        Awazên şalûl û bilbilan

        Ji guhê min dernakevin

        Ew herdû çavên tey

        Reşî belek >>>>>

 

Bûka Baranê:"Sansûr tuneye"

 

Firildeq Elî- 15/04/09-Stenbol- Rojîna Omerî gotibû: „Bi ellawekîl TRT6 sansûr datanî ser min, ji ber vê jî min ji TRT6ê îstîfa kiriye“.

   Midurîyeta TRT6ê jî lotikek li Rojînê xist û got:“Na kuro, derewan dike, bi telaq me ew ji kar avêtiye“

    Welhasil, li ser bextê çapemenîya Tirko be, dibêjin di vê derbarê de Bûka Baranê, yanî Nîlufer Akbal a germik û nermik, lotikek avêtiye, dawa Rojînê li serê wê pêçaye û gotiye.“Sansûra çi qerdeşim? >>>>>

 

Ta ev seg li ber deryê we be wê gûyê lawkê we ev gû be!

 

Bazê Qendîlê-15/04/09- Kurdistan-

 Rojekê, li yekî etar dibe êvar û benev (mecbûr) dibe li gundekî, li malekê bibe mêvan.

   Derengî şevê, piştî ku hemî ketin xew, feqîrê etar gûyê wî tê, ji nav ciyê xwe radibe ku biçe derve, xwe rehet bike. Dema derî vedike, segê malê ku li ber derî xwe dirêj kiribû rabû û umînî jêhat. Hema yê etar ji tirsa vedigere nav cê xwe.

    Piştî çarîkekê gû zorî dayê û bi lez rabû, derî vekir, lê cardî seg got: ummmmm…… >>>>>

Me xwe da ber zarokê

 

Hesen Almas- 14/04/09- Waşîngton- Lotikvana germik û nermik, bedewa Vîctorîas Secretê Mîranda Kerr, dibêje ku ew dixwaze ji dostikê xwe Orlando Bloom bi hemil bibe û zarokekê çêke.

   Li ser vê daxwaza wê, me jî rabû wel fedakarên Lotikxanê nameyek qirase jê reş and û got:“Em wek fedaîyên Lotikxanê amade ne fedakarîyekê bikin û ji te re zarokek li gor dilê te çêkin. >>>>>

 

Anandîta qûça Ruhayîyan rakir

 

Raca Xan- 14/04/09- Hindistan- Hindî yek ji wan milletane ku herî zêde karin tûjayîyê bixwin. Erê navê Ruhayî û îsotên Ruhayê derketiye, lê bi ellawekîl Hindî di xwarina tûjayîyê de tirrê ji Ruhayîyan jî berdidin.

   Hûn dev ji mêrên Hindî berdin, jinên wan hingî tûjayîyê dixwin, wek wan nogon û conegayên ku di arenayên Ispanyayê de çav li paçê sor kevin, dîn û har dibin û dibin wek pizotên êgir.

    Aha ji we re nimûna herî baş, Anandîta xanim. >>>>>

 

Warmth of Kurdish people touches Middletown man

 

Christopher Blazi - Utopia: an imaginary place where everything is perfect. Living in Kurdistan the past three months has been as close to utopia as possible.

   I am here training local Kurds how to teach English for an elementary school to be opened in September. I had no expectations coming to Iraq and the Middle East because I had no idea what to expect. I have been pleasantly surprised with life here. >>>>>

 

RojTV dest bi kampanya îmzeyan kir

 

RojTV dest bi kampanya îmzeyan kir. RojTV li beramber xetera girtinê ye. Kesên bixwazin dikarin vê lînkê bitikînin û tev li kampanyê bibin.

http://www.support.roj.tv/
 

Obama closed the only news paper in Kurdish language at Turkey

 

 Riza seckin- 12/04/09-Diyarbakir 

The only news paper that publish in Kurdish language at Turkey is closed again. Since 2008 this is the third time that it closed and by the same cloak.

  The newspaper was closed by the İstanbul  13th  High Criminal Court for “doing propaganda work for the organization [the Kurdish Workers Party (PKK)]” and “having the PKK announcements published” in the newspaper. >>>>>

 

Lêv û tiştek

 

F.Devliken-11/04/09-Mêrdîn-

Li Midyadê yekî rîh û simbêl tevlîhev westîyayî xwe avetîye ser teqla û ber bi mal ve diherike. Gava dikeve kuçeya ku mala wî tê de, rastî jinek navosere tê.

    Jinik bi baldarî li rîh û simbelê vî camêrî dinere û xwe nagre. Zimanê xwe dike xwe û jê dipirse:

Keko bibore, lê ez dixwazim tiştekî bipirsim?

   Hayê keko ji bayê felekê tune, dibê:

Keremke xuşkê, bêje… >>>>>

 

Oxlim bi xwe de rît

 

Satilmîş Yandançarpti- 11/04/09- Tirkiye- Serdozgerê Dadgeha Ewlekarîya Dewletê (DGM) sayin oxlim Nusret Demiral, hevpeyvînek qirase bi nivîskarek Tirk re kir û bi xwe de rît.

   Sayin oxlim dîsa heman çîrokên Elî Osman got û Kurd bera ser xwe dan.

   Nusreto di hevpeyvîna xwe de hebûna Kurdan înkar kir, ew kirin Tirk, zimanê Kurdî kir zaravê Tirkî û dîroka Kurdan jî kir çîrok û xeyal. >>>>>

 

Xewnan nebînin canekem!

 

Cemîl Cewher- 10/04/09-Hewlêr- Nîqaşa Kurmancî û Soranî, Kurmanc û Soranîperestan dîsa ket rojeva me û tirr ji me berda. Birastî wek Kurdekî bakurî mafê min nîne ez kirasê xwe biçirînim û Soranîperestan bidim ber lotik, pehîn û zîtirkan. Ev mafê Kurmancên Behdînî, yên Zaxo, Duhok û deverên din e.

    Lê ku ew dengê xwe nekin, dest bi raperîn û lotikên Kurmanckî nekin, ezê çi xwelîyê li serê xwe û 101 bavê xwe bikim?  

   Ma hûn ne „fîftî fîftî“ ne kaka? Çima Kurmancên Behdînî wek peppûkan bêdeng in? >>>>>

 

MINÊ BI QURBANA TE KIRIBA

 

B.Ronahî- 10/04/09- Li gundek ji yên Gewaşa bajarê Wanê, mala Xelîl çawiş li jora gund e.

   Ji mehan, meha sibatê dema gunêla kêtik (pising) an e. Li erdê  mitro û nîv berf heye û her jî bê rawestan dibare. Ji ber pirbûn û ba û bagerê, çi ruhber nikarin ji mala xwe derkevin.

    Kêtika Xelîl çawiş “ pût dirêj û çavek wê şîn wek gola Wanê ye “ >>>>>

 

Xwedê daye başûrîyan

 

Şîndar Berwarî- 09/04/09-Duhok- Dibêjin gava xwedê dide nabêje tu kurê kê yî. Îcar ev jî mesela me û kakacanan e. Hûn bêjin petrol petrol, pare pare, zanîngehên Fethûllah Gulen ji xwe serê rimê ye. Tenê defîle û manken ji wan kêm mabûn wa wê xwedê wê jî ike qismetê wan. Ma ji wilo zêdetir wê xwedê çi bide kakacanan qurban?

   Werhasil, li ser bext û namûsa PUKmedîa be, dibêjin xwedêgiravî wê manken û doxînsistên Tirk û Misrî li Hewlêrê defîleyekê pêşkêşî Kurdekanên doxînsist bikin >>>>>

 

Aha pîlot ev pîlot e ellawekîl!

 

Antonîo Vega- 08/04/09-Roma- Berî 4 salan li girava Sîcîlya a Îtalyayê balafirek Tûnûsî ketibû û 16 kes têde miribûn.

   Piştî lêkolînek dûr û dirêj, derket holê ku pîlotê balafirê Şefîq Garbî, balafira xwe danexistiye balafirgeha nêzîk a Palermoyê û di şûna ku balafirê daxe û nebe sebeba mirina insanan, dest bi dua û selewatan kiriye û xwestiye bi dua û selewatan balafirê ji ketinê xelas ke.

   Pîlot Şefîq Garbî, xwe avêtiye bextê Xwedê û Mihemed û ji wan xwestiye ku balafir nekeve. Lê ne Xwedê alîkarîya wî kiriye ne jî Mihemed. >>>>>

 

 

Berlusconî bûye gayê nav garanê

28/04/09- Serokwezîrê Îtalyayê Sîlvîo Berlusconî, bûye wek gayê nav garanê û hema kê dibîne xwe lê diceribîne. De binerin bê mêro çi tîne serê polîsek jin. Vîdeo bitikînin.

 

 

Mêrikî yan kerikî

Rêwîyê Kal-28/04/09- Tirkîye- Berê havînê li ser banê xênî radizan. Zar û zêçan didan lotikan gava dinya hênik bû.

    Feyat di bin asîmanan da li ber ronahîya heyvê dixwaze bi Zerifê re bide lotika.  Feyatê me ji dide lotika û ji pîreka xwe  Zerifê ra dibê: “ Keçê were em  îşev kerikî bikin, bazdin ser hev”.

    Zerif dibê: “Mêrik, tu dînî wî,  çima mêrikî be nabe?” >>>>>

 

Tê derxin û qûtê salê qezenc bikin

 

27/04/09- Vê fersendê nerevînin. Tê derxin û qûtê salekê qezenc bikin cîgerlerim. Pirsa me ev e:

   Gelo Obama û Erdogan li çi û li kê dinerin?

   Heçê tê derxe, emê beroşek eprax, sênîyek kutilkên qelandî, du îsotên sor, serîk sîr, baqek pîvazên teze, 25 gram xwê, 30 gram şekir û çengek çaya qaçax bidin wan.

   De yalla, destê mam Celal li pişta we be rebbî.....

 

Ha sicûqê wan ha sicûqê kalkê min Hiso

 

Zinar Qelemşûr- 26/04/09-Stenbol- We li heyata darê dinyayê dîtiye ku yekî Tirk tiştekî baş kiribe yan xêrek bi kesî kiribe? Bawer nakim. Lê ku mesele tê ser sextekarî, bêbextî, dizî, zinêkarî û çetetîyê, kes di ser wan re tune. Mesela sicûqan (rovîyên dagirtî lo) jî yek ji marîfeta wan e.

    Berê digotin goştê ker û bergîlan dixin nav sicûqan me bawer nedikir. Lê piştî çend ker û qantir di qesabxaneyên wan de hatin girtin, hişê me hat serê me. Û niha jî dor dora sicûqên sexte ye. >>>>>

Wî jî lotikek avêt û got: “Tirkîye xelqi”

Şahbedînê Simbêlsor- 25/04/09- Enqere- Piştî ku Serekerkanê Artêşa Demokratîk Cimhûrîyeta Tirko sayin pozmezin Îlker Başbûg got “Tirkiye xelqî”, êdî gotina “Tirkiye xelqî” bû mode.

   Welhasil, Serokê Dadgeha Makzagonê sayin û pir qîmetlî sermezin Haşim Kiliç, di merasîma vekirina dadgeha nû de axavtinek qirase kir û cara yekem wî jî got “Tirkiye xelqî”. Yanî, gotina “Tirkiye xelqî” qûş li gotina “Tirk xelqî” qetand û tirr jê berda.

    Ez serê we neêşînim, hema bêjin hindik maye Tirk bi xeletî be jî bêjin “Kurdistan xelqî” ellawekîl.

    De xwezî bi wê rojê jî rebbî.....

Kerem bikin, li insanetîya Erebên qûnreş temaşe bikin

 

Alameta roja qiyametê, pisîk jî bûn vejetaryan

Mişko- 24/04/09- London- Xuyaye birastî jî qiyamet nêzîk dibe bavo. Kesî dîtiye ku pisîk bûbin vejetaryan û goşt nexwin? Na. Lê va pisîk jî hêdî hêdî dev ji xwarina goşt berdidin û dibin şorbe.

    Jinika bi navê Becky Page, berî bi demekê çêlîkek pisîkê dibîne. Bi fikara ku pisîk birçî ye parîyek goşt davêje ber pisîkê, lê pisîk serê xwe dihejîne û dibê:“Naaaaaa, mîyawwwwww“ û goşt naxwe. Jinik du-sê masîyên têrgoşt datîne ber pisîkê, pisîk dîsa dike miyew miyew, serê xwe dihejîne û dibê:“Ew jî naaaaaaa“ û masîyan jî naxwe. >>>>>

Ez li dizê sola xwe digerim

Cemîlê Çargurçik- 23/04/09- Swêd- Ez li dizê sola xwe digerim qerdeşim! Ez gotina dawî di serî de bêjim ji bo kes nexeyide. Heçê sola min dizîbe û bi paşde neyne, çarka jina wî li serê wî be, xwedê topa qiyametê li nav şeqê wî xe, ihiii!

    Niha hûnê bêjin “law ev çi mesela diz û solê ye” ez zanim.

    De îcar guhdar bikin. >>>>>

 

>>>>>

 

Ergenegû bû benîştê devê xelkê

 

22/04/09- Kiryar û operasyonên li dijî çeteya Ergenegûyê bû benîştê devê xelkê. Hema zêde hewceyî bi şiroveyê nîne. Kesên bi Tirkî zanibin bila bixwînin û têra xwe tirr û fisan bikin.

  De yalla.... >>>>>

 

Dewletê dîsa lotikek li kovara Mizgîn xist

 

Hejmara kovara me Ya 56. ji alî dadgeha giran a 6. biryara berhevdanê hat girtin.

    Hejmara kovara Mizgîn a Nîsana 2009’an, ji ber di serûya wê de nexşeyên Kurdistan û Tirkiyê hebûn û li ser nivîsek  “jibo di sedsala 21. de hin bi hêz bin û jibo pêşerojek bi biratî çareserî: FEDERASYON” hebû, bi angaşta ku propaganda rêxistinê tê kirin, biryara berhevdanê hat dayîn. Her wusa biryara qedexekirina firotan, belavkirin û destdayîna ser kovarê hat dayîn.

    Em biryara berhevdana kovara xwe Mizgîn şermezar dikin û rakirina vê biryara berhevdana kovarê dixwazin. Her wusa em bawer nakin ku biryarên li dijî raman û azadiya ramanê pirsgirêkê çareser bikin. / Kovara Mizgîn

---------------------------

Kêfa kerê boz

Rêwîyê Kal- 21/04/09-Tirkîye-  Xalê Heso, sibê zû  li kera boz siwar dibe û diçe bostan av bide. Dora avê a xalê Heso ye. Ber bi nîvrojê karê xwe bi cîh tîne, bostên av dide .Dora avê dide apê Keleş û li kera xwe sîwar dibe berê xwe dide gund, ji bostên vedigere.

     Kelekela germa havînê ye. Xalê Heso cixarekê dipêçe, bi kêf ji alikî de cixara xwe dikşîne û ji alikî ve jî strana “Helimcanê” distrê. Dikeve rê ber bi gund tê. Ji nişkê ve dilê xalê Heso qrîz derbas dike û ji ser pişta kerê dikeve xwarê û diçe ser dilovanîya xwe.

    Zarokek dibîne,  hewarê dibe gund. Gundî tên li ser laşê xalê Heso qêrîn û şînê  dikin. >>>>>

 

Kî ji wan reş e?

 

21/04/09- Herdu serokên reş cara yekem hatim cem hev û li halê hev pirsîn. >>>>>

_________________

 

Tê derxin:

Xelefo di xewna xwe de çi dibîne?

 

20/03/09- Gelo li gora we Xelefo di xewna xwe de çi dibîne? Heçê tê derxe, bi sê telaqan emê selikek hejîr, kîsek nok, çewalek ard, xurcikek tirî û 750 gram goştê elokan bidinê.

  De xwedê bi we re be û destê mam Celal li pişta we be rebbî...

Ma birastî Kurd ji jinên qelew hez dikin?

Azad Zaxoyî- 19/04/09- Zaxo- Xwedê ji malpera Rûdawê razî be û xwedê 25 jinên qelew bike qismetê xebatkarên wê rebbî. Rûdawê vê carê jî cîh daye hevpeyvîna stranbêja Kurd Dilniya Qeredaxî û lotikek xweş avêtiye.

    Axir, Dilniya xanimê di hevpeyvîna xwe de gotiye:”Dema ku kîloyên min zêde bûn, bêhtir kêfxweş bûm, lê niha ji alîyê xelkê ve kêmtir têm hezkirin. Xelkê bi qelewîya min ji min hez dikir” filan û fîstan. Û Rûdawê sernivîsa hevpeyvînê çi avêtibe başe? Kurd ji jinên qelew hez dikin!

    Hella hellaaaa ya siphan ella! >>>>>

Hesen Cizrawî yê hemdem: Rekeş Seyranî

 

Cîgerim jî lotikek nermik avêt kuro

Başçawîş- 18/04/09- Piştî ku Serekerkanê Artêşa Tirkiyê sayin pozmezin Îlker Başbûg, lotikek germik û nermik avêt derûdora xwe û tirr ji hinek meselan berda, îcar jî kasêta dengê sayin serperitî Org.Aytaç Yalman eşkere bû.

    Org. Yalman, di kasêta xwe de şîretan li Serekerkan Îlker Başbûg dike û dibêje:“Binere oxlim, netewperestîya zêde hişk meke. Rebenê Kurdan newêrin bêjin em Kurd in. Tirra ku tu nikarinî bikî meke. Tirkçîtîyê di serê zarokên xelkê de zêde nemeyîne. Bizanibe ku Tirkiye ne tenê ji Tirkan lê ji 27 milletên cuda pêk hatiye cîgerim“ filan û fîstan.

    Welhasil, Org. Aytaç Yalman ê ku xwedêgiravî navê wî jî di nav çeteya qûnekên Ergenekonê de derbas dibû, di kasêta dengê xwe de lotikên pir maqûl davêje û qûşê li meselê diqetîne.

   Axir, heger ev gotinên wî rast bin, xwedê 25 pîrejinên perçiqî bike qismetê wî rebbî.

Derman li cem Lotikxanê ye kaka!

Pornocî Kemal- 17/04/09- Li ser bext û wîjdanê malpera Rûdawê be, dibêjin sedemek ji hevduberdana jin û mêrên kakacanan mesela lêranebûn û tunebûna zewqa seksê ye.  Rûdawê dest avêtiye pirsgirêkek giring û kêm zêde rewşa lotikên Kurdekanên başûr raxistiye ber çav. Bi taybet jî keç û xortên nûhatî bûne mijara lotikên Rûdawê.

    Dîsa li ser bextê xiyar û arûyên nav lingên kakacanan be, dibêjin Karwan Celal ê 24 salî gelek bi kêfxweşî zewicîye û xwe serserîkî avêtiye nav nivîna germik û nermik. Lê dema dibîne ku jina wî lotikên li gor dilê wî navêje û li gor dilê wî zîtirkan nade xwe, mêro sar dibe, sisto-pisto dibe, avek cemidî bi ser de tê xwarê û hew lê radibe. >>>>>

 

De were û nenivîse

 

Bavê Fexro- 17/04/09- De werin li ecêba kesanedî û kerameta memûrên dewleta Tirko binerin.

Pirê caran memûrên ku di daîra nifûsê de dixebitin sersar, xemsar û berdîberdayî ne. Zêde serê xwe bi rastîyan re naêşînin, hema çend qirûşan berdin bêrîka wan û we îş pê tune, dikin çirik û virik.

    Hûn li nasnama piranîya Kurdên bakur binerin, hûnê bibînin ku ( 01.01…) nivîsandiye. Yek ji wan jî ez im. Çima? Ji ber ku memûrên daîra nifûsê zêde serê xwe bi roj, meh û salê naêşînin, dibêjin „ji xirrê min ve“ û hema yekser 01.01…. dinivîsin. Helbet hinek ji van 01.01an rast in. Lê bawerkin bi piranî xelet in û ji qûnektîya memûrên nifûsê ye.

    Welhasil, mesela me li ser xaltîka me Fatma Kilci bû. >>>>>

 

Mehmûd Ebas, ji me kir derpî û kiras

 

Şêrzad Zebarî- 16/04/09-Hewlêr- Erêêê erêêê… Serokê Filistînê refîq Mehmûd Ebas, serdana Hewlêrê kir, lotikek Erebkî li me xist, paşûpê em li kerê siwar kirin û berê me da Qudsê.

    Mehmûdo bi serok Barzanî re hevdîtinek kir, mêro kêfxweşîya xwe anî zimên û dîsa behsa çîrok û çîrçîrokên axirzemana kir.

    Serok Barzanî di hevdîtinê de behsa giringî û pêwistîya serxwebûna Filistînê kir û piştgirîyek mezin da doza Filistînîyan.

    Lê Mehmûdo? >>>>>

   

Bahoz çû Nûredîn hat

 

Gerîllayê Bênav- 15/04/09-Mexmûr- Li ser bextê sîxurên me yên li Qendîlê be, dibêjin Fermandarîya Hêzên Paraztina Gel dest guhertiye, Bahoz Erdal kursîyê xwe daye Nûredîn Sofî û dê weledê xwe avêtiye.

    Dibêjin Bahoz Erdalê me di axavtina xatirxwestinê de kelegirî bûye û gotiye:“Yaw qerdeşim, ev pênc salin ez vî karî dimeşînim. Li gora destûra HPG divê ez erka xwe dewrî hevalekî din bikim. Êdî bes e!“ filan û bêvan.

    Xwedêgiravî Nûredîn Sofî jî hêsir ketine çavê wî û gotiye:“Bi sê telaqan ezê xeyala gelê Kurd, ya şehîdan û hevalên xwe pêk bînim“ filan û dîsa bêvan.

    Welhasil, Bahozê me ji rojevê derket û emê ji îro û pêde temaşeyî lotik û pehînên Nûredînê xwe bikin wesselam….

 

Google jî ket dora tenûrê

 

Zinar Qelemşûr- 15/04/09-Stenbol- Piştî ku Youtube li Tirkiyê hat qedexekirin, niha jî dora tenûrê hatiye motora Googleyê.

   Dibêjin Komela Ramana Atatirk (ADD) ji bo ku di hinek malperên înternetê de heqaret li bavê wan Atatirk tê kirin, gilînameyek dane dozgerîya dewletê û tê de gotine:"Êdî bes e! Bi rêya doxîna Googleyê heqaret li bavê me tê kirin qerdeşim, em hew qebûl dikin. Yan Google bidin girtin û yan jî çareserîyekê ji van lotikên bêîman re bibînin, em çiriyan looooo" filan û fîstan. >>>>>

 

Cîgerim vê carê lotikên germik û nermik avêtin

Başçawîş- 14/04/09-Stenbol- Serekerkanê Artêşa Tirkiyê sayin cîgerim Org. Îlker Başbûg, di Erkanîya Akademîya Herbê de axavtinek qirase kir û behsa gellek tiştan kir.

   Cîgerim tam du seetan lotik avêtin û xweş axivî, xwedê heye. Wek serekerkanên berê zêde dijminatîya tukesî nekir, ji sînorê demokrasîyê derneket û te digot qey ne Serekerkanê Artêşa Tirkiyê, lê Serekerkanê Artêşa Ewrûpayê ye. Ewqasî ku germik û nermik lotik avêtin. >>>>>

TRT6 bersiva lotika Rojînê da

Serxweş Kemal- 13/04/09-Aksaray / Stenbol- Piştî ku Rojîn Olker dev ji TRT6ê berda û lotikek virde wêde avêt TRT6ê, midurîyeta TRT6ê jî bi keleşkof û mitralyozan ket kozikê, xwe parazt û bersiva Rojînê da.

     Rayedarên TRT6ê di bersiva xwe de Rojîna Omerî da ber lotik û pehînan û got:“Ya starrrrrrrr, law me nizanîbû keçên Omerî ewqasî derewan dikin qerdeşim, wey! Me kengî dest û lingên xwe xistine nav bernameyên wê qerdeşim? Rojînê di 8ê Nîsanê de bê mazeret beşdarî amadekirina bernama xwe nebûye, ev jî li dijî exlaqê weşangerîyê ye. Ji ber vê sedemê me lotikek lêxistiye, buxçika wê xistiye destê wê û ew di derî û şibakan re avêtiye derveyî studyoyê“ filan û bêvan.

    Welhasil, Rojîn û TRT6 niha di kozik û kemînan de ne. Îcar kî berê li kê diteqîne, kî dimre kî dimîne ez jî nizanim ellawekîl…

Rojîna me lotikek li TRT6ê xist

Rojda Aydin-13/04/09-Stenbol- Rojîna me lotikek li TRT6ê xist, buxçika xwe da hev û berê xwe da malê.   

  Dibêjin Rojîna germik û nermik bi daxuyanîyekê gotiye: ”Êdî bes e!” û kirasê xwe çirandiye, gijola xwe hilçinîye û gotiye:” Ez bi serê xwe û we kim sedema devjêberdana min ne ji ber sedemên aborî ye. Min ji bo bratî û aştîya gelên Kurd û Tirk dest bi lotikên TRT6ê kir û dîsa bi heman lotikê dev jê berdidim. Min hew debar kir. Rayedarên TRT6ê dest û lingên xwe dixistin nav kar û barên bernama min û bernama min wek şorba nîskê dikelandin. Ewqasî dikelandin ku ne tam têde dima, ne reng û ne şeng” filan û fîstan. >>>>>

Çavnebariya hikûmeta AKP sînoran nas nake

Hejarê Amedî- 12/04/09-Amed Hikûmeta AKP piştî hilbijartinên herêmî yên 2009 an û têkçûna wê ya li Kurdistanê êdî wek marê birîndar lê hatiye, jehra xwe li derdorê belav dike û vî alî wê alî bi her kesê ku navê Kurd û Kurdistanê hilde bi wan vedide.

    Her ku diçe serkeftinên gelê Kurd bêtir berbiçav û berz dibin. Li wê gorê hikûmeta Tirk a ku li ser inkara Kurdan ava bûye jî van serkeftinan tehemul nake. Hikûmeta Tirk bi çavnebarî û çavsorî êrîş dibe ser çapemeniya Kurd û dixwaze ku dengê Kurd gelê ê azad bibire. Di vê dema ku dixwestin ROJ tv ya Kurdan tarî bikin û bi destê wan nehat, êdî çavsoriya xwe û zikreşiya xwe di serê rojnameya Azadiya Welat de derxist. >>>>>

“NE MUTLİ TİRKİM DİYENE”

Rêwîyê Kal- 11/04/09-Tirkiye- Dewleta Tirko li Kurdistanê dest bi planê gelhe dike. İca ji bo gelheyê Kurd zêde nebe û piranîyê ji gelheyê Tirka nestine, ji bo vê yekê li gunda sipîral dikin nav şeqê pîreka. Li Mêrdînê muxtarekî gund li qehwê bi gundîyan ra diaxive û dibê: “Law bi dîn û îman, bi sê telaqê jinberdanê dewlet me guhdarî dike. Em di malê xwe da çi diaxivin hemî seh dike bi wî haceti”.

    Gundî dibên: “Çawa yabo?”

    Mixtar dibê: “ Ma lawo sipîral nexistin nav şeqê pirekên me? Em çi dibên bi wî awayî dewlet me teqîp dike, kî ji me li di jî dewletê ye zane”. >>>>>

Bereketa xwedê li şerîetê be

Abdullah El Kurdî- 11/04/09- Mekke- Bereketa xwedê li şerîeta Siûdî Erebistanê be û hew. Ma ka jê xweştir?

   De binerin bê heywan bi heywantîya xwe vê sosretê li kesekî dikin.

   Li bajarê Ciddê, qûnekekî Ereb bi rêya telefonê peyamekê ji jina xwe re dişîne û dibê:“Ez niha li Iraqê di cîhadê de me. Ji ber vê ez telaqên te dixim destên te û te berdidim. Tu çi qûyî dixwe bixwe“ filan û fistan. Qûnekê heram wek şahid jî sê merivên xwe destnîşan dike û zikmezinên Erebistanê jî telaqên qûnekê Ereb qebûl dike. Li Erebistanê berdana jinê bi sê gotinan ve girêdayî ye. Hema ku mêrik sê caran ji jina xwe re bêje „min te berda“, malik li jinê dire mîratê û qûş lê diqete.

   Aha edalet û insanetîya Erebûn qûnbigû jî ev e ha gelî xwendevanan. Kesî dîtiye zilam bi peyama telefonê jina xwe berdabe?

   Wey tifûûûûûû li qûna we ya reş be û hew! Birastî xwedêteala çima ev Erebên hov dane dinyayê ka hûn nabêjin?

---------------------

  

KIVARK / KUMIK

B.Jîndar- 10/04/09- Kivark jehra axê û jahrkujê rûhberan e. Li gor bilindahî, cih, war, mezinahî, biçûkahî tewr û rengên xwe tên guhertin. Kivark li nav axê, di nav avên şîrîn, li kêm cihan jî di nav avên behran de jî hêşîn tên.

   Gelek rengên wan hene. Wek sor, zer qehweyî, spî, kremî û hwd. Hinek jî di Tib ê de tên bikaranîn. Hinek dibin sedemên nexweşîyan, hinek jehrîker û xisardar in. Ne tenê xisarê didin ruhberan, her weha didin keskatî û hêşînhatên din û ruhberan. Hinek di sanaîya kîmyayê de tên xebitandin. Hinek ji wan tên xwarin. Yên tên xwarin derman û xurekî herî baş in.

   Tê gotin 500 lewn û 14.000 cûreyên wan hene. Lê yê herî bi qedir, yên bi kumik in û dişibin sîwankan (şemsîyan). Rengên wan wek şîr spî ne. >>>>>

 

 

 

 

Lotikxane 2006          lotikxane@hotmail.com