H.Belê

Nano Lavaş

F.Devliken

Sûretê nemiro

B.Ronahî

Dê were

L.Şêxo

Mesela mûlidê

A.Dûran

Mayîn

Z.Osman

Siyaseta

kelandinê

S.Acar

Pirsên ji meraqa

Qosarî

Leheng

X.Xelîl

Ezê

bêjim

S.Îloz 

Niştikê

 
lotikxane
Çi Kurdê ku ruhê netewayetî pê re tunebe, wê rojekê îxanetê li milletê xwe bike.....M.Mistefa Barzanî....            Medya ///   Arşîv

Xaltîka Fatê-29

Dermanxana xweristê

Tendirustî

Karîkatur

Magazîn

Youtube

 

Mêro bû bizina salê kuro!

 

Polat Erdem- 16/06/09- Izmîr Li bajarê Mûgla ya Tirkiyê her salê festîvalek çêdibe û xelata “Bizina salê” tê dan. Ne nêrî ha, bizin!

   Îsal xelata bizina salê dan rojnamevanê dijminê qewmê Kurd Ugur Dundar. Yanî, tirreko bû bizina salê. Bizina salê kuro!

   Ûlan oxlim, ma zilam û bizin? Niha xelata “Nêrîyê salê” bidana te neyse, lê bizin! Tam jî layiqî wî ye haaaaa! Ma nêrî ji Ugur Dundar derdikeve ji bo xwedê? Bibe bibe, yan dibe bizin, yan dibe mîh û yan jî dibe çêlek ellawekîl.

   Ê de xelata te pîroz be bizinoooooooo!

 

Insanetî nemaye law!

 

Ûstûra Kemal- 16/06/09- Insanetî hêdî hêdî winda dibe û insan ber bi heywanetîyê ve diçin. Erê hinek kes di dirûvê insanan de ne, lê bawer bikin tiştên ku ew dikin çeqel û keftar nakin. Ewqasî ku ji nirxên insanetîyê bi dûr ketine.

Li bajarê Antalyayê şebekeyek “gurçikfiroşan” hat girtin û xirrê lalkê min Hiso ket nizanim çiyî wan. Evê şebekê çi kiribe başe hûn zanin? Gurçikên zarokên feqîra bi nîvê heq kirîne û di internetê de bi buhayek duqat firotine dewlemendan.  >>>>>

 

 

MAYÎN!

 

A. Duran-13/06/09- Ji gund û deverên me bigir heya bi çîya-zozan û gelîyan tev bi mayînan hatine rapêçandin..
   Gelek mirov ji sedemên wan mayînan  jîyana xwe  ji dest dane û seqet mane. Berê herder bi mayînan hatîbû rapêçandin.   

   Rojnamevana Sîwîsrî di dema şerê qirêj de ji sedema tayê evînê û dilketinê, li gel destgirtîyê xwe bi rê dikeve û diçe Kurdîstanê. Demek dûr û dirêj li wê derê cîhwar dibe. >>>>>

 

Sawcîyê Digorê qûn li qanûnan qetand

 

Satilmiş Yandançarptî- 12/06/09-Tirkiye- Ji ber ku DTPî yan di propaganda hilbijartinê de bi Kurdî axivî bûn, doz li wan hatibû vekirin.

   Piştî ku sawcîyê Digorê Omer Tutuncu li dosyayê nerî û fikirî, serê xwe hejand, destê xwe li masê xist û got: Êdî bes e oxlim!

   Werhasil, li ser bextê dîk û mirîşkên Qersê be, dibêjin sawcî Omer Tutuncu gotiye:“Min di we kirine, dewletê TRT6 vekiriye û qîreqîra zimanê Kurdî ye. îcar ev çi doza ku hûn li van rebenên DTPîyan vedikin êşek oxlî êşekler! >>>>>

 

Zimanê TRT 6 ê dirêj dibe!

 

Firildeq Elî- 11/06/09- Stenbol- Li ser bextê fitne û fesadên Stenbol û Enqerê be.

   Li gora saloxên sîxurên Lotikxanê, dibêjin şowmenê qirase kekê meyî Zimandirêj Mûrat Batkî û nivîskarê qirase kekê me Hasan Kaya, di TRT6ê de dest bi karê dûblajê kirine û lotikên kesanedî davêjin. Heta dûblajên ewqasî seksî, germik û nermik çêdikin ku, temaşevan pê mest dibin û li ber kanala TRT6ê di xew re diçin.

   Wek hûn zanin, kekê me Mûrat Batkî Stand Up yanî Şowmenekî di ser xwe re ye û bi şowên xwe tirrê ji temaşevanên xwe berdide. Abêmiz Hasan Kaya jî >>>>>

  

Fîftî fîftî bikin kaka!

 

Azad Zaxoyî- 10/06/09-Zaxo- Wey weledddd bê em zarokê Kurmancan çi reben û xwelîliser in wey weleddd! De binerin.

    Dibêjin birêvebirê giştî yê dîwana wezareta diyaneta herêma Kurdistanê Cemal Xidir, ragihandiye ku ewê hersal 120 milyon dînar bidin ji bo zarokên Kurd hînî xwendin jiberkirina quranê bikin.

    Lê kesî dîtiye ku rayedarekî gotibe “emê 120 milyon dînar bidin ji bo zarokên Kurd hînî xwendin û nivîsandina Kurmancî bibin?”

    Yaw kaka can, quranê jî bidin xwendin û Kurmancî jî bidin xwendin baba, wîî! Yabo em 120 milyon dînar ji bo fêrkirin, xwendin û nivîsandina Kurmancî naxwazin. Hema fîftî fîftî bikin bes e kaka, fîftî fîftîîîîîîî!

 

--------------------

 

Dê were haaaaa!

 

B.Ronahî- 09/06/09- Li Kurdista başûr xwîşka muxtarê gundê Bozan Ilyas (gundek ji yên Mûsilê ku nêzîkî navçeya Şêxan e), jinek mêrane heye. Deng, rabûn û rûniştina wê wek mêra ye. Ew deh salin zewicî ye.

    Rojekê mêrê wê diçe cem brayê jinikê yê muxtar û jêre dibê: “Ez hew dikarim bi xwîşka te ra biqedînim, lewma ez dixwazim wê berdim”.

   Muxtar dibê: “Tuyê bo çi xwîşka min berdî da ez jî zanîbim”. >>>>>

 

Kî dîne kî dîne hêy!

 

Senger Îloz- 08/06/09-Evqas cejn û rojên taybet ên pîrozkirinê ne bes bûn niha jî Roja Dînên Cîhanê derkete pêşiya me. Bê henek ev cejn jî weke yên din bi cur be cur çalakiyan tê pîrozkirin. Di çalakiyên pîrozbahiyê de, dînan gotiye ku ewê partiyekê ava bikin û bi izna xwedê desthilatiya welêt jî bi dest bixin!

    Me jî digot yên ku dîn bin ji wan re her roj kêf û şahî ye. Lê mixabin ne wisa ye. Roja pîrozkirinê ya dînan jî heye û ew 12 mehan sebr dikin da ku vê roja xwe pîroz bikin. >>>>>

 

Ji xwe ev ji me kêm mabû

 

Gulistan Cizîrî- 07/06/09-London- Gotinek heye dibêjin:“Filaskeso kurek jê re çêbû, ji kêfa re hew zanîbû çi bike rabû xirrê kurê xwe jêkir“. Îcar ev jî mesela me û mirovên vê heyamê ye. Hema çi pelûlê bibînin bi serê xwe dadikin û tew pê meşhûr jî dibin ha. Meselen „şahîya hevduberdanê“.

    Li Ingiliztanê van heyaman „partîya hevduberdanê – şahîya hevduberdanê“ bûye mode û tew îcar hêdî hêdî li Ewrûpayê jî bela dibe. Partîya hevduberdanê çiye hûn zanin gelî ciwamêr û ciwanikan? Aha ev quzilqurt e: >>>>>

 

Ocalan dîsa hat girtin hayhoooo!

 

Miradê Torî- 06/06/09-Parîs- Li ser bextê polîsên Fransayê be, dibêjin polîsên Fransî operasyonek qirase li dijî endamên PKK çêkiriye û tirr ji 7-8 kesan berdaye. Lê tirra herî mezin û ecêb çibû hûn zanin gelî lotikvanan? Abdullah Ocalan jî hat girtin. Abdullah Ocalan kuro!?

   Yaw bavê min, ma Abdullah Ocalan kengî ji girava Îmralîyê reviya û hat Fransayê law? Ma çend Abdullah Ocalan hene cîgerim? Xwedêteala Abdullahek ji Kurdan re bexşandiye û ew jî li Îmralîyê xwe daye tehlîlên kûr û dûr, şirove û tefsîrên ser „dewletçîk“ ê.

   Îcar çi îş û karê sayin başqan li Fransayê heye ji bo xwedê? >>>>>

 

Fahîşeyên germik û nermik

 

Şemal Amedî- 05/06/09-Hollywood- Birastî ji rastîyê xweştir tiştek tune. Erê rastî tehl e û li zora piranîya mirovan diçe, lê kesên ji xwe piştrast ji rastîyê aciz nabin. Û kesên ji bin xwe şil? Helbet, rastî li zora qûna wan diçe û xwe diingirînin.

    Welhasil, mesela me li ser gotinên lotikvana seksî û doxînşil Megan Fox e.

   Megan Fox, yek ji herî jinên bedew, seksî, agirpêketî û doxînşil e. Hem ew doxîna xelkê şil û pil dike, û hem jî xelk doxînê lê sist dikin. Yanî, rastî çibe ew e. >>>>>

 

 

Civaka Tirk bûye şorbe

 

Zugurt Axa- 02/06/09- Konya- Birastî gava meriv nûçe û bûyerên li Tirkiyê dişopîne û dixwîne, meriv ji desthilanîn dikeve. Civaka Tirkiyê ewqasî ji hevde ketiye, ewqasî ji nirxên insanetîyê dûr dikeve ku nayê gotin.

    Di van salên dawîn de tiştê balkêş ev e ku kuştina zarokan, tecawizkirina zarokan, avêtina zarokan ewqasî pêşde çûye ku mejiyê meriv disekine. Ji bav, ap û bapîrên ku tecawizî keç û zarokên xwe dikin bigrin, heta bi dayikên ku zarokên xwe dikujin, ji her alî ve civak têk çûye, têk diçe. Wek nimûne ev neinsanetîya ku li bajarê Konyayê çêbûye. >>>>>

 

Çû seferê hat kerê berê

 

Ismaîl Zaza- 01/06/09-Cewlik- Hinek ji Kurdên me diçin seferê, dinyayê serûbinê hev dikin, medenîyet û şaristanîyan jî dibînin, lê dîsa wek kerên berê vedigerin û tu aqilekî ji xwe re nagrin. De ji xwe re li kerîtî û ehmeqîyê binerin.

   Li bajarê Karliova ya Cewlikê (Bîngolê) çend pismamên hev ji bo hilbijartinên muxtarîyê şer kirin, 3 kes hatin kujtin û 5 kes jî brîndar bûn. Ji bo muxtarîyê kuro? Hem jî pismamên hev ha law, pekkk!

   Ê law hey xwedê ruhê we stendino, ma meriv ji bo muxtarîyê hevdu dikuje hey kerno! Niha we ji bo serokwezîrtî yan serokkomartîyê hevdu bikujta xem nedikir. We li ser terş û talanek mezin hevdu bikujta xem nedikir. Lê muxtarî?

    Wey tifûûûûûûû li wê kerîtîya we be û hew! Ma law em Kurd qet biaqil nabin qerdeşim?   

 

Şîşika Xezalê

 

Rêwîyê Kal-01/06/09- Tirkiye- Di destê meta Xezal de şîşik ji alikî ji zarokên malê re gorê rîs dirêse, ji alîkî ve jî li nebiya xwe Qedo mêze dikir. Qedo biçûk bû, 3 salî bû. Di binçavîya pîrika xwe de dileyist.

    Metê hinek navberê dide ristina gorê, şîşikê xwe jî datîne kêleka xwe. Belqitîya Qedo şîşikê hildigre, ber bi prîza kehlê (ceryanê, elektrîkê) ve diçe û şîşikê ji nişka ve dike qula prîzê. Dibe teqe teq û şeqe şeqa kehlê, toz û dûman radibe. Qêrîn bi Qedo dikeve û bê rih dikeve. >>>>>

Çavê wê lê ye xwedê jî bixapîne

Tecawizcî Coşqûn- 31/05/09-Stenbol- Law ev insan çi mexlûqatek ecêb e ya starrrr û hey ya starrr. Erê meriv hevdu dixapîne, lê ma meriv kare xwedê jî bixapîne qerdeşim? Meselen lotikvana doxînçiryayî, kokaînkêşa germik û nermik Denîz Sekî.

   Denîz Sekî li derve tu lotik neman ku navêtin û hema bêjin barşewalan digeriya lo. Ne binderpî li xwe dikir û ne binkiras. Hema çav li kê biketa lotikek lê dixist û tirr jê berdida. Tew tofanek anî serê Husnu Şenlendiricî yê zirnevan ku heta bi jina wî jî pê da berdan.  >>>>>

 

Gayê nav garanê bavê 21 zaroka ye

 

Pişo Miheme- 30/05/09- Desmond Hatchett ê 29 salî, wek gayê nav garanê hema kîjan jinik dîtibe bazdaye ser wê û tam 21 zarok ji wan derxistiye.

   Mêro di 29 salîya xwe de bi 11 jinan re lotik avêtine û tirr ji wan berdaye. Di encama wan tirran de, 21 zarokan gotiye “selamunaleykum” û hatine dinyayê.

   Axir, zaroka wî ya herî mezin 11 salî ye, mêro ne dewlemend e jî ku karibe wan xwedî bike û bi xwedîkirina wan zarokan re maye halekî heyirî.

    Îcar dibêjin dadgehê jê pirsîye:”Kuro qûneko, meaşê te kêm e, te çawa ev 21 zarok çêkirin oxlim?” >>>>>

 

Heçê biçe masîya qûna wî/wê şil dibe

 

Zirto kurê Virto- 29/05/09- Trabzon- Yabo de were û nenivîse ha! Her ez dibêjim ezê dev ji nivîsandinê berdim û tilîyan navêjim bin dûvê xelkê, lê min rehet nahêlin, min mecbûr dikin ku ez  dest bi lotik û zîtirkan bikim û serê wan têxim nizanim çiyê dêya wan. De werin li vê qehpîtîyê, li vê zinêkarîyê binerin.

    Li bajarê Trabzon a Tirkiyê, sayin qûnek Murat K, bi rêya telefonê peyamekê ji jinikekê werdigre û civan didin hev. Kêfa Murat efendî pir tê, lê radibe û dibê: "Oxxxxxx, hema ezê yekser li wir doxînê jê bişemitînim û xelas". >>>>>

 

 

Bereketa xwedê li demokrasîyê be

 

Firildeq Elî – 27/05/09-Stenbol- Ma ji demokrasî û sîstema „kê kir kê“ xweştir heye gelo? Bawer nakim. De ji xwe re li kerametên demokrasîyê binerin û lê bifikirin.

   Li bajarê Antalyayê, beledîya Kepezê, taxa Kûzeyyakayê, mizgeft û kerxane bûn cîranên hev û destê bratîyê dan hev.

   Dibêjin pirê caran xelkên bajêr serî li beledîyê dane ji bo ku wê quzilqurta Kerxana li ser rêya „Yeşîlirmak“ê ye, rakin û xira bikin. Lê her carê karmendên beledîyê gotine: „Naaaaaa, nabeeee! Demokrasî li vir heye, kî dixe kê, kî ji kê derdixe azad e“ filan û fîstan. >>>>>  

 

Îcar wê têr hevdu balêsin

 

Tecawizcî Coşqûn- 26/05/09- Stenbol- Piştî ku ev moda „Lezbîyenî“ û „Homoseksueltî-qûnektî“ derketiye, nan ji me lotikvanan re nemaye law. Êdî jin bi jinê û mêr bi mêr têr dixwe. Jin jinan dalêsin û zilam jî zilaman diçirînin. Îcar ma ev edalet e qerdeşim?

   Yaw ez hew wêrim xwe nêzîkî jinekê bikim lo. Hew te dît got: „De wêde here, ez lezbîyen im û xiyaran naxwim“ û ez cehimandim. Wille û bille lo, wî! >>>>>

 

Gelo wê kî tirrê ji kê berde?

 

Diyar Baban- 25/05/09-Mahabad- Li ser bext û namûsa Serokê Federasyona Fûtbola Îranê Alî Keffaşîyan be rebbä.

   Dibêjin Alî Keffaşîyan telaqên xwe avêtine û gotiye:”Bi hersê telaqên bê fitû, Federasyona Fûtbola Amerîkayê pêşniyazek ji me re anîye û gotiye “ka em bi hevre maça dostanîyê bilîzin û tirrê ji hev berdin” û em niha li ser vê pêşniyazê difikirin” filan û fîstan.

   Yanî, lotikvanên Amerîka û Îranê dixwazin bi hevre maça fûtbolê bilîzin ji bo têkilîyên navbera herdu welatan germik û nermik bikin. >>>>>

 

 

Yakûtê me îmana meselê teneke kir

 

Serdar Mirad- 23/05/09-Amed- Serokê Diyarbakirsporê Dr.Abdurrahman Yakût, ji rojnama Referansê re çend lotikên bi îman avêtin û îmana meselê teneke kir. Yakût, di derbarê lîztikvanên Kurd, TRT6 û forma Kurdî de kir çirik û virik û tirr ji sporê berda.

    Abdurrahmanê me ji rojnama Referansê re gotiye:“Bi dîn û îman, bi hersê telaqên jinberdanê, heger derfetên me yên bingehîn çêbibin, emê lîztikvanên Kurd zêdetir bikin û bihêlin ku fûtbolcîyên Kurd tirrê ji sporê berdin“ filan û fîstan. >>>>>

 

Sûretê nemiro!

 

F. Devliken- 22/05/09-Mêrdîn Şêxê û Emşê jin û mêrê hev in. Bi gotineke din, Emşê mêrê Şêxê ye û Şêxê jî jîna Emşê...

    Biborin, biborin! Şêxê mêrê Emşê û Emşê jî jîna wî ye lo. Nahlet li çavê şeytanê melhûn bê!

    Şêxê zilamekî qut û qalind, Emşê jî xanimeke çîçilaskî ye; yanî, ji çerm û hestî pêk tê.

   Tê sond bixwe ku brûskê lê xistîye. Gava dimeşe, qûna xwe bi hêlekê dike… >>>>>

 

 

Azadîya Welat lotikek li Lotikxanê xist

 

Lotikxane-16/06/09- Birastî em nizanin çima em Kurd ewqasî ji hev aciz in û xêra hev naxwazin.

   Gelo gava meriv nivîsekê ji malperekê bigre û wek çavkanî wê malperê nîşan bide, eyb û qehket e yan mezinayî ye? Li gora me ne qebhet e, li vajayî wê mezinayî û serbilindî ye. Gerek wilo be.

   Lê mixabin em Kurd hînî piştgirî û destekkirina hev nebûne û ji ber vê jî bêyî ku em çavkanî nîşan bidin, nivîsan ji hev didizin, rêzê ji ked û xwêdana hev re nagrin û lotikên bêîman li hev dixin. >>>>>

 

HEMA WILO

 

Selîm Keyxusrew- 15/06/09

Dîsa bu qîr qîra navê te

Li bax û bexçeyên dilê min

Ez ne xwîyabûm wê demê

Ew ne şeva reş û tarî ye

     Dema tîrêjên tavê ye

     Belê ez ne sax im û ne mirî me

     Wextê digotin ew ne xwîya ye

     Rastîya hezkirina min bû >>>>>

   

Qûnxwaro dîsa bi ser ket kuro

 

Diyar Baban- 14/06/09-Mahabad- Heqê van Farisa ye mero darekî têxe qûna wan û di devê wan re derxe ellawekîl. De werin li vê acêbê binerin lo, qûnekan dîsa raya xwe dan Ehmedînejad û qûna wî alastin kuro, pekk!

   Ehmedînejadê ku hema roj namîne ku mirovan sêdar nake û tirrê ji wan bernade, Ehmedînejadê ku dinya û alem kiriye dijminê xwe, ji alî Îranîyên qûnek ve dîsa hat hilbijartin û bû serokê Îranê. >>>>>

 

Qaşo wezîr e, ne Kurmancî zane ne Sormancî

 

Aram Serhedî- 13/06/09-Stockholm- Li ser bextê çeqel û keftarên bajarê Uppsalayê be, dibêjin wezîrê elektrîka başûrê Kurdistanê kakacan Hişyar Suweîlî, semînerek li Stockholmê li dar xistiye û çend lotikên Sorankî avêtine beşdaran.

   Dibêjin ji ber ku wezîrekan tenê bi Soranî axivîye, beşdarên ku piranîya wan Kurmancekan bûn, gotinek tenê jî jê fêhm nekirine û tênegihiştine ka wezîrekan behsa çi çîrokê kiriye. >>>>>

 

Bû qurbana lotika xwe kuro, waweylêêêêê!

 

Mihemed Soran- 13/06/09-Silêmanî- Hûn bi qedrê xwedê kin lo, kesî dîtiye yekî pêşmerge ku bi salan şer kiriye û bûye pisporê çek û sîlehan, xwe bi çeka xwe mijûl bike û çeka wî bê “gurmmmm” û pê de biteqe? Law ma meriv berê çeka xwe dide xwe û pê mijûl dibe kaka?

    Werhasil, gava meriv berê çeka vala dida yekî, digot:”Kuro meke wî, wê şeytan dagire” û ditirsiya.

   Kuro nebe ku şeytanê melûn çeka Muhsînê me dagirtibe? >>>>>

 

Qeşmera TRT 6 ê Niştîkê!

 

Senger Îloz-11/06/09-  Gulfiroşên TRT 6 ê xebero bi Lotikxanê re hespê xwe dibezînin! Wey li min ev jî ji ku derket lawo!?

   Gotina me ji camêrê stranbêj Mêrdîniyo re tune ye. Lê hevala wî ya pêşkeşvan Nîştîkê bi henek û tinazên xwe keviran bi serê me de dibarîne.

   Niştiya ku zorê dide xwe da ku bibe stêreke Kurd, lixwe eşkere dike ku tenê heta dehan dikare bi Kurdî bijimêre û  >>>>>

 

Gelo artoş herame xaltîka Fatê?

 

Mîr Ronas- 10/06/09-Êlih-  Weyla xwedê topek li nav şeqê te xistê xaltîka Fatê, hew pêjna te tê wî! Te me hînî tirr û fisan kir û te dev ji nivîsandinê berda, ma ev bû porkurê?

   Axir canim, pirsa min ev e xaltîka Fatê:

   Gelo çûna artoşê herame yan na?

   Niha tuyê bêjî “weyla min di devê te de mîzto, îcar artoş çiye” ez zanim. Artoş yanî “Turku bar” lê, “stran bar” ha, te fêhm kir? >>>>>

 

Baxox - Kanêje - Angelok

 

B.Jîndar- 09/06/09- Kanêje di cihên hûnik û di nav geniman de hêşîn dibe. Dema dexil tên çandin, di nav tovê geniman de ew jî tev li axê dibe û di nav genim de çêdibe.

   Bejna wê 20 -90 cm bilind dibe. Belgên wê rimane û kesk in. Li ser belgan pûrtek wek livayê heye. Kulîlka wê di mehên Gulan û Hezîranê, di serê gopîkê de vedibe. Rengê wê gelemperî şîn an jî binevşî ne. Lê yên zer jî hene. >>>>>

 

Bi Kurdî safî kir, îcar ma Tirkî

 

Agiro- 08/06/09-Dizistana Turkiyê

Hîna duh bû me qala karesatên diziya ku Firat Cewerî û romana wî ya bi navê „ Ez ê ji yekî bidizim“ kiribû, îro nûçeya wergera wê ya tirkî hate belavkirin. Wey gidî.!

Bi Xwedê, min sira wergerandinên Muhsin Qizilkaya nas kir.

    Sibhanellah, ev mêrik çiqasî kêfa wî ji wergerandina malê diziyê re tê.  >>>>>

Li stenbolê tofana nûçegihanên ANFê

Qertoyê Misircê-08/06/09-  Heyra êdî mirov nikare li kûçe û cadeyên Stenbolê bimeşe. Li her kûçeyekê nûçegîhanek Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) heye. Ma mirov diwêre têra xwe li Stenbolê lotikan bavêje ?

    Ez diçim keçikek zerik, nermik û germikeke Tirk eyar dikim. Heta ku ez wê dixapînin xwelî li serê xwe û li serê bavê xwe dikim. Lê çi fêde? Ez bi destê wê digirim û wê dibim cadeya îstîklalê. Çi bibînîm baş e? >>>>>

 

Mirad, Mirad, Mirad, Mirad

 

 Jan Alan- 07/06/09- Ciwaneke 90 salî li cem me heye dema ku mirov jê re dibêje "pîrê" aciz dibe û dide qîjan. Berya çend rojan neviyê wê yê bê'ar bezî devê derî û got pîrê, pîrê, pîrê.... heya ku hew çit ji pîrê derket.

    Îcar serok û rêberê malpera me ya sade Kurdî Netkurdê rêhevalê hêja Mirad Ciwan, gotara xwe ya dawî bi navê "Welatê bêedeban" weşandiye û tê de wiha dinivîs e: >>>>>

 

Tirr ji zebrayê berda kuro

 

Kevîn Kurdson- 06/06/09-London Kerên zebra kerin pir tirsonek û cirnexweş in. Hema bêjin kedîkirina wan pir zehmet e. Bêxwedîkan ji lotik û zîtirkan pêve navêjin û kesî nedîye ku mirovekî kerek zebra kedî kiribe û lê siwar bûbe. Lê Bîll Turner qûş li zebrayê qetand û ew kedî kir, kir wek mîhek mêşinî.

   Bîll Turner, di nava du hefteyan de kerek zebra kedî kir, kurtan lê kir, lê siwar bû û pê da çargavê. Turner serpêhatîya xwe û kera zebra wilo dibêje: >>>>>

 

 

Carradîne tirr ji xwe berda

 

Çang Çîng Çong- 05/06/09- Tayland-

Lotikvanê Amerîkî David Carradîne, li Bangkokê di oda xwe de şeniqandî hat dîtin. Berê hat texmînkirin ku wî xwe şeniqandiye û berê xwe daye axretê. Lê sedem çi derkeve başe?

   Li gora rapora textorê Taylandî, Carradîne yê 72 salî xwestiye bi hacetek lastîkê ji xwe berde ( bi xwe xweş bîne), serîyek lastîkê xistiye stuyê xwe û serê din xistiye serê xirrê xwe. Gava xwestiye bi xwe xweş bîne (ê law 72 salî û ji xwe berdan oxlim?) >>>>>

 

TÛERDIK

 

B.Jîndar- 04/06/09-

Tûerd ji malbata gulan tê hesibandin. Fêqîyek sor, bêhnxweş û tamxweş e. Dişibe bacanên sor yên biçûk. Navek wê jî tûfirengî ye. Firengî jî bacansor bixwe ye.

   Bejna wê 20- 30 cm bilind dibe.Belgên wê kesk , sêçiq, rexên wan wek birekan (mişar) xetxet in.Dişibihin belgên gezgezokê (lê gez nakin û mezin in). Binê belgên wê wek pûrtek hevrîçimî ye.

   Kulîlkên wê pêncpel û tacanî ne. Rengên wan spî û peyazî, şiklê dilan didin. >>>>>

 

Mesela mûlidê

 

Lezgîn Şêxo- 02/06/09- Weke ku hûn jî dibînin, ev cendake ku min ji we re pêkenok nenivîsîne. Ez zanim niha hûn dixwazin sebeba wê dizanibin. Heyaran sebeba wê ne ji min bû. Sebeb ji Midûrê me yê Lotikxanê bû!

    Ez û wî li telê hev ketibûn. Mesela me li ser meaş bû. Min jê xwest ku hinekî li measê min zêde bike, wî jî digot: „Ji ber niha qirîza navnetewî heye, ez nikarim meaşê te zêde bikim“.  Aha ji bo wilo em li telê hev ketibûn ellawekîl. >>>>>

 

Şêxê minî bi rûmet

 

Seydayê Arî-01/06/09-

Silav ji bo te Şêxê min serî rake
Bi dilê zaroka bi hêsrên dayika

Ew ji te re rêdikin silavên xwe

 

Ew rengê ala min bi min re hevale

Bê pesin ew jî wek min hejare

Va ezê li ser gorê li benda te me

Bahwerim, bexçe û zevîye li dora te >>>>>

 

                   Ey felek

(Ji bo bîranîna Şêx Maqûşê Xiznewî)

 

Beşîr Melle-

Kulîlka baxê terîqa xiznewî

Bîn veneda li vê gulistana xelet

        Li keştiya rast û heqîqî bû xwedî

       Êku şûrê Elî hilde ka xelet ?

Menbera lefz û îbaratê te şêx

Doza itqa vî gelî bûye xelet !

       Şêx Seîd  Seyid Riza bi qadîre tên

       Şopa van pîrê mezin nayê xelet >>>>>

 

Demokrasîya xwedê

 

Abdullah El Kurdî- 31/05/09- Erebistan-  Bismillahirrehmanirrehîm. Li ser bextê Melkemot, Cebraîl, Mîkaîl û fitne û fesadên cehnemê be, dibêjin bêhna xwedêteala 500 salî fireh e. Yanî, heta 500 salî jî dengê xwe nake û bêhna xwe fireh dike. Lê ku bi ser 500î ket, çav di serî de sor dibin û li mirovan tê xezebê.

   Werhasil, îcar ji ber vê bêhnfirehîya xwedêteala, bi taybet Erebên qûnreş bê tirs li ser navê xwedê  kiryarên nemirovane dikin û kerê min bera ser nizanim çiyî xwe didin. Hinek qûnek li ser navê xwedê „Partîya Xwedê“ ava dikin. >>>>

 

Ma em ji Eyşika Ereb in Reşo?

 

Cercûro- 30/05/09- Law herkes li ber a xwe ye ha, Bi sê telaqan kes dostê kesî tune lo. Berjewendîya kê li ku û di kê de hebe, hema qûna wî yan wê dalêsin û zîtirkan davêjin.

    Li ser bextê reşik, mêrkuj û kokaînfiroşên Amerîkayê be, dibêjin serokê Filistînê Mahmûd Abbas çûye Qesra Spî cem Reşo û pê re qehweyek tehl vexwariye.

   Di hevdîtin û lotikên herduwan de Reşo gotiye:“Jina min ji min berdayî be ez dixwazim dewleta Filistînê bê damezrandin“ filan û fîstan. >>>>>

 

Nivîskarê me berê xwe dide paytextê Soranistanê

 

 Mihemed Soran- 30/05/09-Silêmanî- Li ser bextê bertîlxur, zinêkar û evîndarên bajarê Silêmanîyê be.

    Dibêjin nivîskarê me yê qirase, boxê berana û kilê çavê keçên 18 heta 65 salî, xwedîyê 84 pirtûkên Kurdî Zeynelabidîn Zinar, wê bê paytextê Soranistanê, semînerek balkêş bide kakacanîyekanim û qûşê li wan biqetîne.

   Ji wir jî wê vegere kolonistana Soranistanê û li Duhoka paytextê Behdînanê semînerekê bide Kurmancekanim û tirrê ji wan berde. >>>>>

 

Qehpikê kurê xwe kir qurbana xiyarekî

 

Denîzlî Xorozî- 29/05/09- Tirkiye- Dibêjin: „Filaskeso şûjina çavê xwe nabîne lê derzîya çavê filankes dibîne“. Yan jî „Kumê xwe li serê xelkê dike“.

   Îcar ev jî mesela me û sayin Tirko qerdeşlerimiz e. Cîgerlerim şûjina çavê xwe, bêxîretîya xwe nabînin, lê zimandirêjîya Kurdan dikin û hema dibêjin: „Ji Kurdan pêve kes kujtinên tore û namûsê nakin“ filan û jehr û ziqûm.

   De îcar ji xwe re li kerametên wan û adetên wan binerin û bifikirin. >>>>>

 

Jinên Kuweytî lotikek li zikmezinan xist

 

Abdullah El Kurdî- 29/05/09-Kuweyt- Wek hûn zanin, Kuweyt şerîetparêz e û jinên Kuweytî jî di çavên zilamên wan yên zikmezin û bêderpî de bê qedr û qîmet in.

   Ev bêderpî û qûnreşên ku bi perên petrolê zikê xwe mezin dikin û ji hatina „tewafa Hecê“ salê zêdeyî 30 milyar dolar qezenc dikin, di vê hilbijartina dawîn de lotikek ji jinan xwarin û qûş li wan qetiya. >>>>>

 

Emê bi xêra xwe pêsîrên wê piçûk bikin

 

Kurdo Romanov- 27/05/09-Romanya- Tenîsbaza Romenî, lotikvana germik û nermik Sîmona Halep a 17 salî, ji ber mezinbûna pêsîrên xwe nikare baş bi tenîsê bilîze û memikên wê li serê wê bûne bele.

   Li ser bextê memikhezên Romanyayê be, dibêjin memikên Sîmona ji zebeşên Diyarbekrê jî mezintir in û hem jî zebeşên bê dendik in. Hem miz û şîrîn in û hem jî deqdeqî, germ û nerm in. >>>>>

 

Reşo qûş li Şîeyan qetand

 

Abdullah El Kurdî- 26/05/09- Mekke- Dibêjin: “Mêvan ji mêvan aciz e, mazûrvan ji herduwan aciz e”. Îcar ev jî mesela me û reşikê Efrîkî Şêx Adil Kilbanî ye.

   Kilbanî ji BBC re gotiye:”Her heşt jinên min ji min berdayî bin, ez kesekî wek misilman nabînim. Kesê ku rêzê ji Ebûbekir re negre kafir kurê kafira ye. >>>>>

 

Dayka te û xwarzîyê te

 

B.Ronahî- 24/05/09-Sadûn û hevalekî xwe ji gundê Bozan diçin gundê Bêbanê. Di navbera Bêban û Bozan de goristanek dîrokî û pir bi tirs û sahm heye.

    Di derheqa wê goristanê de tiştên gelek bi tirs hatine gotin û dîtin. Lewma kes bi roj jî, bi tenê newêre ji wir derbas bibe. Lê rêya navbera herdû gundan jî ji wir derbas dibe û çi rêyên din jî naçinê. >>>>>

 

Nasname

 

 Selah Mihemed-24/05/09-

Dehê cara diçim û têm

Çimkî nasnamê dixwazim

Sûndê dixwim bi yezdanî

Bi kitêba bi quranê

Bawer nakin,

Lê her ew tim,

Bilî nasnamê naxwazin. >>>>>

 

Aha gunikreşên Lotikxanê ev mêr in ha

 

Zinar Qelemşûr- 23/05/09- Stenbol- Hema bêjin Lotikxane ketiye TRT6ê. Bi ellawekîl hew nemaye ku Lotikxane û TRT6 bibin kirîvên hev û xwînê di dawa hev de birjînin.

  Vê carê Faqûrê me tirr ji tirs û newêrekîyê berda û wek beranê kol got:“Ez nivîskarê Lotikxanê me qerdeşim, heçê qebûl neke ji vî ve“ û wek mêran pesnê Lotikxanê di bernama Guler Işik de da. >>>>>

 

 

Xalê me Jeffrey doza lotikên siyasî û kulturî kir

Cilêtçî Mihê- 17/06/09-Amed- Konsolosê Amerîka yê Enqerê xalê me James F.Jeffrey, serdana Amedê kir û silavek da serok Osman Baydemîr. Piştî vexwarina çay û qehwê, xalê me Jeffrey dest bi lotikên xwe kir û kir qîr û qiyamet.

    Xalê me Jeffrey, bi her sê telaqên jinberdanê sûnd xwar ku pirsa Kurd tenê bi lotikên eskerî çareser nabe û divê sayin Tirkoler dest bi avêtina lotik û zîtirkên aborî, siyasî û kulturî jî bikin. Jeffrey got ku Amed ji berê pêşdetir çûye û hema hema hindik baye xwe bigihîne sewîya Parîsê û got: >>>>>

Goşt nexwin, qelîyê bixwin!

Rêwîyê Kal- 16/06/09-Tirkîye- Demsal havîn e, kele kela germahîyê ye,  dilê Temo qet naxwaze biçe zevîyê. Di bin germahîya tavê de xebat û şixul ji bo Temo tiştê herî zehmet e.   

   Brayên Temo dikin herin zevîyê bi tirpanê genim biçinin.Dibên:

 “ Temo, genim hişk bûye, de were em herin biçinin”.

    Temo bi zikê xwe digire û dibê: “ Brano, hûn herin. Bi serê Seyda, bi kofîya xatûnê ez nexweş im, hêz û taqet di  min de nemaye; ez nikarim bêm“  filan û bêvan. >>>>>

Vê carê nûnerê Serok Barzanî lotikek li Temerê me xist

Binav Sindî- 15/06/09-Duhok- Hevalên hêja, gelek cara hewe daxwaza belgenama li ser parêzgarê Duhokê ji min kiriye. Min berî 3 roja xeberek bo hewe hinart li ser gendelîya wî, helbet ew pişkeka biçîke ji gendelîya wî. Gelek tiştên dî jî li def min hene, bes ez neşêm bêjim.

   Evroke ez belgenameka fermî li ser gendelkarîyên Temer Remezan bo we dihinêrim ku di hejmara evro ya rojnama Rudaw da derketiye. Berêz Elî Şingarî, nûnerê serok Barzanî bi aşkerayî behsa lawaziya parêzgarî dikit û diyar dikit ku ewe egerê nepêşketina Duhokê û gelek tiştên dî diyar dikit. Ew axiftinên wî berêzî belge ne, ji ber ku ew nûnerê serok e û bi fermî diaxivit. Ez hîvîdarim hwîn bixwînin, da bizanin vî parêzgarî çawa navê partî û Barzanî bêqîmet kirîye. Ez ditirsim xelkê Duhokê jî wekî xezze bikin û ji kerba parêzgarî dengê xwe bidin êkgirtûya îslamî. >>>>>

Ezbenî eve soza me nebû

Cengoyê Xemcivîn- 14/06/09-Duhok-

Serokê minê hêja û xebatkar !

Heyrana te bim, ma soza me eve bû qurban ?!

Li rojên reş û giranên şorişa Gulanê çend cara te kerem kir û ji me re got:” Hûn şêrên Kurdistanê ne, bi qasî bilindiya çiyayên Kurdistanê şeref û şanazî li we dibare, roja ku em serkevin emê xweştirîn jiyan ji bo we û malbatên we temîn bikin, emê caş û Kurdên xwefiroş bikin xulam û xizmetkarên we” !!!

   Wella ezbenî we pir xweş gotibû û me jî her rojê davête ser fewceka dujmin û hinek ji me lingên wan qut bûn, hind jî dest û em mîna dara kezaxtî lêhatin heta me Kurdistan anî vê qonaxê.   

>>>>>

Serpêhatîya min û lehana kesidandî

Sofî Xelef- 13/06/09- Ev bû mehek e ku hewesa seksê bi min re nemaye û keleşkofa min qelp dike, bêxwedîkê mêrik fîşekan nateqîne. Ji ber vê moralê min sifir bû û min xwe bi xwe digot:”Aha îcar te pêgirt. Law ma tuyê herroj li kolanên Stenbolê bazde ser van keç û jinên bêderpî, ma te negot wê rojekê qûn li min biqete oxlim, wîî!” û difikirîm.

    Axir, ez di nava van şik û gumanên jimêranîketinê de bûm û ez ditirsiyam ku wek Bulent Ersoy û Fatîh Urek xanimler bê serê min, ez mêrik di qurmik de jêkim û kirasekî bikşînim ser bedena xwe. Lê piştî ku min lêkolîna birêz qûnek Dr. Lejla Kazînîc Kreho ê Xirwatî xwend, cesaret hat min, moralê min vebû û dîsa hêvîya teqandina fîşekan bi min re xurt bû. >>>>>

Temer Jackson û Michael Remezan

Binav Sindî- 13/06/09- Duhok- Berî heyamekê hindek dezgehên ragehandina cîhanî diyarkirin ku hunermendê cîhanî yê navdar Michael Jackson dê ahengekê li Birîtanîya sazket. Herwesa di cihekî da digot ku Jackson her heyv 300,000 (sê sed hizar) dolaran xeric dikit. Ev dirav jî bi gorey wan dezgehan pareyek mezine.

    Vê xeberê we kir ku ez vê nivîsînê binivîsim û hevberkirinê di navbera hunermendê mezin Micheal Jackson û parêzgarê Duhokê Temer Remezan da bikim, da ew dezgeh bizanin ku Parêzgarê Duhokê jî heyvane wekî Jacksonî pare xeric dikit. Lê cudahîyeka mezin di navbera wî û Jacksonî da heye, ji ber ku Jackson ji parê xwe û parêzgar ji parê xelkê xeric dikit. >>>>>

ISHR tirr ji Mehmûdo berda

Sosin Bermal- 11/06/09-Berlîn- Rêxistina Mafê Mirovan „"International Society for Human Rights (ISHR)" lotikek qirase li Mehmûd Ehmedînejad xist û tirr jê berda. Lê lotika ecêb ev e ku serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul jî ket ber lotika ISHR ê.

    ISHR bi minasebeta pîrozkirina 60 salîya Beyannameya Mafê Mirovan a Alemî, afîş amade kirin û wêneyên çend kesên dîktator li afîşên xwe xistin. Yek ji wan jî Mehmûd Ehmedînejad bû. >>>>>

 

Gelo ev dîn ji me ne biaqiltir in?

 

Kezebşewityo- 11/06/09- De ji xwe re li ferqa navbera dînên xelkê û biaqilên me binerin ji bo xwedê.

    Li bajarê Çanakkaleyê, Komela Dînên Çanakkaleyê hersal kongreya xwe lidardixin û serokê xwe hildibijêrin.

Îsal dîsa dînên Çanakkaleyê kongreya xwe ya 14. çêkirin û Osman Canîk wek serokê nû hilbijartin. Yanî, Osman Canîk bû serokê nû yê dînên Çanakkaleyê.

    Hûn dibînin ne wilo? Heta bi dînên xelkê jî rêzê ji destûr û rêbaza xwe re digrin û hersal kongreya xwe di wextê xwe de dikin. Lê hinek partîyên me? >>>>>

Tanqa Tirkan tirr ji me berda

Cemîlê Çargurçik- 10/06/09- Swêd- Ji bo xwedê û pêxember, baş bala xwe bidin wî wêneyê li jorê û bifikirin. Li gora we ev wêne nîşana çiye?

    Li ser bextê Pukmedîa yê be rebbî, dibêjin tanqek Tirkoleran li gundê Barûxî ya ser bi Kanîmasî ya başûrê Kurdistanê xwe li bin guhê trimbêla yekî Kurd xistiye û tirr jê berdaye, hûrhûrî kiriye.

    Li gora ku sîxurên Lotikxanê yên li Kanîmasîyê dibêjin, dibêjin sê eskerên ku di tanqê de bûn, di wê kêlîkê de seksa garankî dikirin û bazdidan ser hev. Hingî bi wan xweş hatibû, serê hefsarê tanqê berdabûn û  >>>>>

Cemîlê qûnek Mêrdînîyan hînî tirr û fisan dike

Cercûro-09/06/09-Mêrdîn- Cemîl Îpekçîyê Tirk hem homoseksuel (qûnek) e û hem jî modesaz e. Yanî modecî ye lo. Îcar qûneko bajarê Mêrdînê ji xwe re kiriye mesken û dixwaze me Mêrdînîyan hînî tirr û fisan bike.

    Axir, Cemîlo niha dixwaze ji Mêrdînê “top modelan – mankenan” derxe û yanî qaşo medenîyetê bîne nav Mêrdînîyên mewîjxur. Mode kuro, Mêrdînî û mode ha!

    Lê ez bi serê Cemîl Îpekçî kim, tirsa min ne ji modê ye. Tirsa min ew e ku ev qûnek Mêrdînîyan jî bi xwe re qûnek bike û zilamên me doxînê li hevdu sist bikin ha. >>>>>

Lehengên erzan

Qosarî- 09/06/09-Mêrdîn- Ez silavên xwe yê teamsarî li lehengên hunerê yên wek “Şanoya Destar”  Metin Boran xoce, Sosyalistê rê şaş  birêz  Orhan Alkaya dikim. Gelekên din ji hene ji ber wê dibe ku dilê wan bimine, ez silavên xwe li wan jî dikim.  Bavo ew çi lehengên ku me wan nas nekirine!

    Di lîstika me ya bi navê “ Mala Dînan” de beşek heye. Di wî beşî de hinek temaşevan derdikevin ser dikê. Paşê gava rojnamevana Ewrûpî derdikeve ser dikê, girêza wan diherike. Lîstikvanê bi nav û deng, birêz  “Kak Hawar” jî (Yano Ez) wan şerpeze dike. De îjar xweziya ew lehengên ku bi lehengî karê hunerê dikin, biketina zefta Kak Hawar. Ne xwezî bi halê wan.>>>>>

Wek mixtar bikin!

Rêwîyê Kal-08/06/09-Tirkiye- Yabo bi serê lotikvanan  ev ne ji boyî meleyên meyê welatparêz in. Lê belê mele pirr karê xwe zanin, fenek in (kone ne, qurnaz in). Mirov şaşo paşo li kerê siwar dikin û kerê didin bezandin.De îcar tu tu be û  nekeve bila heşt parsûyên te neşikên.!.. De îca em bên ser mesela mele Kuto (ji ber ji lingê xwe seqet bû ev nav lê kiribûn:kuto -seqeto).

    Mele Kuto bi keça hişsivik Pero ra dizewice. Îca kula giran mele Kuto ji mêrtîyê de ketiye, lê ranabe û nikare bike. Lê mixtar tenê bi vê kula mele hayedar e,  xeyrî mixtar kes nizane.  Melayê me ilm xwendî ye û çareserîyekê ji vê xeterê re dibîne. >>>>>

Kamîl Kayali tirr ji TRT6ê berdaye

Zinar Qelemşûr- 08/06/09-Stenbol- Heta niha me meraq dikir û digot:“Yaw çima TRT6 roj bi roj bi paşde diçe û lotikên vala davêje qerdeşim“ û em diponijîn. Lê xwedê jê razî be, nivîskarê rojnama Sabahê Mahmût Ovur sedema wê got û Beko ewanê di TRT6ê de eşkere kir.

    Li gora ku Mahmût Ovur ji çavkanîyek pêbawer bihîztiye, Beko ewanê di TRT6ê de kameraman Kamîl Kayali ye û mêro lotik li ser lotikan li Kurdan û zimanê Kurdî dixe. Ji ber ku oxlim bi Kurdî nizane, hema her Kurdê ku tê TRT6ê wek Kurdê siyasî û cudaxwaz dibîne û rê li ber pêşketina TRT6ê digre.

    Mahmût Ovur, di nivîsa xwe de behsa vî tirrekî dike û dibê: >>>>>

Dîroka dizekî pirofesyonel

Dîsa Firat Cewerî û dîsa diziya roman û çîrokan

 

Agirê bê Dixan- 07/06/09- Dizistan- Ez di nav kuçe û kolanên Interneta kurdan de dimeşiyam, ez dîsa li nivîseke nû ya Mîr Qasimlo rast hatim. Tê de dibêje ku ro li nîro û bê ku haya wî jê hebe, beşek ji romana Firat Cewerî „Ez ê yekî bikujim“ ji romana wî jî hatiye dizîn.

   Li ser bextê kal û pîrên ku li ber deriyên lotikxaneyan porên xwe sipî kirine, dibêjin ku dixana bê agir tuneye û ev mesela diziya çîrok û berheman ku bi pey Firat Cewerî yê me ketiye ne tiştekî kevine û vedigere dehê salan. Firatê me ji xefkekê derdikeve, dikeve yeke din û hema ya sitar. >>>>>

Ev wêne nîşana hezkirina ziman û şanogerîya Kurdî ye

Cembelîyê Botî- 06/06/09- Colemêrg- Dibêjin cara yekem e ku şanogerîya Kurdî li ser dikên şanogerîyên dewletê tê lîztin û dest bi lotikan dike. Xwedêgiravî lîztika bi navê „Reşê Şevê (Reşkê Şevê)“ cara yekem lotika xwe li salona Şanogerîya Wanê avêt û temaşevan rakirin ser tapana.

   Axir, hinek malxerab û hesûd dibêjin: „Yaw Wanî ji şanogerîyê hez nakin qerdeşim“ û bextê xwe xira dikin.  

   Law ma çilo Wanî ji şabogerîya Kurdî hez nakin hey malxirabno? De ji xwe re li wêne binerin, destê xwe deynin ser wîjdanê xwe û bêjin:

   Ma salon ne tije temaşevanin hi?

   Tam 50 temaşevanên qirase amade bûne, ma ne bes e qerdeşim? Ma li bajarekî mîna Wanê ku nifûsa wê zêdeyî sed hezarî ye, 50 temaşevan hindik in?  

Bextreşiya me Kurdan,li dinyayê deng veda…!

Bazê Qendîlê- 05/06/09-Kurdistan-

Gelo çav heye ku ev wêne nedîtibe?

Gelo guh heye ku ev xiyanet nebihîstibe?

Gelo dil heye ku bi vê nûçeyê ne peritî be û ne teqî be?

Gelo mirovê Kurd heye ku hezar nalet, hezar sixêf, hezar tif û hezar xirrî nexe diya wî kesê ku ev kar kiribe?

   De îca werin, bibihîsin, bibînin û guhdar bikin…!

   Berî demekê nûçeyek belav bû ku ew firokevanê ku Helebçe bi çekên jahrê bombebaran kir û di zindana Silêmanîyê de girtî bû, reviyaye yan jî hatiye berdan. >>>>>

 

Tê derxin:

Lotikvanên DTP li ber kîjan stranê govendê digrin?

 

05/06/09- Belê, siyasetmedarên partîya DTP Ahmet Turk, Osman Baydemîr, Aysel Tûglûk û çend kesên din ketine govendê û gurme gurma wan e. Îcar pirsa me ev e qerdeşim:

   Gelo ev lotikvanên DTP li ber kîjan stranê govendê digrin?

   Heçê tê derxe, emê ferek gore, firça dirana, cilêtek rûvkurkirinê û sabûnek şînokan bidin wan.

   De tê derxin û bê cilêt û sabûn nemînin cîgerlerim.....

 

Xaltîka me Muslum Gurses

 

Serdar Mirad- 02/06/09-Amed- Her tişt dihat bîra me, lê nedihat bîra me ku wê rojekê xaltîka me Emîne Ayna bibe Muslum Gurses. Muslum Gurses law!

    Hûn zanin Muslum Gurses kîye ne wilo? Ewê Ruhayî lo, ewê stranbêjê arabeskê, ewê ku hinek ehmeq ji bo wî xwe cilêt dikin ha.

   Axir. Muslum Gurses tucarî behsa xwe û Kurdbûna xwe nekiriye. Xweş tê bîra min, berî bi çend salan bavê wî di rojnama Hurrîyetê de bersiva pirsa rojnamevanê Tirk dabû û digot:“Bîz Kurd oxlû Kurd uz  - Em Kurd kurê Kurda ne“. Lê Mislimê pozxwar rojekê tenê jî negotiye ez Kurd im.

   Werhasil, mesela me ne li ser pozxwaro ye, lê li ser hevseroka DTP xaltîka me Emîne Ayna ye. >>>>>

Banga nûneratîya hikûmeta Kurdistanê

02/06/09-Bi minasebeta hilbijartina parlamentoya Yekîtiya Ewropayê, nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê ya bakurê Ewropayê, bang li hemû hevwelatiyên Kurdên rûniştvanên Swêdê û Ewropayê dike û dibêje:

-  Pêwîste hemû kesên ku mafê wan yê dengdanê heye beşdarî hilbijartina parlamentoya Yekêtiya Ewropayê bibin.  >>>>>

Li ser xêrê be kaka!

Lotikxane- 01/06/09- Ezmanê Hefta- Belê, Kurdekanên me lotikek dîrokî avêtin û di rovîyên Tirkiyê re dest bi firotina petrola xwe kirin. Îcar wê kakacanên me di bazara petrola dinyayê de bi azadî lotikên qirase bavêjin û tirrê ji xêrnexwaz û zikreşan berdin.

   Axir, em zêde dirêk nakin. Mam Celal wek dîreksîyonê tirektorê bi wanaya petrolê girt û got ya allah û ya xwedê û kanî vekir. Û serok Barzanî çi got? Got: „Petrol dilê Kurdistan e“ û peyamek ji serok Mistefa Barzanî re şand, dilê wî di gorê de şad kir.

    De li ser xêrê be, ev lotika bêhempa pîroz û bimbarek be rebbî.

 

Selho lotikek qirase li Karayilan xist

Cilêtçî Mihê- 31/05/09-Xançepek- Yaw qerdeşim, bi dîn û îman ji mirîşka gêj xerabtir hatiye serê me bakurîyan lo. Law em hew zanin ji kê bawer bikin û ji kê nekin yaho.

   Yaw navê min Cilêtçî ye, ez virde wêde cilêtan davêjim derpî û şerwalê xelkê, lê kesên wek Selahattîn Demîrtaş û Mûrat Marêreş jî cilêtan davêjin bin çengê me. Ma îcar ev jî ne ecêba xwedê ye iii ihiiii!

   Wê ji alîyekî Mûrat Karayilan bêje:“Bi şeş telaqan em parlamentoya xwe dixwazin, çima ma Îskoçî ji me çêtirin ku parlamentoya wan heye û ya me tunebe qerdeşim“ û rojeva Tirkiyê bike şorba nîskê. Û ji alîyê din wê Selo Demîrtaş çi bêje? Wê lotikek bêîman li Karayilan û xeyalên Kurdan xe û bêje: >>>>>

Di mala xwedê de nîhan qûna wan law, pekkk!

Diyar Baban- 30/05/09-Mahabad- Berî bi çend rojan 3 kurên kerê bombe xistibûn mizgeftekê û di encamê de 25 kes şandibûn cehnemê û 119 kes jî li ser pira selatê asê mabûn, yanî brîndar kiribûn.

   Li gora ku ajansa nûçeyên Îranê ÎRNA dibêje, ew hersê kurên kerê hatine girtin û ji alî rîhdirêj û şaşikmezinên Îranê ve di heman mizgeftê de hatine şeniqandin. Ango, hersê qûnek di mala xwedê de hatine îdamkirin ha. 

  Îcar hûn dibînin bê ev bêbavên ku ola îslamê wek lîztika zarokan ji xwe re bi kar tînin, çawa tecawizî mala xwedê dikin ne wilo gelî xwendevanan? >>>>>

Asharq Al-Awsat Talks Kurdistan Regional Government PM Nechirvan Barzani

Ma'ad Fayad-29/05/09- Hewlêr

[Barzani] In the beginning there was a big problem as there did not exist the same acceptance in Turkey with regards to building relations with Kurdistan, and we faced many difficulties.

    The Turkish army was deployed along the border with Iraq close to us and they were threatening to intervene and the predominant language coming out of Ankara was the language of threats. But we overcame these difficulties due to our determination to pursue joint dialogue, and as a result of economic and cultural cooperation with Turkey. >>>>>

Bihuşt mê ye

Çang Çîng Çong- 28/05/09- Pekîn- Ezê vê carê zêde ji we re henek û yarîyan nekim, lotik û zîtirkan navêjim. Ezê ji we re behsa pirtûka lotikvanê Arjantînî Dr. Rîcardo Corel bikim. Ma hertim jî henek nabin ha qerdeşim. Carna jî lotikên cuda jî xweşin lo, yan na?

   Werhasil

   Doktor û rojnamevanê Arjantînî Rîcardo Coler, zêdeyî du mehan li bajarê Mosuo yê Çînê jîyaye. Taybetîya bajarê Mosuo ev e ku jin hikimdarê civakê ne, desthilatdarî di destê jinan de ye.  Rojnamevan Coler, serpêhatî û çavkanîyên xwe kir pitûkek û bi navê „Bihuşt mê ye“ weşand. Heta niha zêdeyî 60 hezar ji pirtûka wî hatiye firotin û yek ji wan pirtûka ye ku herî zêde tê xwendin. >>>>>

Lotikxane 2006   //       lotikxane@hotmail.com  // lotikxane@ymail.com //  lotikxane@lotikxane.com